12 Aralık 2023 Salı

Na! Na! Zanîn Bextewarî û Şadwerî Ye

 


                                       

Di sed salên dawî de kurdan çi  fonksîyonê dayê-yüklemiştê perwerde kirîye ?  Fonksîyonek me daye perwerde xwedîbûnê karek  û înşakirina kesayetîyek li gor malbat û civak e. Divê perwerde me xwedî karek bike. Dayika min her ji min ra dibêje “ ma qey çima edî ev mektebê te naqede?” Gelo di dawîya de perwerde de karek tunebûna çend kesan zarokên xwe bişanda zanîngehê? Divê perwerde bi me  ra kesayetîteyek li gor malbat û civak û dîndar çê bike û qetîyen perwerde kesayetîyek, karekterek, jêpirsyarker, rexneker, ramanger bi me ra çêneke

Ku fonksîyondayina perwerdeyê ev be wê çaxê têkilîya me bi perwerde ra ez wek perwerdeyê bê zanîn pênase dikim. Perwerde hewce nake ku bi me  ra zanînek çêbike, me zanadar bike. Ji ber wê perwerde me naguherine û azad nake û ji nav me ra rewşenbîr û entellektuel mezin, deha dernakevin. 

Wê têkilîya me tê wê wate ye ku em li dijî perwerdeyê bi zanînê ye. Zanîn ronî dike, anormal dike, zanîn zîncîran dişikîne derasayî dike û kesayetîyek ne li gor îqtîdar, civak û malbatî çê dike. Ji ber wê zanîn, perwerdeyê bi zanînê  xeternak û tirsnak tê dîtin.  Dema ku em metnên klasîkên kurdî, weşananê kurdî yê destpêkê sed sala bîstemîn dinêrin têkilî û nêzikbûna bi zanîn ra gelek erenî ye.  Rewşenbîr û nivîskarên wan metnan, sedemê hemû têkçûnan, bindestî, kolonîbûyîn, serneketinan kurdan; wek  nezanînê tê ditîn.Lêbêle di bîra me ya kolektîfê û di nav civakê me de hêjatîya zanînê tune ye; zanîn tiştek bêqiymet û nehêja ye. Ji ber wê zanadar hem xwe hêja hîs nake hem jî civak  henekê xwe pê zanadar  dike û tu qedir û qiymetê zanadar tuneye. 

Bi kurtasî têkilîya me bi perwerde û zanîn ra ev e. Ji wê yekê xirabtir, ez nizanim di nav netew û civakê  de din de jî heye an jî tune ye lê  di wan pêncî, çil salên dawî de di nav kurdan de li hemberê zanînê ferasetek  çebûye, ew feraset wek qeneat di nav civakê de berbelav bûye.   Ew feraset ev e: “Zanîn êş  e.”, “Zanîn ne bextewarî ye” û “Nezanîn bextewarî ye”

Ev feraset, ferasetekî xelet, şaş, zirardêr, xwe xesandin e,  geşneker, paşvebir, kêrnedêr, nepragmatîst… Qe haya me ji me tune ye, em  bi vê ferasetê nezanbûnê, cahîltîye her ji nû ve diafirînîn, weku tiştek rast û rind e pesnê nezanbûn û cahîltî didin, cahîltîye bilind dikin, dibêjin cahîl bibin û bi wê ferasetê em têralîye xwe meşru dikin.

Ev feraset  ji kengî ve ye di nav me de çê bûye ? Ev feraset di çil, pencî salên dawî de  di nav kurdan de çê bûye. Piştî salên heftî di nav kurdan de fikrên çepgîrî, felsefîk berbelavbûn. Bi wan fikran  ew feraset di nav me de çêbûye.

Birastî jî  mirovek zîncîrê xwe şikandîye ew mirov êş dikêşe û ne bextewar e?  Birastî jî zanîn êş e, ne bextewarî ye û nezanîn bextewarî ye, şadwerî ye? Welewkî ev feraset rast bibe jî  em wê ferasetê red bikin û qebul nekin, li gor xwe zanînê biwatedar bikin. Lê ew feraset qetîyen ne rast û heqiqet e. Qetîyen nezanîn ne bextewarî û şadwerî ye. Qetîyen zanîn ne êş e. Qetîyen zanîn bextewarî ye. Çimkî nezanîn bi xwe êş e,  ne bextewarî û şadwerî ye. Nezanîn, cahîltî êş û ne bextewerîye wilo ke haya nezan û cahîl ji êş û nebextewarîyê wê tune ye.Weku gelek bindestan ku haya wan ji bindestbûna wan tune ye. Ev jî nîşane me dide ku di bindest û nezan de hişmendîya xwe zanîn çênebûye. Lê zanîn, di hebûna xwe de bextewarî û şadwerî, zewq e.  Zanîn, mirov dêrrêzê û cîyawaz û bilind dike.

Ferasatê “nezanîn bextewarî ye û zanîn êş e ” gelo bandorîya wî li ser zarok û xortên kurdan çi û çawa ye? Ev feraset, di nava zarok, ciwanê kurd û zanîn de têkilîyek çawa durist bike? Ev feraset di zarok û ciwanê kurd de îdraqek, nêzikbûnek çawa çê bike?

Ji ber wê ferasetê di binhişê zarok, ciwanek kurd de fikra “zanîn tiştek xirabe ez ji xwe ra cahîl bimînim” çê bibe, nexwazin  bibin xwedî zanîn,  zanîn weku ku tiştek tirsnak, xeternak û bitehlîke ye, divê ez jê dûr bisekinim.    

Fersate zanîn êş e û ne şadwerî ye, Cahîltî bextewarî ye di me de karekterek, kesayetîyek çawa ava kirîye?

Kesayetîyek û karekterek melankolojîk, bohem, nepragmatîst, salax, ehmeqtî, mazoşîst…  Xwedî zanînê nizana xwe keyfxweş bike, hebûn û jîyanê zewqa û keyfê bistîne, neheqî zanadarbûna xwe dike û nizana heqê zanabûna xwe bide,  hîsa xweerjahîskirina xwe li ser kişandina êşê ava dike; li dinyayê salaxbûna herî mezin ev e, evqas ehmeq e ku  nizane zanîna xwe  bizivirine afirandînê,  nizana zanînê xwe bikarbîne, xwe bilind û azad bike.

Zanîn ne kesayetî û karekterek wilo, divê zanîn bi me ra kesayetîyek û karekterek jêpirsker, rexneker, analîzker,çareserker,  afirînêr, curetkar û cesaretkar,bixwebawer, qurre, îron û mîzahhez,  keyfxweş, şadwer, bextewar, azadî û aramî û kamgîrî çê bike.

Em çawa vê ferasetê bişiknîn? Armanca ev nivîs ev e ku ev nîvîs ji bo şikandina vê ferasetê bibe kevirek. Ji bo avakirina ferasetê nû ye zanîn “zanîn hezwerî ye,  bextewar, gewre û azad dike” bibe kevirek. Her dem û cî de em bibêjin zanîn hezwerî ye, bextewar, gewre û azad dike.

Ku di civaka me de ferasetê zanînê hezwerî,  bextewarî şadwerî, gewrebûn û azadî bibuna, civakê me civakek çawa bibûna?

*Ev nivîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...