Mamoste Fexrîya Adsay, li dû du wergêrên bêhempa; Dewleta Cihûyan(2021) a Theodor Herzl, Meseleyeke Giring(2022) a Eliezzer Ben-Yehuda, niha jî wê wergêrek din a ezamet kirîye, otobîyografîya Golda Meir, bi nava Jiyana Min(2022) kirîye malê kurmancî. Ji bo ev berhemên giranbuha, hişazadker, asoveker û rêveker e ku kirîye malê kurdî gelek sipas bo wê û weşanxaneyê Avesta ye ku barê çapkirin û weşandinê wan daye li pişta xwe.
Ev sê berhemên giranbuha ji gelek alîyan ve hêja ne ku mirov li ser kûr û hûr bibe, wan problematîze bike. Çimkî ji bo têgihiştin, nirxandin, analîzkirin, jêpirsyarkirina rewşa me ya kurdan ji gelek hêlan ve malzeme dide me. Ne tene ev sê kitabî bi giştî ji serpêhatî û tecrûbeyên cihûyan em dikarin gelek tiştên kêrhatî ji bo rewşa xwe fêr bibin. Mînak cihû çawa serket in? Em dikarin ji cihûyan serkeftinê fêr bibin.
Xwendina Jiyannameya Golda Meir ji gelek alîyan ve bandora min kir û ji bo min asoveker, rêveker û hişazadker bû di xwendina sed rûpelên pêşîn ê otobîyografîyê de pirsek di hişê min de çêdibû, piştî xelaskirina pirtûkê jî pirsî ev pirs nehişt hişê min aram bibe û nerehetkerîya xwe dewam kir.
Di vê nivîsê de ez li ser vê pirsê hûr bibim. Hewl bidim ku bersiva vê pirsê bidim.Têkilîyek di navbera vê pirsê û rewşa me ya kurdan de çê bikim. Ez li ser kurdan çend hîpotezan biavêjim li orteyê.
Birastî ez nizanim vê pirsê çawa bi şeklê herî bibandor pênase bikim û teswir bikim.Ma kî ji cenetê koçî cehenenem dike ku biçe cehenemê bijî? Ma kî ji bihuşte koçî dojehê dike ku li wir bijî? Ez pirsa xwe şênbertir bikim. Gelo kî ji jîyana xwe ya rêk û pêk, bi konfor, têra xwe luks koçî jîyanek tunebûnan, hezar pirsgirêkan bike? Gelo kî ji welatek dar û daristan, ji nav kanîyan koçî berrîyek, çolek bike ku ne dar li wir hebe ne jî av. Gelo însan çawa ji bostanê, gulîstan barê zevîyek bê kevir û bê av bike?
Gelo we cihû bibûna wek dewletek ji Ameriqayê koçî çolîstanê fîlîstînê bikirana? Gelo mirovek çima ji Ameriqayê koçî Fîlîstînê bike ku bîryar bide ku li vir bijî? Çima mirovek jîyanek, welatek hezaran îmkan û firsatan red bike, bîryar bide ku biçe li jîyanek, welatek ne ji sifirê jî, ji eksîbûnê hezaran bê îmkanîyan û bê firsatî de bijî, qe ji vê jîyana xwe jî poşmantî nabî.
însanên zewicî yên bîst salî çima wek welatek ji Ameriqayê koçî Fîlîstînê bikin?
Keçikek û kurekî kurd ên ku bîst salî ne, nû zewicîne, gelo ji Stockholmê, ji Londonê, ji Berlînê, Ji Parîsê, ji New Yorkê koçê Xaneqin, Îlam, Agirî, Qamişlo dikin û li wir dijîn?
Li binê wê pirsê çi faktor, çi dîyarde, çi sedem, çi dînamîk hene ez dixwazim wan fehm bikim?…
Dema ku em otobîyografîya Golda Meir dixwînîn, em dibînîn ku ew di bîst salîya xwe de, hê nû zewîcîye, mêrê xwe jî îqna dike, ji Ameriqayê koçî Fîlîstînê dikin. Lê Fîlîstînek çawa ? Germa dojehî, bêavbûn, hezar nexweşî, hezar pirsgirêk, hezar tunebûn… Di kitabê bi hûrgîlî Fîlîstîna wê demê teswir dike. Mînak Golda Meir dema ku koçî Tel Avivê dike, Tel Aviv wek gund e, nufûsa wê di wê demê de qasî 25 hezar e.
Golda, bi pêşnîyaza Ben Gurion, paşî paşnavê xwe dike bi îbranî Meir, tê wateye Ronahî. Ne tenê wê hema hema hemû cihûyan paşî paşnavê xwe guherandîye, kirîye bi îbranî, ji wan gelekan jî ne paşnav navê xwe jî kirîye bi zimanê xwe.
Jîyana Golda Meir, di nêzî 55 salî de xizmetê înşakarî, geşkerî û aktorî, pêşvebirîya Dewleta Îsraîl dike. Ew ji bo dewlet û netewa xwe çewligan de jî xebetîye, dîplomatbûnê jî kirîye, ji bo netewa xwe cihûyê pere û alîkarî daye berhev, herî dawî jî dibê serokwezirê dewleta xwe. Wê rojê min nûçeyek dît, jîyana wê wek rêzfîlmê bê kişandin.
Di xwendina çîroka wê de bi kurt û kurmancî em dibin şahidê çîroka vejîna Dewleta Îsraîl e ku çawa ji tunebûnan, li hemberê hezaran dijwarî û astengî de înşa bûye.
Ez pirsa xwe carek din bipirsim gelo ji ber çi Golda Meir ji Amerîkaya bihuştî, koçî Fîlîstîna dojehî dike? Tiştên ku bîryara koçê bi Golda Meir dide kirin çi ne? Ev bîryardarî û îradeyê wê ji ku tê?
Bi min, dînamîk û dîyardeyên ku bîryara koçê û bicîbûna Fîlîstînê bi Golda Meir dide kirin ev in:
1.Êşa Bêwelatbûn
Êşa ku Ferîd Xan di helbesta xwe ya Çîroka Kuçikên Birçî de bi awayek serobinker tînî li ber çavan. Li binê bîryara Golda Meir de ev êş heye. Eşa bêwelatîbûn, bêcîûwarbûn û bêdewletbûn bîryara koçê bi Golda Meir dide kirin.
2. Çêbûna Hişmendîya Azadî
Dîyakletîka efendî û kole de Hegel dibêje ku bi kişandinê êşê û ezîyetê ra di kole de hişmendîya azadî çê dibê, fêrî dibe ku xwe çawa ji koletîye azad bike. Cihûyan êşên ku di hezar salîya surginê xwe de jîyabûn, dawîya dawî de ev êşan di wan hişmendîya azadî çêkir. Berî ev hişmendîya azadîtenê bi takekesan re hebû, digel kesên sîyonîst piştre ev hişmendî bû girseyî û dûvre bû civakî. Ji wan pêşengan yek jî Golda Meir e ku, pê re hişmendîya azadî çê dibe. Ji ber vê hişmendîyê ji bihuşta Amerîkayê koçî Fîlîstînê dike.
3.Çêbûna Hişmendîya Nîştîmanî û Dewletbûnê
Jixwe xwastin û xeyala du hezar salî ya cihûyan hebû ku carek din bivegerin li Fîlîstînê. Di nav cihûyan de çêbûna hişmendîya azadî, xwe vediguherîne çêbûna hişmendîya niştîmanî, netewî û dewletbûnê. Yên ku bi wan re hişmendîya azadî çêbû, wan ferq kir yekane çareserî dewletbûn e. Holokost jî dide hemû cîhûyan qebulkirinê ku divê ew bibin dewlet çimkî yekane çareserî ev e. Ev sê dîyarde koçkirina Filistînê li Golda Meir ferz dikin.
Di peywenda vê pirsê de dema ku em kurdan û cihûyan didin berhev, li ser kurdan hîpotezên min ev in.
Em kurd nizanin azadî çi ye. Hişmendîya me ya azadîyê çênebûye. Ku çêbûna ew ê bi tu hawî û tucarî bindestî qebul nekirina. An jî bindestîya me ewqas dirêj neajotana. Em kurd sedan sal in em êş gelek giran dikêşin lê hêj ev êşan di me hişmendîya azadî çênekirîye. Dr. Qasimlo ji bo çêbûna hişmendîya azadî dibêje, fêrbûna azadî, pêvajoyek demûdirêj e. Naxwe ev pêvajoya me hêj temam nebûye.
Bi min bi me Kurdan re hişmendîya weten çênebûye. Welat tam beramberê weten nayê. Ji ber wê asmîlasyon bi lez û bez çê dibe. Asmîlasyonê wek nîşaneyek xwazayî tê dîtîn. Ji ber ku bi me re hişmendîya wetenî, nîştîmanî tuneye, bi me re hişmendîya netewî jî çênabe.
Hişmendîya me ya azadî û hişmendîya me ya wetenî, nîştîmanî çênebûn û hevdû temam nekirîye ku bi me re hişmendîya dewletbûnê çêbibe. Ewqas êşên giran ku me kişandine ev êşan bi me re hişmendîya dewletbûnê çênekirîye.
Wek encam gelo di derheqê wan hîpotezên min de fikrên we çi ye?
*Ev nivîs di hejmera 12ê The Hall Kurdî de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder