16 Aralık 2020 Çarşamba

Mimkuniya Jiyana Bêbirîn û Bievîn, Qudreta Şiîrê û “Radîşo”

 

                                       


Eşqeke mişt bextewerî di dawiyê de çawa dibe birîn û subjeyên xwe birîndar dike?

Ulus Baker ji Deleuze neqil dike, Deleuze dipirse; “Çima, her eşq, her jiyîn, her bûyer me birîndar û parçewesle dike. Çima hemû bûyer cureyek ji şewbekê, şerekî, birîndarbûnekê an jî mirinekê ne?” Deleuze digot, “Em tu carî bi bûyerê re wekhev nabin, an em zûhatî ne an jî pir derengmayî ne; an em gelekî lezgîn in an jî gelek pasîv in, an em gelekî li pêş in an jî bi qasî ku nikaribin bigihêjinê em dûr in.” An ev e: “Jiyana min a ku ji min re bêhêz û şikestî tê, ji nav destên min diçe û winda dibe”; an jî ev e: “Yê ku li hemberî jiyanê qels e ez bi xwe me, yê ku min serobin dike, jiyana ku tiştên xwe yên tekane yên ku tu eleqeya wan bi min re tune ye, dirijîne û radixîne holê.” 

Li gorî têgihîştina xwe ez vê pasajê parçe bikim. 

Çima her bûyer û her jiyîn însan birîndar û serobin dike? Çima tiştekî wekî evînê bêhempa aşiq û meşûq birîndar dike? Çima însan her tûşî bûyerên giran ên wekî şewbe, şer, nexweşî, pîrbûn û mirinê tê? Mamoste Hêjar di risteyeke şiîra xwe ya ku bi nav û deng bûye de dibêje, “Ax mirdin le kiwêy? Jiyan kuştimî.” Ev riste Seydbûna însan û seydvaniya jiyanê ji kûr ve nîşanî me dide û li ber çavên me radixe ku jiyan çawa bi xwe birîn e. 

An em zûhatî ne an jî derengmayî ne, an em aktîv in an jî pasîv, an em gelekî bilez in an jî gelek hêdî ne, an em gelekî li pêş in an jî gelekî li paş in, an em gelekî dûr in an jî gelekî nêz in…. Çima însan nikarin bi bûyerê re wekhevbûna xwe pêk bînin? Çima bi bûyer û zeman re wekhev nabin? Çima daxwaz û arezûyên me bi wext û bûyerê re hev nagirin û em bi jiyanê re dikevin nav pevçûnê? “Benim sana erken/Senin bana geç kaldığını”... Ev risteyên Murathan Mungan wekhevnebûna bi zeman re nîşanî me dide.

Birîna însan ji ku tê? Ji jiyanê tê an jî ji wî/wê tê?

Gelo însanê bêhêz, bêqudret, jênehatî, şikestî û wendabûyî ye yê biproblem an jî jiyana ku me tarûmar û serobin û birîndar dike?

Jiyan û însan… di navbera wan de têkiliyeke çawa heye?

Li hemberî jiyanê şiyan û qudreta însan çi ye? Em xwedî şiyan û hêz in, ne ku bêşiyan û bêhêz in. Jiyan tiştên ku li jiyanê diqewimin û ti eleqaya wan bi me re tune ye, di xwe de dihewîne, dide der. Ji ber ku însan obje ye, jiyan jî subje ye, em mexdûr in, jiyan bi xwe fail e. Gelo însan ne di xema jiyanê de ye, ew ji bo jiyanê tune ye û jiyan li gor qeîdeyên xwe tevdigere? 

Diyalektîka jiyanê çi ye?

Em însan di nava diyalektîka jiyanê de lîstikvan in, jiyanê çi rol dabe me, em wan rolan dilîzin. Em însan di nava xwe de seyd û seydvanên hev in lê însan li hemberî jiyanê tenê seyd in, jiyan jî her seydvan e. Jiyan her nexweşî ye, ji ber vê, em jî nexweş in û nexweş dibin. Jiyan diyarker e, însan diyarbûyî ne. Jiyan mîmar û însan jî struktur e, jiyan peykersaz û însan jî form e.  Jiyan romannûs-nivîskar û însan jî roman-kitêb e. Jiyan romana însan dinivîse.

Însan çiqas dikare li hemberî jiyanê bibe mîmar, nivîskar û heykeltraş û jiyanê bike form, struktur û kitêb? Însan bibe nivîskar jiyan kitêb e. Însan romana jiyanê dinivîse.

Ferqa qeder û jiyanê çi ye? Jiyan bi xwe qeder e.  Qeder bi xwe jiyan e? Qeder ew tişt in ku bêyî îradeya însan diqewimin. Lê belê însan xwedî şiyana qerardayîn û tercîhkirinê ye, jixwe Deleuze rêjeya biîradebûn an jî bêîradebûna însan li vir ji xwe re nekiriye problem.

Însan xwedî îrade û şiyana qerardayîn û tercîhkirinê ye lê çima encama her tercîh û qerara însan wî/wê birîndar dike? Çima her tercîh û qerar di dawiyê de dibe birîn? Pirsa ku Deleuze jê re li bersivekê digeriya tam jî ev e. Deleuze birîndarkirina jiyanê dikole û jê pirs dike.

Ontolojiya jiyanê gelo xwe li ser “Ez birîndar, nexweş… dikim, nexwe ez heme”yê ava dike?

Însan jiyana xwe bi tercîh û qerarên xwe diyar dike, li vir însan diyarker e, ji ber ku encama her qerarê-jiyînê dibe birîn, însan çiqas dikare vê birînê bike evîn? Çima qerara her jiyîn û her bûyerê dibe birîn lê nabe evîn? Çima jiyan bi xwe ne evîn lê birîn e?

Gelo xelasî ji encama diyalektîka xedar a ku însan ketiye nav heye an tune ye?

Gelo wexta ku însan wekhevbûna xwe bi bûyerê re pêk anî, wê çaxê dikare xwe ji birîndarkeriya jiyanê xelas bike û jiyanê bi evîn bike? Ku em bi zeman û bûyerê re wekhev bibin, dê jiyan jî ji seydvanî û nexweşiyê rizgar bibe?

Em dikarin bi îradeya xwe jiyaneke bihez, bextewer, bikeyf û bicoş ava bikin? Mimkun e ku xwe ji birîndarbûyînê an jî ji birînê biparêzin? Ne ku ji bo ku em birîndar nebin em ji jiyanê derkevin. Em çawa dikarin ji têkiliya seyd û seydvan a bi jiyanê re derkevin. Mimkun e ku em bi jiyanê re diyalektîkeke din saz bikin? 

Ez ji “wekhevbûna bi bûyerê re” jiyana bêbirîn û mişt evîn fehm dikim. Dema ku me însanan bi bûyerê re wekhevbûna xwe pêk anî, dê jiyan jî birînê ji xwe bike. Dê di jiyanê de veqetandineke epîstemolojîk biqewime.

Însan dê wekhevbûna xwe bi bûyer û zeman re çawa pêk bîne?!...

Qudreta şiîrê heye ku dikare jiyanê bêbirîn û bi evîn bike û wekhevbûna bûyer û zeman pêk bîne. Di şiîrên kesên wekî Guillaume Apollinaire, Hölderlin, Rilke, Baudlaire, Şikoyê Hesen, Rimbaud û Miradê Miradan de em rastî vê jiyana bêbirîn û bievîn tên. Lê dê di fokûsa vê nivîsê de tenê Miradê Miradan hebe.

Bêhêzbûna şiîrê ew e ku di şiîrê de jiyana bievîn wekî dinyayeke razber dimîne, hêj jî ev dinyaya razber nebûye şênber. Em bifikirin ku em vê dinyaya razber çawa dikarin bikin şênber? Mînak Efendîno ya Arjen Arî em çawa dikarin bikin şênber?

Di sala 2019an de xelata Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî, bi dosyaya xwe ya Radîşo, Miradê Miradan wergirtibû. Paşê ev dosya wekî kitêb ji Weşanxaneyê Sorê hat weşandin.  Tê de bîst û neh helbest hene, Radîşo ji wan helbestan yek e ku bûye navê kitêbê.

Di helbesta Radîşo ya Miradê Miradan de emareyên jiyana bêbirîn û wekhevbûna bi bûyerê re hene.

“jiyîn, ji wexta ku dest pê kiriye vir ve evînek e

       Ji wexta ku dest pê kiriye vir ve birînek e”

Di wan risteyên Radîşo de Miradê Miradan hem kêmbûneke Deleuze nîşanî me dide hem jî li wî zêde dike. Deleuze jiyanê bi tenê wekî birînê dibîne û ji aliyekî ve wê pênase dike lê Miradê Miradan aliyê din ê jiyanê; evînê nîşanî me dide û dibêje jiyan ne tenê birîn e, evîn e jî û dualîzma birîn û evînbûna jiyanê nîşanî me dide. Têgeha vê nivîsê “jiyana bi temamî bievîn” vê şiîrê da min.  

Ew jiyanê wekî birîn û evînê pênase dike lê em di Radîşo de nabînin ku di şerê evîn û birînê de kî bi ser ketiye û kî jî têk çûye. Di vî şerî de wendaker tune ye. Bi temamî evîn bi ser nakeve lê li bendê bin ku şair dê di dosyayên xwe din de nîşanî me bide bê ka çawa jiyana bibirîn têk biriye û jiyan bievîn bi ser xistiye..

“birîn, b’ hebûnê re dost, bi xwê û xweliyê naqele”

Birîn bi dermanan, darû û îlacan xweş û baş nabe ancax dikare bi dostbûna hebûnê re xweş bibe.

Di şiîrê de, li muqabeleyî “wekhevbûna bi bûyerê re” hewla çareserîkirin, lihevanîn û aştkirina birîn û hebûnê tê. Di Radîşo de, di navbera şerê evîn û birînê de her çiqas serketî tune be jî şair bi awayekî din xwastiye vî şerî çareser bike: Wî hewl daye ku birînê bi hebûnê re aşt bike û li hev bîne. Tiştên ku Deleuze jê re dibêje wekhevbûna bi bûyerê re tam jî ev e. Têgeha bi navê amorti ya Nietzsche jî em dikarin bibêjin beramberî vî tiştî ye.

Gelo pêkanîna aştkirina û lihevanîna birînê bi hebûn û jiyanê re çiqas mimkun e? Mimkun e ku birîn bi hebûnê re bibe dost?  Ma mimkun e ku mirov bi kujerê xwe re bibe dost?

 Hewla mezin a şair ev e ku xwastiye wateya birînê biguherîne; birînê bi hebûnê yanî bi jiyanê re bike dost.  Birînê bike bêzerar, heval, rêheval û dost.  Dost çi ye? Birîn bûye dost, edî bêzirar e, ne xirab e, tiştekî baş e, em dikarin pê bawer bibin, pişta xwe bidin wê.  Dost temamker e. Însan bi dostên xwe, xwe temam dike. Birîn jî bi dostbûna hebûnê, dixwaze xwe temam bike.

Ka em binêrin gelo şair dê di dosyayên xwe yên nû de nîşanî me bide ka çawa ev dostanî kemilandiye û di şerê evîn û birînê de çi bûye. Wekî ku wî gotiye:

 “Bo jiyînê tu ji tiştina venagere:

-mîna evînê, mîna birînê”

 

* Ulus Baker, Dolaylı Eylem, Weşanên Birikim Kitapları, Stenbol 2012 r.477.

* Miradê Miradan, Radîşo, Weşanên Sor, Stenbol 2019, r.17.


* Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hatîbû weşandin.

Fîlma Ikiru ya Akira Kurasawa û Paradoksêka Bingehîna Însanî

                               


 
                      

Demêkî yo ez xo ra persa; eka doxtorêk mi ra bivajo “di serrî emrê to mendo” ez no di serrî senî bivîrno persêno. Têkildarîya na persê mi de dostêk mi fîlma Ikiru ya Akira Kurasawa pêşnîyazê mi kerdî.

Fîlmêka ê hende biqalîteya; 68 serrî verî, serra 1952 de Ikiru(Ciwîyayiş) kaş bîya la aktuelîteya xo ra çîyêk vîn nêkerdo.

Kurasawa realîteya welatê xo yê Japonya nawnêno ma: Pergala şuxulîyayişê strukturanê dewletî, burukrasî aye, komela aye,  têkilîya pîyî û lajî, psîkolojîya ferdanî… Merkezê fîlmî de çar dîyardeyê serekeyê estî. Yew cuya raştî;persa însanî seba çiyî biciwîyo û cuyî seba çi bibo, di,hezwerî û bextewarî ciwîyayiş, estbîyayiş û cuyî ra zewq û keyf girewtiş, hîrê, mojnayiş û rexnekerdişê  îdareyê pergala burokrasî û  pergala ke ferdî tê de hepsî û bîyî sey robotî, çar, raştê ra raştî êrîşkerdişê û cîperskerdiş dayişê esto.

Babeta fîlmê de karekterê serekeyê fîlmî karmendêko ke hîrês serrî yo ke ha eynî karî de xebetîyêno. “Hîrês serrî cuya ey ra qe çîyêk nêno ey vîrî.” Hîrês serrî sey mumya, robotî ciwîyayo. Rojêk şono doxtor, bander beno ke tewr zaf şeş aşmî emrê ey mendo. Mûsayişê no bîyayişî seranserî cuya ey vurnêna.   

Kê şîyênî bivajî  Ikiru fîlmkerdişê kilma bi nameyê “Life Is Brief” o. Fîlmî xo serî na kilamî ra awan kerdo, fîlmê de atifê aye zaf esto. Na kilamî de verî dest ra şîyayişê, vînkerdişê zemanî, ciwîyayiş mûsayiş o; estbîyayiş, dinya, cu ra zewq û keyf girewtiş, hezwerîya cuyî,  xo şa kerdiş o, qe çîyêk kule nêkerdiş, nêmcet û kêm nêverdayiş, uqte nêverdiş o… Hîrês serrî ra dima qehramanê fîlmî de fikrê “cuyî vir û veng, bêtal, nêşa, bê zewq û keyfgirewtiş sey merdeyêk vîrnaya” virazîyêno. No fikirî hem cîperkerdiş, muhasebekerdişê emrê ey hem cîgêrayişo cuya raştî ciwîyayiş, xo bextewarkerdiş, cuyî ra zewqgirewtiş, estbîyayişê ra tehmgirewtiş  dano ey ver; qe nêbo panç aşme emrê xo yê ke mendo bifeletno…  No fikirî, ruh û laşlerzêk; serobînbîyayişêk kî de zî virazêno, êrîşê kî keno: Kî xo de vanî “ gelo ez zî sey qehramanî cuya xo ha vir û veng vîrnêno.” û cuyî danî kî cîperskerdiş. Ma fîlmî de temaşekerdişê muhasebekerdiş û cîgerayişê qehremanî reydir ma xo de cîperskerdiş û muhasebeyê no fikirî kenî.

Temaşekerdişê na fîlmî deyîra İnsan Ömrünü Neye Vermeli ya Hasret Gültekin erdî mi vîrî. Na deyîrî de yeno cîperskerdişê ke însanî emrê xo sey pere, şeref, rayerêko çetin semeda çiyî xerç bikero. Na fîlmî seka cewabê na deyîrî bido.

Cuya raştî çi ya?  Şêx Ehmed Berzanî no hawa cewabê na persî dano: “ Heyat, helwestêko birûmetî ra îbaret o”.  Ma ke na persî fîlmî ra persayî Akira Kurasawa zî tam sey cewabê Şêx Ehmedî cewabêk dano ma. Qehremanê fîlmî panç aşme peyênê emrê xo de resêno cewabê Şêx Ehmed Barzanî ke cuya raştî; bextewar, zewq û tehm girewtiş, helwestêko birûmetî bi xo yo û karanê başan û rindan kerdiş, xo rê pey berheman verdiş, rindkerdişê dinya û heyat o. Hezwerîya cuyê tewr gird zî no yo.

Şîîra Bajar ê Konstantinos Kavafis de hetêk ra hewla waştişa şiktayayişê pergala cuya xo  hetobin ra zî qebulkerdişê biraştînêbîyayişê no hewlî, teslîmbîyayişê pergalî esto. Qehremanê fîlmî hewla xo bi raşt keno û pergalî şiknêno, vejîyêno teberî aye. Şîîra Bajarî de ezîktî û tersonêkî esta la fîlmî de qehreman tersan, qaxoyan, ezîktî û tersonêkîya xo şiknêno û xo înan ra azad keno. Şeş aşmî mendişê emre ey xobawerî, cesaret dano ey, ey keno bêters û çimsûrî.

Hetêk ra zî fîlmê erîşê ezîktî, teresî û tersonêkîya kî kena û çîyî binê ke kî nêwazênî înan dir têrî bêrî înan dir fîlmî kî rî bi rî ana. No hetî û ra texamûlê  temaşekerdişê fîlmî giran û zor o.

Mîyanê fîlmî û metaforê eşkewta Platonî de têkilîyêk esta. Metafora eşkewtî zêdnaya û aver berda. İnsanî hemverê disê eşkewtêk de bi rêzîlan amêyî bestis û rezkerdiş, teyna vernîya xo vênênî,  pey înan de adirêk esto, bi şewqê adirî sîluetê çîyanê ke pey înan de yo ginêno disê ro, porî raştî wina qebul kenî la rojêk yewî rêzîla xo qerefnêno, vênêno ke raştî qe wina nîya la sekeno çikeno nêşêno xo bido êbinan bawerkerdiş. Fîlm de qehreman pergalî şiknêno û  ê bînan zî roşn û hişyar keno. Sehneyanê peyên de xêncî yewî, heme embazê yê karî serxweş bîyî; qebul û îtraf kenî o raştî û heqiqat o, Soz danî xo ke bibî sey ey la sehneyêko binî de ma vênêne ke eynî tas û hemam î; qe çîyêk nêbedelîyayo,dewamê cuyê xo kenî, pergal zî estbîyayişê xo dewam keno. Mavajî ke eşkewtî de herkes qebul kerdo ke rêzîlşiktayoxê sifteyin raştî û heqiqat vano la kes qe cayê xo ra nêhewelîno, nevejîyêno teberî, herkes sey verî dewam keno, qe çîyêk nêbedelîno.

Qalîteya tewr girda fîlm na ya ke, na paradoksa bingehîna însanî nawnêna ma.

Hayîya însanî her çî ra esta, hişyar o la qe çîyêk zî nêbedelîno, her çîyî sey verî dewamî keno.  Seba muqabilê na paradoksî ez qe raştê termêk nêamêyo. Gelo ma senî şîyênî na paradoksî bi term , pênase û îzah bikerî?  Erjîyêno û raşt o ke ma ser o na paradoksa bifikirî, aye analîz bikerî, seba şiknayişê aye çareserîyan biafirnî. Hata na paradoksî nêşikîyo bedelîyayişê zî nêvirazî!...

Gelo semeda ke însanî nêwazêno pergalê xo; konforê xo bixerepno, tembelî keno, teslîmê tersan û qaxoyanê xo bîyo,  banderî na rewşa xo bîyo, newegerî nêwazêno û nêşêno rîskan bigîro na paradoksî nêna şiktayiş?

                                                 

*No nuşteyê verîcû keyepela Sînemaya Serbixwe de amêbi weşanayiş.



Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...