12 Aralık 2023 Salı

Di RêwîtîyaXwînerîya Min De Kawa Nemir

 



 

Nava Kawa Nemir, di wergera ji îngîlîzî bo kurdîya kurmancî de bûye hêma. Mirov dema ku bibêje wergera îngîlîzî  bo kurdî  teqez Kawa Nemir di hişê mirov de zindî dibe.

Gelek salan ez bi xebatên Kawa Nemir ra bimesafe û jidûr bûm. Sedem çi bû?! Li ser zimanê Kawa Nemir di nav civata me ya kurdî de ferasetek û pêşdarêzek  hatîye çêkirin; “Zimanê Kawa Nemir, gelek giran e, nayê fehmkirin, kurmancî wî ya çêkirîye…” Bivênevê  xwînerên nû yê Kurdî  angajmananê wan dîyardeyan  dibin.

Di zivistanê sala 2015 de Ehmed Huseynî hatibû Amede. Di roja 01.02.2015 de, di kitapfiroşê Aram de gotûbêjek ji bo wî hatibû lidarxistin. Cara yekem min Kawa Nemir, Şener Ozmen jî ligel wî bû, roja wê gotûbêjê li ber derîyê Aramê ditîbû.

Selamî Esen, helbesta Kawa Nemir, ya Rawestgeha Dîlên Şikestî xwendibû û li ser You Tube belavkiribû. Di wê helbestê de ev riste, gelek dilê min sivik û rehet kiribûn:

“min tu dişibandî qurnefîlekê ji qurnefîlan

ez mirovekî bê paseport im, zirav im, helbestkar im

kurê dayîkeke bindest im”

 

Hezkirina min a ji Kawa Nemir kengî dest pê kir?

Di zivistanê sala 2017 de, di roja 15.12.2017ê de, li Enqera,  li Destar Kafeyê li ser kitaba nû ya Kawa Nemir, Morana Gerdûnê Bayê Labûte, gotûbêjek hatibû lidarxistin. Ez ne xelet bim gotûbêja wî di seat 19.00 da dest pê bikirana.

Di heman rojê de çalakîyek din jî  li Enstituya Goethe ya Enqerayê hebû.  Na bîra min mijara vê çalakî çi bû. Çalakîya Enstituya Goetheyê xelas dibû, bi nîv seat ferqî ra gotûbêja Kawa Nemir dest pê bikirana. Di navbera Enstiruyê û Destarê herî kêm deh deqiqa ye. Li Enqera tene  Enstiyuya Goethe ya Enqera  û  Navenda Çanda Fransizan ya Enqera , li piştî çalakîyên xwe koktely çê dikirin û belaş şarap didan. Ji ber ku ez mirovek deqîq im. Min di xwast tam di wextî de ez bigihenim gotûbêjê.  Di nav  bîst deqayan de hêşt qedex şarab min vexwar!...  Nayê bîra min çawa xwe gihand Destarê, ez çawa hilkişiyam qata pencan… Naveroka gotûbêj jî nayê bîra min lê tê bîra min min pirsek  ji Kawa Nemir pirsîbû.

Min daneyek Morana Gerdûnê wek xelat ji bo Syê da îmzakirine…  Lê firsend çênedibû ez wê xelata giranbiha bidim Syê… jixwe tucarî jî ev firsend dê çênebibe!... Weku Kawa Nemir  di helbesetek xwe ya qerase de mizgînî dide dilên şikestî:

“destên me li wê gerdûnê digihîjin hev demeke çolîstan”

Ez qe ne li bende bûm, Birastî  haîkûyên Moran Gerdûnê muazam bûn. Her haîkû di totalê de ji neh deh peyvan pêk dihat lê îmgeyê romanek dida min û ez mest kirim ku weku ez filmek du seatî temaşe dikim.

Bi xwendina Morana Gerdûnê Bayê Labûtê di hişê min de ferasata Kawa Nemir sed û hêştî derece hat guhertin. Bi wî berhemê hem min ji Kawa Nemir hez dikir hem jî min berhemên wî din meraq dikir.

Di sala 2019 de wergera Kawa Nemir, Piling a William Blake, di Mardin Sahaf de kiribû. Yekem wergera Kawa Nemir e ku min xwendibû ev pirtuk bû.   Wergera Kawa Nemir ewqas bilind bû, ruhkurd û bedenkurd bû ku, jixwe qe behna tirkî ji helbestên Piling nedihat, kurmancî gelek berfirehtir kiribû, û weku ku William Blake bi kurmancî ji nû ve vejandîye.

Ez bi Plingê fêr bûm ku Kawa Nemir çiqas wergereke gewre û resen e. Min zêdetir berê xwe dide wergêrên wî.

Di pirtukfiroşê Ensarê, Xanê Hesen Paşeyê, di nav rafa herî erzan de ez rastî wergera wî ya Ji Çîn û Maçînê ya  Ezra Pound hatîbû û 2,5 lîra min kiribû. Di nav vê kitabê de helbestek heye. Bûye wek motto jiyana min…   

Piştî Ezra Pound, min berê xwe da wergerê wî yên Pêşengno! Lo Pêşengno! Ya Walt Whitman û Welatê Bejî û Deh Koroyên ‘The Rock’ê ya T.S. Eliot.  Li Enqera, ez mêvanê dostê hêja û qedirbilind Nesim Guren bû,  di nav kitabên Nesîm de ez rastî ev du wergêrên bêhempa hatîbûm, Nesîm du ev berhemê giranbuha dîyarîya min kir...

Ji meha Sibata 2023an ve hata îro jî, nêzika deh meh e,   ez bi wergera Kawa Nemir, Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî ya W. B. Yeats radibim û rûdinim.

Kawa Nemir, metnên ku di ciwanî xwe de wergerand, di wan metnan de îspat dike çiqas wergereke mezin e.

Piranî xwendinên min wergerên bi tirkî  in, ji xêynî çend navan xwendin edebîyata tirkî temaşekirina sînemaya tirkî ji min ra wek beradayîbûna wext tê. Dema ku ez wergerên Kawa Nemir û baştirîn wergerek tirk didin ber hev, yên Kawa Nemir, wek Çîyayê Ararat bin, ê wan jî wan girek çolistanê Asyayê Navînê ne.

Di rojên minê Stenbolê de Salname ya Kawa Nemir, her di bin de destên min de bû. Min çend çar hewl daya li ser Salnaye bi nava “Vejendina Hêrs û Tolê” nivîsek binivisim jî  ev xebat her wek taslaq ma!..

Di helbestvanî Kawa Nemir de risteyên gelek serobinker hene. Wek mînak “Ma dikarim derziya xwe di lêva dinyayê rakim?”

Wergera Kawa Nemir,  Ulysses ya  James Joyce ji hezaran alîyan ve wek şoreşek e. Wergerandina Ulysses hem ji bo zimanê me hem jî edebîyata me, ji bo hunerê ji bo rewşenbîrîya me şoreşek e. Wergera Ulysses mijara hezaran nivîs, teza mester û doxtora û xebatên taybetî ne.

Şoreş ne wergerandina Ulysses, şoreşê wergera Kawa Nemir... Kesek din Ulysess werbigerine ez wek şoreş nabînim la ez wergera Kawa Nemir  wek şoreşek pênae dikim. Kesek din nikare wek Kawa Nemir Ulyssesê werbigerine…  bi wergerandina Ulyssesê okyanusek ji me ra çêbike. 

Hevalek, carek gotibû “kesek tirkî nizabe nikare Azadîya Welat fehm bike” Aqilek me ye çawa çêbû gîdîyo… Kawa Nemir hem bi wergeren û hem jî bi şîîrên xwe hewl dide ku wê aqilê bişikne.  Ji ber ku Kawa Nemir mentnên xwe bi wî aqilê nafirîne ji ber wê zimanê Kawa Nemir nayê fehmkirinê…

Wergerandina Ulyssesê  şikandina aqilê tirkîye, ji nû ve serdestkirina aqilê Kurdî ye. Tişten ku di sistematizekirina zimanê xwe de li derve hiştine, xwedî derketina wan tiştan. Ulysses, cîhaneka berfirehtira kurdî  û aqilê kurdî pêşkeş me dike.

Kawa Nemir, bi her xebata xwe hewl daye ku “qumaşê”  me bike,  giranbuhatirê qumaşê cîhanê.

*Ev nivîs pêşî di malpera Nuhevê de hatibû weşandin. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...