14 Mayıs 2023 Pazar

Di Muhteşemiya “Bêder” de Lêgerîna Înşakirina Dahatûyekê; Welatekî

 




Seba Porrojê

Arîn Înan Arslan piştî deh salan, kurtefîlmê xwe yê dawî Bêder(2020) kişand, di van rojan de jî li ser YouTube’ê belav kir. Berê jî wek Kırıntı (Ferek, 2004), Ba û Sî (2006) û Perra Berbange (2010) sê kurtefîlmên din û belgefîlmek bi navê Lorikên Anatolyayê (2017) çêkiribûn. Di wextê xwe de her kurtefîlmê wî bi kalîte, estetîk, resenî, derhêneriya xwe di sinemaye kurdî de dengvedaneke mezin, bandoreke serobinker, heyecan û motîvasyoneke geş pêk anîbû. Di civatên sinemaya kurdî de derhênerî û sînemageriya wî pirî caran bû mijara sereke, li aliyekî din jî derhêneriya wî hêvî û xwebawerî da sînemahezên kurd.

Tê bîra min, cara yekem min berhama wî ya Ba û Sî temaşe kiribû, di wê demê de li rexmî qelsbûna bekgrawnda min a sînemayê jî temaşekirina “Ba û Sî” ez serobin kiribûm, gelek bandor li min kiribû…

Wek gelek dildarên sînemaya kurdî ji zû de bala min li ser wî ye  û ez li benda berhemên wî yên nû me, di sala 2017an de li Dêrsimê ez û Porrojê çûbûn pirtûkfiroşxaneya bi navê Baran a ku xwediyê wê ew e, li wir em rastî hev hatibûn, li ser pêyan me li ser sînemayê hinek sohbet kiribû, min ji wî pirsîbû, “çima fîlmên nû çênake”  wî jî gotibû “ji ber tunebûna derfetên ekonomîk ez nikarim çêkim.”

Piştî deh salan, wî di sala 2020an de kurtefîlmê xwe yê nû “Bêder” kişand, li ser Instagramê min kişandina pêvajoya vî  fîlmî bi heyecan şopand. Di sê salên dawî de baş û xirab min xwe gihandibe kîjan fîlmên kurdî yên wek kurtefîlm, fîlm, belgefîlm, anîmasyon yên ne tenê ji Bakur, herwiha ji sê çar parçeyên din ên welêt, min hewl daye ku li wan temaşe bikim û li ser wan binivîsim. Li ser sînemaya kurdî bi giştî perspektîfeke min çêbûye, bi qasî nivîsandina kitêbekê jî zanîna min çêbûye.  Li gor van perspektîf û zanîna xwe ez dikarim ji bo fîlmê “Bêder” ê Arîn Înan bibêjim ku bi giştî di sînemaya kurdî de yek ji baştirîn kurtefîlma ye û di sînemaya me de fîlmên ku ez tam dixwazim temaşe bikim bi vî rengî ne.

Ji xeynî çend şexsiyetan çi edebiyata kurdî çi jî sînemaya kurdî xwîner û temaşevanên xwe yên baş û jîr ji ber bêkalîtebûna xwe ji xwe dûr dixe, arasteyî zimanên din dike, meraq û bala wan kor dike, bêheyecan dike, motîvasyona wan dişikîne, nikare bersivê bide asta qayîliya wan, bi gotineke giran em dikarin bibêjin ku xwîner û temaşevanên xwe yên herî baş û jîr dikuje!…

Di sînemaya kurdî de kurtefîlmê Bêder vê diyardeyê dişikîne. Bi muhteşembûn, bikalîtebûn, resenbûn, tîtîzbûn, estetîkbûna xwe hwd. bala temaşevanên kurd û ên din dikişîne sînemaya kurdî hem jî motîvasyon, heyecan, meraq, xwebawerî û geşbîniya sînemahezên sînemaye kurdî  geş û bilind dike.

Derhênerên kurd dikarin fîlmên ku li dinyayê deng divedin çêkin? Erê. Temaşekirina Bêder nîşan dide ku derhênerên kurd dikarin vê yekê pêk bînin û ji bo vê pirsê bersiveke erênî bi min dide dayîn. Muhteşemiya Bêder ez hem îqna kirim hem jî hêvî, bawerî û geşbîniya min berz kir ku em kurd dikarin fîlmên ku li dinyayê deng divedin çêkin.

Di vê nivîsê de ez dixwazim hewl bidim bê ka Bêder çawa ez îqna kirim û bawerî û geşbîniya min çawa berz kiriye îzah bikim, ez ê li serê vekolim bê ka di fîlm de zeman çawa problematîze kiriye û hewla înşakirina dahatûyê daye, ez ê li ser çend aliyên muhteşem û muezem ên Bêder yên wek metoda analîza naverokê bisekinim û li ser Bêder xwendineke semiyotîk bikim.

Sehneyên fîlmê Bêder wek kolaj hev temam dikin, ji bo fehmkirin û ravekirina fîlm xwendina semiyotîk pêwîst e, çimkî Arîn Înan Arslan fîlmê xwe li ser vegotina semiyotîk ava kiriye. Di her sehneyê de îndîkatorn hene.

Muhteşemiyên fîlmê Bêder çi ne?

Estetîk

Arîn Înan Arslan, bi hûrgilî, bi detay û bi tîtîzî li ser hemû aliyên fîlmên xwe yên wek dekor, kostum, muzîk, lîstikvanî, çîrok, sînematografî û sînematîk fikiriye û kûr bûye û estetîze kiriye…

Di fîlm de sê zeman; rabirdû, îro û dahatûya neteweya kurd hene. Sehneyên fîlm her çiqas wek teknîka kolajî bibin jî, di nav hev de ne nakokbar in, di nav sehneyan de herikbariyek û ahengek heye. Dêrheneriya Arîn Înan Arslan li vir xwe dide der. Bi vê teknîkê ne wek flashback, bi sehneyekê zemanekî nîşanî me dide. Mînak, ka em binêrin bê ka derhêner têne bi sehneyekê çawa birîna salan estetîze dike û nîşanî me dide; dema ku lîstikvanê sermiyan ê “bi deriyê pişta xwe tê li orteya çem disekine, dengê helîkopteran tê, bi lez û bez derî vedike, bi vekirina derî dengê hewarek û nalînekê tê, sermiyan derî vedike, ji derî ve li hundir dinêre, em hundir nabînin lê ji êşa rûyê wî ya kûr ve em fehm dikin ku dîmenên bikovan, bikeser û biêş dibîne, li vir bibîrxistina Terteleya Dêrsimê û qetlîamên din dike.

Zewqa hunerî

Hema hema her sehneya fîlm muezem û muhteşem e. Herî zêde jî ji vî aliyî ve keyfa min ji fîlm re hat, min jê hez kir.  Dema ku min “Bêder” temaşe kir, min xwest  gelek sehneyan bisekinenim, van sehneyên ku zewqeke hunerî ya bêhempa dida min, min xwest vê zewqê bisekinenim, ber bihurîna wê bigirim. Min berê di çend nivîsên xwe de behs kiri bû, di sînemeya kurdî de diyardeyek heye; wek mezaxtina menzera û mekanên xweşik û spehî yên xwazayî yên hazir ez pênase dikim, ew dêrhener dibêjin qey bi mekanên hazir ên xweşik fîlmên wan jî baş dibin lê li gor konteksta fîlmên wan  jî ev qet rûnanin, nakokbar in, Arîn Înan Arslan jî mekanên xweşik ên hazir bi kar anine lê hem heqê wan mekanan daye, hem jî di konteksta fîlm de rûdinin û ne nakokbar in.

Lîstikvanî

Arîn Înan Arslan gelek bi îsabet û hostayî lîstikvanên xwe  hilbijartine. Lîstikvaniya Huseyn Hesen muhteşem bû, di sînemaya kurdî de yek ji wan aktorên gelekî baş e. Xwezî Mehmet Alî Konar di fîlmê xwe yê Govenda Elî û Zînê de Huseyn Hesen bikira lîstikvanê sereke yê fîlmê xwe, çimkî ew zêdetir li konteksa fîlmê wî tê.

Di peywenda lîstikvanên sînemaya kurdî de ciyawazî û nûgeriya Bêder ev e ku di derûnî û psîkolojî, tevger û nêzikbûnên lîstikvanan de, em melankolî, şîngirêdan, bohemtî, gazind û lome, bêhêvîtî, qebûlkirin û xweradestkirina têkçûnan nabînin, li hemberî hemû tarûmarkirin, serobinkirin, sifirbûyînan lêgêrîneke wan heye; lîstikvan li ser çareserî û çareyê wek xwedubarekirin û bêhereketbûnê naponije, nafikire, di ser lîstikvanê sereke re çareseriyek dîtiye,  dixwaze vê çareseriyê pêk bîne, bi fikirîna fokusiya çareserker tevdigere.

Çîrok û Vegotin

Muhteşemî, muezemî û estîtîka Bêder di çîrok û vegotina xwe de xwe dide der. Çawa Arjen Arî bi risteya “navekî min bû şikestin, navê din bû serhildan!” dîroka kurdan xulase kiribû, Arîn Înan Arslan jî bi çîroka kurtefîlmekî dîroka me, rabirdû, îro û dahatûya me xulase dike.

Bêder çîrokên me bi vegotin û teknîkên nû, bi estetîzekirî pêşkeş dike. Bi Bêder sînemaya kurdî  diyardeya sînoran derbas kir, ket qonaxeke nû, sînemaya me  ji xwe re li welatekî digere. Ji van hêlan ve Bêder dê ji bo sînemaya kurdî bibe feyz, motîvasyon, şewq…

Lêgerîna Welatekî an jî Deriyekî li Welatê Xwe Digere

Li pişta karakterê sereke deriyekî şîn heye, di nav berf, bager, bahoz û pûkê de digere… Di Bêder de berf,  dewletên kolonyalîstan û bêdewletbûna kurdan temsîl dike. Lêgerîna deriyê, lêgerîna welatekî bidewlet e. Lêgerîna serkirde, lêgerîna me ya sê sed salî temsîl dike. Lêgerîna derî, îmgeya xulaseya dîroke me dide, têkçûn û ji nû ve serîhildana me sembolîze dike. Ma qey li seranserê dîrokê, li dû her şikestin û têkçûnê, em kurd li pişta xwe bi xalîçeyekê, deriyekî li ortê namînin?

Bêder, karê hunermenda hunera hevçerx a kurd, Nuveen Berwarî, anî bîra min, Berwarî di karê xwe yê hunerî de piranî li ser xalîçeyan dixebite.   Xalîçe, bîra kolektîf a neteweyî ye.  Fatîh Tan,  di nivîsa xwe ya Gazete Duvarê de li ser Nuveen Berwarî dibêje; fonksiyona xalîçeyê tenê raxistina li erdê nîn e, aliyê wê yê bîrî û hafizeyî heye. Ev di xebata “dîroka xalîçeyekê qasî dîroka neteweyekî” de xwe dide der. Çimkî xalîçeyê, di heman demê de bêwelatiya kurdan hilgirtiye pişta xwe. Kurd, dema ku ji ber qetlîam û kuştinên li welatê xwe reviyan, ji alaveke biqîmet zêdetir hewl dane ku xalîçeyekê  bigirin ba xwe. Sedem jî, yek xalîçe dikare cihekî ji xwe re bike war, xanî, dudo jî dikare miriyan wek kefen bipêçe.

Mirovek bi deriyekî, di nav çiya, berf, bahoz û bagerê de li çi digere? Ma mimkun e ku derî, ji xwe re xaniyekî bibîne? Jixwe derî li xaniyekî nagere. Jixwe, fîlm bê dîtin, çêkirina xanî diqede. Derî, ji xwe re li welatek, dahatûyeke bidewlet digere… Çimkî di bêwelatbûnê de, tu wateya xaniyekî, şatoyekê, vîlayekê, kelehekê tune ye,  bi dîtin û peydakirina xaniyekî tiştek naguhere, çimkî heta ku welatekî bidewlet nayê înşakirin dîrok her xwe carbare û tekerur dike.

Wek felsefîk û ontolojîk li ser têgeha derî, fîlmê Bêder malzeme û perspektîfên nû dide. Em tim li xaniyekî digerin lê deriyekî me heye, xanî  tune ye. “Xalîçeyek”e me heye, jûr tune ye.  Deriyê bêxanî, bêmal û bêjûr, bêwelat…

Problematîzekirina Rabirdû, Îro û Dahatûya Kurdan

Kurtefîlmê Bêder, ji gelek aliyan ve li ser fikirîna rabirdû, îro û dahatûya kurdan malzemeyan dide me. Ji  wan hêlan ve me dide fikirîn.


*Rabirdû

Bêder, nîşanî me dide ku rabirdû nabihure, dibe îro, îro bi rabirdûyê tijî dibe, deriyên ku ber bi rabirdûyê ve vedibin; trawma û êşên rabirdûyê, meyîtên me yên ku li erdê mane, nehatina li xakê spartin, em miriyên xwe yê bêmezel û derî çawa ji meyîtên me re dibin gor dibînin.


*Îro

Bêder, wek temsîla rewşa me ya kurdan a îroyîn e; li hemberî tunebûyiyan, nemimkuniyan û tunekeran berxwedana dewamkirina hebûna xwe ye.

Wek felsefîk û ontolojîk û hebûnî, li gorî zagonên xwezayê gelo mimkun e ku mirov di nav befr, bahoz û bagerê de bêxanî û bêmal bikare hebûna xwe berdewam bike, tune nebe? Malbata ku bêxanî di nav berfê de dijî, gelo dikare zivistan, serma, berf, bahoz û bagerê têk bibe û bijî? Bi gelemperî fîlm tam jî rewşa me ya îroyîn nîşan dide, şert û mercên ku em tê de xulase kirine. Wek ku karakterên fîlm ji nav qetlîameke mezin, bobelatek, felaketekê filitîne, tiştekî wan nemaye, lê terka welatê xwe jî nekirine, di nav şert û mercên bêîmkan, kujer û tuneker de dijîn, li ber xwe didin.

Di Bêder de rewşa malbatê, berxwedan û serhildana wan  dişibe wek “kulîlk”a Arjen Arî.


“bibare berfê

li ber xwe bide kulîlkê

berf li hêlekê, tu li hêlekê

hêviya min jî bihar e “


Di Bêder de sehneyeke gelekî balkêş heye, em dînbûna lîstikvanê sereke dibînin, di nav deşta biberf de li ser maseyekê rûniştiye, difikire, lê edî ber bi dînbûn û gêjbûnê ve diçe; em dibin şahidê derbirîna tengezarî, ecizî, trawma, serobinbûyîna derûnî, têkçûyîn, dînbûn, gêjbûna wî…

Piştî temaşekirina fîlmê bi navê “Taşrakirina Enqera”yê, min nivîseke Fırat Aydınkaya di malpera Nûpel Haberê de xwend. Aydınkaya di vê nivîsa xwe ya asoveker û hayjêçêker de hewl dide navendbûna Enqera problematîze bike û ji bo ku Enqerayê ji bo kurdan ji navendbûnê derxe û bike taşra  perspektîfekê pêşkêş dike. Nivîsa Aydınkaya ji van hêlan ve qels maye; yek, qala Stenbolê û qala zimanê tirkî nekiriye,  navenda me ya entelektuelî, zanîn û hunerî, bi vî deriyî dikevin dinyaya tirkî û Stenbolê. Du, kolonîbûyîn, girêdayîbûyîn û mehkûmbûyîn e. Qet li ser vê sedema bingehîn nasekine. Jixwe dema ku kolonîbûyî bikare ziman û bajarê kolonyalîstan ji xwe re bike taşra, tiştekî hunerî, entelektuelî, dîplomatîk, zanistî û hwd. tune ye ku ji wan fêr bibe û li xwe zêde bike, ev tê vê wateyê ku kolonîbûyî êdî xwe azad kiriye. Sê, Aydınkaya ji bo çareseriya taşrakirina Enqerayê perspektîfeke şênber pêşkêş nake.

Çareserî ew e ku mirov “qumaşên xwe” di qadên wek zanist, teknolojî, edebiyat, muzîk, werger û hwd. de bike giranbihatirînên dinyayê, ew jî bi fêrbûna zimanên fransî, almanî û îngilîzî yên ku dinyayê bi rê ve dibin û ji xwe re navendkirina Berlîn, Parîs û New Yorkê pêkanîn e.

Aydınkaya di vê nivîsa xwe de têgeha maseyê jê dipirse, min nedixwest di nivîsa wî de tenê li ser qismê maseyê bisekinim, ji ber vê min bi gelemperî  qala nivîsa wî kir.  Di navbera jêpirsîna wî ya li ser têgeha mase û sehneya maseyê ya Bêder de min têkiliyek çêkir. Nivîsa wî ji bo fehmkirina îndîkatornê vê alîkariya sehneya me dike. Nivîsa wî ji min re bû alîkar ku bikarim li ser vê sehneyê xwendinekê bikim. Aydınkaya di nivîsa xwe de dibêje, maseya ku kurdan nikarin tê de cih bibînin wek karakterên Dostoveyskî nebin melankolîk, wek karakterên edebiyata dij-kolonyal bi pehîna xwe maseyê xera dikin. Lê di fîlm de em dibînin ku karakter bi maseyê ve hatine girêdan. Ne wek karakterên Dostoyevskî ne jî karakterên edebiyata dij-kolonyal alternatîfeke me tune ye. Û maseyê em trawmatîk, patalojîk,  dîn kirine….  Rewşeke patalojîk û trajîkomîk e ku ne di maseyê de ji me re cî heye, ne jî ji me re dibêjin hûn azad in, dikarin bê vê maseyê bijîn, heta dibêjin em we ji maseyê azad bikin jî hûn nikarin bê mase bijîn, efendî her tim ji kole re digot tu bê min nikarî bijî,  tenê me bi xulamtiya maseyê peywirdar dikin. Wê çaxê em çi bikin? Xelasiya ji maseyê dê çawa pêk bê?

* Hewla Înşakirina Dahatûyekê

Gelo ji bo kurdan dahatûyek heye ku em wek kurd azad bijîn?

Ciyawazî û reseniya Bêder bi giştî ji bo sînemaya kurdî ev e ku di Bêder de em hewla înşakirina dahatû-pêşerojê dibînin. Ez dibêjim qey yekane mînak e ku di sînemaya me de di xwe de avakirina dahatûyê dihewîne. Di Bêder de li hemberî hemû kerasatan, bobelatan, şert û mercên xwezayî kurdên ku terka welatê xwe û axa xwe nakin, jê narevin, bi axa xwe ve girêdayî ne, hewl didin jiyaneke nû ava bikin, dahatûyekê înşa bikin.

Gelo mimkun e ku bê xanî û bê mal di nav berf û pûkê de, di nav şert û mercên tuneker û kujer de bijî û bikare ji xwe re dahatûyekê ava bike?

Arîn Înan Arslan tam jî li vir derhêneriya xwe nîşan dide. Dibêje erê em dikarin ji xwe re dahatûyekê înşa bikin. Wek diyardeyeke bêîmkan bibe jî, em dibînin ku di fîlm de hewla înşakirina dahatûyekê heye.

Di Bêder de hewla înşakirina dahatûyê bi sê hêmayan xwe nîşan dide.

Yek, ji serî heta dawî Bêder lêgerîna înşakirina dahatûyekê ye. Li pişta wî derî, karakter  ji xwe re li dahatûyekê digere. Lêgerîna dahatûyekê, lêgerîna welatekî bidewlet e.

Du, di nav berfê de avêtina tov û çandina berfê hewla înşakirina dahatûyê ye. Di sehneya dawî ya fîlm de em dibînin ku karakterê sereke, genim diavêje zêviya biberf, bi hespê xwe dest bi cotê dike. Absurdî tê de heye? Gelo mimkun e ku di van şert û mercan de tov bigire? Ji bo me înşakirina dahatûyek wek ku bêîmkan be!…

Sê, derhêner, karakterên xwe bi melankolî, şîngirtin û reşbînî nexêzandine, fikirîna bi fokusa çareserker dide ber karakterên xwe. Di sifirbûyînê de ji nû ve xwesazkirin û afirandinê, plan û programa rizgarkeriya têkçûnan dide ber karakterê xwe.

Çar, di sehneya dawî ya fîlm de şadwerî û hezweriya zarokan nîşanî me dide ku dêrhêner di hewla xwe ya înşakirina dahatûyê de mutleq e. Dahatû ne bi êş, melankolî, kul, keser, kovan lê belê bi hezwerî, şadwerî, keyfxweşî, dilgeşî ava dibe. Bi wendanekirina wan hîs û hestan ava dibe.  Spinoza di Etîka xwe de radixe holê ku dahatûyek çawa ava dibe.  Hezwerî, şadwerî û keyfxweşî dikare hemû şert û mercên tuneker û kujer têk bibe.  “Kulîlka şaîr” bi hezwerî û şadwerî dikare xwe bigihîne biharê.

“Hew li kefa destê min binêre!

Naxwazim ji min re bibêjî

ku dê bibim babê çend zarokan,

zengîn bibim yan her wiha bim…

Tenê tiştekî ji min re bêje:

Heta hebim, ez jî dê wek te bim

yan jî dê bibim xwedî welat!”

Ebdulla Peşêw di vê helbesta xwe de ji bo xwedîbûna dahatûyekê, welatekî ji falbêjî dipirse, ez ê bibim xwediyê welatekî, ne ku wek te her bêwelat bimînim? Ji bo înşakirina welatekî û dahatûyekê, Arîn Înan Arslan deriyek vekiriye, ez dixwazim ji sînemaya kurdî bipirsim, gelo ew ê me ji rabirdûyê rizgar bike û me bike xwediyê dahatûyek û welatekî bidewlet?

Ji gelek alî û kontekstên din ve hêja ye ku mirov li ser sînemageriya Arîn Înan Arslan kûr bibe, xwe biêşîne û binivîse. Arîn Înan Arslan, bi derhêneriya xwe ya kemilî, pêşketî û geşbîn, her cure piştgiriyê heq dike, bi taybetî jî ya madî, sînema bê pere çênabe, hem jî ew ê heqê her piştgirî û destdayînê bide, ez hêvî dikim ku ev nivîs bibe wesîle ku dewlemendekî kurd bi qasî fîlmekî dirêj piştgiriya Arîn Înan Arslan bike!?.

* Ev nivîs hejmera nehemînê The Hall Kurdî de hatîye weşandin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...