Di navbera dîroka 27.10-05.11.2023 de li Amedê, li navenda
Mordem Hunerê, Solo Festivala
Navneteweyî 4ê tê lidarxistin. Di festivalê de bi kurdîya kurmancî, soranî û zazakî
jî performans hebûn. Ji Rojhelatê welatê sê koma şano beşdarê festivalê bibun wek
Koma Kaniya Bokan bi performansa xwe ya
Cîhana Tenêtîyê, Koma Bedenên Dîwane bi du performansên xwe bi Delak û Momamy
û Koma Şanoya aRad jî bi du performansên xwe bi Jandarek Di Agir de û “TS”. Bi kurdîya zazakî performansek bi nava Saê
Morû(Şahê Maran), bi kurdîya kurmancî jî
performansa dengbêj Kurdê û Henîfa û
Şêxê Sen’anî ya Şaneşîn Performansê hebûn.
Şaneşîn Performansê ji nêz ve karên xwe dide li min
şopandinê. Ji ber wê ez çûm performansa Şêxê Sen’anî temaşe kir. Performansa
Şêxê Sen’anî ji hêla listikvan M. Xelat Ertoşî hat nîmayişkirin. Nîmayişkirina
Şêxê Sen’anî di heman demê de promiyera wê bû.
Di performansa Şêxê Sen’anî de listikvanîya M. Xelat Ertoşî bi
kurt û kurmancî muhteşem bû. Bi listikvanîya xwe zewqeka hunerî da min, giranîya jîyan û hebûnê li ser min
sivik kir.
Ligel ku serpêhatîyên dûdirêjê; cara çarem e ku M. Xelat
Ertoşî tê li ser dîkê, perwerdeyek û backgroundeke
têr û tîjîyên şanogerî M.Xelat Ertoşî tune be jî, şanogerî û listikvanîya wî zêdetir e la ne kêmtir ya profosyonelan. Di
performasa xwe ya Şêxê Sen’anî de carek din jî wî vê yekê da nîşanê.
Di performansa Şêxê Sen’anî de yek, ji hêla ziman;gotin ve,
kurmancîya wî ya fesih, zelal, herikbar, çandî û klasikî wek helbest bû; tehma
û zewqa kurmancî ji kûr ve dida hîskirinê, di navbera zimanê klasik û modern
kurmancî de wî bi kurmancîya xwe mest kir û heyran dihişt.Min gelek hesûdîya wî
kir ku çawa dikare ewqas zimanê dewlemendane bikarbîne.
Du, ji hêla deng ve, di performansê de M. Xelat Ertoşî carna
bi dengê xwe dibû helbestxwîn, carna dibû çîrokbêj, carna dibû qasidebêj, carna
dibû dengbêj, carna dibû Şêxê Sen’anî, bapîrê xwe, bavê xwe, mamoste xwe… Wi bi
performansê xwe nîşan dengên netewa me, bîra me ya kolektiv nîşan dan. Hem jî
bi performansa xwe dengên netewa me arşîv kir.
Sê jî, ji hêla herekete ve,li piştî qedandina performansê,
wek pirs û bersiv gotûbêjek gelek kêrhatî li ser performansê çêdibû. Mamoste
Kemal Orgun, wek rexne digot, “ digot hereket qels bû” Rejîsorê performansê
Recep Îçen jî wek bersiv digot, “ jixwe
di dengê de hereket heye” mamoste Kemal, wek îlawe digot “ şano jî tam ev e ku,
“divê hereketên ku di dengên de ne wan nîşan bide.” Divê em ji xwe bîr nekin,
bînîn li ber çavan, M. Xelat Ertoşî perwerdeya listikvanî qe nedîtîye ligel wî
yekê jî têra xwe hereketên ku di dengên
de nîşan dan.
Wek encam, ne tene di performansa Şêxê Sen’anî de bi giştî
gelek alîyan heja ye ku mirov li ser
alîyên listikvanîya M. Xelat Ertoşî kûr û hûr bibe. Min jî di vê nivîsê de dixwast bi kûrtasî qala
çend alîyên listikvanîya wî bikim.
Ku M. Xelat Ertoşî dewamê şanoyê bike, dê bibe stêrkek
gêşeyê şano kurdî. Ne têne şanoya kurdî bibe stêrke berzê sinemaya kurdî jî. Lê problemek mezin heye!... Weku ku Xanî
gotîye:
“Çi bikim qewî kesad e bazar
Ji Qumaşî re nîn e xerîdar”
*Ev nivîs berî di malpera Nuhevê de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder