Di muzîka kurdî de çend muzîkjen û komên muzîkê hene û hêjaya ku mirov li ser wan binivîse. Ji wan yek jî Sîmîr Rûdan e. Sîmîr Rûdan albûma xwe ya yekem bi navê ‘‘Bi Çirokî’’ di sala 2013an de derxistibû. Albûma wî ya duyem bi navê Kevî du meh berê derket. Di Kevîyê de deh stran hene: Bi navê Alîyê Din, Rojên Reş, Strana Me, Hêsirên Veşartî, Gulhavîn, Zarokatîya Wê, Jirmam Leylê, Ava Şêt Diherike, Rojên Reş(Slow) û Dîstopya.
Di struktura stranên Kevîyê de acizî, tênetî, bêkesî takekesên bajarî, terkkirîbûn, eşqa nîvco, xeyal, melankolî, kul û keser û hewldanên xwe ji rizgarkirina wan dîyardeyan hene.
Habîtata antropolojîya kurdan li gor gundan ava bûye. Dîroka bajarî ya kurdan bi dewamdarî tune ye. Dîroka bajarvanî ya kurdan bi serdemî(aktuel) ye. Ji ber vê tradîsyona bajarî ya kurdan çênebûye. Li Bakur di çil salên dawî de nîvê nifûsê zêdetir yên kurdan berê xwe dane bajarên Bakur û yê tirkan. Bi bajaran re têkilîketina kurdan, ligel xwe gelek şok, krîz û pirsgirêkên takekesî, civakî, psîkolojîk, antropolojîk, îktîsadî, hunerî tîne.
Gelo di nava çil salên dawî de kurd, takekesên kurd çiqas bûne bajarî? Albûma Kevî ya Sîmîr Rûdanî nişanê me dide ku takekesê bajarvanî yê kurd pêk hatîye. Lê!.. Sîmîr Rûdan bi muzîka xwe di navbera bîra takekes û kolektîv, bajarvanî û gundewarî, kevn û nû, modern û tradîsyonê de sentez çênekirîye. Di Kevîyê de giranî bîra takekesî heye. Bîra kolektîv hima hima tune ye. Bi deng, bi melodî, ritîma xwe di navbera du bîra de pirek çênekirîye, parçebûna bîra kolektîv heye. Di stranên Kevî de guhdar xwe wekî takekes dibîne ji hêla civakî ve xwe nabîne. Ji ber ku tene bi bîra kolektîv ve sînordar maye albûm ji guhdaran re xerib û bîyanî tê.
Problema min bi muzîkê re ji alîyê fonksîyona wî re ye. Min fonksîyona muzîkê ji xwe ra kirîye derd û kul. Kilam, stran û deyîra muzîkê ku ez guhdar dikim zêdetirîn ez bala xwe didim li ser fonksîyonên wan. Kilamek min guhdar kir ez keyfxweş kirim, şadîya min a jîyanê zêde kir. Ez ji tirsan û fikaran azad kirim, tirs û fikarên min ji nû ve zindî kir. Birînên min ên bîra takekesî û kolektîf derman kirîye, xwê lê wan zêde kir, çûkûleya wan jê kir. Dinya, jîyan, însan, tiştên xweş bi min didin hîskirin ne ku min reşbîn dikin. Ruhê min azad dikin, ne ku acîzîya ruhê min kûrtir û girantir dikin…
Di vê kontekstê de wekî stranên bendewarî; hatin, ji nû ve destpêkirin û rexnekirina civakê min stranên Kevî kir sê kategorî.
Strana Gulhavîn û Stranên Me di nava kategorîya stranên bendewarîyê de ne. Gulhavîn li ser xweşikbûna rojeke havînê; ji erdê hata ezmanî eşq bûye, bihatina dilberek û xwastina derbazkirina rojek bi hev ra ye. Stranên Me li bendê bûn; li hêviyê bûn e; daxwaza hatin û bi hev ra stran gotin e. Rojên reş xwe ji bîr kirin û xwe bextewar kirin: “ Dilê me pê şa bibe bila, dilê şa bibe”.
Stranên ji nû ve destpêkirin stranên Aliyê Din û Rojên Reş in. Aliyê Din li ser hêrs, depresîfbûn, xwekuştin, têkçûnê ye lê xwe teslîmê wan tiştan nake, dixwaze xwe ji wan pakij bike: “Radibim dîsa dimeşim” / “ Ji tiştên beredayî re êdî ez / Xwe naxapînim”. Rojên Reş lêgêrîna çareserî, derbazkirina rojên teng û dijwar in; bi avjenî, meş, lêdana gîtar, xwendina kitaban dixwaze xwe ji rojên reş azad bike.
Stranên din di kategorîye stranên rexnekirina civakê û jîyanê de ne. Strana Hêsirên Veşartî li ser rexnekirina civak, neazadbûn takekes, xwastina azadbûna takekesî ye: “Heçko dibejê civakê / Ez jî dixwazim azad bim” Heçko dibêjê wa yên li dora xwe / Ez jî dixwazim li gor dilê xwe” “ Bijîm, bijîm” “Li gor dilê xwe bijîm”. Strana Zaroktîya wê li ser lihevnekirin, eşqa zaroktîyê ye: “Lê ya bela xwe jê venedikir zarokatîya wê bû”. Strana Jirmam Leylê li ser êş, kulên çîroka jîyana jinekî ye. Di Ava Şêt Diherike de bi henekî rexnekirina nejiyîna mirovek e. Strana Dîstopya li ser tirs, fikar, tarî, mij û moran, pêknehatina hêvîyan û daxwazan, têkçûna ûtopyayê ye: “Xweştir nebê vêdê / Nexweştir dibe êdî/Nexweştir, nexwştir”.
Mînak herî zêde stranên Rojên Reş û Stranên Me guhdaran azad û keyfxweş dikin: ”Dikim ji ser xwe /Bavêjim vê xemginiyê”, “ Xemgîniya van rojên reş / Ka bêje min çi dibe xweş”. Heta cîyekî muzîkê albûma Kevî guhdaran azad, bikeyf û bişên dikin, mirov bêhna xwe didin, xema guhdar direvînîn, ruhê mirov ji huznê paqij dikin. Lê paşî dîsa huzin, xem, kul, keser, kovan, keder ser dikeve.
Ka em binêrin di albûma sêyema Sîmîr Rûdanî de keyf, hez, çoş, şadî…bi temamî ew hest serdikevin yan nakevin û di navbera bîra takekesî û kolektîvê de dê sentezekî çêbike an neke û çêbûna takekesên kurdên bajarîyê yên bikeyf û biçoş, jixwebawer nîşanî me bide an jî nede!...
*Ev nîvîs berî di malpera Nuhev de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder