12 Aralık 2023 Salı

Di Sînemaya Kurdî de Mîladbûna Fîlma Cîran a Mano Xelîl

 


Mîlad, hemû rabirdû dide alîyek, destpêk nû ye, nayê  wateyê veqetandina ji rabirdûye, rabirdû wek hebûna xwe heye, destpêkek radîkal dest pê dike, tu tişt nabe wek berî.  Di determîzmê, dîyakletîzm de mîlad tê wateye; guhertinek radîkal û jikokê ye ku ne li bendê bûn ku biqewime.

Fîlma Cîran(Neighbors,2021) Mano Xelîl, di sînemaya kurdî mîladek e.  Fîlma Cîran, ji bo sînemaya kurdî destpêk nû ye. Rêveçûna sînemaya kurdî diguhere. Di sînemaya kurdî de tu tişt ne wek berî bibe…

Li paşî temaşekirina Cîranê, ji ber mîladbûna wê ez gelek bi heycan, şên û enerjîk bûm û kêfa min geş û motîvasyona min berz kir. Di jîyan de dema ku  ez rastî berhemên biqalite û raser, berzê bi kurdîyê tê ev halîyetê ruhî di min de çêdibe.

Çima fîlma Cîran ji bo sînemaya kurdî mîlad e?? Çima û çawa fîlma Cîran rêveçûna sînemaya kurdî guherandîye?

Di fîlmê de her nîşane û her hêma, her detay bi xwe, mijarek nivîsek e. Di vê nîvîsê de ez têne hinek alîyên mîladbûna Cîranê nîşan bidim.

1.Ranciere dibêje “Huner divê  ne ten teqlidê realîte be, divê realîteye biguherîne jî” Jixwe dema ku hunermendek bikare realîteyê biguherîne, raserî û gewrebûna wî/wê di wê demê de derdikeve holê.   Mano Xelîl jî tam xwe gihandîye vê raserî ye.  Bê ku ew bikeve dehfike îdealîzekirinê û romantîzekirine, îdeolojîzekirinê û firoştina xeyal û hêvîyan. Di Cîranê de Mano Xelîl gelek alîyan ve  rastîye, realîteyê diguherîne. Ew  aqilek rasyonalîst, pragmatîst û fikîrîna bi fokusa çareserker pêşkeş me dike.

2. Çima kîn û hêrsa kole, bindest, kolonkirî li hembere efendî,serdest, kolonyalîst tune ye? Bêhersbûn ne kolebûyîn û ne bindestbûyîn ne kolonîkirîbûyîn e, bimankurtbuyîn e.  Koleyên bê kin û bê hes ne mumkin e ku xwe azad bike. Romantîzm û hûmanîzm ne karê bindestan û kolonkirîyan e.  Hesta kîn nade jibîrkirinê, bîra mirov her zindî digire, nefret ji raste rast dixwaze  hebuna muxatabê xwe tune bike, nefret dibe faşîzmê. Mînak  kolonyalîst bi nefreta xwe dixwazin me tune bikin.  Hêrsa mirov jî  her tim di nav hewildayina lêgêrîna qesasgirtine ye.Kîna ku xwe negihîne wergirtina tola xwe, di dawîya dawî de subjeye xwe tune bike, tene jibîrnekirin,  subjeya xwe difetisîne. Mirovên bê hêrsbûn  bi melankolî ra  tê jehrkirin. Melankolî bêhereketbûn e, têralî ye.  Hêrs û tolwergirtin ji subjeya xwe ra mesulîyet û bar tîne.  Bêhêrsbûn û wernegirtina tolê têkçûna hataûhateye.

Di edebîyat, sînemaya kurdî de hêrs û tohildêrî gelek qels  e. Li gor sinema û edebîyata me di muzîka me de zêdetir hêrs û tolhilderî heye. Gelo we qe rastî berhemek sînema û edebîyata me  hatin ku hêrsdarî û tolhilderî vedijîne.  Mînak Salnameya  Kawa Nemir tê bîra min,  di wî berhema wî ya  de nîşaneyên hêrs û tolgirtin hene.  

Di Cîrane de hewla vejandina  hêrs û tolgirtin heye, gelek tolgirtinê problematîze dike.  Di fîlmê de gelek nîşaneye vê yekê hene. Mînak Şêro yê şeş salî dixwaze bi qirme biçe tola dayika xwe bistîne, ya zarokan li hemberê mamoste xwe, Aram ku digot, ez ji wetenê xwe ra leşkerî dikim û bîryara wî ya çûyîna ber bi çîyayan… Di fîlmê de di nava zarok û mezinan  de di peywenda tolgirtinê de qrîzek heye. Şêro bavê xwe suçdar dike ku çima naçe tola dayika wî nagire.

Di fîlmên Mehmet Alî Konar Govenda Elî û Zîn, Hewno Bêreng de jî  em zarokek hêrsdar, qesasgîr dibînîn.

 

3.  Çi di edebîyata tirkan de çi jî  sînemaya tirkan de îmaj û  temsîla kurdan ji her alî ve xirap, negatîf e, wek gundî, cahil, nezan,bêaqil, ehmeq, paşvemayî, nemodern.. Ew her hewl didin vê îmaj û temsîlê  ji nû ve biafirînîn. Ji alîya din di sînema û edebîyata tirkan de wek subje em îmajek, temsîlek kurdek nabînîn. Hemû îmaj û îmge, temselî me di sînema û edebîyata wan de wek obje ye.  Îhtîmal mezin wek ya  tirkan di sînema û edebîyata wan de jî bi vî rengî îmajek û temsîlek kurdan heye. Ev bi sînema û edebîyata xwe her hewl didin ke em nebin subje û takekes.

Di Fîlma Cîran de derheq û hemû îmge û  temsîlên wan serobin dike, xera dike. Di Cîrana de em kurd di bindestîya xwe de jî  wek subje û takekes in.   Mano Xelîl, subjebûn û takekesbûnê kurdan afirandîye.

4. Di hejmarek kovara Psycholojiya Kurdî de li ser mêvanperwerîya bindestan  min nivîsek berfireh nivîsîbû. Çi sedem li pey mêvanperwerîye bindestan de hene, min derxistibû holê. Min mêvanperwerîya bindestan wek ehmeqane û jixwebîyanîbûn, xwenezanîn pênase kiribû. “Kurd gelek mêvanperwer în” Her dixwazin bi vê dîskorê mêvanperwerîya me ya ehmeqane û jixwebîyanîbûnê ji nû ve biafîrînîn. Mînak mamosteyek tê gundek me, armac dike ku hebûna me, rûhê me tune bike lê wek mêvanperwer li ber wî tevdigerîn, ma gelo ew ne ehmeqtî, jixwebîyanîbûn û xwenezanîn e?

Di sînemaya kurdî yekem cara ku fîlmek, Fîlma Cîran, ew mêvanperwerîya me ya ehmeqane û jixwebîyanîbûnê, xwenezanîn dişikîne. Tene vê mêvanperwerîya naşike, îmaj û temsîla gundîya, têkilîya zan û nezan serobin dike.

 Di Cîranê de mamosteyek tê gund, li hemberê mamoste jixwe  qe hewlek mêvanperwerîya gundîyek nabînîn, em bi mamoste ra qe danûstendinek gundîyek jî nabînîn. Herkes bi mamoste ra gelek bimesafe ye. Kesek li hembere mamoste nê mêvanperwer e, îlgî û eleqe nîşan nade.Li hemberê  mamoste gundî îtraz kar in, em gundîyên cahîl nabînîn. Gundîyên ji mamoste zêdetir zana û hayîdarê normên gêrdûnî ne. Gundîyên wek subje û takekes dibînîn.  Cîran îmaj û temsîla gundîyên kurd şikandîye, temsîlek û îmajek nû afiriandîye. Divê sînemaye me jî vê îmaj û temsîlê geştir bike.  Piştî vê fîlmê edî nikare gundîyên me li gor îmaj û temsîla sînemaya tirkan biafirînîn. Di fîlmê de ji encama perwerdeya hov ên mamosta, zarok jî li ber hovbûn diçîn. Bi navê Hamo gundîyek, perwerdeyê mamoste çawa encamek hov derxistîye, nîşane mamoste dide. Ma qey mumkin e ku em di sinemaya kurdî ya bakurî de vê yekê bibînîn.  

5. Yek jî alîya gelek girîng e fîlma Cîran, dîyardeya zarok e. Herî zêde jî  divê  em di vê  peywenda de em li ser fîlmê kûr bibin.  Fîlma Cîran di nav civak û kulturê me de  ji bo zarokê kurd guhertinek mezin çê dike; qod,îmaj, temsîla zarokê kurd dişikîne û serobîn dike û wek şoreş e.  

Civaka me ji her hêle ve nahêle ku ego zarok çêbibe, zarok bibe takekes. Di fîlmê de em vejandina takekesbûn û geşbûna egoya  zarokê kurd temaşe dikin, zarok, ji hêla mezinan nayên çewîsandin, ezîkkirin, rebenîkirin, egoya zarokan ji hêla mezinan nayê perçekirin û  qe mezin e ku tune ye ku  ji zarokek ra bibêje “tu zarok î, hiş be” asteng bibe ku zarok nebe takekes.  

Di fîlmê de zarokê kurd  xwedî kesayetîya azad, jîr, biaqil, jixwebawer, ne obje subje ne, tolhildêr in.  Zarok wek hebûn ji kurdbûna xwe hez dikin. Ji kurdan xwe razî ne, serbilind în.Zarok ji mezinan hesap dipirsin ku “ew çima ewqas tirsonek û ezîk în”  Dema ku ev zarok mezin bûn wek mezinên xwe nebin ezîk, tirsonek, teres, reben, divê sînemaya kurdî  çi bike?

Di fîlmê de zarokê kurd bi jîrbûna xwe henekê xwe bi dagirkeran dikin, wan têk dibirin. Hem jî em di nûçeyan de gelek rast tên ku zarok ji erdê bombayek, mayînek dîtîye, nizanibûn ev mayîn û bombaye wek pêlistok bi listîye,  bomba teqiyaye, zarok mirîye, an jî birîndar bûye. Fîlm ev realîte şikandîye.  Di fîlmê de em dibînîn ku zarokên kurd mayînan nas dikin. Fikra wan heye ku bi wan mayînan dibistanên kolonyalîstan serobin bikin ku, bi wî hawî ji wan xelas bibin.  

6. Di sînemaya kurdî de dîyardeyek heye ez wek  mezaxtina mekan û cografyayên hazirî yên xweşik,estetîkê pênase dikim. Fîlmê vê dîyardeyê di xwe de şikandine. Ji mekan û cografyayek ji rêzê, Mano Xelîl bi fîlma xwe mekanek estetîk afirandîye.

7.Di sînemaya kurdî de gelek derhêner xwe wek ardilê Yilmaz Guney dibînîn, pênase dikin lê her tişt alîyek de be, em di wan de qe cesaret û curetkarîya Yilmaz Guney nabînîn.  Ji Diwêr û Peza  Yilmaz Guney hata niha cara yekem e ku wek Yilmaz Guney, ez Mano Xelîl ewqas bi cesaret û curetkar dibînîm.  Mano Xelîl ezîkbûn û tirsonêkîya derhênerên kurd  dişikîne.

Ji bo edebîyata bindestan dibêjin edebîyata bindestan tune ye, alegorîyên wan hene. Em vî tiştî ji bo sînemeya bindestan jî em dikarin bibêjin. Lê Mano Xelîl vê dîyardeye serobin dike, dibêje sînemayê me heye.  Ne bi metaforîk, sembolîk, alegorîk, bi eşkere ji me ra dibêje, faîl kî ye, çi ye…

8.Kolonyalîst ji her alî ve hewl didin li ser kolonîkirîyan epîstemolojîyan ava bikin. Em dikarin bibêjin ku kolonîkirî her dem, her kêlî li binî şîdetê epîstemolojîye kolonyalîstan de ne. Wek sosyolojî, antropolojî, zimannasî, arkeolojî,psîkolojî… Ji ber vê epîstemolojî kolonîkirî her tim di pozîsyonê hewla bersivdayinê, xwefehmkirindayîne, xweparistine, xweîspatkirindayîne de ne. Kolonyalîst, her dem li ser kolonîkirîyan dîskoran ava dikin.  Mînak carek wezirek tirk gotibû, “kurdî ne zimanê medenîyete ye” em ketibu pozîsyona hewla bersivdayinê û îspatkirinê.

Di fîlma Cîran de Mano Xelîl, vê pozîsyonê xera dike. Pozîsyona me û ya kolonyalîstan me diguherine. Ji ber cesaret û curetkarîya xwe, realîteya wan nîşan wan dide. Di têkilîya kolonîkirî û kolonyalîst de dema ku kolonîkirî bikare heqiqate ji kolonyalîstan ra bibêje, pozîsyona kolonîkirî diguhere, ne hewce ye ku tu epîstemolojîyek û dîskaron ava bikî. Mano Xelîl jî ji heqiqatê ji wan ra dibêje, edî ev di pozîsyona bersivdayine de ne.  

 

9.  Mano Xelîl, di fîlmê de kesayetî, karekter, ruh, ezayetîya kurdan de şorek çê dike. Me kurdan ji edebîyata mexdurbûnê,ji parsekîya merhematê, ji kesayetîya ezîk û reben ji parsekîya hezkirin û eleqaye, ji pozîsyona bersivdayin, xwefehmkirindayinê, xweîspatkirine rizgar dike. Em di fîlmê de tu kurdek  vê parsekî, ezîkbûn, pozîsyonek  nabînîn.  Em di fîlmê wî de  em kurdek nû dibînîn.

 

10. Mano Xelîl ne tene di ji hêla takekes ve şoreş çêdike. Ji hêla civak û kultur jî şoreşek çê dike. Civak û kulturê me ya  melankolîk, êşhezî, neşad, mirinhezî,  di rabirdû de dijîn, arebesk, hertim di şîngirtinê de ne, serobin dike. Em vê civakê û kulturê di fîlmê de nabînîn. Civak, kulturek jixwehez, jixwerazî, jixwehayîdar, rasyonalîst, şên, şa û bextewar heye. Kulturek û civak din afirandîye  lê dema ku  vê yekê kirîye neketiye dehfik îdealîzekirinê û romantîzekirinê. Bi hêza hunerê, mucîze û efsuna hunerê pêk anîye.

 

11. Di Cîranê de, di sinemaya kurdî  de em vejandina civakek û takekes kefxweşî, şadî, şênetî, şox û şengî, hezwerî jîyanê dibînîn. Ji vê hêlê ve şorek, nûbûnek e.

12. Fîlma Cîran ji bo min katarsîs bû. Weku ku travmayên min çareser dikir.  Min çend vîdeo Jan Îlhan Kizilhan temeşe dikir.  Kizilhan digot,  Kurdbûn niha jî di nav civakê me de tê negatîfîzekirinê, biçûkxistinê, bindestkirinê, rebenîkirin, xirapkirine. Wek gotina “Xwezî ez ne kurdbûma”  Nehletê li kurdbûna xwe dike. Gazind û lome ji kurdbûna xwe dike. Dema ku zarokek bi kurdbûna xwe dihese. Ji ber vê realîteye, xwe biçûk dibîne, ji kurdbûna xwe hez nake, hebûna xwe bêqiymet û neheja dibîne.  Di fîlmê de zarok û herkes ji kurdbûna xwe hez dikin, ji xwe razî ne, xwe bilind dibînîn bi kurdbûna xwe ra aşt in. Fîlmên ji vê hêla vê travmaye çareser dike û wek katarsîs e. Ma çend berhemên kurdî hene ku travmaya me dikewînîn û wek katarsîs în?

13.Di fîlmên de em dibînîn ku perwerde çawa  takekesan diafirîne.  Çawa nefret û êdinkirin tê wan ferkirinê. Bi perwerdeyê wek ziman, kultur, tîn tunekirina kurdan û û welatê wan erebkirinê tê armackirinê. Lê di encamê de em dibînîn ku ew perwerde sernakeve…

14.Di fîlmê de wek gel em kurdan nabînîn wek netew kurdan dibînînîn.  Kurd netew în, tirk, ereb,faris jî cîranê wan în.

15. Şêro ji kalikê xwe dipirse “Kaliko hata kengî em sînor di nav me de bimînîn?” Pirsa “kengî” bi dahatû ra têkidar e.  Tu pirsa kengî dixwazin pêşarojê li gor înşa bikî, dîyar bikî.  Ev pirsê tê wateye gelo em kengî bibin xwedî dewleta xwe ye.Deh sal, bîst sal, pêncî sal, sed sal, kengî em bibin xwedî dewleta xwe, serbixwe bibin û azad bijîn. Ku em nebin xwedî dewletek hemû keda me hewante bibe.

17. Xwastina Şêro pêk tê, telewzîyon tê lê telewzîyon ne nîşaneyek dahatûyek geş û ronî ye, telewzîyon nîşaneye dahatûyek şer, qetlîam, kuştin… Telewzîyon nîşane me dide ku dahatûyek çawa li benda Şêro ye.

18.Cîran prekaryabûna me kurdan nîşan me dide.

19.Di fîlmê de balon, hişkbûna dar, leyrekên kerpeyî, çûyîna Aram, cîrantî kurdan û cihûyan, zarok ji dahatûyek wek hêvîyên me ne.

Di teknîka fîlmê de fikşîna wê bi real ra tê girêdayîne. Bi vê yekê  me  ji xeyn û xeyalan hîşyar dike.  Dibêje rastî ev e; encamê determenîzma bêdewletbûn ev e.  Bi min divê Mano Xelîl tam jî li vir hewla guherandina realîteye nîşanê bidatana.

Bi min, xwezî fikşîna fîlmê bi realî ra nehatana girênedayîne. Ev girêdayinê hem xeletîyek, şaşîyek  e, hem jî wek neheqîyek li fîlmê hatîye kirine.  

Çimkî  zarokek wek Şêro vê dawî heq nake, ketina wê kampek penaberan, di conteksta fîlmê de xeletîyek e. Gelo ma ji bo Şêro pêşarojek din tunebû?Dive dawî Şêro bi cureyek din  ne wek kesek ji rêzê bibûna?  

Wê dawîya Şêro nîşane me dide ku takekes li hemberê sîstemê de, dîyakletîkê realîteyê  de têk çûye.

Wê çaxê ez dixwazim ji Mano Xelîl bipirsim,  em çawa takekesê kurd rizgar û azad bikin?

Azadkerîya û rizgarkerîya takekes kurd jî ev e ku divê li hemberê sîstemê, dîyakletîka realîte têk neçe, li hemberê sîsteme serbikeve.

Pêwistîya me kurdan herî zêde jî bi serketina takekesan me heye.  Çîrokên, stranên, fîlmên, listikên, romanên serketinên ji me ra lazim in. Wek çîroka kurdên ku Nobel, Palmîyeye Zerîn… stendîye.

Rizgarî û azadîya takekes ev e ku, “ karîye derzîya xwe di dilê dinyayê rake.”  Wek netewperwerek kurd di qada huner û zanist û yên din de li dinyayê  deng vedane,  xwe îspat kirîye. Bi wî hawî dê edebîyata me, sînemaya me,  muzîkê me, resîmê me, zanistên me… ji ya fransizan, ya almanan, îngîlîzan, ameriqayan berztir, rasertir û geştir bibe.

Lewma  xwezî dawîya Şêro ne kampek penaran bibûna. Dawîyê wî ressamek gewre hemû serdemê dinyayê bibûna. 

Wek encam, ku em dixwazin heqê mîladbûna Cîranê bidin, divê em dîtbarîya Mano Xelîl û vê fîlmê   zêdetir bikin, li ser niqaş bikin, bikin rojeva xwe, li ser binivîsîn. Giringîyeka din a Cîran ev e ku di xwe de pradigmaya îdealîzasyona sînemaya kurdî dihewîne.  Ku em em heqê Cîran bidin sinemaya  Kurdî ne wek berî be!...

 *Ev nivîs pêşî di Kovara Temaşeyî de hatibû parvekirin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...