29 Şubat 2020 Cumartesi

Kurtefîlmê “Barê Giran” Kurtasîya Trajediya Neteweyekê


                                                           


Di Duyemîn a Festîvala Kurtefilma Dostanî ya NavnetewîyaStenbolê de pênc fîlmên kurdî hatinnîşandan: “Barê Giran”(Der: Yilmaz Ozdîl),“Çawerrê Debem”(Der: Mihemed Şerwanî), “Xerîbê Welatan” (Der:Metîn Kilinç,) “Pantor” (Der:Tehsîn Ozmen) û“Bêdengî” (Der: L.Rezan Yûrtbaşi). Min Bêdengî jixwe berî temaşe kirîbû,Pantorê min derfet nedît ku temaşêbikim. Barê Giran, Çawerrê Debem û Xerîbê Welatan,min di festîvalê detemaşê kir. Fimên ku min di festîvalêde temaşe kir, li serê wan ez raman û hîsên xwe binivîsim.

Barê Giran, kur-tefilmê yekem ê Yilmaz Ozdîl e, 17ê deqîqe ye.

Zemanê kurtefilmê,piştî şêrê Sûrî ye.Mêrdîn wekî mekan di kurtefîlmê de hatiye bikaranîn. Mîmarî, dîrok û dîmenên bajarê Mêrdînî bi serketî tê nîşanki-rin. Karekterê sereke bi devoka Colemêrgî diaxive, ên din bipiranî bi devoka Mêrdînîyan, ji alîyê Qoserî diştaxilin.

Di kurtefilmê de, temayên herî sereke; alîkarî, fedakarî,têkoşînerî û çareserî ne. Dîyardeyên wekî bêkarî, neçarî,sînor û trajedî, di kurtefilmê me de hatine proplematîzekirin. Avdel bi kera xwe ra wekî karkerê paqijî,li şaredarîya Mêrdînê dixebite. Rojek dibêjin kera Avdel îxtîyar bûye û kera wîji hêla şaredarî tê teqawidkirin. Kurtefilma xwe li serê vê diyardeyê struktura xwe ava dike. Çiroka kurtefima me ji vir derdikeve û dest pê dike. Teqawidkirina kera Avdel, di jîyana Avdel û malbata wî de serûbinîyek pêk tîne. Avdel bêkarî dimîne,di jîyana wî û malbata wî de şîdeta bêkarî dest pê dike. Îxtîyar bûna kerê di jîyana wî malbata wî de dibe sedema neçarî, fikarî û tirsê...

Aliyê din xwişka Avdel û malbata wî, ji hêla din sinorê ji ber şerê revîyan e û hatine ev alîyê sinorê, xwe spartine mala birayê xwe û tê de bi cî bûne. Ji ber vê hem barê Avdelî girantir bûye hem jî dîtîna kerekî nû ya ciwan; pere qezenckirin zêdetir ji wî ra mecburî û ferz bûye. Li rexmî hemû zehmetî û dijwarîyan Avdelî bêminetane xwedî xwişka xwe derketîye, her tiştî xwe bi wê ra parve dike û alîkariya wê dike.

Gavek berî gavekê Avdel ji bo ku bikare dewamê karê xwe bike, divê kerekî nû ya ciwan ji xwe ra peyda bike!... Ji ber vê Avdel, kurê xwe Jîro û xwarzîyexwe Salih( Avdel xalê Salih lêbinnîvîsa kurtefilmê bi tirkî wekî amca xelet hatîbû wergerandin) dest bi dîtina kerekî nû dikin. Ji vir şunda em dibînin ku kurtefilma Barê Giranî tenê bi Mêrdînî ra têkildar nîne. Trajedî di nava trajedî de heye.Li binê trajedîya takekesekî de em trajedîya dîroka neteweyekî dibînîn. Trajedîya sinoran...

Sinor, bi xwe sedema bingehîna trajedîye ye. Sinorê dibin sedema trajedîyayê bêdawîya neteweyekî.

                                   

Sinor bi xwe dibin sedemê ku Avdel nikare ji xwe ra kerekî ciwan peyda bike. Hem jî jiber sinoran barê Avdel girantirdibin: Sinor tunebûn e, ji ber hebûna sînoran Avdel nikarebi rehetî û bêpirsgirêk ji xwera kerekî peyda bike. Ku şerêderneketana, xwişka Avdel xwe ne spartana malê birayêxwe, barê wê jî ewqas giran nebûbûna. Trajedîya kurdan;çar parçekirina welatê wan û di nava perçeyan de sinor danîne, li serê xakê xwe de ne subje ne obje bûne û ne xwedî û deshilatdarê welatê xwe bûyîn e.

Barê Giran, barê kurdan ê bêdewletî sembolîze dike. Avdel jî bi xwe temsîla neteweya kurd
e.Yilmaz Ozdîl, herçend di nava parçeyan de sinor hatiye danîn jî di nava parçeyekî deguherînek çawa bandora parçeyên din dike û trajedîya kurdan di asta mîkro de nîşanî me dide û tîne li ber çavên me.

* Ev nivîsê berî di hejmera duyema E-Fanzîna Sînemaya Serbixwe de hat weşandin

                                                

Di Filma Klama Dayîka Min a Erol Mîntaş de Hewldan û Qetandinên Xwebûnê


                                    

 “Her kes reviya,qetiya her tişt
 Ji xwe û ji dahatûya xwe” Dost Çîyayî

Di edebîyata kurdî de piranîya zemanê berheman li piştî salên notî ye. Zemanê ku hegemonyaya polîtîk dîyar kirîye û dike jî. Zemanê ku em nikarîn bêyî serdestên xwe û bimewcûd û texayûl bikin û bijîn. Ne di zemanê xwe de, em di zemanê serdestanê xwe de dijîn. Wekî edebîyata kurdî, di sînemaya kurdî de jî zeman dibe piştî salên notî. Edebîyat û sînemaya me bûyê hepsî vî zimanê.

Di nava sînemaya kurdî û muzîkê û dengê de têkilîyeke xurt çêbûye. Di sînemaya kurdî de kategorîye filmanê ku xwe li serê muzîkê û dengê ava dike, çêbûye. Mînakê wekî filma “Klamên Niştamanê Dayîka Min” a Behman Gobadî, “Zer” a Kazim Ozî, “Were Dengê Min” a Huseyîn Karabeyî “Dengê Bavê Min” a Orhan Eskîkoy û Zeynel Doganî û “Kilama Dayîka Min” a Erol Mîntaşî.

Klama Dayîka Min, dram e, 103ê deqe ye, di sala 2014ê de hatîye nîmayişkrin. Di çend festîvalê filman de xelatên herî setketî wergirtîye.

Rewş û konjektorê bajarên tirkan ku kurd tê de dijîn: Problema wan ê civakî û dêrûnî; krîz, tranva, trajedî, paradoks, bêxwedîbûnî û perçebûnî wan, asmîlasyon û entegrabûyîna wan, hewldan û berxwedanên xwebûnîya wan, di arafê de mayîna wan, qetandina aîdîyet û bîra kolektîf… filma Klama Dayîka Min nîşanê me dide.

Di salên notîyan de nêzî pênc hezaran gundên kurdan hatin şewitandin û valakirin û bi mîlyonan kurdanî koçî bajaran û metropalanê tirkan kir. Mirovên ku bi salan bi axê xwe ve girêdayî bûn li serê sibeyekê de xwe nava dinyayekî din de dîtîn; ji axê xwe ve hatin qetandin. Ev koçîkirinê zorakî bû sedemên gelek pirsgirêkên sosyolojîk, psîkolojîk û tibî. Mirovên ku di dorê çil salîya xwe de koçî bajarên tirkan kirîbû li wir bûn pîr û kal lê hêj jî entegere û asmîle nebûnê, xwe xerîbe dibînîn, hata kêlîya dawî emrê, bi hêvî û bawerîya li vegerê axê xwe dijîn. Rojekî em bi vegerîn xwe!…

Ji hêla mijare ve di nava Klama Dayîka Min û çend film û kurtefilmên kurdî yên din de wekî “Rêç” û “Zimisto Vejîyo”  hevbeşîyek heye. Di nav her sêyan de karekterê sereke jinên pîr in; li lewê tirbeyê ji kurên xwe daxwaz dikin ku wê bibin axa kal û bavan. Film ji ev daxwazê derdikevin.

Di Klama Dayîka Min de bi navê Nîgar jineka pîr heye. Ji kurê xwe Elî ra dixwaze ku wê bibê gundê wê. Dayîkan zorakên xwe yên ku di sê, çar salîya wan de bi xwe ra birîbû bajaran ev zarokî mezîn bûne. Ji hêla aîdîyetê di nava dayîk û kurên wan de cûdahîyek çêbû, ne xwedî hêman aîdîyet în. Ji ber vê di nava dayîk û kurê de krîzek û antagonîzmayek derdikeve.  Klama Dayîka Min jî xwe li serê ev krîz û antagonîzmayê ava dike.


Çima daxwaze Elî tûneye, qet nafikire û qet xeyal nake ku bivegerê axê xwe? Em ji daxwazê, fikirê û xeyalê ji dev berdin çima qet fantazîyekî Elî tûneye ku bivegerê welatê xwe? Ji ber tûnebûna daxwaz, fikir, xeyal û fantazîye Elî krîz û antagonîzmaya dayîk û kurê çareser nabe.

Elî ne karekterê ku entegrebûyî û asmîlebûyî ye. Elî bi kurdî çîrokan dinivîsîne. Bi xwe mamosteyê dibistanê pêşînê lê di wextê xwe vala de mamostetîya kurdî jî dike. Di bajarên tirkan de ji bo xwebûnê hewl û li ber xwe dide. Lê rexmî wan hemû kiryarên wî bi axê ra aîdîyetê wî û dayîka wî ne hêman hawî ye.

Temambûna aîdîyet bi hevrabûna ax û ziman dibe. Xwebûn jî bi ev hevrabûnê pêk tê. Adîyetê Elî bi zimanê ra dewam dike lê bi axê ra qetîyaye. Elî bi xoşewîsta xwe ra ne kurmancî bi tirkî xeber dide. Îhtîmalê mezin dema ku zarokê Elî çêbû, Elî bi zarokê xwe ra jî tirkî xeber bide. Ev çaxê aîdîyetê zarokên Elî bi ziman ra jî dê biqetîn.

                                  

Ax û ziman hevdû temam dike. Divê ax û ziman bigihêjin hev ne ziman hata cîyekî dikare li ber xwe bide çimkî hêza wî heta asteke ye. Bifikirin malbatên herî netewperwer û rewşenbîrê kurdan Bedirxanîyan û Cemîlpaşazadeyanî li rexmî hemû netewperîya xwe jî ji ber ku nevegerîyan an jî neşêyan bivegerîn axê wenda bûn û neman. Problemeke mezin a din a kurdan heye: Gelek kurd li serê axê xwe de zimanê xwe wenda dikin. Aîdîyetê zimanî bi wan ra namîne… Piştî çend nifşan li serê xakê xwe de bibin wekî Îzmîrî, Entalyayî.

Lê dayîka Nîgar temsîlê temambûna aîdîyetê ye. Dayîka Nîgar bi dixwaza bi vegerê axê xwe; dixwaze temambûna aîdîyetê xwe pêk bîne.  Daxwaze israrkirina dayîka Nîgarê temambûna bi aîdîyetê xwe ra ye. Lê  haya Elî jê tûneye ku bi vê israrkirinê aîdîyetê wê axê ra naqetîyaye, hêj jî berdewam dike. Lêbelê Elî di binhîşê xwe de dixwaze bi axê xwe ra biqete lê dayîka wî nahêle ji ber vê ji dayîka xwe ra dixeyîde, naxwaze dayîka xwe fehm bike.

Daxwaza dayîka Nîgarê pêk nayê û dimire. Elî dayîka xwe li axê xwe de binax nake. Ji qetandina axe yê Elî hetahetayî ji vir dest pê dike. Mirîyên xwe li welatê xwe de binaxnekirin tê wateyê qetandina epîstolojîk û êdî tu aîdîyet bi axê ra namîne.

Ez ne xelet im; romanê Qesra Balindeye Xemgînê Bextîyar Elî bû. Di ev romanê de karekterek hebû; piranîya emrê xwe li dervê welatê derbas dike, çend rojên wî mabû bimire, vedigere li Kurdistanê.  Yekî ji wî ra dipirse,” çend rojên emrê te maye lê tu vegerîyayî Kurdistan, gelo tu ji bo çi vegerîyayî”  karekterê romanî bersiveke bi perspektîfa temambûnê aîdîyetê dide, “min nexwast ruhê min cîyekî din lê bedenê min cîyekî din de bimirin ji ber vê ez vegerîyam.”

Erol Mîntaş nikarîye wekî Bextîyar Elî, perspektîfekî temambûna aîdîyetê di filmê xwe de pêk bîne û pêşkeşî temaşeker bike. Mînak Elî karîbûya bivegere gund ji bo xwe malekî çêbikirina lê tu caran neçûna ev malê. Mirov dema ku li gundên cografyaya Dêrsimî(sinorê Dêrsimê ne îroyîn) digere di her gundê de hima hima wekî wîlla çend xanî hatîye çekirin. Îhtîmale ku xwedîye wan xanîyan di çend salan de carekî  ji bo çend rojan tên gundê xwe lê qet nebe bi vî hawî bi axê xwe ra aîdîyet çêkirîye. Erol Mîntaş qe nebe karîbû bi vî rengî aîdîyetek çêbikirina.

Ez dixwazim pirsa xwe dubare bikim çima Elî qet nafikire ku, xeyalek û fantazîyek wî tune ye ku bivegere li xwe, li vir bi cî bibe. Elî kî ye? Elî ez im. Elî tu yî. Elî ew e!…


Pêşverûtî û Bêhempatîya Filma “Bîranînên Li Ser Kevirî” yê Şewket Emîn Korkî


                                                    


Ji bo ku em însan û civak fehm û îdraq bikin, jîyan û dinyayê ronî bikin, dahatûyeke biewle û rind înşa bikin hem divê em evolusyona bîyolojîk, jeolojîk û civakî/kulturî baş bizanin hem jî divê me xwedî fikirîna evolusyonî bibin. Çimkî bêzanînê û fikirîna evolosyonî hemû zanîn, îdraqkirin û fehmkirinên me qels, kêm û nîvco bimînîn û negihêjîn herî rast.

Hata modernizma evolusyonê û sosyalîya civakan ji hev cûda bûn û li her civakê ne wekî hev bû lê, bi raya teknolojîyê dinyaya modern globalîze bû; bi tabîrekî din, “dinya bû wekî gundekî”. Modernizmê bû sedemê hemankirina evolusyona sosyalî yên gelek civakan. Di encama globalîzmê de evolusyona sosyalîya civakan edî ne ji hev cûda, evolusyona piranîya civakan bû wekî hevdû. Problema mezin ji vir derdikeve, çimkî evolusyona sosyalî ya gelek civakan negihîştîbû qonaxa evolusyonê modern, ji bo ku bigihêjîn vî qonaxê dibe ku gelek qonaxê din derbas bikirina lê gelek civak ev qonaxê nejîyan, nepejirandin û xwemalînekirin yekser derbasî dawîtirîn qonaxê bûn.

Kurd, evolosyona xwe ya sosyalî qonax bi qonax nejîyayî, nepejirandin û xwemalînekirin, derbasî qonaxeka raserî bûn. Ji bo kurdan hêj çend qonaxan mabûn derbasî modernizmê bibin lê xwe di navenda (ortê) mordernizmê de dîtîn. Ji krîz, paradoks, buhran, diltengî û teşqeleyê, derengmayînê ji vir derdikeve.

Bifikirin ku çend takekesên netewekî dixwazin li serê jenosîdeka netewa xwe filmekî bikîşîn lê dezge û sazî wî, revêbire wî û gelê wî fehmkor, guhnedêr û bêeleqeye. Bi dil û devê xwe jî piştgirî nadin ku ev filmê bên kişandin.

                              

Bifikirin ku dixwazin li serê jenosîda netewekê de filmekî bê kişandin lê kamera tune ye, kamera tê peydakirin, lîstikvan tune ye, lîstikvan tê peydakirina, bûtçe xelas dibe, butçe tê dîtîn, bobelatekî tê li serê derhênerê, filmê tê kişandan salona sînema tune ye ku filmê wê/î bên nîşandayîn, di mekanekî vekirî de nîmayişkirina filmê dest pê dike!…

Şewket Emîn Korkî gilî û gazind û lome nekiriye û ji bêîmkanîyan û ji meseleyekî jirêzê çîrokeka orjînal, afirîner, balkêş, trajîkomîk, netewî û gerdûnî derxistîye hem jî dilê xwe rehet kirîye.

                                

Filma “Bîranînên Li SerKevirî” (2014) sêyemîn a metraj dirêj ê Şewket Emîn Korkî ye, di sala 2014an de ketiye vîzyonê û 97 deqiqe ye. Berî jî bi nava “Crossing The Dust” (2006) û “Kick Off” (2009) du direjfilmê wî û çend kurtefilmên wî din jî hene. Îhtîmala mezin îsal jî filma wî ya nû bi navê “The Examê” bikeve vîzyonê.

Di peywendîya Kurdistan de filma “Bîranînên Li Ser Kevirî” di welatên derengmayî de têkilîya civak û sînema û pêvajoya kişandina filman û nîşanî me dide û bersiva wekî van pirsan dide; bîrewerîya sînemaya civakî çi aste de ye, filmekî çawa tê kişandin, îmkanên kişandina filman çi ne û zehmetî û astengiyên kişandine filman çi ne.

Filmê di nava filmê de ye: Mijara filmê li ser Jenosîda Enfalê kişandina filmekî. Mijara ku her takekesê/î kurdî têkildar dike. Ne mijareke takekesî, evînî an jî ne tiştekî din e. Li rexmî mijara filmê mijareka netewî ye jî jixwe filmê ji aliyê gel û rêvebirinê ve nayê piştgirîkirin û destekkirin hem jî ji bo gelê nabê çoş, kelecan û meraq. Nava serlehengê mêrê Roj Azad e. Roj Azad, Îbrahîm Tatlisesî tîne bîrê. Demekê Îbrahîm Tatlises ji bo karê înşaatê çûbû Başûrî. Başûrîyan gelek eleqa nîşanî Tatlisesî dabûn.

Populerbûn û hunera erzan çawa pere dike û girîngî tê dayîn, lêbelê di meseleyeka netewî di çawa fehmkor in û çênebûna hişmendîya netewî; girîngî nedayîn û xwedî derketina jenosîda xwe, guhnedêrî û bêeleqemayîna civak û rêvebiran û tunebûna hişmendî, nêrîn û nêzikbûna wan ya sînemayê nîşanî me dide.

Ji bo meseleyeka netewî filmekî tê kişandin, lê ji ber tunebûna lîstikvana serekeyê ji çar perçeya Kurdistanê lîstikvanê tê gerîn. Şewket Emîn Korkî, afirînerîyeka mezin dike; hem mijara xwe tenê Başûr ra sinordar nake hem jî ji aliyê temsîlê ve tenê bi Başurî ra sinordar nemaye, jixwe piraniya sînema û edebîyata kurdî bi perçeya xwe ra sinor diminê, cîyê daya pirrengîya Kurdistanê, bi vî hawî mijara filmê bi çar parçeya Kurdistan ra têkildar dike: wekî filmên û bibîrxistina Yilmaz Guney, Dengbêjî, Hewreman, Serhad, Soran, Kurmanc, Rojhelat, Bakur…

 Jineke Başûrê dixwaze di filmê de weke serheleng bilêze, lê mam û pismamê wê destûr nadin ku tê de bilêze, li vir çîrokeka din heye… em dibînîn ku hêj îradeya jinanê azad tune ye, hefsarî îradeya wan di destên mêrên malbata wê de ye.  Ji bo ku ekîpmanê filmê li Başûrê tune ye û jina serleheng nayê peydakirin. Li Rojhelatê ji bo serlehengiyê jineka dibînîn û ji bo wekî kamera ekîpmanê filmê bînin derhêner û ji ekîpê filmê çend kesan diçin Rojhelatê lê ew ji ber ku nikarin bi rêyanê fermî derbasî li Başûrê bibin, di rêyên qaçaxê ra dixwazin derbasî Başûrê bibin lê dema ku derbasî Başûrê dibin jina ku wekî serlehengê bilêze tê girtin lê ekîp filmê û ekîpmanê filmê derbasî Başûrê dikin. Hem jî nava serlehengê jinê Sinor e. Parçebûyîna Kurdistan û danîna sinoran bi afirînerîyê tê problematîze kirin.




Di têkilîya serdestan û bindestan de, bindestî bê çavên û aqilê serdestên xwe nikarin binêrîn li xwe û li serê xwe bifikirin lê di filma Bîranînên Li Ser Kevirî de çavên û aqilê serdestên kurdan tune ye, kurd bêyî çavên wan bi çavên xwe, bi xwe dinêrin, bi aqilê xwe li serê xwe fikirîn. Bê serdestan em dikarin teheyûlê xwe û welatê xwe bikin. Pêkhatîna vî dîyardeyê nîşaneya gihîştîna astekî gelek berz e û pêşketin û azazbûn e… Em dikarin behsa ontolojîyeka kurd û sînemeya kurdî bikin. Em dest bi avakirina zemanê xwe kirine. Ev diyarde hem jî nîşaneya hêbûna sînemaya Kurdî ye. Nîqaşên sînemaya Kurdî heye an jî tune ye pûç û vala dike.

Şewket Emîn Korkî an jî derhênereke/î din bikare li serê gendelî an tabûyên din ên Başûr an jî yên giştî filmekî bikişîne. Wê çaxê asta sînemaya Kurdî gelek berztir bibe.

Piraniya filmên kurdî xwe li ser nîşandayîna hêbûna kurdan ava dikin. Filma “Bîranînên Li Ser Kevirî” nîşandayîna hêbûna kurdan derbas kiriye. Neketiya meseleya hêbûn an jî tunebûna kurdanî. Ketiye meseleya hêbûna kurdan çawa, divê çawa bê; mînak di filmê de jin bi mêrê xwe ra soranî mêr jî bi jina xwe kurmancî qisey dikin; tê ev wate ku yekîtiya zimanê kurdî çêbûye û rêyên minaqeşeyê ji me ra vedike: Realîteya kurdan, bersiva pirsa em çi ne dide, Kurd li serê xwe, civaka bifikirin, xwe bibînîn, xwe rexne bikin, jê xwe bipirsin.

Di sehneyê dawî ya filmê de, di mekanekî vekirî de ji bo cara yekem nîmayişkirina filmê her tiştî amade ye. Derhênerê filmê Huseyn bi erebaya kêmendaman hatiye. Ji bo ku film temam bibe gelek fedakarî hatiye kirin: Berî Alan mala xwe firotiye û pişt ra jî Huseyn ji bo ku film temam bibe xwîna difiroşe. Lê di temeşakirina filmê de ji xeynî derhêner û çend lîstikvan û pismamê Sinor, kes filmê temaşe nake. Di sehneya dawî de derhêner nîşanî me dide ku: Di welatên derengmayîyan de kesên ku bi hunerê ve eleqedar dibin bi tenê serê xwe ne.

                                      

Kesên ku xwestin filmekî ji bo netewa xwe bikişînin gelo van kesan cardin bikarin cesaret bikin ku filmekî din bikêşînin?  Ev tişt ne tenê film, roman, çîrok, fotografkêşî…. û tiştekî din jî dibe.

Welatekî derengmayî encax dikare bi xebatên wan kesên fedakar û dilsoz, derengmayîna xwe dabîn bike, paş xwe bihêle!…


* Ev nivîsê berî li ser malpera Sînemaya Serbixwe de hatîbû weşandin :https://sinemayaserbixwe.com/pesveruti-u-behempatiya-filma-biraninen-li-ser-keviri-ye-sewket-emin-korki/

Serneketina Adaptasyona Lîstîka Xewna Şeveke Havînê




Berî lîstîka Xewna Şeveke Havînê ez çûm sê lîstîkên şanoya kurdî. Ji wan yek bi kirdkî bû, yên din jî bi kurmancî bûn. Li Enqereyê di dîroka 11.05.2017an de ez çûbûm Bîranînên Lênûska Dînek ya Gogolî, di dîroka 01.11.2018an de li Batmanê ez çûbûm Cîmrî ya Moliere, di dîroka 06.02.2020an de li Stenbolê ez çûbûm Çîçûya Ezîz Nesîn.

Lîstîka William Shakespeare ya bi navê Xewna Şeveke Havînê ku ji hêla Kawa Nemir ve ji îngîlîzî bo kurmancî hatiye wergerandin, bi derhênerîya Ferhad Feqî ji hêla Şanoya Bajêr a Amedê ve li Stenbolê, di Navenda Bajarê Hunera Cemîl Candaşê de, di dîroka 20.02.2020an de, di seatê 20.00an de hat sehnekirin.

Dema ku werger ji hêla Kawa Nemir ve hatibe kirin û şano jî ji hêla Şanoya Bajêr a Amedê ve hatibe sehnekirin, bivê nevê bi hêviyeke xurt temaşeker li benda lîstîkê dimînin.

Di jiyanê de ez mirovekî deqîq im. Lîstîk panzdeh deqîqe dereng dest pê kir, ji ber wê ez hinek eciz bûm. Ez ji bo hemû çalakiyan dibêjim: Bila her tişt di wextê xwe de dest pê bike û biqede. Yên ku di wextê xwe de tên em wextê wan nedizin, zûhatina wan bila ji bo wan nebe ceza û yên ku dereng tên jî bi vî awayî neyê xelatkirin. Divê em yên ku di wextê xwe de hatine biparêzin, ne ku yên dereng hatine.

Eleqeya temaşekeran û xwedî derketina wan ji bo xemxwirên kurdî cihê keyfxweşî û keyfgeşiyê bû. Salona şanoyê ji çar paran sê ji hêla temaşekaran ve hatibû tijekirin; piraniya temaşekeran jî ciwan bûn, zarok yek dû heb hebûn, navsalî jî kêm bûn.

Lîstîkvanan heqê lîstîkê dabû û gelek xweş û baş listîn. Bi tenê di dengê lîstîkvanan de problem hebû, dîyalogên wan baş nedihat bihistîn û fehmkirin, hevokên wan nîvco mîvco di mêjiyê de man. Bi vî havî jî çêj û tehma kurdî digihişt ruh û bedena temaşekeran. Ev jî nîşanî me dide ku Kawa Nemir bi kurdiyeke ruhkurd lîstîk ji îngîlîzî wergerandiye.

Lîstîk ji du perdeyan pêk dihat. Di navbera sehneyan de hevgirtin tune bû lewma di mejiyê min de sehne qût bi qût bû. Ji ber vê min fehm nekir ku armanca lîstîkê çi ye, dixwaze çi nîşanî me bide û çi peyaman bigihîne me?  Li gel ku berî lîstîkê melankolî bela xwe dabû min û ruhê min dorpêç kiribû, bi saya temaşekirina lîstîkê min xwe ji wê melankolîye şûşt û ez keyfxweş û dilşad bûm.

Gelo sedema qûtbûna sehneyan di mejiyê min de û valahiya di navbera sehneyan de ez bi xwe me yan ji ber adaptasyona lîstîkê ew qutbûn û valahî çêbûne? Ez vê yekê bi adaptasyona lîstîkê ve girêdidim. Ji ber ku:

Lîstîka Xewna Şeveke Havînê nêzî 525 sal berî niha Shakespeare nivîsiye. Wekî berhemên din ên Shakespeare ev jî bûye berhemeke gerdûnî. Ev 525 sal in ku di welat û zimanên cûda de tê sehnekirin û wê bê sehnekirinê jî. Gelo giringî, hêjatî, kûrbûn û taybetmendîyên vê lîstîkê çi ne ku 525 sal in qet kevn nabe û wextkîya xwe wenda nake? Ev lîstîk çi ji me re dibêje û çi nîşanî me dide?

Kûrbun, hêjatî, giringî û taybetmendîyên ku di orjînala listîkê de heye em di adaptosyona kurdî de nabînîn. Lîstîka bi kurdî bersiva pirsa “çima ev lîstik kevn nabe û wextkîya xwe wenda nake” nade me. Wekî din jî mirov qet bawer nake ku ev lîstik ya Shakespeare e û wî nivîsiye.

Di adaptasyona lîstîkê ya kurdî de çi hene? Lîstîk jî wek muzîk, tîpên civakî û zayenda civakî xwe li ser rexnekirina civakê û tewşomewşobûyîna struktura civakê ava kiribû. Li ser meseleyê lîstîkvanên mêr ku cilên jinan li xwe kiribûn.




Tiştên ku lîstîk xwe li ser wan ava kiribû, di hêman demê de wan tiştan komîkîzekiribû. Hem bi wan  tiştên wek eşq, zewac, stran, tîpên civakî, madeya bi efsunî ya evîndarkirinê hem jî bi elementên zimanê wek çêr û biwêjan temaşeker dide kenandinê. Bi taybet jî ji bo kenandinê giranî dabû çêran.  Ji ber wê jî di mîzaha lîstikê de qalîteyek tunebû. Em naçarî henek û espriyên erzan dimînin.

Bi adaptasyoneke bi vî rengî ne hewce ye ku Xewna Şeveke Havînê bê sehnekirin!..

Qasî mehek berî ez û Omer Faruq Yekdeş rûniştibûn. Mamoste Omer ji bo asta nizimbûn û bêqalîtebûna henek û espiriyên kurdên ku temenê wan li bin çil salî ne wiha gotibû “ ji ber ku em bi filmên Kemal Sunal mezin bûn ji ber vê asta henekkirin û espirîkina me nizim maye.”

Fîlmên komedî yên serdestên me ji hêla mîzahê ve giraniya  xwe didin li ser çêr û sixêfan. Ev lîstîk her çi qas ji îngîlîzî hatiye wergerandin jî di adaptasyonê de derhênerên me li bin bandora sînemageriya serdestan de mane. Haya me ji me heye ku serdestên me çawa me înşa dikin, em wan teqlîd dikin, di bin bandora wan de dimînîn….

Heke em li metnên folklorîk ên kurdî binêrin em ê bibînîn ku mîzah û îronîya kurdî xwe li ser zeka, jîrbûn û biaqiliyê ava dike. Divê em estetîka komedîyên li ser wê bingehê ava bikin.


                                            



                                 


                                      

Çîrokên Nenûjeniyê yên Şapata Enwer Karahanî



                                              

Berhema nû ya çîrokan a Enwer Karahanî bi navê Şapat, di meha cotmeha sala 2019an de ji nav Weşanên Avestayê derket. 109 rûpel in, tê de dozdeh çîrok hene.

Navê çîrokê nayê bîra min, çîroka yekem a Enwer Karahanî, cara yekem min di hejmareke Kovara Şewçilayê de bi kurdiya zazakî xwendibû. Di havîna sala 2013ê de jî min berhema wî bi navê Mêlav xwendibû. Heta berhema wî ya dawî ya bi navê Şapat careke din têkiliya min bi berhemên wî re çênebû. Lê tiştê ku der barê berhemên wî de, di bîra min de mabû; dewlemendiya kurmancî û tehmdayîn û hîsdayîna ruhê kurdiya wî bû.

Enwer Karahan di berhema xwe ya Şapatê de hem kurmanciya xwe dewlemendtir û bitehmtir kiriye û hem jî bikaranîna kurmancî pêşve biriye û firehtir kiriye. Zimanê wî xwe dide hîskirin, çîrokên berhema wî wekî filmî li ber çavên me xwîneran zindî dibe. Xwîner xwe di nava çîrokan de dibîne û çîrok jî dibin parçeyekî wî. Ka binêrin di çîroka Gunehkarî de bi peyvên cografîk çawa çîrokeke erotîk vegotiye:

 “Bedenên me xwe li pey hev pêça û zêdayiyên laşê min di kort û newalên canê wê yê spîboz û nerm de çikiyabû. Ez li ser defa sînga wê bûbûm mîna zîhayekî, di her hilatin û dahatinekê de teşkên min li ser bedena wê dibûn qarmîçe û hezîran. Şirîna xwêdana bi bedenên tazî ve diherikî ku qirş û qal ber bi wê lehiya diketin, li qeraxa newalekê digewimî û bi pêleke mezin re diteqiya. Ne kevir û kuçikan û ne jî tu dar û deviyan xwe li ber wî çemê şîr û hunguvî digirt.” (r. 80)

 Çîrokên Şapatê çîrokên sosyolojîk in. Çîrokên Şapatê xwe li ser pirsgirêkên sosyolojîk ava kiriye. Bi min du taybetmendiyên çîrokên Şapatê hene. Yekem, nivîskar bi hostayetî aliyên komîk ên pirsgirêkên sosyolojîk nîşanî  xwîneran dide: Çawa dibêjin “di nava başiyê de xirabî û di xirabiyê de başî heye.” Heman demê di nava trajediyê de komedî û di komediyê de jî trajedî heye.  A duyem jî, nivîskar wekî teknîkê meseleyên çîrokên xwe bi xwîneran dide fikirandin. Di xwînerên xwe de problematîkan çêdike. Nivîskarî çîrokên xwe li ser fikirandinê saz kirine û wî xwe kiriye pasîv, xwînerên xwe kiriye aktîv. Enwer Karahan dixwaze bi çîrokan di dinyayê de hinek tiştan biguherîne. Derdekî wî heye ku dixwaze bi çîrokan ji derdê xwe re derman bibîne.

Çima nivîskarek xwe wekî mamoste û feylesof dibîne; dixwaze xwînerên xwe bide fikirandin. Ma qey pêwîstiya nivîskarî bi vî tiştî heye? Di edebiyata kurdî de piraniya nivîskaran û şaîran xwe zêdetir wekî mamosteyî dibîne, ne wekî şaîr û nivîskarî.

Enwer Karahan bi perspektîveke nû nêzî pirsgirêkên sosyolojîk nebûye û ji bo pirsgirêkan ti çareseriyê pêşkeş nake. Lewma di çîrokên Şapatê de nûjenî tune ye. Gelo nivîskar mecbûr e ku çareseriyek û perspektîveke nû bide xwînerî? Erê!.. Dibe ku karê edebiyatê yê sunet fikirandin be lê karê wê yê ferz nûjenî û asovekirin e. Edebiyat an jî hunereke din divê her bikare gotineke nû bibêje, çareserî û perspektîvên nû pêşkeş bike, bi çavekî din dinya û tiştan bibîne. Jonah Lehrer di kitêba xwe ya bi navê Proust Bir Sinirbilimciydi de nîşanî me dide ku pirsên ku zanist ketiye pey wan, edebiyatê çawa berî gelek salan bersiva wan daye. 

Dema ku mirov Enwer Karahanî dixwîne hem bi mirovî dide hîskirin û nîşankirin hem jî mirov di dilê xwe de dibêje, “hêz û potansiyela wî heye ku ew dikare di gelek mijarên cur bi cur de çîrokan binivîse” lê dema ku nivîskarek di binhişê xwe de xwe wekî mamosteyî bibîne û tevbigere, ji ber vê nikare çîrokên nûjen binivîse û dikeve dubarekirinê.




Ciyawaziya Fehma Evînê Di Romana "Evîna Te Ez Parastim"a Tosinê Reşîdî De

                                         
                                     


Mi cara yekem kitêba Tosinê Reşîdî ya bi navê Em Zimanê Xwe Kurd in, dûre jî min romana wî ya bi navê Mestûre xwendibû.  Kitêba Em Zimanê Xwe Kurd in, ji nîvîsên cur bi cur ên ser zimên pêk hatibû,  giringî û hêjatiya zimanî di min de kûrtir kiribû. Romana Mestûreyê jî romaneke dîrokî bû. Ji xeynî wan berheman heta dawîtirîn romana Tosinê Reşîdî, min berhemeke wî ya din nexwendibû. 
     
Romana dawî ya Tosinê Reşîdî bi navê Evîna Te Ez Parastim meha cotmehê ji Weşanxaneya Avestayê hat weşandin. Roman ji du beşên sereke pêk tê, 213 rûpel in.
      
Mijara romanê evîna bêmirad e. Evîna ku ji dema zankoyê dest pê kiriye lê negihîştiye mirazê xwe, nîvco maye. 
      
Di beşa yekem a romanê de karakterê mêr, bi rêwîtiyeke ber bi rabirdûyê ve, behsa jiyan û bîranînên evîna xwe dike, di a duyem de jî karaktera jin bi heman şiklî qala jiyan û bîranînên evîna xwe dike.
       
Nivîskarî romana xwe li ser bersivdayîna vê pirsê ava kiriye: Lehengên me yên ku negihîştine mirazê xwe, ji hevdu dûr jiyaneke çawa jiyane, evîna wan a temamnebûyî çawa bandor li jiyana wan kiriye?
   
 Evîna bêmirad û nîvco...
      
Di nava têgihîna evîn û takekesan, civakan û huneran de têkiliyeke çawa heye? Fehma evînî çawatî diyar dike. Têgihîna evînê ya takekesekî, fehma evînê ya civakekê çawatiya wan û cewhera hunerên wan diyar dike.
       
Çi edebiyata kurdî çi muzîka kurdî gelemperiya wan bi fehmeke mazoşîst û erebeskî nêzîkî evînê dibe. Ciyawaziya romana me jî tam ji vir derdikeve holê.  Nivîskarê romana me ne bi fehmeke erebesk û mazoşîst lê bi fehmeke pozîtîv û erênîker nêzîkî evînê dibe.
       
Ji naveroka romanê jî diyar dibe ku nivîskarê me bi têgihîna cuda nêzî evînê bûye. Jixwe tiştê ku ev roman bi min da xwendin, naveroka wê ye. Naveroka berhemê gelek li xweşa min çû, ji ber naveroka wê, min xwast vê romanê bixwînim.
     
 Zeman derbas dibe, dibihure lê jiyîn derbas nabe. Rabirdû wekî sîberê mirovê xwe dişopîne. Hinek jiyîn heta dawiya jiyana mirovî qet bandora xwe wenda nakin, bandora xwe her berdewam dikin. Ji wan jiyînan yek jî eşqên nîvco û bêmirad in.  Karakterên romana me herçiqas evîna wan nîvco maye jî li ber bayê nakevin, bi evîna xwe ya nîvco li ber xwe didin, xwe bi evîna xwe bi jiyanê ve digirin...
   
Evîna Te Ez Parastim ji aliyê zimên ve pir qels maye û ne dewlemend e. Vegotin û hevoksaziya romanê ji ciyekî şûnde xwe dubare dike. Lê nivîsandina herî xirab ji qet nenivîsandinê çêtir e. Em kurd ji nivîsandinê ditirsin, em ji nivîsandina xirab gelek û gelek ditirsin!.. Em nikarin bi relaksî binivîsin. Lê nivîskar Tosinê Reşîdî li rexmî qelsbûna zimanê xwe jî romana xwe nivîsandiye. Vê romanê ez ji bo nivîsînê wêrektir kirim û xwebaweriya min bihêztir kir.                   

23 Şubat 2020 Pazar

Şêxo Fîlîk Bi Vî Zimanî Dikare Gelek Berheman Biafirîne

                                  



Weşanxaneya Avestayê di deh rojên dawî yên sala 2019an de kampanyayeke erzaniyê çêkir; hemû kitêbên xwe ji sedî 40 bi erzanî difirotin. Çend roj mabûn ku em bikevin sala 2020an, li Stenbolê, ez çûm cihê Weşanxaneya Avestayê û min ji xwe re heft kitêb kirîn: Generalê Payîzê ya Mihemed Omer Osmanî, Bêbavîya Şêxo Fîlîkî, Gemalaya Xusrew Cafî, Dûpişkêya Burhan Tekî, Em Li Vir in ya Beroj Akreyî, Saturna Remezan Alanî û Eski İstanbul Kürtleri ya Rohat Alakomî.

Demeke dirêj e min dixwest Bêbavîya Şêxo Fîlîk bixwînim, ji ber vê, min berî hemûyan dest bi xwendina wê kir.

Kitêba çîrokan a Şêxo Fîlîkî, Bêbavî di sala 2015an de hatiye weşandin, ji heft çîrokan pêk tê û 68 rûpel in.

Piştî ku min dest bi xwendina Bêbavî kir, ewqas li xweşa min çû ku min nexwest kitêb xelas bibe lê min di bêhnekê de xwend. Min ji xwe re got, “xwezî min ev kitêb ji zû ve bixwenda.” Her çîrokeke Bêbavî ji ya din xweştir û bikeyftir e. Bêrîkirin arezûya jinûvejiyîna kêliyekê, demekê û tiştekî ye. Zimanê Şêxo Fîlîkî xwe bi xwîneran dide bêrîkirin. Wekî xwînerekî ez jî bêriya zimanê Şêxo Fîlîkî dikim. Ez dixwazim careke din Bêbavîyê bixwînim.

Zimanê Bêbavî, kurmanciyeke ruh-kurdî ye. Xwîner ji tehm, zewq û lezeta kurdî sermest û serxweş dibe. Ji kûrahiya beden û ruhê xwe ve zewqa zimên hîs dike û dijî. Di navbera ziman û bîra kolektîv de têkiliyeke xurt heye. Malzemeya Bêbavîyê ji bîra ferdî û kolektîv tê.
Şêxo Fîlîkî çîrokên Bêbavîyê bi teknîka hişê herikbar nivîsîne: Zeman, mekan, bûyer, destpêk û dawî,  vebêjerî, bîra ferdî û kolektîv, bîranîn, bibîrxistin, vegêran û hiş, binhiş û derhiş dikevin nava hev.

Hostayetiya Şêxo Fîlîkî ji vir derdikeve holê:

  1. Bikaranîna mekanên zimanî firehtir û hûrgilîtir kiriye. Mekanên Bêbavîyê ne mekanên şênber in wekî bajar, mal, kuçe û hwd. Mekanên wê hiş, derhiş, binhiş, bîranîn, bibîrxistin, kêlî û hûrgilî ne. Hinek nivîskar hene bi du sed, sê sed an jî çar sed rûpelan roman dinivîsin lê nikarin bikaranîna mekanên zimanî firehtir bikin lê Şêxo Fîlîkî bi berhema xwe ya 68 rûpelî bikaranîna mekanên kurmancî gelek firehtir û hûrgilîtir kiriye. Ka binêrin: “ Oy xwedêyoo… hema serê her sibê ez ê herim tuwaletê ku çi bibînim!.. sileke gûyê ku hê hilmgerm jê difûre li keviya kevirê tuwaletê ye, tifîîî! Dilê min rabû hat ber devê min dîsa, de were.. de ka ez ê çi xweliyan li serê xwe kim!.. ji mêrik re bêjim, ne yê famkirinê ye, ji xweha xwe re bêjim… xwehê jî, ez ê çawa…ma çê dibe?.. erê ez çima ewqas hûr û kûr dajom kû?... hûr û kûr dajom û barê kayê li xwe dikim barê xwê, îşev ez ê… na na sibê, li ser taştê, ez ê jê re bêjim ma qey… ‘Elîfê’ ez ê bêjim, wisa xweşik, bêyî ku dilê wê bihêlim; ‘xweha min, binêr ev mehek e…’ ji kû mehek?... ez jî tim dibêjim mehek, bira bû çiqas?... îro çendê mehê?...sêşemî, çarşemî û pêncşe… vê pênçsemiyê dike çil û du rojan…” (r.31)

  1. Zimanê folklorîk hem modernîze û bajarvanî kiriye hem ziman hem jî bîra kolektîv jî ji nû ve afirandiye. Qesta min ji modernîzekirina zimên ev  e:  “ xwedêêê!... ya ku vê êvarê tê ser zimanê min tu neyînî serê min xwedê!... xwedê vê êvarikê ez dêlikeke bêxwedî me li deriyê te girêdayî me xwedê!... barê ku ez ê pê nikarim tu nedî ser milê min xwedê, tu kêfa xêrnexwazên ku xêra min naxwazin li min xweş nekî xwedê!...” (r.63)

Şêxo Fîlîk bi vî zimanê xwe dikare gelek berheman biafirîne!... Lê belê ji ser Bêbavîyê çar sal derbas dibin ku hêj berhemeke nû ya Şêxo Fîlîkî nehatiye weşandin. Bi qasî ku min ji hevalekî xwe bihîstiye di pêvajoyeke gelek dijwar re derbas dibe. Gelo dibe ku wî dev ji çîroknivîsandinê berdabe? Wekî xwînerekî kurdî ez qet naxwazim baweriya xwe bi îhtimala vê pirsê bînim. Ez hêvî dikim ku li rexmî hemû dijwariyan bêdengiya xwe ya çar salî di sala 2020an de bişikîne û em berhemên wî yên nû bixwînin.


14 Şubat 2020 Cuma

Di Dîyalektîka Efendî û Kole De Azadkerîya Muzîka Sîya Şevê


Têkilîya dagirker û dagirbûyî, kolonyalîst û kolonîbûyî, serdest û bindest,  stemkar û stembar, jin û mêr her çiqas di nava xwe de û ji dîyalektîka efendî û kole cîyawazî û taybetîyên wan hene jî di kokê de digihêjin dîyalektîka efendî û kole. Ji ber vê yekê, em dikarin van têkilîyan di ser dîyalektîka                    efendî û kole re bixwînin û binirxînin.
      
Welatên kolonyal û post-kolonyal ji serpêhatîyên têkoşîna serxwebûnê, epîstolojîyên zanistkî û edebî yên hev ên dij-kolonyal sûd werdigirin. Berhem û metnên nivîskarên wekî Franz Fanon, Aimé Césaire, Achille Mbembe, Steve Biko, Albert Memmi, Toni Morrison, Ngûgî wa Thiong'o, Chinua Achebe, Gayatri Chakravorty Spivak, Homi K.Bhabha, William Butler Yeats... di welatên kolonyal û post-kolonyal de tên xwendin û tên muneqaşekirin. Kiryar û têkilîyên civak û takekesan li ser berhemên wan tên analîzkirin û fehmkirin û ew referans tên dayîn. 
      
Gelo welatên kolanyal ji serpêhatî, felsefe û tarzên muzîkên hev çiqas îstîfade kiriye? Bi raya min, bi qasî ku ew ji lîteraturên hev ên dij-kolanyal îstîfade dikin ewqas ji muzîkên hev îstîfade nekirîye. Ji muzîkê sûdwergirtin û îstîfadekirin hatîye piştguhkirin û îhmalkirin.  Di peywendîya kurdan de  wek mînak dîroknasek, mirovnasek, civaknasek an jî muzîkjenekî kurd, li ser muzîka welatekî kolonîbûyî  hema hema qet xebat û lêkolîn nekirîye: Meselen welatên kolonyal ên Efrîqayî bi muzîkên wekî blues, jazz, rock, reggae li ber xwe daye. Ji bo wan muzîk bûye amraza herî xurt a têkoşînê. Ramana min ev e ku heger xwedî van tarzên muzîkên baş nebûna piranîya Efrîqayîyan dê xwe bikuşta. Kurd, ji muzîkên Efrîqayîyan çi fêr bûne, çi sûd wergirtine, di muzîka xwe de çi zêde kirine? Wekî tarz çend muzîkjenên kurd tenê bi rock, jazz û bluesê muzîk kirîye, ewqas. Ji bilî rockê bi tarzên jazz û blues ne bi dewamdarî, tenê bi kurtdemkî çend muzîkjenan muzîk kirîye. Pirsa din jî felsefeya wan tarzan çiqas hatîye fehmkirin û îdraqkirin ku muzîkjenên kurd bi wan tarzan muzîk kirîye? Blues, jazz, rock, reggae ji nava welatên dagirbûyî û jîngehên wan derketine û gerdûnî bûne. Çima bi qasî wan tarzên muzîkên baş ji nava kurdan jî tarzeke muzîkê derneketîye an jî dengbêjî gerdûnî nebûye. Çima me nekarîye dengbêjî gerdûnî bikin? Di encamê de gelek tişt hene ku muzîka kurdî ji muzîka Efrîqayîyan û welatên kolonyal ên din fêr bibe û sûd ji wan werbigire. Ji bo vê jî, divê em hem xebatên ku li ser muzîkên welatên kolanyal û post-kolanyal hatine kirin wergerînin zimanê xwe hem jî em li ser wan xebatên nû çêbikin. 
        
Di sala 2014an de li Amedê, li pirtûkfiroşiya Aramê, ez çûbûm gotûbêja şairê kurd Ehmed Huseynî. Di gotûbêjê de, tesbîta Ehmed Huseynî ya "Di têkilîya serdest û bindest de serdest berî her tiştî dixwazin tune bibkin ku; bindest nikarin bi zimanê xwe hîs bikin û hestîyar bibin" qet ji bîra min naçe. Di dîyalektîka efendî û kole de foksîyona muzîkê ji her tiştî zêdetir girîng e. Ehmedê Huseynî bi tesbîta xwe ya jor giringîya muzîkê nîşanî me dide. Çimkî di cewhera muzîkê de hîs û hest heye. Muzîk dilê hîs û hestan e. Bê muzîk hîs û hest dikevin jîyana nebatîyê.  Ji ber vê efendî  dixwazin muzîka koleyan tune bikin ku nikaribin hîs û hest bikin. Hest û hîsê ku efendî berî her tiştî dixwazin tune bikin tolgirtin e.
                                                                                                                                       
Tolgirtin çi ye? Çi çureyên tolgirtinê hene? Tolgirtin edelat bi xwe ye. Tolgirtin neheqî, mazlumbûna xwe çareserkirin e, wekhevî çêkirin e. Tolgirtin ne tenê qisas bi qisas e. Lê li vir problemeke mezin a nayê çareserkirin dest pê dike. Felsefeyê jî hêj nekarîye vê problemê çareser bike. Lê belê kole dikare bi sînema, edebîyat û hunerê jî tola xwe bigire. Cihûyan ji bo almanan "jûrên gazê" çênekirin lê tola xwe ji almanan girtin. Tolgirtin; qetlîman, barbarbûn, wehşbûn û zalimbûna efendî bi wî danqebûlkirin e.
        
Ji bo tolgirtinê hêz û qewet hewce ye lê xwebawerîya kole ewqas şikestîye ku hêza wî ya xwedayî hebe jî ew xwe bêhêz û qewet îzane dike.  Neçarî û bêhêzbûn û kêmbûna koleyî Xweda diafirîne. Lewma rola Xweda negatîf û tiralker e. "Me dev ji tolgirtinê berdaye, me ew hewaleyî Xweda kirîye." Bi îfadeyeke vî rengî afyonbûna Xwedayî nîşan dikin. Di dînan de gotinên wekî nifir, hewalekirina Xweda mînakî dikin.
       
Koleyên xwedî bîrewerî û hesta tolgirtinê, çiqas bêhêz û bêderfet bibin jî dikarin xwe azad bikin. Lê koleyên ne xwedî bîrewerîya tolgirtinê, hêza wan a Xwedayî hebe jî nikarin xwe azad bikin. Zindîbûna hesta tolê, tê wateya xwe-nîv-azadkirinê. Hestaê tolîgirtinê, daxwaz û arezû û îradeyê azadîyê ya.Hesta tolgirtin  ne obje, subje dike. Di têkilîya dagirker û dagirbûyîyan de nebûna hestê tolgirtina li hemberêji dagirkeran têkşikestîyên xwrîn e, û bêixwenebawer î ye ji ber wê "dema ku dagirbûyî nikare li hemberî dagirker şer bike, di nava xwe de li dijî birayên xwe şer dike" ev tesbîta Fanon teyîd dike. Ji ber ku dagirbûyî bi xwe ne bawer e ku li hemberî dagirker şer bike, ji ber wê li hemberî birayên xwe yên biçûk şer dike. Ji ber têkŞşikestîyaên û  bixwenebawerî, xwe dikin humanîst û aştîxwaz. Ne wêrek in ku behsa tolê bikin. 
      
Mirov dema ku nekarî tola xwe bigire gelo ev mirov dikeve derûnîyeke çawa, kesayetîyek û karaktereke çawa derdikeve holê?  Tola xwe negirtin xwebûna mirov dikuje, xurûra mirov birîndar dike, mirovî ji mirovbûnê derdixe, girambarî namîne. Bêpêixwenebawerî, têkşikestî, teslîmkirî, ji qral zêdetir dibe qralgîr, mankurtîze dibe. Di fîlmê Quentin Tarantino, Django Unchained(Zincirsiz) de sehneyeke wilo heye: Koleyekî reşik ê pêncî salênî, ev pêncî sal in  ku her rojî  rîyaê efendî yê xwe kurtraş dike. Lehengê fîlmî Cengo ji vî koleyî dipirse: "Di nava van pêncî salan de tu qet rojekê nefikirî ku qirika efendîyê xwe jê biki?" Nefikirîn, kolebûn jî tam ev e.: Mankurtîze dibinkirin e.
       
Di navbera muzîk û bîr û ruhê mirovî de têkilîyeke cîyawaz heye: Tu huner bi qasî muzîkê nikare bikeve kûrahîya bîr û ruhê mirovî.  Hem di bîra şexsî û kolektîf de û hem jî di ruhê mirov de tiştên vemirî zindî dike û ji nû ve diafirîne. Koleyên ku mankurtîze bûne bi muzîkê dikarin ji nû ve dest bi hîskirin û fikirînê bikin. Ancax muzîk bikare hestê tolgirtinê ji nû ve zindî bike.
      
Muzîka rock, xwe li ser serhildêrî û berxwedêrîyê ava dike. Di cehwera serhildêrî û berxwedêrîyê de hestê tolgirtinê heye. Kesên ku di dilê wan de hîsa tolgirtinê heye dikarin bibin serhildêr û berxwedêr. Cîyawazî û resenîya muzîkjenên rockê, ango resenî û cîyawazîya Sîya Şevê ji vir derdikeve holê. Çimkî her kom û muzîkjenê rockê nikare hestê tolgirtinê zindî bike, ji ber vê tenê xwe li ser serhildêrî û berxwedêrîyê ava dike.
      
Hata niha çar albûmên Sîya Şevê derketine: Zeng, Pûç, Bêyom, Li Pişta Sîya Xwe. Gelek alîyên hêjayî nivîsandinê yên muzîka Sîya Şevê hene. 1. Dengên Gokçe Selîm. 2. Gotinên Stranan 3. Muzîk û temaya muzîka wan.  4.Yekîtî û hev-temamkirina komê  4. Fonksîyona muzîka wan a azadker e.
      
Di muzîka kurdî de koma Sîya Şevê di nava muzîka xwe de vê zindîkirinê dihewîne!..Cîyawazî û resenîya Sîya Şevê ji vir tê. Di seranserê muzîka Sîya Şevê de ev resenî û cîyawazî heye. Ez naxwazim vê dîyardeyê yek bi yek li ser her stranê nîşan bidim. Lê encama guhdarîkirina Sîya Şevê ev e. Bi taybetî jî di stranên Kebanî, Lê Dayê, Nesrîn, Werin Law, Lîce, Em Li Vir in de azadkerîya muzîka Sîya Şevê xwe dide der.  
      
Di dîyalektîka efendî û kole de fonksîyona muzîkê çi ye? Du fonksîyonên muzîkê hene; negatîv û pozîtîv. Fonksîyona negatîv kolebûnê meşrû dike, muzîk tenê xweîfadekirin û xwetesdîqkirin e. Lê di fonksîyona pozîtîv de muzîk azadker e.  Kolonyalîst, her tim dixwazin li pêşîya muzîka azadker bigirin. Ji ber vê, muzîka koleyan tê bêkokkirin, xirabkirin, dejenerekirin û bêfonksîyonkirin. Di dîyalektîka efendî û kole de fonksîyona muzîka Sîya Şevê azadker e.
        
Pekî gelo gelemperîya muzîka Sîya Şevê azadker e?  Berî vê nivîsê derbarê Sîya Şevê de min çi hevpeyvîn û çi nivîs li ser medyaya civakî û malperên wekî "ekşi sözlük"û "tirşik"ê dîtin, min xwendin. Min ji hevpeyvîna Sîya Şevê wekî encam derdixist ku dixwaze zenggirtin, pûçbûn, bêyomî, tenêbûn, genîbûn, bêeslbûn, xirabîya mirovan, civak û jîyanê îfade bike û li ser wan muzîkê çêke. Ji vir û pê ve dahatûya Sîya Şevê dê çi be, dê çawa muzîkê biafirîne, geşedana wê dê çawa be?  Bi a min, wekî guhdarekî wê, divê bi felsefeyeke nû muzîkê bike. Divê êdî muzîka wê ne pozîsyoneke îfadeker lê divê guherîner be.  Ji bo dinya, jiyan, eşq, hezkirin, terkkirin, jihevqetîn, heqîqet, welat, êş, dej... li ser nêrîn û nêzîkbûnên nû muzîka xwe ava bike. Ne nerênîker bila erênîker be.  Ez nabêjim bila xweş bike û hêvîyan firoşe. Bila êşa guhdaran parve neke, êşa wan ji wan paqij bike. Jiyanê, dinyayê, insan, nebat û heywanan û tiştan bide hezkirin. Bila muzîka xwe ne li ser nîhîlîzmê, muzîka xwe li ser jiyanê ava bike, hezkirina me ya jiyanê bilind bike.  

* Ev nîvîsê berî di hejmara 6îne Rojnameyê Xwebûnê de hatîye weşandin. 

Romana Helîm Yusiv a Wehşê Di Hundirê Min De Deng Li Kurdan Nake

                                 


Dema ku dost an jî hevalekî/e min kitêbekê dîyarî min dike demildest dixwazim vê kitêbê bixwînim. Hevaleke min a jidil romana dawî ya Helîm Yûsiv di rojeke dawîya meha Gulanê de li Mêrdînê dîyarî min kir.  Ev roman, Wehşê Di Hundirê Min De ye, di sala 2018an de ji weşanxaneya Peywendê derketîye û ji 144 rûpelan pêk tê.

Mekanê romanê Sûrîye ye, dema wê rasterast nehatîye dîyarkirin lê em ji bûyeran derdixin ku dema romanê ji sala 1971an dest pê dike heta sala 2016-2017an berdewam dike. Teqrîbî dîroka çil salên dawî yên dewleta Sûrîyeyê ji romanê re bûye mijar. Li Sûrîyeyê sîstema dîktatoryal di sala 1971an de bi derbeya Hafiz Esed dest pê dike, di sala 2000an de li dû mirina wî kure wî Beşar Esed cîyê wî digire, heta şerê naxweyîyê Sûrîyeyê ku di sala 2010an de derket, berdewam dike, heta îro jî Sûrîye bûye qada şerê.

Nîvîskar rasterast wehşîtiya sîstema welatekî dîktatoryal ji xwe re kiriye problem. Di welatekî dîktatoryal de psîkolojî, têkîlîya takekesan û jîyana civakî çawa ye? Di vê romanê de nivîskar xwestiye bersivên van pirsan bide. Roman xwe li ser welatekî antîdemokrat, totalîter û dîktator ava kiriye. Welatê ku ji roman re bûye mekan ne welatekî dîktatoryal bûya ev roman jî nedihat nivîsandin.

Tirs puxteya sîstema dîktatoryal e, civak û takekesên ku di vê sîstemê de dijîn bi tirsê tên rarê xistin. Di vê sîstemê de tirs ne tişteke takekesî an jî girseyî ye, tirs sosyalîze dibe; di her derê civakê de tirsa sîstemê heye. Sîstem dixwaze tirs her tim zindî be. Ji ber wê di romanê de temaya sereke tirs e. Roman jî bi vegêrranê tirsê wekî panoramaya bîranîn û bibîrxistinên çil salên dawî yên Sûrîyeyê pêk tê. Tiştên wehşî tirsê tematîze dikin. Em dikarin bi vî rengî jî bibêjîn; dîktatorek, polîsek, bavek, mamosteyek, mêrek, patronek, kujerek di hundirê takekesan de ye.

Lê di romana Helîm Yusivî de tirsa sereke; tirsa sîstema serokê dîktator e. Roman bi zayîna leheng Salar dest pê dike. Jidayikbûna wî gelek bi zehmet dibe; di malê de zayîn pêk nayê, bavê wî bi erebeyekê diya Salarî dibe nexweşxaneyê û di rê de gava li ber peykera “serokê nemir" derbas dibin Salar çavên xwe li dinyayê vedike. Peykera serokî heta ku tê hilweşandin ji bo Salar dibe sedema tirsê.

 Tirs di her derê welatê dîktatoryal de ye lê di romanê de bi tenê bi rêya peykerê serokî,  xewnên lehengan û di çend cîyên din de tirs tê nîşandan. Di romanê de hem di dema zaroktîya  hem jî dema xortanîya Salar de tirs di heman rêjeyê de ye, naguhere. Tirs bi rêjeyeke bilind, şêwazeke cîyawaz nayê nîşandan û hîskirin. Ji ber wê vegêrrana tirsê pir qels maye. Alîyê din jî bersiva pirsa, herkes çima ditirse nehatiye vekolîn. Anatomîya, rêzimana tirsê nehatîye derxistin, bi tenê nimandin û vegotina tirsê heye.

 Em dikarin bibêjin ku di romanê de perspektîfa qederparêzî û mutlaqiyetparêzî heye. Ev hevok, "Xwedê bi xwe ku navê wî Xwede ye, nikare rewşa vî welatî biguherîne" nîşanî me dide ku bawerî û hêvîya nîvîskar tune ye ku qeder û realîteya welêt biguhure. Lewma di romanê de ji bo rizgarbûna ji tirsê ti çareserî û perspektîfek nehatiye pêşniyazkirin.

Yek ji armanca sereke ya edebîyata lehengan ew e ku realîteya jîyan, civak û takekesan bide famkirin. Lê di vê romanê de nîvîskar rewşa realîteya bajarê xwe, welatê xwe qet nade famkirin, ji bilî vê yekê wan didarizîne; zem û reş dike, bi perspektîfa xwesergîrî û em dikarin bibêjin bi self-oryantalîzm nêzî metna xwe dibe.

Berî ku ez dest bi romanê bikim, hêviya min ew bû ku wekî kurdekî takekes ez xwe tê de bibînim. Jixwe di her xwendinê de xwesteka bingehîn a xwînerî/ê xweditîn e. Lê di romanê de wekî ferdekî kurd min xwe kêm caran dît. Ev roman her çi qas zimanê wê bi kurdîya kurmancî û navên lehengan bi kurdî be jî bi tenê wek hemwelatiyên Sûrîyeyê dikare deng li kurdên Rojavayê bike, ji bîlî wê roman deng li kurdan nake, ji bo kurdan nehatiye nivîsîn. Roman deng li du tiştan dike: yek li ereban û du li welatên ku bi dîktatoriyê tên birêvebirin. Jixwe dema roman tê xwendin welatên wek Koreya Bakurî tê bîra xwînerî.


 Ji ber çi deng li kurdan nake? Tirsa kurdan ji bindestiya wan tê. Di kurdan de tirsa serokekî dîktator tune ye, ji ber ku welatê wan hatîye dagirkirin, tirsa dagirkeran heye. Nîvîskar rastiya bindestiya netewe û dagirîya welatê xwe ji xwe re nekiriye mijar. Bi tenê di cihekî de peyva kurdî derbas dibe, ji bilî wê di tu cihan de peyvên wek kurd, kurdî û Kurdistan derbas nabin. Bajarên ku di romanê de derbas dibin bê nav in. Xwîner nizane qala kîjan bajarî tê kirin: bajarê kurdan an jî yê ereban. Navlênekirina bajaran, romanê dike bê nasname. Dîyardeya navlênekirina bajaran di romanên Firat Cewerî, Bextîyar Elî, Mehmed Uzunî de jî heye. Helîm Yusiv jî bi vê berhema xwe li wan kesan zêde dibe. Gelo çima nivîskar di romanên xwe de navên bajarên Kurdistanê diyar nakin? Ma qey ji bajarên xwe fedî dikin? Dema ku nav li bajaran neyê kirin berhemên wan zêdetir dibin gerdûnî? Di hejmara yekem Kovara Wêje û Rexneyê de Fexriya Adsay der barê navlênekirina bajarên ku di romanên Firat Cewerî de derbas dibin, gotarek têr û tije nivîsîye. Fexriya Adsay sedema navlêkirinê bi van hevokan behs dike: "Bîrewerîyek ku ji dûr ve bi çavekî derve li civaka xwe û welatê xwe dinêre, xwe weke xwediyê welatê xwe nabîne ku navekî lê bike, lê navê welatên din bi serbilindî bi lêv dike, lê dîsa jî qala rizgarkirina, rizgarbûn û azadîyê dike." Nivîskar di binhişê xwe de qebûl nake ku bindest e, dixwaze wek nivîskarên serdestan tev bigere. Di dinyayê de her bûnewer bi navê xwe tên nasîn, bi vî awayî ontolojîya wan saz dibe. Heqîqeteke ku navê wê tune ye hebûna wê çawa çêbe? 

 Di hejmara çarem a Kovara Kundê de Arafat Uygur nivîsek li ser romana Wehşê Di Hundirê Min De nivîsîye. Uygur cureya romanê wek dîstopîk kategorîze dike. Di edebîyata kurdî de ji hêla kategorîzekirinên romanan ve gelek gengeşî çêdibin. Bi min mesele ne cureyên romana kurdî ye anku bi kurdî kîjan cure roman hene an jî tune ne. Mesele ew e ku cureyên romana kurdî, di qada xwe de çi zêde kirine? Divê em hêza xwe ji kategorîzekirina romana kurdî zêdetir bidin vê yekê û di çarçoveya vê pirsê de li cureyên romana kurdî binêrin.

Gelo peresana nivîskarekî/ê çawa ye? Romana dawî ya nivîskarê divê ji yên berê baştir nebe? Geşedana nîvîskarekî/ê bi her romanekê her zêdê dibe an jî paşve diçe? Li gorî fehma min ku ez li gel vê yekê me, ez dibêjim qey kitêba dawî li gorî yên berî pêşketîtir û baştir e lê belê Wehşê Di Hundirê Min De nîşanî min da ku têgihîna min xelet e. Mirî Ranazin, Tirsa bê Diran,  Memê bê Zîn, Gava ku Masî Tî Dibin, Auslander Beg, 99 Morîkên Belavbûyî; min berê ev berhem giş xwendibûn. Dema ku romana dawî ya Helim Yusivî bi berhemên wî yên berî didim ber hev; ez dikarim bibêjim ku dubarekirin jixwe heye û paşveçûyîn heye. Lê ji bo vê tesbîtê nivîseke din û xwendineke berfirehtir pêwîst e.

Neafirînerîya Bahoz Baranî Di Berhama Wî ya Qîza Bavê Xwe De





Qîza Bavê Xwe sêyemîn kitêba çîrokan a Bahoz Baranî ye, berê jî bi navê A Baş û Derd du kitêbên wî hatibûn weşandin. Qîza Bavê Xwe ji Weşanxaneyê Wardozê derketîye, 114 rûpel e û ji çardeh çîrokan pêk tê.

Kîjan aliyên berhemê baş in? Ger em zorê bidin xwe em dikarin çi qas encamên baş û şîroveyên raserî derbixin. An jî berhema me bêyî ku em zorê bidin xwe, encamên baş û şîroveyên raserî jixweber dide me gelo? Wek xwînerê vê berhemê, ez bi xwe ji xwendina serê pêşî dikarim behsa van encamên baş bikim: Yek, zimanê çîrokan zimanekî folklorîk e lê... Du, çîrokên berhema me ji bo bîra me ya kolektîf û ji bo analîzên sosyolojîk malzeme dide me.

Nivîskarê berhema me Bahoz Baranî jî hemû hêz, enerjî û potansîyela xwe daye ku çîrokên xwe bi zimanekî folklorîk binivîse; ji zimanê wî bêhna tirkî qet nayê, zimanê xwe ji tesîr û sentaksa tirkî şûştiye. Ev yek nîyet û amanceke rast û pîroz e lê...

Ji ber çi? Bi rastî ji bo nivîskarên ku îro di bajaran de dijîn nivîsîna bi zimanekî folklorik tişteke zehmet û dijwar e. Çimkî di bajaran de mekan û habîtusên ku kurdî (kirdkî û kurmancî) tê de tê qisekirin pir kêm in. Piranî zimanê jîyana bajarî bi tirkî ye. Alîyê din, piranî zimanê xwendin û temaşekirina nivîskar û civaka me jî bi tirkî ne. Em mehkumê girtîgeha tirkî ne. Heta ku zimanê bajaran nebe kurdî ev mehkumiyet dê berdewam bike. Du tişt dikarin zimanê bajaran bikin kurdî: Yek, guhertina struktûra polîtîk e; du jî, edebîyat û huner in. Mînak, îro ji berhemên klasîk ên dinyayê 1000 berhem hatibûna wergerandin bo zimanê kurdî, him mehkumiyeta me ya tirkî ne ew qas giran bibûya him jî rewşa civak û edebîyata me pir cûda bibûya.

Metaryalên çîrokên berhama me qada folklora kurdî ya, nivîskarê me pişta xwe daye vê qade. Di piranîya struktûra çîrokên me de serpêhatî û mersele hene. Nivîskarê me bi tenê hinek lê zêde kirîye!.. Lewma ji bo çîrokên berhema me, mirov nikare bibêje çîrok in lê em nikarin bibêjin ne çîrok in jî, di nava çîrok û serpêhatî de mane. Pevxistin, afirînerî, kûrbûn, bi rengekî nû ji nû ve afirandin di çîrokên wî de tune ye. Her wiha di zimanê berhema me de teswirkirin tune ye, bes vegotin heye ku ev vegotin piştî çend çîrokan xwe dubare dike.

Nivîskarê me bi qasî ku hêz û potansîyela xwe daye zimanî, divê bi ew qasî jî bidaya naverok û şêwazê. Materyalên folklora kurdî modernîze bikira. Problema nivîskarê me ew e ku çîrokên xwe, meteyalên xwe yên folklorîk modernîze û bajarvanî nekirîye.

Edebîyata kurdî hem mecbur e ku pişta xwe bide folklora xwe hem jî divê folklora xwe ji nû ve biafirîne, modernîze bike û rengeke hunerî bide. Li ser peywendîya modernîzekirin û ji nû ve afirandina metaryalên folklorîkê ez du mînakan bidim; yek ji edebîyata kurdî yek jî ji edebîyata dinyayê. Di edebîyata kurdî de di berhemên Hesenê Metê de hewila modernîzekirin û ji nû ve afirandina metaryalên folklora kurdî heye. Mînak, di çîroka wî ya bi navê "Êş" de hem kod û têkilîyên civakê hem jî metaryalên folklorê ji nû ve hatibûn afirandin û bi saya vê yekê çîrokên xwe modernîze kiribû û bi rengeke hunerî xemilandibû. Di dinyayê de dema ku qala teknîka realîzma efsûnî tê kirin berî her tiştî Emerîkaya Latîn tê bîra mirov. Gabriel Garcia Marquez him ji çîrokên bav û kalikên xwe ji bo metaryalên folklora xwe re teknîkeke nû afirand ku ev teknîk gerdûnî jî bû, hem jî foklora neteweya xwe ji nû ve afirand û modernize kir.

Ji bo ku wekî Marquez ji nav kurdan jî nivîskar derkevin divê em çi bikin û çi bê kirin? Bi min, berî her tiştî, nîvîskar, şair û takekesên kurd bi qasî bilindahiya esman û kûrahîya axê xwedî arezûyan bibin. Ji bo ku hunermendên kurd ne xwedî arezûyên gewre ne berhemên binirx û hêja nayên afirandin.


* Ev nîvîsê berî li vir hatîye weşandin:http://candname.com/neafirineriya-bahoz-barani-di-berhama-wi-ya-qiza-bave-xwe-de/

Perspektîfeke Rizgarbûna Ji Trajedîyê Di Romana Ahmedê Hepo ya Bawerîyê De





Ez berhemên edebî yên nivîskarên kurd ên ku li derveyê Kurdistanê; li Ermenistanê, Gurcistanê, Qazaxistanê, Xorasanê û Azerbeycanê dijîn, gelekî meraq dikim. Hindê ku ji min tê ez dixwazim wan berheman bixwînim.

Li gorî baweriyekê ji nîv mîlyonan zêdetir kurd li Azerbeycanê dijîn. Kurdên ku li Azerbaycanê dijîn di mijarnameya welatê me de zêde cih nagirin. Em di heqê wan de hema hema tiştekî nizanin. Ji alîyê bîrewerî û nasnameya neteweya kurdî ve zêde serkeftî nîn in. Hişmendiya neteweyî li cem wan qels maye lewma pir asîmîle bûne. Entelejansîyeke wan a wekî Ermenistanê xurt tune ye. Bi tenê çend şair, nivîskar û rewşenbîr ji wir derketine. Ahmedê Hepo jî yek ji wan nîvîskarên kurd e ku di sala 1934an de li Azerbaycanê ji dayik bûye, hêj jî li wir dijî. Di nava kurdên bakurî de Ahmedê Hepo bi qasî yên Ermenîstanê nayê nasîn.

Bawerîya Ahmedê Hepo, cara yekem di sala 1990î de li Azerbeycanê, ji weşanxaneya Azernşer derketiye û cara duyem jî di sala 2013ê de li Bakurê welêt weşanxaneya Aramê ew çap kiriye. Çapa duyem bi tevahî 112 rûpel e. Ji xeynî Bawerîyê, bi navê Birîn û Hêsirên Xwînê du berhemên wî yên din jî li Bakur ji hêla weşanxaneya Peywendê ve hatine çapkirin.

Lehengê romanê Sulhedîn dema ku vedigere gund roman dest pê dike. Gava Sulhedîn digihîje gund, em ber bi rabirdûyê ve dest bi rêwîtîyekê dikin, em çi qas rûpelên romanê diqulibînin çîroka leheng û bûyerên romanê jî ew qas di hişê me de zelaltir dibin.

Di destpêka sedsala bîstan de kurdên bakurê Kurdistanê yên ku piranîya wan li herêma Serhedê dijiyan, pêşî sirgûnê Ermenistanê bûne, ji wir jî sirgûnê Azerbeycanê bûne. Wê çaxê Azerbeycan li bin bana YKSSyê ye û bûyerên romanê jî di gundekî wan kurdên sirgûnbûyî de derbas dibe. Mijarên romanê; evîn, sirgûnî, têkîlîyên di nava gundîyan de, jîyana wan, têkîlîya wan û dewletê, şerên êşîran û jîyana li bin desthilatiya sîstema komînîzmê ye.

Zimanê romanê, zimanekî rihkurd, bitehm û kêyfdar e. Bûyer û mijarên romanê bi vê zimanê saz dibin. Di rûpela 48an de nameyeke Sulhedîn ku ji dildara xwe re nivîsiye, ji hêjatîya zimanê berhemê perçeyekê nîşanî me dide: "Delala delalan, bedewa bedewan, rindika rindikan, Avgerdena min, te di dilê min de ji xwe ra hêlûna hub-hizkirinê çêkiriye. Boy te şeva min ne şev e, ne roja min roj e. Bejna te ye nîvçe, guliyên reş, çavên belek, eniya kever hey-hoy dilê min disotînin. Wekî rojekê guliyên te yên reş qevt kim û mîna kulîlkên çiyayên me behn kim, ez ê hetanî dawiya jiyana xwe bibime dergevanê te. Were bextê guliyên heta hetayê bispêre min, sond dixwim bi sonda mêraniya kalikê xwe, sond dixwim bi tirba Ahmedê Xanî ya ziyaret, sond dixwim bi namûs û mêrxasiya Kulîlk, hetanî di çavên min da ronahî hebe, di çogên min de zor hebe, ez ê bibim baxvanê wan guliyên reş! Delala min, were, were em destê xwe bidine destê hev û têkevine govenda emir. Bi dilekî fireh."
Ahmedê Hepo, bi bîrewerîyeke neteweyî nêzî mijar û bûyerên romana xwe dibe. Lê belê Ahmedê Hepo, di "li dewsa pêşgotinê" de jî dîyar dike ku: "Divê vê jî bêjim ev roman çi qasî jî bi ruhê welatparêziyê hatîbe nivîsandin jî dîsa bêhna Yekîtiya Sovêta berê jê tê." Ahmedê Hepo her çi qas yekser qala sansûrê nekirîye jî gava ku em romanê dixwînin tê digihîjin ku tê de sansûr heye. Di serdema Yekîtîya Sovyetan de de gelek nîvîskar û şair ji ber sansûra giran xwe kuştine. Ji ber ku kalê Sulhedîn, Hilo xwedî hîşmendîya netewî ye, hewildanên wî hene ku di nava êşîran de yekîtîyek û aqileke neteweyî pêk bîne lê berî ku bigihîje amanca xwe tê kuştin. Hilo berî mirina xwe di civata êşîran de li ser yekîtîyê van fikir û ramanan dide zanîn: "Qewm û pismamno, çawa hûn zanin, çendî û çend meqam, cureyên govendên me hene. Li dawetan tenê mirovekî nezan têkeve govendê, govend xera dibe, pêwîst e gişk bi hev ra bireqisin. Ax, xwezîka yekbûna me jî mîna govenda me bûya, bibûya halan û begeriya, gişkan dest bida destên hev û di govenda yekîtiyê de bireqisiyana..." Lê li dû kuştina wî di romanê de hewildanên neteweyî jî disekinin. Lê dîsa jî, wekî ku dibêjin, "Roman neteweyê diafirîne", bi rastî jî Ahmedê Hepo amanc kirîye ku bi saya romanê neteweyekê biafirîne, qe nebe hişmendiyeke bi vî rengî ava bike.

Di Youtubê de ji bo Dr. Qasimloyî bi navê Trajedîya Bêdawî helbestek hatîye belavkirin. Bi rastî jî dîroka me tekerûra trajedîyeke bêdawî ye. Gelo vê trajedîya bêdawî em ê çawa bi dawî bikin? Tekerûra dîrokê em ê çawa bişkînin? Trajedîya me ya bêdawî îro herî giran li welatê me yê Rojavayê xwe carbare dike.

Bawerî, romaneke trajîk e. Trajedîya neteweyek e. Trajedîya malbatek e. Trajedîya sirgûnê ye. Trajedîya bêdewletîyê ye... Trajedîyeke ew qas kûr û har, di her carbarkirina xwe de ne ji sifirê, ji binê sifirê dest pê dike. Ahmedê Hepo, ne bi rihekî têkçûyî, melankolîk, mazoşîst û bêhêvî lê belê bi rihekî keyfberz û keyfxweş û bi ûslubekî erênî û avaker xwestîye bi zindîkirina bawerîyê xwe ji vê trajedîye rizgar bike. Tunêbûna xeyal û hêvîyê û ne bawerîya rizgariyê ji koletîyê jî xirabtir e. Zindîbûn û hêbûna bawerîyê, rizgarî û azadîyê tîne: "Ax, dibên bawerbûn tu caran mirov di nîvê rê de nahêle, çogên mirov naşkîne û timî rih dide ber rihê mirovan, wekî ew bijî... Rast e, an na, nizanim, lê bawerî ne rastî ye, ew tiştekî din e. Ya îro baweriya min a salan e, ya ku rih di der dilê min da dianî, ya ku rojên giran ji min re dibû pişt û rast diqewimî." Bawerî heqîqat û realîteyê çêdike.

* Nîvasa herî  dawî min ji malpera Diyarnameyê şandibû ev bû lê  ev nîvîs li serê malperê hatî li vir hat weşandin: http://diyarname.com/news.php?Idx=39183  Ev du beşê dawî hatîbû jêbirin. Sedemê wî birinê bi peyam min ji edîtorê malperê Cemîl Oguzê pirsî lê ti bersivek neda min. Wî birinê min wekî sansurê qebul kir ji şunda min ti nîvîsê ne şandin Diyarnameyê. 

Têkîlîya bawerî û azadîyê çi ye?

Wergera kurmancî ya romana Milan Kundera ya bi navê Nezanîn ji hêla weşanxaneyê Rûpelê ve hatiye amadekirin. Ji wê romanê hevokek heye ku ez qet ji bîr nakim: "Hemû êşên me ji bêhêvîtîye tên." Belê wek vê gotinê, hemû êşên me yên kurdan jî bêbawerîya azadîyê tê, me bawerîya azadîya xwe winda kirîye, em şer dikin, têdikoşin, xebat dikin lê em bawer nakin ku em ê xwe ji bindestîyê rizgar bikin. Gelo kengî û li ku bawerîya azadî û rizgariya me hatîye tunekirin? Li Botanê, li Koçgirîyê, li Pîranê, li Agirîyê, li Mahabadê, li Dêrsimê..? Gelek pêwîst e ku em baweriyê ji gelek hêlan ve problematîze bikin.

Di van salên dawî de li cem kurdan bawerîya azadiyê li Başûr û Rojavaya nîştîmanê zindî bûbû. Du sal berî niha, ev hêvî pêşî li Başûr şikestinek xwar û di van rojan de jî li Rojavayê rû bi rûyê têkçûn û şikestinekê ye!...
Têkçûn û şikestinên me bi çi qasî giran bibin jî encam çi dibe bila bibe, divê di mejî û dilê me de bawerîya rizgarî û azadîya me her tim geş be.

Gelo çirûskên "Bijareyên Kovara Ziryabê" bê bibin agir?



Yekemîn kovara muzîka kurdî Ziryabê di hejmara xwe ya yekem de eşkere kiribû ku dê "Pêşbaziya Muzîkê Ya Ziryabê" li dar bixe.  Di encama pêşbaziyê de bi navê “Bijareyên Kovara Ziryabê” albumek hem wekî CD ligel hejmara sêyem a kovarê hem jî di platformên medyaya civakî de hat belavkirin. 
Di albumê de yanzdeh stran hene, yek ji wan bi kirdkî, yek bi soranî û yên din jî bi kurmancî ne. Album hem bi kalîte û estetîk e hem di albumê de çirûskên afirînerî, nûxwazî û guhertinên mezin hene û hem jî her stranbêjê albumê di strana xwe de dide hîskirin û nîşandayîn ku cewhera muzîkjenî û hewldana arezû û endîşeyên afirandina muzîka hunerî di xwe de dihewîne.
Di albuma “Bijareyên Kovara Ziryabê” de çirûskên afirînerî, nûjenxwazî û çirûskên guhertinên mezin çi ne? 
Di muzîka kurdî ya îroyîn de krîza neafirandin û xwedubarekirinê heye. Dema ku tiştên nû nehatin afirandin ên heyî tên mezaxtin. Di muzîka kurdî de hunermendên afirîner pir kêm in. Îro mirov dikare bibêje ku piraniya muzîka kurdî bûye ji nû ve şirovekirin; kilam û stranên gelêrî û yên hunermendên berê ji nû ve tên şirovekirin.  Li aliyê din jî endîşe û arezûya afirandina muzîkeke hunerî û baş tune ye, a populerbûnê heye. Stranbêj dixwazin bi ji nû ve şirovekirinê bibin populer. Populerbûn dahatû û geşedana fenomena muzîkê zêde nake, tenê xwestina xelaskirina rojê heye û bazirganî ye. Hinek stranbêjên kurd ên xwedî cewher û potansiyel hewl nadin ku tiştekî nû biafirînin û bi ji nû ve şirovekirinên stranan xwe qetil dikin... 
Lê dema ku em guh didin stranbêjên Bijareyên Kovara Ziryabê em dibînin ku di wan stranbêjan de arezû û endîşeya zêdekirin û pêşvexistina fenomena muzîka kurdî heye. Hewl didin ku di muzîka kurdî de tiştên nû biafirînin. Di albumê de çirûskên afirandina gotinên stranên nû, terzên muzîka nû, stranên nû û rêbazên nû diyar in.
Di muzîka kurdî de gotinên stranan hev dubare dikin û qels in. Gotinên stranan ku dilê guhdaran rehet û honik bikin pir kêm in. Di muzîka kurdî de çima gotinên stranên bihêz û xweş nayên nivîsandin? 
Yek, muzîka kurdî wekî erebesk, polîtîk, gelêrî û hunerî kategorîze dikim. Muzîka kurdî ya hunerî li gorî ya erebesk û polîtîk pir qels maye. Sedem jî ew e ku di nava muzîka erebesk û polîtîk de difetise, di bin hegemonyaya wan de maye. Gotinên stranên muzîka erebesk û polîtîk hema hema hemû hev teqlîd, kopya û dubare dikin. Ji ber ku muzîka kurdî ya hunerî bi paş ve maye, gotinên stranan baş nayên nivîsandin. 
Du, piraniya muzîkjenên kurd helbesta kurdî, romana kurdî, çîroka kurdî naxwîne, haya wan jî jê tune ye. Edebiyata zimanê muzîka xwe nizane. Ma çawa gotinên stranên baş bên nivîsandin? 
Sê, di çend salên dawî de helbestên kurdî zêde tên stranîzekirin. Stranbêj bi xwe naxebitin, xwe naêşînin, gotinên stranên nû nanivîsin û helbestên kurdî didin ber xwarinê. Lê diviya stranbêjên kurd pişta xwe bidana helbesta kurdî, jê sûd werbigirtina û bi wî hawî gotinên stranên baş binivîsandina.  Stranîzekirina helbestên kurdî cureyekî tiralî ye. Ez nabêjim bila helbestên kurdî stranîze nebin, bila stranîze bibin, problem ne ev e. Problem ew e dema ku helbesteke kurdî stranîze bû, stranbêj çiqas kariye heqê helbestê bide? Ji xeynî çend mînakan, piranî heqê helbestê nayê dayîn; gotinên helbestan pir bihêz û kûr in lê muzîka stran û muzîkjen qels dimîne.
Çar, sedema sereke tiralî ye, ji nû ve şirovekirina stranan yanî “hazira konmak” e. Ji nû ve şirovekirin potansiyel û kapasîteya takekesî dîrekt dikuje. 
Pênc, di nava kurdan de afirîneriya takekesî pir qels û bi paş de maye, girseyî nebûye. 
Di albûma Bijareyên Kovara Ziryabê de afirîneriya gotinên stranan berbiçav e. Gotinên stranên albumê asta gotinên stranên kurdî bilind û zêde kiriye. Di albûmê de gotinên stranan her stranbêjekî baş û rind in. Dilê mirov hênik dikin, kula mirov derdixin, êşa mirov parve dikin.
Ji albumê mînaka gotinên strana Teşqele bi navê Bi Kîjan Meqamî favoriya min e. Hem gotinên wê hem muzîka wê û hem jî îcrakirina wê gelek serkeftî ye. Di muzîka kurdî de jî rengekî nû ye. Jiyanê, hîsan, tiştan, hêmayan, encaman, erenîkirin an jî nerenîkirin, trajedîzekirin an jî komedîzekirin bi watedarkirina mirovê re çêdibe. Mirov dikare jiyanê erênî jî nerênî jî bike. Encama eşqekê dema ku jihevberdan, terkkirin, cudabûn, jihevveqetan, çûyîn, windakirin çi dibe bila bibe, a girîng, kîjan hunerî dibe bila bibe divê encamê eşqê neyê trajedîze û dramatîzekirin e. Çimkî huner divê ne teqlîdkirin û kopyakirina rastiyan be. Mînak, di piraniya muzîka kurdî de encama her eşqê û jiyanê tê nerênîkirin, trajedîze û dramatîzekirin. Lê di strana Bi Kîjan Meqamî de encama eşqekê nehatiye trajedîze û dramatîzekirin. Encama eşqê bi fehm û nêzîkbûneke din hatiye watedarkirin. Kêfa mirovî bilind û geş dike. Di stranê de windakirina eşqekê hatiye îronîzekirin. Ji stranê risteya, “Bi halê xwe dikeniya(n)” Ji ber rewşa ku tê de ye xwe nekiriye mazoşîst û melankolîk,reben û belengaz.
Di albumê de gotinên “Xelîn”a Ferît Sevîm, “Êsîr”a Serdar Alaz, “Balada Şivanekî” ya Vedat Taniş, “Xwazgînî”ya Rizgar Akan, “Şev”a Azîz Arslan, “Rojbûna Te Pîroz Be” ya Omer Ayhan û “Şewê Bêhewnî” ya Nidia Visser gelekî serkeftî ne.  Li aliyê din jî ji bilî yek an jî du stranên albumê yên rihê şikestî û melankolîk, stranên din ne melankolîk, mazoşîst, ne xembar û ne bêneqeb in; tiştek nikare bê kirin, tiştek nayê guhertin.
Divê li vir em vê pirsê bikin: Gelo dewama vê afirandinê dê were an na ew stranbêj jî dê bi ji nû ve şirovekirinê xwe qetil bikin?
Di hemû stranbêjên albumê de xwestin û arezûya lêgerîna terzê nûjenxwaziyê heye. Strana Ferît Sevîm a “Xelîn” bi terzê bluesê gelekî baş hatiye îcrakirin. Di hinek formên muzîka kurdî ya gelêrî de bi şêwaza bluesê stran tên gotin lê blues di muzîka kurdî de pêş neketiye. Sedem jixwe diyar e: Muzîka kurdî ya hunerî di nava ya arabesk û polîtîk de dihetike û muzîka kurdî ya modern pişta xwe nedaye muzîka gelêrî, ji wê dûr ketiye. Bo min, tu terzê din ê muzîkê ne bi qasî bluesê azadker e û kêf û hezkirina jiyanê geş nake. Gelo çima di muzîka kurdî de terzekî wilo yê azadker û kêfgeş tune ye?
Çirûskên guhertinên mezin... Krîza muzîka kurdî çi ye? Krîza muzîka kurdî di nava xwe de ji çend krîzan pêk tê. Muzîka kurdî dema ku ji tradîsyona xwe ya hezar salan qetiya, ligel qetandina krîza ontolojîk, krîza bêkokî û krîza biyanîbûna xwe jî derket holê. Lewma di muzîka kurdî ya îro de stran, kilam û stranbêjên baş û gerdûnî dernakeve. Di encama vê krîzê de îro muzîka kurdî çawa ye? Muzîkeke erebesk, polîtîk, teqlîdker, wekî pîne, xwe-dantesdîqkirin, xweîfadeker, neazadker, xemhez, êşhez û kulhez, nekêfgeş û nekêfberz; muzîkeke ku tiştên nû naafirîne, xwe dubare dike...  Li derveyî wan stranbêjan albumên çend kesên ciwan ên din jî hene wekî Stran Sevîk, Xoser...  Ev stranbêj dikarin muzîka kurdî ji vê krîza ku îro tê de ye derxin. Struktûra muzîka kurdî ya melankolîk, mazoşîst, êşhez û xembar biguherînin. Ji bo muzîka kurdî dikarin bibin mîladek...
Çima di muzîkjenên kurdan de afirîneriya takekesî tune ye? Muzîkjenên kurd, muzîkê bê felsefe dikin. Mînak, muzîkjenek bi terzê Jazzê muzîka kurdî dike, em ji wî/wê bipirsin: Jazz çi ye? Dîroka Jazzê çi ye? Hunermendên baş ên Jazzê kî ne? Felsefeya Jazzê çi ye? Fonksîyona Jazzê çi ye? Struktûra Jazzê çi ye? Jazz bi kurdî divê çawa be, bi kurdî em dikarin Jazzê çawa kurdîwar û dewlemend bikin?  Bi tetmînkarî jixwe nikare bersiva pirsên me bide, bi kûrahî xwe li ser wan pirsan neêşandiye. Dema ku bi Cazzê bi kurdî muzîkê dike, tiştekî bêhnteqlîdî derdikeve holê. 
Aliyê qels ê albumê; bêhneke teqlîdker û amatorî jê tê, negihîştiye qonaxa reseniyê lê ji bo destpêkê normal e. A ku divê bê problematîzekirin; stranbêj dê albumên xwe di pêşerojê de bigihînin asta resenîbûnê an negihînin!..
Di salên dawî de, yek ji albumên herî baş ên kurdî yên ku wekî guhdarekî muzîka kurdî min guhdar kiriye “Bijareyên Kovara Ziryabê” ye. Ez spasiya hemû kedkarên vê albumê dikim. Bi hêviya albûmên baştir...
* Ev nîvîsê berî li vir hatîye weşandin:http://diyarname.com/news.php?Idx=39125

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...