Konser, panel, gotûbêj, sempozyum, şano, sinema na; li
Amedê herî zêdê çûyîn û gera pêşaneyên
hunerî min kêfxweş û dilxweş dike. Li Amedê çend dezge, mekan hene ku pêşaneyên
hunerên modern û hevçerx li dar dixin. Li gorî çalakbûnê Rıdvan Kuday Galerî,
A4 Sanat Atolyesi,Merkezkaç Kolektif Mekan, Qesra Zervezan û Şaredarîya Bajarê
Mezin a Amedê yên sereke ne.
Min gelek ji dil dixwest ku li Amedê biçim pêşaneya
hunermendekî/ê yan jî hunermendên ji parçeyên din ên welat. Lê heta niha ez li
vî bajarî qe rastî pêşaneyên hunermendên Rojhilatî, Başûrî yan jî Rojhavayî
nehatim. Min nûçeyek dît; hunermendekî Hewlêrî li Amede pêşaneya resman
vekiriye. Çawa ye sazîyeke, dezgeyekî me yê hunerî çêbe, bi dewamdarî pêşaneyên
hunermendên perçeyên din ên welat li Amedê veke?
Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê di navbera 04-08
Cothemê de, hêştemîn pêşaneya Abdulmutaleb Gardî (bi telafuza Bakuriyan "Evdilmutalîb
Gerdî") çêbû.
Abdulmutaleb Gardî di tabloyan de fokusa xwe daye ser êşên
jinan. Wek fokus di her tabloyê de suretek, halekî din ê êşên jinan nîşan dide.
Di tabloyên wî de alîyekî din heye ku ji fokusê zêdetir xwe dide pêş: Ahenga
rengan. Ji ahenga rengan jî wêdetir, ez dixwazim wek 'govenda rengan' pênase
bikim.
Di govend û ahengê de cîyawazîyên mezin hene. Ferqa aheng û
govendê ev e: Di govendê de aheng heye
lê di ahengê de govend tune ye. Aheng, taybetmendîyeke sereke ya govendê ye. Di
govendê de her kes bi ciyawazîya xwe hazir e, kes ne mecbûr e heman îdeolojîyê
biparêze, bawerîyê bi heman dînî bîne, ji heman tiştan hez bike. Lê di nav van cudatîyan
de kontrastek çêdibe. Ev jî bi ahengê pêk tê. Ji ber wê tenê pênasekirin an jî
navlêkirina ahenga rengan ji gelek alîyan ve kêm e.
Di govendê de gelek alîyên tiştên dij/zid/cîyawaz hene. Di govendê
de hereket, enerjî, rîtm, kêfxweşî, dilşadî, bextewarî, coş, şahî, xwe şuştina ji
hestên wekî êş, keder, derd, kul, xem, keser, tirs, fikar û endîşeyê hene.
Lewma govend katarsîs e, kovanrevînî ye. Di tabloyên Abdulmutalep Gardî de bi
tevahî ev tişt heye.
Di tabloyên wî de rengan govend digerand; govenda rengên
dij/zid. Sermestbûn û serxweşbûn xwe gihandina zewqê ye. Govenda rengên wî ez
sermest kirim, şûştin û paqijîyek di hiş û ruhê min de çêkir.
Di tabloyên wî de nakokîyek jî hebû. Di govenda rengan de jin
bi êş, bi xem, bi kul, bi keser, bi fikar,
xembar û melankolîk bûn. Dibe ku mamosta Abdulmutalep vê nakokîyê wisa
îzah bike: Jin biêşe jî jîyan rengîn e.
Gelo di govenda rengan de
halên şadî û bextewarîya jinan hebûna; jinên şa, dilxweş, bicoş, bikêf,
şox û şeng bihatana çêkirin wê gavê tablo dê çawa bibûna? Gelo asta hunera tabloyan
wê geş û berz bibûya yan nizm û qels? Çima em her tim jinê û êşê tînîn cem hev?
Nebe ku em ji jinên şad û bextewar, şox û şeng ditirsin? Divê di hunerê de ev
hêmaya jinan bê guherandin.
Ji bo min krîtereke resmên berz û geş heye: Divê meriv ji
nêrîna tabloyê têr nebe, bi seatan lê binêre. Heta ji dil, ruh, çavan bê ferz e
meriv lê temaşe bike. Carna ez diçim pêşaneyekê, di panzdeh deqîqeyan de xilas
dikim û dertêm; lê carna jî tablo nahêlin ez ji pêşangehê derkevim, ew xwe didin
temaşekirin. Di pêşaneya Abdulmutalep Gardî de jî ev hebû. Çend tabloyên wî hebûn
ku ez ji nêrîna wan têr nebûm, niha ez bêrîya wan dikim.
Bi min resm reng e. Resam jî pispor, zana, ustadê rengan
e. Resam hunermendê rengzan e, ruhê wan,
psîkolojîya wan, ahenga wan dizane. Resam dikare rengên ku herî zêde li dij hev
in, dijminên hev in li hev bîne, wan têxe govendê. Rengzanîya her resamî/ê ne wekî hev e,
cîyawazî, gewrebûn û berzbûna wan bi qasî rengzanîya wan e. Ne tenê resam, ji bo
modanas, dîzaynkar, sêwirîner, peyzajkar, dekorator, mîmar û fotografgiran jî
wisa ye… Di resmê de çêkirina ahenga rengan jixwe zehmet e, jê re hostatî divê;
lê çêkirina govenda rengan hêj zehmettir e. Jê re pisporbûn û ruhê hunerî
pêwîst e. Abdulmutalep Gardî di resamê de
xwe gihandîye wê gewrebûnê.
Berî em têkevin bajaran, di gundan de û li koçerîyê jiyana
me kurdan, kultura me ya kinc, xalîçe, û lihêfan gelekî rengîn bû. Di kultura me ya dîtbarî de govenda rengan
hebû. Mînak lixwekirina Botan û Hekarîyan. Lê îro li Cizîrê, li Culemêrgê ew
govenda rengan nemaye. Di sala 2016an de min li Hewremanê govenda me ya rengan
bi çavên xwe dît. Lê di bajaran de cil û
bergên me bi piranî reş û absurd in. Govenda me ya lixwekirine dibe govenda
absurdan.
Niha tabloyên Abdulmutalep Gardî yên mayî meraq dikim û
dipirsim: Gelo huner dê tiştê ku me li bajaran wenda kir dîsa bide me?
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder