Di nav dîroka cihûyan de giringî û ciyawaziya Theodor Herzl
çi ye?
Wekî çend detayan dîroka cihûyan a berî sala 1880 dizanim.
Lê piştî wê salê, dîroka cihûyan, rewşa wan a sosyopolîtîk ez bi awayekî firehtir
dizanim. Di demên dawî de min li ser dîroka nêz a cihûyan çend kitêb xwendin:
Dewleta Cihûyan (2021) ya Thehodor Herzl, Meseleyeke Giring (2022) a Eliezer
Ben-Yehuda, Jiyana Min a Golda Meir,
Kudüs… Ey Kudüs (2018) a Larry
Collins û Dominique Lapierre.
Mirov dikare dîroka cihûyan bike sê qonaxên sereke; pêş-sirgûnê;
derxistina cihûyan ji Fîlîstînê û belavbûn wan a li çar aliyên dinyayê, paş-sirgûnê
û avakirina dewleta Îsraîlê. Qonaxa paş-sirgûnê jî di nav xwe de ji çend
qonaxan pêk tê; wekî di sirgûnê de berî îslamê, dema îslamê, serdama navîn,
serdema modernîzmê… Şoreşa Fransizan ji gelek aliyan ve rêveçûna dinyayê, neteweyan,
însanan, civakan, kulturan û gelek diyardeyên din serobin kirin û guherandin. Ji
wan diyardeyan yek jî rewşa sosyolojîk û konjuktorî ya cihûyan li Ewropayê bû;
berî Şoreşa Fransizan, cihû li Ewropayê di gettoyan de dijiyan, têkiliya wan bi
bajêr re, ketina wan a nav civakê bi destûrên hezar zehmetî çêdibûn. Şoreşa
Fransizan, cihû ji girtîgehên gettoyan derdixistin û daxilî jiyana bajarên
Ewropa dikirin. Lê vê diyardeyê jî bi xwe re gelek problem û krizên nû anîne.
Di wan deman de dema mirov digot cihû; du tişt wekî hêma
dihatin hişê mirov; yek, tîcaret ango zengînî, du jî, mirovên serkeftî, deha û
gewre yên wekî entelektuel,ekonomîst, mihendis, mîmar, hunermend, zanyar… Sedem
ev e ku li Ewropayê ji bilî bazirganî û entelektueliyê nehiştin ku cihû karên
din bikin. Ku tu dixwest xwe bi ewropiyan bidî qebûlkirin, diviya an tu bibî
deha, entelektuelekî gewre an jî bibî dewlemendekî mezin. Hem ji ber serketin û
hêzbûna madî hem jî ji ber serketina entelektueliya cihûyan li dijî wan li
Ewropayayê diyardeya antî-semîtîzmê derket holê. Di dawiya dawî de antî-semîtîzm
bû sedema Holokostê; jenosîda cihûyan…
Ji piştî salên 1850î ve di nav xwende, nivîskar, rewşenbîr,
entelektuelên cihûyan de li ser meseleya cihûyan, wekî şewbê berbelavbûn û
harbûna antî-semîtîzmê, li ser rewşa wan a sosyopolîtîk, dahatûya wan nîqaşên cure bi cure çêdibin. Di wan nîqaşan
de du alî hene, aliyê cihûyên sosyalîst, komunîst, antî-siyonîst, li aliyê din
jî cihûyên siyonîst hene. Cihûyên sosyalîst dibêjin sosyalîzm çareserî ye û dê me
azad bike, cihûyên sosyalîst dişibin kurdên ku îro demokratîkbûna Tirkiye, Îran,
Iraq û Sûriyeyê diparêzin lê cihûyên siyonîst azadiya xwe di sosyalîzmê de nabînin, lê nikarin çareseriyeke
misoger, daîmî jî pêşkeş bikin. Ciyawazî, curetkariya Theodor Herzl ji vir
derdikeve holê, Herzl dibêje divê cihû bibin xwedî dewletekê, hekena tu çareseriya
din nabe çareseriyeke daîmî û misoger.
Jixwe xeyala du hezar salî ya cihûyan hebû ku welatê ku du
hezar sal berê jê hatine sirgûnkirin, careke din lê vegerin. Ev di nav cihûyan de
wekî xeyaleke nemumkin, bêîmkan û razber bû, kesî ji pêkhatina wê xeyalê bawer
nedikir, ne xeyaleke geşbîn bû. Curetkarî û ciyawaziya Herzl ev e ku ew xeyal şênber
û geşbîn kir, pêkhatina wê xeyalê wekî çareseriyeke daîmî û misoger pêşkeş kir.
Çareseriyeke ku ji bo her kesî bêîmkan, nemumkin e, wekî mûcîzeyê ye lê Herzl
wê çareseriyê pêşkêş dike. Di nav xwende û rewşenbîrên cihûyan de yekane deng
Herzl e ku dibêje ku divê cihû bibin xwedî dewletek. Yek, em bi pereyên
dewlemendên cihûyan ji xwe re axekê bikirrin, bikin dewleta xwe, mînaka Arjantînê
di rojevê de ye, du jî kirrîna axa Fîlîstînê lê ew çend qat zêdetir bêîmkan tê.
Ew çareseriya xwe wekî kitêbekê bi navê Dewleta Cihûyan
diweşîne. Ev xebat ji hêla Fexriya Adsay ve li kurmancî hat wergerandin û ji
weşanên Avestayê hat weşandin.
Herzl ji ber wê çareseriya xwe di nav cihûyan de wekî dîn û
xurifî, şîzofren, wekî ku aqilê xwe wenda kiriye tê dîtin. Hema hema kesek
baweriya xwe bi Herzl nayîne. Ji wî re dibêjin dev ji wan tiştan berde. Lê
Herzl di armanca xwe de ew qasî geşbîn e ku qet guh nade kesî û bi ya xwe dike.
Geşbînî; berî ku tu dest bi karekî bikî, ji xwe bawer dikî ku tu yê bi ser bikevî.
Di wan rojan de min Günlükler (Rojnivîsk), 1. Cîlt (2023) a
Theodor Herzl xwend. Di Günlüklerê de tenê du tişt hene. Yek, temam em cihû
bibin xwedî dewletek, çareseriya daîmî ev e lê divê dewletek çawa be, Herzl ji
her aliyî ve hûr û kûr difikire, hewl dide bersiva wê pirsê wekî projeyeke
bêxeta, planeke rêk û pêk şênber bike.
Du jî ji bo realîzekirina wê çareseriyê, Herzl hewl dide ku wê çareseriyê
înşa bike û pêk bîne, bike rastî. Ji ber wê jî ew bi her cureyî networkan
çêdike. Herzl tê paytexta Osmaniyan Stenbolê, dixwaze bi Siltanê Osmanî re
hevdîtinê pêk bîne. Ji bo kirrîna xaka Fîlîstînê Siltanî îqna bike û pere bide
Osmaniyan, bi pere Fîlîstînê ji Osmaniyan bikire lê li vir cîlda yekem a pirtûkê
diqede.
Di eslê xwe de Günlükler 1. Cilt nîşanî me didin ku kitêba
Dewleta Cihûyan di nav şert û mercên çawa de derketiye.
Gelek avantajên me kurdan ji cihûyan hene. Cihûyan ji
tunebûnê hebûna welatekî û dewletekê, zimanekî afirand. Bo nimûne; çola Necef
kirin deşteke avî. Ya me welat û ziman heye em li ser wî dijîn lê dewlet tune ye.
Em di welatê xwe de bêwelat in, ew jî tam tê wateya bêdewletbûnê. Dezavantaja
me ji cihûyan ev e ku aqilekî me yê mihendisî, înşaker, çareserker û bajarî
tune ye ku em pê xwe bikin dewlet, di cihûyan de aqilekî mihendisî, înşaker,
çareserker û bajarî hebû ku ji tunebûnê ji xwe re welatek û dewletek çêkirin. Cihû
ji ber sirgûnê, li Ewropayê têra xwe bibûn bajarî em nebûn bajarî, îro jî em
hej nebûne.
Îro Theodor Herzl sî û pênc salî bûya, li parçeyekî welatê me
bijiya dê çi bikira? Bi rastî îro Herzl kurd bûya dê çi bikira, ji bo çi tê
bikoşiya? Çareseriya wî dê çi bûya? Çi plan û proje dê pêşkêş bikirina? Rêyeke
çawa dê li ber xwe daniya? Niha ji ku ve û ji çi dê dest bi xebatê bikira? Li hemberî siyaseta me nêzîkbûn û tevgerên wî
dê çi bûna? Wî dê îro xwe neçare, têkçûyî û di korerêyekê de hîs bikira? Dê çi qas
geşbîn bûya?
Yek, Herzl bibûya dê wekî çend kitêban bersiva pirsa “em
dewleteke çawa dixwazin” bidîta. Bi rastî jî heta niha çima kesî li ser wê pirsê
xebatek nekiriye. Mînak ji aliyê hiqûqê ve, me ji bo kurdan makezagonek amade
nekiriye. Du, Herzl kurd bûya gelo dê bibûya entelektuel, nivîskar kitabên analîzî
û tehlîlî yên psîkolojîk, sosyolojîk, dîrokî û siyasî binivîsandina. Sê jî wekî
siyonîzmê dê li ser Kurdistanîbûnê bibûya îdeologek û îdeolojiyek dameziranda?
Theodor Herzl,îro kurd bûya çi bikirina!??
*Günlükler 1. Cild, Theodor Herzl(çev:Ali Fahri Doğan),
Runik Kitap, 2023.
*Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder