14 Mayıs 2023 Pazar

Di Resmên Rojbîn Ekîncîyê De Bajarîbûna Kurdan

 



Têkilîya me kurdan bi bajar ra dişibe têkilîya masîyan û bi jîyana bêjahî ra. Ji bo masîyan bêjahî çi be ji bo kurdan jî bajar ew e.  Hemû problemên kurdan bi bajarîbûnê re têkildar in. Bajar ji her alîyan ve ji bo me pêvçûn, şer, krîz, şok  û travma ne. Dema ku em ji gundan tên bajêr, her tişt dikeve krîzê. Bo mînak ji ber ku li bajaran zimanek halê hazirê kurdî tunebû ji ber wê  em ewqas bi lez û bez asîmîle dibin, kesayetîya me, formên reftarîyên  me dikevin şok û krîzê. Di navbera me û bajarîbûnê de şerê man û nemanê heye. Bajar ji bo me tuneker, wendaker, helandinker e. Em şerê xwe yê herî mezin li dijî bajar didin ku em li dijî bajar têk neçin, wek kurd bimînîn. Em li bajaran nebin tirk, ereb, fars wek xwe kurd bimînin divê em çi bikin?  Em çawa dikarin xwe bajarî bikin?


Huner, realîteyê diafirîne. Romana kurdî, çîroka kurdî, şanoya kurdî, sînemaya kurdî, muzika kurdî em çiqas kirine bajarî? Di wê peywendê de ez li wan qadan dinêrim û wan problematize dikim. Di navbera dîrokên 01-23 Avrêl de li Amedê, li Atolyeya A4ê, bi nava “X-Zoomer” pêşangeha Rojbîn Ekinci hat vekirin.


Di gera pêşangeha X-Zoomer de cîyawazî û balkêşîyek min di berhemên  Rojbîn Ekîncîyê de ditîn ku bajarîbûna kurdan bû. Rojbîn Ekîncî di resmên xwe de krîza me ya bajarîbûnê çareser kirîye, em kirine bajarî. Di vê nivîsê de ez dê hewl bidim li ser vê xalê binivîsim.


Rojbîn Ekîncî çawa em kirine bajarî û krîza me ya bajarîbûnê çareser kirîye? Şêwazeke resen a hunermendîya Rojbîn Ekîncîyê heye. Di resmê wê de tradîsyonî di nav modernîteyê de wenda nebûye neçûye, tradîsyon ji nû ve hilberandîye û senteza modern û tradîsyonî çêkirîye. Wê di resimên xwe de, di nav modernîzm û teknolojî yanî bajaran de tradîsyon, bîra kolektîf û kultûra kurdan ji nû ve hildibere û zindî dike.


Di tabloyên Rojbîn Ekîncîyê de em dibînin ku bi rengên xwe, wek kurd em bajarîbûnê; mînak di resiman de bi cil û bergên netewî yên kurdî û bi rengên jîyana xwe ya rojane bûne bajarî, li hemberê kolonyalîzm, teknolojî û modernîzm em têk neçûn û em serketin. Di nav modernîzm, teknolojîyê de, di bajaran de ti krîz û şokên me tune ne, wek ontolojîk em qet ji xwe şerm nakin, em bixwe bawer in, ji xwe hez dikin, ji xwe razî ne, serbilind in û keyfxweş in.


Kolonyalîzm, mekanîzmayek wilo ava dike ku kolonîzebûyî ji her tiştê xwe fedî û şerm, nefret dike. Sînema û rêzefîlmên tirkan ji bo ku em ji cilên xwe fedî bikin  gelek xebetîne û ji bo wê yekê gelek temsîl û îmaj çêkirine. Di resimên Rojbîn Ekîncîyê de em şikandina wê temsîlê û îmajê dibînîn. Em ji cil û bergên xwe fedî nakin, bi lixwekirina wan em serbilind in û bi xwe bawer in.


Di karên hunermendên hevçerx ên kurd de wek mînak di yê Şener Ozmen, Cengîz Tekin, Şefiq Ozcan û M. Alî Boran de mîzah û îronî gelek serdest e. Di resimên Rojbîn Ekîncîyê de jî wek vegotin mîzah û îronî  domînat e lê cîyawazîya tabloyên wê hene: Em kurd wek karekterîstîk li gundan gelek şadwer, hezwer, keyfxweş,  keyifçî, laqirdîker, yerîker,  mîzahhez û îronîhez û  xemrevîn in lê em li bajaran vê karekterîstîkîya xwe wenda dikin û kolonyalîzm û bajar me dike reşbîn, melankolîk, bohemîk, pesimîst. Di tabloyên wê de em dibînin ku melankolî, bohemî, reşbînîya bajaran têk birîye, keyfxweşî, hezwerî, şadwerî, mîzahhezî û îronîhezîya me ya gund li me vegerîyaye.


Bi kurt û kurmancî tabloyên Rojbîn Ekîncîyê ji gelek alîyan ve katarsîstîk in, hêja ye ku mirov li diwêrên malê xwe, kargehên xwe  bialaqine...

*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.

Şanoya Kurdî Resenî û Azadîya Xwe Digere





Hejmara nehemîn a Kürd Araştırmaları Dergisi çend roj berê hat weşandin, di fokusa vê hejmara kovarê de Şanoya Kurdî heye. Ligel nivîsa edîtorîyê tê de 13 gotar hene, hemû jî bi kurmancî ne. Heta niha cara yekem e ku hejmareka kovarê bi temamî bi kurmancî tê weşandinê. Em hêvî bikim ku ji niha şunda va kovara ji sedî sed bi kurdî weşana xwe berdewam bike.


Dema ku cara pêşîn min çav li naveroka hêjmara Şanayo Kurdî gerand,  gotarên ku ne bi  Bakurî ra têkildar in bala min li ser wan bû, min ji vê hejmarê hêvî dikir ku bi têkildarîya şanoya Rojhelat, ya Başûr; şanoya Bajarê Silêmanyê, Hêwlêr, Kerkuk,  ya Rojevayê; dîroka şanoya bajêrê Efrîn, şanoya kurdên Sovyetê, çi aktuel çi dîrokî, çi jî sosyolojîk gotaran di xwe de bihewîne. Lê kovarê bersiva vê hêvîya neda. Em dikarin ji vê hêlê ve kovara de qelsî û valahîyê bibînin.  Di hêman demê de  derberê şanoya kurdîya zazakî û soranî de jî hêjmarê kovarê di xwe de tiştek nahewîne.


Lê derbera şanoya kurdî ya Sovyetan û ya Başûr de du nîvîs di kovarê de hebû.  Recep Îçen di gotara xwe de li ser dîroka şanoya kurdên Sovyetê sekinîye û xwînerên xwe ronî dike. Gotara wî wek gotareke berhevkirî ye, ji hêla zanîn ve kevirek nedanîye li ser zanîna heyîyan. Helked Îdrîs Abid, gotara xwe li ser ceribîn, serpêhatîyên xwe yên takekesî ava kirîye, li Dihokê qismen jî li Hewlêr û Silêmanyeyê qala rewşa Festîwalanê Şanoya kurdî dike. Ev gotara wî ji bo min sûdwer bû. Gotara Helked ji bo me wek neynik e, em çi rewşê de ne nîşane me dide, bangê me dike ku em li ser rewşa xwe bifikirin û niqaş bikin. Em hêvî bikin ku Helked vê gotara xwe kûrtir û firehtir bike û bike wek kitabek. Xwezî ji her perçeyê welat şanogerek,  rejîsorek qala ceribîn û serpêhatîyên xwe bikirina. Tecrube, ceribîna şexsî û takekesî gelek giring în. Ev giringî di nav me kurdan de zêde nayê zanîn. Divê em her giringî û qiymet bidin tecrube û ceribînên xwe yê şexsî, nivîsîna ceribên şexsî di nav me de  bibe wek çandek.  Heta ku wek takekes giringî û qiymet û hejatî nedin fikrên, hîsên, tecrubê û ceribînên xwe yên şexsî, hem di nav me de çanda nivîsînê û entellektuelî  pêş nakeve hem jî asta civakê bilind nabe.


Gotarên hev temamker in.


Ferhad Feqî, di gotara xwe de qala du problemên  serekeyê şanoya Bakurî dike; adaptasyon û ziman. Listikên ku, tekstên ku ji bo kurdî tê adaptekirinê, em çawa dikarin wan bi kurdewar bikin, xwemalî bikin di listikên de çawa dikarin zimanek estetîk ê kurdî bafirînîn û bikarbînîn niqaş dike. Kawa Nemir di wergerên xwe yên helbestan de têkstan ji nû ve wek kurdî diafirîne, tu dibêjî qey ev şaîr bi xwe kurd e û bi kurdî nivîsîye. Kenan Demîr, bi komên şanoyên Bakurî re hevpeyvîn kirine. Di van heypeyvînan de paradoks, bêneqebî, pirsgirêk, problemên sereke yê şanoya Bakurî dibînîn.  Koman di nav “bê”yan de  bêsehne, bêpere, bêrexnegiran, bê perwerde û“hertiştzanî” hewl didin ku şano bikin. Di heypeyvînê de pirsek li ser felsefe û mîsyon, resenîya estetîka koman e. Derbarê bersivandina vê pirsê de bersiva  Şaneşîn Performans nîşanê me dide  Şaneşîn Performans xwedî felsefe, mîsyon, resenîyan e:


“Estetîka me li ser kevneşopiyên kurdî û formên gelerî disekine. Ji şanogeran bêhtir em weke folklorist tevdiger in. Kesên ku di koma me de cîh digirin bêhtir hevalên me yên kurdolog in ji ber vê yekê jî em pir bi şens in ku, rê û rêbazên folklorê, teorîya folklorê û qîmeta folklorê baş dizanin. Em li dû vê pirsê tevdigerin: Em çawa dikarin kevneşopiyên kurdî bi şiroveyeke nûjen ve di hundirê lîstikên modern de bikarbînin û raxin ser sehneyê?


Helbet ev şêwaz, estetîk bi lîstikekê ve çênabe, divê ku berdewamîyê vê tiştî hebe; heke em vê yekê bi israr di listikên xwe de bi cîh bikin wê demê em bi dilrehetî dikarin bibêjin ku; belê, estetîka me li ser folklora kurdî û rîtuelên kurdî rûdine. Ji ber ku rîtuel di bin tesîra çandê da şîn dibe û di nava civakê da yekparebûyînê temsil dike. Kesên ku beşdarî rîtuelê dibin, xwe parçeyeka wê civakê wê seromonîyê dibînin û li gor rê û rêzikên wê civakê tevdigerin. Rîtuel, komê bi hev digîhine û hişê kolektîf ê civakê derdixîne holê û di heman demê da bi xwe ra nasnameyeka civakî jî tîne. Bi me ruhê şanoyê jî ev tişt e û em jî weke Şaneşînê li dû wê tiştî tevdigerin. Lê weke ku me li jor jî got ji bo ku em şêwaza xwe bi nav bikin hê pir zû ye lê qe nebe hişmendiyeke wisa heye û em ji ber vê kêfxweş in.”


Pelda Bal jî  di konteksta Akademiya Cigerxwîn de, perwerdeya listikvanîya şanoya kurdî  hevpeyvîn çêkirîye. Hewl daye ku bi wan hevpeyvînan di şanoya kurdî de perwerdeya listikvan problematîze bike. Mîrza Metîn jî bi Lalish Theatherlabor hevpeyvînek çêkirîye. Mîrza Metîn wek  felsefe, struktura ve gelek alîyên din ve li ser  şanoyê kûr bûye. Hevpeyvînek asoveker û nûjen e. Sazkara Lalish Theatherlabor, du kurdên Başûrî ne ji Silêmanyeyê ne, di salên nodî de wek penaber çûne, Avusturyayê, li wir jî berdawamî şanogerîyê kirîye. Serkefitinek dest xistine. Cîyê şanazî, serbilindî û motîvasyonê ye ku bi resenîya xwe  xwe daye Avisturyayê qebul kirin. Di qada şanoya dinyayê de derî û perspektîfên nû vekirine. Komên şanoya kurdî û kesên ku bi şanoyî ra têkildar in, divê bi kûr û hûr li ser vê heypeyvînê  xwe biêşînîn.


Berfîn Zenderlioglu di gotara de hewl daye ku  di nav hunerê dinyayê îroyîn de  rewşa şanoya kurdî  muqayese û problematîze dike. Konteksta, armanca gotarê gelek resen e lê ji hêla naverok  ve wek taslaq maye. Ev gotar gelek hêja û heq dike ku mirov  xwe li ser kûr û hûr bike.


Berrin di gotara xwe de di nav alegorîya Şikefta Platonê û şanoyê de têkilîyek çêkirîye, heqiqat, îktîdar, rastî, xeletî, kolonyalîzm,  vê têkilîyê di mînaka şanoyê kurdî de problematîze dike. Berrin Sehmdin, di gotara xwe de pirsek, tespîtek nerehetker, di cî de, rast,  asoveker li ser şanoya kurdî dike:


“Îja em him mîna Ploton dibêje bifikirin him jî, ji alîyekî gotinên wî berawajî bikin. Ji cîhê ku wekî şikeft pênase dikir re emê bêjin Şano, îjar em temaşevanê bikin şuna kesên şikeftê û dinyaya idea jî bikî şuna dik û Şanoyê ( Bi taybetî şanoya kurdî) binirxînî. Ew dem mîna Platon difikire û tîne ser zimên, Şanoya Kurdî ya îro çi nîşanê me dide li ser dikê? Hinek jî em spesifiîk bikin li ser tîyatralîyên dîgîtal videoyên kurt ên tîktok, youtube…hwd. bifikirî û li ser de skeç bifikirî, tev komedî jî nîn e, tenê pêkenok in. Ew tev ne ku Plato dibêje, sî ye yanê li gor zimanê îro em karin peyva teqlîd bi peyva “fake” sexte ye bêjin? Em karin bêjîn sîya sî, teqlîdê teqlîdan e, yên em temaşe dikin? Taybetî zimanê Kurdî bi henekên serdest tew ya herî tewş em bixwe dixin ser dikê. Hewce nake serdest ziman qedexe bike êdî. Em bi dilxwazî wî zimanê dixin nav hunera xwe, wêjeya xwe, jîyana xwe, hişê xwe… êdî kurd bixwe  xwe asîmîle dike. Ija em çima vê jîyanê ku bi dagirkêr hatîyê çêkirin û sîya wan e, teqlîdê teqlîdan em mîna heqîqet qebûl bikin? Ew dem Plato şanoyên ku wiha re hindîk jî gotîyê.” Ev tespîta Berrin tam jî xala dest bi fikirînê û jêpirsyarkirin e!...


Tololwa Marti Mullet di gotara xwe de peywenda şanoya Efrikayê de   gelek nîmune û malzeme pêşkeşî me dike ku kolonîkirî dikarin ji şano û  huneran kolonyalîstanê  şanoyek serbixwe û nûjen ava bikin û  şanoyê ji bo azadkerîya xwe bi kar binîn şanoyek xwemalî û xas biafirinîn. Gotara Mîrza Metîn wek çarçoveyê teorîkê Tololwa Marti Mullet e.


Di vê hêjmarê de ji bo min gotara herî asoveker, ya Mîrza Metîn bû. Mîrza di gotara xwe de têgeha mîmesis  û dîegesîsê jêpirsyar dike, ferqa wan derdixe holê, têkilîya mîmesîs û kolonyalîzm problematîze dike, nîşane me dide ku mîmesîs çawa ji bo kolonîbûyîyan, bindestan girtîgehek, zîndanek; bindest di nav mîmesîsê de tucar nikarin xwe azad bikin,hertim kole, bindest bimînîn. Mîmesîs, koletî, bindestî, kolonîbûyî her ji nû ve diafirine.  Lê azadkerîya dîegesîsê nîşanê me dide. Di nav çanda kurdan de kulturê dengbêjî wek mînaka dîegesîse dide me. Hewl dide ku formên nû yên vegotinê azadkerîyê pêşkeş bike. Têgeha Agir-bêja Rênas Jîyan wek pêşnîyazê me dike. Mîrza Metîn pirsên rast û encamder dike û  bi wê gotara xwe derbên giran li kolonyalîzmê dixe. Efsaneyê Kawa û Dehaq ji nû ve  şîrove dike û nîşanê me  dide ku hêz, vîyan, şîyan, agir e ke bindestan, koleyan azad bike, di nav wan de bi xwe heye, di xwe de dihewînîn. Ev gotara Mîrza Metîn ji bo azadî, resenîya şanoya kurdî derîyan vedike.


Dema ku bi temamî kovarê em dixwînîn; jêpirsyar, muqayese niqaş, analîzên gotar û  hevpeyvîn kovarê nîşanê me dide ku: Yek, Şanoya Kurdî digere resenî û azadîya xwe, li cîhanê di qada şanoyî de digereresenîya xwe.Duyem jî Şanoya kurdî hewl dide ku xwe ji kolonyalîzm, encaman, bandorê wê xwe azad bike.  Ji bo resenî û azadîya şanoya kurdî  pêwistî zêdetir bi xwendinan, rexneyan,niqaşan û analîzan heye…

*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.

Di Dîyarkerîya Dahatûya Dinyayê De Xebateka Kurdekê



Li piştî Şêrê Cîhanê yê Duyêm, li seranserê dinyayê dahatûya dinyayê bûye wek meseleyeke sereke ya rojevê, di qadên zanistên cur bi cur de li ser dahatûya dinyayê gelek niqaş çedibin.


Temenê geresterka dinyayê nêzikê çar mîlyar û nîv sal e. Di nav van mîlyar salan de dîroka mirovê modern du sed hezar sal e, dîroka civakbûn û bicîûwarbûnê bîst hezar  û dîroka sîstema kapîtalîzm du sed sal e. Heta du sed salên dawî yên dinyayê tu kîryar û pratîkên însan ji bo berdewamîya hebûn û dahatûya dinyayê nebûbûn xeter û tehdît. Di encama du sed salîya kapîtalîzmê de ji bo dahatûya dinyayê gelek krîz û pirsgirêkên mezin derdiketin holê ku ev krîz û problem dawîya dinyayê bînîn û wek hebûna dinyayê tune bikin.


Ev krîz û problem çi ne? Yek, krîz û problemên ekolojîk; a) yên îklîmî, b) jî yên jîngehî, du jî, krîz û problemên çekên nuklerî û kimyevî. Wek problemek û krîzek jîngehî em problem û krîza çopê mînak bidin. Li seranserê dinyayê piranîya her  welat, bajar, navçe, gund, wek çem, gelî, newal, çîya li her derê xwezayê problem û krîza çope heye. Em di nûçeyan de rast tên welatên Ewropayî çopa xwe difiroşin welatên dinyaya sêyem.


Kapîtalîzm weku ku zaroka endustrîyê ye yanî kapîtalîzm bi çêbûna endustrîyê derdikeve holê. Pêşketina teknolojî û endustrî jî hevdû temamker in,  geş û bilind dikin û pêş dixin. Bilindbûn û mezinbûna teknolojî û endustrîyê tê wateya pêşketin û mezinbûna kapîtalîzmê. Lê kapîtalîzm, çiqas mezin û bilind dibe ewqas jî çop li dû xwe dihêle.


Çop weku ku gûyê kapîtalîzmê ye, kapîtalîzm nikare gûyê xwe biveşêre. Di nav cureyên çopê de herî zêde jî plastîk bûyê problem û krîzek mezin. Ax jixwe nikare plastîkan di xwe de bihêrîne, ji ser de jî plastîk kimyaya axê û xwazayê, zindewaran xera dike li gel xwe gelek problemên din tîne.


Gelo zanist dê bikaribin ji  çopên plastîk re çareserîyek bibînin? Di vê derbarê de ez nizanim lêgêrîna zanistê di çi rewşê de ye. Lê keçikeka kurd a ji Amedê ye ku diçe lîseyê, hewl daye ku bi xebateka xwe çareserîyek ji bo wê krîz û problema mezin peyda bike.


Çend roj in di qaden medyayan de bi taybetî di medyaya civakî de nûçeyek bûye rojev. Bi navê Gul Karen Aça ku ji Amedê ye û diçe lîseyê, ji ber du xebatên xwe wek Harvard, Stanford, John Hopkins, Duke, Northwestern, Berkeley, Toronto, George İnstitute of Techonolgy û California Santa Cruz ji neh zanîngehên herî mezin ê dinyayê bursa ji sedî sed qebûl wergirtiye. Hem jî  Gul Karen Aça li gor Rise for World di nav 100 xwendekarên geşbînê dinyayê de ye heta dawîya jîyana xwe burs bi dest xistiye.


Xebat û îcadên Gul Karen Aça çi ne?


Yek, hewl daye ku bi hemiseluloz û gliserol li dijî û alternatîfê plastîk objeyek nû îcat bike.


Du jî, hewl daye ku filtreyek îcad bike ku  ev filtre bikaranîna û xerckirina elektirik û av ji sedî nod kêm dike. Ev hewldana wê ji bo domandina jîngehî(environmental sustainability) gelek giring e.


Bi rastî ez nizanim Gul Karen Aça di hewldana xwe ya yekem de çiqas serketîye û an jî çiqas dê serbikeve. Lê eger bikare li dijî û alternatîfê plastik objeyek nû îcat bike; yek, ev îcadê wê ji gelek hêlan ve di nav xwe de gelek nûgerîyan radîkal dihewîne, dudu, di mijara dîyarkerîya dahatûya dinyayê de bibe xebateka gelek giring û heyatî û dahatûya dinyayê bi xebateka keçikeka kurdê hejde salî ber bi başbûn û rindbûnê ve bizivire. 


Şaîrê dilçîya Kawa Nemir di helbesteka xwe de pirsek azadker û gewreker dipirse“Ma dikarim derzîya xwe di lêva dinyayê rakim?” Îro Gul Karen Aça nîşanê me dide ku karîya di hejdê salîya xwe de derzîya xwe di qada zanista dinyayê rabike!...

*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.

Pervîn Chakar û Hêmaya Rabirdû û Dahatûya Kurdan


 

Ji gelek alîyan ve heja ye ku wek berpirsyarî mirov li ser muzîkjenîya Pervîn Chakarê binivise. Çimkî hemû kar û berhemên Pervîn Chakarê ji gelek alîyan ve  rasertir  û berztirîn in. Min derfet dît ku ez li ser albûma wê ya dawî bi navê ‘‘Ji Bo Bîranîna Qurbanîyên Helebceyê’’ hîs û fîkrên xwe bi we ra parve bikim. Wekî karên wê yên berî vê albûmê jî ji gelek hêlan ve berz, geş û raser in.


Albûma ‘‘Ji Bo Bîranîna Qurbanîyên Helebceyê’’ di min de hêmaya rabirdû û dahatûya neteweya me çêkir. Di vê nivîsê de ez dixwazim li ser hêmayeke vê albûmê ya ku di hişê min de çêkiriye, binivîsim û wê îzah bikim…


Dema ku mijar dibe bîranînên rabirdûyê, êş, trajedî, travma, kesayetên neteweyî, pirs giran û kûr derdikeve li pêş me. Pirs ev e ku mirov çawa nêzikê rabîrdûya xwe, êşên xwe, trajedîyên xwe, travmayên xwe bibe û êşên xwe bi bîr bîne? Şert û merc, pîvanga bibîranînê divê çi be û edebîyat, şano,muzîk, sînema, şîîr  çawa bi bîr bînê? Fikra min ev e ku ne tene  rabirdû divê em  bi pragmatîst nêzikê her tiştî bibin ji xwe ra bikin firsend, wek mînak ji têkçûnên xwe serkeftinê mezin, afirandinên bêhempa derbixin. Dema ku em rabirdû û dahatûyê  difikirin û bi bîr tînîn ez her dibêjim divê  rabirdû jixwebawerî, aramîya wîjdanî û jixwerazîbûnê bide û dahatû jî kelecan, şadwerî, qurrebûn, birçîbûna jîyînê  bide me.


Ka em lê binêrîn Pervîn Chakar, çawa nêzîkê li rabirdûyê bûye, trajedîyek giran a kurdan çawa  bi bîr tînê? Hêmayeke çawa ya rabirdû û dahatûya me di albûma wê de heye? Yek, di albûma wê de  di peywenda mînaka Jenosîda Helebceyê de tene bi karesata Helebceyê re sînordar nemaye, hêmaya xulaseya rabirdû, dîroka me, hêmaya rabirdûyeke nîv-aştbûyî, nîv-lihevhatî û ya dudan jî  hêmaya pêşarojeke azad, ronî, aram, şadwer heye. Ji vir cîyawazî û resenîya muzîkjenîya Pervîn Chakarê derdikeve holê!..


Ji xêncî çend hunermendan, piranîya muzîka kurdî ya Bakurî de nêzikbûna rabirdûyê û çi ferdî be çi jî netewî  be bibîranîna êşan, trajedî û travmayan de wek nêzikbûnên melankolîk, arabesktîzekirin, romantîzekirin xwe xesandin, xwe bêhereketkirin, zirarkerî, tunebûna hewlên çareserker, ji êşên xwe, ji têkçûna xwe zewqwergirtin ev tişt jî gelek xeternak e. Herwiha reşbînî, mirinhezî, qederperestî jî di wan de heye.


Bi muzîkê em ji xwe re dinyayeke wisa ava dikin ku ne mumkin e em xwe jê azad bikin, heta û hetayê em bindest bibin;  tu caran tiştek nayê guherandin. Her tim  em di nav şîngirêdayînê de ne û  qet şîn xelas nabe…Di vê konteksê de, cîyawazîya yekem a Pervîn Chakarê ev e ku,  taybetmendîyên vê nêzikbûnê, form û vegotinên bibîranînên rabirdûyê di albûma ‘‘Ji Bo Bîranîna Qurbanîyên Helebceyî’’ tune ye. Albûm, êşê ji kûr ve dide hîskirinê lê di hîskirina vê êşê de jêpirsyarkirin û jihesabpirsîna dîrok û  lêgerîna tolwergirtinê  heye. Xwejibîrkirin û tolnegirtin her tim dibe dubareya dîrokê. Bîranîn, li dijî tekerûrê tedbîrgirtin û problematîzekirina rabirdûyê û wekî çareserî pêşkeşîya tolwergirtina jî berevajî vê çerxê kar dike.


Bi guhdarkirina albûmê re  ber bi rabirdûya neteweya me ez dest bi rêwîtîyek direj û kûr dikim; guhdakirina albûmê di min de hêmaya ‘‘Em li hemberê trajedîyeke mezin têk neçûn, em hêj li ser pîyan in, em kilamên xwe dibêjin; ne temamî bibe jî em bi rabirdûyê xwe re li hev hat in û aşt bûn, ji xwe  bawer in’’  çêdike.


Çi edebîyat, çi sînema, çi şano, çi muzîk, çi jî  di qadên din ên kurdî de piranî bêdahatûbûnî heye. Ew hêmaya dahatûyê nadin me; em dixwazin di dahatûyek de çawa bijin? Di peywenda vê pirsê de hîç romaneke kurdî nehatîye nivîsîn. Di muzîka kurdî de jixwe hêmaya dahatûyê tune ye, erzanîyek û xezelîyek heye ku “hêvîyên sloganik” wek hêmaya pêşarojê pêşkeş me dikin. Cîyawazîya duyem a Perwîn Chakarê ev e ku herçiqas di fokûsa albûmê de bibîranîn û karesatek hebe jî hêmaya dahatûyeke aram, şadwer, ronî û azad heye.


Di nav fetisandina bêqalîtebûn û navêrî(vasatbûn)  kitchbûnê de  ji wan çend kesan yek jî Pervîn Chakar e ku wekî ku katalîzor û israra biqalîtebûn û raserîyê ye. Ji ber vê pêwîstîya muzîka kurdî zêdetir bi afirandin û îcrakirina wê heye. Pratîkên wê nîşane ye ku ew dê qalîteya muzîka kurdî her bilindtir û gewretir bike… Baş e ku Pervîn Chakar heye û dê her hebe jî !...


Têbinî: Peyva kitch(kitsch) bi eslê xwe ji zimanê elmanî ye,  ji bo hunera kêrnehatî û hunera mezaxtinê tê gotin.

*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.

Baştirîn Fîlmên Sala 2022an - 1



Min di rojnameya Gazete Duvarê de nûçeyek dît, donzdeh rexnegirê sînemayê, lîsteya baştirîn deh fîlmên sala 2022an çêkirine. Min jî hewl da yek bi yek wan fîlman temaşe bikim. Di vê nivîsê de, ez li ser resenî û ciyawazîya pênc fîlman rawestîyam. Ev nivîsa min, beşa yekem a ji rêzenîsa min a li ser fîlman e, dê dewama wê bê.


1.The Banshees of İnisherin ( Perîyên Mirî yên İnisherinê), Martin McDonagh, Îrlanda û Îngîlîstan


“Ji cîyên biçûk meseleyên mezin derxistin” wek ku mottoya Sosyal Antropolojî ye.  Em di fîlma  The Banshees of İnisherin de jî tam jî pêk anînê vê tiştê dibînîn.  Derhêner McDonagh, ji gundek bi nava İnisherin ra meseleyên mezinên gêrdûnî derdixe. Di her sehneyên fîlmê de wek ekstanyalîst, felsefîk, sosyolojîk em wan meseleyên mez,n dibînîn. Wek mînak, hevaltî, tenêtî, gund û bajar;mayîn û çûyîn, afirandin, mirin, tolgirtin, şêr…


2.Aftersun ( Piştî Rojê), Charlotte Wells, DYA


Dem, wext, zeman… Zeman, wext û jîyîn û jixwebîrkirin an  jî jixwebîrnekirin… Di zeman û wextên ji destçûyî de mirov çawa dikare wan zeman û wextan ji nû ve dest bixe? Jinûve bidestxistin, jixwebîrnekirin an jî jinûve ji bîra xwe anîn e. Marcel Proust, bi navgîna edebîyatê, di romana xwe ya bêhempa Geran Bo Katî Ledestçû de hewl daye ku her kêlî û bîsta zeman û wextên jidestçûyî jinûve bi dest bixe. Wê hewildanê Proustê em dikarin wek hewla Proustvarî pênase bikin. Di fîlma Aftersun de em hewildaneke Proustvarî dibînîn. Di fîlmê de keçikek bûye sî salî, tehtîlek ku di yanzdeh salîya xwe de bi bavê xwe ra borandîye, ketîye li pey kêlî û wextên wê tehtîla jidestçûyî. Her temaşekerê wê fîlmê jî bi vê keçikê re dikeve li pey kêlî û wextên xwe yên jidestçûyî….


3.Decision to Leave (Biryara Cûdabûnê), Park Chan-Wook, Koreya Başûr


Eşq çi ye? Pirseka kûr û dûr, zor û hêsan, sivik û giran e… Ji roja ewilîna xwe ra hata îro edebîyat, şîîr, muzîk, şano, resîm, heykel, sînema û hunerên din li pey bersiva vê pirsê de ne, bi awayîyek bersiva vê pirsê dane û hewl didin ku bersivên nûtir jî bidin. Ne tene huner,zanistên civakî û tip, bîyolojî jî  li pey bersivandina vê pirsê de ne. Ditîna eşqê… wendakirina eşqê… jinûve, vedîtina eşqê…Aqil, mantix û eşq:Cîyê ku li vir aqil û mantix hebe li vir eşq tune ye. Fîlma Decisino to Leave, bersiva vê pirsê dide me.


4. Eo, Jerzy Skolimowski, Polonya.


Di alîye yekem de xweza, dinya, heywan, nebatî û tişt û di alîya duyem de jî tûk û  însan û homosantrizma wê/î heye. Homosantirizm serdestîya însan e. Însan serdestîya xwe bi homosantrîzmê li ser alîyê yekem de meşrû û hiquqî dike, bi wî hawî di xwe de heq dibîne ku li ser  alîyê yekem de  îqtîdar û hegemonya çê bike û zordest bibe. Lê di encamê homosantirîzma însan de, di  dinyayê de krîz û problem û pirsgirêkên pir mezin, kûr,  û antagonîzmayî derdikevin holê. Di fîlma Eo de, Eo navê kerekê ye, bi çavên kerekî  em encamên hov ên homosantirîzmê xwe dibînîn.


5.Triangle of Sadness (Sêgoşeya Xemê), Ruben  Östlund, Swîd.


Di nav wan fîlman de herî zêde min ji vê fîlmê hez kir, favorîya min a yekem ev e. Ez dixwazim çend carên din jî temaşe bikim. Ev fîlm, ji gelek alîyan ve raser û geş e. Li ser dahatûya dinyayê problematîze dike. Ji gelek alîyan ve perspektîfên nû dide me ku em li ser dahatûya gerstêrka xwe  û însanbûna xwe bifikirin.

*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.

Çima Çîroka Dûpişk a Burhan Tekî Xwe Careke Din Dîsa Nade Xwendin ?




Pirtûka Bûrhan Tekî ya bi navê  Dûpişk, di sala 2018an de  ji Weşanxaneya Avestayê hatiye weşandin. Pirtûk 116 rûpel in û ji şanzdeh çîrokan pêk tê. Di sala 2016an de jî ji Weşanxaneya Belkîyê pirtûka wî ya çîrokan a yekem bi navê Nav hatiye weşandin.


Bûrhan Tek di berhema xwe Dûpişkê de herî zêde taybetmendîya xwe ya çîroknûsîyê nîşanî me dide ku ew dikare ji metaryal, mijar û tiştên cur bi cur bike çîrok û ji wan jî çîrokan biafirîne.


Bûrhan Tek bi xwe doxtor e. Ji hêla wî ya doxtortîyê ve jî em alîyê wî yê psîkolojîk û psîkanalîtîk dibînin di çîrokên wî de; vê yekê bi xwendina nîyet û binhişên karakterên xwe di gelek çîrokên Dûpişkê de nîşanî me dide. Bi çavê sosyologekekî li civakê jî nêhirîye. Bi hêla xwe ya doxtortîyê ve ew çîrok analîz kirine. Li ser gelek dîyardeyan de civak kiriye mijara çîrokê. Wekî arkeologek û psîkoanalîstekî bîr û binhişê xwe kolandiye, ji bîranînên xwe kiriye çîrok û ji hinek tiştan jî çîrokên nû afirandine. Ez navê Bûrhan Tekî ji kovara Zarema û Wêje û Rexneyê dizanim. Teoriyên edebiyatê baş dizane. Jixwe ji teknîk, hûnandin û vegotina çîrokên Dûpişkê vê yekê nîşanî me dide.


Ji ber vê, ez çîrokên Dûpişkê ji hêla strukturê ve li cureyan kategorîze dikim: çîrokên nûxwazî, bîra takekesî û sosyolojîk. Wekî çîrokên Giregir, f.j.v, Çar, Kî ez di nava cureyên nûxwazîyê de kategorîze dikim. Qesta min ji nûxwaziyê ev e ku ji hêla mijarê, teknîk û fonksiyonê ve di nava çîrokên edebiyata kurdî de xwedî taybetmendîyeke ciyawaz in. Keyfa min herî zêde jî ji wan çîrokan hat. Di çîrokên nûxwazîyê de, nivîskar ji hêla mijarê, teknîk û fonksiyonê ve li pey lêgerîna nûxwazîyê ye. Nivîskarî di çîroka "f.j.v" de çîrokeke absurd ji nûçeyeke televîzyonê kiriye çîrok. Di çîroka Giregirê de wekî çawa fikra çêbûna çîroka Veguherîna Kafkayî di mêjiyê wî de çêbûye bersiv dide. Di çîroka Çar de analîzkirina romanekê li gorî xwînerên cuda heye. Di çîroka Kî de nivîskar bi xwînerên xwe re diaxive.


Çîrokên wekî Têlik,  ku ez ne şaş bim, Silêman, Nameyek û Avêtin ez di nava cureya bîra takekesî de kategorîze dikim. Çîrokên sosyolojîk û bîra takekesî di nava hev de ne lê cudahiya yên bîra takekesî hene. Subjeya çîrokên bîra takekesî bîra nivîskar bi xwe ye. Bi wan çîrokan mirov dikare xwendineke Fruedyen bike.


Çîrokên wekî Rev, Nizanim, Melle, Şevbihêrk, Nexweş, Sarinc û Dûpişk ez di nava cureya sosyolojîk de kategorîze dikim. Mînak di çîrokên sosyolojîk de problema sosyolojîk wekî fotografekî tîne ber çavên me lê niviskar nikare xwînerên xwe li ser wan fotografan bide fikirandin, neafirînerî, nehostatî û qelsîya çîrokan ji vir derdikeve: “Ez bîst û yek salî me û ev cara yekem e ku ji tvyê dengekî kurmancî ket guhê min. Carinan di nûçeyên kanalên bi tirkî de bi kurmancî tiştek dihat guhê min, lê ew jî yan nifirek bû, yan zêmara li ser miriyekî bû. Ev jî bi tenê çend kêlî bûn. Lê wexta ku dengê kurmancî ji tvya me hat, ez li ber cit bûm. Tu dibêjî qey xwîn ji min vekişiya. Wek hinek, lingên min bi erdê ve girê bidin. Wek wê tenekeya zeytê ku me hesinê antênê tê de cit kiribû, min digot qey lingên min di nava betona wê tenekeyê de ye. Nelebitîm. Ez nizanim bê sekina min çiqasî dewam kir, lê hew min dît ku zilamê min û hoste hatine hundir û zilamê min bang min dike. Destê xwe li milê min xist û ez anîm ser hiş.” (r.73)


Nivîskarî, çawa dikarî ev kêlî bibandortir û zêdetir bida hîskirin? Zimanê wî diherike, xwîner ji zimanê wî jî aciz nabe lê zimanê wî xwîneran nahejîne, nalerizîne, xwe nade hîskirin û ne bibandor e.


Çima  zimanê çîrokên Cortazar, Borges, Şêrzad Hesen, Sadiq Hîdayet, Şener Ozmen… ewqasî bibandortir in?  Di edebiyata kurdî de bi taybetî jî berhemên kurdîya soranî yên wekî Bextîyar Elî, Eta Nehayî, Ferhad Pîrbal û di kurmancî de Şener Ozmen heye xwe ji nû ve dide xwendin. Gelek berhemên edebî hene ku xwe ji nû ve didin xwendin. Gelo bibandornebûn, temamnebûn û qelsîyên Dûpişkê çi ne ku ew xwe ji nû ve nade xwendin?


 “Edebiyat çi ye? Bi min, edebiyat rih pifî tiştan dike. Tiştên herî mekanîk jî dema ku dibin malzemeya edebîyatê di wan de jî rihek peyda dibe. Alîyekî wî yê Xwedayî heye. Tiştan zindî dike. Zewqa edebî bi peydabûna rihî re têkildar e. Li gel peydabûna rihî çêj, zewq tehma edebî çêdibe. Lê di her nûser û şairî de rihê edebîyatvanîyê tune ye.” Di  zimanê çîrokên Burhan Tekî de zewqa edebî qels e. 


Ji ber qelsbûna zimanê Dûpişkê, ev bandor kêm e û xwe careke din dîsa nade xwendin.

*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.

Fonsîyona Albûma Kevî ya Sîmîr Rûdanî



Di muzîka kurdî de çend muzîkjen û komên muzîkê hene û hêjaya ku mirov li ser wan binivîse. Ji wan yek jî Sîmîr Rûdan e. Sîmîr Rûdan albûma xwe ya yekem bi navê ‘‘Bi Çirokî’’ di sala 2013an de derxistibû. Albûma wî ya duyem bi navê Kevî du meh berê derket. Di Kevîyê de deh stran hene: Bi navê Alîyê Din, Rojên Reş, Strana Me, Hêsirên Veşartî, Gulhavîn, Zarokatîya Wê, Jirmam Leylê, Ava Şêt Diherike, Rojên Reş(Slow) û Dîstopya.


Di struktura stranên Kevîyê de acizî, tênetî, bêkesî takekesên bajarî, terkkirîbûn, eşqa nîvco, xeyal, melankolî, kul û keser û hewldanên xwe ji rizgarkirina wan dîyardeyan hene.


Habîtata antropolojîya kurdan li gor gundan ava bûye. Dîroka bajarî ya kurdan bi dewamdarî tune ye. Dîroka bajarvanî ya kurdan bi serdemî(aktuel) ye. Ji ber vê tradîsyona bajarî ya kurdan çênebûye. Li Bakur di çil salên dawî de nîvê nifûsê zêdetir yên kurdan berê xwe dane bajarên Bakur û  yê tirkan. Bi bajaran re têkilîketina kurdan, ligel xwe gelek şok, krîz û pirsgirêkên takekesî, civakî, psîkolojîk, antropolojîk, îktîsadî, hunerî tîne.


Gelo di nava çil salên dawî de kurd, takekesên kurd çiqas bûne bajarî? Albûma Kevî ya Sîmîr Rûdanî nişanê me dide ku takekesê bajarvanî yê kurd pêk hatîye. Lê!.. Sîmîr Rûdan bi muzîka xwe di navbera bîra takekes û kolektîv, bajarvanî û gundewarî, kevn û nû, modern û tradîsyonê de sentez çênekirîye. Di Kevîyê de giranî bîra takekesî heye. Bîra kolektîv hima hima tune ye. Bi deng, bi melodî, ritîma xwe di navbera du bîra de pirek çênekirîye, parçebûna bîra kolektîv heye. Di stranên Kevî de guhdar xwe wekî takekes dibîne ji hêla civakî ve xwe nabîne. Ji ber ku tene bi bîra kolektîv ve sînordar maye albûm ji guhdaran re xerib û bîyanî tê.


Problema min bi muzîkê re ji alîyê fonksîyona wî re ye. Min fonksîyona muzîkê ji xwe ra kirîye derd û kul. Kilam, stran û deyîra muzîkê ku ez guhdar dikim zêdetirîn ez bala xwe didim li ser fonksîyonên wan. Kilamek min guhdar kir ez keyfxweş kirim, şadîya min a jîyanê zêde kir. Ez ji tirsan û fikaran azad kirim, tirs û fikarên min ji nû ve zindî kir. Birînên min ên bîra takekesî û kolektîf derman kirîye, xwê lê wan zêde kir, çûkûleya wan jê kir.  Dinya, jîyan, însan, tiştên xweş bi min didin hîskirin ne ku min reşbîn dikin.  Ruhê min azad dikin, ne ku acîzîya ruhê min kûrtir û girantir dikin…


Di vê kontekstê de wekî stranên bendewarî; hatin, ji nû ve destpêkirin û rexnekirina civakê  min stranên Kevî kir sê kategorî.


Strana Gulhavîn û Stranên Me di nava kategorîya stranên bendewarîyê de ne. Gulhavîn li ser xweşikbûna rojeke havînê; ji erdê hata ezmanî eşq bûye, bihatina dilberek û xwastina derbazkirina rojek bi hev ra ye. Stranên Me li bendê bûn;  li hêviyê bûn e; daxwaza hatin û bi hev ra stran gotin e. Rojên reş xwe ji bîr kirin  û xwe bextewar kirin: “ Dilê me pê şa bibe bila, dilê şa bibe”.


Stranên ji nû ve destpêkirin stranên Aliyê Din û Rojên Reş in. Aliyê Din li ser hêrs, depresîfbûn, xwekuştin, têkçûnê ye lê xwe teslîmê wan tiştan nake,  dixwaze xwe ji wan pakij bike: “Radibim dîsa dimeşim” / “ Ji tiştên  beredayî re êdî ez / Xwe naxapînim”.  Rojên Reş lêgêrîna çareserî, derbazkirina rojên teng û dijwar in; bi avjenî, meş, lêdana gîtar, xwendina kitaban dixwaze xwe ji rojên reş azad bike.


Stranên din di kategorîye stranên rexnekirina civakê û jîyanê de ne. Strana Hêsirên Veşartî li ser  rexnekirina civak, neazadbûn takekes, xwastina azadbûna takekesî ye: “Heçko dibejê civakê / Ez jî dixwazim azad bim”  Heçko dibêjê wa yên li dora xwe / Ez jî dixwazim li gor dilê xwe” “ Bijîm, bijîm” “Li gor dilê xwe bijîm”. Strana Zaroktîya wê li ser lihevnekirin, eşqa zaroktîyê ye: “Lê ya bela xwe jê venedikir zarokatîya wê bû”. Strana Jirmam Leylê li ser êş, kulên çîroka jîyana jinekî ye. Di Ava Şêt Diherike de  bi henekî rexnekirina nejiyîna mirovek e. Strana Dîstopya li ser tirs, fikar, tarî, mij û moran, pêknehatina hêvîyan û daxwazan, têkçûna ûtopyayê ye: “Xweştir nebê vêdê / Nexweştir dibe êdî/Nexweştir, nexwştir”.


Mînak herî zêde stranên Rojên Reş û Stranên Me guhdaran azad û keyfxweş dikin: ”Dikim ji ser xwe /Bavêjim vê xemginiyê”, “ Xemgîniya van rojên reş / Ka bêje min çi dibe xweş”. Heta cîyekî muzîkê albûma Kevî guhdaran azad, bikeyf û bişên dikin, mirov bêhna xwe didin, xema guhdar direvînîn, ruhê mirov ji huznê paqij dikin. Lê paşî  dîsa huzin, xem, kul, keser, kovan, keder ser dikeve.


Ka em binêrin di albûma sêyema Sîmîr Rûdanî de keyf, hez, çoş, şadî…bi temamî ew hest serdikevin yan nakevin û di navbera bîra takekesî û kolektîvê de dê sentezekî çêbike an  neke û çêbûna takekesên kurdên bajarîyê yên bikeyf û biçoş, jixwebawer nîşanî me bide an jî nede!...

*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.

Berfirehnebûn û Kûrahînebûna “99 Morîkên Belavbûyî”



                        
Min berî niha pirtûkên Helîm Yûsivê yên çîrokî Memê Bê Zîn û Auslander Begê, romana wî ya Gava ku Masî Tî Dibin û  berhema wî ya lêkolînî Romana Kurdî min xwendibûn. Dema ku min ev pirtukên wî xwendibûn, min pir ecibandibûn.

 

Helîm Yûsiv, ji bo min, yek ji nîvîskarên kurmancî yên sereke bû. Hevalên ku li gorî min pirtûkên baş ên Edebiyata Kurmancî ji min pirsîn, min bi taybetî pirtûkên Helîm Yûsiv pêşniyazî wan kir.

Min berê jî gotibû, pirtûkên Helîm Yûsiv ên ku  min berê xwendibûn, min gelek ecibandibûn. Dema ku ez pirtûkeke nivîskarekî/ê dixwînim, heke wê pirtûkê zewq û sûd da min û min berhem baş dît, di min de qenaetek çêdibe, ez dibêjim qey berhemên din ên nîvîskar jî baş in, teqez ez dixwazim berhemên wî/wê yên din jî bixwînim lê ku zewq û sûd neda min û min xirab dît ez dibêjim qey berhemên din jî xirab in. Ez naxwazim yên din jî bixwînim. Ji bo ku pirtûkên Helîm Yûsiv ên ku min berê xwendibûn zewq û sûd dabûn min, min xwest berhemên wî yên din jî bixwînim. Qenaeteke min a din jî heye; dema ku min nivîskarekî/e baş dît, ez dibêjim qey berhemên wî/wê yên dawîtîrîn li gorî yên berê baştir in.  Lê xwendina romana 99 Morîkên Belavbûyî her du qenaetên min jî pûç kirin. Li dû xwendina romana 99 Morîkên Belavbûyî ez tê gihîştim ku carinan berhemên pêşîn ên nivîskar di nava hemû berhemên nivîskarî/ê de yên herî baş in,  carinan yên navîn, carinan jî yên dawîtirîn herî baş in. Ji aliyê din ve, xwendina berhema yekem xirab be jî nayê wê wateyê ku berhemên din jî xirab in an jî xwendina berhema yekem baş be nayê wê wateyê ku berhemên din jî baş in.  Xwebipêşxistina nivîskarî carinan ne domdar e.

Pirtûka 99 Morîkên Belavbûyî dawîtirîn romana Helîm Yûsiv e, 150 rûpel e, ji Weşanên Peywendê derketiye.

  Babetên sereke yên romanê evîn, sêwîbûn, bindestbûn û penaberbûn in. Lehengê romanê Azado ye. Dema ku Azado li Amûdê ji diya xwe dibe, diya wî dimire, Azado jî sêwî mezin dibe. Sêwîbûn, bêdêbûn di temenê Azado de şikestina yekemîn e. Bêdêbûn û tunebûna hezkirina dê bandorê li hemû temen û krakterê Azado dike. Hata dawiya temenê xwe ji êşa tunebûn û bêdêbûnê dikişîne.

Azado cara yekemîn evîndarî Berîvanê dibe. Nivîskarê hestên evîndarbûna Azado bi van hevokan pênase dike: “Evîna Bêrîvanê dest bi şewitandina serê tiliyên min kiriye û şewat hêdî hêdî, mîna xwînê, li gewdeyê min belav dibe. Jana wê şewatê ji min mezintir bû, barekî wisa bû ku min nema dikarîbû bi tena serê xwe hilgirim”.  Gelo ma qey evîndarbûn şewitandin û  jan û êş e? Çima evîndarbûn ne bextewerî û kefxweşî ye?  Azado û Bêrîvan dibin dergistî, Bêrîvan di civaneke wan de tizbiyekê dide Azado.  Di bilindahiya evîna wan de Berîvan bi hevalê Azado yê herî nêzîk, bi Yasîno re Azado dixapîne, îxanetî evîna wî dike. Ew jî şikestina duyemîn a Azado ye. Navê romanê ji tizbiya ku Berîvanê daye Azado tê.

Belavbûn û parçebûna morîkên tizbiyê bi taybetî şikestina evînê sembolîze dike. Lê bi tenê şikestina evînê sembolîze nake, her morîk bi xwe çîrokek e, her morîk parçebûn û belavbûna jiyanekê sembolîze dike. Her morîka tizbiyê bûye wekî beşeke romanê. Di romanê de her morîk bi sernavekî bi nav bûye, heta morîka 59ê tê û bi morîka ji derveyî tizbiyê diqedîne.

Azado bi êşa şikestina evîna xwe dest bi xwendina zanîngehê dike.  Di zanîngehê de ji ber kurdbûna xwe tê desteserkirin, îşkenceyên gelekî giran dibîne. Ew jî şikestina sêyemîn a Azado ye. Azado ji bin îşkenceyên giran çawa tê serbestberdan. Teqez bi riya qaçaxtî diçe Ewropayê, li Elmanyayê dibe penaber. Çend mehan li kampa penaberan dimîne. Li dû çend mehan heqê penaberiyê didin wî  Wî ku heqê penaberiyê bi dest xist, demildest dest bi kursa ferbûna elmanî dike. Azado cardin dibe evîndar. Dibe evîndarê mamosteya xwe ya kursê, Sandrayê.  Li dû kursê ji nû ve dest bi xwendina zanîngehê dike, beşa wergêriyê dixwîne. Dema ku zanîngeh xelas dibe, dest bi karê wergêriya penaberan dike. Heqê rûniştinê didin wî.  Dilê xwe ji Sandrayê re vedike, daxwaza zewacê li Sandrayê dike. Dizewicin, zarokekî wan çêdibe. Lê belê ji ber paranoyakbûna Sandrayê zewaca wan direj dewam nake, ji hev cuda dibin.  Bi saya karê wergêriyê, hînî çîrokên gelek penaberan dibe û govaniyê li wan dike.

Azado rojekê wergêriya zarokekî penaber dike. Ev zarok jî wekî wî ji Amûdê ye. Nexweşiya ew e ku dixwaze bavê xwe bikuje. Bi vî zarokî re Azado digihîje Bêrîvanê, xwîner jî hay ji aqûbeta Bêrîvan û Yasîno dibin. Bêrîvanê îxanet kiribû li evîna xwe û Azado vê îxaneta Bêrîvanê efû nake û lê dibe bela.
  
Temaya romanê ya sereke penaberbûn e: Ji ya me derbasbûna ya din e, ji bo ku di dinyayeke din de bijî, dinyaya xwe terk dike. Penaber berî her tiştî dinyaya xwe li dû xwe dihêle, dikeve nava dinyaya dike din. Lê li vir pirsgirêka herî mezin û bingehîn derdikeve holê: Neentegrebûna dinyaya din. Di arafê de mayîn. Ne dikare vegere ne jî dikare bi pêş ve biçe, ne dikare bibe xwe ne jî dikare bi tevahî bibe yê din, jixwe naxwaze bibe yê din jî û pêvajoya arafbûna nediyariyê dest pê dike. Encama yekemîn a wê pêvajoyê jî xerabûn û serobinbûna derûnî ye.  Romana 99 Morîkên Belavbûyî romana yên di arafa nediyariyê de mayî ye. Niviskarî bi berfirehî û kûrahî li binê bûyîna di arafbûna nediyariyê de nekolaye, ev yek bi xwîner baş nedaye hîskirin û fêmkirin. Nivîskar tu xelasiyekê ji bo mayîna di arafa nediyariyê de peyda nake û ji bo ku dest bi jiyana nû bikin tu alternatîfekê ava nake. Lê dixwaze bi wergêriyê xelasiyekê pêk bîne, lê wergêrî jî nabe çare.

Sedema mayîna di arafa nediyariyê de ne nezanîna zimanî ye. Ku ziman nizanîbûya diviya Azado ne di arafa nediyariyê de bûya lê belê Azado bi xwe wergêriyê ji penaberên din re dike lê wî bi xwe jî nekariye ji xwe re xelasiyekê peyda bike. Azado krakterê sereke yê romanê ye. Azado kesekî melankolîk e û di paşerojê de dijî. Azado nikare ji paşeroja xwe, xwe rizgar bike. Di hundirê xwe de dixwaze paşerojê sererast bike lê şikestina mezinbûna wekî sêwî û şikestina evîna yekemîn nayên sererastkirin. Azado ne kesekî tebermende ye, jêhatî ye, tê Elmanyayê û fêrî zimên dibe, heqê rûniştinê werdigire, zankoyê xelas dike, dest bi karê wergêriyê dike, bi hunerê re mijûl dibe, zewacekê çêdike lê dîsa jî nikare ji paşeroja xwe, xwe rizgar bike. Dema ku ew û Sandrayê ji hev vediqetin, li xwe mikur tê: “Ez bi xwe dihisiyam ku ez nizanim di roja xwe de bijîm. Ez her ber bi paş ve dihatim kişandin û min nikarîbû dawî li mijûliya xwe ya bi “duh” re danîbûya. Berevajî min Sandrayê dikarîbû roja xwe wekî ku tê xwestin bijî û qet li paş xwe nenêre.”

Şikestina xirabtir a ji şikestina sêwîbûn û evînê, bindestî bi xwe ye yanî kurdbûna Azado ye lê di romanê de bindestbûna Azado  li paş dimîne. Azado her dem bi şikestina sêwîbûn û evîna xwe tê ber çavê xwîner lê şikestina ji ber sedema penaberbûna wî li gorî şikestina yekemîn û duyemîn li paş dimîne. Azado rojek ji rojan rastî îşkenceyeke wiha tê: “…zîncîra pantolonê xwe vekir. Bi du pêhnan ez li erdê dirêj kirim û bi ser min de mîz kir… lê wî çep û serî, rû û hemû deverên laşê min dan ber tofana mîza xwe.”  Li gorî min şikestina bingehîn a Azado ev e, ji ber ku kesekî ku îşkenceyeke wiha bibîne, hemû şikestinên xwe yên din ji bîr nake? Li gorî min Azado bi şikestina sêwîbûna xwe û evîna xwe bindestbûna xwe ji xwe vedişêre. Li gorî min diviya romanê xwe li ser vê şikestinê ava bikira.

Di romanê de sedemîtî xwe gelekî zû dide xuyakirin. Sedemîtiya komplîke tune ye, sedemîtiya zelal heye. Mesela em sê şikestinên Azado dibînîn lê di realîteyê de şikestinên mirov ji vê yekê zêdetir linavhevketî û tevlihevtir in. Nivîskar ji bo ku şikestinên Azado zelal kirine, pevxistina romanê qels maye.

Romana 99 Morîkên Belavbûyî ne xirab e lê ne baş e jî. Li gorî Edebiyata Kurmancî ne xirab e lê li Edebiyata Kurmancî tiştekî nû jî zêde nekiriye. Li gorî edebiyata cîhanê tu başiya romanê tune ye.  Kûrahiya romanê ji zanebûna û xeyalkirina xwîner derbas nake, tiştên berfireh û kûr ên ku xwîner pê nizane, nade xwîner. Perspektîfa romanê nekariye ji yên ku tên zanîn derbas bike, perspektîfeke yên ku nayên zanîn biafirîne. Hewla nivîskarî jî tune ye ku ji yên ku nayên zanîn perspektîfekê biafirîne lê nivîskarî bi teknîkên vegotina alegorîk xwestiye ji yên ku tên zanîn derbas bike lê bi kirinê, ji yên ku tên zanîn  nehatiye derbaskirin bi tenê yên ku tên zanîn ji xwîner hatiye veşartin.


Hêza her nivîskarî sînordar û heta cihekî ye. Nivîskar ji bo ku ji hêza xwe ya sînordar berhemeke baş biafirîne, divê zaf zor bide xwe.   //Enqera-2018

 

*Ji bo redaktekirina nivîsê gelek sipasîya dostê xwe bêhempa Hebûn Stembar dikim.

** Ev nivîs berî di malpera Nuhev de hatibu weşandin.

Çend Notê Şaheserêk Milan Kunderayî


                                         

Reya verîn wextê lîsansê de min hewa verîn Milan Kundera wendibi. Ez xelet nêbo  romanê ey yo verîn mi Varoluşun Dayanılmaz Hafifiliği wendibi. O wextî seba ke mi teknîkên romannuştoxîya Kundera nêzananî mi roman baş fehm nêkerdibi ez nişebo dekewo dinyayê berhemî la ancî zî roman ez mest kerdibo.  Dima ra mi romanê ey yo Kimlik, Yavaşlık û bi kurmancî Nezanîn wendibi, mi yewna romanê ey wendbi nêno mi vîrî. Goreyê mi her romanê Kunderayî şaheserêko bêhempa yo.

Çend roj verî mi Varoluşun Dayanılmaz Hafifliği reyna wendi. No wendişê de hem mi roman hîna zaf baş fehm kerdî hem zî ez bi xorînî dekewto dinyayê romanî. No nuşte, notanê no wendişî ra pê yeno.

Milan Kundera, berhemanê fikrî, felsefîk nusêno. Wendox bi berhemanê ey dekewno raywanîyêka fikrî û cipersyarkerî yî. Berhemê ey zaf sade yî la sey denklemanê matematîkî zî gelemşe û komplîke yî, nayê ra zaf zor, dej, rincanî danî wendoxî. 

Mekanê romanê ey, hiş, aqilê  karekteran o. Yew sanîyeye fikrîyayişê merdim de mersela, fikrîyayişê çend sanîyeyê karekterêk de çinayî esto? Seka wazêno cewabê na persî bido ma. O wazêno dinyayê hîş, binhîş, hewn, rojhewn,teberhîş, fikrîyayiş, xeyalkerdiş  binawno ma.

Wendişê romanî nawnêno kî ke Kundera  ser her detayê romanê xo de bi tîtîzî bi rojan xebetîyayo. Seka  ne cumleyêk ne zî çekuyêk z bêluzimî romanê de çîn a.

Kundera, romanê xo konteksta têgehan,mefhuman  de nusêno, romanê xo ser o têgahan ra awan keno. Mersela romanê Varoluşun Dayanılmaz Hafifliği de romanê xo ser o  “siviktî”, “giranî”, “ruh”, “beden” ra awan keno.

Kundera, vîstna verî mi va o  romanê xo têgehan ser o awan keno la mîyanê têgehan de pêardiş û mûnitişêk virazêno; mîyanê înan cîpersyarkerdişan, analîzan keno, têkildarîyan  û detayan de sirdarîya estbîyayiş eşkera keno ke  fekê kî akerde verdêno, kî mest û efsûndar keno.

Fokusê roman Texamulnêkerdişê Siviktîya Estbîyayişê de yew, dinyayê însanê modern, têkilîya însananê modern esta. Kundera mîyanê dinyayê modern de hişê, binhîş, teberhîş, hewn, arzûyanê ferdî nawnêno ma. Eşq, zayendî, beden, ruh, siviktî, giranî problematîze keno. No romanî de Kundera, eşq û zayendî yewbînî ra cîya keno, merdim şino gelek kesan dir seks bikero la teyna şino eşiqêk kesêk bibo.  Dîyîn, sey Prag, Paris, Cenevre, Amerika ma cuya bajaran esta û koçberî no bajaran de cîpersyar keno. Hîrîyîn, welatêk, dewletêk de komînîst de ciwîyayiş senîn o? Seka Kundera waşto, no romanê xo de cewabê na persî bido. Wehşet û serobinkerîya rejîmê komînizm eşkera keno. Çar, homosantirizm rexne keno û dinyayêka post-humanizm pêşkeş ma keno. Pancîne zî, seba  heto tewr giring no yo ke, kich senî bîyo kimyaya estbîyayiş û estbîyayiş xo senî ser o kich ra awan keno banderê ma keno.

Romanê de peywenda  karekterê cenîyan de têkilîya cenî bi bedenê aye dir yeno  problematîzekerdiş, no têkilîya pêrodayişkî û krîzkî nawnêno ma. Labêla karekterê camerdanê romanî de qe têkilîya înan bi bedenê înan dir nêno problematîzekerdiş.  Mersela karektero sekereyê romanî  Thomas o, qe têkilîya Thomas bi bedenê ey dir nêna kendiş, seka qe problemêk, pêrodayişêk Thomas bi bedenê ey dir çîn o. Oyî emrê xo de nêzdî 250 cenî dir seks kerdo, la qe nêdekewto sendroma pesayîşî bedenê ey ey rê îxrenc nêno, bêîqtîdarî nêciwîyêno… Hetobin ra zî Thomas semeda ke cuya xo de 250 cenî dir seks kerdo, bi na pratîkê xo gelek êrîşkarê wendoxê keno, seka wendoxê bivaco “ez ciwîyayo ti nêciwîyayî”  Merdim şiyêno sey kêmasî û qelsî no di hetan ra Kundera rexne bikero, romanê ey sey  zayendperestê komelî pênase bikero.

Her berhemê Milan Kundera, wendişêko xorînêr û herayanêr heq keno. Çimkî romanê ey de seba dinya, ciwîyayiş,însan, xoza, gerdun, heywanan, nebatan û  çîymîyî  fikirî, hîsî, malzemeyo îdeal  esto. Nayê ra gere ma nuştoxîya ey ra mirda xo sûd bigirî.

*No nuşte verîcû keyepelê Nuhev de amebi weşanayiş.

Werekna Murad Canşadî Hîna Zaf Binuştenî!

                                

Edebîyata kurdî de munaqeşeyê problema qalîte û zaf  yan zî tunêk nuştiş esta!... Tonî vonî, nuştox çi hende zaf binuso, qalîteya berhemanê ey ê hende kewno, tonî zî vonî nuştox çiqas tunêk binuso, qalîteya berhemanê ey ê hende berz û geş beno. Labêla ez sey her dîyan zî nêfikrîyeno, qalîteya berhemanê nuştoxêk goreyê zaf yan zî tunêk nuştiş nîyî  goreyê  sermîyanê; background, kapasite, potansîyelê ey dîyar beno. Qewetê ey çi hende ra vejeno çi hende ra nevejêno. Eka nuştoxek wayîrê potansîyel û kapasiteya pîl o, qewetê ey esto ke hîna zaf binuso, o wext gay ke hîna zaf binuso labêla eka kapasite ey çîn a o wext zî gay kewa taye binuso. O ke muhîm o nuştox hemvera kapasiteya xo de çiqas objektîf û hayîdar o. Tonî nuştox  estî mersela des berhemî nuştî la her berhemê înan ya ê verînan ra xirabêr yan zî tekrarê înan o labêla qe hemvera xo de objektîfî nîyî ke  tim ha eynî awe de asnawî kenî.  Tayê nuştox sermîyanê înanê zaf dewlemend a labêla seka ke hayîya înan sermîyanê înan ra çîn a, yan zî rîdî qelbî, sistî, tembelî, bêmotîvasyonî ra  sermîyanê înan  nêbena da-des, da-vîst berhemî, aye  xo dir benî mezelî.

Edebîyata kurdî de çend nuştox estî, seba ke zaf nênuşto, seba înan kî xwezîya xo  anî, kî vanî, “werekna hîna zaf binuştêne”  Nînan  ra yew zî Murad Canşad o. Şert û mercê ke Murad Canşadî ha têde yo, wa hetêk de bî,  kî ke Murad Canşadî wanenî kî xo de vanî, “ werekna ey hînî zaf binuştênî:Werekna ey  teyna nîyî hîrê kitabanê hîkayeyan ey da-vîst roman binuştênî.”Tewr verî kitabê hîkayeyan ê Murad Canşadî Xafilbela (2008), dima ra Hesê Mişî(2013),  tewr peyîn zî Waştî(2015)  amê weşanayiş.  Serra 2018 de zî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî kurmancî ra açarnabi kirdîyî. Verîcû mi mi Xafilbela û Hesê Mişî wendibî, bi zanayiş mi nêwaştî, newe ke Waştî weşanîyaya cade o wext ey biwano û kor bikero.  Xora kurdî de  wendoxê başî bê nuştox î.

Kitabê Waştî ra nat ,heft serrî yo ke  qe berhemêk ey nêno weşanayiş. Heft serrî yo ke ma wendoxan qelema xo ra mehrum verdano. Beno ke ey gelek berhemî nuştî la rîdî konjektorê hepîsxaneyî ra nêşêno înan biweşeno û çap bikero.  Tersa mi ya gird û qesebato mino  giran o yo ke  mala  ey bînra nuştişî ra fek ver ra nêdayo!...

Weşanayişê heft serrî ya Waştî ra dima mi o rojêke germê hamnanê Amedî de wendî.  Gelek hetan ra erjîyêno û erja yo ke merdim ser o Murad Canşadî de binuso. Nayê ra no nuşte de ez hewl bido ser o kitabê Waştî de fikir û hîsanê xo binuso. Waştî de des û hîrê hebe hîkayeyî estî. Her hîkayeyê ey bi teyna serê xo erja ya ke, kî ser o bifikirî, bido têverro, qal bikerî û binusî çimkî:

Yewîn, her hîkayeyê ey de zaf hetan ra seba wendişanê tewir bi tewiran malzeme esto; Hetê sosyolojîya komela ma ra , tîpê komelîyê ma ra, problema yê sosyolojîk, psîkanalîz ra...

Kî şîyênî hîkayeyê Sanika Biza Sîsê û fîlma Das Experimet(2001) bidî têvêro wendişêk bikerî; rîsteyêka şaîr Şukrî Erbaş esta: “ Çîyo ke ma nêşênî şekil bidernî, ma şekilê ci gênî.” Na hîkayeyê de zî proplematîkêka felsefîka xorîn esta. Riste Hetê dîyakletîka efendî û kole, serdest û bindestî de şîyênî ser o na hîkayeyê de wendişêk bikerî.  Na hîkaye zaf manêna rewşa ma yê kurdkîcuyoyoxanî  û kurdkîcuyoyoxanî, ê kurdan û tirkanî,  gelo kamî bibo sey êbînanî?

Hîkayeya Hesappersayîş de teswirkerdişê bajarê Îstanbulî, cuya rojane ya unîversîte, sosyolojî û psîkolojî, otomatîkbîyayiş û xotekrarkerdişê, trajîkomîkê rewşa çepê tirkan esto.  Ziwanê ma ke amê bajarî fetîsyêno, xeneqîno çimkî habîtatê ziwan ma bajar nîyî dewî yo, bajarê ziwanê ma çîn o. Murad Çanşadî bi na hîkayeya xo seba viraştişê ziwanê bajarî qatkiyêk kerdo.

Îtîraz hîkayeyêka yew rîpelîn a la kî şîyênî  ser o aye de wendişêko femînst,  pederşahî, qodê kulturî û komelî bikerî.

Hîkayeyê Alo Çar de nuştoxî vîrmendişê xo yê domantî ra bi teknîka kolajî kerdî hîkayeyê. Hetê tîpolojîyêka komelê, sosyolojîya komelê, pabesteyê herra xo ra kî şîyênî ser o wendişan bikerî.

Hîkayeyê Waştî de bi jîranê henekkerdişê keynekêka naşî wanênî, wendişê aye kî dano hiwî ro. Hetê arzû û xeyalan, waştiş û rindîya kî şîyênî no hîkayeyê ser o wendiş bikerî.

Diyîn, estetîkîya hîkayenuştoxîya Murad Canşad zaf berz û geş a. Kî her hîkayeyê ey de hem hetê teknîk hem hetê muhtewa hem zî hetê ziwan û  karekteran ra   estetîk vênênî.

Hîrêyîne, hetê zewqa edebî ra hîkayeyê ey zaf dewlemend î. Wendişê her hîkayeyê zewqê edebî yo biqalîte esto. Nayê  kî wendişê kirdî ra serdin nêkeno û zewqa wendişa bi kirdî  her gurêr û berzêr keno. Ez wendişê ey mird ra nêbîno, ez bêrîya wendişê ey keno.

Çarîne, hetê ziwan ra ziwanê ey dewlemend, ruhkurd; senteksa kurdî domînant a, hema hema qe boya tirkî nêna. Ziwanê xo bi herêma xo sînordar û teng nêkerdo, ziwanê xo goreyê her mintîqaye kirdkî heray û zengîn kerdo.  Girîngî û giranî zaf dayo ziwan ser o çeku bi çeku, cumle bi cumle, pragraf bi pragraf bi tîtîzî ser o hîkayeyanê xo de xebetîyayo. Nayê ra her cumleyê ey bi tehma ziwanê ma ha dekerdeya.

Pancîne,  sey mersela, ciwîyayişêk zafanê malzemeyo hazir bikarneno, nêkeno hîkayeyê xo, eka bikarbêro zî estetîze keno û newe ra afirnêno û bi vatoxîya bîn saz keno.

Şeşîne, tewiranê teknîkê vatoxîya edebîyatê bi westatî bikarano sey fotografîk, monolog, meteforîk, kolajî… Mersela hîkayeyê Weşîya Şewe bi teknîka monolog, hîkayeyê Îtîraz bi teknîke fotografîk, hîkayeyê Alo Çar bi teknîkê kolajî, hîkayeyê Sanika Biza Sîse bi teknîkê metaforîk nuşta.  

Heftîne, wendişê hîkayeyanê ey ra dima bandor û têsîra înan seka  çîyêko bi  mezg û ruhê kî ra zeleqîyêno, kî nişênî bêrî xo, kî cayê xo teht benî. Wendişê hîkayeyanê ey de sey darba giran, darba mergî gamêk esta, kî resayî a gamî kî serobîn benî.

Heştîne, foksîyona tewr verîn a hîkayeyanê ey, rexneker o, hewl dano wendox bido fikrîyayiş û resmo xişn bi rexnekerî bido wendox nawitiş. Hîsanê wendoxî ra zaf aqilê wendoxî rê nusêno. Romantîze û îdealîzekerdişê sernêkewtiş, binkewtiş, têkşîyayişê ferdî û komelkî, netewî ra dûrî yo, bi rexnekerî û realîst nêzdîya meleseleyan beno. Mersela hîkayeyê Hesabpersayîş de no hetanê xo nawnêno wendoxî.

Newîne, hîkayeyanê ey de mîzah û îronî cayêko û rolêke girîng û domînat gênî. Hîkayeyanê xo de mîzah û îronî bê qusir bikarano.

Murad Canşadî seba ziwan û edebîyatê ma şensêko bêhempa yo. Bi hêvî û arzûya ke xwezî û werekîya ma ya ke derheqê Murad Canşadî de bibo raştî. Heme şert û mercan, bêîmkanîyan û çînbîyayişê ra  ma qelemê ey ra da-vîstî kitabanê romanan, hîkayeyan do  biwanî!...

Esrarê Deyîr: Gelo Vengo ke Şîyênî Her Çîyî Bikero Mûzîk Fek Mûzîk Ra Ver Ra Dayo?



      Verîcû zî muzîkê kirdan de wayîrê kalîte û cewherî Koma Vengê Sodirî û Koma Zazvajê estîbi. Her di komî zî emirderg nêbîyî, albûmê xo yê verîn ra dima sey grubî muzîkî ra fek ver rada. Koma Vengê Sodîrî ra sey hunermendî  Mehmet Akbaş, Ayfer Duzdaşî , Koma Zazvajî ra zî Rodî vejîyaya. Mehmet Akbaş û Ayfer Duzdaş  sey şexsî ha dewamê muzîk kenî la ez vano qey Rodî albûmê xo yê ferdkîyê verîn ra dima  bînra fek muzîk ra ver ra dayo. Kilmane ez teyna wazêno behsa kalite û cewherê Koma Zazvajî bikero: Serranê xo yê lîse de çend rey mi albûmê Koma Zazvajê Qerîn goştarî kerdbî, rîdî nêzanayişê û aşnanêbîyayişê tarzê înanî ra albûmî înan o wextî  zaf weş mi ya nêşîbi. Naskerdişê û goştarîkerdişê mi yê tarzanê muzîk sey blues û caz ra dima serrêk ra verî ez ke înternetî de geyrano albûmê înanî,  teyna Youtube de ez raştê çend deyîranê înan amêyo, mi ferq kerdî tarzê ke o wext weş mi ya nêşîbî jazz û blues bî. Goreyê zanayişê xo yê nikayîn ez şîyêno bivajo; eka Koma Zazvajî dewamê muzîkê bikerdênî ewro muzîka kirdkî yewna tewir û merheleyêk zaf baş de bibîyanî, ê zî sey grubî mîyanê muzîkê ma de bibîyanî  ekol û tradîsyonêk. Çimkî teyna goştarîkerdişê çend deyîranê Koma Zazvajî, xo nawnêno kê ke înan gelek bi resen û serkewte bi tarzanê jazz û bluesî ziwanê ma de muzîk îcra kerdo. La çi heyfo ke dewamê estbîyayişê muzîkê  xo nêerdî!..

 

      Ewro zî seba yewna grubê wayîr cewhere û kaliteyê muzîkê kirdkî: Esrarê Deyîr zî vanî," fek muzîk ra ver ra dayo." Sifteyîn albûmê Esrarê Deyîr, Lêlawe aşma Sibatê 2013ê de vejîya. Tede des hebî deyîr estî. Çend aşme ra pey şeş serrî ya albûmê sifteyînê înan debeno.  Şeş serrî yo ke çend vîdeoyanê amatorkî ra vêşêrî vîdeoyêka newaya profesyonelî Youtube de barnêkerda. Albûmê înanê newî ra zî qet xeberêk çîn a. Ez nêzano no vatiş çiqas raşt o labêla eka raşt a Esrarê Deyîrî muzîk caverdayo: Gelo senî bandora muzîka kirdkî bikero, çi netîceyan bivejo orte, o çi vîn bikero, ey de çi kêm bibo, çi zirarê  bigino ey ro?

     

      Peywendîya muzîka kirdkî de erjatî û giringîya muzîka Esrarê Deyîrî çîyî?

   

    Zafanê muzîkjenê profosyenelî ke vanî, "ma ha bi kirdkî muzîk kenî" albûmanê înan de xêncî çend deyîranê kirdkî ê bînî bi tirkî benî. Mesela MetînKemal Kahraman kirmanckî ra zêde bi tirkî kilam vatî. Ehmed Aslanî albûmê xo yê peyên Badula Aurasi de teyna ca dayo şeş kilamanê kirmanckî û Ze Tîjê albûmê xo yê Ur de ca dayo çar kilamanê kirmanckî yî. No hawa hunermand kê şîyênî çiqas sey muzîkjenê kird pênase bikerî. Muqaşekerdişê na persî ma na nuştê de bide kinarêk. Hem zî na dîyarde no hawa muzîkjenan de pêrodayiş û krîzê dabeşîya ezatî(benlik bölünmesi)  virazêna.  Muzîkê kirdkî de muzîkjenê ke safî bi kirdkî muzîk kenî hûmareyê înan, engiştanê di destanê nêvirênî: Grubê Esrarê Deyîr zî înan ra yo.

 

     Muzîka kirdkî yê modern çewrês serrî yo.Goreyê muzîka netewanê bînan zaf apeyde mende yo hem zî  hetê kalîte ra muzîka kirdkî qonaxêk başî de nêbî û nîyo zî. Esrarê Deyîr bi albûmê xo yê sifteyînê  hem muzîka kirdkî aver berdî hem zî kalîteyê ey zaf berz kerdî. Muzîka kirdkî de bîyî muzîkjenanê tew başan ra yewî. Eka Esrarê Deyîr fek muzîk ra ver ra dayo berzbîyayişê muzîkê kirdkî nimz bibo, averşîyayişê ey apey şîro.

 

      Solîstê Esrarê Deyîrî Adem Karakoç o.  Yew vengê Ademî Karakoçî esto bi no vengî her çî şîyêno bibo deyîr û kilam î. Adem Karakoç bi vengê xo şîyêno nêngan zî bikero muzîkî.  Kê şîyênî bivajî ke Adem Karakoçî de dehatîya muzîk esta. Malmîsanij şiîrêke xo de vano" Zanayişo ke ez zana leyro,/mayan kemî ardî enasar lajî./ Mayan kemî ardî." Werekna Adem Karakoç, serranê ke mayan kemî lajî erdî dinya înan ra yew bibîyanî; Adem Karakoç lajî ke mayan se serrîyan de yewî anî dinya, înan ra yew o. Semeda yewna Ademî Karakoçî ganî ma yewna se serrî bipawî. 

 

       Zafanê muzîkjenê ke bi kirdkî muzîk kenî. Ne edebîyata kirdkî zanî ne zî ciwayayişê înan bi kirdkî yo. Ez rojnameyê Newepelî ra zano ke bi edebîyata kirdkî ra têkildar û taqipker o, çimkî mi çend nuşteyê û şiîrê ey Newepelî de wendîbi.Ez rind nêzano ke ciwîyayişê Adem Karakoçî bi kirdkî yo nîyî nîyo, xora Adem Karakoç Awrupa de ha surgun de ciwîyêno, seba ke bi ziwanê xo biciwîyo şert û mercî ê hende zaf zî mûsasît nîyî. Labela vateyê deyîranê Esrarê Deyîr nawnêno ma ke, vateyê deyîranî zafanê Adem Karakoç nuştî, eka Adem Karakoçî bi edebîyata kirdkî ra têkildar nêbîyanî û ciwîyayişê bi kirdkî nêbîyanî nêşênî ê hende rind û baş vateyê deyîran binûso .

   

     Vateyê deyîranê Esrarê Deyîrî, vîrê ma yo koleftîfê û ferdkî û çekuyanî, îdyomî ziwanê ma  ganî kenî. Hetê bikarerdişê û edebî ra kirdkî zaf aver berda. Qet senteksa boya ziwanê deyîra înan nêna. Mersela deyîra "Tew Tew Nazikê" de bi ziwanêko edebî cuya ma ya dewî ano ma vîrê; ma senî zerrî hes kerdo û senî hesûdî kerda:  " dew mîyon ra megeyrî ti nefes bena/ ez weran beno sew ti çîn ba/... "Ona waryay megeyrî gozêk asêna/serê mi kono bela, sew yewî biono tira."

 

    Esrarê Deyîrî muzîkêko bikalite, estetîk û ruhkurd îcra kenî. Muzîka înan melodî, rîtîmî, tinî, hîsî û vengî kurdkî ra pê yeno. Muzîkê înan  înan şiîrkî, mîstîk, zengîn û xorîn o. Mersela deyîrê " Xo ra Viyartiş" û  "Payîze de Zerrzîzey" kê mest kenî. Goştare, ruhê xo, teynatîya xo de, eşqê xo de dest bi raywanî keno. Deyîra "Lome" de dej, trajedîya bêwelatî û azadîya welatî zaf xorîn ra dana kê hîskerdiş :" Cayê mi çîn o, ezê şîro komca, sînê xo mi rê bike welat" Homay merra kes bêwelat nêverdo, dermanê bêwelatî çîn o."," Hatono welatê mi azad nêbo, rîyê mi de ti howê nêveyna."

 

   Muzîka kirdkî mîyanê xo beno sey ê sunnîyan û qizilbaşan beno di kategorî.  Esrarê Deyîr bi muzîkê xo  senteza muzîka ê sûnnîyan û qizilbaşê kirdanî viraşta.  Mersela tewr zaf zî  na sentezî deyîra "Hazir û Nazir ê Kamî ya" de pê amêya û xo nawnêna.  Xêncî Esrarê Deyîr hama çewî nêşêyo senteza înan pê bêro.

  

   Muzîkê Esrarê Deyîrê de tarzê etnîkî, efsunî-sofî,caz û dengbêjî giran o. Her goştarîkerdiş înan yewna tehma hunerî dano kê, goştaranê xo zewqê hunerî de helnênî. Kilamê Esrarê Deyîrî yewbînan ra xiramalî û qet muzîkê înan zî kihên nêbeno.

    

   Gelo biraştî Esrarê Deyîr muzîkî caverdayo? Ez nêzano çiqas raşt o ke Esrarê Deyîr muzîkê ra fek ver ra dayo nîyî fek ver ra nêdayo la eka raşt a fek ver ra dayo sey yewî goştaranê înan ez zaf xo ver ro bikewo... Xora ez ez qet nêwazêno bawer bikero ke Esrarê Deyîr fek muzîk ra ver ra dayo.  Eka raşt o ke Esrarê Deyîr muzîk caverdayo hem muzîkê kirdkî hem zî muzîka kurdkî roşinîya tîrêjêko xo yê geşê tînja xo vîn kerdo, ameyendeyê muzîka ma hîna zaf tarî û zulamat bibo.

   

     Esrarê Deyîr bi cewher û potansîyela xo şîyêno muzîka kurdkî de bibo ekolêk û tradîsyonêk, sey Grubê Kamkaran…   // Mêrdîn-2019

2022 de Albûmê Kirdkî-Zazakî

 



Serranê di hezaran ra dima, encamê wertevejîyayişê û  vîlabîyayişê înternetî de dinya de sey qada ferdî, kamuyî, qada dîjîtalî vejîyayî werte.  plakê kerra,  plakê LP(Long-Play), plakê 45’ane, kasetî-bandî, CD ra dima, qada dîjîtalî de muzîkê de zî bedelnayîş û vurnayişê pill virazîyayî. Sazkerdişê platformê medyaya sosyalî ya You Tube, dinyayê muzîkê de bedelnayişê radikalî viraşt û ha virazêna.

Çend serrayanê peyînan de cîhana muzîkê de di bedelnayiş zaf kewnî mi çimî. Yew, albûmî sey CD nîyî teyna sey dîjîtalî ser o You Tube û platformê dîjîtalê bînê de yenî weşanayiş. Labêla tonî muzîkjen semeda ke albûmê înan sey madî xatira bimanî albûmê xo teyna da-sed heban sey CD weşanênî.  Dîyîn zî, albûmî hîna zaf nênî viraştiş, muzîkjenî hîna zaf, serrî de yew, di tekêk-single vejênî.

Dema ke ma ewnîyanî cîhana muzîkê kirmanckî ra ma no di bedelnayişan vênênî. Muzîkjenê kirmancî albûman ra hîna zaf verê xo danî singlanî. La ancî zî serra 2022 de bi kirmanckî new albûmî vejîyayî.  

Mîyanê new albûman de  ayî ke safî bi kirdkî mi nêhûmarîtî hîrê, çar heb î, ê bînan de  yew, di, deyîrê kirdaskî, tirkî yan zî armenkî tê de estî.  Seba wayîrê no albûman kirmancî, nameyê albûmanê înan kirmanckî yo, zafanê deyîrê albûman înan bi kirmanckî yo nayê ra mi albûmê înan sey albûmê kirmanckî pênase kerdo.

Goreyê rêza alfabetîk albûmê kirmanckî yê serra 2022î ney î:

1. Abidin Biter. Abidin Biter, Hal Sêbêno, İber Produksiyon.

Abidin Biter, albûmanê xo yê verînan de tek û tûk bibo zî cadanî kilamanê kirmanckî. Xeylî serran ra dima  Abidin Biter bi albûmêk agêra ziwanê xo. Ma hêvî bikerî ke agêrayişê ey, sey meymantî nêbo, her daîmî bibo. Abidin Biter,bi kirmanckî seka vengê xo dîyo. Albûma Hal Sêbêno de hîrês kilamî estî. Keyfê mi albûmê Hal Sêbêno ra zaf amê, mi zaf tira hes kerdî.  Bi goşdarîkerdişê Hal Sêbêno ez dest  bi raywanîya ver bi raverdeyê şarê ma keno… Hal Sêbêno bîyo gulbangê ziwanê kulê ma, melodîyê dejê ma, tiniyê bîrînê ma.

 

2. Ali Doğan Gönültaş, Gexî,Kiği,Keghi, Kanala Xo ya Şexsî ya You Tube.

Sey solîstê albûmê Yanlışımız Var! (2015) û Ur (2019) Grubê Zê Tîje ra dima Ali Doğan Gönültaş, albûmê xo yê şexsî yo verîn bi nameyê  Gexî,Kiği,Keghi, vetî. Albûmî deyîranê gelêrîyê kirmanckî, kirdasî, ermenkî,tirkî ra pê yeno. Hem hetê newera şîrovekerdiş hem hetê muzîkalîte hem hetê ensturmentalî ra albûmêko zaf biqalîte û resen o. Hetobîn ra zî giringîya no albûm na ke, kilamê merdeyî;amêyî vîrrakerdiş, newe ra ganî û zergûn kerdî û vîro ma yo kolektîf newe ra afirnayo. Mîyanê new albûman de tewr zaf goşdarîkerdişê no albûmî ra ez keyf, zewq gêno. Goşdarîkerdişê no albûmî merdim nişêno lez bi lez bipesno.

 

 

3. Ali İnanır, Rayîr, Rayîr, Kom Muzîk.

Albûmê Rayîr de yondas deyîr estî;  di heb kirdasî, di heb armenkî, ê bînî zî bi kirmanckî yî. Merkezê Rayîr de hetêk ra dejî, kulî, pawitiş, mayî, eşqa miradnêşa û nîmcetmendeya ferdî, hetobîn ra zî ma  şiktîyayiş û halê ewroyînê Kirmancîye, koçkerdiş, rîşa Efrîn, kiştişê û qetilkerdişê cenîyan esto. Vengê Alî İnanır, tenik, barî yo, sey tîrî dekewno ruhê kî. No vengî hetê muzîkalîte û ensturmantalan ra qels mendo, nêşêyo xo dewlemend û gulîstan bikero.

 

4.Bektaş Sariataş, Nor, Z Muzîk.

Nor, albumê tewr ewilînê Bektaş Sariataşî yo. Mi Norî zaf hes kerdî. Rojanê peyînan de albûmêko ez tewr zaf goştarî keno o yo. Bektaş Sariataşî Nor de  heqê taybetmendîyê muzîkê gelêrî û tradisyonîyê kirmanckî dayo û bi muzîkê modernî ra harmonîyêk serkewte viraşta. Mi mana “nor” nêzananî, “nor” yena mana “vengê zerî.  Biraştî zî ez ke albûmê Nor goştarî keno, ez raywanîya ver bi xorînî, tarîya xo keno.

 

5.Deza Amed, Ma Ferqli, Asrin Produksiyon.

Deza Amed albûmê xo yê verîn Welat Ma(2016) ra dima albûmê xo yê newe Ma Ferqli vetî.  Mîyanê new muzîkjenan de teyna kirdo şafî o yo. Deza Amed no albûmê xo de hewl dayo ke bi terz û mûzîkalîte û ensturmentalanê rojavayî  formê muzîkê ma yê gelêrî û tradîsyonî newera şîrove bikero û afirno.

 

6. Doğan Çelik, Kilamê Vayî, Kalan Muzik.

Doğan Çelîk albûmê xo yê verîn Zewt(2014), hêşt serran ra dima albumê xo dîyîn Kilamê Vayî vetî. Albûmê de hîrês kilamî estî. Sey albûmê Zewt, albûmê Kilamê Vayî zî biqalîte û xas o.  Ez herdî albûmanê ey ra zî zaf hes keno. Rewna ra yo ez ha albûmê ey yo newe pawêno.Çi Zewt çi Kilamê Vayî  aşmêk de çend rey xo danî mi goştarîkerdişî. Doğan Çelîk bê ke  resenî û safîya muzîkê gelêrî û tradîsyonî Dêrsimê deforme bikero, mîyanê muzîkê gelêrî û tradîsyonîya Dêrsim û muzîkê modernî de sentez û harmonîyek berz viraşto.

 

 

7.Erdoğan Emir, Bavok, Kalan Muzik.

Erdoğan albûmê xo Sad(2010) û Beref(2016) ra dima albûmê xo yê hîrîyîne  Bavok vetî.  Tê de des kilamî estî.  Zafanê kilamê Bavok gelêrî yî. Erdoğan Emir, hewl dayo ke kilamanê gelêrî newe ra şîrove bikero sey kilamanê Fadike, Dewe, Melem Ti Ya. Bavok de bi giranî Kula 38î, Dêrsim, qizilbaşî, kulturê ma yo ke vîro kolektîf ganî yo, esto. Albûmê Bavok, goreyê Sad û Beref, zaf apeyde mendo, qasî înan zewq û tehm nêda mi.  

 

8. Umut Gündüz, Bêwaxt, Kanala Şexsî ya You Tube.

Bêwaxt, albûmê tewr verîn ê Umut Gündüz o. Tê de çar kirmanckî yew zî kirdasî kilamî estî. Bêwaxt de Umut Gündüz hewl dayo ke formê gelêrî û tradîsyonî newe ra îcra bikero û biafirno. Goreyê mi serkewto zî.  Albûmê de kilamê Wuy Pepo û Fadîma zaf enerjîk î, keyfa mordem  geş û berz kenî.  

 

 

9.Yılmaz Çelik, Trijda, Kalan Muzik.

Mîyanê muzîkjenanê Dêrsim de yew zî Yılmaz Çelîk o ke tewr zaf qedir û qiymet dano kirmanckî, barê kirmanckî kerdo xo paşta, bêwayîrîya kirmanckî ra wayîr vejîyêno.  Albûmê xo yê newe Trijda de yondas kilamî estî; hewt heb bi kirmanckî, çar heb zî bi tirkî yî. Fokusê Trijda de Dêrsim, kultur û bawerîya qizilbaşî esto. Vengî, melodî, tinîyê muzîk û enturmentalanê gelêrî û tradîsyonîyê Dêrsim, zafanê yenî deformekerdiş labêla Yilmaz Çelîk   sey  awa Çemê Munzurî zaf resen, pak, xas îcra keno û afirnêno. Ma Trijda de zî no resenî, xasî û pakî dano ma ciwîyayiş.

                                                



                                           2022 de Kovargerîya Kirdkî-Zazakî

Serra 2022 de Kovara Vateyî û Piltaneyî bi rêk û pêk, kovara Şewçila çend serrîyan dima ra newe ra dest  bi dewamê weşanê xo kerdî, bi di hûmareyan, kovara Mezg bi hûmareyêk û Ma’Z Êst bi di hûmareyan havildarî û zêdakarîya kovargerîyê kirdkî kerdo. Serra 2022 de Kovara Ewroyî û Virî  qe gulbangêk nêda.

Serra 2022 de  xêncî no kovaran sey kovara Bar, Nûbihar, LEWerger, Destar, Psychology Kurdî,Dadistan,Folklora Me, Zarema… ca dayo kirdkî.

 

#Kovara Vate

Kovargerîya kirdkî de kovarê tewr emir derg û rêkûpekîno Vate yo, hîrê aşman de reyêk vejîyêno, serra 2022 de çar hûmareyî, tewr peyîn hûmara  74îne Vateyî vejîyayî.

 

#Kovara Piltan

Kovara Piltan serra 2022 de çar hûmareyî vejîyayî, tewr peyîn hûmara 13îne kewtî destê wendoxanê aye. Piltane, Bi îstîkrara dewamê weşanê xo kena.  Fokusê kovara de edebîyat, folklor û kultur esto.  Di problemê kovara piltanê estî; yew, zafane eynî kes nusênî, kovarî nuştoxanê neweyan nêafirnêna, diyîn zî hetê vîlakerdişê de kêmasîye kovarî estî. Ez Amedî de e hende gêrayo, ez nişêyo xo biresno aye.

 

#Kovara Şewçila

Kovara Şewçila, serra 2018 de weşanê xo, hûmara 16îne de edelnabî. Serra 2022 de newe ra dest bi weşanê xo kerdî, hûmareyê 17îne û 18îne vetî.

 

#Kovara Kovara Ma’Z Êst 

Serra 2018 de Ma’Z Êst, hûmareyê xo yê 6îne û 7îne vetî. Hetê bikarerdişê tewirê qaxidî ra kovara tewr bi zengîn a;  kovarî bi qaxidê kuşe yena çapkerdiş. Labêla, goreyê vênayişê mi, werekna berpirsyarê kovarî hetê îmla û gramerî ra giringî û cîdîyet bidanî raştnuştiş, redaktorî û edîtorî û dima ra zî vîlakerdişê kovarî de hîna baş organîzasyonî biviraştênî. Nayê ra keda kedkaranê kovarî zaf fonksîyonel nêbena.

 

#Kovara Mezg Psyche

Kovara Mezg Psyche hata nika di hûmarayî vejîyaye. Hûmareyê xo yê diyîn wisarê serra 2022 de vetî. Kovara psîkolojîya tewr verîn a kirdkî ya. Werekna hîna rêk û pêk bibo.

 

#Kovara Ewro

Kovara Ewro, hûmara xo yê tewr peyîn,  4îne, serra  2021 de veto. Serra 2022 de Ewro qe hûmareyêk xo yê newe nêvetî. Fokusa kovara Ewro  teorî û rexne esto.

 

#Kovara Vir

Kovara Virî,  hata hûmara xo ya  desin; hata serra 2020î, rêk û pêk dewamê weşanê xo kerdênî labêla hûmare 10îne ra dima  weşananê xo edelnayo. Vir, giranîya xo danî folklor û edebîyat.

*No nuşte verîcû malpera Nuhev de amebi weşanayiş. 

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...