Malpera Altyazıyê hem bi giştî hem jî li gor rexnegîrên sînemaya çend lîsteyên
Baştirîn Fîlmên Sala 2022î belavkirin. Gazete Duvar jî lîsteyeka baştirîn
filmên sala 2022 parve kiribû. Filmên wê nivîsên hinek filmên ji lîsteya Gazete
Duvarê û malpera Altyazıyê pêk tên. Bê filmek, min wan film yek bi yek temaşe
kirin. Bi kurtasî ez dixwazim qala resenî û cîyawazîyên filman bikim.
Ka em lê binêrîn alîyên
resentirîn û cîyawaztirîn wan fîlman çi
ne?
1.Pacifiction((Pasîfkirin), Alberta Serra, Îspanya.
Min vê fîlmê di qada înternetê de peyda nekir. Di gelek
lîsteyên fîlmên baştirînê sala 2022 de ev fîlm hebû. Lê ez gelek wê meraq
dikim…
2. Vortex(Girdav),Gaspar Noé,Fransa.
Qasî berî mehek wek tevber, ez şevek li haygeha berçavî mam,
di heygeha berçavî de wek salonek mezin bû, salon bi brandayan hatibûn
dabeşkirin, tê de heft, hêşt nexweş hebû, dema ku mirov li wan dinêrî, ji xeynî
can û ruh di wan de tiştek nemabû. Ji wan nexweşek hata ser sibê, çend deqayan
de carek wek “ Ehmedo, Ehmed, Ehme…” dinalîya. Min di xwe de got, mirov, dema ku hîs dikir ku
edî nikare bi tene serê xwe dewamê jîyanê xwe bike, divê dawîya jîyanê xwe bîne…
Ji zû de ez dixwazim li ser pîrbûnê fîlmek temaşe bikim. Min
qe naveroka fîlma Vortexê nizanîbûm, ji bo min rasthatinek xweş bû, mijara
Vortex li ser kalbûnê. Tirs û xofa herî kûr û giranê her mirov, di binhişê wî/ê
de pîrbûnê. Jîyîn,temen, kalbûn û pîrbûn, nexweşî, têrnekirina bi tene serê xwe
bûnê, tenetî, bêkesî, bêxwedîmayîn, mirin. Gaspar Noé di fîlma xwe ya nû
de temaşeker bi wan dîyardeyan ra bi
taybetî jî bi xofnakî û tirsnakîya kalbûn
ra tîne rû bi rû.
3.Corsage(Korsaj),Marie Kreutzer,Avusturya.
Bifikirin hûn qralîçeyê Împaratorîyê Avisturyayî ne lê we qe nikarin bibin xwe. Bifikirin hûn
qralîçeyê Împaratorîyê Avisturyayî ne lê qe bextewarî, şadwerî û aramî wê
tuneye, we difetisin, dixeniqin, ji qralîçebûnîye xwe ra hîç memnun nîn. Bifikirin
hûn qralîçeyê Împaratorîyê Avisturyayî ne lê ji her alîyê ve we li binê şîdetê muhendisî
û otomatbûnê qaîdeyên împaratorî de ne. Resenî
û cîyawazîya vê fîlmê ev e ku qralîçebûyîn, împaratorbûyîn nehatine
îdealîzekirin û nafiroşê me. Bi objektîf û rastgo nêzika meseleyê xwe bûye.
4.Argentina,1985(Arjantîn,1985), Santiago Mitre, Arjantîn.
Arjantîn qasî deh salan ji alîya dîktatorîya leşkerî ve
hatîye rêvebirin, di encamê vê rêvebirinê de nêzî sih hezar mirov hatîne kuştin,
gelek mirov hatina wendakirin, gelek mirovan hatine îskencekirinê û hepiskirinê,
bêcezatî, bêhuquqî… Di fîlma Argentina,1985 de jibo bicîanînê adaletê em çîroka
hewldina dozgerek û çend parêzeran werêk temaşe dikin. Ev fîlm bawerîya
tayînkirina huquqê û bicîanînê edaletê di temaşeker de bihêz dike.Fîlmê
pêvajoya Dozde Îlonê Tirkîyeyê anî bîra min. Min ji xwe pirsî gelo piştî çend
salan li Tirkîyeyê jî çend dozger û
parêzer derbikevin û adeletê bicîbînîn?
5.Aşk, Mark ve Ölüm(Evîn, Mark û Mirin), Cem Kaya, Elmanye.
Tirkan ji piştî salên şêştî koçî Elmanyayê kirin. Bi
koçkirinê li Elmanyayê di nav tirkan de kulturek çêdibe. Ew kultur di nav xwe
de çandek muzikê diafirîne. Di belgefilmê de afirandina wê çanda muzikê û
têkilîya muzik û kultur dibînîn.
6.As Bestas(Cinawir),Rodrigo Sorogoyen, Fransa-Îspanya.
Hewldanek ji jîyana bajarî, kapîtalîst, modernîyê vegera bi
gund, xwazayî, alîyek din hewla koçî ji jîyana gund ra ber bi bajarî. Em di
fîlmê de encamên pêvçûn û krîza wê
hewldananan dibînîn. Di fîlmê de di nav bihêz û bêzan de em problematîka
xirabîye heye. Li hemberê xirabîye têkoşîna jixweratewiznedayîna bêhêzan û
serkeftina evînê em temaşe dikin.
7.Tar, Todd Field, DYA.
Her însanê jîyana wî/wê şexsî, taybetî û karî heye. Divê
sînorên ev herdû jîyan nayên tevlihevkirinê. Nava fîlmê, ji nava karekterê
serekeyê fîlmê tê. Tar, jinek homoseksuel û
muzîsyenek navdar ê muzîka klasîk
e.Lê Tar jîyan xwe ya taybetî û ê karî tevlihev dike. Ew jî dibe sedem ku di jîyana wî de
serobinbûn û perçebûn çêbibin. Di nav mestkerîya dinyayeka muzîkê klasîkê de em
çîroka Tar temaşe dikin.
8.Godland(Xwedayîstan), H. Palmason, Îzlanda-Danimarka.
Fîlm li ser kolonyalîzm, îdealîstbûnê, xweza, rêwîtî,
hevaltîye, biyanîbûnê me dide fikirandinê. Di fîlmê de yek ji alîya rê du jî ji
alîyan kolonyalîzmî ve ra em dikarin du xwendina sereke bikin. Bi taybetî ji
alîya rêwîtîyê gelek bandora li min kir. Rahîbek ji Danîmarkî, ji bo avakirina
dêrek dixwaze biçe gundek li Îzlandayê. Di nav xeternak û tirsanek xwazayî de
rêwîtîya keşîşê em dibînîn ku rêwîtîya wî di nav gêlîyên kur de li ber çîyayên
volkanîk, ji derbazkirina çeman pêk tê.
“Rê, dema te negihîne derekê wê te bigihîne te.” Ev riste risteya pêşînê Helbesta Berî Dawî ya
Ciwan Nebî ye. Rêwîtîya keşîş ne wî digihîne derek ne jî wî digihîne wî. Çimkî
kolonyalîzm însan ji însanîtîye derdixe û kîmyaya her tiştî tarûmar dike.
9.Close(Nêz), Lukas Dhont, Fransa.
Civak û takekes û meyla zayendî … Di civakek de
takekes divê çi bibe û divê çi nebibe;
li gor civakbûyîn;normal û ne li gor civakbûyîn;anormal, di nav
kategorîye pergala civake de mayîn;normal û li derve pergala wê de
mayîn;anormal. Ji hela meyla zayendîye ve civaka ji me ra dibêje û ferz dike ku
em heteroseksuel bibin. Meyla der-hetoroseksuelbûn li dervemayîn û hedefbûyîna
her cureyê şîdetê civakê ye. Îtham… Di
îthamkirinê de tişta hatîye îspatkirin tuneye, îtham wek guman, şik û
nedîyarîbûn, nezelalî ye. Piranîya takekes ji îthamkirina ne li gor civakbûyîn
û îthamkirina lidervemayîna pergala kategorîyê civakê gelek ditirsin, ji ber vê
tirsê xwe sînordar dikin, bi azadane tevnagerin û her defansîf în. Di fîlma
Close de di nav zarokên dibistana navîn de em îthamkirinek çê dibe û di encamê
vê îthamkirinê de trajedîyek pêk tê.
Dhont, nîşane me dide ku di binyada problemê de civak û sistem heye û ji kûr ve êşa
êdin;anormal;lidervamayînê civakê dide me hîskirinê.
10. The Wonder(Mucîze), Sebastian Leo.
Di salên 1860îyan de li gundek piçukek Îrlandeyê, qewimîbûna bûyerêk dereasayîyî, li
seranserê Îngîlîstanê dengvedanek çêkirîye. Zanista tipê,dêr û çapemenî
Îngîlîstanê ketine li pey ronîkirina vê bûyerê. Fîlm, ji hêla dîtbarî ve wek
şolen û şahî ye wek mûzexaneyeka hunerî ye, her dîmenê fîlmê weku ji Mûzexaneyê
Louvre, Moma, Hermitage an jî Rijks
Museumê tabloyek bêhempa be. Di fîlmê de di serî de Xrîstîyanî, zanist û
otorîteyên dewletê tê jêpirsyarkirinê. Di fîlmê de hewla serrastkirina rabirdû(
fix the past) û jinûvê destpêkirina jîyanê heye. Di fîlmê de herdû karekterên
sereke Lib Wright(Florence Pugh) û Tom Burke(William Byrne) rabirdûyê xwe bi
xelaskerîya însanekê serrast dikin û jinûve dest bi jîyanek nû dikin.
11.Kurak Günler,(Rojên Hişk) Emin Alper,Tirkîye.
Ev film di bajarokek Anatolyaya de derbaz dibe. Di bajarok
de nakokîyên têkilîyên burokrasî û civakî di fokusa filmê de ne. Film, her
çiqas bajarokek de derbaz bibe jî film
bi giştî temsîla îroyîna Tirkîye yê. Ji ber wê, wek filmek sekeftî tê
qebulkirin.
Wek encam, ez bi kurt û kurmancî dikarim bibêjim ku heja ye
ku mirov berê xwe bide wan fîlman. Ew fîlm ji gelek alîyan ve temaşekeran kûr
dike û nêrîn û perspektîfên nû dide.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder