Ji gelek alîyan ve heja ye ku wek berpirsyarî mirov li ser muzîkjenîya Pervîn Chakarê binivise. Çimkî hemû kar û berhemên Pervîn Chakarê ji gelek alîyan ve rasertir û berztirîn in. Min derfet dît ku ez li ser albûma wê ya dawî bi navê ‘‘Ji Bo Bîranîna Qurbanîyên Helebceyê’’ hîs û fîkrên xwe bi we ra parve bikim. Wekî karên wê yên berî vê albûmê jî ji gelek hêlan ve berz, geş û raser in.
Albûma ‘‘Ji Bo Bîranîna Qurbanîyên Helebceyê’’ di min de hêmaya rabirdû û dahatûya neteweya me çêkir. Di vê nivîsê de ez dixwazim li ser hêmayeke vê albûmê ya ku di hişê min de çêkiriye, binivîsim û wê îzah bikim…
Dema ku mijar dibe bîranînên rabirdûyê, êş, trajedî, travma, kesayetên neteweyî, pirs giran û kûr derdikeve li pêş me. Pirs ev e ku mirov çawa nêzikê rabîrdûya xwe, êşên xwe, trajedîyên xwe, travmayên xwe bibe û êşên xwe bi bîr bîne? Şert û merc, pîvanga bibîranînê divê çi be û edebîyat, şano,muzîk, sînema, şîîr çawa bi bîr bînê? Fikra min ev e ku ne tene rabirdû divê em bi pragmatîst nêzikê her tiştî bibin ji xwe ra bikin firsend, wek mînak ji têkçûnên xwe serkeftinê mezin, afirandinên bêhempa derbixin. Dema ku em rabirdû û dahatûyê difikirin û bi bîr tînîn ez her dibêjim divê rabirdû jixwebawerî, aramîya wîjdanî û jixwerazîbûnê bide û dahatû jî kelecan, şadwerî, qurrebûn, birçîbûna jîyînê bide me.
Ka em lê binêrîn Pervîn Chakar, çawa nêzîkê li rabirdûyê bûye, trajedîyek giran a kurdan çawa bi bîr tînê? Hêmayeke çawa ya rabirdû û dahatûya me di albûma wê de heye? Yek, di albûma wê de di peywenda mînaka Jenosîda Helebceyê de tene bi karesata Helebceyê re sînordar nemaye, hêmaya xulaseya rabirdû, dîroka me, hêmaya rabirdûyeke nîv-aştbûyî, nîv-lihevhatî û ya dudan jî hêmaya pêşarojeke azad, ronî, aram, şadwer heye. Ji vir cîyawazî û resenîya muzîkjenîya Pervîn Chakarê derdikeve holê!..
Ji xêncî çend hunermendan, piranîya muzîka kurdî ya Bakurî de nêzikbûna rabirdûyê û çi ferdî be çi jî netewî be bibîranîna êşan, trajedî û travmayan de wek nêzikbûnên melankolîk, arabesktîzekirin, romantîzekirin xwe xesandin, xwe bêhereketkirin, zirarkerî, tunebûna hewlên çareserker, ji êşên xwe, ji têkçûna xwe zewqwergirtin ev tişt jî gelek xeternak e. Herwiha reşbînî, mirinhezî, qederperestî jî di wan de heye.
Bi muzîkê em ji xwe re dinyayeke wisa ava dikin ku ne mumkin e em xwe jê azad bikin, heta û hetayê em bindest bibin; tu caran tiştek nayê guherandin. Her tim em di nav şîngirêdayînê de ne û qet şîn xelas nabe…Di vê konteksê de, cîyawazîya yekem a Pervîn Chakarê ev e ku, taybetmendîyên vê nêzikbûnê, form û vegotinên bibîranînên rabirdûyê di albûma ‘‘Ji Bo Bîranîna Qurbanîyên Helebceyî’’ tune ye. Albûm, êşê ji kûr ve dide hîskirinê lê di hîskirina vê êşê de jêpirsyarkirin û jihesabpirsîna dîrok û lêgerîna tolwergirtinê heye. Xwejibîrkirin û tolnegirtin her tim dibe dubareya dîrokê. Bîranîn, li dijî tekerûrê tedbîrgirtin û problematîzekirina rabirdûyê û wekî çareserî pêşkeşîya tolwergirtina jî berevajî vê çerxê kar dike.
Bi guhdarkirina albûmê re ber bi rabirdûya neteweya me ez dest bi rêwîtîyek direj û kûr dikim; guhdakirina albûmê di min de hêmaya ‘‘Em li hemberê trajedîyeke mezin têk neçûn, em hêj li ser pîyan in, em kilamên xwe dibêjin; ne temamî bibe jî em bi rabirdûyê xwe re li hev hat in û aşt bûn, ji xwe bawer in’’ çêdike.
Çi edebîyat, çi sînema, çi şano, çi muzîk, çi jî di qadên din ên kurdî de piranî bêdahatûbûnî heye. Ew hêmaya dahatûyê nadin me; em dixwazin di dahatûyek de çawa bijin? Di peywenda vê pirsê de hîç romaneke kurdî nehatîye nivîsîn. Di muzîka kurdî de jixwe hêmaya dahatûyê tune ye, erzanîyek û xezelîyek heye ku “hêvîyên sloganik” wek hêmaya pêşarojê pêşkeş me dikin. Cîyawazîya duyem a Perwîn Chakarê ev e ku herçiqas di fokûsa albûmê de bibîranîn û karesatek hebe jî hêmaya dahatûyeke aram, şadwer, ronî û azad heye.
Di nav fetisandina bêqalîtebûn û navêrî(vasatbûn) kitchbûnê de ji wan çend kesan yek jî Pervîn Chakar e ku wekî ku katalîzor û israra biqalîtebûn û raserîyê ye. Ji ber vê pêwîstîya muzîka kurdî zêdetir bi afirandin û îcrakirina wê heye. Pratîkên wê nîşane ye ku ew dê qalîteya muzîka kurdî her bilindtir û gewretir bike… Baş e ku Pervîn Chakar heye û dê her hebe jî !...
Têbinî: Peyva kitch(kitsch) bi eslê xwe ji zimanê elmanî ye, ji bo hunera kêrnehatî û hunera mezaxtinê tê gotin.
*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder