31 Aralık 2021 Cuma

Sermîyanê Lokman Ayebeyî û Cîyawazîyên Afirînerî di "pilingekî li hewselê" de

 



Nivîskarek çima kêm an jî zahf dinivîse? Qalîte û biserkeftîbûna berheman çiqasî bi nivîsîna kêm an jî zêde ra têkildar e? Nivîsîna zêde tê wê wateyê ku tiştên hatine nivîsîn bêqalîte û navincî ne û nivîsîna kêm jî tê wê watêyê ku tiştên hatine nivîsîn biqalîte ne?

 

Di nav xwînerên kurdîyê de nîqaşa nivîsîna kêm an jî zêde ya nivîskaran heye. Xwînerên edebîyata kurdî serkeftin û biqalîtebûna berhemên kurdî bi nivîsîna zêde ra peywendîdar dikin; piranîya nivîskarên kurdîyê li pey hev bi hejmareke zêde berheman dinivîsîn û ji ber vê yeke jî dest bi xwedubarekirinê dikin, asta qalîteya berhemên wan berz nabe û nizm dimîne. Lewma xwîner ji nivîskaran daxwaz dikin ku kêm binivîsin.

 

Fikra min ew e ku, geşbûn û berzbûna berhemekê bi nivîsîna zêde yan jî kêm a nivîskarekî ra ne hewqasî têkildar e. Ji ber ku nivîskarek zêde dinivîse ev nayê wê wateyê ku berhem ji hêla qalîteyê ve nizm e, negeş û binkeftî ye. Ku ji nivîskaran tê, bila di salekê de çend berheman binivîsin, problem ne ev e. Problema bingehîn ew e ku ka çiqasî rezerv, sermîyan, potansîyel, şîyan û qudreta afirandin, nivîsandin û hilberîna nivîskarî heye yan jî tune ye!...

 

Dema ku nivîskarî ferq kir ku rezerv û sermîyanê xwe kor kirîye wê çaxê divê bikaribe bibêje ji bo niha bes e, û bisekine… Zanîna cihê sekinînê bi xwe jî zanînek e, kamilbûn û objektîvbûna bi xwe ra têkildar e.

 

Gelek balkêş e tevî ku hinek nivîskar jî xwedîyên rezerv û sermîyanên mezin ên afirandin û hilberînê ne, ew wî sermîyanî bi kar naynin. Hayê wan nivîskar û hunermedan jê tune ye ku xwîneran ji pênûsên xwe, ji berhemên xwe bêpar dihêlin. Xwînerên wan birçî û tîyên qelema wan in, dixwazin zêdetir berhemên “nivîskarên xwe” bixwînin. Çi dikare bibe sebebê vê yeke? Çend sebeb hene helbet: yan ji ber ku hayê wan ji şîyana bi wan ra tune ye, yan ji ber tiralîyê ye, xweneêşandin yan jî ji ber nebûna motîvasyonê; ew rezerv û sermîyanê xwe bi kar naynin. Çend nivîskar û hunermendên kurd hene ku bi raya min dikarin di vê kategorîyê de bên hesibandin: Şêxo Fîlîk, Brahîm Ronîzer, Aram Dildar…

 

Yek ji wan navan jî Lokman Ayebe ye!... Lokman Ayebe xwedîyê rezerv, sermîyanekî baş e. Potansîyeleke gelekî baş a nivîs û afirandinê pê re heye. Ew, ji her du salan carekê berhemekê biweşîne jî dikare berhema xwe di asteke bilind a qalîteyê de hilberîne.

 

Lêbelê çi heyf e ku Lokman Ayebe jî hindikî dinivîse. Di bîst salên nivîskarî xwe de, ligel berhema wî ya nû, heta niha du roman, du jî pirtûkên çîrokan derxistine. Hezar xwezî ku deh berhem binivîsîyaya!... Hemû berhemên wî min bi kêfeke mezin xwendine, li ser romanên wî de min du heb jî nivîs nivîsîne. Di malpera Sînemaya Serbixwe de hatibûn weşandin. Ez her dixwazim ji qelema wî zêdetir berheman bixwînim.

 

Axir piştî deh salan berhema wî ya nû ya çîrokan bi navê pilingekî li hewselê ji weşanxaneya Avestayê derçû, tê de neh çîrok hene. Xwendina her çîrokeke wê kêfeke cuda bexşand, her çîrokekê zewq û tehmeke edebî ya bêhempa û nejibîr da min: “heger ez niha bibêjim zilamekî ku heta çûna xwe ya eskeriyê tu bajar nedîtibûn û ji bilî çend herfên li alî okulu fêr bûbû pê ve xwendin û nivîsandina wî tune bû, rojekê rabûye û bi planeke rêkûpêk bankayek şêlandiye û ji ber vê şêlandinê jî di dewra xwe de bûye dizê herî navdar yê tirkî; û ev jî ne bes, ji bo teslîmkirina wî di nava sê dewletan de qeyraneke dîplomatîk rû daye, teqez hûn ê ji min bawer nekin û hûn ê bibêjin çîrokên bi vî rengî encax di fîlm û romanan de diqewimin û di jiyana rasteqîn de cih ji çîrokên weha deraqil re tune ye…” r.9

 

Du alîyen cîyawazîyên çîrokên pilingekî li hewselê

 

Di edebîyata kurdî ya li bakurê welêt de wekî kurdekî mirov çiqasî dikare xwe bibîne? Wekî xwînerekî ez dikarim bibêjim ku kêm caran min kariye xwe tê de bibînim. Di edebîyata xwe de xwenedîtîn tiştekî balkêş e. Di hemû çîrokên pilingekî li hewselê de wekî kurd mirov xwe dibîne. Şexsên xwe, civaka xwe, gund û bajarên xwe tê de dibîne...

 

Dostê min Evdî Hesqera carekê ji min ra gotibû, “di wextê zanîngehê de mamosteyekî ji me ra gotibû, edebîyata netew û gelên bindest tune ye tenê vegotinên wan ên alegorîk hene.” Bi rastî dema ku em li edebîyata kurdî ya li bakurê dinerin zêdetir em rastî vegotinên alegorîk, sembolîk, metaforîk;  otosansur, tirsonekî û  xweveşartinê dibînin. Dijmen kî ye? Dema ku em vê pirsê ji edebîyata xwe dikin kêm berhem bi şênberî bersiva vê pirsê didin. Em û “yên din”ên me rasterast wekî dagirker nayên binavkirin. Cîyawazîya pilingekî li hewselê jî tam li vir xwe dide nîşanê: Nivîskar hewl daye vî tiştî bişikîne; xwe veneşartîye, xwe sansur nekiriye, ji gotinên rasterast xwe nedaye alî. Mînak di çîrokên li xwe vegera qumarbazekî xişîm û pilingekî li hewselê de em vê şikandinê bi zelalî dibînîn.

 

“ … û dengê straneke wî jî ji teybê bilind dibû. ji dupelkiya min ve îmana min ji muzîka tirkî nemaze jî ji erebeska tirkî diçe û heger wexta min yan jî alternatîfeke min a din hebûya kêlîkekê li wir nedisekinîm û ez ê ji bo traşa xwe biçûma cem berberekî din.” r.89

 

Bindest, newêrin fikr û hestên xwe yên derbarê tişt-miştên serdestan bi eşkereyî der bikin. Li vir, nivîskar bi wêrekî hîsên xwe yên derbarê muzîka serdestan de anîne zimên.

 

Çar hêlên afirînerîya çîrokên pilingekî li hewselê

 

Di çîroka dokumanterek derbarê gewretirîn helbestvanê netewa xwe de nivîskar sêwirandina dahatûyê dike û rabirdûyê ji nû ve serarast dike. Freud dibêje “rabirdû nayê serarastkirin” lê em dibînîn ku hêza edebîyatê heye ku rabirdûye ji nû ve serarast/saz bike, di vê çîrokê de jî em dibînîn ku nivîskar çawa bi hostayî rabirdû serarast kirîye. Nivîskar tenê rabirdû serarast nekirîye dahatû jî sêwirandîye. Edebîyat xeyalan, fikiran, xewnan realîze dike. Nivîskar jî dahatûyek sêwirandîye, bi edebîyatê ew dahatû realîze dibe.

 

Teknîk û vegotinên rojavayî di gelek berhemên edebîyatê kurdî de wekî pîne, zêdayî, îthal xuya dikin. Di vê berhemê de nivîskarî vegotin û teknîkên edebî yên rojavayî bi kurdewarî xebitandine.

 

Di çîrokên vê berhemê de nivîskarî hem malzemeyên bîra me ya kolektîv ji nû ve afirandine hem jî edebî kirine. Çîrokên wekî kirasguhertin, şerê du dîkên qoqo û biyokên hafiz nimûneyên vê ne.

 

Afirînerîya din a vê berhemê jî ew e ku, hewleke înşakirina takekesîyê dide; afirandina takekesî em tê de dibînîn. Çîroka puxteya jiyannameya dizekî nimûneyeke baş a takesesbûnê ye.

 

Wekî xwîner ez dixwazim bi kêmanî ji du salan carekê herî kêm berhemekê ji qelema Lokman Ayebeyî bixwînim. Bi hêvî, xwastin û arezûya ku em di demeke kurt de dîsa berhemên nû ji qelema wî bixwînîn.

 

 

Wêneyê Lokman Ayebeyî: Mem Artemêt

 

*Ev nivis berî di malpera Hurbini de hatibû weşandin.

Bêahengîya Fîlma Govenda Alî û Zîn Seba Xo û Xobîyayişî


                                        

   

Fîlma sifteyîna Mehmet Alî Konarî, Hewno Bêrengî rojanê peyênê aşma Nîsane serre 2018 de min Festîwala Fîlmanê Mîyannetewî ya Enqera de temaşe kerdbi.  Ez zaf qayîlê Hewno Bêreng bibo, keyfê mi zaf tira amêbi û zaf hetan ra zî zaf baş bî. O wext nuşteyêk zî bi ser aye de nuştibi. No nuşte, nuşteyê mino verîn bî ke mi ser o fîlmêk sînema de nuştbi. Hewno Bêreng de dîrektorîya Mehmet Alî Konar, zaf hêvîya da mi, bendewarîyek gird mi de viraştîbi ke fîlmanê ey yê hîna baş û geş temaşe bikero.

Rewna ro yo ke ez ha fîlma dîyîna Mehmet Alî Konar pawêno!...

Festîwala Fîlmanê Mîyannetewîya Qoza ya Edene ya 28îne de mi fîlma dîyîna Mehmet Alî Konar bi nameyê Govenda Alî û Zîn temaşe kerdî. Mamosta Hudaî Morsumbul bi wesîle ke ez na fîlmî temaşe bikero.  Min û mamosta Hudaî ma telefon de ma qisey kerdi,  ey va bê Edene, ma hem fîlma neweyî Mehmet Alî Konarî temaşe bikî, hem zî bibi meymanê mi… Xora merdim fîlmêk kurdkî festîwalan de temaşe kerdî, kerdî nîyî sewbîna zaf zor o ke bişo îmkanê temaşekerdişê fîlmî peyda bikero.

Fîlmê Govenda Alî û Zîn seba mi bî serobînbîyayişê xeyalan, hêvîyan, bendewarîyanî!..

Kî şîyênî ser o metnêk, berhemêk de gelek wendişan bikerî. Ser o  berheman, metnanê kurdkî de zafane ez wendişo hermeneutîk û mîyanmetnan keno û ez hewl dano hetê başê berhemî problematîze bikero. Na hew ez nêwazêno wendişêko hermeneutîk û mîyanmetnan bikero. Na rey ez ez wazêno ser o Govenda Alî û Zîn de hetê teknîk û muhtewa ra wendişêko hunerî bikero.

Eka ma wendişêko hermeneutîk ser o Govenda Alî û Zîn bikerî. Mîyanê fîlmanê Bakurî de fîlmêk tewr başan, biqalîteyan ra yew a.  No kontekstî de mamosta Hudaî  nuşteyêk binuso...  

Seba berzîya serkewtişê fîlmêk, kitabêk, tabloyêk ganî hem hetê hunerî hem zî hetê hermeneutîkî ra yewbînî temam bikerî; hetêk ra qels, apeymende hetobîn ra zî pêt, averende nêbo. Mîyanê no hetan de gere ahengêk bibo. Problemanê bingehîna qadanê hunerê kurdkî ra yew zî na ya ke; zafane berhemê kurdkî hetê hermeneutîkî ra baş û xirabe kî şîyênî tanî çîyan bivênî la hetê hunerî qels î. Fîlma Govenda Alî û Zîn zî înan ra yew a.

Hetê teknîk û muhtewayî ra qelsîyê fîlma Govenda Alî û Zîn çi yî?

Babeta Govenda Alî û Zîn, mayêk lajê aye hetê dewleta tirkî ra yeno kiştiş. Maye şîn lajê xo nêronêna wazêno govenda veyveyê lajê xo birona. Waştişêko derasayî esto. Ma têkilîya maya Zîn û keyeyê aye dir, hembera no waştişê de reaksîyon û nêzdîbîyayişê dewletî vênênî.

Neqilkerdiş û vatişê hîkayeya Govenda Alî û Zîn serkewte nîyo. Mehmet Alî Konar nêşêyo hîkayeyê xo bibitunî bivajo û neqil bikero. Temamîya  fîlmê de bitunî çîn a; sehneyî yewbînî temam nêkenî û yewbînî ra derabîyaye. Ahengîya sehneyan çîn o. Fîlmî de mîyanê sehneyan de herikbarî çîn o, sehneyî mîyanê xo de nêherêkînî. Nayê ra sey temaşeker, kî xo mîyanê fîlmî de nêvênênî, fîlmî temaşeker nêancêna zerê xo. Mîyanê fîlm û temaşekerî de  ahengîya yewbînbandorkerîyêk nêvirazîyayo.

Sehneyî fîlmî xozayî nênî bi zorkanî yenî.  Kî vanî qey Mehmet Alî Konarî verî cû ra tayê sehneyî dîyar kerdî; waşto fîlmî werêardişê(uydurmak) sehneya bidero. Bi no sehneyanê werêardişan waşto ke rindîya menzereyan, mekanan, suretane dewî, xoza, payîzî, xasekî û lewendîya karektaran nîşane ma bido.

Konteksta fîlmî de kî ke persayî dîrektorî wazêno bi no sehneyan çi binawno ma, persêka bimentix kî nêşênî bidî xo. Nayê ra hem sehneyî bêluzimî yenî hem zî fokusê fîlmî yena peygoşkerdişî, domînatîya fokusê fîlmî giranî û navendîya xo vîn keno, apey û qels manêno.

Fokusê fîlmî de hîs û hîsyarîye esto. Dîrektorî waşto ke hîs, bihîsyarîya karekteranê xo nîşan bido, bitaybetî zî serkarektera Dayka Zîn,  deja, derûnî, halîyetê ruhî aye…  

Fîmî de bêahengîya hîs û hîsîyatî nêvirazîyêno. Fîlmî hîsîyatêk, bihîsbarîyêk temaşekeran de nêvirazêna. Vernîya fîlmî ra hata peynîya fîlmî ma hîsêk, bihîsbarîyêk ma dir raywanî nêkenî,  ma mîyane hîsêk de nêciwîyênî. Ma hîsê maye hîs nêkenî. Ma hîsê karektaran bînan hîs nêkenî. Teyna ma meraq kenî, netîceyê waştiş maye senî bibo û çi bêro serî înanî. Qelsîya bêahengîya bihîsbarîbîyayiş kewno bêntareyê temaşeker û fîlmî. 

Kaykerdoxîya karekterê maye de cenîyêka kurdê rojhelatî kay kena. Gpreyê mi cenîyêk tîya ra bibîyanî; kaykerdoxêk amator,  fîlm hîna bibandor û baş kay bikerdênî. Hetî kaykerdoxî ra zî fîlm qels menda.

Dîrokterê pîl, mekanên, menzereyanê nerindan, yew hawa estetîze kenî, seka cayî tewr rindanê dinyayê ra yî. La sînemaya kurdî de, hema hem heme fîlman de rewşêk, dîyardeyêk esta; ez sey korkerdişê(tüketme) rindîya mekan û cografya pênase û bi termî keno. Seka ke fîlmanê xo de menzera, mekanan rindanê xozayî binawnî fîlma înan serkewte, cîyawaz biba.Nayê ra zî no rindîyan kor kenî.  Hem zî korkerdişê rindîya mekananê xozayî re boya self-oryantalîzm yena.  Zer a Kazim Oz, Were Dengê Min a Huseyin Karabey, Bîranînên Hespên Reş ê Şahram Alîdî, Janî Gel a Cemîl Rustemî, Raywanîya Ver Bi Tîja Yeşîm Ustaoxlu rî û kilmfîlman de…

Na rewşî û dîyarde Govenda Alî û Zîn de zî esta.  Govenda Alî û Zîn de seka ke teyna qaxo û endîşeye dîrektorî bîyo nawitişê rindîya xoza, dewî, suretan, payîz, daran, dewî, dewijanî…  Seka waşto bi no rindîyan weşikîyan fîlmê xo serkewte bikero.

Yewna bêahengîya fîlmî,  bêahengîya dîyalogan a. Dîyaloganê Govenda Alî û Zîn de aheng çîn o, nazelalî, lêlîyêk, nenetîyêk esta. Bêahengîya dîyalogan zî kewno mîyane fîlmî û temaşekerî.Mersela zewacê keynayî keyeyî Gulreng beno la kî tam fehm nêkene ke ha zewecîyêna.

Hetê mentixî ra fîlm de bêahengî, nakokî û pênêgirewtiş estê. Mersela lajê cenîk, birayê camerdan, şarî ra ciwanêk kişîyayo la ne maye ne birayan ne zî şarî de hemverê kiştayox, faîl de ma hêrsêk, nefretêk, kînêk, hewla qesas girewtiş nêvênênî.  Dayke ver kiştişê lajê xo de teyna dejêna û wazêno govenda veyveyê ey bigêrno, birayî wazêne dewamê cuya xo bikerî, şare zî bêveng o, qe qir û hesê înan nêvêjîyêno. Mersela fîlmî de birayê Îsayî kişîyayo la Îsa dewamê cuya xo keno, ma cuya ey de serobînbîyayişêk nêvênênî, seka qe çîyêk nêbîyo dewamê karê xo keno.

Gelo çira yo ke na fîlmî wina biproblem û serkewte nêbîya?

Goreyê di sedem estî. Yew, Mehmet Alî Konar na fîlmî seba xo nêviraşta. Seba xelatan girewtiş û ecibnayişê temaşekeran viraşta. Dîyîn zî o bi temamî nêşêyo bibo xo; xobîyayişê ey xo ra zaf tawizkar bîyo. Fîlmî de werêardişanê sehneyankerdiş xonêbîyayişê  ey mojnêna ma. Ey bi xobîyayiş; bi hîş û zerrîya azad fîlman kaş nêkerda. Giringî dayo hasasîyetê habitusê festîwalanê tirkanî. Girîngî dayo no habitusan goreyê lazimîya înan fîlm kaş kerda.

Rêjeya serkewtîya dîrektorêk, nuştoxêk, hunermendêk kurd  bi xobîyayişê ey-aye dir têkildar e. Dîrektorêk çiqas xo bo fîlma ey-aye zî ê hende serkewte û berz bibo.  Çiqas nêşo bibo xo ê hende zî sernêkewte bibo. Hetobîn ra serkewtîya fîlmêk, berhemêk kurdî pabesteye seba xo kaşkerdiş o.  Dîrektorêk, fîlmêka xo çiqas seba xo bivirazo û ewqas serkewte û geş bibo. Gama ke seba xo nîyî seba festîwalan, pîyase, pazarî viraştî û  goreyê giringî, hasasîyete sewbîna çîyan viraştî, serkewtişê ey qitelêk bibo.

Seba xo û seba xobîyayiş xo viraştiş xo reydir serkewtiş, resenî, cîyawazî, mendeyî ano...

Hela ma biewnî Mehmet Alî Konar fîlmanê xo yê hîrîyîn de fîlma xo çiqas seba xo û seba xobîyayişê xo kaş bikero?!.

 

Term: Şikandina Tirsa Dewletê û Kesayetîya Çewisandî


Serxet, Binxet, Sirûc, Riha, Semsûr, Dîyarbekir, Entab, Nîzîb, Sêwreg, Dîroka Devkî, Kobanî, Osman Sebrî, Eşîrtî, Perçebûna Eşîran, Şêxîtî, Biperçekirina Bajaran, Namûs, Doza Xwînê, Jîyana Gundan, Qaçaxî, Dewlet, Sînor, Kuştin, Qesas û Tolgirtin, Jin, Mêrxasî, Alîkarî û Parvekirin, Xwedîlihevderketin, Şeref, Bêtirsbûn, Giringîya Tolhildanê, Kurên Xirab û Kêrnehatî…

 

Romana “Term”ê ji du beşên sereke û çil û pênc binbeşan pêk tê.

 

Beşa yekem a romanê gelekî tevlihev bû. Di hişê xwîneran de têkildarî-honandina bûyeran,  nasnameyên karekteran ne zelal e, em tam nizanin ka meseleya romanê çi ye. Di hişê xwîneran de tesewira romanê bi saxlemî çênabe. Nivîskar xwînerên xwe di nav malûmatên dîroka devkî de difetisîne.

 

Di beşa duyem de roman dibe wek kolaja çîrokan, di eslê xwe de ne tenê beşa duyem, bi temamî roman wek kolaja çîrokan e. Di beşa duyem de ziman ne teswîrker lê êdî vêbejer e.  Zimanê romanê rexmî çîrokên xwe qels bû, di beşa duyem de gelek îfadeyên dubare hebûn, ez di nava vê beşê de fetisîm.

 

Ez gelekî meraq dikim pêşî nivîskar ev roman bi devoka Berferatî nivîsîbû yan bi rastnivîsa standardîze. Ez nizanim ji ber edîtorîyê ye yan na ji zimanê romanê qet rih û bêhna devoka Berferatî nayê. Di zimanê romanê de sentakseke sererast a kurmancîyê domînant bû lê vê yekê jî zimanê romanê hinekî hebsî kiribû, ne serberdayî bû, tengbûnek ji ziman ra çêkiribû.

 

Romana “Term”ê tenê nîşanker e, baş nade fehmkirin û ne guherînker e.

 

Term, krîza bajarîbûnê nîşanî me dide. Lê tenê “nîşan” dide. Tiştên ku nîşanî me xwîneran dide jixwe em bi piranîya wan tiştan dizanin. Wekî din, mijara sereka ya romanê doza xwînîtîyê ye. Roman trajedîya dozekê nîşanî me dide. Haya xwîneran gelek ji wan mînakan heye.

 

Roman, problemeke sereke ye kurdan problematîze dike û nîşanî me dide: li bajaran parçebûna kurdan. Eşîra Ûsikîyan bi dewletê ra şer dikin, piştî vî şerî mecbûr dimînîn ku dev ji gundê xwe berdin, li bajêr bi cî bibin. Di gelek cîyên romanê de em rastî wê tên ku mirovên Eşîra Ûsikîyan ji bajaran gelek bi gazind, gîlî û lome ne, sedemên her xirabîyê di bajaran de dibînîn. Nivîskar, li bajêr perçebûna Ûsikîyan nîşanî me dide lê nikare mihendîsîyê bike ku Ûsikî bê wendakirina kurdbûna xwe bibin bajarî. Nivîskar nikarîye vê fikirîna rasyonalîst bide karekterên xwe. Em êdî hatin bajaran, bê wendakirina kurdbûna xwe em çawa dikarin entegreyî bajarvanîyê bibin, xwe bikin bajarî, dewlemend… 

 

Nivîskar midaxeleyî rastîyê nake, rastîyê ji nû ve naafirîne. Ji bo çareserkirina meseleyên xwe qet çareserîyekê pêşkêş nake. Ji bo bajarîbûna kurdan nivîskar tiştekî nabêje. Em ê heta hetayê çawa dîyardeya doza xwînê çareser bikin, perspektîfekê nade me. Ji bo çareserkina vê problemê çawa di nav kurdan aqilek dê çêbibe, ti tiştekî nabêje. Guherîn, veguherîn tune.

 

Pê re jî ez qet naxwazim di vê nivîsê de li ser hêlên qels, bi problem bisekinim. Ez dixwazim baştirîn alîyên vê romanê problematîze bikim. Hêja ye ku mirov li ser vî alîyê romanê binivîse. Berî ku ez qala hêla baştirîn a romanê bikim ez dixwazim qala çend alîyên baş û cîyawaz ên romana “Term”ê bikim.

 

Zemanê romanê naveroka romanê dîyar dike.

 

Zeman di romanên Bakur de bi piranî piştî salên 1980ê ye. Dema ku zeman zemanê çil salên dawî be, qada polîtîk dibe mekanên romanan, mijara romanan bi piranî bi bûyer û û dîyardeyên şerê PKKê û dewleta tirk ve têkildar e. Term, wek zeman ji berî salên 80ê ye. Ji vê hêla xwe ve cihê dibe. Di romanê de zeman jî rasterast nayê dîyarkirin, karekterê bi navê Serdar li Zanîngeha Dîcleyê dixwîne. Zanîngeha Dîcleyê di sala 1974an de hatîye avakirin. Ji vir em dikarin derbixin ku zemanê romanê salên 70ê ye. Lê bêle hinek tiştên din ra jî em dikarin fêm bikin zemanê romanê xwe digîhîne salên pêncî jî.

 

Ji hêla kulturî û struktura civakî, têkilîya civakî, têkilîya kurdan bi dewletê ra, sosyolojî û antropolojîya kurdan ve em dikarin ji romanê tiştên girîng fêr bibin. Di vî barî de tespîtên bikêrhatî tê de hene.  Bi min başbûna romanê ji vir tê. Ji ber vê yekê roman heta dawîyê xwe dide xwendinê.

 

Balkêştirîn û baştirîn hêla “Term”ê him şikandina tirsa dewletê him jî şikandina kesayet û karekterê objebûyî, çewisî ye.

 

Nivîskar li vir mihendîsîyek kirîye. Kurd ne çewisî ne, ne di kompleksa bindestî û xwebaşkirinê de ne. Ne stûxwar in, ne wekî tiştan / objeyan in. Kurd li hemberî walî, qomûtan û dozgeran bi serbilindî, jixwebawer, bêtirs, wek kirde / sûbje û efendîyan tevdigerin.

 

Ka lê binêrîn karekterê romanê Nûhoyê Teyar çawa li hemberê walî, seresker û mebûsan jixwebawer e, serbilind e, bêtawîz e:

 

 

“Hûn ji ku derê hatibin, hûn li ser çavên min hatine, lê em tiştekî zelal bikin. Hûn hatin îfadeya min bigirin? Yanî ez dîl hatime girtin, hûn îfadeya min digirin? Yan jî hûn hatine ku em bi hevdu bişêwirin û rêyekê bibînin? Rûye walî tirş bûbû, li sereskerî dinêrî, Seresker, mîna ku walî bi tiştekî nehesibîne, tilîya xwe Nûho ra hel kir…” r.161

Heta niha di jîyana xwe de ez rastî mînakeke bi vî rengî nehatime. Ez nizanim kesek ji we hatiye yan na? Li hemberî eskerekî kurdek ew qasî wêrek, bêtirs e:

 

 

“-Wehîd Beg, ji sereskerî ra bibêje hûn mêvan in, mêvantîya xwe zanibin! Ku ev seresker bêhurmetîyeka din jî bike, ez ê destên wî jî li paş piştê wî girê bidim, wî jî tê xim nava eskerên ku pir li ber wan dikeve! Bila bêedebîyan neke!” r.162

Ûsikî ji bo namûsa xwe bi ti hawî ji dewletê natirsin, li hemberî dewlet radibin… Ev dibe sedema terkkirina gund û mehkûmbûna bajaran, kuştin, îşkence, surginîyê...

 

Li bajaran jî kurd ji dewletê natirsin. Ka lê binêrîn Nûho çawa li hemberî polês tevdigere, ji polîs ra çêran dike:

 

 

“-Lawê kerê, hela em carê bibînin ew e yan ne ew e… Min di nasnameya te…

 

Polîs veciniqî. Pepikî û got:

 

-Apo çi heqê te heye tu ji min ra xeberan didî? Sakîn be…

 

…Çi bihata ber devî digot:

 

-Law bêbav, lawê me yê xort kuştine! Ku tu ji me zindîyan fedî nakî, kûçik lawê kûçikan, bila piçekî hurmeta te ji mirîyan ra hebe!

 

… Lê hêrsa Nûho rabûbû. Hezar xeber dikirin ji polîsî ra:

 

-Lawê jina kerxaneyan! Ez ê li vê derê, te bi qurbana guleyekê bikim; mêjîyê te li vê derê birijînim.” r.218-219

 

Gelo di jîyana rojane de me çi qasî tirsa dewletê û kesayeta xwe ya çewisandî şikandiye?

 

Tirsa dewletê ketiye nav xwîn, hicre, aqil, dil û hişê me. Di her derê me de heye. Tirsa dewletê di nava me de hem wekî kolektîfî hem jî wekî takekesî heye. Di me de gelekî kûr e. Dibe ku bûbe genetîka me jî! Bi rêya DNAyê ji nifşekî derbasî nifşê dî dibe…

 

Tirsa dewletê her zêdetir dibe. Em çiqasî bitirsin jî ew dê zêdetir bi ser me de bê.  Em çiqasî bitirsin em ewqasî bê kesayet dibin.  Mirov çiqasî bitirse, tiştên ku însan dikin însan ew tişt jî ewqasî têk diçin. Em çawa dikarin vê tirsê bişikînîn, dengê xwe bikin? Di jîyana rasteqîn de şikandina vê tirsê dê çawa bibe?

 

*Hisên Kemal, Term, Weşanxaneyê Wardoz, Stenbol, 2021, r 436.


Çend Ramanên Kurt Li Ser "Doz"a Burhan Tekî


Di çile yan jî sibata 2020an de min berhema Burhan Tekî ya çîrokan “Dûpîşk” xwendibû. Van rojan jî min berhema wî ya nû “Doz” xwend.

Zimanê çîrokên “Doz”ê sade û rihet e. “Doz,” wekî wêneyan, parçeyên civaka me nişan dide. Bi nîşandayînê re jî hewl dide ku xwînerên xwe bide fikirîn. Piranîya çîrokan di nav trajedî û komedîyê de ne. Bi çîrokên xwe di nav trajedî û komedîyê de hevsengîyekê ava dike. Di çîrokan de îronî, mîzah wekî hêmanên sereke ne.

Çîrokên Burhan Tekî wekî hindurê nexweşxaneyan sar in. Ez nizanim ji ber karê wî ye yan ji karektera nivîskarîya wî ye di çîrokên wî de hîs bi sarbûnekê dikim. Belê, bi mizaha xwe meriv didin kenandin lê çîrok; jîyanê, hebûnê nadin hezkirin. Kêfxweşîya di nav jînê de, hezwerî di çîrokan de pir kêm xwe didin der. Mekanê “Doz”ê piranî Mêrdîn û Qoser e. Wekî bajar çima Mêrdîn û Qoserê bi me zêdetir nade hezkirin, têkilîyeke kûrtir bi mekanên xwe re ava nake û bo nimûne, quncik û cihên li Qoserê bi prestîjtir nake? Bi raya min pirsên girîng in ev ku divê em ji nivîskarî bipirsin.

Hinek berhem hene baş in, xwedîqalîte ne lê belê problem ew e ku qalîte û başbûna berhemê xwîneran tetmîn û têr nake. Xwîner bi dilekî rihet nikare bibêje ku ya min dixwast ji qelema nivîskarî bixwînim ev bû, tam derba min bû. Raya xwînerî ew e ku, potansîyel û hêza nivîskarî li gor berhemên heyî berztir û baştir e. Qelema nivîskarî dikare ji berhema heyî baştir be. Di nav nivîskaran de kategorîyeke bi vî rengî heye. Li gor min berhemdarîya Burhan Tekî jî tam di nav vê kategorîyê de ye.

Qalîte û başbûna berhemên Burhan Tek heye. Lê belê başbûn, û qalîteya berhemdarîya wî wekî xwîner min têr nake. Çîrokên ez dixwazim ji qelema wî bixwînim ez nikarim bibêjim ku ev in.  Potansîyel, afirînerîya wî ji çîrokên wî yên heyî berztir û geştir e bi raya min.

Yek ji taybetmendîyên derhêner, nivîskar, şair, an jî hunemendên mezin firsendperestî/keysperestî û pragmatîstî ye; dikarin her şert û mercî, her tiştî ji xwe re bikin firsendek. Ji her tiştên ji rêzê dikarin berhemên ji derveyî rêzê biafirînin. Li hemberî êşên xwe, jîyana xwe, ew qasî pragmastîst in; dikarin ji wan berhemên qerase derînin. Akira Kurosawayî ji xewnên xwe fîlmê bi navê “Dreams”ê çêkiriye.  Kubrickî, ji çîrokeke Arthur C. Clarke yek ji fîlmên herî baş ê zanista-honakî, A Space Odyssey (Destaneke Fezayê) çêkiriye. Marcel Proustî ji bîranînên xwe berhema xwe ya bêhempa “Li Pey Demên Wendayî” nivîsîye.

Taybetmendîya sereke ya afirînerîya Burhan Tekî ew e ku ji tiştên rêzê, ji rûtîna jîyana rojane; ji nav bûyerên civakî dikare çîrokan biafirîne. Ev tişt jî nîşan me dide ku ew dikare ji her tiştî bike çîrokekê derxe. Di “Doz”ê de “Derî”yek, jûrek bûye çîrokek. Ji vê hêlê ve Burhan Tek firsendperest û pragmatîst e lê; “lê”yeke vê heye…

Nexweşxane, cîyê herî ontolojîk û metafîzîkî ye. Di nexweşxaneyê de hemû pergal serobinî hev û du dibin. Guneh, şerm, eyb an jî dilkerixîn tune ye. Di nav nexweşxaneyê de însan jî ji hemû sifetên xwe tên şûştin. Însan wekî ontolojîk kêm û ne temam e.  Herî zêde di nexweşxaneyan de bi kêmanî, netemamî, rebenî û neçarîya xwe re rû bi rû dibe, pê dihise.  Ji alîyê din ve jî di nava nexweşxaneyê de psîkolojîya nexweşan, têkilîya doktor û nexweş û nexweşîyan heye… Di vê kontekstê de Burhan Tek firsendperestî û pragmatîstîya xwe nîşanî me nedaye, nade. Çima em ji qelema wî di heqê van mijaran de çîrokên kûrtir, resentir nexwînin? Ez bi xwe, wekî xwînerekî, çaverêyî wan im. 

 

*Ev nivîs berî di malpera Hurbini de hatibû weşandin.


Perçebîyayişê Keyfxweşî Biçoşî û Bişênîya “Hîkayeyê Koyê Bîngolî”



“Henekanê Silî ver zaf pîyayan keyeyê xo bar kerdîbî.” r.46

Verîcû mi hîrê romanê Soro, Kalaşnîkof û Kilama Pepûgî yê Deniz Gunduz wendbi.

Tewr peynî de serre 2018 de mi Kilama Pepûgî wendibi, o wext ra yo mi qelema Deniz Gunduzî ra tawa nêwendibi.

Kitabê Hîkayeyê Koyê Bîngolî yê Deniz Gunduz rewna ro yo mi mîyanê kitabanê ke ez biwano. Serre 2014 de weşanxaneyî Vateyî ra çap bîyo. No kitabî ra dima romanê Kaleşnîkof amêbi weşanayiş. Deniz Gunduzî hetê roman û hîkayeyan ra panç, şeş serrî yo ke bêveng o.

Ma wendoxê kirmanckî bi çar çiman ha pawêno berheman ey yê newe yî!...

Goreyê wendişê xo ez şîyêno bivajo ke, Deniz Gunduzî goreyê kitabanê xo yê verîn, her kitabê xo yê neweyî de xo hîna zaf aver berdo, xo kemilnayo û xo dewlemend kerdo.

Kitabê Hîkayeyê Koyê Bîngolî de bi nameyê Nobedar, Hesrete, Dara Sosyalîzm, Zureker û Kuvî panç hîkayeyî estê. 

Hetê bikarerdişê ziwanî ra no kitabî xeylî dewlemend û ruhkurd o. Zaf eşkere ya ke Deniz Gunduz zor dayo sindoranê ziwanê xo. Werekna pêro nuştoxê ma zor bide ziwanê mintiqaya xo ke, bi berheman xo ziwan mintiqaya xo newe ra biafirnî. Standartkerdişê kurdkî wa hetê qaîde û îmla ra bibo la qaîde kurdkî wa hetê çekuyan ra nêbo la xêncî tayê çekuyê wertaxîyan. Çekuyî her fekî erjayî û qedîm î…

Her çiqas, rîdî fekan ra ziwanê ey zor da mi zî, wa xo ra bido zî, no hawa kitabî wendoxî zêdnênî,  keyfa mi hem ziwanê ey ra zaf  amê hem zî tehmêko edebî yo bilezet û weş da mi. Rewna ro yo ke mi bi ziwanê xo mi kitabêko wina bitehm, rehetker, honikker nêwendibi. Û hende pize  ra ez nêhiwîyabo, mi hîyhîye nêkerdbi.

Hîkeyeyan gedetîya mi ra zaf çîyî newe ra erdî mi vîrî; vîro mi yo kolektîf û şexsî newe ra afirna.

Sewbîna hetê tewr başî û giringî  no kitabî:

Mekanê no hîkayeyan dew o. Deniz Gunduz no hîkeyeyanê xo de cuya dewî, psîkolojî û karekter û tîpolojîya dewijan, buhranê nasnameya dewijan, têkilîya qizilbaşan û sunîyan, têkilîya dewijan, kulturê dewî, xozaya dewî, kar û barê dewî, tersa dewletî, dewî ra koçkerdişî, aîdîyeta pîye-mayan û lajan û keyneyan bi herre dir…  mojnêno ma.

Têkilîya dewî bi teberî ra; însanan, bajarî û dewletî de  problem, krîz, şok, derdê dewijan teberî dewî ra; bajarî ra, dewletî ra yenî. Teberî  seba dewî  beno sedemê serobîn û tarûmarbîyaiş. Hetobîn ra zî teberî;bajarî de perçebîyayiş, xovînkerdişê, xonêmendişê kurdan, bajaran senî kurdan weno,beno kurdwer nawnêno ma.  

Panç hîkayeyan de no krîz û şok, perçebîyayiş, xonêmendiş, xovînkerdiş, herimnayiş, xerepîyayiş, serobînbîyayiş esto.Hîkayeya Hesretî, Nobedarî no hetî ra zaf trajîk a. Hîkayeya Dara Sosyalîzm, teberî senî qrîzêk, buhranêk trajîkûkomîk erdo dewî ma vênênî. Hîkayeya Nobedarî de dewlet çi belayan, bobelatan dewijêk serî ma wanênî.

Verî ma kurdî bikewo bajerî, bi bajarî ra dekewo têkilîye ma kurdî komeleyêka ke  bikeyf, bişênî, enerjîk, biços, hiwîhes, hesgeşî, tinaz, yerî, laqirdî û henekhes, mîzahhes û îronîhes, goşpanêkewte….  Komelayêka ke ketehmêko xorîn cuyî, dinya û estbîyayişê ra gênî,  mîyanê trajî, derd û dejî de xo rê keyfek, şahîyek afiranî.

Ma ke ewnîyênî Hîkayeyê Koyê Bîngolî ra  mîzah, îronî, henek, yerî, laqirdî, tinazê dewijan keyfxweşî, biçoşîya, cuya dewî û karektera keyfgeşî, hesgeşî dewijan nawnêno ma.

 Hîkayeya Nobedarî de ma xorîn ra tersa dewletî karekteran de vênênî. Tersa karekteran çi hende xorîn bibo zî, dewijî mîyanê  tersan de zî xo rê şahîyêk, şênîyêk, çoşêk afirnênî.  Û yerî, tinaz, henek senî beno wasitayêko xoverdayişî ma na hîkayeyê de wanênî. Wendoxê ke  hîkayeyê de wanêne ke dewijî  yerî û tinazê xo pê suretê Mistefa Kemal kenî, hiwîyayişî ra pize ey dejêno:

“-Heso ti vaje, no kutikbav cemedîno?

-Wullayî nizano, xêlê amo pêser…

-Nê lo nicemedîno. To nîdîyo sey herê nêrî yo.” R.16

 

Hîkayeyê Hesrete de zî bajare de perçe bi perçe komikêk; mergî trajedîyêkê kokimêk esto labêla bînê tabûtê de kokim de, dewîjek, tabûta merde dir  senî qise keno:

 

“Apo hela goş mi ser ne ez to ra se vano? Rama Heqî to ra bo, na qiseya verî ya. Ez de dada to nî, na qiseya werteyê kitabî ya. To linge şanitbî hard, Ezraîlî to de baş nikerdêne. Yeno to vîrî, to vatêne hena hawt serre mi estê. Dê vatêne, to Heqî ra tapuyê na dinya guretbî. Senên a? Na kî qiseya pêyên a. Dê haydî yala…” r.64

 

Labêla ma ke bajaran dir kewnî têkilîyî bajarî strukturê komela ma serobîn keno, perçe bi perçe keno, ma xo vîn kenî, xo nêmanênî. Bajaran de ma benî komaleyêka melankolîk, bohemî, mazoşîst, mergîhesî, arabesk,  cuyî û estbîyayişê ra keyf û zewq nêgirewte… Ma bajaran de heswerî û keyfweşîya ma perçe beno, zerrgeşî, ruhweşî xo vîn kenî…

Hîkayeyê Koyê Bîngolî de çîyî ke  ma bi dekewtişê bajaran çi-çiyî vîn kerdo nawnêno ma!... 

Hemverê bajarî de ganî ma rasyonalîst, pragmatîst, matematîkî  tewbigêrî.  Ma fek şîn û şuwara, gazin û lomeyan, gere û şîkayetan, bohemî, mazoşîstî, melankolîk û arabeskî ra   fek verradî. Bê xo vînkerdiş, ma senî şîyênî xo bikerî bajarî, bajare de senî xo newe ra înşa bikerî? Ma ser o na perse de xo bidejnî, çareserîyan peyda bikerî.  Hetobîn ra zî problema edebîyata ma na ya ke nêşêna ma bikero bajarî, ma rê bajaran înşa nêkena, karekterê bajarî nêafirênea. Verîcû bi edebîyat, huneran realîteyî yenî afirnayiş.

Bi hêvîya ku ma berhamanê neweyî Deniz Gunduz de afirnayişê no realîteyan bivênî û biwanî….

 

 *No nuşte verîcû keyepele Hurbini de amêbi weşanayiş.

6 Eylül 2021 Pazartesi

(Ne)geşîyên "Têbîniyek"ê

 

                                   

Li Bakur îro kesên ku bi çîroknûsîya kurmancîyê ra mijûl dibin çend kes in? Ji nifşê nodî [kesên di salên nodî de çêbûne] û du hezarî çend kes heye? Herî biçûkê wan çend salî ye?

Di heqê van pirsan de ez ne rastî ti xebateke îstatîstîkî û ne jî xebateke bîblîyografîk hatim. Li gor texmîna zanîna xwe ya xwînerîyê, bi awayekî xweşbîn, ez dikarim bibêjim ku ji nifşê nodî herî zêde sed kes an hebin an tune bin. Ji wan sed kesan pêncî jê berhemek wan hatibe weşandin, dibêjim xwe bi xwe, ji nifşê du hezarî jî bîst kes hebe… - Lê ku ez ne xelet bim hêj ji vî nifşî berhemek jî nehatiye weşandin.

Wekî kurdekî dema ku ez li ser mijareke derbareyî kurdan îstatîstîkî yan jî matematîkî difikirim, ez xwe di nav reşbînî û bêhêvîtîyê de dibînim. Lê ji ber vê haletî ruhîyeya xwe ya xelet divê ez pirsan ji xwe bipirsim; çareserî çi ye? Ez serê xwe li ser çareserîyan biêşînim û bibetilînim.

Çareserîya ku min ji xwe re peyda kiriye ew e ku, çi di qada çiroknûsîyê de çi di qadên de din de çi kesên bi karên kurmancîyê re peywendîdar hebin, em bi rexne, nirxandin; û derbirîna hest û ramanên xwe lê hûr bibin ku metnên wan pêşdetir bibin, zêdetir û kûrtir bikin. Hewl bidin ku nivîskarîya wan bînin asteke gerdûnî, bikin ku di edebîyata cîhanê de deng vedin.

Bi vê rêyê em dê karibin çend kesên xwe bikin hezar kes!...

Yek ji endamên nifşê nodî jî Înan Eroglu ye ku di bîst û pênc salîya xwe de kitêba xwe ya ewil a bi navê “Têbîniyek” (2019, Avesta) nivîsîye. Di kitêbê de yanzdeh çîrok hene û bi tevayî 111 rûpel e. Ji 2016an ve, pênc sal in, di inanolo.blogspot.comê de blogerîyê dike, xebatên xwe yên cur bi cur li wir diweşîne. Wekî fanzîna Flashhilatê û di çend kovar û rojnameyan de nivîs, çîrok, heypeyvînên wî hatine weşandin. Îsal jî bi navê Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din berhema wî ya nû hatiye weşandin.

Dema ku min xwendina “Têbîniyek”ê temam kir, tiştê ku herî zêde bala min kişand ew bû ku nivîskar xwastiye ji her tiştî ra çîrokekê biafirîne û di çîrokên xwe de cî bide her tiştî. Ev, armanca nivîskarî, bilindbûna îdealên wî nîşanî me dide. Çimkî her kes nikare weha li ser her tiştî çîrokan biafirîne. Nivîskar, di vê berhema xwe de ev armanc û xwastina xwe pêk anîye.

Di berhema xwe de nivîskar ji hevokekê çîrokeke qerase ya bi navê “Têbîniyek”, ji zebzeyekê jî çîroka bi navê “Incûr” afirandiye. Ev çîrok wekî kolaja fragmantên zaroktîya wî jî xuya dike.

Di edebîyat an jî hunerên din de çima teknîkên cur bi cur derketine holê? Bersiva vê pirsê bi xitimîn û têrnekirina vegotinê ra têkildar e. Ji ber ku tenê cureyekî vegotinê têr nake ku em  behsa jîyanê, dinê, însanî û tiştên din bikin. Ji bo ku em bikarin meseleya xwe bêkêmasî vebibêjin, teknîkên nû hatine dîtîn, çêkirin. Wekî din jî edebîyat, zimanê pênasekirinan e, teswirkirina jîyanê, dinyayê, hebûn, tiştan û qadên din e. Tenê teknîkek têr nake ku edebîyat bibe zimanê wan tiştan. Mînak, bi teknîka herka hişî [stream of consciousnes/bilinç akışı/şepola hişî], zimanê hiş û fikirîna însanî jî hat dîtin. Di nav kêlîyekê de însan çawa li tiştan difikire, edebîyat bi saya vê teknîkê dikare ji me ra vebêje.

Di “Têbîniyek”ê de her çîrok bi teknîkeke ciyawaz hatiye nivîsîn. Teknîkên wekî herka hişî, realîzma efsûnî û hwd hatine ceribandin. Piranîya çîrokan bi awayekî kûr û baş hatine honandin. Bi vî awayî, nivîsîna her çîrokekê bi tenê, bi serê xwe, gelekî dijwar e. Zimanê çîrokan gelek dewlemend e, nivîskar bi her çîroka xwe bikaranîna kurmancî firehtir kiriye.

 

“Heger we diya wî bidîta dê  ji we re bigota, “Bişarkê min gava zarok bû jî wisa bû?” Hûn bawer nakin ku mirovekî tenê ye ne wisa?  Bibêjin nexwe, tenêtî çi ye? Tenêtî ew e ku kes li dora te tune be? Yan ew e ku tu ne li dora kesî bî? Gava ne kes li dora te hebe û ne jî tu li dora kesî bî, ew dibe çi? Lê heger tu di nav her kesî de bî lê kesek tune be pê re bidî bistînî dê çi bibe? Ev pirs hişê we ji dagir nakin?” r.47

Bi her çîroka xwe zorê dide sînorê asoyî, îzan û fehmê. Hewl dide wan berfirehtir bike. Çîrokên bi navê Wêneyên Wenda yên Mîr Celadet û Wênegirê Komara Kurdistanê Çima Xwe Kuşt? asoverkir û rewantir in, heçku xwîner dixwaze di şûna qehramanan de be, ew wêneyên Mîr Celadet vebibîne, û zelal bike ka Wênegir çima xwe kuştîye. Serkeftina wan çîrokan, feraseta rastîyê [the perception of reality, gerçeklik algısı] ya xwînerên xwe diguherîne, wekî ku xwîner bûye karakter, ji hêla din de jî di jîyana realî de xwînerên xwe ji pasîfbûnê,  objebûnê, bêhereketbûnê rizgar dike di wan de aktîfbûnek, sûbjebûnek, livînekê çêdike. Di wan de derdekî, kul û xebatekê çêdike.

Çîrokên “Têbîniyek”ê ji hela teknîk, zimên û honakê ve gelek geş in û hostatîya nivîskarê xwe nîşanî me didin. Diyar e ku nivîskar hemû  qewet û sermîyanê xwe daye geşkirina van sê dîyardeyan e. Lêbelê geşbûna çîrokên “Têbîniyek”ê ji hêla zewqa edebî, tesîr û afirînerîyê  ve qels mane.

Zewqa edebî ye ku bo nimûne xwendina çîrokên Julio Cortazar û Şener Ozmen didin “Têbîniyek” vê zewq û kefê neda min. Ji ber vê yekê jî ji xwendina wê ez hinekî sar dibûm. Ez jî dizanim ne adilane ye ku nivîskarekî ciwan bi nivîskarên mezin ra miqayese bikim, ji xwe armanca min ne miqayesekirin e, armanca min pênasekirina derdê min e.

Xelaskirina xwendina çîrokên “Têbîniyek”ê qe bandoreke serobinker li ser min nekir ku ez nikaribim ji ciyê xwe bilivim, ez di nava çîrokê de wenda bibim, çend seatan nikaribim bêm ser xwe, çîroka din bixwînim. Her çîroka berhema dawî ya Şener Ozmen ya bi navê Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê bandorek wisa dikir li min. Çîrokên baş bandorê li xwînerên xwe dikin, dibin wek parçeyekî ji wan. Di sala 2019an de min çîrokên Ötekinin Rüyası ya Julio Cortazar xwendibûn, hêj bandora wan li ser min e.

Nivîskarê “Têbîniyek”ê ji malzemeyê çîrokên xwe ra  naverok û vegotinek afirîner; kûr û resen neafirandibû. Di ziman, teknîk û honaka çîrokan de afirînerî li ber çavan bû lêbelê di naverok û vegotina çîrokan de afirînerî ne geş bû. Bi min, tesîra kêm û bêzewqbûna edebî ya çîrokan ji ber vê ne afirînerîyê tê.

Afirînerî, xweditîn e. Xwegihandina resenîya xwe ye. Di binhişê niviskar û hunermendan de çend nivîskar, û hunermendên din hene ku wan ew di binhişe xwe de ji xwe ra kirine nimûne. Em dikarin bibêjin ku wekî teqlîdkirineke bêhay, gotiye, ez bibim wekî wan. Ez hertim ji xwe dipirsim: di binhişê xwe de ez kê teqlîd dikim, ez dixwazim bibim wekî kîjan nivîskarî yan feylesofî? Mînak, par ez beşdarî gotûbêja nivîskar û felsefevanê tirk Alî Akay bûm, piştî gotûbêjê min ji hevalek xwe ra got,“Ali Akay di binhişê de xwe de dixwaze bibe wekî Delueze.” Bi rastî jî paşê min bala xwe dayê, wekî fîzyolojî, bi taybetî jî porê xwe kiribû wek ê Delueze. Pêvajoya xwedîtînê, pêvejoyeke dirêj e, hem jî kêm kes dikarin xwe bigihînin wê astê.

Di xebat û çîroknûsîya Înan Eroglu de mikemelbûna wî pir xwe dide xuyakirin. Mukemelbûn, encama pêvajoyekê ye, kamilbûnekê ye. Lê dema ku nivîskarek, mirovek hîn di destpêka xwe de mukemelbûnê li ser xwe ferz bike, wê çaxê ew “mukemelbûn” dibe kujerê afirînerî, qewet û hêza wî/ê. Mikemelbûn ji hêla din ra jî mirov gelek aciz dike, û diesirîne, ditengijîne. Bi min, divê nivîskar rihet be, relaks be û xwe bi azadî bihêle. Ji nivîsîna çîrokên xirab û wesat netirse. Wê çaxê nivîskar dikare xwe bibîne, afirînerîya xwe nîşan bide.

Lê rexmî hemû qelsî û bihêzîyan, geş û negeşîyan Înan Eroglu wekî nivîskarekî salan e, û bi rastî jî gelek nivîskarên salan ne di asta wî de ne!.. Ku ew di berhema xwe ya ewilîn de ew qasî hosta bûye, di berhemên xwe yên pêş de çi qasî dê kemaltir û şox û şengtir dibe, texmîn bikin. Ji bo bi mînak bin, çîrokên Dehper û ? û Pisîk maqûl in. Ji alîyê din jî ew qasî hostabûyîna nivîskarekî ciwan nîşaneya geşbûn û bilindbûna siberoja edebîyata me ye jî.

Em ê ji qelema wî ji her hêlan ve çîrokên geştir bixwînin…

*Ev nîvîs berî di Hûrbînî. Com de hatibû weşandin.

“Veba Geceleri”: Xuliqnayişê Neteweyêka Welbîyaye

 

                        

                             

Seba Pêşawayî

“Û bena ke qîyametê xo de newe ra şên bibo no welat…” Roşan Lezgîn

A neteweya ke ameya kolonîzekerdiş, bi hezaran serrî binê dagirkerîya neteweyan ê serdestan de menda; xo ra dûrî kewta, asîmîle û mankurtî bîya xo senî azad bikera? Neteweya ke wel û kor bîya, serê rîyê dinya ra esterîyaya, ziwanê ci çîn bîyo yan zî teyna mîyanê rîpelanê kitaban û fekê çend kokiman de ziwanê ci mendo, a senî bieşka xo newe ra ganî bikera?

Romano peyên ê Orman Pamukî, Veba Geceleri, cewabê na perse dano ma!

Veba Geceleri, romanêko tarîxî yo. Pamuk, sentezê edebîyat û tarîxî viraşto û malumatê tarîxî kerdi edebî û tarîx kerdo biedebîyatî. Veba Geceleri romanêko serdemî yo. Serdemo ke Împaratorîya Osmanîyan roje ra roje hîna şenik bena ver bi raşanayîşî şona…

Pamuk hewl dano ke  perspektîfê tarîxnasîya resmî ya Komara Tirkîya nê perspektîfêkê objektîfî xo rê bikero binge. 

Nê romanê xo de Pamukî hewl dayo ke bi nimûneya  mîkroye rewşa makro ya Împaratorîya Osmanîyan bivajo, leteyî ra xo biresno temamîye. Bi romanî nuştox pê wendoxan  konjektorê Împratorîya Osmanîyan ê çaxî hesneno ke roje ra roje hîna qitelêk bîyayêne. Hetê tarîxnasî ra giringîya nê romanî na ye ke Orhan Pamuk cewabê persa “Osmanîyan senî, çira welatêk, herrêke, cografyayêke vînî kerdêne” dano ma.

Embazêkê mi va, “Birayê Orhan Pamukî profesorê tarîxî yo la Orman Pamukî seba ke nê kitabî binuso, birayê xo ra hîna zaf kitabî wendî, xebatî kerdî.” Kamî romanê wanenê  rîpelanê verênan de ferq kenê ke Pamukî tarîxî ser o çiqas wendişêko bidetay kerdo. Bi nê wendişî ey waşto anatomîya ê serdemî bivejo. Mersela çend o wext çend doxtorî estbîyî, kamcîn rojnameyî çap bîyayêne, Abdulhamidî seba xo kamcîn kitabî açarnayî, kamcîn kovarî wendêne…

Pamukî senî tarîxî ser o wendişêko bidetay kerdo, bi heman hawayî ci ser o fikrîyayo. Seke ey waşto ke kultur, mîmarî, kuçeyan, darûxaneyî, postewanî, naklîyatî, hegomanya, sansur, îqtîdarê Abdulhamidî, burokrasîya Osmanîyan, paşa, şehzade û sultanan Osmanîyan, tesîrê Rojawanî ser o çîyêko nefikirîyaye nêmaneo û o cewabê pêro persan bido.

Neteweyêka ke wele bîya yan zî ha sekerate de ya senî xo newe ra wela xo ra bixuliqna, sekerate ra xo bixelisna?

Veba Geceleri de cewabê na perse netewperwerî û dewletbîyayîş o. Neteweya welbîyaye encax bi neteweperwerî û dewletbîyayîşî eşkena xo wela xo ra newe ra bixuliqna! 

Roman Girawa Mingerî de vîyareno la raştîye de na girawe çin a. Mekanê romanê Veba Geceleri, mekanêko dîzaynekerde, xeyalî, viraşte yo.

Girawa Mingerî binê kolonîya Împaratorîya Osmanîyan de ya. Girawe de sey tirk, rum, mingerî, musluman, xirîstîyanan tay netewe û bawerîyî ciwîyênî. Roman de zeman nîsana 1901î de dest pêkeno. O wext zî girawe de çorra weba vejîyena werte. 

Dewletê Ewropa tersêne ke weba verê cû vîlayê Ewropa dima ra zî vîlayê cayan ê bînan ê  dinya biba. Naye ra dormeyê girawe hetê gemîyanê îngilîzan û fransizan ra yena girewtiş. Merkezê Veba Geceleri de weba, rindîya mîmarî, kultur, rewşa sîyasî ya giraweû îdareyê Osmanîyan, bedelnayîşê îdareyê û xoserî û dewletbîyayişê Mingerî estê.

Pamuk roman de yew hewa behsa rindîya mîmarî, kultur, cografya, bajar, kuçeyan, daran, hawa, asmên, dengiz, boya girawa Mingerî keno ke merdim wazenê şêrê girawe bivînê, weyra de biciwîyê.

Awanîya romanî de vejîyayîşê nêweşîya weba esta. Eke weba weyra de nêvejîyayêne no roman zî nêameyêne nuştiş. Xoawankerdiş û mûnitişê romanî  vejîyayişê çorra webayî ser o yê. Nêweşîyaweba her çiqas belayêka girde, bobelatêko giran, trajedîyêka xorîne biba zî girawe de weba seba mingerijan bena sedemê firsendê xoserîye û dewletbîyayîşî. Weba seba Împaratorîya Osmanîyan zî bena sedemê vînîkerdişê herre û qelsbîyayîşê împaratorîye.

Vejîyayîşê weba ra dima hem mîyanê Mingerî û merkezê Îstanbulî de nakokîyî giranêr benê hem zî wextêkî ra dima têkilîya înan yena birnayîş. Wextê weba de girawe de ha se beno çi beno, nakokî û krîzê îdarekerdişê Mingerî  çita yê, kêm û qîmnêkerdişê mucadeleyê bi webayî ra çita yê pêrodayişê  û têkoşîna îqtîdarbîyayîşî yê hêzanê mîyanînê Mingerî çita yê ma roman de wanenê.

Welatê Mingerî seyan serran binê kolonîya Împaratorîya Osmanîyan de bî. Neteweya Mingerî her hetî ra têk şîbîye, xo ra dûrî kewte û asîmîle bibîye.  Ziwanê mingerijan, estbîyayişê înan wele bibî. Sey Kolağası Kamil qehramanêk vejîyeno, neteweya xo ya welbîyaye newe ra xuliqneno. O bi neteweperwerîya xo beno xelaskar û xuliqkarê neteweya xo û o neteweya xo keno dewlete. O bi neteweperwerîye  xo resneno dewletbîyayişî. Xuliqkarîye û xelaskarîye bi neteweperwerî û dewletbîyayîşî bi raştî benê.

Kolağası Kamil, bi xo  neteweya Mingerî ra yo, o payeberzêkê  Împaratorîya Osmanîyan o. O neteweperwerê Mingerî yo, tim xeyal û fikre ey de azadkerdiş û xoserkerdişê Mingerî estê.  Nêweşîya weba seba xoserîye firsendêkî dana Kolağası Kamilî, o zî nê firsendî bi hawayêkê serkewteyî  raşt keno; xoserîya Mingerî îlan keno û dewleta Mingerî nano ro.

O zewijîyeno, o û cenîya xo wazenê mingerkî banderê gedeyanê xo bikerî. Ê gedeyanê xo yê hema newelidîyayeyan rê gêrenê nameyanê bi mingerkî. Kolağasi Kamilo ke beno serekê dewleta Mingerî nameyê kuçeyan û cadeyan keno bi mingerkî.  Seba mîtolojî û tarîxê Mingerî cîgêrayîşan dano destpêkerdiş. Seba akerdişê wendegehanê bi ziwanê mingerkî planan virazeno.

Minger de weba qedîyena. Vayê şert û mercê dinya zî hetê Mingerî ra yenê. Yew bi yew dewletê dinya xoserîya dewleta Mingerî qebul kenê.

Qismê diyînî yê romanî de  serran ra dima ma vînêne ke ziwano welbîyaye û merdeyî yê Mingerî her hetî ra ganî bîyo, vîlayê heme welatî bîyo, bîyo ziwanê dewlete. Ruh, kultur, neteweya Mingerî xo welbîyayîşî ra newe ra xuliqnayo.

Bi kurt û kurmancî Orhan Pamuk bi nê romanê xo ma nawnano ke çîyo ke neteweyanê kolonîyan û bindestan azad bikero, bixelesno û newe ra bixuliqno neteperwerîye û dewletbîyayîş o.

 

* No nuşte Hûrbînî. Com de amêyo weşanayiş û hetê Şadê Agon ra ame wendene û serrastkerdene.

FÎLMÊ “DOVLATOV, HÎÇBÎYAYÎŞ, XOBÎYAYÎŞ Û BI KURDKÎ CUYAYOXÎ

 


“Ez hînî hîçêk bîyayîşê ra zaf betlîyayo.”

“ Zaf cesaretêko gird wazêno ke merdim hîç bo la xoverdayîşê xobîyayîşî bidero.”

Hamnanê serra 2018î de, her roja çarşame, Sînemaya Büyülü Fener ya Kızılayî de kampanyayêk estbi; vaya bîletan se ra pancas erjan rotêne, mi xo rê kerdbi sey edetî her a roje ez şîyêne sînema, mi di fîlmî temaşe kerdênî sey Zama, Ahlat Ağacı... Beyntarê fîlmêk de sey reklam ez raştê fragmanê fîlmê Dovlatovî amêbi, fragmanê nê fîlmî zaf bala mi antibî, mi xo de va “ ez gerê nê fîlmî temaşe bikero.”

Fîlmê Dovlotatov, fîlmêko bîyografîk o. Aleksy German, rejîsorê ey o. Adera serra 2018î de kewto vîzyon û mudetê 2 saetî 06 deqa yo. Fîlm de behsê şeş rojanê cuya nuştox Sergey Dovlatovê rûsî beno. Heta ê wextî mi qet nameyê Sergey Dovlatov nêeşnawitbi, ez qet cayêk raştê nameyê ey nêamebi.

Sergey Dovlatov, mîyanê serranê 1941 û 1990 de ciwîyayo. Hetê maye ra armenî, ê pîyê ra yahudî yo. Ey dest bi wendişê Fîlolojî kerdo la semedo ke di serrî pêsero dersan ra sinife de mendo, zanîngehî ra erzîyayo, dima ra şîyo bîyo gardîyan, hîrê serrî no kar kerdo. Leşkerîya xo ra dima dest bi wendişê beşê rojnamegerî kerdo. Lenîngrad [St. Petersburg] de sey şaîrane Joseph Brodsky, Anatoly Naîman, Yevgenî Reîn û nuştox Sergei Wolf û ressam Alexander Nezhdanoff reyde embazî kerda. Mîyanê 1972-1975î de seba karî şîyo Estonya, weyra de qazanxane de çend aşmî xebetîyayo, rebertîya turanê turîzmî û rojnamegerî kerda. Agêrayişê bi Estonya ra dima karê kovargerî kerda. Xêncî hîkayeyêkê ey, sewbîna berhemê ey nîyameyê weşanayîş. Bi nameyê Kompromîss (Pêamêyîş) kitabêkê ey hetê KBGyî ra ameyo qedexekerdiş. Semedo ke tayê hîkayeyê ey kovaranê edebîyatê rûsan yê ke teberê Rûsya de weşan kerdêne de ameyî weşanayîş. Serra 1979î de o, cinî, kêna û maya xo, pîya mecbur manêne ke Rûsya terk bikerî. Verê cû şonî Vîyana, weyra zî şonî Amerîka. Serra 1990î de edilnayişê qelbî ra dinyaya xo bedelnêno. DYA û Ewropa de sey roman û hîkaye diwês hebî kitabê ey yenî weşanayîş.

No fîlmê ey hende zaf weş bi mi şî, ez bandorê ey de mendbi mi behsê xeylî embazan û dostanê xo rê kerd, mi înan ra vatênî muhaqeq temaşe bikerî. Heto bîn ra zî ez nê fîlmî pêşnîyazê heme bi kurdkî cuyayoxanê ke; êyê ke bi ziwanê xo nusenî, afirnenî, virazênî û kesê ke xobîyayîşê de rik û israr kenî.

Rewna ra yo ke mi waştênî nê fîlmê ser o binusî. Mi ke derfet dî ke ez ey ser o binuso, mi waşt reya dîyine fîlmî temaşe bikero. Temaşekerdişê minê ewilinî ser ra nêzdîyê hîrê serrî wext vîyarto, la zafê replîkê ey qet mi xo vîr ra nêkerdbîy. La mi ke reya dîyine fîlm temaşe kerd, mi ferq kerd ke açarnayîşê fîlmî zaf xirab o, replîkê ke qet vîrê mi ra nêşîbîy, ez raştê înan nîyameyo.

Fîlm behsê şeş rojanê Dovlatovî ke o seba karî hama nêşîyo Estonya keno. Fîlm de roja verêne Lenîngrad de tarîxê 01.11.1971î ra dest pêkena. Teyna cuya şeş rojane nîya, ciwîyayîşê ey yê verênî ra zî ma leteyan vînênî.

Fîlm, xo çar hetan ser o awan kerdo: Yew, têkilîya Dovlatovî bi cinî, keyna, maye, dost û embazanê ey a. Di, derûdorê edebîyat û hunerane, têkilîya nuştoxan û sosyoekonomîya ê serdemî yo. Hîrê, habîtusê hegemonîk û totalîtarîstîkê dewleta Sovyetî yê ke edebîyat û huneran ser o awan kerdo, vera nê habîtusê de xoverdayîşê xobîyayîşî yê Dovlatovî, xobîyayîşê xo ra tawîz nêdayîşê ey o.

Bi giranî heto hîrêyin merkezê fîlmî de ca gêno: Dewleta Sovyetî, edebîyat û hunerî neke mîyanê sînoranê hepisxaneyêk de esas mîyanê sînoranê yew hucra de hepis kerdî, her hetî ra nuştoxan, hunermandan û komelî ser o sansurêk û otosansurêk viraştî. Mesela nuştoxanê muhalîfanê sey Nabokovî; wendişê berhemanê înan qedexe û suc bîyo. Seba weşanayîşê berhemêkê edebî kovarêke yan zî rojnameyêk de, ganî nuştox, şaîr endamê Nuştoxanê Yewîtîya Sovyetan bibo. Dewlete yew berhem ganî kamcîn babetan de û senî bêro nuştiş heme dîyar kerdo, berhemê to çiqas berz û geş bibo zî wexto ke to goreyê habîtusê dewlete nênusî, îmkan çin o ke berhemê to bêro weşanayîş.

Dovlatov, seba ke goreyê habîtusê dewlete nênuseno û nêwazeno binuso zî, se keno çi keno tu berhemêkê ey nêno weşanayîş, çunke o teberê habîtusî de maneno. Bedelê xobîyayîşî, bedelo tewr giran o, naye ra yo ke zaf tayê kes şîyênî seba xobîyayîşê xo xo ver bidî. Destpêkê fîlmî de no replîk “Ez hînî hîçêk bîyayîşî ra zaf betilîyayo.” rewşa ey sosyopsîkolojîk û ekonomîk û bedelêko senî giran dano zaf bi hewayo xorîn nîşanê ma dîyeno. Dovlatov, mîyanê bêperetî, feqirî, neçarî de fetisîyeno. O hende bêpere yo, nêşêno keynaya xo rê, veyveka ke pê kay bikero bigîro. Ti ra vanî, “ hîkayeyanê xo no hewa binusî, ma înan biweşanî” La o qet xo ra tawîz nêdano, fek xo ra vera nêdano, xobîyayîşî de israr keno. Cayêkê fîlmî de cinîyêk ti ra vana:“ Cesaretêko zaf gird wazêno ke merdim hîç bo, la xoverdayîşê xobîyayîşî bidero.” O bi xo hîç o, labêle xobîyayîşê xo ra qet tawîz nêdano.

Serkewtişê xobîyayîşî… Bedelê xobîyayîş çiqas bedelo tewr giran bibo zî serkewtişê xobîyayîşê nêmanêno serkewtişanê bînan. Bandora serkewtişê xobîyayişê hîna pîl û gewre bena. Averşîyayîşê tarîxî bi nê serkewtişan bedelîyeno. Dovlatov, bi serkewtişê xobîyayişê xo beno nuştoxanê tewr gewreyan yê seserra vîstîne ya rûsan ra yew…

Çira ez nê fîlmî pêşnîyazê heme bi kurdkî cuyayoxan kena?

Ewro kurdêko bi ziwanê xo binuso, biafirno, bivirazo hîç o; teberê habîtusan de maneno û mehrummende yo. Ehmedê Xanî hîrê sey serrî verî vato, “qumaşê ma pazarê xo de pere nêkeno.” Bazarê kurdkî çin o, o pere nêkeno. Bi kurdkî cuyayîş ne pere ne zî prestîj û statu ano. Çîyo ke pere nêkero ne qedir û qîymetê ey ne erj ne zî rahmetê ey esto.

Kapîtalê ekonomîk û sosyal û kulturîyê kurdkî çîn î. Romanê peyênî yê Orhan Pamukî, Veba Gecelerî, 45 lîra yo, çapa verêne 300 hezar hebî ameyo çapkerdiş. Her kitabî ra Orhan Pamukî rê 10 lîra bimano, yekûnî de keno hîre mîlyon lîra- goreyê hesabê verî keno hîrê trîlyonî. Çapa yewine de o hende pere qezenc bikero. Labêle belkî tewr tay des çapê nê kitabî do bêrê kerdene. Hînî şima hesab bikerî hema o do çiqas pere qezenc bikero?!.. Eke Orhan Pamuk kurd bibîyênî bi kurdkî binuştênî şîyênî hende pere qezenc bikero? Ewro yew kurd, sey Ulysses a James Joyce yan zî sey Wexto Destraşîyayê ê Marcel Proustî romanêk binuso nêşêno di hezarî heban ra vêşêr biroşo.

Binê heme pratîkan de Freud vano “zayendî” Marx zî vano “ ekonomî” esto. Kurdkî ne pîze mird kena ne zî hetê hemcînsî ra bêra ecibnayîş (begemkerdiş) û arzûkerdiş; bi kurdkî afirnayîş merdim hîna zaf nêno arzûkerdiş. Şarê ma bi xo, êyê ke bi kurdkî ciwîyenî înan boş û belaş, veradaye, qedir û qîymet caverdî înan şenik (qij) vînêno û guneyê xo pê înan ano. Hetêk ra zî gelek tersî, tehlîke û rîskî yê bi kurdkî afirnayîşî estî. Mavajî sey binênezaretgirewtiş, hepiskewtiş… Nê hetan ra xirabêr, yew ziwano ke pê nusenî, afirnenî, îcra kenî, estbîyayîşê ameyeyê ey ha tehluke de yo. Vîst serrî ra pey kurdkî…

Kurdê ke bi kurdkî nusenî, virazenî, afirnenî, îcra kenî, ciwîyenî vera heme hîçîtîyan, ganî hîçîtîya xo ra tawîz nêdî. Ma hîç bibî zî ma xo yî, seba xobîyayîşê xo xo ver bidî. Bi xoverdayîş, israrkerdiş û tawîznêdayîşê xobîyayîşî, ma kurdkî bişî bikerî sey elmasan. Dovlatov, ma rê nawnêno ke serkewtişê xobîyayîşî senî muhteşem beno!...

*Temaşe|e-Kovara Hunerî ya Sînemayê Hûmare 4.

GIRÎNGÎYA FÎLMKILMÊ BAZTABÎ: XELASNEKERÎYA EŞKEFTA ZERDEŞTÎ Û XOZA

 

                                 

Ez verê bi cewabê persêkê muhîmî dest pêbika; “Ma ha dinyayêka senîne de ciwîyenî?” Ma sîstemêkê kapîtalîstî de, binê şîdetanê îqtîdaranê totalîter û mîlîtarîstan de ciwîyênî. Her hetî ra ferdî ha bînê kontrol û hakîmeyetê îqtîdarî de yî. Dinyayêka bi kamerayîstanan… Her ca de çend kamerayê ewlekarî… Ferdî, seke sey dinyaya romanê 1984î yê George Orwellî de ciwîyênî. Ferdî ha her hetî ra yenî temaşekerdiş. Sansur, otosansur, tersî, yewbîn ra tersayîş, xo bêemnîyet hîskerdiş, paranoyakbîyayiş…

Ferd, her hetî ra û her ware de çi ê pêroyî çi ê şexsî çi zî ê medyaya sosyalî de binê şîdetê fîzîkî, psîkolojîk, sembolîkê îqtîdarî de yo: Şîddetê mîlîtarîzma îqtîdarî; peywirdarên ewlekarî, şîddetê kamerayan, şîddetê sembolan, abîdeyan, şîdetê dîtbarîyan… Rîyê Vîrûsê Corona ra kontrol û hakîmeyetê îqtîdarî yê ferdî ser o hîna giranêr û xorînêr bîyo. . .

Dinyaya ewroyêne de çi azadîyê ferdî estî? Sînorê azadîyê ferdî çi yî? Warê bînê wa kinarêk de bimanî warê şexsî de ferd çiqas azad o, xo çiqas azad hîs keno? Ferd, xo zereyê keyeyê xo de zî rehet û emnîyet de hîs nêko, yeno a mana ke huzur û aramî zerê keyeyî de zî nêmendo. Mîyanê komelî de cayêk çin o ke ferd xo tede rehet û azad hîs bikero. Azadî tuwalet de zî nêmenda.

Ferd mîyanê na mekanîzmaya şîdetî de, nerehetî de xelase kura de vînêno û çinayî sey xelase vînêno? Ewro însanî, bi hewayo ferdkî û bi grubanê neweyan peyser agêrayîşê xo yê xoza seke xo na mekanîzma ra xelesnayîş û eşkefta Zerdeştî xo rê sey xelase vînênî. Edebîyat, sînema de derheqê xoza ser o agêrayişî de lîteraturêk ameyo meydan.

Sînorê kontrolkerdişê îqtîdarî resenî hetanî kotî? Îqtîdar nêşêno kotî kontrol bikero? Çiyî totalîtaralîzmê îqtîdarî ra dûrî yê? Zorê îqtîdarê totalîterî xo nêşêno xoza, eşkefta Zerdeştî, koyan û nêşêno înan kontrol bikero? Hemverê şîddetê îqtîdarî de xoza û eşkefta Zerdeştî bakîr û biemnîyet î? Dadaloglu şîîrêka xo de vano “ fermanî ê padîşahî yo la koyî ê ma yî”, dinyaya ewroyêne de hemverê îqtîdarî de koyî hama bakîr î? Xoza, koyî û eşkefta Zerdeştî xelasker î?. . .

Iraj Mohammadî Razînî fîlmkilmê xo bi nameyê Baztab (Reflection; Zimeyîş) de cewabê nê persan dano ma. Ez do nê nuşteyê de nê hetî ra girîngîya nê fîlmkilmî ser o vindera.

Rojhelatê Kurdîstanî de Kamyaran, mîyanê Sîne û Kirmanşan de ya. Iraj Mohammadî Razînî, serra 1974î de bajarê Kamyaran de ameyo dinya. Mîyanê serranê 1994-1998î de Unîversîteya Shahid Rajaiee ya Tehranî de beşê hunerî wendo. Komeleya Sînemaya Xortan yê Îranî de kursê hunerê fotografkêşî temam kerdo.

                                

Razînî, rejîsorîya xeylî kilm fîlman û anîmasyonan kerda.

Fîlmografîya ey:

1992 Imitation 4, 1993 The color of need 5, 1995 The Board of life 14, 1998 Sarisa 20, 1999 Lover›s Adobe 30, 2002 A Song for Bistoon 15, 2011 Reflection 6, 2012 Ghi Ghoo 13, 2012 Dandelion›s fly 14, 2013 And now the MAN 5, 2013 Simorgh 5, 2015 Lafav 23, 2016 Zalzalak, 2017 Darza.

Înternetî ser ra ez eşkayo, di filmanê kilman û anîmasyonêkê ey temaşe bikera; Baztab, And Now The Man û Ghi Ghoo.

Fîlmkilmê Baztabî de ma mîyanê koyan de eşkeftêka, ma verrojê newaleyêka xorîne ra camerdêko sey rahîbanê Budîstan o, vînênî. Ma vînênî û vengê lêrbîyayişê çîyêkê gîrolêkî eşnawênî. No çî yeno yeno fekê eşkefte de vindeno, ma vînenî ke kaskê leşkerî yo. Camêrdêk zî şaşmende û xodemende, bi meraqî yeno ewnîyeno qaskê ra, dima nano serê xo ser. Çi vengê şer û perodayîşî ke estî, goşanê ey û mîyanê koyan de zimîyenî, gulbang danî. Vera nê vengan de ma vanî camêrd gêj bibo, qelbê ey bivindo. Camerd, nêşêno kata xo bivejo…

Girîngîya fîlmkilmê Baztab na ya ke; Baztab nawnêna ma ke sînorê kontrolkerdişê îqtîdarî çiqas hîra bîyo. Baztab, ma nawnêno ke eşkefta Zerdeştî hînî xelasker nîya. Totalîtarîzmê îqtîdarî xo resnayo hata eşkefta Zerdeştî zî. Uca de zî rehetî, huzur, emnîyet nêmendo. Bakîrîya xoza nêmenda, îqtîdar ameyo dekewto eşkefta Zerdeştî zî. Îqtîdar, eşkefta Zerdeştî zî dekerda mîyanê sînoranê xo. Îqtîdar şîdetê xo zereyê eşkefta Zerdeştî de nawnêno ma. Hînî îqtîdarî ra xelase çin a. Xoza de, koyan de eşkefte de zî hînî rehetî û huzur nêdano ma.

O wext ma se bikerî?

Çareserî remayîş nîyo, mendiş û mucadelekerdişê bedelnayîş û awankerdişê cuyêka însanî yo!. . Çend rojî ra verî mi xeberêke dîye ke Fransa de şarî çalakîya “ kam ma polîsan ra seveknêno” kerdênî. Ez zî wazeno biperso “kam ma kamerayan ra bisevekno?”, “kam ma îqtîdarî bi xo ra bisevekno?” Na çalakî zaf afirnayox û raşt a. Xo ser o dîskurêkê raştî ser ra awan kerdo. No hawa çalakîyî ma rê neqebêk akerî.            

            



*Kovara Temaşe Hûmare 3

 

Li ser Globalbûna SÎNEMAYA KURDÎ

 

                                 

Kişandina fîlmekî jixwe gelek zor û zehmet e, dema ev fîlm bi kurdî be, ev dijwarî gelek girantir dibe. Kişandina fîlmên bi kurdî em dikarin wekî xumarê pênase bikin. Çima xumar e? Derhênerek di destên wî/wê da çi hebe, çiyê wî/wê heye tune ye ji bo vê xumarê pêşkeş dike. Bêîstîsna hemû xumarê wenda dikin. Ji bo xumarek din yan jî ji bo fîlmên din di binê balîva wan da tiştek namîne, pişta wan tê şikandin, edî nikarin pişta xwe rast bikin. Ji bo fîlmekî nû carêk din ne wêrekî dimîne ne jî qewet.

Fîlmên kurdî nagihîje temaşevanan. Ji ber bêderfetîyan tu nikarî fîlmê xwe bişînî festîvalan. Fîlmên gelek baş bikşînî jî dîtbarîya wan çênabe. Bêyî çend navên îstîsna, derhênerên kurd nikarin fîlmên xwe di sekrotora sînemayê da bifiroşin û nîşan bidin. Qezenckirina pere jixwe tune ye, budceya ku ji bo fîlmekî tê xerçkirin, nikare mesrafê xwe derbixe.

Fîlmê Bîranînên Li Ser Kevîrî (2014) ya Şewket Emîn Korkî tam di vê derbarê da ye, ev fîlm nîşanê me dide ku bi kurdî kişandina fîlmekî xumarek çewa ye. Çiqas zehmet e. Di civakek derengmayî da fîlmek çewa tê kişandin? Korkî ji hêla şert û mercên hundirîn ve nîşanê me dide. Li ser vî fîlmî berê jî di malpera Sînemaya Serbixwe de bi nava “Pêşverûtî û Bêhempatîya Filma Bîranînên Li Ser Kevirî yê Şewket Emîn Korkî” min nivîsek berfireh nivîsîbû…

Îro ji bo weşandina pirtûkekê herî kêm 5 hezar lîre, ji bo albûmek 20 hezar, ji bo derxistina kovarek 7-8 hezar lîre lazim e. Ferqa sînemayê ji qadên din ev e ku ji gelek alîyan ve bi malîyet û giran e. Derhênerek ji bo mesrefên kurtefîlmekî ji min ra gotibû: “Ji bo ku ez fîlmê xwe bikêşim, herî kêm 50 hezar lîre lazim e. ”

Derhênerên Kurd çewa fîlmên xwe dikêşin? Ji ku pere peyda dikin? Ji xwe ra çewa li fînansman û sponsoran digerin û dibînîn? Kurdên Rojhelat, Bakûr, Başûr û Rojava çewa fîlmên xwe dikêşin? Ji vê hêlê ve meseleya me piralî dibe.

Ji derhênerên kurd ez Aram Dildar û Burhan Ateşî nas dikim, ji projeyan wan ez agahdar im. Çi Aram çi jî Burhanî bi kurtefîlmên xwe derhênerîya xwe dane îspatkirin. Projeyên nû yên herdûyan jî amede ne lê ji ber semedên aborî nikarin projeyên xwe pêk bînîn. Ne tene Aram û Burhan bêîstîsna hemû derhênerên din yên kurd, wekî wan ji ber bêperetî nikarin projeyên xwe pêk bînîn.

Em pirsa xwe carêk din bipirsin; derhênerên kurd ji ku pere tînîn pê fîlmên xwe dikêşin? Berî vê pirsê, divê em vê pirsê bipirsin; çend şîrketê prodiksiyonê yên kurdî hene? Ez tene wekî Mîtos Fîlm û Sînemaya Mezopotamyayê dizanim. Lê qeweta wan jî sinordar e, hêza wan jî di salê da encax têra yek-du fîlman dike. Wekî din hebin jî dîtbarîya wan zêde tune ye, ne berbiçav in.

Ka gelo bifikirin sînemaya ku şîrketên wê yên prodiksîyonê tune be çewa dikare pêş bikeve û geş bibe?

Fîlmên metrajdirêj mesrefa wan li gor kurtefilman çend qat zêde ye. Wekî Alî Kemal Çinar, Kazim Öz, Mehmet Alî Konar… ê ku fîlmên metrajdirêj dikêşin ji ku pere peyda dikin û fîlmên xwe dikşînin?

Eşkere ye ku ji ber sedemên ekonomîk fîlmên metrajdirêj yên bi kurdî kêm in, piranî kurtefîlm în. Derhênerên ku bi kurtefîlman xwe îspat kirîye ji ber tunebûna pere nikarin fîlmên metrajdirêj bikêşin. Derhênerên Rojhelatî ji ber vê her kurtefîlman dikêşin.

Derhênerên kurd fîlmê xwe çewa dikêşin? Bi şeş xalan em dikarin bersiva vê pirsê kategorîze bikin.

Bi pereyên xwe piranîya derhênerên kurd bi pereyên fîlm dikşînin ji ber ku nikarin sponsoran bibînin. Di sînemaya Kurdî da pir fîlm bi vî awayî hatine çêkirin.

Bi piştgirîya dezgeyekê. Çend derhênerên Rojhilatî dawîya fîlmên wan da min dîtîbu ku çêkêra fîlmê Wezaretî Rewşenbirîya Hêrema Kurdistanê bû. Taha Kerîmî bi piştgirîya YNKê fîlmên xwe çêdikir. Li Rojava, Komîna Fîlm ya Rojava piştgirî dide sînemageran. Saziyên li Bakur çi qas zemîn amade dikin bo derhênerên ku ehlê karê xwe ne?Mînakên nebaş û bêqalîte hene!. .

Bi piştgirîya derûdorê. Burhan Ateşî kurtefîlmê xwe Vîr (2017)qehwexanê xwe dewir kirîye bi pereyê qehwexaneya xwe fîlm kişandîye. Niha jî bi piştgirîya derûdora xwe dixwazê kurtefîlmê xwe yê nû çêbike.

Bi berhevkirina alîkarîyê bi kampanyayê platoformên dîjîtal yên wekî indiegogo, fongogo. Aram Dildar ji bo fîlmê xwe yê nû bi navê Bedewîya Berbad, di malpera Indiegogo da kampanyaya alîkarî daye dest pê kirin. Bi hêvîya ku kampanya serbikeve.

Bi piştgîrîya şîrketa prodiksiyonî. Erol Mîntaş bi piştgirîya Mîtos Fîlm, Kilama Dayîka Min (2014) kişandibû.

Bi piştgirîya dezgeyek tirkan. Hinek derhênerên kurd bi piştgirîya dezgeyên tirkan fîlmên xwe çêdikin. Lê vir jî problemek din heye; otosansûr dest pê dike û piranî jî berê xwe didin tirkî.

Pêşveçûyîn û geşbûna sînemaya kurdî bi dezge û şîrketên prodiksiyonê têkildar e! Geşedan û pêşveçûyîna sînemaya kurdî bi vê xalê ve girêdaye.

Sînemaya neteweyekî bêpere geş û pêş ve naçe. Bêyî şîrketan, dezge û prodiksiyonê mîlyon dolar ne mumkin e ku sînemaya kurdî berz bibe û bibe cîhanî. Ku em bixwazin sînemaye kurdî bibe cîhanî dive em mîlyon dolaran xerç bikin. Bêyî xerçkirina mîlyon dolaran cîhanbûyîna sînemaya kurdî wek bêîmkan e lê!. . .

Huner bi hêbûna dewlet û çîna burjûva pêş ve diçe. Li Ewropayê huner bi burjuvazîyê geş û berz bûn. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji ber ku navenda hunerê ji Parîs bibin New Yorkê, çil mîlyon dolar xerç kirîye. Ê kurdan ne dewlet ne jî burjavaya neteweyî ya ku ji hunerê fehm dike heye. Gelo çiqas pêkan e ku ji nav kurdan burjuvazîyeke neteweyî çêbibe û piştgirî bide sînema, edebîyat, muzîk û qadên din ê kurdî?

Gelo ji nav kurdan dê çewa şîrketê prodiksiyonê yên xwedî butçeyên bi mîlyon dolaran çêbibe? Îmkanên vê yekê çi ne? Çima ji nav kurdan çend şîrketên prodiksiyonê yên netewperwer dernakevin, piştgirî nadin sînameye kurdî? Derfetên Başûr gelekî zêde ne ku dezge û sazîyên bi vî rengî li wir ava bibin, gelo çima li wir dezge û şîrketên bi vî rengî tune ne? Bila burjavazîyeke neteweyî ya kurd li alîyekî be, ma qet dewlemendek û zengînek kurdek netewperwer tune ye ku şîrket û dezgeyek prodiksiyonî ava bike? Şîrketên prodiksiyonî, tîcarî ne lê ev şîrket û dezgeyên kurdewar divê bêyî ku tîcarî bifikire, bêyî beramberî piştgirîyê bidin derhêrên kurd.

Di nava bêderfetîya îroyîn de, bêyî sermayeyê şîrketên prodiksiyonê mîlyon dolaran, sînemaya kurdî çewa berz bibe û bibe cîhanî? Di nava ewqas bêîmkanî û bêkesîyê da çi ji destên derhenêrên kurd tê û dikarin çi bikin da ku sînemaya me bibe cîhanî?

Tişta ku em li ser difikirin ev e, divê em têgeha “Amor Fati” ya Nietzsche ji xwe ra bikin felsefe, ji nav bêderfetîyan, bêpêretîyê em çewa bikaribin sînameyek resen înşa bikin? Îro wekî her qadê pêwistîya sînemaya kurd jî bi afirînerîya takekesî û dehayan heye. Di nav vê rewşê da ji nav sînameya kurdî divê derhênerên deha derbikevin.

Di vê derberê da du mînak hene. Yek, Behman Ghobadî ye, wî nîşanî dinyayê da ku ji bêderfetî çewa resenîyek derxistîye; yê din jî Alî Kemal Çinar e, di sînemaya wî da jî em dibînîn hewilên vê yekê dide. Dema ku bîst derhênerên kurd wekî xelatên Palmîyeya Zêrîn wergirt, di sînemaya me da gelek problem ji ber xwe ve dê çareser bibin. Li gel pêkhatina vê yekê, heta vê gavê jî şirketên prokdiksiyonê yên kurdan çênebin jî gelek şîrketên prodiksiyonê yên bîyanî berê xwe didin sînemaya kurdî…

Ji bo veguherandin îro û boçûna dîrokê pêwistîya me bi dehayan heye.

Temaşe|e-Kovara Hunerî ya Sînemayê Jimare 3

KOMPLEKSA PARSEKÎYA HEZÊ Û ELEQEYA SÎNEMAYA KURDÎ

 

                                       

  

“Û min got:

Tekbîr! Bi qasî ku karibim xirabîyê bikim berz bûm.”

Hüseyin Kaytan

Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê ya 11an, di navbera 15 – 24ê Tebaxê de ji ber Kovîd 19yê, online hat li dar xistin, ji pêncî û sê fîlman pêk tê û hemû fîlm li ser You Tubê dihat temaşekirin.

Di roja yekem a festîvalê de pênc kurtefîlm hatin nîmayişkirin. Kurtefîlma ku festîval pê dest pê kir Barê Giran ya Yilmaz Ozdil bû, li dû wê jî bi rêzê The Shepherd (Şivan) a Brwa Vahapour, My Brother Amal (Birayê Min Amal ) a Christopher Wollebekk, Birthday Parents (Dê û Bavên Rojbûnê) a Savaş Boyraz û Showan (Şivan) a Bijan Zarin hat nîmayişkirin.

Mekana “Barê Giran” û “Showan” Kurdistan e, “The Shepherd”, “My Brother Amal” û “Birthday Parents” Norweç e.

Di The Shepherdê da malbateke kurd î soranîavêx; dayik û bav tevî du keçên xwe bi malbatî, di rojeke zivistanê da ji malê derdikevin, bi texsîya xwe dixwazin biçin zamawendê (dawetê). Em di fîlmê The Shepherdê dibînin; malbata ku bi rêkûpêk û bêyî wendakirina xwebûna xwe, entegreyê penaberiyê bûne. Dîsa jî çanda xwe didomînîn, bi hev ra stranên welatê xwe dibêjin û kinc û cilên welatê xwe li xwe dikin. Lê di rêye da qezayek tê serê wan ji ber vê nikarin xwe bigihîjin zamawendê. Dema ku bav maşînê diajo ji nişkê va xifşek xezal xwe li teqsîye dixe…

Di jîyan û metnên din de piranî dayik baş, biwîjdan û bimerhemet e lê bav ne wekî wan in. Di filmê da berevajîya vê yekê heye; bav kesek baş, biwîjdan, bimerhamet e lê dayik ne wekî bav e. Tişta herî balkêş û xerakerîya îdraq û ezbera filmê ev e. Wekî din jî ji hêla serdestî û bindestî ve îmaja jin û mêr hatîye guherandin. Di filmê de îmajê bavê ji min ra biproblem tê, ez dixwazim vê yekê problematîze bikim.

Em dibînîn ku xifşa xezalê nemirîye birîndar e, dayik ji bavê ra dibêje: “xifş êşe dikşîne bikuje, em rêya xwe dewam bikin.” Bav hewl dide ku xifşê serjê bike lê nikare, wîjdanê xwe, bîryara xwe diguhure dixwaze wê bibe nexweşxaneyê. Ji ber ku bav, gotina dayikê nake, dayik bi bavê ra şer dike û ji gelek alîyan ve suç, kêmasî û qelsîya wî tîne ziman û wî suçdar dike. Bo mînak çend sal in li penaberîyê ye lê ji ber ku zimanê wir, fêr nebûye bav di vî mijarê da suçdar dike.

A rast ji destpêkê heta dawîyê min di fîlm da bavekî entegrebûyî dît, kesayetiya wî nîşanê me dide ku ne mimkun e ku kesayeteke bi vî rengî, nikare ziman fêr bibe, ez şaş mam ku ew çawa nikarîya Norweçî fêr bibe…

Nuqteya kîlîda fîlmê bi min li vir derdikeve holê. Em dikarin ji vê nuqteyê xwe bigihînin tehlîla rast a tetmînker û îqnakerê fîlmê. Ku em başbûn, biwijdanbûn, bimerhemetbûna bavê problematîze bikin, em xwe bikaribin bigihîn rastîyê. Çimkî di vê kontekstê de biwijdan û başbûna wî ji min ra biproblem tê.

Bav ziman fêrnebûye yanî entegre nebûye lê biwîjdan û bimerhemet e. Derhêner xwestîye, bavî bi Ewropayiyan biwîjdan û bimerhemeta wî bide qebûlkirin. Dibê ku bav ziman fêr nebûye lê bav însanek baş û biwijdan e wî qebûl bikin. Ji vir jî kompleksa parsekîya hezê û eleqeya derhêner derdikeve holê. Lê ev kompleks di kîjan kurdî/ê de tune ye ku!... Bibaşbûn û biwijdanbûnê dixwaze Ewropayî ji bavî hez bikin.

Bereksê wê bifikirin, bav li wir xifşê ser jê bikirina û biavêtina quncikek dê çi bibûna?

Di The Shepherdê da hezkirina xifşeyek û My Brother Amal de jî çûkek heye, herdû jî rasterast, xwe li ser hezkirina heywanekî ava dikin, her çiqas di Birthday Parentsê de jî hezkirina masîyek hebe jî wekî herdu fîlmên din ev hezkirin ne di navenda fîlm da ye.

Di My Brother Amal da du bira, kurdên soranîaxêv wekî penaber li kampekê dimînîn. Birayê mezin planên revê dike, birayê biçûk jî dêrûnîya wî xera dibe û tedawî dibîne. Li alîyê din jî peywirdarek hewla engetrebûyîna wî dide. Rojêk çûkek tê xwe li cama avahîyê dide, birayê biçûk ji bo ku binêre çi lê çûkê hatîye diçe derve û dibîne ku çûk birîndar bûye, di sekaretê de ye, li kevirekî digere dixwaze çûkê bikuje lê vî tiştî nake, çûk digire dibe jûra xwe, çûkê xwedî dike, hêdî hêdî çûk xweş û baş dibe. Çi ecêb e ku di heman sehneyê de di The Shepherdê da jî hebû. Bixweşbûna çûkê tê ser temsîla xweşiya canê birayê biçûk; başbûna çûkê birayê biçûk xwe jî baş dike. Birayê mezin jî li wir nerazîye, nefret dike, hewl dide li gel birayê xwe bireve. Di kampê de her tişt bi rêkûpêk e, qe tiştek neheqî, tiştên wekî nijadperestî an jî xirabî û pîsîtî tune ye, peywirdar gelek baş in ji ber vê em fehm nakin ku çima birayê mezin wisa tevdigere.

Di demek nêz da min hevpeyvînek Behrûz Boçanî xwendibû ku behsa şert û mercên dermirovî yên kampên penabaran kir bû. Ev du fîlm çiqas rastîyê nîşanî me didin? Gelo birastî jî di Norweçê de rewşa penaberan wisa mirovane ye?

Di Birthday Parentsê de li ser hejarbûna malbatekê hevnasîn û hevtêkilîbûna penaberan û civaka li wir ji xwe ra kirîye armanc. Di vê filmê da îmaja mêr û jin kurd gelek pozîtîv e; gelek baş hevdu fehm dikin û hev temam dikin û ji hev gelek hez dikin. Di filmê da malbata kurdê kurmancîaxêvê entegrebûyî ye, bi hejarî em dimînîn. Li dinyayê din jî em nikarin xwe ji hejarî xelas bikin… Hejarî tê wateya xwestina alîkarîyê. Ew jî tê wateya parsekîya hezê û eleqeyê. Di piraniya filmên kurdî da bivê nevê temaya hejarî û rebenî heye. Di vê filmê da jî malbat ji ber ku nikare rojbûna keça xwe pîroz bikin ji ber sedemên aborî, dayik li çareseriyekê digere. Dêya hevala keçika kurd ya Norweçî, ji dêya keçika kurd re dibêje em rojbûna herdu keçan bi hev ra bikin. Pirozbahî li mala luks ya Norweçîyan çêdikin. Herdu malbat hevnas dikin, li hev germ dibin.

Di her sê filman da jî Ewropa wekî bê problem û Ewropayî gelek baş tên nîşandayîn. Bi rastî jî Ewropa û Ewropayî wekî ku ev fîlm wiha xweş û baş didin nîşandan yan na? Film li hember realîteya Ewropayê çi qas realîst e? Tenê em dikarin hejarbûna malbatê wekî qusûrek û rexneyek qebul bikin. Ji xeynî vê fîlm li hemberê Ewropayê ne rexneyî ne û ji bîlî hejarbûna malbatê Ewropa bêqisur e.

Di hemû filman de jî karekter bibaşbûn, bêzirarbûn û biwîjdanbûna hewl didin ku xwe bi Ewropayîyan bidin qebulkirin. Di bingehê vê xweqebulkirina bi Ewropayiyan da bicîanîna berpirsyarîya etîkî û hiqûqî tune ye, kompleksa parsekîya hezê û eleqeyê heye. Di têkilîya me û serdastan de em Ewropayiyan wekî hakem dibînîn. Dema ku em û Ewropayiyek tên ba hev, em parsekîya hezê û eleqeyê dikin, dixwazin bi vê parsekîyê xwe bi aqil û dilê wan bidin fehmkirin.

Çi di kesayetî û karekter, civaka kurdan de, çi jî di qadên din yê kurdan wekî edebîyat an jî sînemayê de kompleksa parsekîya hezê û eleqeyê gelek ber bi çav e. Mirov dikare bibêje ku li binê hemû tevgerên kurdan de vê kompleksê heye û him jî wekî kesayetî û hişmendî me înşa û dîyar dike.

Mixatabê parsekîya hez û eleqeyê dil e, li vir dil tê xwestin ku bê îknakirin lê mixatabê berpirsyarîya etîkî û hiqûqî aqil e. Divê em aqilê di jîyana xwe ya takekesî da li nav sînema, edebîyat û hunerên xwe yên din ra bikin bingeh. Çimkî aqil dikare me ji vê kompleksa parsekîyê ya hezê û eleqeyê rizgar bike. Divê zêdetir em vê mijare problematîze bikin; niqaş bikin û qise bikin.

*Temaşe|e-Kovara Hunerî ya Sînemayê- Jimare 2.

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...