22 Mayıs 2020 Cuma

Kêmbûna Afirînerîya Kurtefîlma Adem Başaranî û Têkşikandina Xirabiya Ewilîn

                                     


 Orhan Înce, di sala 2009an de kurtefîlma xwe ya “Dünyayı Kim Kirletti, Emek û Savaş Kırıntısı”, di sala 2010an de “Dema ku Genîm Dirijin”,  di sala 2011an de “Ali Ata Bak” û di sala 2014ê de jî kurtefîlma xwe ya herî dawî Adem Başaran, (19. Deqe) kişandine.

Di çil salên dawî de Kurdan trajedî di nava trajediyê de jîyan û hîn dijîn jî. Di backgrounda kurtefîlmê de vê realîteya polîtîk heye: Nêzî penç hezar gundên Kurdan hatin şewitandin û valakirin, nêzî deh mîlyon Kurdan berê xwe da bajar û metropolên Tirkan, pencî hezar însan hatin kuştin; bi qasî bîst hezar ji wan cînayetên faîl meçhulê ne. Çîroka kurtefîlmê jî mînakek, dilopek ji encama vê realîte ye.  

Sehneya peşîn a kurtefîlmê bi kajeya 1993, Li Diyarbekirê, di goristanekê de, li ser tirbekê dest pê dike; li ser tirbê jinek û sê kurê wê hene. Temaşeger fehm dike ku ev, tirba bavê wan zarokan e. Paşî em dibînin ku wan koçî Stenbolê kiriye. Tam em nizanin bav mirî ye an jî hatîye kuştin lê ji ber backgrounda kurtefîlmê  em dikarin bibêjin bav hatîye kuştin; ji pencî hezar Kurdên ku hatine kuştin, yek ji wan jî bavê wan e.

Di struktura kurtefîlmê de kuştina bavek heye. Derhêner dixwaze nîşanî me bide ku kuştina bavek çawa bandor li malbata wî; jîn û zorakên wî kiriye û qedera wan çawa diyar kiriye. Lê bi giranî kuştina bav, çawa bandor li jiyana zarokê mezin Mesûd kiriye, em vê dibînin.  Mesûd ji donzdeh salî piçûktir e, birayekî wî çar-penç salî ye, birayê wî yê din jî berşîr e. Ji ber kuştina bavê wî, jîyana Mesûd tê dizîn: Mesûd ne zaroktî  ne ciwanî ne jî navsaliya xwe dijî, Mesûd rasterast dibe wekî bavêk; bar û berpirsyarîya bavê wî dike ser milê wî. Trajedîya Mesûd ne takekesî ye, dîyardeyek sosyopolîtîk e. Çîroka kurtefîlma Adem Başaran jî yek ji wan çîroka bi hezaran zarokan e ku bavê wan hatine kuştin.

Çi edebîyat çi jî di sînemaya kurdî de fehmek heye ku; mijara berhema wan çiqas cîyawaz û ekstrem be, dibêjin qey berhema wan jî ewqas biqalîte û resen dibe. Lê tiştek wilo rehet, bêked û bêxebat tune ye, mijar çiqas orjînal û ciyawaz bibe jî, dema ku afirînerî tune be tu encax tenê mijarê didî mezaxtinê. Dema ku em li  berhemên nivîskar û derhênerên gewre mêze dikin, ji mijarên gelek ji rêzê , bi afirînerîya xwe berhemên der-rêzê û resen derxistine holê. Mijara kurtefîlmê jî ev e; bavek hatiye kuştin, dayik, bi sê kurê xwe ra maye, ji Dîyarbekirê koçî Stenbolê dikin. Ti der-rêzîya mijarê tune ye, mijarek ji rêzê ye. Mijara kurtefîlma Adem Başaran mijareke ekstrem, tekîl û cîyawaz nîn e lê Orhan Înce bi afirînerîya xwe mijareke ji rêzê der-rêzê û cîyawaz kiriye. Jixwe edebîyat jî sînema jî û hunerên din jî tiştek ji rêzê derdixin, dikin der-rêzî.

Di hunerê de tiştê ku herî zor û zehmet, gihîştîna sazkirina vegotinê ye. Di hunerekê de xwegihandina vegotinê û xwedîbûna wê, ji bo hunermendek asta herî berz e. Afirînerîya derhênerekê bi vegotinê xwe dide der. Bi vegotinê cîyawaz û resenîyê, berhemeke hunerî derdikeve holê.  Yên ku mijarên ji rêzê dikin  der-rêzê, cîyawaz û resen, vegotin e. Dema ku hunerkarek bû xwedî vegotin, edî afirandina berheman ji bo wî/ê hêsan dibe û dikare ji gelek tiştan hunerê biafirîne.

Di kurtefîlma “Adem Başaran” de Orhan Înce, nîşanî me dide ku xwe gihandîye vegotinekê. Dikarê bi hostayî vegotinê saz bike. Derhênerê bi vegotina xwe dikarê ji kûr ve bandor li temaşegeran bike û meseleya xwe bide hîskirin.

Di kurtefîlmê de, derhêner, resma determînîzma encamên xirabîya ewilîn çêkirîye û wî nîşanî xwîner dide. Xirabîya ewilîn ev e; kuştina bavî, çawa tesîr li malbatê kirîye, di jîyana wan de çi guherandiye. Dide zanîn ku Mesut ji kengî ve kenê xwe wenda kiriye. 


Di kurtefîlmê de vegotina semiyotîk heye; ji ziman zêdetir, şanîder di pêş de ne. Zimanê kurtefîlmî şanîderên in. Ji vê hêlê ve tehlîlkirina kurtefîlmê xwendineka semyotîk dixwaze.  Mînak, pînebûyînê onlugî, yeknebûyîna bişkokanê onlugê nûyî… Her şanîder bi bîra me ya kolektîv ra têkildar e. Birayê piçûk digirî lê em nizanin ji bo çi digirî, Mesut dema ku ji kar vedigere tê malê, di destê wî de em şîr dibînîn. Di dîmeneke din de jî birayê biçûk çawa xweş dikene…  Ji ber vê; ji bo fehmkirina vegotinê zanebûna bîra kolektîv û semyotîk lazim e.

Dîzayna sehneyan û dekora listîkvanan û bi temamî estetîka kurtefîlmê gelek geş û xweş bû; ji hêla zeman ve xetayek berbiçav a anokronîk tê de tune ye. Mekan û zeman hevdû temam dikin. Ji ber vê jî kurtefîlm gelek realîst bû. Zemanê xwe dida hîskirîn.

Listikvanîya karekteran gelek bibandor û realîst bû. Tenê listikvanîya mamoste ji rastîye dûr bû. Bi taybetî jî listikvanîya Mehmûd û Mesut gelek serkeftî bû. Di kurtefîlmê de mamoste ne birehm ne jî bêrehm bû, zêde notr bû lê bi rolê xwe realîst nebûbû, çimkî bêîstîsna mamosteyê dibistanan bêrehm bûn.

Di kurtefîlmê de temsîla kurdan erenî û baş bû. Tevî hemû xirabîyan, Kurd dest ji jîyînê bernadin û li ber xwe didin. Alîkarîya hevdû dikin û pişta hev digrin. Çi qas ji destên Mehmud(Aram Dildar) tê aliyê malbata ku merivên wan in  dike û  xwedî li Mesûd derdike, ji wî ra li cem xwe karêkî peyda dike.

Gelo sînema tene nîşandayîna realîte ye? Ger bersiva me “Erê” be. Di afirînerîya Orhan Înce de ti kêmasî tune ye lê ku bersiva me “Na” be, tê de kêmasî hene.  Bi min qethiyên divê sînema tene nîşandayînê realîte nebe. Wekî ku Ranciere dibêje, “Huner tenê divê rastîyê teqlîd neke, divê rastîyê biguherê jî.”

Ji ber ku Mesûd nikare hem bixebite hem jî biçe mektebê, dev ji mektebê ber dide. Gelo ti rê tune ye ku Mesûd li ber xirabîya ewilîn werbigire û wê têk bişkêne? Ger Mesûd dewamî mektebê bikirana û bi awayekî bi serbiketa û xirabîya ewilîn têk bişikanda; çerxa ku bi xirabîya ewilîn dest pê kirîye, vê çerxê biedilanda û wê çerxê bişkanda. Yek, ji vî alîyî ve; afirînerîya Orhan Înce kêm maye.

Di sînemayê de bibandorkirina û bihîsdayînê temaşegeran, asteka bilind e. Temam Orhan Înce bi kurtefîlma xwe bandor li temaşegeran dike û meseleya xwe dide hîskirinê lê bandor û hîsdayîneke çawa? Kurtefîlmeka trajîk û dramatîk e: Liberxweketin, qehirîn, êşîyabûn, kelogirîbûn, xemginbûn… Ev hestên  ku mirov pasîvîze, bêhereket û melankolîk dikin, bi temaşeger re çêdikin. Hêrs, xinç û tolgirtin; hestên wisa ne ku mirov aktîf, serhildêr û bitevger dikin. Ev, hestên ku mirov dikin rexneker, jêpirsker û hesab-pirsker in lê ji ber ku Orhan Înce nikare di temaşegeran de van hestên aktîv çêbike. Dudu jî; ji vê hêlê afirînerîya  Orhan Înce kêm maye.

Di jîyanê de xirabîya ewilîn kuştina Habîl e, ji bo kurdan jî bêdewletî ye. Di kurtefîlmê de jî kuştina bav heye, jixwe kuştina bavê jî encamêk bêdewletbûn e. Xirabîya ewilîn, ligel xwe çerxekê jî ava dike. Sînema çawa dikare  xirabîya ewilîn têk bişkîne, ji holê rake, tune bike û çerxeke nû di jîyanê de bide destpêkirin?  

Mijara kurtefîlmê; di sala 1993ê de koçkirina malbateke Dîyarbekirî ya ber bi Stenbolê ye. Di sehneya dawî ya fîlmê de, kena Adem Başaran heye. Ku min xelet fehm nekiribe, Adem Başaran birayê biçûk ê Mesûd e. Mesûd ji bo malbatê xwe feda dike, Adem bi rehetî dikare biçe li mektebê lê naçe. Gelo Adem Başaran niha çi dike? Adem Başaran niha bûye 30-35 salî. Ji bo ku em aqûbeta Adem Başaran bizanibin, di navbera vî kurtefîlmî û du filmên Kurdî yên din de ez dixwazim peywendîyek çêbikim; çimkî ev, ji bo dahatûya Adem Başaranî bersiveke tatmînkar didin me. Gelo Adem Başaran mezin bûye û bûye karekterê fîlma “Kilama Dayika Min”, ne ku bûye karakterê kurtefîlma “Nikilê Qirikê  yê Xepirî” ?!..

Hêj filmek an jî kurtefîlmek nehatîye kişandin ku em bikaribin bibêjin “Adem Başaran li xwe, li welatê vegeriyaye.”

*Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hatîye weşandin. 

18 Mayıs 2020 Pazartesi

Kurtefîlmê Pepûkê û Jinûvenivîsandina Çîroka Pepûkê


                                                                      
                                                                   
- Pepo! Keko!
Kamî kişt? Mi kişt!
Kamî şut? Mi şut!
Pepo! Keko!

Ozkan Kuçuk di sala 2013yan de kurtefîlmê xwe yê bi navê Pepûk kişandiye û 18 deqe ye. Ji xeynî wî, çend belgefîlm, kurtefîlm û xebatên wî yên din jî hene. Niha jî hewl dide ku fîlmê xwe yê bi navê Rojbash bikêşe.

Kurtefîlm li Sûra Amedê derbas dibe. Şîlan, birayê xwe Azad  û dayika xwe di heman malê de dijîn, bav jî di girtîgehê de ye. Şîlan diçe dibistanê. Derengiya şevê, Azad tê odeyê, dibîne ku Şîlan hêj ders dixebite. Şîlan ji birayê xwe re dibêje, “Ez spartekê amade dikim, sparteka min jî çîroka Pepûkê ye.” Ji Azadî re dest bi vegotina çîroka Pepûkê dike…

Evîndarekî Şîlanê heye. Bi huneran evîna xwe nîşanî wê dide.  Li ser dîwaran hem ji bo Şîlanê resiman xêz dike, hem nivîsan dinivîse û hem jî govend digire!...

Roja ku dayik ji bo serdanê diçe girtîgehê, evîndarê Şîlanê hewl dide ku lênûskekê bide Şîlanê lê Azad wan di ser de digire. Hêrs dibe. Naxwaze ji Şîlanê bawer bike!... Ji Şîlanê re dibêje, “Ez ê ji bavê xwe re bibêjim ku te navê me derxistiye” û derdikeve ser banî. Dema ku tê jêr dibîne ku Şîlan li ser kanepeyê dirêjbûyî ye, fehm dike ku Şîlan hewl daye ku xwe bikuje. 

Azad bi zor û bela xwişka xwe digihîne nexweşxaneyê, peywirdar nasnameya Şîlanê jê dixwazin lê di nava wê teşqeleyê de nasnameya Şîlanê li malê ji bîr kiriye û negirtiye cem xwe. Ji wir vedigire, bi lez û bez xwe digihîne malê. Dema ku nasnameyê ji malê digire, lênûskeke ku evîndarê Şîlanê daye wê dibîne.

Hem ji navê kurtefîlmî hem ji navoreka wî pir aşkera ye ku di arkaîka kurtefîlmî de çîroka neteweyî ya kurdan bi navê Pepûkê heye. Hezar xwezî çîrokeke kurdan a bi vî cureyî tune bûya!... Li çar aliyên welatê me varyantên cur bi cur ên çîroka Pepûkê hene. Bi kurt û kurmancî  çîroka Pepûkê ev e;  jineke xwedî kurek û keçek dimire, piştî mirina wê, mêrê wê dêmariyekê tîne malê, dêmarî qet ji zarokan hez nake, gelek tehde li wan dike… Rojekê tûrikekî qul û xencerekê dide zarokan û wan dişîne kerengê. Di rêya vegerê de, xwişk li pêş û bira jî tevî tûrik li pey wê dimeşe, li ciyekî xwişk dibîne ku tûrik vala ye… Ji birayê xwe dipirse, “Te çima hemû kereng xwarin?” Bira jî dibêje, “Min qet kereng nexwariye, ku tu ji min bawer nakî, bi vê xencerê zikê min qul bike, binêre ka min xwariye an nexwariye.” Xwişk ji birayê xwe bawer nake û zikê wî qul dike lê tu kerengê nabîne, paşê dibîne ku tûrik qul e, fehm dike ku ketiye dehfika dêmariyê. Li ber vê êşê, ji Xwedê dixwaze bibe çûkek…

Gelo vê çîroka bi kul û keser bandoreke çawa li ser psîkolojî û kesayetiya me kiriye û kesayetî û karakterê me  çawa înşa kiriye? Bi ya min; êşhezî, wendakirina şadwerî û hezgeşiya jiyanê, melankolîkbûna me gelek jî ji vê çîrokê tê. Wekî piraniya zarokên kurd ez jî bi vê çîrokê mezin bûm. Dema ku dapîra min an jî dayika min ji min re ev çîrok digot, tê bîra min vê çîrokê bandoreke gelekî xirab li ser min kiribû, ji ber vê çîrokê ez gelek diqehirîm, wê çaxê dilê min gelek bi bira û xwişkê şewitîbû. Ji vî aliyî ve, em dikarin bibêjin ku ev çîrok hem ji bo me bûye travmaya civakî hem jî ji hêla struktur û fonksiyonan ve bandoreke gelekî xirab li neteweya kurd kiriye û dike jî.

Çîrokeke tirsnak û sawnak e. Çîrokeke ewqas xirab e ku heta ebedê êdî tu tişt nayê guherandin, heta hetayê mehkûmiyeta encama ku bi ti hawî nayê guherandin, sûcdariya ku qet cezayê wê naqede, reşgirêdan û şîngirtineke her teze û dagirkirineke ku dê heta ebedê dewam bike...
Nivîskar Îsmet Bor di malpera zazakî.netê de, bi navê Derheqê Sanika Kekû De nivîseke sûdwer li ser analîzkirina çîroka Pepûkê nivîsiye. Nivîskar nîşanî me dide ka wê çîrokê çawa kod, ezayetî, karakter û sosyolojiya neteweya kurd diyar kirine û tarîx û konjektorên ku kurd tê de ne û çîroka Pepûkê çawa dişibin hev. Em kurd her çîroka Pepûkê dijîn.

Her çiqas min nivîsa Îsmet Borî ji zû de xwendibe jî, nivîsa wî fikra nivîsandina vê gotarê di dilê min de peyda kir.

Di kurtefîlm de evîn kereng e, tûrik lênûsk e û dibe sedema bawernekirinê, derman jî xencer e, dêmarî; girtîbûna bav û çûna dayikê bo serdana bav, zayenda civakî, ehlaq û nedemokratbûna civakî ye. Ehlaq û zordariya civakê nahêle ku du karakterên kurtefîlmî evînê azadane bijîn. Ne aşkera; bi tirs û veşartî jiyîna hezkirinê bi zayenda civakî û pederşahî re têkildar e.

Çîroka Pêpûkê her çiqas bi derveyê civakê re têkildar be, ewqas jî bi hundirê civakê re têkildar e. Dêmarî tenê bi derve re na bi hundir re jî têkildar e. Dêmarî ji aliyekî ve girtîbûna bav û nedesthilatdariya wî ye, ji aliyekî din ve jî zayenda civakî, pederşahî û nedemokratbûna civakî ye. Birayê ku ji bo nasnameyê tê malê, heqîqetê dibîne: Heqîqet jihevbawerkirin û çêkirina yekîtiyê ye.

Ku bav ne di girtîgehê de lê li ba wan bûya, dibe ku hedîseyeke bi vî rengî neqewimiya lê heke bav kesekî pederşahî û paşverû bûya, bûyer dê bi şeklekî din biqewimiya wekî kuştina bo namûsê.

Kurtefîlmî bi nekuştina xwişkê, ne bi temamî lê belê tenê qismekî çîroka Pepûkê ji nû ve nivîsandiye û afirandiye. Xwişk nemiriye lê pirsgirêkên wan ên ku bûne sedema vê bûyerê nehatine çareserkirin. Jihevbawerkirin, çêkirina yekîtiyê, azadkirina bav û demokratbûn û pêşverûtiya wî û guherandin; demokratkirin û azadkirina civakî û têkşikandina ehlaq û zordariya civakê ku nahêle em evînê azadane bijîn bi temamî tên wateya jinûvenivîsandina çîroka Pepûkê.
               
Em vegerin çîroka Pepûkê, pirsekê bikin; di çîrokê de, heke xwişkê baweriya bi birayê xwe bianiya, haya wan ji kiryarên qirêj ên dêmariyê hebûya û bi vê xencerê zikê hev qul nekirina, ev xencer di dilê dêmariyê re bikirina, neteweya kurd dê ji gelek aliyan ve nebûya civakeke cuda?

Gelo di navbera mît û neteweyekê de ku aîdî hev in têkiliyeke çawa heye? Têkiliya mît û neteweyê dişibe têkiliya made û tozê. Çawa ku made ji hêla form, mekan û zeman ve tê guherandin lê toza wê qet naguhere, her wekî xwe dimîne; netewe jî ji hêla form, mekan û zeman ve diguhere lê ji hêla mîtê ve qet naguhere. Mirov dikare bibêje ku mît tozên neteweyê ne.

Edebiyat, roman, şiîr, şano, resim, muzîk, sînema… yanî huner dikarin mîtan biguherînin û ji nû ve biafirînin. Qadeke sînemaya kurdî divê bibe qada şikandin û jinûveafirandina mîtan.

* Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hatibû weşandin. Li vir bi hinek guhertinan ez diweşînim.

Îdeolojîkbûna Kurtefîlmê Xerîbê Welatan


                                                                                         

Di struktura kurtefîlmên Barê Giran û Çawerrê Debim de şerê Sûrî û derketina holê ya DAÎŞê heye. Ev şer bûye sedem ku ev kurtefîlm bên kişandin. Heman struktur di kurtefîlmê Xerîbê Welatan de jî heye.

Kurtefîlmê Xerîbê Welatan ê Murat Kılıç, 14. 49’ ye.
     
Malbateke kurd ji Sûrî (ne ji Binxetê; Rojavayê Kurdistanê) ji ber şer koçî Tirkiyeyê (ne Serxetê; Bakur), navçeyeke bajarê Xarpêtê dikin. Ji vê malbatê keçikek bi çêkirina resiman tê nasîn, li ser vê keçikê, behsa jiyana wê û malbata wê tê kirin. Mijara Xerîbê Welatan ji vir derdikeve. 

Kurtefîlmê Xerîbê Welatan ji gelek aliyan ve bipirsgirêk e. Di wê de kîjan pirsgirêk hene?  Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku hinek ji wan probleman nîşan bidim.

Xerîbê Welatan ji kurtefîlm zêdetir wekî belgefîlm e. Nizanim derhêner çima Xerîbê Welatan wekî kurtefîlm pênase kiriye. Ciyawaziya kurtefîlm ji belgefîlm ev e ku di kurtefîlm de pevxistin heye lê di belgefîlm de tune ye. Belgefîlm divê pişta xwe bide rastiyê, bi heman şeklî kurtefîlm jî divê pişta xwe bide rastiyê lê derhênerê kurtefîlm an jî hunereke din bi pevxistinê heta ku bi rastiyê re nekeve nakokî û hevnegirtinê dikare mudaxaleyî rastiyê bike. Derhênerê belgefîlm nikare ti mudaxale li rastiyê bike; divê objektîf be.

Bi çavê kurtefîlm an jî bi çavê belgefîlm, qet ferq nake ku em bi kîjan çavî li Xerîbê Welatan dinêrin. Xerîbê Welatan hem wekî kurtefîlm hem jî wekî belgefîlm bi rastiyê re dikeve nakokî û hevnegirtinê. Di temaşekirina Xerîbê Welatan de ev problema sereke xwe bi realîstnebûn û objektîfnebûna wî nîşan dide. Di têkiliya nêrîn û dîtinê de derhênerê Xerîbê Welatan xwastiye çi bibîne ev tişt dîtiye. Wî xwastiye îdeolojî û dinyabîniya xwe di realê de bibîne.

Di kurtefîlm de giranî wekî diskora îqtîdara dewlata tirk, neo-osmanî, ummetparêzî, antî-Esatî heye. Bi taybetî jî diskora îqtîdara dewleta tirk bi raya kurtefîlm tê meşrûkirin.

Navê kurtefîlm bi kurdiya kurmancî Xerîbê Welatan e, wekî Yeryüzü Garipleri li tirkî hatiye wergerandin.  Peyva welat (bi tirkî ülke, memleket, vatan) wekî yeryüzü hatiye wergerandin. Em motamot werbigerînin dibe Ülkelerin Garipleri lê derhênerê me ji bo çîroka kurtefîlmê xwe bihêz û zêdetir umûmî bike bi vî rengî wergerandiye lê belê navê Xerîbê Welatan û naveroka wê hev nagirin. Dema ku em Xerîbê Welatan temaşe dikin, em qet hejar, bekes û xerîban nabînin. Em malbateke entegrebûyî dibînin.

Hem jî em di nava kurtefîlm de nakokiyan dibînin. Bo nimûne; di ciyekî kurtefîlm de yekî dibêje, “Tirkiye dewama Împaratoriya Osmaniyan e, bila Tirkiye hemwelatîtiyê bide me” di ciyekî din de jî dibêje, “Bila şerê Sûrî xelas bibe, em ji xwe re vegerin welatê xwe”.

Kurtefîlm bi rastiyê re jî dikeve hevnegirtinê. Piştî temaşekirina fîlm mirov dibêje qey ti problemên sûriyan nemaye û ji her tiştên xwe memnûn in.Kesên ku bi nezanî û bêhayî li vî kurtefîlmî temaşe bikin, dê di wan de feraseteke xelet û nerast çêbibe. Rewşa ku piraniya sûriyan tê de ye kûçik ne tê de ne, jiyana ku dijîn kûçik najîn, tiştê ku sûriyan dîtiye kûçikan nedîtiye, sûrî wekî însan nayên hesibandin!..

Hemwelatiyên Sûrî yên ku li vî kurtefîlmî temaşe bikin, ez yeqîn nakim ji sedî pêncî xwe tê de bibinin û bibêjin behsa çîroka me dike. Di têkiliya tîkel û tumelî an jî parçe û bitûnî de mînakeke ku em wekî tîkel an jî parçe didin divê herî zêde bi bitûn an jî tumelî re bi kapsam bike, bigire nava xwe. Wekî mînak Xerîbê Welatan bi kapsamkirina bitûniya xwe gelek kêm û nimz dimîne.  

Aliyên baş ên kurtefîlm; daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê hebû. Lê? Malbata ku ji Binxetê koçî Serxetê kiriye daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, danîfadekirina wan gelo çiqas rast e?

Di kurtefîlm de nasnameya kurdî hebû lê heqîqeta kurdan tune bû!..

* Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hat weşandin. Li vir bi hinek guhertinan ez diweşînim. 



8 Mayıs 2020 Cuma

Qurbanîyên Kurtefîlma Çawerrê Debim

                                            

Min derfet dît li bernameya Yekemîn Festîvala Kurtefîlmên Dostaniya Navnetewî ya Stenbolê. Di bernameya yekemîn festîvalê de ji derhênerên Rojhelatê sê kurtefîlm hebûn: The Sea Swells a Amir Gholamî, 16', The Last Embrace a Saman Hosseinpuor 4' û Fyling Fishes a Mohammad Towrivarian 14.38' bû. Ji nava wan derhênerên Rojhelatî tenê kurtefîlmê Amir Gholamî bi kurdî bû, ên din jî bi farsî bû. Saman Hosseinpour ji Seqizê, Mohammad Towrivarian jî ji Sinê ye. Çend kurtefîlmên din ên bi zimanê kurdî hebûn, ew jî ji Bakur bûn lê ji Başûr û Rojava ti kurtefîlm tune bû.

Lê îsal di bernameya festîvalê de tenê ji Başûr kurtefîlmek hebû, ji Rojhelat û Rojava ti kurtefîlm tune bû: Kurtefîlmê ji Başûr bi navê Çawerrê Debim( I will wait) a Mihemed Şerwanî(Mohammed Sherwani) bû, dema wî 11.11' bû .       

Bifikirin di welatekî de şerek heye. Mirovek jina xwe ya xweşik û kurê xwe yê piçûk dihêle û diçe şer.  Jin bi kurê xwe ra bi tena serê xwe dimîne. Jin li hêviyê ye ku mêrê wê ji şer vegere. Lê nizane mêrê wê dijî an mirî ye, aqûbeta mêrê xwe nizane. Nediyariyek heye.  Jin ji bo ku debara xwe bike divê bixebite lê ciyê wê tune ye ku kurê xwe bihêle.  Her roj kurê xwe li ciyekî dihêle, diçe ser karê xwe.  Di loqenteyekê de firaqan dişo lê ji ber kurê xwe her tim dereng tê ser kar, ji ber vê jî bi xwediyê loqenteyê ra probleman dijî. Ne merivên jinikê, ne jî merivên mêrê wê, ne ji gel ne jî ji hikûmetê ti kes alîkariya wê nake. Ji wê ra dibêjin edî li hêviya mêrê xwe nemîne, ji xwe ra bizewice. Piraniya civakê muameleyeke xirab lê dike. Lê ew rexmî hemû zehmetiyan û xirabiyan li ber xwe dide.

Mimkun e gelo çîrokek bi vî rengî hebe?  Jinik û kurê xwe bi tena serê xwe mane lê  ti kes alîkariya wan nake, xwedî li wan dernakeve?
Kurtefîlmê Çawerrê Debim, li bajarekî Başûr hatiye kişandin lê em nizanin kîjan bajar e. Mijara kurtefîlm ew e ku mêrê jinekê çûye şer. Jin nizane mêrê wê zindî ye an jî mirî ye; nediyariyek heye. Kurtefîlm jî xwe li ser vê nediyariyê ava kiriye. Lê jin li hêviya mêrê xwe ye. Çawerrê wî ye!... Em pirsa xwe şênber bikin û bipirsin: Li Başûr gengaz û bimentiq e jineke ku mêrê wê çûbe şer, bêxwedî û bêkes mabe?

Bi min qetiyen ne mimkun û bimentiq û bawerdêr e. Ji ber vê, kurtefîlmê me xwe li ser rastiyê ava nekiriye; ne realîst û objektîf û etîk e.

Bi min Mihemed Şerwanî ji bo ku temaya sereke ya kurtefîlmê xwe sedeqat û eşqê bihêz bike, gelek tişt ji xwe ra kiriye qurbanî.

Rastî û sêwira aqilî; derhêner pişta çîroka kurtefîlmê xwe nedaye rastiyê, pişta wê daye sêwira aqilê xwe. Wî xwastiye çîroka sêwira aqilê xwe bi rastiyê re li hev bîne. Lewma derhêner ji bo ku çîroka xwe bihêz bike kirûyên wekî rastî, bajar, civak, alîkarî, parvekirin ji xwe ra kirine qurbanî.
Em ji ku zanin ji xwe ra kiriye qurbanî?

Bajarê ku di kurtefîlm de hatiye bikaranîn bajarekî bêelektrîk, şerpize, xirabe, paşdemayî ye û rewşa gel jî per û perîşan e. Ji 2004ê û vir ve bajarên Başûr qalikên xwe diguherînin; bajarên wan ne wekî kurtefîlmê me xirabe û şerpize ne, rewşa gel jî ne wekî kurtefîlmê me xirabe, per û perîşan e.       
Di kurtefîlm de pirsgirêkeke anakronîk heye. Em ji vir fehm dikin ku çîroka kurtefîlm çîrokeke ne objektîf e, çêkirî ye. Zemanê ku kurtefîlmê me behs dike; em ji radyoya bipîl fêr dibin ku li piştî DAIŞê, mêrê lehenga me ya jin wekî pêşmerge çûye, li hemberî DAÎŞê şer dike.  Ji sala 2010ê û pê ve qulek nemaye ku înternet neketiyê lê ma qey jin çawa nizane ku mêrê wê dijî an hatiye kuştin? Gelo mimkun e? Ji bilî wan telefon û îstixbarat heye. Ma îstixbarata Hikûmata Herema Kurdistanê ewqas bêhêz e ku haya wê ji aqûbeta pêşmergeyekî wan tune be.

Aliyê baş ê kurtefîlm ew e ku karaktera jin gelekî xweşik e. Wekî temaşevan di te de ferasetê bi vî rengî çêdibe ku jin bên tacawiz û tacîzkirin. Lê baş e ku derhênerê vî tiştî jî ji bo kurtefîlma xwe nekirîye qurbanî.

*Ev nivîs berî di malpera Sînemaya Serbixwe de hatîye weşandin.

Bandora Paşvexistinîya Derhênerê Fîlma Kurdistan Kurdistan

                                    

Yek ji problemên mezin ên sînemeya kurdî ev e ku fîlm nagihêjin temaşevanên xwe. Gelek fîlmên kurdî hene ku ez dixwazim temaşe bikim, ez gelek hewl didim temaşe bikim lê hemû hewldanên min bê encam dimînin. Fîlmên kurdî yên ku min temaşe kirine bê îstîsna min li ser YouTubeê temaşe kirine lê di YouTube de jî kalîteya dîmenan gelekî xirab e lê qet nebe ji tunebûnê baştir e. Ji bo ku fîlmên kurdî xwe bigihînin temaşevanên xwe divê gav berî gavekê çareseriyek bê dîtin.

Fîlmê Bulent Gunduz ê bi navê Kurdistan Kurdistan, di gelek festîvalan de hat nîmayişkirin. Ji zû de min dixwast li vî fîlmî temaşe bikim, axirê min derfetek peyda kir û xwe gihand fîlm.

Bi navê Evdalê Zeynikê û Robaskî Mon Amour du belgefîlmên din ên Bulent Gunduz hene.
Mijara fîlm li ser vegera Delîl Dîlanar a piştî bîst û du salan e. Biproblembûna filmê ji despêkê xwe ra xwe dide nîşan dayîn.  Fîlm bi dîmenên konserên ku Delîl Dîlanar li bajarên wekî Paris, Koln, New Yorkê dane dest pê dike. Temaşeker sedema vê despêkirinê paşî fehm dike ku, derhêner dixwaze, bibêje ku Delîl Dîlaner bajarên pêşketîrîn konseran dide lê nikare li welatê xwe konser bide.Piranîya me dizane ku ji ber kîjan realîte û determînzmê nikare konserê bide em dizanin. Ma qey hayîya derhênerê ji vî determînzmê tuneye? Bêguman heye. Derhêner bi xwe ketîye kompleksa bindestî û çewsandî lê hayîya wî ji wî tuneye.

Mirovek li dû bîst û du salan vedigere welatê xwe.  Rewîtiya ber bi zaroktiya xwe ve, bîra xwe wenda dike. Gelo temaşevan dixwaze li fîlmekî çawa temaşe bike? Ji derhêner dixwaze giranî bide ser kîjan kontekstê?

Min wekî temaşevanê sînemaya kurdî dixwast derûniya vî mirovê ku piştî bîst û du salan vedigere welatê xwe,  trawmaya wî, şokên wî, krîzên wî, tengezariya wî, biyanîbûna wî, haliyeta ruhê wî, hîsiyata wî di fîlm de bibînim.

Fîlmê Kurdistan Kurdistan, di sala 2015ê de ketiye vîzyonê û seatek û çil deqa ye, min heta dawî fîlm fehm nekir ku problem û derdê derhêner çi ye, dixwaze giranî bide kîjan konteksta mijara xwe.
Di fîlmê Kurdistan Kurdistan de bîranînên ku di bîra Delîl Dîlanar de mane, mirov dibêje qey Delîl Dîlanar ji bo ku wan bîranînan ji nû ve bijî vegeriyaye.  Li dû temamkirina temaşeya fîlm temaşevan dikare bibêje ku derhêner giraniya fîlmê xwe li ser bîranînên Delîl Dîlanar çêkiriye lê  nekariye bîranînan li hevdu girê bide, resimekî temamî derxîne.   

Delîl Dîlaner ji bo ku kilameke kurdî gotiye mecbûr dimîne ku ji welatê xwe derkeve. Di fîlm de bêwelatbûna kurdan (navlêkirineke xelet e, a rast bêdewletbûna kurdan e lê fîlm wekî bêwelatbûna kurdan tê navlêkirin) li ser çîroka Delîl Dîlanar tê problematîzekirin. Derhêner xwastiye çîroka Delîl Dîlanar û bêwelatbûna kurdan girê bide. Lê nikarîye armanca xwe pêk bîne.
Derhêner asta kalîteya fîlm gelek xistiye jêr. Derhêner fîlm ji hêla fonksiyonê ve zengîn nekiriye û bi pêş ve nebiriye, bandora negatîf a mudaxaleyên derveyî yên ne hewce berbiçav e. Bi derhênerekî amator ev fîlm dê xweştir û baştir bihata kişandin.

Lîstikvan, sehne,  diyalogên fîlm pir sunî, çêkirî, kerixî, ne xwezayî û ne rastbîn dimînin. Di fîlm de gelek dîmen û sehneyên tewşomewşo û self-oryantalîzm hebûn: Mînak li gund çiqas xort û navsalî hene, li kêleka hev rêz bûne, defê lê dixin. Bi rastî min ti mentiq di vê sehneyê de nedît. Şevekê mîrê bilûrê Egîdê Cimo û Delîl Dîlanar ji xwe re çend kilaman dibêjin, hemû gundî ji ber televîzyonan radibin tên li wan guhdar dikin.  Dema ku Delîl Dîlanar tê Mûşê wekî siyasetmedarekî ji bo wî pêşwazî hatiye amadekirin. Hemû mirov, nas, dost û gundiyên wî li ber balafirgehê kom bûne: Pêşwaziyeke kerexî û qet ne xwezayî ye.

Ji ber navê fîlmê Kurdistan Kurdistan, min xwast li vî fîlmî temaşe bikim. Derhêner çima ev nav li fîlmê xwe kiriye? Bi navlêkirina Kurdistan Kurdistan, derhêner hem xwastiye çîrok umûmî bike hem zêdetirîn bi kapsam bike. Wekî din hem bi navê fîlm hem jî bi naveroka fîlm xwastiye ji temaşevanan re bilîze!..

Dema ku mirov wexteke dirêj li benda tiştekî be; libendêbûn, bedeldayîneke mezin e lê encam ne li gorî dilê mirov be, şikestina mirov girantir dibe. Fîlm jixwe cewaba bendewariya min neda, asta fîlm ji bendewariyên min gelek nimztir e!...


* Ev nivîs berî di malpera Sînemaya Serbixwe de hatîye weşandin.

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...