Hejmara nehemîn a Kürd Araştırmaları Dergisi çend roj berê hat weşandin, di fokusa vê hejmara kovarê de Şanoya Kurdî heye. Ligel nivîsa edîtorîyê tê de 13 gotar hene, hemû jî bi kurmancî ne. Heta niha cara yekem e ku hejmareka kovarê bi temamî bi kurmancî tê weşandinê. Em hêvî bikim ku ji niha şunda va kovara ji sedî sed bi kurdî weşana xwe berdewam bike.
Dema ku cara pêşîn min çav li naveroka hêjmara Şanayo Kurdî gerand, gotarên ku ne bi Bakurî ra têkildar in bala min li ser wan bû, min ji vê hejmarê hêvî dikir ku bi têkildarîya şanoya Rojhelat, ya Başûr; şanoya Bajarê Silêmanyê, Hêwlêr, Kerkuk, ya Rojevayê; dîroka şanoya bajêrê Efrîn, şanoya kurdên Sovyetê, çi aktuel çi dîrokî, çi jî sosyolojîk gotaran di xwe de bihewîne. Lê kovarê bersiva vê hêvîya neda. Em dikarin ji vê hêlê ve kovara de qelsî û valahîyê bibînin. Di hêman demê de derberê şanoya kurdîya zazakî û soranî de jî hêjmarê kovarê di xwe de tiştek nahewîne.
Lê derbera şanoya kurdî ya Sovyetan û ya Başûr de du nîvîs di kovarê de hebû. Recep Îçen di gotara xwe de li ser dîroka şanoya kurdên Sovyetê sekinîye û xwînerên xwe ronî dike. Gotara wî wek gotareke berhevkirî ye, ji hêla zanîn ve kevirek nedanîye li ser zanîna heyîyan. Helked Îdrîs Abid, gotara xwe li ser ceribîn, serpêhatîyên xwe yên takekesî ava kirîye, li Dihokê qismen jî li Hewlêr û Silêmanyeyê qala rewşa Festîwalanê Şanoya kurdî dike. Ev gotara wî ji bo min sûdwer bû. Gotara Helked ji bo me wek neynik e, em çi rewşê de ne nîşane me dide, bangê me dike ku em li ser rewşa xwe bifikirin û niqaş bikin. Em hêvî bikin ku Helked vê gotara xwe kûrtir û firehtir bike û bike wek kitabek. Xwezî ji her perçeyê welat şanogerek, rejîsorek qala ceribîn û serpêhatîyên xwe bikirina. Tecrube, ceribîna şexsî û takekesî gelek giring în. Ev giringî di nav me kurdan de zêde nayê zanîn. Divê em her giringî û qiymet bidin tecrube û ceribînên xwe yê şexsî, nivîsîna ceribên şexsî di nav me de bibe wek çandek. Heta ku wek takekes giringî û qiymet û hejatî nedin fikrên, hîsên, tecrubê û ceribînên xwe yên şexsî, hem di nav me de çanda nivîsînê û entellektuelî pêş nakeve hem jî asta civakê bilind nabe.
Gotarên hev temamker in.
Ferhad Feqî, di gotara xwe de qala du problemên serekeyê şanoya Bakurî dike; adaptasyon û ziman. Listikên ku, tekstên ku ji bo kurdî tê adaptekirinê, em çawa dikarin wan bi kurdewar bikin, xwemalî bikin di listikên de çawa dikarin zimanek estetîk ê kurdî bafirînîn û bikarbînîn niqaş dike. Kawa Nemir di wergerên xwe yên helbestan de têkstan ji nû ve wek kurdî diafirîne, tu dibêjî qey ev şaîr bi xwe kurd e û bi kurdî nivîsîye. Kenan Demîr, bi komên şanoyên Bakurî re hevpeyvîn kirine. Di van heypeyvînan de paradoks, bêneqebî, pirsgirêk, problemên sereke yê şanoya Bakurî dibînîn. Koman di nav “bê”yan de bêsehne, bêpere, bêrexnegiran, bê perwerde û“hertiştzanî” hewl didin ku şano bikin. Di heypeyvînê de pirsek li ser felsefe û mîsyon, resenîya estetîka koman e. Derbarê bersivandina vê pirsê de bersiva Şaneşîn Performans nîşanê me dide Şaneşîn Performans xwedî felsefe, mîsyon, resenîyan e:
“Estetîka me li ser kevneşopiyên kurdî û formên gelerî disekine. Ji şanogeran bêhtir em weke folklorist tevdiger in. Kesên ku di koma me de cîh digirin bêhtir hevalên me yên kurdolog in ji ber vê yekê jî em pir bi şens in ku, rê û rêbazên folklorê, teorîya folklorê û qîmeta folklorê baş dizanin. Em li dû vê pirsê tevdigerin: Em çawa dikarin kevneşopiyên kurdî bi şiroveyeke nûjen ve di hundirê lîstikên modern de bikarbînin û raxin ser sehneyê?
Helbet ev şêwaz, estetîk bi lîstikekê ve çênabe, divê ku berdewamîyê vê tiştî hebe; heke em vê yekê bi israr di listikên xwe de bi cîh bikin wê demê em bi dilrehetî dikarin bibêjin ku; belê, estetîka me li ser folklora kurdî û rîtuelên kurdî rûdine. Ji ber ku rîtuel di bin tesîra çandê da şîn dibe û di nava civakê da yekparebûyînê temsil dike. Kesên ku beşdarî rîtuelê dibin, xwe parçeyeka wê civakê wê seromonîyê dibînin û li gor rê û rêzikên wê civakê tevdigerin. Rîtuel, komê bi hev digîhine û hişê kolektîf ê civakê derdixîne holê û di heman demê da bi xwe ra nasnameyeka civakî jî tîne. Bi me ruhê şanoyê jî ev tişt e û em jî weke Şaneşînê li dû wê tiştî tevdigerin. Lê weke ku me li jor jî got ji bo ku em şêwaza xwe bi nav bikin hê pir zû ye lê qe nebe hişmendiyeke wisa heye û em ji ber vê kêfxweş in.”
Pelda Bal jî di konteksta Akademiya Cigerxwîn de, perwerdeya listikvanîya şanoya kurdî hevpeyvîn çêkirîye. Hewl daye ku bi wan hevpeyvînan di şanoya kurdî de perwerdeya listikvan problematîze bike. Mîrza Metîn jî bi Lalish Theatherlabor hevpeyvînek çêkirîye. Mîrza Metîn wek felsefe, struktura ve gelek alîyên din ve li ser şanoyê kûr bûye. Hevpeyvînek asoveker û nûjen e. Sazkara Lalish Theatherlabor, du kurdên Başûrî ne ji Silêmanyeyê ne, di salên nodî de wek penaber çûne, Avusturyayê, li wir jî berdawamî şanogerîyê kirîye. Serkefitinek dest xistine. Cîyê şanazî, serbilindî û motîvasyonê ye ku bi resenîya xwe xwe daye Avisturyayê qebul kirin. Di qada şanoya dinyayê de derî û perspektîfên nû vekirine. Komên şanoya kurdî û kesên ku bi şanoyî ra têkildar in, divê bi kûr û hûr li ser vê heypeyvînê xwe biêşînîn.
Berfîn Zenderlioglu di gotara de hewl daye ku di nav hunerê dinyayê îroyîn de rewşa şanoya kurdî muqayese û problematîze dike. Konteksta, armanca gotarê gelek resen e lê ji hêla naverok ve wek taslaq maye. Ev gotar gelek hêja û heq dike ku mirov xwe li ser kûr û hûr bike.
Berrin di gotara xwe de di nav alegorîya Şikefta Platonê û şanoyê de têkilîyek çêkirîye, heqiqat, îktîdar, rastî, xeletî, kolonyalîzm, vê têkilîyê di mînaka şanoyê kurdî de problematîze dike. Berrin Sehmdin, di gotara xwe de pirsek, tespîtek nerehetker, di cî de, rast, asoveker li ser şanoya kurdî dike:
“Îja em him mîna Ploton dibêje bifikirin him jî, ji alîyekî gotinên wî berawajî bikin. Ji cîhê ku wekî şikeft pênase dikir re emê bêjin Şano, îjar em temaşevanê bikin şuna kesên şikeftê û dinyaya idea jî bikî şuna dik û Şanoyê ( Bi taybetî şanoya kurdî) binirxînî. Ew dem mîna Platon difikire û tîne ser zimên, Şanoya Kurdî ya îro çi nîşanê me dide li ser dikê? Hinek jî em spesifiîk bikin li ser tîyatralîyên dîgîtal videoyên kurt ên tîktok, youtube…hwd. bifikirî û li ser de skeç bifikirî, tev komedî jî nîn e, tenê pêkenok in. Ew tev ne ku Plato dibêje, sî ye yanê li gor zimanê îro em karin peyva teqlîd bi peyva “fake” sexte ye bêjin? Em karin bêjîn sîya sî, teqlîdê teqlîdan e, yên em temaşe dikin? Taybetî zimanê Kurdî bi henekên serdest tew ya herî tewş em bixwe dixin ser dikê. Hewce nake serdest ziman qedexe bike êdî. Em bi dilxwazî wî zimanê dixin nav hunera xwe, wêjeya xwe, jîyana xwe, hişê xwe… êdî kurd bixwe xwe asîmîle dike. Ija em çima vê jîyanê ku bi dagirkêr hatîyê çêkirin û sîya wan e, teqlîdê teqlîdan em mîna heqîqet qebûl bikin? Ew dem Plato şanoyên ku wiha re hindîk jî gotîyê.” Ev tespîta Berrin tam jî xala dest bi fikirînê û jêpirsyarkirin e!...
Tololwa Marti Mullet di gotara xwe de peywenda şanoya Efrikayê de gelek nîmune û malzeme pêşkeşî me dike ku kolonîkirî dikarin ji şano û huneran kolonyalîstanê şanoyek serbixwe û nûjen ava bikin û şanoyê ji bo azadkerîya xwe bi kar binîn şanoyek xwemalî û xas biafirinîn. Gotara Mîrza Metîn wek çarçoveyê teorîkê Tololwa Marti Mullet e.
Di vê hêjmarê de ji bo min gotara herî asoveker, ya Mîrza Metîn bû. Mîrza di gotara xwe de têgeha mîmesis û dîegesîsê jêpirsyar dike, ferqa wan derdixe holê, têkilîya mîmesîs û kolonyalîzm problematîze dike, nîşane me dide ku mîmesîs çawa ji bo kolonîbûyîyan, bindestan girtîgehek, zîndanek; bindest di nav mîmesîsê de tucar nikarin xwe azad bikin,hertim kole, bindest bimînîn. Mîmesîs, koletî, bindestî, kolonîbûyî her ji nû ve diafirine. Lê azadkerîya dîegesîsê nîşanê me dide. Di nav çanda kurdan de kulturê dengbêjî wek mînaka dîegesîse dide me. Hewl dide ku formên nû yên vegotinê azadkerîyê pêşkeş bike. Têgeha Agir-bêja Rênas Jîyan wek pêşnîyazê me dike. Mîrza Metîn pirsên rast û encamder dike û bi wê gotara xwe derbên giran li kolonyalîzmê dixe. Efsaneyê Kawa û Dehaq ji nû ve şîrove dike û nîşanê me dide ku hêz, vîyan, şîyan, agir e ke bindestan, koleyan azad bike, di nav wan de bi xwe heye, di xwe de dihewînîn. Ev gotara Mîrza Metîn ji bo azadî, resenîya şanoya kurdî derîyan vedike.
Dema ku bi temamî kovarê em dixwînîn; jêpirsyar, muqayese niqaş, analîzên gotar û hevpeyvîn kovarê nîşanê me dide ku: Yek, Şanoya Kurdî digere resenî û azadîya xwe, li cîhanê di qada şanoyî de digereresenîya xwe.Duyem jî Şanoya kurdî hewl dide ku xwe ji kolonyalîzm, encaman, bandorê wê xwe azad bike. Ji bo resenî û azadîya şanoya kurdî pêwistî zêdetir bi xwendinan, rexneyan,niqaşan û analîzan heye…
*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder