18 Temmuz 2020 Cumartesi

Romana Jar Lê Sermest a Lokman Ayebe: Mîmariya Afirandina Takekes û Civaka Nû

                                              


                  
Jar Lê Sermest romana ewilîn a Lokman Ayebe ye, ji weşanxaneya Belkiyê derçûye û 134 rûpel e.

Lokman Ayebe di sala 2004an de ev roman nivîsiye. Serdema ku wî ev roman nivîsiye ji hêla lîteratura kurdî ve gelekî qels bû û ez dibêjim qey yekûna hemû romanên kurmancî sed heb tune bû. Di vê serdemê de, xwînerên kurmancî pênc sed heb tune bûn û li derdora sed nivîskar hebûn. Peywendîdarên kurmancî komî bûn, wekî îro nebûbûn girsiyek.

Lokman Ayebe di bîst û sê saliya xwe de û di sêzdeh rojan de ev roman nivîsiye. Gelo ji ber kîjan faktoran wî ev roman nivîsiye? Çi qewimiye û bandor li wî kiriye ku wî xwastiye vê romanê binivîse.

Di vê serdemê de, di bîst û sê saliya xwe de nivîsandina romanekê bixwebawerî û werekî bû.  Xwendina romanê nîşanî me dide ku paşxane û hişmendiya nivîskar çiqasî bihêz û pêşketî ye û xwedî nêrîneke edebî û estetîk e û xwedî hişmendiya entelektuel e.

Jar Lê Sermest li gorî dema xwe romaneke pêşeng û pêşketî ye. Sêwiran û fikra nivîsandin û mijara romanê li gorî serdema xwe ciyawaz û nûger e. Roman di nava pênc rojan de derbas dibe. Ji roja şemiyê dest pê dike û di roja çarşemê de diqede. Pênc rojên jiyana Sermest tên vegotin. 

Di Jar Lê Sermestê de zeman û mekan nediyar in. Em nizanin ku roman di kîjan zeman û mekanî de derbas dibe. Mekan wekî zanîngeh, kafe, kuçe û kolan, bajar bênav in û navên wan ên taybet tune ne. Jixwe navên taybet di romanê de gelekî kêm in. Di romanê de peyva kurd qet derbas nabe. Çawa mekan bênasname ne, di nasnameya karakterên romanê de jî şêlûtiyek heye. Em tenê ji navên karakteran û ji ber ku roman bi kurdiya kurmancî ye, dikarin bibêjin karakter kurd in.

Di navbera dinyaya romanê û dinyaya rastîn de peywendiyeke çawa heye? Roman ji faktor û strukturên civakî ve hatiye şûştin. Di romanê de qet behsa meseleyên polîtîk û civakî nayê kirin. Mînak pirsgirêkên civakî û polîtîk ên ku bi kurdan re têkildar in di romanê de tune ne. Takekesî li pêş e.

Romana Jar Lê Sermest hewla mîmariya avakirina civakeke nû û afirandina takekesekî nû ye... 

La belê mîmariya romanê bi ser neketiye û nîvco maye. Nakokiyên karakteran jî serneketina vê mîmariyê herî baş nîşanî me didin.

Roman li bajarekî derbas dibe. Lê karakterên romanê ji aliyekî ve bûne bajarî lê ji aliyekî ve gundî mane. Mînak karakterên romanê bi hunerê re eleqedar dibin. Li Bach, Handel û Vivaldi guhdar dikin. Resam in. Haya wan ji dîroka edebiyata dinyayê heye.  Karakterên romanê xwedî zewq in; muzîk, konser… Ji vê hêlê ve karakter bajarî bûne.

Ji hêla din ve hişmendî û ruhê karakterên romanê gundî mane û nebûne bajarî. Ruh û hişmendiya karakteran û kiryarên wan hev nagirin. Muhendîsiya nivîskarê ciwan di vir de nîvco dimîne. Mimkun e ku kesek li Bach, Vivaldi, Handel guhdar bike lê xwe ne hêja hîs bike? Di Sermest de kompleksa xwehêjahîsnekirin û nehatin-dîtinê gelekî zêde ye. Xwekuştina xwe wekî ku bê dîtin pêk tîne. Nivîskar li vir nebajarîbûna karakterên xwe dide der û nîşanî me dide:

“Ne kes hebûna min ferq dike û ne jî wê kes tunebûna min ferq bike. Çawa Jar hebû ferq nekirin û piştî mir jî ew ferq nekirin, ez ê jî weha bimirim. Lê gerek ne weha be. Ger di hebûna min de, kes min ferq neke, gerek ez weha bikim ku, di tunebûna min de, ez bêm ferqkirin.” r.40


Ji ber ku di rojeke serxweşbûnê de, Jar û Sermest bi hev re têkiliya hevzayendî dijîn, Sermest hevalê xwe Jar dikuje lê ji bilî wî her kes wisa dizane ku Jar xwe kuştiye. Karakterê ku ewqas bûye bajarî çawa di vê mijarê de gundî maye? Çawa nekariye di vê mijarê de li xwe zêde bike û xwe azad bike? Lê di xwekuştina Sermest de nediyariyek heye: Xwîner tam nizane Sermest ji ber ezabê wijdanê an ji ber ku nayê dîtin xwe dikuje. Bi ya min, Sermest ji ber ku nayê dîtin xwe dikuje.

Karakterê ku ewqas xwedî zewq e çawa dikare ewqasî zû dev ji jiyanê berde? Bi ya we jî li vir nakokiyek tune ye?

Di romanê de pasajên gelekî xweşik hene, van pasajan vegotina romanê zindî kiriye lê ji bo vegotineke bihêz têr nekirine. Piraniya vegotina romanê ez gelekî aciz kirim. Min gelekî zor da xwe ku ez romanê xelas bikim. Roman naherike. Bûyerên romanê di hişê min de zindî nebûn û xwe nedan hîskirin. Çend caran hindik mabû ku ez romanê nîvco bihêlim. Lê dema ku em ziman û vegotina romanê li gorî serdema wî binirxînin normal e ku ziman û vegotina romanê qels be.

 * Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hatîye weşandin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...