Wek dikotomi ji hêlek sifir, tunebûn, hîçbûn, mirin û ji hêla din yek,hebûn,
jîyan heye. Lê di navbera 0 û 1ê, tunebûn û hebûn, mirin û jîyan de ferqek
heye. Çi tunebûn be çi jî hebûn, çi mirin be çi jî jiyan, çi 0 be çi jî 1, di dikotomi de her dû alî jî hebûna xwe deyndarê vê ferqê ne, ew ferq dibe
sedem ku mirin û jiyan, tunebûn û hebûn bê
afirandin û çê bibin. Dibê ku Xweda jî
ne sifir be ne jî yek, ev ferq bi xwe Xweda bibe.
Çi bi kurdî be çi jî
bi zimanên din ê cîhanê gelo ji bo
pênasekirin û beramberiya vê ferq peyvek, têgehek taybetî heye? Gelo di ware
felsefe û teolojî de di dîrokê de li ser vê ferqê qe xebat çêbûnê û literaturek
peyda bûye?
Ev ferq çi û çawa ye? Di ferqa O û 1,tunebûn û hebûn, jîyan
û mirinê de çi diqewimin, dinyayek, ontolojiyek, çawa heye? Em dikarin vê ferqê
bipîvîn? Ev ferq dibê ku ji atomê biçuktir, ji salîseyek kurttir lê ji qainat mezintir û bêdawî be.
Qiymetê salîseyek, sanîyeyek û giringîya deqayek çi ye? Carna ne deqayek, ne
sanîyeyek, salîseyek an jî çend salîse dibin sedem e ku mirov ji mirinê, ji bobelatek
mezin bifilite. Carna jî di maçek futbolî de em dibînîn ku tîmek di sanîyeyên dawî
de têk diçe, tîma din bi wan sanîyeyan serdikeve.
Di ferqa 0 û 1, mirin û jîyan, têkçûn û
serketinê de carna salîseyek, sanîyeyek,
deqayek dibe dîyarker û tayînker.
Mirov dikare di salîseyek
û deqeyek de çi tiştan bike û çi jîyînan biharteyê deqeyek bike? Sinema dikare di deqeyek çi nişanê bide?
Di filma Tercûmeyê(2022) Omer Faruk Baran tene deqayek e. Gelo Omer Faruk Baran çi bihartiye
deqayek û di şêşt sanîyeyan de çi nîşanê
me dide?
Di fokusê Tercûmeyê
de ferqa 0 û 1ê, ferqa mirin û jiyan heye û hewl dide ku wê ferqê nîşan bide. Her
çiqas di fokusê filmê de ferqa 0 û 1ê hebe jî derhêner di nav deqayek de ji hêlek ve sifirbûn, tunebûn, mirin ji hêla din
ve jî yekbûn, hebûn, jîyan nişanê me dide. Em bi temamî, fenomena jiyanê,hebûnê
û mirinê, tunebûnê û ferqa wan di filmê
de dibînîn.
Di Tercûmeyê de di ferqa jiyan û mirinê, 0 û 1ê de em giringî, dîyarkerî û tayînkerîya salîse
û sanîyeyan dibînîn.
Mijare filmê ev e ku di dema giragira şera Kobanî de grubek
doxtor li gel tercumanek hewl didin ku bi qaçaxî sînorê derbaz bikin û xwe bigihînîn Kobanî. Di
derbazkirina sînorê de em deqayek vê komê temaşe dikin. Bi qaçaxî derbazkirina
sînor; têketina nav sînorên ferqa 0 û 1ê,
mirin û jiyan, tunebûn û hebûnê; ji aliyek mirinê heye aliyek din jî jiyan,
dibe ku salîseyek bibe sedem ku ji mirinê bifilitî an jî ji ber sanîyeyêk ber bi mirinê û tunebûnê
biçî…
Di filmê de ji komê kesek dipirse çiqas wext mayê ku em ji
sînorê derbaz bikin? Tercûman jî dibêje
“qasî emelîyatek wext maye.” Wek derbazkirina sînor bi qaçaxî, mirov herî zêde
jî di emeliyatan de dikeve nav sînorên ferqa 0 û 1ê, ferqa mirin û jîyanê. Bi vê dîyologê piçûk,
ferqa 0 û 1ê, ferqa tunebûn û hebûnê bi xofane nîşan dide û dide hîskirinê.
Kolberên kurd ku ne di navbera jiyan û mirinê de di ferqa mirin û jiyanê de dijîn. Rahim Zabihi
belgefilmaya xwe bi nava Holy Bread(Nanê Pîroz,2020) de bi nerehetkerîyeka
mezin rewşa kolberên kurd nîşan dide.
Wek mijar û fokus di piranîya berhem û metnên edebî, hunerî
de jiyan, hebun û mirin, tunebûn heye lêbêle di
pir hindik berhemên hunerî, edebî,sinemayî de wek mijar, fokus,
problematika ferqa 0 û 1, ferqa tunebûn û hebûn heye, ji wan
hindik filman yek jî filma Tercûme ye, cîyawazîya wî ya sereke li vir
xwe dide dêr.
Serkeftina derhêner ev e ku yek, wî karîye her salîse û sanîyeyên bêdawîyê
komê ji kûr ve bide temaşeker hîskirin, du, bibandora serobinker, kartêker
ferqa 0 û 1ê, ferqa mirin û jîyan, ferqa tunebûn û hebûnê di şêşt sanîyeyan de dide hiskirin û jîyîn.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder