Berî lîstîka
Xewna Şeveke Havînê ez çûm sê lîstîkên şanoya kurdî. Ji wan yek bi kirdkî bû,
yên din jî bi kurmancî bûn. Li Enqereyê di dîroka 11.05.2017an de ez çûbûm
Bîranînên Lênûska Dînek ya Gogolî, di dîroka 01.11.2018an de li Batmanê ez çûbûm
Cîmrî ya Moliere, di dîroka 06.02.2020an de li Stenbolê ez çûbûm Çîçûya Ezîz
Nesîn.
Lîstîka
William Shakespeare ya bi navê Xewna Şeveke Havînê ku ji hêla Kawa Nemir ve ji
îngîlîzî bo kurmancî hatiye wergerandin, bi derhênerîya Ferhad Feqî ji hêla
Şanoya Bajêr a Amedê ve li Stenbolê, di Navenda Bajarê Hunera Cemîl Candaşê de,
di dîroka 20.02.2020an de, di seatê 20.00an de hat sehnekirin.
Dema ku werger
ji hêla Kawa Nemir ve hatibe kirin û şano jî ji hêla Şanoya Bajêr a Amedê ve
hatibe sehnekirin, bivê nevê bi hêviyeke xurt temaşeker li benda lîstîkê
dimînin.
Di jiyanê de
ez mirovekî deqîq im. Lîstîk panzdeh deqîqe dereng dest pê kir, ji ber wê ez
hinek eciz bûm. Ez ji bo hemû çalakiyan dibêjim: Bila her tişt di wextê xwe de
dest pê bike û biqede. Yên ku di wextê xwe de tên em wextê wan nedizin, zûhatina
wan bila ji bo wan nebe ceza û yên ku dereng tên jî bi vî awayî neyê xelatkirin.
Divê em yên ku di wextê xwe de hatine biparêzin, ne ku yên dereng hatine.
Eleqeya
temaşekeran û xwedî derketina wan ji bo xemxwirên kurdî cihê keyfxweşî û
keyfgeşiyê bû. Salona şanoyê ji çar paran sê ji hêla temaşekaran ve hatibû
tijekirin; piraniya temaşekeran jî ciwan bûn, zarok yek dû heb hebûn, navsalî
jî kêm bûn.
Lîstîkvanan
heqê lîstîkê dabû û gelek xweş û baş listîn. Bi tenê di dengê lîstîkvanan de
problem hebû, dîyalogên wan baş nedihat bihistîn û fehmkirin, hevokên wan nîvco
mîvco di mêjiyê de man. Bi vî havî jî çêj û tehma kurdî digihişt ruh û bedena
temaşekeran. Ev jî nîşanî me dide ku Kawa Nemir bi kurdiyeke ruhkurd lîstîk ji
îngîlîzî wergerandiye.
Lîstîk ji du
perdeyan pêk dihat. Di navbera sehneyan de hevgirtin tune bû lewma di mejiyê min
de sehne qût bi qût bû. Ji ber vê min fehm nekir ku armanca lîstîkê çi ye,
dixwaze çi nîşanî me bide û çi peyaman bigihîne me? Li gel ku berî lîstîkê melankolî bela xwe dabû
min û ruhê min dorpêç kiribû, bi saya temaşekirina lîstîkê min xwe ji wê
melankolîye şûşt û ez keyfxweş û dilşad bûm.
Gelo sedema
qûtbûna sehneyan di mejiyê min de û valahiya di navbera sehneyan de ez bi xwe
me yan ji ber adaptasyona lîstîkê ew qutbûn û valahî çêbûne? Ez vê yekê bi
adaptasyona lîstîkê ve girêdidim. Ji ber ku:
Lîstîka Xewna
Şeveke Havînê nêzî 525 sal berî niha Shakespeare nivîsiye. Wekî berhemên din ên
Shakespeare ev jî bûye berhemeke gerdûnî. Ev 525 sal in ku di welat û zimanên
cûda de tê sehnekirin û wê bê sehnekirinê jî. Gelo giringî, hêjatî, kûrbûn û
taybetmendîyên vê lîstîkê çi ne ku 525 sal in qet kevn nabe û wextkîya xwe
wenda nake? Ev lîstîk çi ji me re dibêje û çi nîşanî me dide?
Kûrbun, hêjatî,
giringî û taybetmendîyên ku di orjînala listîkê de heye em di adaptosyona kurdî
de nabînîn. Lîstîka bi kurdî bersiva pirsa “çima ev lîstik kevn nabe û wextkîya
xwe wenda nake” nade me. Wekî din jî mirov qet bawer nake ku ev lîstik ya
Shakespeare e û wî nivîsiye.
Di adaptasyona
lîstîkê ya kurdî de çi hene? Lîstîk jî wek muzîk, tîpên civakî û zayenda civakî
xwe li ser rexnekirina civakê û tewşomewşobûyîna struktura civakê ava kiribû. Li
ser meseleyê lîstîkvanên mêr ku cilên jinan li xwe kiribûn.
Tiştên ku
lîstîk xwe li ser wan ava kiribû, di hêman demê de wan tiştan komîkîzekiribû.
Hem bi wan tiştên wek eşq, zewac, stran,
tîpên civakî, madeya bi efsunî ya evîndarkirinê hem jî bi elementên zimanê wek
çêr û biwêjan temaşeker dide kenandinê. Bi taybet jî ji bo kenandinê giranî
dabû çêran. Ji ber wê jî di mîzaha
lîstikê de qalîteyek tunebû. Em naçarî henek û espriyên erzan dimînin.
Bi adaptasyoneke
bi vî rengî ne hewce ye ku Xewna Şeveke Havînê bê sehnekirin!..
Qasî mehek
berî ez û Omer Faruq Yekdeş rûniştibûn. Mamoste Omer ji bo asta nizimbûn û
bêqalîtebûna henek û espiriyên kurdên ku temenê wan li bin çil salî ne wiha gotibû
“ ji ber ku em bi filmên Kemal Sunal mezin bûn ji ber vê asta henekkirin û
espirîkina me nizim maye.”
Fîlmên komedî
yên serdestên me ji hêla mîzahê ve giraniya
xwe didin li ser çêr û sixêfan. Ev lîstîk her çi qas ji îngîlîzî hatiye
wergerandin jî di adaptasyonê de derhênerên me li bin bandora sînemageriya
serdestan de mane. Haya me ji me heye ku serdestên me çawa me înşa dikin, em
wan teqlîd dikin, di bin bandora wan de dimînîn….
Heke em li metnên
folklorîk ên kurdî binêrin em ê bibînîn ku mîzah û îronîya kurdî xwe li ser zeka,
jîrbûn û biaqiliyê ava dike. Divê em estetîka komedîyên li ser wê bingehê ava
bikin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder