Mîmariya modern, ji destpêka 1900î ve dest pê kir û heta sala
1960î dewam kir. Ji sala 1960î ve heta îro jî mîmariya post-modern hebûna xwe
dewam dike. Her çi qas bingeha esasî ya post-modernîzmê ji sedî sed azadiya
takekesî be jî; li gorî dilê takekes be jî, azadiya absurdbûn û tewşomewşobûnê be
jî post-modernîzm di rastiyê de ne ji sedî sed azadî ye. Azadbûna post-modernîzmê
bi xwe di xwe de pergalekê dihewîne. Di
nav sînorên wê pergalê de azadbûnê dide takekes. Post-modernîzm di îhlalkirin û
derbaskirina sînorên xwe de gelekî hişkperest e. Lewma di nav cîhana mîmariya
îroyîn de jî nêzîkbûneke ciyawaz, helwesteke nelirêyî,
kesayetiyeke derrêzê û hewleke nûger nayên dîtin, qebûlkirin û hezimkirin. Dema
ku tu ne li gorî pergala post-modernîzmê bî, tu ciyawaz, nelirê û derrêzî bî, post-modernîzm
wekî ku tu tune yî tevdigere, tu lidervemayî yî, di fîlmê The Fountainhead (1949)
yê King Vidor de em çîrokên lidervemayîna mîmarekî nelirê, derrêzê temaşe
dikin, film nîşanî me dide ku êşa xwebûn, ciyawazbûn, nelirêbûnê û bedelê xwe-danqebûlkirinê
çi qasî giran e.
Digel hemû hişkperestiya post-modernîzmê, di cîhana mîmariya
îroyîn de dengên rengîn, nêzîkbûnên ciyawaz, helwestên nelirê, kesayetiyên
derrêzê hene û di dawiya dawî de ew kes bi karên xwe, bi hunerên xwe, xwe bi
post-modernîzmê û dinyayê didin qebûlkirin. Ji wan kesan yek jî mîmar Peter
Zumthor e (1943), Peter Zumthor têra xwe ciyawaz, nelirê û derrêzê ye… ji Swîsreyê
ye, li gund dijî, karên xwe, berhemên xwe li gund diafirîne. Di mîmariya dinyaya îroyîn de ew bi tena serê
xwe, li hemberî post-modernîzmê bûyê wekî ekolekê, reqîbekî, mîmariya wî ji gelek
aliyan ve tê problematîzekirin.
Du taybetmendiyên sereke yên mîmartiya Peter Zumthor hene. Yek,
dema ku wî avahiyek çêkir, ew avahî wekî ku ji mêj ve li xwezayê be, qethiyên
divê ev avahî li xwezayê wekî pîne, kerixî, dinyanedîtî neyê xuyakirin. Ew
armanc dike di navbera xweza û mîmariyê de yekîtiyek, ahengek û bitûniyekê
çêke, di karên wî de em detayên pêkanîna vê armancê dibînin. Du jî, dema ku wî
avahiyek, xaniyek an malek çêkir, divê her pencereyeke wê avahiyê li bergeheke
xweştir û rengîntir vebe, her pencere dinyayeke ciyawaz û nû bibîne.
Bi otostopê ji Amedê derdiketim rê, heta Stenbolê çûm. Di
navbera Meletî û Qeyseriyê de tirekê ez rahiştibûm. Şofêrê tirê jî ji Qeyseriyê
bû, perspektîfa wî gelekî fireh bû, têra xwe dinyadîtî bû, wî dizanîbû ji jiyan
û dinyayê keyf û zewqê bistîne, di nav sohbetê de ji min re digot; min gelek
dixwast li dinyayê bigerim lê qet derfeta min tune bû, min ji xwe re got; divê
ez karekî bikim ku bi wesîleya vî karî ez bikaribim li dinyayê bigerim. Ji ber
wê ez bûm şofêrê tirê, bi xêra şofêrtiyê ez li hemû Ewropa, Asya, Rojhilata
Navîn geriyam. Sebaret bi mîmariyê, ez ji wî hûrguliyeke harîqulade û cewherî
fêr bûm. Wî zeviyek nekiriye çargoşe, tê de xaniyekî bêzewq lênekiriye, ji
Holandayê plan û proje aniye, li gundê xwe ji xwe re xaniyekî bi tîpa holandayî
çêkiriye. Digot; xaniyekî ku te çêkir, divê bi ti hawî tu tê de aciz nebî; sil,
bêhedar, diltengî û bêhnteng nebî.
Ne tiştekî muezem e? Înşakirin û çêkirina xaniyekî, mekanekî,
avahiyeke ne acizker û ne bêhntengker… Ev raman di înşakirin û çêkirina xaniyekî,
avahiyekê û mekanekî de divê bibe prensîb. Divê li gorî wê prensîbê mekan û
avahî bên çêkirin û înşakirin.
Bi raya min, Peter Zumthor jî tam bi vê prensîbê berhemên
xwe diafirîne, xaniyan çêdike. Di berhemên wî yên mîmarî de acizî, bêhedarî, bêhiwîbûn
û bêhntengbûn tune ne.
Heke xwîner pirs bikin û bibêjin ka Peter Zumthor û Sêrt çi
eleqe û di nav wan de çi têkiliyek heye; ez nîşan bidim bê ka di navbera wan de
çi têkiliyek, çi eleqeyek heye.
Berî demekê, min rêwitiyek bo bajarê me Sêrtê kir. Sêrt ji du aliyan ve gelek li xweşa min çû, min
jê hez kir.
Li Sêrtê hebûna çayxaneyên şîrîn û dilgerm gelek xwe dide
xuyakirin. Hebûna çayxaneyan bajar zindî dikir. Bi çayxaneyan di bajêr de
zindîbûn hebû, ne wekî bajarekî mirîbû. Yek, digel polîtîka û pratîkên
tirkkirina Sêrtê yên bi riya dîn, Sêrt bajarekî kurd û kurdî bû, ruhê kurdewariyê
xwe gelek dide hîskirin. Herçiqas ji sedî siyê Sêrtê ereb jî bin, li Sêrtê
kurdî serdest bû, di sûkê de devokên Botî, Xerzî û Koçerî diketin nav hev, harmoniyek
û ahengeke xweş xwe digihand guhê mirov, cil û bergên neteweyî yên kurd di jiyana
rojane ya Sêrtê de zindî ne.
Du jî xweşikbûn û îhtîşama xweza, hişmeta hawirdor û heybeta
cografyaya Sêrtê ez mest kirim. Wekî bajar Sêrt, wekî ku di nav îhtîşam û
heybeta çiyayan de hatiye avakirin...
Têkiliya Peter Zumthor û Sêrtê xwe li vir dide dêr. Mirov
dikare xaniyekî, avahiyekê li Sêrtê çêke, her pencereya wî xaniyî li îhtîşamek,
hişmetek û heybetekê vebe; xaniyekî ku di tu hal û karî de tê de acizî,
bêhntengî, bêhedarî tune be….
Ji hêla mîmarî û peyzajê ve Sêrt bajarekî çawalêhato bû, ji
estetîkê gelekî dûr bû. Qet xaniyek, avahiyekî ku di xwe de zewqên berz dihewand
bi ber çavê min neket.
Ji hêla mîmarî û peyzajê ve, Sêrt qet nikaribû heqê îhtîşam
û heybeta xweza û cografyaya xwe bide.
Em hêvî bikin ku ev nivîs bibe wesîle ku şexsek, ferdek xaniyekî
Peter Zumthorwarî li Sêrtê çêke. Bi hêviya ku Sêrt bi temamî bibe bajarekî
Zumthorwarî!...
*Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder