Piştî Amed, Batman û Wanê, li Bakur navendeke din a şanoyê
li Kurdî zêde bû. Li Mêrdînê Şaneşîn Performansê mekana xwe vekir û sehneya xwe
ava kir. Piştî lîstikên Bêcirr û Penceşêrê, ew di mekana xwe ya nû de bi lîstika
xwe ya nû Înfazê li pêş temaşegeran e.
Înfaz lîstikeke parodîk e, perdeyek e û nêzî seatekê dikişîne.
Di Înfazê de çar listikvan hene: Midûr, Çawîş, Mele û Jinik.
Ev her sê zilam hewlê didin îdama jinikê pêk binîn lê çi dikin çi nakin mirina
jinê pêk nayê. Bi teknîka realîzma efsûnî ew jin namire û her ji nû ve zindî
dibe, vedijî. Lîstik li ser wê absurdîyê ava bûye.
Çar lîstikvan temsîla çar strukturên civakê ne: Jin, dîn, îqtîdar
û hêzên ewlehîyê. Nemirina jinê di nav wan de dibe krîzeke antagonizmayî, rê li
ber kilîtbûn û xitimîna sîstemê vedike.
Bi vegotina flashbackê em fêr dibin ku sûcê jinê çi ye: Ew
ji mala xwe derketiye çûye malê zilamekî zewicî, çend saetan li wir maye. Ev
kirin dibe sedema îdamkirina wê.
Pêşî wer xuya dike ku di fokusa Înfazê de tenê jêpirsîna zayenda
civakî, sîstema pederşahî û exlaq hene lê na!.. Lîstik bi giştî pergalê, civakê
jê berpirsîyar dike.
Înfaz bi wê jêpirsînê, mimkûnbûna guherandina civakê
problematîze û nîqaş dike.
Înfaz pirseke kûr û giran bi temaşeger dide pirsîn. Pirseke ku
nakokîyan bişikîne. Ger em karibin bersiva wê pirsê bidin, rewşa îro dê
biguhere û dêrîyên civakeke nû wê vebin.
Pirs ev e: Di lîstikê de xitimîn û kilîtbûna sîstemê dê çawa
bê çareserkirin, mimkûnîya guherandina civakê çawa dê pêk bê?
Xitimîn û kilîtbûna sîstemê encax bi guherandineke radîkal
dê pêk were.
Em di lîstikê de bandora dînbûnê jî dibînîn. Bi guherandina şîroveya
dînîtîyê re hewldana şikandina kilîtbûnê û vebûna xitimîna sîstemê heye. Ji ber
ku jin 'dîn' bûye, wekî Michel Foucault, Mela dibêje "îdamkirina jinê ne rast
e". Lê hewldana Mela, nabe çare. Bi hinceta 'dînbûnê' Mela hewlê dide wê kirina
jinê meşrû bike. Wekî ku Foucault dibêje "îqtîdar, sîstem kengî li hemberî
pratîkekê xitimî, bi etîketa dînbûnê krîza xwe çareser dike û ji nû ve xwe
meşrû dike."
Mimkûnbûna guherandina civakê, çareserîya xitimîn û
kilîtbûna sîstemê çi ye?
Bi min bersiva vê pirsê bi guherandina îqtîdarê re têkildar
e. Ji bo guherandina civakê, çareserîya xitimîna civakê ew e ku berî her tiştî divê
îqtîdar bê guherandin. Çimkî her tiştî îqtîdar tayîn û dîyar dike. Dema ku îqtîdar,
form biguhere civak, naverok jî diguhere.
Îro Swêd, Norwêc, Fînlandîye… demokratîkbûn û azadîxwazîya
civaka wan ji îqtîdara wan tê. Dema ku dewletek demokratîk û azadîxwaz be piranîya
civakê jî wisa dibe. Îro dewlet faşîst be civak jî faşist dibe. Ma îro dewleta
tirk biguhere, civaka tirk jî naguhere? Mînak: Îro ji bo dîndaran meseleya
hevzayendîyê krîzeke mezin e. Ku îro, îqtîdara dînê Mesihî, Vatîkan hevzayendîyê
azad bike, ew krîz jî ji bo dîndaran wê nebe meseleyeke jirêzê?
Lêbêle guherandina îqtîdarê dê çawa pêk bê?
Di lîstikê de guherandina îqtîdarê; ango Midûr çawa dê pêk
bihata? Çawîş û Mela bi hev re çiqas dikarin Midûr biguherînin? Lê pêşî guherandina
Mela û Çawîş dê çawa pêk were? Li vir ev pirs derdikeve: Takekes/ferd çiqasî
dikare îqtîdarê biguhere, demokratîk û azadîxwaz bike û takekes bi xwe çawa dikare
xwe biguherîne?
Lîstika Înfazê bêyî ku bikeve xapa sloganîk û ajîte, ji bo
guhertina îqtîdarê û takekesan dikare çi pêşnîyazan pêşkêşî me bike? Wek
temaşeger em dikarin çi pêşnîyazan li wan bikin?
Şaneşîn Performans ji niha ve bi xebatên xwe geşbînîyekê çêdike
ku bibe navendeke berz a şanoya Kurdî…
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder