12 Aralık 2023 Salı

Recep Îçen, Şaneşîn Performans û Listika Penceşêr

 


                                     

Kar û xebatên kolektîv û dezgeyî di nav me kurdan kêm û qels in. Bi ser de jî  piranîya karên kolektîv û dezgeyî  li dû wextek li ser milên kesek an jî çend kesan de dimînîn, ev kar jî dibin wek karên ferdî.   Di nav kurdan de piranî karên, aktiviteyên, pêkhateyên hunerî, edebî û kulturî bi însayatîf û xebatan ferdî tê înşakirin. Barê pêşvexistin, geşkirin, berdewamkirina wan karan û pêkhateyên li ser milên înşaker(ên) xwe ye.

Di nav me kurdan de gelek mînak hene ku di qadên cur bi cur de ferdên kurd gelek karên edebî, hunerî û kulturîyê biqalîte, berz û geş kirine.  Ji wan ferdan yek jî Recep Îçen e.

Nasîna min bi Recep  Îçenî ra  berî bi xwendina nîvîsên wî ra çêbibû. Sebaretê şanoya kurdî min çend nîvîs û xebatên wî xwedibû. Li Mêrdînê, ez rastî wî hatibûm, ez çûm bi wî ra bûm nas. Çend carên din jî em li rastê hev hatibû. Hemû têkilîya min bi wî ra ewqas e.

Reçen Îçen, par, li Mêrdînê Şaneşîn Performans înşa kir....

Ji destpêk ve dostek min di nav koma Şaneşîn Performansê de ye. Tu têkilîya min a direkt bi Recep Îçen ra tune ye.Têkilîya min îndirekt  bi vî dostê min ra bi Reçep Îçenî ra, bi karên wî yê hunerî û kulturî ra çêdibe. Ji ser dostên xwe ra, di hinek cîyan de jî ji rastê rast ez bi xwe, ez weku ku şahidîya pêvajoya destpêk û geşedanî Şaneşîn Performansê dikim.

Recep Îçen, Şaneşîn Performansê, ji tunebûnan, ji “bê-”yan wek bêsehneyî, bêlistikvanî, bêpere,  bêdekor, pêpisporî… înşa kir. Hata niha jî tûşî “bê-”yan û tunebûnan tê.  Mînak îro jî li Mêrdînê sehneyek rêkûpêk tuneyê ku listika xwe nîmayiş bikin.

Di demsala biharê sala 2022 de min listika wan a pêşîn bi nava Bêcir  temaşe kiribû. Vê listika pêşîn, min qe neecibandibû lê em neheqî nekin, li gor şert û mercên xwe, li gor destpêk listikek ne xirap bû. Di biharê îsal de jî min listika duyem ya Şaneşîn Performansê bi nava Penceşêrê min temaşe kir.

Bi pêşengtîya Recep Îçen,  li gel hevalên xwe li rexmî hemû tunebûnan û “bê-”yan listikek biqalite afirandîye. Di nav ewqas “bê-”yan û tunebûnan de qalite û başbûna listika Penceşêrê vê nîvîsê da min nivisandinê.

A rastî ez bi hêvî û bêndewarîyên mezin neçum temaşekirina Penceşêrê, çimkî hata niha qasî deh listikên şanoya kurdî ez çûm ji wan yek jî ne li gor dilê bûn, min yek jî neecibandbû, ji min ra gelek bêqalite û biproblem hatibûm. Lêbêle Penceşêr, ji gelek alîyan ve gelek biqalîte bû. Cara pêşîn e ku ez listikek şanoya kurdî ewqas zaf diecibînim.

Listika Penceşêr gelek alîyan heja û biqalîte bû mirov li ser bipeyîve, niqaş bike û binivîse. Yek, ji hêla estetîk ve Penceşêr gelek berz bû wek ziman, dekor, aheng û performansê listikvanan. Du, ji hêla problematizekirina mijara listikê ve, problematizekirina mijare Penceşêr fonksîyonel û kêrhatî bû; serdest û bindestî, spî û reşik, kole û efendî, pakij û qirej dihat problematizekirine.  Sê, hemû listikvanên Şaneşîn amator in lê di Pênceşêr de performansa listikvanan bi gelemperî serketî bû, bitaybetî jî ya M. Xalit Ertoşî û Erdal Açil muhteşem bû, mirov dibêje qey ev herdû listikvan ne amator in, hata niha ne yek, du di listikê de listinê,  deh sal in li ser dîkê ne, bi profesyonel şanogerî dikin. Çar, zimanê Penceşêr gelek dewlemend û geş bû, mirov bi dewlemendîyên kurdî sermest dibû.  Penc, piranîya henekên û kenandina bêqalite û erzanê  şanoya kurdî di Penceşêr de tunebû,henekên Penceşêr biqalîtebûn, bibaha dida kenandinê.  Şeş, emareyên katarsisê di listikê de hebû.

Rejîsor Recep Îçen, xwedî ferasetek hêzdar, backgrounda kûr, zanîna têr û tîje û riwangeya berfireh e. Bi vê listika xwe jî xwe da îspatkirinê.

Ji her alîyan ve Recep Îçen û Şaneşîn Performansê alîkarî û piştgîrî heq dikin. Bi hêvîya ku Şaneşîn Performans li welatê bibe komek sed salî ye….

*Ev nivîs pêşî di malpera Nuhevê de hatibû weşandin. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...