Berhema nû ya çîrokan a Enwer Karahanî bi navê Şapat, di meha cotmeha sala 2019an de ji nav Weşanên Avestayê derket. 109 rûpel in, tê de dozdeh çîrok hene.
Navê çîrokê nayê bîra min, çîroka yekem a Enwer Karahanî, cara yekem
min di hejmareke Kovara Şewçilayê de bi kurdiya zazakî xwendibû. Di havîna sala
2013ê de jî min berhema wî bi navê Mêlav
xwendibû. Heta berhema wî ya dawî ya bi navê Şapat careke din têkiliya min bi berhemên wî re çênebû. Lê tiştê ku
der barê berhemên wî de, di bîra min de mabû; dewlemendiya kurmancî û tehmdayîn
û hîsdayîna ruhê kurdiya wî bû.
Enwer Karahan di berhema xwe ya Şapatê
de hem kurmanciya xwe dewlemendtir û bitehmtir kiriye û hem jî bikaranîna
kurmancî pêşve biriye û firehtir kiriye. Zimanê wî xwe dide hîskirin, çîrokên
berhema wî wekî filmî li ber çavên me xwîneran zindî dibe. Xwîner xwe di nava
çîrokan de dibîne û çîrok jî dibin parçeyekî wî. Ka binêrin di çîroka Gunehkarî de bi peyvên cografîk çawa
çîrokeke erotîk vegotiye:
“Bedenên me xwe li pey hev pêça û zêdayiyên laşê
min di kort û newalên canê wê yê spîboz û nerm de çikiyabû. Ez li ser defa
sînga wê bûbûm mîna zîhayekî, di her hilatin û dahatinekê de teşkên min li ser
bedena wê dibûn qarmîçe û hezîran. Şirîna xwêdana bi bedenên tazî ve diherikî
ku qirş û qal ber bi wê lehiya diketin, li qeraxa newalekê digewimî û bi pêleke
mezin re diteqiya. Ne kevir û kuçikan û ne jî tu dar û deviyan xwe li ber wî
çemê şîr û hunguvî digirt.” (r. 80)
Çîrokên Şapatê çîrokên sosyolojîk in. Çîrokên Şapatê xwe li ser pirsgirêkên sosyolojîk ava kiriye. Bi min du
taybetmendiyên çîrokên Şapatê hene.
Yekem, nivîskar bi hostayetî aliyên komîk ên pirsgirêkên sosyolojîk nîşanî xwîneran dide: Çawa dibêjin “di nava başiyê
de xirabî û di xirabiyê de başî heye.” Heman demê di nava trajediyê de komedî û
di komediyê de jî trajedî heye. A duyem
jî, nivîskar wekî teknîkê meseleyên çîrokên xwe bi xwîneran dide fikirandin. Di
xwînerên xwe de problematîkan çêdike. Nivîskarî çîrokên xwe li ser fikirandinê
saz kirine û wî xwe kiriye pasîv, xwînerên xwe kiriye aktîv. Enwer Karahan
dixwaze bi çîrokan di dinyayê de hinek tiştan biguherîne. Derdekî wî heye ku
dixwaze bi çîrokan ji derdê xwe re derman bibîne.
Çima nivîskarek xwe wekî mamoste û feylesof dibîne; dixwaze xwînerên
xwe bide fikirandin. Ma qey pêwîstiya nivîskarî bi vî tiştî heye? Di edebiyata
kurdî de piraniya nivîskaran û şaîran xwe zêdetir wekî mamosteyî dibîne, ne
wekî şaîr û nivîskarî.
Enwer Karahan bi perspektîveke nû nêzî pirsgirêkên sosyolojîk nebûye û
ji bo pirsgirêkan ti çareseriyê pêşkeş nake. Lewma di çîrokên Şapatê de nûjenî tune ye. Gelo nivîskar
mecbûr e ku çareseriyek û perspektîveke nû bide xwînerî? Erê!.. Dibe ku karê
edebiyatê yê sunet fikirandin be lê karê wê yê ferz nûjenî û asovekirin e. Edebiyat an jî hunereke din divê her
bikare gotineke nû bibêje, çareserî û perspektîvên nû pêşkeş bike, bi çavekî
din dinya û tiştan bibîne. Jonah Lehrer di kitêba xwe ya bi navê Proust Bir Sinirbilimciydi de nîşanî me
dide ku pirsên ku zanist ketiye pey wan, edebiyatê çawa berî gelek salan bersiva
wan daye.
Dema ku mirov Enwer Karahanî dixwîne hem bi
mirovî dide hîskirin û nîşankirin hem jî mirov di dilê xwe de dibêje, “hêz û
potansiyela wî heye ku ew dikare di gelek mijarên cur bi cur de çîrokan
binivîse” lê dema ku nivîskarek di binhişê xwe de xwe wekî mamosteyî bibîne û
tevbigere, ji ber vê nikare çîrokên nûjen binivîse û dikeve dubarekirinê.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder