Ez dibêjim qey cara yekem e ku nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser
Bakurê welatê xwe romanek qerase dinivîse. Ev dîyarde, di edebîyata kurdî de
destpêka nûbûnek e; şikandina aqil û hişê perçetî û lokalî ye, çêbûna
pespektîfa niştimanî ye. Di dahatû de de ev dîyarde li seranserê niştîmanê de
bibe tiştek jirêzê û normal e. Mînak nivîskarek Amedî li ser Îlamê, nivîskarek
Sineyî li ser li Semsûrê, nivîskarek Çewligî li ser Kobanî, nivîskarek Koyî li
ser Dêrsimê romanan binivisin.
Ev Başûrî ye ku cara yekem li ser
Bakur romanek dinivîse Bextîyar Elî ye. Nava romanê wî jî Dagirkirdinî Tarîkî
ye wek Dagirkirina Tarîtîye bo kurmancî
hatîye veguhestin. Roman li Rojava ji alîya weşanxaneyê Şilêr û Neqş hatîye
weşandin, li Bakur jî wek belavkarê sereke Pirtukakurdî ye.
Gelek alîyên raserî û derasayîyên romana Dagirkirina
Tarîtîyê hene ku hem hejaya ku hem jî mirov xwe berpirsyar hîs dike ku li ser
wan binivîse. Di vê nivîsê de ez qala çend wan alîyên bikim.
Romana Dagirkirina Tarîtîye bi
teknîka realîzma efsunî hatîye nivîsin, nivîskar bi vê teknîkê gelek mudaxaleyê
realîte kirîye, realîte guherandîye Dagirkirina Tarîtîye romanek dîrokî
ye, piranî bûyeran di navbera salên 1945 û 1980an de li Bakur û Tirkîyeyê derbaz
dibe.Mijara roman ev e ku, di nav wan dîrokan de wek weba, corana, cuzam
nêxweşîyek di nav tirkan de belav dibe; nijadprestek tirk ji sibeyek xew
radibe, dibîne ku, tirkî ji xwe bîr kirîye, tene kurdî dipeyve. Wek wî
nijadperest gelek mirovên din e ku xwe wek tirk pênase dikin, ji rojek şiyar
dibin ku bûne ermenî, yûnanî. Mînak wek Umit Ozdag kesek rojek şiyar dibe,
dibîne ku tirkî ji xwe bîr kirîye tene kurdî dikare qise bike. Roman li xwe li
ser vê mijara trajîkomîkê ava dike ku ve
mijar ne mijareka ne halî û hazir e, mijareka fikirî û dîyakletîkî ye.
Roman wek zeman ji du beşên
sereke pêk tê. Beşek ji salên 1945 ve, beşa din jî ji salan 1978 dest pê dike.
Teqrîben di nav her du beşan de sî sal hene. Wek xwîner em romanê de di nav du zemanan de
dijîn, muqayesekirina û jêpirskirina du zeman dikin, li ser encamên, guhertinên
du zemanan difikirin.
Kolonyalîzm wek tarîtîye hatîye
sembolîzekirinê. Di mêtingehek, kolonî
de kolonyalîstan çawa dijin, çi dikin,
çawa tevdigerin, çi plan û programan dikin, li hemberê kolonîkirîyan de çi hîs
dikin, di romana Dagirkirina Tarîtîye de em bersiva van pirsan dibînîn. Georgel
Orwell jî di romana xwe Rojên Burmese de
em hewldana bersivdayina wan pirsan dibînîn la ferqa Orwell û Elî ev e
ku Orwell kolonyalîst e, Elî kolonîkirî ye.
Di Dagirkirina Tarîtîyê de Bextîyar
Elî ser kurdên Bakur kûr bûye û wan problematîze dike. Di romanê de vê tespîtê ku li ser me bû qe ji
bîra min naçe “Komkujiya kurdan ya herî mezin ne Dêrsim û Agirî çêbû ya herî
mezin li Stenbolê çê dibe.” Di romanê de Bextîyar Elî nîşane me dide ku çi
zext, zordarî, asmîlasyon li ser me kurdan e, kîjan barbarî û wehşetên encamên kolonyalîzm dijîn,
çi guhertin û veguhertina di me de pêk tên û li hemberê dewleta tirk çawa tirsê
xwe dişikîn û xwe subje dikin.
Wek mînak “ez çûm li Amedê qe
kesek kurdî xeber nedide” Em vê hevoka
ji devê gelek Başûrî, Rojavayî, Rojhelatîyan ve dibihisin. Bi vî avayî di jîyana rojane de ji tirkî
axiftina Bakurîyan gîlî û gazindên xwe tînîn ziman. Bextîyar Elî, bi vê romanê
Bakurî çima di jîyana rojanê de kurdî napeyvin? Bersiva vê pirsê dide. Wek
awoqatek dide me fehmkirinek di encamê
dîyakletik û determenîzmek asmîlasyonek çawa de ev dîyarde çêbûye. Em Bakurî ji
hêlê ve divê sipasîya xwe ji Bextîyar Elî bikin ku edî hewce nake ku em xwe bibetîlîn û xwe bidin
fehmkirin ku çima kes li amedê kurdî qise nake. Kî vê pirsê kir, em vê romanê pêşnîyaz wî bikin. Ew tişt jî
heye ku bersiv dayîna vê pirsê berî Bextîyar Elî, berpirsyarîya nivîskarên
Bakurî bû, divê wan berî wî, romanek binivîsandana.
Bi vê romanê Bextîyar Elî ji
alîyan din ve jî li ser tirkan,tirkîtî, dewleta tirk, kemalperestî kûr bûye. Di
fokusê romanê de karekterên sereke tirk, tirkbûn, dewleta tirk, kemalîzm,
bûyerên mezin ê wan deman.Jixwe Bextîyar Elî
netewa xwe ji her alî ve baş nas dike. Vê roman nişanê me dide ku tirkan
jî gelek ji kûr ve nas dike. Ji ber vê dema ku vê romanê xwand min got qey
Bextîyar Elî ji heft kal û pîrên xwe ve ji Bakurî ye, tişta balkêş ev e ku ji
me Bakurîyan kûrtir û berfiretir wan nas dike.
Em encamên kiryarên dewleta tirk
û kemalîzm wek sîstema bi tîjî xirabî û wehşîbûnê, şîzofrenî, travmatikbûn,
dînbûn, darwînîzma civakî, îskence, şîdet, blokebûna aqil û mantix, faşîzm, hepisxane,
dînbûn, kîn, nefret… di romanê dibînîn.
Pêşbînî û îdeaya min ev e ku ku
Dagirkirina Tarîtîyê bê tirkî wergerandin hem ji bo edebîyata tirkî hem jî ji
bo civaka tirk bibe wek miladek e. Dibê ku roman bê qedexekirin jî, Bextîyar
Elî tûşî gelek nexweşîyan û lîncên giran bê.
Curetkarî û werêkîya Bextîyar Elî gelek berz û raser e. Bextîyar Elî, bi objektîfane, bêsansur û
otosansur, bêtirs û fikar, hişazad û ramînazad li ser dewleta tirk, kemalîzm,
tirkîtî kûr bûye. Bi vê romanê xwe dibêje “qral zit û bilit e” Mirov dikare tirsonekî û necuretkarîya
nivîskarên ku li Bakur fehm bike lê nivîskarên Bakurî yên ku li Ewropa dijîn,
sed deh jî qasî Bextîyar Elî hata niha wilo nêzik tirkbûn, kemalîzm û dewleta
tirk nebûna.
Em Bakurî di nav xwe de jî, di
dilê xwe de jî, di aqilê xwe de jî nikarin li ser tirkan, tirkîtî, kemalîzm
azad bifikirin. Di nav me de tirsa dewleta tirk ewqas kûr e… Ji ber vê em nikarin epistemolojîyek
jî ava bikin. Ev roman me Bakurîyan werektir û curetkartir
bike.
Em di romanê de di nav xirabî, tarîtî de hewildana xelaskerî
û pakmayîna takekesên dibînîn. Adorno dibêje“ di jîyana xelet de rast nayê jîyîn” Di
Dagirkirina Tarîtîyê de Bextîyar Elî di nav jîyana xeletî de mumkinbûna jîyan
rast jêpirsyar dike. Ji vê hêlê ve hem bûye romanek gêrdûnî hem jî gelek
zêdekarîyan ji bo niqaşên ontolojîk û felsefîk dike. Li dij Adorno Bextîyar Elî
jî di romana xwe de digot “Di nav mirov de cîyek heye ku tarîtî nikare li wir dagir bike.”
Kolonyalîzm ji erd hata asmîn ra
dîyardeyek dij-heqiqat e. Romana Dagirkirina Tarîtîyê hewla serhildana dijî
têkneçûna heqiqat e. Bextîyar Elî bi qudretê huner û edebîyat, nahêle ku
kolonyalîzm serbikeve û hata û hatayê heqiqat têk biçe, nahêle ku başî û ronahî
têk biçin.
Bextîyar Elî bi vê romanê nahêle
ku hewlên tunekirina zimanê kurdî serbikevin.Romana Dagirkirina Tarîtîyê, hewla
tolgirtina zimanê kurdî ye ku li dij tunekirina zimanê kurdî(kurmancî û zazakî)
de.
Romana Dagirkirina Tarîtîyê ji bo
edebîyata Bakur û civaka Bakurî ji gelek alîyan ve şoreşek û veguherandina
gelek tiştan. Ji bo ku em heqê vê romanê bidin, pêwistî bi zêdetir niqaşan û
xwendinan wê heye.
*Ev nivîs pêşî di malpera kurdshopê de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder