Qîza Bavê Xwe sêyemîn kitêba çîrokan a Bahoz Baranî ye, berê
jî bi navê A Baş û Derd du kitêbên wî hatibûn weşandin. Qîza Bavê Xwe ji
Weşanxaneyê Wardozê derketîye, 114 rûpel e û ji çardeh çîrokan pêk tê.
Kîjan aliyên berhemê baş in? Ger em zorê bidin xwe em
dikarin çi qas encamên baş û şîroveyên raserî derbixin. An jî berhema me bêyî
ku em zorê bidin xwe, encamên baş û şîroveyên raserî jixweber dide me gelo? Wek
xwînerê vê berhemê, ez bi xwe ji xwendina serê pêşî dikarim behsa van encamên
baş bikim: Yek, zimanê çîrokan zimanekî folklorîk e lê... Du, çîrokên berhema
me ji bo bîra me ya kolektîf û ji bo analîzên sosyolojîk malzeme dide me.
Nivîskarê berhema me Bahoz Baranî jî hemû hêz, enerjî û
potansîyela xwe daye ku çîrokên xwe bi zimanekî folklorîk binivîse; ji zimanê
wî bêhna tirkî qet nayê, zimanê xwe ji tesîr û sentaksa tirkî şûştiye. Ev yek
nîyet û amanceke rast û pîroz e lê...
Ji ber çi? Bi rastî ji bo nivîskarên ku îro di bajaran de
dijîn nivîsîna bi zimanekî folklorik tişteke zehmet û dijwar e. Çimkî di
bajaran de mekan û habîtusên ku kurdî (kirdkî û kurmancî) tê de tê qisekirin
pir kêm in. Piranî zimanê jîyana bajarî bi tirkî ye. Alîyê din, piranî zimanê
xwendin û temaşekirina nivîskar û civaka me jî bi tirkî ne. Em mehkumê
girtîgeha tirkî ne. Heta ku zimanê bajaran nebe kurdî ev mehkumiyet dê berdewam
bike. Du tişt dikarin zimanê bajaran bikin kurdî: Yek, guhertina struktûra polîtîk
e; du jî, edebîyat û huner in. Mînak, îro ji berhemên klasîk ên dinyayê 1000
berhem hatibûna wergerandin bo zimanê kurdî, him mehkumiyeta me ya tirkî ne ew
qas giran bibûya him jî rewşa civak û edebîyata me pir cûda bibûya.
Metaryalên çîrokên berhama me qada folklora kurdî ya,
nivîskarê me pişta xwe daye vê qade. Di piranîya struktûra çîrokên me de
serpêhatî û mersele hene. Nivîskarê me bi tenê hinek lê zêde kirîye!.. Lewma ji
bo çîrokên berhema me, mirov nikare bibêje çîrok in lê em nikarin bibêjin ne
çîrok in jî, di nava çîrok û serpêhatî de mane. Pevxistin, afirînerî, kûrbûn,
bi rengekî nû ji nû ve afirandin di çîrokên wî de tune ye. Her wiha di zimanê
berhema me de teswirkirin tune ye, bes vegotin heye ku ev vegotin piştî çend
çîrokan xwe dubare dike.
Nivîskarê me bi qasî ku hêz û potansîyela xwe daye zimanî,
divê bi ew qasî jî bidaya naverok û şêwazê. Materyalên folklora kurdî modernîze
bikira. Problema nivîskarê me ew e ku çîrokên xwe, meteyalên xwe yên folklorîk
modernîze û bajarvanî nekirîye.
Edebîyata kurdî hem mecbur e ku pişta xwe bide folklora xwe
hem jî divê folklora xwe ji nû ve biafirîne, modernîze bike û rengeke hunerî
bide. Li ser peywendîya modernîzekirin û ji nû ve afirandina metaryalên
folklorîkê ez du mînakan bidim; yek ji edebîyata kurdî yek jî ji edebîyata
dinyayê. Di edebîyata kurdî de di berhemên Hesenê Metê de hewila modernîzekirin
û ji nû ve afirandina metaryalên folklora kurdî heye. Mînak, di çîroka wî ya bi
navê "Êş" de hem kod û têkilîyên civakê hem jî metaryalên folklorê ji
nû ve hatibûn afirandin û bi saya vê yekê çîrokên xwe modernîze kiribû û bi
rengeke hunerî xemilandibû. Di dinyayê de dema ku qala teknîka realîzma efsûnî
tê kirin berî her tiştî Emerîkaya Latîn tê bîra mirov. Gabriel Garcia Marquez
him ji çîrokên bav û kalikên xwe ji bo metaryalên folklora xwe re teknîkeke nû
afirand ku ev teknîk gerdûnî jî bû, hem jî foklora neteweya xwe ji nû ve
afirand û modernize kir.
Ji bo ku wekî Marquez ji nav kurdan jî nivîskar derkevin
divê em çi bikin û çi bê kirin? Bi min, berî her tiştî, nîvîskar, şair û
takekesên kurd bi qasî bilindahiya esman û kûrahîya axê xwedî arezûyan bibin.
Ji bo ku hunermendên kurd ne xwedî arezûyên gewre ne berhemên binirx û hêja
nayên afirandin.
* Ev nîvîsê berî li vir hatîye weşandin:http://candname.com/neafirineriya-bahoz-barani-di-berhama-wi-ya-qiza-bave-xwe-de/
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder