14 Şubat 2020 Cuma

Xeletîya Determînîzma Romana Hefsar a Hesenê Metê

                                                     

      
Romana dawî ya Hesenê Metê, Hefsar, par Weşanxaneya Peywendê weşandibû. Roman 94 rûpel in, ji du beşan pêk tê: Di bêşa yekem de behsa xerabûna dêrûnîya qerheramanê sereke Germîyanî dibe, di ya duyem de jî sedemên wê xerabûyînê tên vegotin.
     
Pirsgireka qehramanê romana Hefsar çi ye? Ji bo çi dêrûnîya Germîyan têk çûye? Germîyan zarokê malbateke koçer e. Li zozanan, di nava xwezayê de mezin bûye. Germîyan bengîyê zozanan û xwezayê ye. Ji ber qedexekirina zozanan Germîyan û malbata wî edî nikarin biçin zozanan. Germîyan bê zozanan nikare bijî. Gelek caran qet guh nade qedexeyan, diçe zozanan. Lewra Germiyan dixtor e.  Lê ew bi alîkarîya şerwanan tê tawanbarkirin. Gelek caran jî ji bo ku neçe zozanan gefan li wî dixwin. Di dawîya dawî de çend kesên nenas diavêjin ser mala wî, jin û zarokê wî yê pênc salî dikujin; ew jî bi birîndarî xelas dibe. Li dû kuştina malbata wî, dev ji her tiştî berdide, direve diçe Awrûpayê. Lê li Awrûpayê jî nikare jîyaneke nû ava bike. Sedemên xerabûna derûnîya Germîyan ev in.
      
Germiyan di dawîyê de xwe dikuje. Çima? Ji ber ku derûnîya wî xera bûye. Ji ber çi derûnîya wî xera dibe? Ji ber ku nikare biçe zozanên xwe, li wir bijî. Lê ji ber çi nikare biçe zozanên xwe? Ji ber ku hatîye qedexekirin. Di qedexekirinê de kî sûcdar e? Cewaba romanê ev e: Xwedê û qeder. Nûser, Xwedê û qederê dide tawanbarkirin. Germîyan ji bo ku jîyana wî wilo bûyê, bi Xwedê û qederê ra gelekî şer dike. Gazindên xwe li Xwedê û qederê dike. Qeder sûcdar e; loma jî li ber qederê îsyan dike.
       
Determînîzm bi kurtasî di têkîlîya sedem û encamê de, encama sedeman e. Ne ji ber Xwedê û qederê, ji ber ku welatê wî hatiye dagirkirin Germiyan li welatê xwe azad nîn e, nikare biçe zozanên welatê xwe. Ku welatê wî nehatibûya dagirkirin, wî yê jî bi hêsanî karîbûya biçe zozanên xwe. Di romanê de sazkirina determînîzma xelet ev e. Sedemên encama jîyanî wî ne qeder e; bindestî û dagîrbûyîna welatê wî ne. Lê nûser dagirbûna welatê wî nabîne, wê problamatîze nake û lê nakole.  Ango Hesenê Metê, berhema xwe li serê determînîzmeke xelet ava kiriye.
       
Gelo çima Hesenê Metê romana xwe li ser determînîzma xelet ava kiriye? Sedemên wê ev in:  1.  Ji ber tirsa dagirkeran nikare heqiqat;ê bibêje; lê Hesenê Metê li Awrûpayê dijî. Pirsgireka wî ev nîn e. 2. Ma qey haya wî ji rewşa welatê wî tune ye? Heye. Dizanê welatê wî hatiye dagirkirin. Ji ber ku welatê wî hatiye dagirkirin ji welatê xwe koçber bûye. Ku ne ev herdu sedem bin, wê çaxê Hesenê Metê ji ber çi xeletîyeke wisa kiriye? Ez ê şîroveyeke zêdehed bikim: Hêmaya qetandina însanan ji xwezayê, pirsgirêkeke gerdûnî ye. Bi qetandina Germîyan ji xwezayê, dibe ku nuserî xwestibe berhema xwe gerdûnîze bike û di hurgîlîyên lokal de vê pirsgirekê nîşanî me bide.
      
 Determîzmeke xelet hem di karakterê sereke de, hem di sosyolojîya nava romanê de heye. Her çiqas malbata Germiyan koçer be jî kurê xwe dide xwendin, wî dike dixtor. Germiyan gava dixtorîyê tercîh dike, jixwe qebûl dike ku ew ê ji xwezayê biqete. Ango heger çûyîna zozanan nehatibûya qedexekirin jî Germîyan wekî berê nedikarîbû biçe zozanan. Û tew Germîyan ewqas ji xwazayê hez dike ku mektebê naxwîne. Gelo di xwendina Germîyan de nakokîyek tune ye? Wekî din, gelo li Kurdistanê kîjan dixtorê Kurd heye ku ji ber neçûna zozanên xwe dêrûnîya wî têk çûye? Gelo kesî tiştekî wilo bihîstiye yan dîtiye? Dev ji dixtoran berdin, min heta niha nedîtîye û nebihîstiye ku Kurdekî emrê wî ji pêncî salîyê berjêrtir, ji ber ku nikare biçe zozansn û gundê xwe, derûnîya wî xera bûye.  Ma qey haya nûser ji dêrûnîya bindestan tune ye… Bindest dixwazin ji welatê xwe birevin. Di binhişê bindestan de axa welatê wan tiştê herî bêqiymet e. Ku ne wilo bûya piranîya rewşenbîr, nûser û entelektûelên bîndestan ne li bajar û metropolên dagirkeran; wê li bajarên  welatê xwe bûna. Bindest ji her tiştê xwe şerm û nefret dikin. Wekî ax, ziman, kultur, netewe...
       
Dibe ku Germîyan bûbe dixtor û dîsa jî ji zozan û xwezayê hez kiribe. Di rewşeke wisa de derfetên wî hene ku bi malbata xwe ve jîyaneke din tercîh bike û bijî. Ji ber çi jîyaneke din tercîh nake? Ji ber ku ji zozanên xwe pir hez dike. Cihê ku li mirov tê de bijî ger ne azad be, gengaz e ku mirov ji wî cihî hez bike? Ma qey mimkûn e ku girtî ji girtîgehê hez bikin? Li vir nakokîyeke din a romanê kifş dibe. Di qehremanê romanê de hişmendîya bindestîyê jî tune ye.  Şervan şer dikin. Lê şervan ji bo çi şer dikin, nûser bi qehremanê xwe nade pirsîn.
        
Germîyanî karibû ji ber Kurdbûna xwe Xwedê û qederê sûcdar bike lê ji ber encama jiyana xwe nikare heman tiştî bike. Çimkî dawîya jîyana Germiyanî ne encama qederê bû. Gelo di navbera qeder û encamê de çi ferq heye? Kurdbûn ne encama tercîh û biryaran e. Qeder çi ye? Tiştê ku subje nikare li ser biryarê bide yan jî tercîh bike, qeder e. Hatina dinyayê qeder e, ji ber ku bi qerar û tercîhên subjeyan nîn e. Lê di çûyîna ji dinyayê de subje dikare biryara xwe bide û tercîhê bike.
      
Navê romanê ‘Hefsar’ jî vê yekê sembolîze dike. Peyva hefsarê tê wateyê qontrolkirinê. Hefsar  hêmaya kolêbûn û bindestîyê ye.  Tişt û kesê ku bê hefsarkirin êdî bêîrade ye. Hefsarê me Kurdan çi ye? Bindestbûna me ye. Ji ber bindestbûna xwe em nikarin ji bo xwe tercîhan bikin û qeraran bidin. Qetandina hefsaran jî azadbûn e.
       
Germiyan ji bo qetandina hefsarê xwe întihar dike gelo? Na!.. Ji bo bindestekî xwekuştin ne qetandina hefsarê xwe ye; rea ji ber rastîya xwe ye. Germîyan bi kuştinê nikare hefsarê xwe biqetîne û nîrê xwe bişkîne. Encax dikare bi azadbûna welatê xwe zora hefsarê xwe bibe. Lê nûsêr li ser hêmaya hefsar jî kûr nêbûye.
       
Di romanê de tiştê ku bi min ra xweş hat, taswîr û tehlîlkirina zozanan bû. Nivîskar wilo kiriye ku xwîner bixwaze here li zozanan bijî. Bi ya min, di bin xweşkirina zozanan de nûser bersiva fantezîyeke însanê modern ê bajarî daye. "Ez ê dev ji her tiştî berdim, biçim li gundekî, di nav xwezayê de bijîm…" Gotinên bi vî rengî em pir dibihîzin. Reşkirina jîyana bajaran û xweşkirina xwezayê....  Însanê modern ê bajarî ji bajaran zahf aciz bûye, fantezîyên vegera xwezayê dike...

      
Lê ku di romanê de determînîzm rast bihata sazkirin, wê romaneke çawa derketiba? Teqez wê romaneke antî-kolanyal hatibûya nivîsîn.    

* Ev nîvîs berî li serê malpere Dîyarnameyê hatîbû weşandin: http://diyarname.com/news.php?Idx=36776

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...