Di Duyemîn a Festîvala
Kurtefilma Dostanî ya NavnetewîyaStenbolê de pênc fîlmên kurdî hatinnîşandan:
“Barê Giran”(Der: Yilmaz Ozdîl),“Çawerrê Debem”(Der: Mihemed Şerwanî), “Xerîbê
Welatan” (Der:Metîn Kilinç,) “Pantor” (Der:Tehsîn Ozmen) û“Bêdengî” (Der: L.Rezan
Yûrtbaşi). Min Bêdengî jixwe berî temaşe kirîbû,Pantorê min derfet nedît ku
temaşêbikim. Barê Giran, Çawerrê Debem û Xerîbê Welatan,min di festîvalê
detemaşê kir. Fimên ku min di festîvalêde temaşe kir, li serê wan ez raman û hîsên
xwe binivîsim.
Barê Giran, kur-tefilmê yekem
ê Yilmaz Ozdîl e, 17ê deqîqe ye.
Zemanê kurtefilmê,piştî şêrê
Sûrî ye.Mêrdîn wekî mekan di kurtefîlmê de hatiye bikaranîn. Mîmarî, dîrok û dîmenên
bajarê Mêrdînî bi serketî tê nîşanki-rin. Karekterê sereke bi devoka Colemêrgî
diaxive, ên din bipiranî bi devoka Mêrdînîyan, ji alîyê Qoserî diştaxilin.
Di kurtefilmê de, temayên herî
sereke; alîkarî, fedakarî,têkoşînerî û çareserî ne. Dîyardeyên wekî bêkarî,
neçarî,sînor û trajedî, di kurtefilmê me de hatine proplematîzekirin. Avdel bi
kera xwe ra wekî karkerê paqijî,li şaredarîya Mêrdînê dixebite. Rojek dibêjin
kera Avdel îxtîyar bûye û kera wîji hêla şaredarî tê teqawidkirin. Kurtefilma
xwe li serê vê diyardeyê struktura xwe ava dike. Çiroka kurtefima me ji vir
derdikeve û dest pê dike. Teqawidkirina kera Avdel, di jîyana Avdel û malbata
wî de serûbinîyek pêk tîne. Avdel bêkarî dimîne,di jîyana wî û malbata wî de
şîdeta bêkarî dest pê dike. Îxtîyar bûna kerê di jîyana wî malbata wî de
dibe sedema neçarî, fikarî û tirsê...
Aliyê din xwişka Avdel û
malbata wî, ji hêla din sinorê ji ber şerê revîyan e û hatine ev alîyê sinorê,
xwe spartine mala birayê xwe û tê de bi cî bûne. Ji ber vê hem barê Avdelî girantir
bûye hem jî dîtîna kerekî nû ya ciwan; pere qezenckirin zêdetir ji wî ra
mecburî û ferz bûye. Li rexmî hemû zehmetî û dijwarîyan Avdelî bêminetane xwedî xwişka
xwe derketîye, her tiştî xwe bi wê ra parve dike û alîkariya wê dike.
Gavek berî gavekê Avdel ji bo
ku bikare dewamê karê xwe bike, divê kerekî nû ya ciwan ji xwe ra peyda
bike!... Ji ber vê Avdel, kurê xwe Jîro û xwarzîyexwe Salih( Avdel xalê Salih
lêbinnîvîsa kurtefilmê bi tirkî wekî amca xelet hatîbû
wergerandin) dest bi dîtina kerekî nû dikin. Ji vir şunda em dibînin ku
kurtefilma Barê Giranî tenê bi Mêrdînî ra têkildar nîne. Trajedî di nava
trajedî de heye.Li binê trajedîya takekesekî de em trajedîya dîroka neteweyekî dibînîn.
Trajedîya sinoran...
Sinor, bi xwe sedema bingehîna
trajedîye ye. Sinorê dibin sedema trajedîyayê bêdawîya neteweyekî.
Sinor bi xwe dibin sedemê ku
Avdel nikare ji xwe ra kerekî ciwan peyda bike. Hem jî jiber sinoran barê Avdel
girantirdibin: Sinor tunebûn e, ji ber hebûna sînoran Avdel nikarebi rehetî û
bêpirsgirêk ji xwera kerekî peyda bike. Ku şerêderneketana, xwişka Avdel xwe ne
spartana malê birayêxwe, barê wê jî ewqas giran nebûbûna. Trajedîya kurdan;çar
parçekirina welatê wan û di nava perçeyan de sinor danîne, li serê xakê xwe de
ne subje ne obje bûne û ne xwedî û deshilatdarê welatê xwe bûyîn e.
Barê Giran, barê kurdan ê
bêdewletî sembolîze dike. Avdel jî bi xwe temsîla neteweya kurd
e.Yilmaz Ozdîl, herçend di
nava parçeyan de sinor hatiye danîn jî di nava parçeyekî deguherînek çawa
bandora parçeyên din dike û trajedîya kurdan di asta mîkro de nîşanî me dide û
tîne li ber çavên me.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder