Bi min îro zanîngehên herî mezin ên dinyayê ne zanîngehên
wekî MIT, Cambridge, Oxford, Harvard, Stanford, Imperial College Londra, ETH
Zurih, Zanîngeha Neteweyî ya Singapurê(NUS), University College Londra û Zanîngeha
Berkeley Kaliforniyayê ne, lê belê YouTube e. Îro zanîngeha herî mezin a dinyayê YouTube e çimkî
mirov dikare ji YouTubeê xwe fêrî her
tiştî bike. YouTube dikare ji bo her qadê û mijarê mamostetiya me bike, me zana
û ronî bike. Li gorî pêwendî û eleqeya xwe, car caran ez ji YouTubeê xwe fêrî
mijarên cure bi cure dikim. Di van rojan
de jî ez hewl didim ku xwe fêrî fotografgîriyê bikim. Ji bo wê, li ser YouTubeê
min derbarê fotografgîriyê de li gelek vîdeoyan temaşe kir û min gelek nîşe
girtin. Ji aliyekî din ve jî ez li ser
fotografê, fotografgîriyê difikirim û diponijim. Di encama wan pratîkên min de
ji bo bûyîna fotografgîrekî gewre têgihîştinek û zanîneke min çêbû. Di vê nivîsê de ez dixwazim vê zanîn û têgihîştina
xwe wekî çar qonaxan bi we re parve bikim. Dema ku mirov di wan çar qonaxan de
xwe ber bi pisporbûnê ve kemiland, dikare fotografên resen û ciyawaz bigire, bibe
fotografgîrekî gewre.
1.Bi Awayekî Teknîkî Nasîn û Zanîna Makîneya Fotografan
Makîneya ewilîn a fotografan, du sed sal berî niha, teqrîben
di salên 1820î de li Fransayê hat îcatkirin. Di peresana makîneya fotografan de
sê qonaxên sereke hene. Di qonaxa destpêkê de makîneyên fotografan reş û spî, di
qonaxa duyem de makîneyên fotografên rengîn, di qonaxa sêyem de jî makîneyên fotografên dîjîtal. Qonaxa duyem di
destpêka sedsala bîstemîn de, qonaxa sêyem jî piştî sala 1990an çêbûye.
Di eslê xwe de fotografgîrî ji aliyekî yekem ve pisporiya
nasîn û zanîna bikaranîna makîneyan e.
Ji bo bûyîna fotografgîrekî gewre: Yek, bi awayekî teknîkî teqez
divê fotografgîr peresana makîneyên fotografan bizane; divê bizane ku di dîrokê
de makîneyên fotografan çi veguherîn û guhertin derbas kirine, divê makîneyan
têra xwe nas bike. Bi teknîkî di nasîn û zanîna bikaranîna makîneyan de ez bi
xwe qet makîneyekê nas nakim, nizanim ciyawaziyên wan, kalîteyên wan, ferq û
nuansên wan çi ne. Di vê peywendê de, mirov dikare ji hevalên xwe û mirovên
xwedî tecrubeyên fotografgîriyê sûdê wergire û xwe ronî bike. Du, bi awayekî
teknîkî divê mirov di bikaranîna makîneyan de zana û pispor bibe, termînolojiya
makîneyan û fotografgîriyê bizane, hakimê eyarên hundirîn ên makîneyan be;
taybetmendî, ferq, nuansên makîneyan ên kevn û nû bizane yên wekî diyafram, ISO,
navbera dînamîk, flash, lens, fîltre,
enstantane, megapîksel… Bo nimûne, heke tu eyara teknîka girtinê bizanî, tu
dikarî bi vê zanîna xwe dîmenekî estetîktir û rasttir bigirî, lê belê kesê ku wê
eyarê nizanibe dê têk biçe. Sê jî, ji bo girtina dîmenekî, divê mirov bizane
kîjan makîneyê, lens, fîlter, diyafram, iso… bi kar bîne. Mirov di kîjan qadê
de fotografgîriyê bike, divê li gorî wê qadê makîneya fotografan, ekîpmanan bikire,
bo nimûne ji bo fotografgîriya mîmariyê, divê bizane kîjan makîneyê û ekîpmanên
wekî lens û fîltreyê bikire. Dema ku mirov di xala yekem û duyem de hoste be,
dikare di vê xalê de jî hoste be. Hostebûna wê xalê bi yekem û duyem re
têkildar e.
2. Bi Awayekî teknîkî Zanîna Girtina Fotografan
Wekî teknîk zanîna şert û mercên girtina fotografgîriyê. Di girtina
fotografan de pêwîstiya zanîna hinek xalên sereke heye: Ronahî, goşe û
kompozisyon. Fotografgîr divê di zanîna wan xalan de xwe pispor û hoste bike. Di nav wan de, a herî
giring zanîna ronahiyê ye, bi awayekî fîzîkî zanîn û nasîna ronahiyê. Ji ber wê,
tê gotin ku fotograf ronahî bi xwe ye. Piştî ronahiyê, di girtina fotografan de
zanîna goşeyan tê. Divê mirov bizane di kîjan goşeyan de sûretan bigire, ronahiyê
tê de bi cî bike, bo nimûne bizane nîvrokî an nîvê şevê fotograf ji kîjan
goşeyan ve tê girtin. Dema ku mirov di
ronahî û goşeyan de bû hoste, divê bikare bi vê hostetiya xwe kompozîsyon-estetîkê
biafirîne.
3.Diyarkirina Konseptê
Fotografgîr, piştî wextekî divê konsepta felsefeya
fotografgîriya xwe diyar bike. Divê kûr û hûr bersivên pirsên wekî van bide: Ji bo çi ez fotografan digirim? Ez hewl didim
bi fotografan çi nîşan bidim? Fokusa fotografgîriya min çi ye? Min çi dîtiye ku
ez bi fotograf nîşan didim? Di fokusa
fotografgîriyê min de çi heye? Di fotografgîriyê de perspektîf û nêzîkbûna
min çi ye û çawa ye?
4. Xwedîbûna Şiyana Dîtinê
Fotografgîr di wê qonaxê de dikevin bêjingê. Resenî, ciyawazî,
gewrebûna fotografgîrekî di wê qonaxê de derdikevin holê. Ev qonax di têkiliya
nêrîn û dîtinê de xwedîbûna şiyana dîtinê ye.
Bi min fotograf di têkiliya nêrîn û dîtinê de xwedîbûna şiyana
dîtinê ye. Her kes dikare binêre lê kêm kes dikarin bibînin. Ara Güler di
gotûbêjekê xwe de fotograf wekî “hezkirina nêrînê ye” (Bakmayı sevmektir)
pênase dike û dibêje fotograf “dîtin” e. Herwiha vê mînakê dide; kesek ji malê
derdikeve, rojekê li hemû bajar digere û tiştekî nabîne lê kesek ji malê
derdikeve, heta dikanê an firneyê diçe û gelek tiştan dibîne.
Mirov dikare bi kursan û perwerdeyê, xwe fêrî qonaxa yekem û
duyem bike. Lê qonaxa sêyem qethiyen bi kursan û perwerdeyê re na, lê belê bi paşxana
fotografgîr re ango bi kesayetî, ezayetî, qabîliyet, xwendin, temaşekirin, felsefe
û îdeolojiya wî re têkildar e. Îdîaya min ev e ku Ara Guler (1928-2018) ne ermen
lê tirkek bûya nikaribû bibe fotografgîreke ev qasî tekane û gewre. Çimkî êşa wê
ya ermenbûnê, perwerde û paşxana wê ya ermenbûnê ew afirandibû, kiribû Ara
Guler.
Di bitûniya pisporbûn û hostebûna di çar qonaxan de mirov
dikare bibe fotografgîrekî gewre, derrêzê û ciyawaz.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder