Li piştî Şêrê Cîhanê yê Duyêm, li seranserê dinyayê dahatûya dinyayê bûye wek meseleyeke sereke ya rojevê, di qadên zanistên cur bi cur de li ser dahatûya dinyayê gelek niqaş çedibin.
Temenê geresterka dinyayê nêzikê çar mîlyar û nîv sal e. Di nav van mîlyar salan de dîroka mirovê modern du sed hezar sal e, dîroka civakbûn û bicîûwarbûnê bîst hezar û dîroka sîstema kapîtalîzm du sed sal e. Heta du sed salên dawî yên dinyayê tu kîryar û pratîkên însan ji bo berdewamîya hebûn û dahatûya dinyayê nebûbûn xeter û tehdît. Di encama du sed salîya kapîtalîzmê de ji bo dahatûya dinyayê gelek krîz û pirsgirêkên mezin derdiketin holê ku ev krîz û problem dawîya dinyayê bînîn û wek hebûna dinyayê tune bikin.
Ev krîz û problem çi ne? Yek, krîz û problemên ekolojîk; a) yên îklîmî, b) jî yên jîngehî, du jî, krîz û problemên çekên nuklerî û kimyevî. Wek problemek û krîzek jîngehî em problem û krîza çopê mînak bidin. Li seranserê dinyayê piranîya her welat, bajar, navçe, gund, wek çem, gelî, newal, çîya li her derê xwezayê problem û krîza çope heye. Em di nûçeyan de rast tên welatên Ewropayî çopa xwe difiroşin welatên dinyaya sêyem.
Kapîtalîzm weku ku zaroka endustrîyê ye yanî kapîtalîzm bi çêbûna endustrîyê derdikeve holê. Pêşketina teknolojî û endustrî jî hevdû temamker in, geş û bilind dikin û pêş dixin. Bilindbûn û mezinbûna teknolojî û endustrîyê tê wateya pêşketin û mezinbûna kapîtalîzmê. Lê kapîtalîzm, çiqas mezin û bilind dibe ewqas jî çop li dû xwe dihêle.
Çop weku ku gûyê kapîtalîzmê ye, kapîtalîzm nikare gûyê xwe biveşêre. Di nav cureyên çopê de herî zêde jî plastîk bûyê problem û krîzek mezin. Ax jixwe nikare plastîkan di xwe de bihêrîne, ji ser de jî plastîk kimyaya axê û xwazayê, zindewaran xera dike li gel xwe gelek problemên din tîne.
Gelo zanist dê bikaribin ji çopên plastîk re çareserîyek bibînin? Di vê derbarê de ez nizanim lêgêrîna zanistê di çi rewşê de ye. Lê keçikeka kurd a ji Amedê ye ku diçe lîseyê, hewl daye ku bi xebateka xwe çareserîyek ji bo wê krîz û problema mezin peyda bike.
Çend roj in di qaden medyayan de bi taybetî di medyaya civakî de nûçeyek bûye rojev. Bi navê Gul Karen Aça ku ji Amedê ye û diçe lîseyê, ji ber du xebatên xwe wek Harvard, Stanford, John Hopkins, Duke, Northwestern, Berkeley, Toronto, George İnstitute of Techonolgy û California Santa Cruz ji neh zanîngehên herî mezin ê dinyayê bursa ji sedî sed qebûl wergirtiye. Hem jî Gul Karen Aça li gor Rise for World di nav 100 xwendekarên geşbînê dinyayê de ye heta dawîya jîyana xwe burs bi dest xistiye.
Xebat û îcadên Gul Karen Aça çi ne?
Yek, hewl daye ku bi hemiseluloz û gliserol li dijî û alternatîfê plastîk objeyek nû îcat bike.
Du jî, hewl daye ku filtreyek îcad bike ku ev filtre bikaranîna û xerckirina elektirik û av ji sedî nod kêm dike. Ev hewldana wê ji bo domandina jîngehî(environmental sustainability) gelek giring e.
Bi rastî ez nizanim Gul Karen Aça di hewldana xwe ya yekem de çiqas serketîye û an jî çiqas dê serbikeve. Lê eger bikare li dijî û alternatîfê plastik objeyek nû îcat bike; yek, ev îcadê wê ji gelek hêlan ve di nav xwe de gelek nûgerîyan radîkal dihewîne, dudu, di mijara dîyarkerîya dahatûya dinyayê de bibe xebateka gelek giring û heyatî û dahatûya dinyayê bi xebateka keçikeka kurdê hejde salî ber bi başbûn û rindbûnê ve bizivire.
Şaîrê dilçîya Kawa Nemir di helbesteka xwe de pirsek azadker û gewreker dipirse“Ma dikarim derzîya xwe di lêva dinyayê rakim?” Îro Gul Karen Aça nîşanê me dide ku karîya di hejdê salîya xwe de derzîya xwe di qada zanista dinyayê rabike!...
*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder