Kişandina fîlmekî jixwe gelek zor û zehmet e, dema ev fîlm bi kurdî be, ev dijwarî gelek girantir dibe. Kişandina fîlmên bi kurdî em dikarin wekî xumarê pênase bikin. Çima xumar e? Derhênerek di destên wî/wê da çi hebe, çiyê wî/wê heye tune ye ji bo vê xumarê pêşkeş dike. Bêîstîsna hemû xumarê wenda dikin. Ji bo xumarek din yan jî ji bo fîlmên din di binê balîva wan da tiştek namîne, pişta wan tê şikandin, edî nikarin pişta xwe rast bikin. Ji bo fîlmekî nû carêk din ne wêrekî dimîne ne jî qewet.
Fîlmên kurdî nagihîje
temaşevanan. Ji ber bêderfetîyan tu nikarî fîlmê xwe bişînî festîvalan. Fîlmên
gelek baş bikşînî jî dîtbarîya wan çênabe. Bêyî çend navên îstîsna, derhênerên
kurd nikarin fîlmên xwe di sekrotora sînemayê da bifiroşin û nîşan bidin.
Qezenckirina pere jixwe tune ye, budceya ku ji bo fîlmekî tê xerçkirin, nikare
mesrafê xwe derbixe.
Fîlmê Bîranînên Li Ser Kevîrî
(2014) ya Şewket Emîn Korkî tam di vê derbarê da ye, ev fîlm nîşanê me dide ku
bi kurdî kişandina fîlmekî xumarek çewa ye. Çiqas zehmet e. Di civakek
derengmayî da fîlmek çewa tê kişandin? Korkî ji hêla şert û mercên hundirîn ve
nîşanê me dide. Li ser vî fîlmî berê jî di malpera Sînemaya Serbixwe de bi nava
“Pêşverûtî û Bêhempatîya Filma Bîranînên Li Ser Kevirî yê Şewket Emîn Korkî”
min nivîsek berfireh nivîsîbû…
Îro ji bo weşandina pirtûkekê
herî kêm 5 hezar lîre, ji bo albûmek 20 hezar, ji bo derxistina kovarek 7-8
hezar lîre lazim e. Ferqa sînemayê ji qadên din ev e ku ji gelek alîyan ve bi
malîyet û giran e. Derhênerek ji bo mesrefên kurtefîlmekî ji min ra gotibû: “Ji
bo ku ez fîlmê xwe bikêşim, herî kêm 50 hezar lîre lazim e. ”
Derhênerên Kurd çewa fîlmên xwe
dikêşin? Ji ku pere peyda dikin? Ji xwe ra çewa li fînansman û sponsoran
digerin û dibînîn? Kurdên Rojhelat, Bakûr, Başûr û Rojava çewa fîlmên xwe
dikêşin? Ji vê hêlê ve meseleya me piralî dibe.
Ji derhênerên kurd ez Aram Dildar
û Burhan Ateşî nas dikim, ji projeyan wan ez agahdar im. Çi Aram çi jî Burhanî
bi kurtefîlmên xwe derhênerîya xwe dane îspatkirin. Projeyên nû yên herdûyan jî
amede ne lê ji ber semedên aborî nikarin projeyên xwe pêk bînîn. Ne tene Aram û
Burhan bêîstîsna hemû derhênerên din yên kurd, wekî wan ji ber bêperetî nikarin
projeyên xwe pêk bînîn.
Em pirsa xwe carêk din bipirsin;
derhênerên kurd ji ku pere tînîn pê fîlmên xwe dikêşin? Berî vê pirsê, divê em
vê pirsê bipirsin; çend şîrketê prodiksiyonê yên kurdî hene? Ez tene wekî Mîtos
Fîlm û Sînemaya Mezopotamyayê dizanim. Lê qeweta wan jî sinordar e, hêza wan jî
di salê da encax têra yek-du fîlman dike. Wekî din hebin jî dîtbarîya wan zêde
tune ye, ne berbiçav in.
Ka gelo bifikirin sînemaya ku
şîrketên wê yên prodiksîyonê tune be çewa dikare pêş bikeve û geş bibe?
Fîlmên metrajdirêj mesrefa wan li
gor kurtefilman çend qat zêde ye. Wekî Alî Kemal Çinar, Kazim Öz, Mehmet Alî
Konar… ê ku fîlmên metrajdirêj dikêşin ji ku pere peyda dikin û fîlmên xwe
dikşînin?
Eşkere ye ku ji ber sedemên
ekonomîk fîlmên metrajdirêj yên bi kurdî kêm in, piranî kurtefîlm în.
Derhênerên ku bi kurtefîlman xwe îspat kirîye ji ber tunebûna pere nikarin
fîlmên metrajdirêj bikêşin. Derhênerên Rojhelatî ji ber vê her kurtefîlman
dikêşin.
Derhênerên kurd fîlmê xwe çewa
dikêşin? Bi şeş xalan em dikarin bersiva vê pirsê kategorîze bikin.
Bi pereyên xwe piranîya
derhênerên kurd bi pereyên fîlm dikşînin ji ber ku nikarin sponsoran bibînin.
Di sînemaya Kurdî da pir fîlm bi vî awayî hatine çêkirin.
Bi piştgirîya dezgeyekê. Çend
derhênerên Rojhilatî dawîya fîlmên wan da min dîtîbu ku çêkêra fîlmê Wezaretî
Rewşenbirîya Hêrema Kurdistanê bû. Taha Kerîmî bi piştgirîya YNKê fîlmên xwe
çêdikir. Li Rojava, Komîna Fîlm ya Rojava piştgirî dide sînemageran. Saziyên li
Bakur çi qas zemîn amade dikin bo derhênerên ku ehlê karê xwe ne?Mînakên nebaş
û bêqalîte hene!. .
Bi piştgirîya derûdorê. Burhan
Ateşî kurtefîlmê xwe Vîr (2017)qehwexanê xwe dewir kirîye bi pereyê qehwexaneya
xwe fîlm kişandîye. Niha jî bi piştgirîya derûdora xwe dixwazê kurtefîlmê xwe
yê nû çêbike.
Bi berhevkirina alîkarîyê bi
kampanyayê platoformên dîjîtal yên wekî indiegogo, fongogo. Aram Dildar ji bo
fîlmê xwe yê nû bi navê Bedewîya Berbad, di malpera Indiegogo da kampanyaya
alîkarî daye dest pê kirin. Bi hêvîya ku kampanya serbikeve.
Bi piştgîrîya şîrketa prodiksiyonî.
Erol Mîntaş bi piştgirîya Mîtos Fîlm, Kilama Dayîka Min (2014) kişandibû.
Bi piştgirîya dezgeyek tirkan.
Hinek derhênerên kurd bi piştgirîya dezgeyên tirkan fîlmên xwe çêdikin. Lê vir
jî problemek din heye; otosansûr dest pê dike û piranî jî berê xwe didin tirkî.
Pêşveçûyîn û geşbûna sînemaya
kurdî bi dezge û şîrketên prodiksiyonê têkildar e! Geşedan û pêşveçûyîna
sînemaya kurdî bi vê xalê ve girêdaye.
Sînemaya neteweyekî bêpere geş û
pêş ve naçe. Bêyî şîrketan, dezge û prodiksiyonê mîlyon dolar ne mumkin e ku
sînemaya kurdî berz bibe û bibe cîhanî. Ku em bixwazin sînemaye kurdî bibe
cîhanî dive em mîlyon dolaran xerç bikin. Bêyî xerçkirina mîlyon dolaran
cîhanbûyîna sînemaya kurdî wek bêîmkan e lê!. . .
Huner bi hêbûna dewlet û çîna
burjûva pêş ve diçe. Li Ewropayê huner bi burjuvazîyê geş û berz bûn. Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê ji ber ku navenda hunerê ji Parîs bibin New Yorkê, çil
mîlyon dolar xerç kirîye. Ê kurdan ne dewlet ne jî burjavaya neteweyî ya ku ji
hunerê fehm dike heye. Gelo çiqas pêkan e ku ji nav kurdan burjuvazîyeke
neteweyî çêbibe û piştgirî bide sînema, edebîyat, muzîk û qadên din ê kurdî?
Gelo ji nav kurdan dê çewa
şîrketê prodiksiyonê yên xwedî butçeyên bi mîlyon dolaran çêbibe? Îmkanên vê
yekê çi ne? Çima ji nav kurdan çend şîrketên prodiksiyonê yên netewperwer
dernakevin, piştgirî nadin sînameye kurdî? Derfetên Başûr gelekî zêde ne ku
dezge û sazîyên bi vî rengî li wir ava bibin, gelo çima li wir dezge û şîrketên
bi vî rengî tune ne? Bila burjavazîyeke neteweyî ya kurd li alîyekî be, ma qet
dewlemendek û zengînek kurdek netewperwer tune ye ku şîrket û dezgeyek
prodiksiyonî ava bike? Şîrketên prodiksiyonî, tîcarî ne lê ev şîrket û dezgeyên
kurdewar divê bêyî ku tîcarî bifikire, bêyî beramberî piştgirîyê bidin derhêrên
kurd.
Di nava bêderfetîya îroyîn de,
bêyî sermayeyê şîrketên prodiksiyonê mîlyon dolaran, sînemaya kurdî çewa berz
bibe û bibe cîhanî? Di nava ewqas bêîmkanî û bêkesîyê da çi ji destên
derhenêrên kurd tê û dikarin çi bikin da ku sînemaya me bibe cîhanî?
Tişta ku em li ser difikirin ev
e, divê em têgeha “Amor Fati” ya Nietzsche ji xwe ra bikin felsefe, ji nav
bêderfetîyan, bêpêretîyê em çewa bikaribin sînameyek resen înşa bikin? Îro wekî
her qadê pêwistîya sînemaya kurd jî bi afirînerîya takekesî û dehayan heye. Di
nav vê rewşê da ji nav sînameya kurdî divê derhênerên deha derbikevin.
Di vê derberê da du mînak hene.
Yek, Behman Ghobadî ye, wî nîşanî dinyayê da ku ji bêderfetî çewa resenîyek
derxistîye; yê din jî Alî Kemal Çinar e, di sînemaya wî da jî em dibînîn
hewilên vê yekê dide. Dema ku bîst derhênerên kurd wekî xelatên Palmîyeya Zêrîn
wergirt, di sînemaya me da gelek problem ji ber xwe ve dê çareser bibin. Li gel
pêkhatina vê yekê, heta vê gavê jî şirketên prokdiksiyonê yên kurdan çênebin jî
gelek şîrketên prodiksiyonê yên bîyanî berê xwe didin sînemaya kurdî…
Ji bo veguherandin îro û boçûna
dîrokê pêwistîya me bi dehayan heye.
Temaşe|e-Kovara Hunerî ya
Sînemayê Jimare 3
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder