Min di rojnameya Gazete Duvarê de nûçeyek dît, donzdeh rexnegirê sînemayê, lîsteya baştirîn deh fîlmên sala 2022an çêkirine. Min jî hewl da yek bi yek wan fîlman temaşe bikim. Di vê nivîsê de, ez li ser resenî û ciyawazîya pênc fîlman rawestîyam. Ev nivîsa min, beşa yekem a ji rêzenîsa min a li ser fîlman e, dê dewama wê bê.
1.The Banshees of İnisherin ( Perîyên Mirî yên İnisherinê), Martin McDonagh, Îrlanda û Îngîlîstan
“Ji cîyên biçûk meseleyên mezin derxistin” wek ku mottoya Sosyal Antropolojî ye. Em di fîlma The Banshees of İnisherin de jî tam jî pêk anînê vê tiştê dibînîn. Derhêner McDonagh, ji gundek bi nava İnisherin ra meseleyên mezinên gêrdûnî derdixe. Di her sehneyên fîlmê de wek ekstanyalîst, felsefîk, sosyolojîk em wan meseleyên mez,n dibînîn. Wek mînak, hevaltî, tenêtî, gund û bajar;mayîn û çûyîn, afirandin, mirin, tolgirtin, şêr…
2.Aftersun ( Piştî Rojê), Charlotte Wells, DYA
Dem, wext, zeman… Zeman, wext û jîyîn û jixwebîrkirin an jî jixwebîrnekirin… Di zeman û wextên ji destçûyî de mirov çawa dikare wan zeman û wextan ji nû ve dest bixe? Jinûve bidestxistin, jixwebîrnekirin an jî jinûve ji bîra xwe anîn e. Marcel Proust, bi navgîna edebîyatê, di romana xwe ya bêhempa Geran Bo Katî Ledestçû de hewl daye ku her kêlî û bîsta zeman û wextên jidestçûyî jinûve bi dest bixe. Wê hewildanê Proustê em dikarin wek hewla Proustvarî pênase bikin. Di fîlma Aftersun de em hewildaneke Proustvarî dibînîn. Di fîlmê de keçikek bûye sî salî, tehtîlek ku di yanzdeh salîya xwe de bi bavê xwe ra borandîye, ketîye li pey kêlî û wextên wê tehtîla jidestçûyî. Her temaşekerê wê fîlmê jî bi vê keçikê re dikeve li pey kêlî û wextên xwe yên jidestçûyî….
3.Decision to Leave (Biryara Cûdabûnê), Park Chan-Wook, Koreya Başûr
Eşq çi ye? Pirseka kûr û dûr, zor û hêsan, sivik û giran e… Ji roja ewilîna xwe ra hata îro edebîyat, şîîr, muzîk, şano, resîm, heykel, sînema û hunerên din li pey bersiva vê pirsê de ne, bi awayîyek bersiva vê pirsê dane û hewl didin ku bersivên nûtir jî bidin. Ne tene huner,zanistên civakî û tip, bîyolojî jî li pey bersivandina vê pirsê de ne. Ditîna eşqê… wendakirina eşqê… jinûve, vedîtina eşqê…Aqil, mantix û eşq:Cîyê ku li vir aqil û mantix hebe li vir eşq tune ye. Fîlma Decisino to Leave, bersiva vê pirsê dide me.
4. Eo, Jerzy Skolimowski, Polonya.
Di alîye yekem de xweza, dinya, heywan, nebatî û tişt û di alîya duyem de jî tûk û însan û homosantrizma wê/î heye. Homosantirizm serdestîya însan e. Însan serdestîya xwe bi homosantrîzmê li ser alîyê yekem de meşrû û hiquqî dike, bi wî hawî di xwe de heq dibîne ku li ser alîyê yekem de îqtîdar û hegemonya çê bike û zordest bibe. Lê di encamê homosantirîzma însan de, di dinyayê de krîz û problem û pirsgirêkên pir mezin, kûr, û antagonîzmayî derdikevin holê. Di fîlma Eo de, Eo navê kerekê ye, bi çavên kerekî em encamên hov ên homosantirîzmê xwe dibînîn.
5.Triangle of Sadness (Sêgoşeya Xemê), Ruben Östlund, Swîd.
Di nav wan fîlman de herî zêde min ji vê fîlmê hez kir, favorîya min a yekem ev e. Ez dixwazim çend carên din jî temaşe bikim. Ev fîlm, ji gelek alîyan ve raser û geş e. Li ser dahatûya dinyayê problematîze dike. Ji gelek alîyan ve perspektîfên nû dide me ku em li ser dahatûya gerstêrka xwe û însanbûna xwe bifikirin.
*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder