Dema
ku dost an jî hevalekî/e min kitêbekê dîyarî min dike demildest dixwazim vê
kitêbê bixwînim. Hevaleke min a jidil romana dawî ya Helîm Yûsiv di rojeke
dawîya meha Gulanê de li Mêrdînê dîyarî min kir. Ev roman, Wehşê Di Hundirê Min De ye, di sala
2018an de ji weşanxaneya Peywendê derketîye û ji 144 rûpelan pêk tê.
Mekanê
romanê Sûrîye ye, dema wê rasterast nehatîye dîyarkirin lê em ji bûyeran derdixin
ku dema romanê ji sala 1971an dest pê dike heta sala 2016-2017an berdewam dike.
Teqrîbî dîroka çil salên dawî yên dewleta Sûrîyeyê ji romanê re bûye mijar. Li
Sûrîyeyê sîstema dîktatoryal di sala 1971an de bi derbeya Hafiz Esed dest pê
dike, di sala 2000an de li dû mirina wî kure wî Beşar Esed cîyê wî digire, heta
şerê naxweyîyê Sûrîyeyê ku di sala 2010an de derket, berdewam dike, heta îro jî
Sûrîye bûye qada şerê.
Nîvîskar
rasterast wehşîtiya sîstema welatekî dîktatoryal ji xwe re kiriye problem. Di
welatekî dîktatoryal de psîkolojî, têkîlîya takekesan û jîyana civakî çawa ye? Di
vê romanê de nivîskar xwestiye bersivên van pirsan bide. Roman xwe li ser welatekî
antîdemokrat, totalîter û dîktator ava kiriye. Welatê ku ji roman re bûye mekan
ne welatekî dîktatoryal bûya ev roman jî nedihat nivîsandin.
Tirs
puxteya sîstema dîktatoryal e, civak û takekesên ku di vê sîstemê de dijîn bi
tirsê tên rarê xistin. Di vê sîstemê de tirs ne tişteke takekesî an jî girseyî
ye, tirs sosyalîze dibe; di her derê civakê de tirsa sîstemê heye. Sîstem
dixwaze tirs her tim zindî be. Ji ber wê di romanê de temaya sereke tirs e.
Roman jî bi vegêrranê tirsê wekî panoramaya bîranîn û bibîrxistinên çil salên
dawî yên Sûrîyeyê pêk tê. Tiştên wehşî tirsê tematîze dikin. Em dikarin bi vî
rengî jî bibêjîn; dîktatorek, polîsek, bavek, mamosteyek, mêrek, patronek,
kujerek di hundirê takekesan de ye.
Lê di romana Helîm Yusivî de tirsa sereke;
tirsa sîstema serokê dîktator e. Roman bi zayîna leheng Salar dest pê dike. Jidayikbûna
wî gelek bi zehmet dibe; di malê de zayîn pêk nayê, bavê wî bi erebeyekê diya
Salarî dibe nexweşxaneyê û di rê de gava li ber peykera “serokê nemir" derbas dibin Salar çavên xwe li dinyayê vedike.
Peykera serokî heta ku tê hilweşandin ji bo Salar dibe sedema tirsê.
Tirs di her derê welatê dîktatoryal de ye
lê di romanê de bi tenê bi rêya peykerê serokî, xewnên lehengan û di çend cîyên din de tirs tê
nîşandan. Di romanê de hem di dema zaroktîya
hem jî dema xortanîya Salar de tirs di heman rêjeyê de ye, naguhere.
Tirs bi rêjeyeke bilind, şêwazeke cîyawaz nayê nîşandan û hîskirin. Ji ber wê
vegêrrana tirsê pir qels maye. Alîyê din jî bersiva pirsa, herkes çima ditirse nehatiye vekolîn. Anatomîya, rêzimana tirsê
nehatîye derxistin, bi tenê nimandin û vegotina tirsê heye.
Em dikarin bibêjin ku di romanê de
perspektîfa qederparêzî û mutlaqiyetparêzî heye. Ev hevok, "Xwedê bi xwe ku navê wî Xwede ye, nikare rewşa vî welatî
biguherîne" nîşanî me dide ku bawerî û hêvîya nîvîskar tune ye ku
qeder û realîteya welêt biguhure. Lewma di romanê de ji bo rizgarbûna ji tirsê
ti çareserî û perspektîfek nehatiye pêşniyazkirin.
Yek ji armanca sereke ya edebîyata
lehengan ew e ku realîteya jîyan, civak û takekesan bide famkirin. Lê di vê romanê
de nîvîskar rewşa realîteya bajarê xwe, welatê xwe qet nade famkirin, ji bilî
vê yekê wan didarizîne; zem û reş dike, bi perspektîfa xwesergîrî û em dikarin bibêjin bi
self-oryantalîzm nêzî metna xwe dibe.
Berî ku ez dest bi romanê bikim, hêviya
min ew bû ku wekî kurdekî takekes ez xwe tê de bibînim. Jixwe di her xwendinê
de xwesteka bingehîn a xwînerî/ê xweditîn e. Lê di romanê de wekî ferdekî kurd
min xwe kêm caran dît. Ev roman her çi qas zimanê wê bi kurdîya kurmancî û
navên lehengan bi kurdî be jî bi tenê wek hemwelatiyên Sûrîyeyê dikare deng li kurdên
Rojavayê bike, ji bîlî wê roman deng li kurdan nake, ji bo kurdan nehatiye
nivîsîn. Roman deng li du tiştan dike: yek li ereban û du li welatên ku bi
dîktatoriyê tên birêvebirin. Jixwe dema roman tê xwendin welatên wek Koreya
Bakurî tê bîra xwînerî.
Ji ber çi deng li kurdan nake? Tirsa
kurdan ji bindestiya wan tê. Di kurdan de tirsa serokekî dîktator tune ye, ji
ber ku welatê wan hatîye dagirkirin, tirsa dagirkeran heye. Nîvîskar rastiya bindestiya
netewe û dagirîya welatê xwe ji xwe re nekiriye mijar. Bi tenê di cihekî de
peyva kurdî derbas dibe, ji bilî wê di tu cihan de peyvên wek kurd, kurdî û
Kurdistan derbas nabin. Bajarên ku di romanê de derbas dibin bê nav in. Xwîner
nizane qala kîjan bajarî tê kirin: bajarê kurdan an jî yê ereban. Navlênekirina
bajaran, romanê dike bê nasname. Dîyardeya navlênekirina bajaran di romanên
Firat Cewerî, Bextîyar Elî, Mehmed Uzunî de jî heye. Helîm Yusiv jî bi vê
berhema xwe li wan kesan zêde dibe. Gelo çima nivîskar di romanên xwe de navên
bajarên Kurdistanê diyar nakin? Ma qey ji bajarên xwe fedî dikin? Dema ku nav
li bajaran neyê kirin berhemên wan zêdetir dibin gerdûnî? Di hejmara yekem Kovara Wêje û Rexneyê de Fexriya Adsay
der barê navlênekirina bajarên ku di romanên Firat Cewerî de derbas dibin,
gotarek têr û tije nivîsîye. Fexriya Adsay sedema navlêkirinê bi van hevokan
behs dike: "Bîrewerîyek ku ji dûr ve
bi çavekî derve li civaka xwe û welatê xwe dinêre, xwe weke xwediyê welatê xwe
nabîne ku navekî lê bike, lê navê welatên din bi serbilindî bi lêv dike, lê
dîsa jî qala rizgarkirina, rizgarbûn û azadîyê dike." Nivîskar di
binhişê xwe de qebûl nake ku bindest e, dixwaze wek nivîskarên serdestan tev bigere.
Di dinyayê de her bûnewer bi navê xwe tên nasîn, bi vî awayî ontolojîya wan saz
dibe. Heqîqeteke ku navê wê tune ye hebûna wê çawa çêbe?
Di
hejmara çarem a Kovara Kundê de Arafat Uygur nivîsek li ser romana Wehşê Di Hundirê Min De nivîsîye. Uygur
cureya romanê wek dîstopîk kategorîze dike. Di edebîyata kurdî de ji hêla
kategorîzekirinên romanan ve gelek gengeşî çêdibin. Bi min mesele ne cureyên
romana kurdî ye anku bi kurdî kîjan cure roman hene an jî tune ne. Mesele ew e
ku cureyên romana kurdî, di qada xwe de çi zêde kirine? Divê em hêza xwe ji
kategorîzekirina romana kurdî zêdetir bidin vê yekê û di çarçoveya vê pirsê de
li cureyên romana kurdî binêrin.
Gelo peresana nivîskarekî/ê çawa ye? Romana
dawî ya nivîskarê divê ji yên berê baştir nebe? Geşedana nîvîskarekî/ê bi her
romanekê her zêdê dibe an jî paşve diçe? Li gorî fehma min ku ez li gel vê yekê
me, ez dibêjim qey kitêba dawî li gorî yên berî pêşketîtir û baştir e lê belê
Wehşê Di Hundirê Min De nîşanî min da ku têgihîna min xelet e. Mirî Ranazin, Tirsa bê Diran, Memê bê Zîn, Gava ku Masî Tî Dibin, Auslander
Beg, 99 Morîkên Belavbûyî; min berê ev berhem giş xwendibûn. Dema ku romana
dawî ya Helim Yusivî bi berhemên wî yên berî didim ber hev; ez dikarim bibêjim
ku dubarekirin jixwe heye û paşveçûyîn heye. Lê ji bo vê tesbîtê nivîseke din û
xwendineke berfirehtir pêwîst e.
Ev nîvîsê berî li vir hatîye weşandin :http://candname.com/romana-helim-yusiv-a-wehse-di-hundire-min-de-deng-li-kurdan-nake/
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder