Li dû nivîsa romana "Şeveke Îstîsmar", ez bi nivîsa romana "Qal" a Hesen Ildiz dewam dikim. Wekî Omer Faruk Baranî, Hesen Ildiz jî ji bo dahatûya edebiyata kurdiya kurmancî hêviyan geş dike, baweriyan xurt dike.
Baş tê bîra min, di destpêka meha rezbera sala 2015'an de ji bo "Karaburun Bilim Kongresi" ez bi trênê ji Enqereyê çûbûm Îzmîrê û min di rê de yekem kitêba çîrokan a Hesen Ildiz "Tirspîvan" xwendibû. Wê demê çîrokên wî pir kêfa min anîbû, rewîtiya min xweştir kiribû. Ez cardin bixwînim gelo ez ê cardin biecibînim û dê kêfa min geştir bike, ez nizanim. Di dawiya çar salan de axir, berhema wî ya dûyem; romana yekem a Hesen Ildiz, Qal teqrîben berî mehekê ji Weşanxaneya Peywendê derket û 128 rûpel e.
Bê otosansur, bi çavdêriyên kûr û bi şêwazeke rexneyî nêzî civak, ehlaq, dîn û Kurdistanê bûye. Qal ji hêla ziman ve kurdiya kurmancî zêde kiriye. Teknîkeke baş bi kar anîye. Wî tiştên hûrgilî, binhiş, derhiş, niyetgotina karakteran û karakter bi xwe di çavên hev de nîşan dane û zimanîze kiriye. Ziman ji forma jiberkirî derxistiye, bi formeke nû afirandiye.
Backgrounda xwendina felsefîk, sosyolojîk, psîkolojîk, psîkanalîtîk û edebiyata Hesen Ildiz xurt û kûr e. Di piranîya berhemên edebîyata kurdî de ku min xwendiye ya teswîrkirin yan zî vegotin hebû, tehlîlkirina sosyolojîyê û psîkolojîya civakî û takekesî ya di watekirina jîyan, dinya û tiştan de û kûrbûna li ser wan hema hema qet tune bû. Di vê peywendîyê de Qalê, edebîyata kurdîya kurmancî zêde kiriye û backgrounda wê pir xurt e.
Romanên ramanî, bi navê xwe yê din romanên felsefîk in; li ser îspatkirin, pûçkirin, kûrkirin û çareserkirinê fikreke xwe ava dikin. Nivîskar wekî feylesofan diramîne, dikeve nava labîrenta civak, kultur, ehlaq, îqtîdar, hiş, ez, kesayetiyê... Di edebiyata dinyayê de yek ji mînakên herî baş ên romanên ramanî “Der Mann Ohne Eigen Schaften” ( bi tirkî wekî Niteliksiz Adam hatiye wergerandin) a Robert Musil e lê ji ber hinek sedeman û têrnekirina temenê wî nekariye berhema xwe temam bike. Ji xeynî Musil; Mîlan Kundera, Albert Camus, Satre, Dostoyevskî... romanên ramanî nivîsandine. Di edebiyata kurdîya kurmancî de yekem romana ramanî ya ku ez dixwînim romana “Qal” a Hesen Ildiz e.
Qal li ser ramana xwekuştinê ava bûye; xwekuştina felsefîk pirsyarîze û gengeşî dike, hewl dide ku xwekuştina takekesekî di pêwendîya sedem û enceman de bide fêmkirin. Têgehîştina xwekuştina sosyolojîk û psîkolojîk li gorî ya felsefîk hêsantir e. Çimkî di fikirîna felsefîk de gihîştina encameke maqûl pir dijwar û barekî giran e.
Di avakirina karakterî de mirov dikare bibêje kurdiya kurmancî zêde kiriye lê!..
Lehengê Qal R. Baran e; karê mamostetsyê dike, zewicî ye, lawekî wî heye. Lê R. Baran pişta xwe daye jiyan, civak, ehlaq û dinyayê. Ji xeynî êşa wî ya egzîstenyal her tişt ji wî rd bêwate û bêhîs e, nshîlîst û narsîst e; ji tiştekî jî ne memnûn e, civakê pir biçûk dibîne û qet xwe naêşîne ku civakê fêm bike, jiyanê reş dike û nerênî nîşan dide, civakê pir tund rexne dike, wekî ku wî bi xwe tenê heqîqet dîtiye tevdigere. Bifikirin ku mamosteyekî kurd gihîştiye vê astê, civaka kurd pir pêş ketiye!.. Gelo gengaz e ku ji nava civakeka bindest karakterekî wisa derkeve? Bi min, heke rojek em ji bindestî û koletiyê rizgar bûn, em bûn xwedî welatê xwe û problemên takekesî li pêş problemên civakî hatin, wê çaxê ji nava kurdan jî karakterên bi vî rengî dê derbikevin. Ne gengaz be jî di nava edebiyata kurdî de çêkirina karakterên bi wî rengî baş e. Lê belê ez dixwazim pirsekê bikim û em hinek pragmatîst binêrin; îro konjektorên ku em kurd tê de ne hewcedariya kurdan bi karakterên çawa heye, divê edebiyata me karakterên çawa înşa bike? Karakterên ku tên çêkirin divê ne dûrî rastiyê bin, ne îdeolojîk bin, ne bên îdealîzekirin ne jî bên îthalkirin. Divê karakterên wekî kurdekî azad, kurdekî xwedîzewq, kurdekî jixwebawer, kurdekî ku bi serdestan henekên xwe dike, kurdekî afirîner, kurdekî ku dikare heqîqata xwe bibêje, kurdekî hişazad, kurdekî takekes, kurdekî netewperwer.... di nava edebiyata kurdî de bên înşakirin.
Min hevpeyvîna derhênerê kurd Arîn Înan Arslan berî demekê di Ahwalnewsê de xwendibû. Arslanî ji bo sînemaya kurdî gotibû tiştekî resen tune ye, tiştên ku berê bi tirkî û zimanên din çêbûne, sînemaya kurdî wan tiştan dubare dike, bi kurdî dikşîne. Tespîta Arslan tespîteke ji nava kitêbê ye, rast e. Bi min, ev problem ne tenê di beşa sînemaya kurdî de, her wiha di beşên din ên kurdî de jî heye. Ez vê diyardeyê wekî îthal pênase dikim. Mijarek, enstrumanek, terzek, temayek, teknîkek, karakterek... ku me îthal kir bo sînema, muzîk, edebiyata.. kurdî, dema ku tiştê ku hatiye îthalkirin di nava edebiyat, sînema, muzîk.. kurdî de neyê resenîkirin dê bibe problem, wekî pîne, keraxî, dinyanedîtî û teqlîtkirî bimîne. Teqlîdkirin dijberî resenîyê ye. Teqlîdkirina tiştekî ya bi kurdî, vî tiştî nake kurdî. Îthaleke bi vî hawî tiştekî lê zêde nake û riyê li ber reseniyê digire. Dema ku me tiştek îthal kir, divê bi zanîna hişmendiya felsefîk îthalê bikin, wî tiştî kurdewarîze bikin an jî rengekî kurdawar bidin wî.
Hesen Ildiz bi vê romana xwe karakterekî egzîstenyalîst îthalî edebiyata kurdiya kurmancî kir. Lê gelo ev karakter karakterekî resen e an jî teqlîdkirî ye? “Qal”ê li edebiyata egzîstenyalîst çi zêde kiriye? Di sebaretê wan pirsan de, bi min, wekî teqlîdkirî maye, nekariye tiştekî nû bibêje, zêde bike û resenîze bike. Bi uslûbeke din şirove nekiriye, ji hêla ramanî ve di temaya xwekuştinê de kûr nebûye û zêde nekiriye. Fêmkirina xwekuştina felsefîk ronîtir nekiriye. Di vê mijarê de tiştekî nû nabêje.
Xwekuştina felsefîk tercihek e. Heqê tu kesî tune ye ku ji ber terciha xwekuştina felsefîk yekî bidarizîne, divê em rêzê lê bigirin, fêm bikin, li ser bifikirin. Lê ji ber sedemên sosyolojîk û psîkolojîk xwekuştin ne tercihek e, takekes mexdûr e, civak, ehlaq û îqtîdar tawanbar û mexdûrker in. Lê divê karakterê xwekuştina felsefîk, xwînerên xwe îqna bike, divê piştî heqdayîna xwîner xwe bikuje.
Lehengê R. Baran çima xwe kuşt? Ji ber bêwatebûn û absûrdbûna hebûnê. Xwekuştina karakterekî divê ne ew qasî basît û hêsan be, ji bo sedemên xwekuştina xwe divê bikaribe xwîner îqna bike, ji bo xwekuştina wî xwîner heq bidin wî. Huseyîn Kaytan di helbesteke xwe de, tam nayê bîra min, tiştekî wisa dibêje, "Kahîre! Ez êdî hejar im. / Ji bo ku ez tê bigihîjim min her tiştê xwe daye / Niha ez fêm dikim ku divê ez xwe bikujim." Dema ku yek bigihîje asta wan risteyan û xwe bikuje, dikare xwîner îqna bike. Leheng R. Baran çi jiyaye, çiqas û çi xwendiye, çiqas kûr bûye ku gihîştiye qonaxa xwekuştinê?
Di edebiyata eksenyalîst de yek ji temayên herî sereke xwekuştina felsefîk e. Ji ber bêwatebûn û absûrdbûna hebûnê xwekuştin wekî çareyek û xelasiyê tê dîtin. Lê hinek eksenyalîst jî xwekuştinê red dikin. Albert Camus xwekuştinê red dike, di romana wî ya “Bîyanî” de hevokek hebû, ez qet ji bîr nakim," di qulora darekê de bi temaşekirina asîman dikare temenekî bişewitîne." R. Baran berî xwekuştinê diçe metbexê, hevjîna wî kutilk çêkirine, tehm dike, tehmeka bêhempa ye. Qet nebe divê ji ber vê tehma xweş bigota min xwekuştina xwe çend rojan derengî xist. Lê xwîner qet ne li hêviyê ye ku R. Baran xwe bikuje, bê wext û ji nişke ve xwe dikuje. Lê belê çi psîkolojiya karakterî, çi kûrbûna wî, çi bêwatebûn û absûrdbûna hebûn û jiyanê ne di wê astê de ye ku karakter xwe bikuje.
Di “Bîyanî” de diya lehengî dimire, leheng diçe li seyranê digere. Hevjîna R. Baran li nexweşxaneyê zarokek tîne dinyayê lê qet ne xema R. Baranî ye. Şarja mobîla wî xelas bûye û li malê radizê. Qet mîsqalek jî şa nebûye ku lawekî wî çêbûye. Di hevpeyvîna bloga Înanalo de bo xwedîderneketina zarokê xwe dibêje, "Min xwestiye bavîtîyê bikujim." Em kurd bavîtîyê ancax dikarin bi înşakirina bavîtîyeke jê neyê tirsîn bikujin. Dema ku bav dimire şûna wî birayê mezin digire, tirsa bavîtiyê berdewam dike. Bi rastî jî înşakirina bavekî wiha mimkûn e? Divê edebiyat berê xwe bide van pirsên dijwar...
Xwekuştina karakterekî ne zehmet e, a zehmet jiyandina wî ye. Karakterên romana “Hetîketî” û Waiting For The Barbarians (bi tirkî wekî “Barbarlari Beklerken” hatiye wergerandin) ên M. C. Coetzee ji statuyeke gelek bilind ve dikevin nava hîçistanê, xwîner li hêviyê ye ku karakter xwe bikujin lê M. C. Coetzee xwekuştinê nade karakterên xwe, karakterên wî bi awayekî xwe li jiyanê digirin.
Têkilîya takekes û civakê; ehlaqê wî, îqtîdarbûna wî ye... ji her alîyî ve biproblem e. Civak her tiştî li takekesî ferz dike lê qet ji takekesî napirse tu çi dixwazî? Rober Musilî li gorî şiroveyeke di berhema xwe ya bêhempa " Der Mann Ohne Eigen Schaften de armanc kiriye ku antagonîzmaya civak û takekesî li hev bîne; xwestiye ku jiyanê biguherîne, jiyaneke nû ava bike. Divê nivîskar û şairên kurd jî tiştan wisa mezin armanc bikin û pêk binîn.
* Ev nîvîs berî li vir hatîye weşandin :http://diyarname.com/news.php?Idx=37893
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder