Weşanxaneya Avestayê di deh rojên dawî yên sala 2019an de
kampanyayeke erzaniyê çêkir; hemû kitêbên xwe ji sedî 40 bi erzanî difirotin.
Çend roj mabûn ku em bikevin sala 2020an, li Stenbolê, ez çûm cihê Weşanxaneya
Avestayê û min ji xwe re heft kitêb kirîn: Generalê
Payîzê ya Mihemed Omer Osmanî, Bêbavîya
Şêxo Fîlîkî, Gemalaya Xusrew Cafî, Dûpişkêya Burhan Tekî, Em Li Vir in ya Beroj Akreyî, Saturna Remezan Alanî û Eski İstanbul
Kürtleri ya Rohat Alakomî.
Demeke dirêj e min dixwest Bêbavîya Şêxo Fîlîk bixwînim, ji ber vê, min berî hemûyan dest bi
xwendina wê kir.
Kitêba çîrokan a Şêxo Fîlîkî, Bêbavî di sala 2015an de hatiye weşandin, ji heft çîrokan pêk tê û
68 rûpel in.
Piştî ku min dest bi
xwendina Bêbavî kir, ewqas li xweşa
min çû ku min nexwest kitêb xelas bibe lê min di bêhnekê de xwend. Min ji xwe
re got, “xwezî min ev kitêb ji zû ve bixwenda.” Her çîrokeke Bêbavî ji ya din xweştir û bikeyftir e.
Bêrîkirin arezûya jinûvejiyîna kêliyekê, demekê û tiştekî ye. Zimanê Şêxo
Fîlîkî xwe bi xwîneran dide bêrîkirin. Wekî xwînerekî ez jî bêriya zimanê Şêxo
Fîlîkî dikim. Ez dixwazim careke din Bêbavîyê
bixwînim.
Zimanê Bêbavî, kurmanciyeke ruh-kurdî ye. Xwîner ji tehm,
zewq û lezeta kurdî sermest û serxweş dibe. Ji kûrahiya beden û ruhê xwe ve
zewqa zimên hîs dike û dijî. Di navbera ziman û bîra kolektîv de têkiliyeke
xurt heye. Malzemeya Bêbavîyê ji bîra
ferdî û kolektîv tê.
Şêxo Fîlîkî çîrokên Bêbavîyê
bi teknîka hişê herikbar nivîsîne: Zeman, mekan, bûyer, destpêk û dawî, vebêjerî, bîra ferdî û kolektîv, bîranîn,
bibîrxistin, vegêran û hiş, binhiş û derhiş dikevin nava hev.
Hostayetiya Şêxo Fîlîkî ji vir derdikeve holê:
- Bikaranîna mekanên zimanî firehtir û hûrgilîtir kiriye. Mekanên Bêbavîyê ne mekanên şênber in wekî bajar, mal, kuçe û hwd. Mekanên wê hiş, derhiş, binhiş, bîranîn, bibîrxistin, kêlî û hûrgilî ne. Hinek nivîskar hene bi du sed, sê sed an jî çar sed rûpelan roman dinivîsin lê nikarin bikaranîna mekanên zimanî firehtir bikin lê Şêxo Fîlîkî bi berhema xwe ya 68 rûpelî bikaranîna mekanên kurmancî gelek firehtir û hûrgilîtir kiriye. Ka binêrin: “ Oy xwedêyoo… hema serê her sibê ez ê herim tuwaletê ku çi bibînim!.. sileke gûyê ku hê hilmgerm jê difûre li keviya kevirê tuwaletê ye, tifîîî! Dilê min rabû hat ber devê min dîsa, de were.. de ka ez ê çi xweliyan li serê xwe kim!.. ji mêrik re bêjim, ne yê famkirinê ye, ji xweha xwe re bêjim… xwehê jî, ez ê çawa…ma çê dibe?.. erê ez çima ewqas hûr û kûr dajom kû?... hûr û kûr dajom û barê kayê li xwe dikim barê xwê, îşev ez ê… na na sibê, li ser taştê, ez ê jê re bêjim ma qey… ‘Elîfê’ ez ê bêjim, wisa xweşik, bêyî ku dilê wê bihêlim; ‘xweha min, binêr ev mehek e…’ ji kû mehek?... ez jî tim dibêjim mehek, bira bû çiqas?... îro çendê mehê?...sêşemî, çarşemî û pêncşe… vê pênçsemiyê dike çil û du rojan…” (r.31)
- Zimanê folklorîk hem
modernîze û bajarvanî kiriye hem ziman hem jî bîra kolektîv jî ji nû ve
afirandiye. Qesta min ji modernîzekirina zimên ev e:
“ xwedêêê!... ya ku vê êvarê
tê ser zimanê min tu neyînî serê min xwedê!... xwedê vê êvarikê ez
dêlikeke bêxwedî me li deriyê te girêdayî me xwedê!... barê ku ez ê pê
nikarim tu nedî ser milê min xwedê, tu kêfa xêrnexwazên ku xêra min
naxwazin li min xweş nekî xwedê!...” (r.63)
Şêxo Fîlîk bi vî zimanê xwe dikare gelek berheman
biafirîne!... Lê belê ji ser Bêbavîyê
çar sal derbas dibin ku hêj berhemeke nû ya Şêxo Fîlîkî nehatiye weşandin. Bi
qasî ku min ji hevalekî xwe bihîstiye di pêvajoyeke gelek dijwar re derbas
dibe. Gelo dibe ku wî dev ji çîroknivîsandinê berdabe? Wekî xwînerekî kurdî ez
qet naxwazim baweriya xwe bi îhtimala vê pirsê bînim. Ez hêvî dikim ku li rexmî
hemû dijwariyan bêdengiya xwe ya çar salî di sala 2020an de bişikîne û em
berhemên wî yên nû bixwînin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder