Pirtûka Bûrhan Tekî ya bi navê Dûpişk, di sala 2018an de ji Weşanxaneya Avestayê hatiye weşandin. Pirtûk 116 rûpel in û ji şanzdeh çîrokan pêk tê. Di sala 2016an de jî ji Weşanxaneya Belkîyê pirtûka wî ya çîrokan a yekem bi navê Nav hatiye weşandin.
Bûrhan Tek di berhema xwe Dûpişkê de herî zêde taybetmendîya xwe ya çîroknûsîyê nîşanî me dide ku ew dikare ji metaryal, mijar û tiştên cur bi cur bike çîrok û ji wan jî çîrokan biafirîne.
Bûrhan Tek bi xwe doxtor e. Ji hêla wî ya doxtortîyê ve jî em alîyê wî yê psîkolojîk û psîkanalîtîk dibînin di çîrokên wî de; vê yekê bi xwendina nîyet û binhişên karakterên xwe di gelek çîrokên Dûpişkê de nîşanî me dide. Bi çavê sosyologekekî li civakê jî nêhirîye. Bi hêla xwe ya doxtortîyê ve ew çîrok analîz kirine. Li ser gelek dîyardeyan de civak kiriye mijara çîrokê. Wekî arkeologek û psîkoanalîstekî bîr û binhişê xwe kolandiye, ji bîranînên xwe kiriye çîrok û ji hinek tiştan jî çîrokên nû afirandine. Ez navê Bûrhan Tekî ji kovara Zarema û Wêje û Rexneyê dizanim. Teoriyên edebiyatê baş dizane. Jixwe ji teknîk, hûnandin û vegotina çîrokên Dûpişkê vê yekê nîşanî me dide.
Ji ber vê, ez çîrokên Dûpişkê ji hêla strukturê ve li cureyan kategorîze dikim: çîrokên nûxwazî, bîra takekesî û sosyolojîk. Wekî çîrokên Giregir, f.j.v, Çar, Kî ez di nava cureyên nûxwazîyê de kategorîze dikim. Qesta min ji nûxwaziyê ev e ku ji hêla mijarê, teknîk û fonksiyonê ve di nava çîrokên edebiyata kurdî de xwedî taybetmendîyeke ciyawaz in. Keyfa min herî zêde jî ji wan çîrokan hat. Di çîrokên nûxwazîyê de, nivîskar ji hêla mijarê, teknîk û fonksiyonê ve li pey lêgerîna nûxwazîyê ye. Nivîskarî di çîroka "f.j.v" de çîrokeke absurd ji nûçeyeke televîzyonê kiriye çîrok. Di çîroka Giregirê de wekî çawa fikra çêbûna çîroka Veguherîna Kafkayî di mêjiyê wî de çêbûye bersiv dide. Di çîroka Çar de analîzkirina romanekê li gorî xwînerên cuda heye. Di çîroka Kî de nivîskar bi xwînerên xwe re diaxive.
Çîrokên wekî Têlik, ku ez ne şaş bim, Silêman, Nameyek û Avêtin ez di nava cureya bîra takekesî de kategorîze dikim. Çîrokên sosyolojîk û bîra takekesî di nava hev de ne lê cudahiya yên bîra takekesî hene. Subjeya çîrokên bîra takekesî bîra nivîskar bi xwe ye. Bi wan çîrokan mirov dikare xwendineke Fruedyen bike.
Çîrokên wekî Rev, Nizanim, Melle, Şevbihêrk, Nexweş, Sarinc û Dûpişk ez di nava cureya sosyolojîk de kategorîze dikim. Mînak di çîrokên sosyolojîk de problema sosyolojîk wekî fotografekî tîne ber çavên me lê niviskar nikare xwînerên xwe li ser wan fotografan bide fikirandin, neafirînerî, nehostatî û qelsîya çîrokan ji vir derdikeve: “Ez bîst û yek salî me û ev cara yekem e ku ji tvyê dengekî kurmancî ket guhê min. Carinan di nûçeyên kanalên bi tirkî de bi kurmancî tiştek dihat guhê min, lê ew jî yan nifirek bû, yan zêmara li ser miriyekî bû. Ev jî bi tenê çend kêlî bûn. Lê wexta ku dengê kurmancî ji tvya me hat, ez li ber cit bûm. Tu dibêjî qey xwîn ji min vekişiya. Wek hinek, lingên min bi erdê ve girê bidin. Wek wê tenekeya zeytê ku me hesinê antênê tê de cit kiribû, min digot qey lingên min di nava betona wê tenekeyê de ye. Nelebitîm. Ez nizanim bê sekina min çiqasî dewam kir, lê hew min dît ku zilamê min û hoste hatine hundir û zilamê min bang min dike. Destê xwe li milê min xist û ez anîm ser hiş.” (r.73)
Nivîskarî, çawa dikarî ev kêlî bibandortir û zêdetir bida hîskirin? Zimanê wî diherike, xwîner ji zimanê wî jî aciz nabe lê zimanê wî xwîneran nahejîne, nalerizîne, xwe nade hîskirin û ne bibandor e.
Çima zimanê çîrokên Cortazar, Borges, Şêrzad Hesen, Sadiq Hîdayet, Şener Ozmen… ewqasî bibandortir in? Di edebiyata kurdî de bi taybetî jî berhemên kurdîya soranî yên wekî Bextîyar Elî, Eta Nehayî, Ferhad Pîrbal û di kurmancî de Şener Ozmen heye xwe ji nû ve dide xwendin. Gelek berhemên edebî hene ku xwe ji nû ve didin xwendin. Gelo bibandornebûn, temamnebûn û qelsîyên Dûpişkê çi ne ku ew xwe ji nû ve nade xwendin?
“Edebiyat çi ye? Bi min, edebiyat rih pifî tiştan dike. Tiştên herî mekanîk jî dema ku dibin malzemeya edebîyatê di wan de jî rihek peyda dibe. Alîyekî wî yê Xwedayî heye. Tiştan zindî dike. Zewqa edebî bi peydabûna rihî re têkildar e. Li gel peydabûna rihî çêj, zewq tehma edebî çêdibe. Lê di her nûser û şairî de rihê edebîyatvanîyê tune ye.” Di zimanê çîrokên Burhan Tekî de zewqa edebî qels e.
Ji ber qelsbûna zimanê Dûpişkê, ev bandor kêm e û xwe careke din dîsa nade xwendin.
*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder