14 Şubat 2020 Cuma

Perspektîfeke Rizgarbûna Ji Trajedîyê Di Romana Ahmedê Hepo ya Bawerîyê De





Ez berhemên edebî yên nivîskarên kurd ên ku li derveyê Kurdistanê; li Ermenistanê, Gurcistanê, Qazaxistanê, Xorasanê û Azerbeycanê dijîn, gelekî meraq dikim. Hindê ku ji min tê ez dixwazim wan berheman bixwînim.

Li gorî baweriyekê ji nîv mîlyonan zêdetir kurd li Azerbeycanê dijîn. Kurdên ku li Azerbaycanê dijîn di mijarnameya welatê me de zêde cih nagirin. Em di heqê wan de hema hema tiştekî nizanin. Ji alîyê bîrewerî û nasnameya neteweya kurdî ve zêde serkeftî nîn in. Hişmendiya neteweyî li cem wan qels maye lewma pir asîmîle bûne. Entelejansîyeke wan a wekî Ermenistanê xurt tune ye. Bi tenê çend şair, nivîskar û rewşenbîr ji wir derketine. Ahmedê Hepo jî yek ji wan nîvîskarên kurd e ku di sala 1934an de li Azerbaycanê ji dayik bûye, hêj jî li wir dijî. Di nava kurdên bakurî de Ahmedê Hepo bi qasî yên Ermenîstanê nayê nasîn.

Bawerîya Ahmedê Hepo, cara yekem di sala 1990î de li Azerbeycanê, ji weşanxaneya Azernşer derketiye û cara duyem jî di sala 2013ê de li Bakurê welêt weşanxaneya Aramê ew çap kiriye. Çapa duyem bi tevahî 112 rûpel e. Ji xeynî Bawerîyê, bi navê Birîn û Hêsirên Xwînê du berhemên wî yên din jî li Bakur ji hêla weşanxaneya Peywendê ve hatine çapkirin.

Lehengê romanê Sulhedîn dema ku vedigere gund roman dest pê dike. Gava Sulhedîn digihîje gund, em ber bi rabirdûyê ve dest bi rêwîtîyekê dikin, em çi qas rûpelên romanê diqulibînin çîroka leheng û bûyerên romanê jî ew qas di hişê me de zelaltir dibin.

Di destpêka sedsala bîstan de kurdên bakurê Kurdistanê yên ku piranîya wan li herêma Serhedê dijiyan, pêşî sirgûnê Ermenistanê bûne, ji wir jî sirgûnê Azerbeycanê bûne. Wê çaxê Azerbeycan li bin bana YKSSyê ye û bûyerên romanê jî di gundekî wan kurdên sirgûnbûyî de derbas dibe. Mijarên romanê; evîn, sirgûnî, têkîlîyên di nava gundîyan de, jîyana wan, têkîlîya wan û dewletê, şerên êşîran û jîyana li bin desthilatiya sîstema komînîzmê ye.

Zimanê romanê, zimanekî rihkurd, bitehm û kêyfdar e. Bûyer û mijarên romanê bi vê zimanê saz dibin. Di rûpela 48an de nameyeke Sulhedîn ku ji dildara xwe re nivîsiye, ji hêjatîya zimanê berhemê perçeyekê nîşanî me dide: "Delala delalan, bedewa bedewan, rindika rindikan, Avgerdena min, te di dilê min de ji xwe ra hêlûna hub-hizkirinê çêkiriye. Boy te şeva min ne şev e, ne roja min roj e. Bejna te ye nîvçe, guliyên reş, çavên belek, eniya kever hey-hoy dilê min disotînin. Wekî rojekê guliyên te yên reş qevt kim û mîna kulîlkên çiyayên me behn kim, ez ê hetanî dawiya jiyana xwe bibime dergevanê te. Were bextê guliyên heta hetayê bispêre min, sond dixwim bi sonda mêraniya kalikê xwe, sond dixwim bi tirba Ahmedê Xanî ya ziyaret, sond dixwim bi namûs û mêrxasiya Kulîlk, hetanî di çavên min da ronahî hebe, di çogên min de zor hebe, ez ê bibim baxvanê wan guliyên reş! Delala min, were, were em destê xwe bidine destê hev û têkevine govenda emir. Bi dilekî fireh."
Ahmedê Hepo, bi bîrewerîyeke neteweyî nêzî mijar û bûyerên romana xwe dibe. Lê belê Ahmedê Hepo, di "li dewsa pêşgotinê" de jî dîyar dike ku: "Divê vê jî bêjim ev roman çi qasî jî bi ruhê welatparêziyê hatîbe nivîsandin jî dîsa bêhna Yekîtiya Sovêta berê jê tê." Ahmedê Hepo her çi qas yekser qala sansûrê nekirîye jî gava ku em romanê dixwînin tê digihîjin ku tê de sansûr heye. Di serdema Yekîtîya Sovyetan de de gelek nîvîskar û şair ji ber sansûra giran xwe kuştine. Ji ber ku kalê Sulhedîn, Hilo xwedî hîşmendîya netewî ye, hewildanên wî hene ku di nava êşîran de yekîtîyek û aqileke neteweyî pêk bîne lê berî ku bigihîje amanca xwe tê kuştin. Hilo berî mirina xwe di civata êşîran de li ser yekîtîyê van fikir û ramanan dide zanîn: "Qewm û pismamno, çawa hûn zanin, çendî û çend meqam, cureyên govendên me hene. Li dawetan tenê mirovekî nezan têkeve govendê, govend xera dibe, pêwîst e gişk bi hev ra bireqisin. Ax, xwezîka yekbûna me jî mîna govenda me bûya, bibûya halan û begeriya, gişkan dest bida destên hev û di govenda yekîtiyê de bireqisiyana..." Lê li dû kuştina wî di romanê de hewildanên neteweyî jî disekinin. Lê dîsa jî, wekî ku dibêjin, "Roman neteweyê diafirîne", bi rastî jî Ahmedê Hepo amanc kirîye ku bi saya romanê neteweyekê biafirîne, qe nebe hişmendiyeke bi vî rengî ava bike.

Di Youtubê de ji bo Dr. Qasimloyî bi navê Trajedîya Bêdawî helbestek hatîye belavkirin. Bi rastî jî dîroka me tekerûra trajedîyeke bêdawî ye. Gelo vê trajedîya bêdawî em ê çawa bi dawî bikin? Tekerûra dîrokê em ê çawa bişkînin? Trajedîya me ya bêdawî îro herî giran li welatê me yê Rojavayê xwe carbare dike.

Bawerî, romaneke trajîk e. Trajedîya neteweyek e. Trajedîya malbatek e. Trajedîya sirgûnê ye. Trajedîya bêdewletîyê ye... Trajedîyeke ew qas kûr û har, di her carbarkirina xwe de ne ji sifirê, ji binê sifirê dest pê dike. Ahmedê Hepo, ne bi rihekî têkçûyî, melankolîk, mazoşîst û bêhêvî lê belê bi rihekî keyfberz û keyfxweş û bi ûslubekî erênî û avaker xwestîye bi zindîkirina bawerîyê xwe ji vê trajedîye rizgar bike. Tunêbûna xeyal û hêvîyê û ne bawerîya rizgariyê ji koletîyê jî xirabtir e. Zindîbûn û hêbûna bawerîyê, rizgarî û azadîyê tîne: "Ax, dibên bawerbûn tu caran mirov di nîvê rê de nahêle, çogên mirov naşkîne û timî rih dide ber rihê mirovan, wekî ew bijî... Rast e, an na, nizanim, lê bawerî ne rastî ye, ew tiştekî din e. Ya îro baweriya min a salan e, ya ku rih di der dilê min da dianî, ya ku rojên giran ji min re dibû pişt û rast diqewimî." Bawerî heqîqat û realîteyê çêdike.

* Nîvasa herî  dawî min ji malpera Diyarnameyê şandibû ev bû lê  ev nîvîs li serê malperê hatî li vir hat weşandin: http://diyarname.com/news.php?Idx=39183  Ev du beşê dawî hatîbû jêbirin. Sedemê wî birinê bi peyam min ji edîtorê malperê Cemîl Oguzê pirsî lê ti bersivek neda min. Wî birinê min wekî sansurê qebul kir ji şunda min ti nîvîsê ne şandin Diyarnameyê. 

Têkîlîya bawerî û azadîyê çi ye?

Wergera kurmancî ya romana Milan Kundera ya bi navê Nezanîn ji hêla weşanxaneyê Rûpelê ve hatiye amadekirin. Ji wê romanê hevokek heye ku ez qet ji bîr nakim: "Hemû êşên me ji bêhêvîtîye tên." Belê wek vê gotinê, hemû êşên me yên kurdan jî bêbawerîya azadîyê tê, me bawerîya azadîya xwe winda kirîye, em şer dikin, têdikoşin, xebat dikin lê em bawer nakin ku em ê xwe ji bindestîyê rizgar bikin. Gelo kengî û li ku bawerîya azadî û rizgariya me hatîye tunekirin? Li Botanê, li Koçgirîyê, li Pîranê, li Agirîyê, li Mahabadê, li Dêrsimê..? Gelek pêwîst e ku em baweriyê ji gelek hêlan ve problematîze bikin.

Di van salên dawî de li cem kurdan bawerîya azadiyê li Başûr û Rojavaya nîştîmanê zindî bûbû. Du sal berî niha, ev hêvî pêşî li Başûr şikestinek xwar û di van rojan de jî li Rojavayê rû bi rûyê têkçûn û şikestinekê ye!...
Têkçûn û şikestinên me bi çi qasî giran bibin jî encam çi dibe bila bibe, divê di mejî û dilê me de bawerîya rizgarî û azadîya me her tim geş be.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...