12 Aralık 2023 Salı

Dewlemendîyên Şûnwara “Çêştî Micêwir” a Mamoste Hejar



 

Pirtuka bîranînên Mamosta Hejar bi nava Çêştî Micêwir(2022) ji hêla Muhsîn Ozdemir hatiye bikurmancîkirin û ji alîya weşanxaneyê Peywendê hatîye weşandinê.

Berî ku ez Çêştî Micêwirê bixwînim, min got qey mamosta Hejar, tene şaîr e lê na…. Mamosta Hejar, şaîr, nivîskar, wergêrvan,  aktîvîstê sîvîl,  ferhengsaz, dinyager, pêşkar, radyoger, pêşmerge,  rêhelavê Mele Mistafa Berzanî…

Mamosta Hejar her çiqas piştî şêştî salîya xwe dest bi nivîsandina jîyana xwe kiribe jî, herçiqas dibêje gelek tişt nayê bîra min jî, lê bîranînên wî nîşane me dide ku bîra wî gelek xurt, zindî û geş e. Çêştî Micêwir, cureyek xwarînek e. Ji çend xwarînên ku  loqmayên ku ji wan zêde mane, ji tevlihevkirina wan lokman ra xwarînek çê dibe, jê ra dibêjin çêştî micêwir. Mamosta Hejar, nivîsandina bîranînên xwe dişibine wî xwarînê, qesta wî ev e ku ji jîyînên wî ra tiştek di bîra wî de mane, bi tevlihevî, berhevkirin û nivîsandina wan jîyînan e. Di bîranînên wî de  hinek cî, xal,  hene ku   mirov di dilê xwe de xwezîya xwe pê tîne ku xwezî wî ev cî, ev xal  zêdetir li ser bisekiniyan û izeh bikirana. Hezaran heyf e ku  bîranînên wî  netemambûyîyî  û wek taslak mane.  Lê bi wî halê xwe jî bîranînên Mamoste Hejar bêhempa, giranbuha, cîyawaz în.

Di nav otobîyografînûsî de cîyawazî bîranînên Mamosta Hejar ev in ku yek; bi detay û hûrgîlî ne, du; vegotina bîranînan  ne  bigiştîker in, îzehker û tewsirker in, sê; ji hêla mijar û fokusan ve piralî ne wek kultur, jîyane rojane, rewşa edebîyata kurdî, potreye rewşenbîr û nivîskar, şaîr kurd… ûwd.

Ez  bîranînên mamosta Hejar dişibimqadek arkeolojîk; şûnwarek qedîm, dewlemend. Çimkî di bîranînên wî de ji hêla kultur, civak, jîyana rojanê,  entelîjansîye kurdî,  serdema xwe, şoreşa Barzanî, serxwebûna Komara Kurdistan,  karekter û kesayetîya kurdan, derheqa çar perçeyên Kurdistan,  sosyopolîtîkê konjektorê  tê de jîyaye, sosyolojîya kurdî, edebîyata kurdî… gelek xalên, hûrgîlîyên balkêş,  bêhempa û giranbuha hene.

Bermahîyên bîranînên mamosta Hejar de di xwe de xezîneyê  mezin û gewre dihewînîn. Hûrgîlî û detayên Çêştî Micêwir çirûsk û îmgeya romanek, çîrokek, fîlmek dide mirov. Ji ber vê divê xwîner wek arkeologek nêzî bîranînên mamosta Hejar bibe û li ser wan xwendin bike û hûr bibe. 

Ji Çend hêlan ve kategorîzekirina Çêştî Micêwirê:

1.Jîyana mamoste Hejar

Jîyana mamosta Hejar di nav têkçûn û serhildan, bisifirbûyîn û înşakirinê de ye. Bi hûrgîlî behsa zaroktîya xwe, dema Komara Kurdistanê, rojên birçîmayînên xwe ya Baxdatê, salên xwe Rojava, rojên xwe yên Beyrud, Ewropa, Moskova, Bakû, Taşkent, Silêmanî, Cizîrê, di salên pêşmergetî de kêlîyên ku bi mirinê ra rû bi ra hatîye, qala hevre û hogir, têkilîya xwe bi entelîjansîye û sîyaseta kurdî ra, bengîbûna xwe ya kitabana, cara yekem di naşitî ya xwe de nasîna xwe bi Hêmin ra  û çawa henekê xwe bi helbestên wî ra kirîye, li piştî bîst û du salan, rasthatina xwe bi Hêmin ra, dilsozî û fedekarî hevjîna xwe, di nav şer de behsa karên xwe  entellektuîl, rojên xwe yên Kerecê dike.

2.Jîyana rojane

Di Çêştî Micêwir de bi detay qala jîyana rojane ya Komara Kurdista, Silêmanye, Baxdat, Qamişlo, Beyrûd, Parîs, Moskova, Bakû, Erîvan dibe. 

3.Ekonomî

Çêştî Micêwir derbarê sosyoekonomîye serdema xwe de gelek malûmat dide me. Çîna axa û şêxan, çîna feqiran, çîna gundî û bajaran. Hesen Kizilcî, di pirtuka xwe ya Kena Parsek de qala vê sosyoekonomîye dike.

4. Kultur

Di Çêştî Micêwir herî zêde derheqê kulturê serdemê wî de em dibin xwedî zanîn û fehmkirin: Li ser kulturê Cihû, Asurî, Tirkmen, Ereb, Kurd, Êzdî, Tirk, Îranî, Rûs, Fransiz, Azerî, Acem,Ermenî… û li ser wek mijarên qedexebûn û wendabûna,  çapkirina pirtukan, kirîna xeternakîya matba,çanda û menderese û feqîtî, suçdarkirina casûsî, giringîya radyo, xwendina kitaban û rojnameyan bi pere, di navbera mezheban de nefreta ji hev kuştin… Romannûs dikare pişta xwe bide Çêştî Micêwir û li ser wan wextan  romanan binivîsin.

5. Potreyên Entelîjansîyayê Kurdan

Di Çêştî Micêwir derheqa jîyana rewşenbîr, şaîr, nivîskar, entellekteulên kurdan û zanyarên ku li ser kurdan dixebitin û yên ereb, fars û tirkan de  gelek  agahî dide. Jîyana penabertî, parsekî,bêperetî, bêkarbûn a rewşenbîrên kurdan, têkilîya wan bi hevdû ra, zext û zordarî, sansurê dewletên dagirkerên li ser rewşenbîran… Wek Kanî, Pîrêmerd,  Goran, Faîq Bêkes, Qedrî Can, Mala Haco, Cigerxwîn, Nureddîn Zaza, Dr. Nafiz, Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Hesen Qizilcî, Zêbihî, Hiznî Mukrîyanî, Qasimlo, Mela Mistafa Berzanî, Celal Telabanî, Îbrahîm Ehmed, Qanatê Kurdo…

6. Rêwîtî û Dinyagerî

Mamoste Hejar di emrê xwe de ber bi gelek welat û bajaran  rêwîtî kirîye wek çar perçeyê Kurdistan, Îran, Irak, Surî, Lubnan, Misir, wek Fransa, Almanya, Îtalya, Yewnanîstan, Romanya welatên Ewropa, Azerbeycan,Ermenîstan, Asya Navîn, Rusya û Silêmanye, Hewlêr, Cizir, Qamişlo, Baxdat, Şam, Halep, Beyrud, Moskov, Paris, Berlin, Erîvan, Bakû, Taşkent….

 

7.Konjonktûrê Serdemê

Di Çêştî Micêwir de  derbarê konjonkturê serdemê  de wek polîtîk, sosyolojîk, antropolojîk, real polîtîk wek xebatek zanistên sîyasî em gelek detay balkêş û cîyawaz fêr dibin. Di peywenda Çêştî Micêwir de em vê serdemê dinêrîn, em dibînîn ku kurdên feqir û gundî li binê hegemonyaya şêx û axayan de,  hêzên kurdî kurd di navbera Rûs û îngîlîzan de difetisîn, sîyaseta me jî  di nav komînîzm  û rejîma dewletê de xitimîyîye. 

 

8. Xebatên Rewşenbîrî û Hunerî yê Kurdî

Di  Çêştî Micêwir de ji alîya xebatên rewşenbîrî, hunerî, kurdnasî, çapemenî, kovargerî, rojnamegerî, radyogerî, helbestê  kurdî ve gelek  malûmatan berfireh û kûr hene.  Wek kovarên Nîştîman, Helale, Kurdistan, Gelawêj, Ronahî, Hawar…

 

9. Bûyerên Dîrokî

Çêştî Micêwir  derheqê gelek bûyerên dîrokî kurdan de  me ronî dike. Ji hêla dîroknûsî ra Çêştî Micêwir  çavkanîyek kêrhatî ye.

 

10. Problematika Kesayetî û Karekterên Kurdan

Çêştî Micêwir li ser  fikirîn û analîzkirina kesayetî û karekterên kurdan de gelek mînakên balkêş pêşkeş me dike. Dema ku min Çêştî Micêwir xwend  romana  “Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” a Bextîyar Elî hat bîra min. Dema ku em di Çêştî Micêwir de dinêrîn kesayetî û karekterên  nîvîskar, rewşenbîr, gundî, xwende, zana, serokê  wek karekterê Apê Cemşîd gelek zû diguherîn. Mînak tu dinêrî, di dema şoreşê de fermandarek payeberzê pêşmerge, piştî şikandina şoreşê de bûye karmende dewletî.

 

Bi kurt û kurmancî Çêştî Micêwir ne wek behr û derya wek oqyanûs e.

 *Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...