Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ya 11. De, 53 kurtefîlm û belgefîlm hatin nîmayîşkirin. Min hemû fîlm temaşe kirin. Ez dikarim bêjim ku piranîya fîlman xwe li ser feqîrîbûnê ava kiribûn û mekanên wan jî gund bûn. Ji wan fîlman yek jî, “Pantor”a Tehsîn Ozmenî bû.
Listikvanî, dekorên fîlmê bêhempa bûn. Bi taybetî jî listikvanîya Dilo(Suat Usta) muhteşem bû. Dilo xwe û hevjîna xwe bi zor û bela digihîne bajarî, hevjîna wî dema ku vedigere gund, em ji wê fêr dibin ku Dilo wenda bûye
.
Di sînemaya kurdî de cara yekem, di fîlma “Sürü” ya Yılmaz Güneyî de rewîtîya Kurdan a ber bi parçebûyînê de em dîbînîn: “Sürü”yê bînin bîra xwe, di sehneyên dawî de, malbat li navenda Enqerê çawa parçewerçe dibe. Ger em di navbera “Sürü” û “Pantor”ê de peywendîyekê durist bikin, em dikarin bibêjin ku “Sürü” wekî dewama “Pantor”ê ye, an jî ji bo berdewamîya “Pantor”ê dikare ji me re bibe cewabek.
Di malpera helbestakurdî.com de, min bi navê “Berken Bereh; helbestkarê ku evîna xwe bêcîûwar nahêle” gotarek xwend. Gotara Dilawer Zeraqî bû. Ew di vê gotara xwe de nîşanî me dide ku Berken Bereh çawa bi helbestên xwe hewl daye ku bajarîbûnê, bajarvanîyê ava bike: “Lê tiştekî dîtir û rajortir heye ku; ev şûngeh têra Berken Bereh nake û ew dixwaze bila şûngeha helbesta wî bibe ‘BAJAR’; loma jî şûngeha helbesta Berken Bereh, ne wek şûngehekê ye ku bes ji axê pêk tê; lê belê ew bajarê xwe; wekî şûnewarekî jiyînê, ku lê; dîtin, hewandin, navlêkirin, qebûlkirin, rapirsîn-vepirsîn, jêfamkirin, hejlêxistin, veavakirin, guhertin, xurtkirin, veguherandin û geşepêdan, li dar e -ku ev hemû taybetiyên ‘bajarîbûnê’ ne-; xeyal dike, difikire; û ava dike.”
Sînemaya kurdî, ji bo ku em bajarîbûna xwe ava bikin; em bibin bajarî, em di bajaran de wenda û perçe nebin, bajar jî bikin wekî habîtata me, çi pêşkeşî me dike, xwedî kîjan bername, plan û projeyan e û çi hewlên wê hene? Mînak, em bibêjin ku Tehsîn Ozmen di berdewamîya vê fîlma xwe de fîlmeke din çêkir, gelo di vê fîlmê de ji bo Dilo li bajêr parçe nebe, xwebûna xwe wenda neke, tiştek çawa pêşnîyazî me dike? Em di fîlmê de dibînîn ku gundî, bi taybetî jî Dilo çawa kêfxweş e, ji bo Dilo di bajarî de kêfweşîya xwe ji dest nede, wekî derhêner çi ji destên Tehsîn Ozmenî tê?
Zemanê fîlmê, salên sihî bûn lê xetayeke anokronîk a berbiçav tûnebû. Ruhê wî zemanî dide temaşegerê xwe, bi wan dide hîskirin. Ji vê hêlê ve film, gelek biserketî bû.
Nîmayişkirina “Pantor”ê di roja dawî ya festîvalê de bû, piştî temaşekirinê min xweb xwe got; teqez ev film dê xelatekê werbigire. Çimkî li gel qelsîyên xwe, yek ji fîlmên herî baş ên festîvalê bû.
Min li jorê jorê gotibû, ji fîlma pêşîn hata paşîn, min hemû fîlmên festîvalê temaşe kirin lê ji bîlî “For Camera” fîlmên ku xelat wergirtin, ez pê qayîl, îqna û tatmîn nebûm ka çima xelat dane wan.
Xelata fîlma herî baş, fîlma bi navê “Two Ends Of A Bridge” stend. Xelata rûmetê jî fîlma “For Camera” Girt. Fîlmên “The Heart Of Raqqa” û “ Slaughter” jî xelata taybet a mansîyona jûrîyê wergirtin.
Bi rastî ez li hêvîyê bûm ku “For Camera” xelat wergire, çimkî belgefîlmeke gelek wêrek û realîst bû. Min qet îhtîmal nedida ku “Two Ends Of A Bridge” xelatekê bigre, çimkî gelek fîlmên ji wê baştir hebûn; mînak “Trouser” (Pantor), “Portal”; vê fîlmê gelek resen bû, hêj jî min fehm nekirîye çima xelata herî baş dane vê fîlmê. Çimkî ev fîlm tiştekî ku em nizanin, tiştekî nû nîşanî me nade. Di “ Slaughter” de îmajeke Kurdan a gelek xirab heye. Ji ber vê; qet ne hêjayî xelatê bû. Belgefîlma bi navê “Yar” a Aram Hassan jî hêjayî xelatê bû û ji belgefîlma “The Heart Of Raqqa” çend qat baştir bû.
* Ev nivîs berî di malpera Sînemaya Serbixwe de hatîbû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder