“Û min got:
Tekbîr! Bi qasî ku karibim
xirabîyê bikim berz bûm.”
Hüseyin Kaytan
Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê
ya 11an, di navbera 15 – 24ê Tebaxê de ji ber Kovîd 19yê, online hat li dar
xistin, ji pêncî û sê fîlman pêk tê û hemû fîlm li ser You Tubê dihat
temaşekirin.
Di roja yekem a festîvalê de pênc
kurtefîlm hatin nîmayişkirin. Kurtefîlma ku festîval pê dest pê kir Barê Giran
ya Yilmaz Ozdil bû, li dû wê jî bi rêzê The Shepherd (Şivan) a Brwa Vahapour,
My Brother Amal (Birayê Min Amal ) a Christopher Wollebekk, Birthday Parents
(Dê û Bavên Rojbûnê) a Savaş Boyraz û Showan (Şivan) a Bijan Zarin hat
nîmayişkirin.
Mekana “Barê Giran” û “Showan”
Kurdistan e, “The Shepherd”, “My Brother Amal” û “Birthday Parents” Norweç e.
Di The Shepherdê da malbateke
kurd î soranîavêx; dayik û bav tevî du keçên xwe bi malbatî, di rojeke
zivistanê da ji malê derdikevin, bi texsîya xwe dixwazin biçin zamawendê
(dawetê). Em di fîlmê The Shepherdê dibînin; malbata ku bi rêkûpêk û bêyî
wendakirina xwebûna xwe, entegreyê penaberiyê bûne. Dîsa jî çanda xwe
didomînîn, bi hev ra stranên welatê xwe dibêjin û kinc û cilên welatê xwe li
xwe dikin. Lê di rêye da qezayek tê serê wan ji ber vê nikarin xwe bigihîjin
zamawendê. Dema ku bav maşînê diajo ji nişkê va xifşek xezal xwe li teqsîye
dixe…
Di jîyan û metnên din de piranî
dayik baş, biwîjdan û bimerhemet e lê bav ne wekî wan in. Di filmê da
berevajîya vê yekê heye; bav kesek baş, biwîjdan, bimerhamet e lê dayik ne wekî
bav e. Tişta herî balkêş û xerakerîya îdraq û ezbera filmê ev e. Wekî din jî ji
hêla serdestî û bindestî ve îmaja jin û mêr hatîye guherandin. Di filmê de
îmajê bavê ji min ra biproblem tê, ez dixwazim vê yekê problematîze bikim.
Em dibînîn ku xifşa xezalê
nemirîye birîndar e, dayik ji bavê ra dibêje: “xifş êşe dikşîne bikuje, em rêya
xwe dewam bikin.” Bav hewl dide ku xifşê serjê bike lê nikare, wîjdanê xwe,
bîryara xwe diguhure dixwaze wê bibe nexweşxaneyê. Ji ber ku bav, gotina dayikê
nake, dayik bi bavê ra şer dike û ji gelek alîyan ve suç, kêmasî û qelsîya wî
tîne ziman û wî suçdar dike. Bo mînak çend sal in li penaberîyê ye lê ji ber ku
zimanê wir, fêr nebûye bav di vî mijarê da suçdar dike.
A rast ji destpêkê heta dawîyê
min di fîlm da bavekî entegrebûyî dît, kesayetiya wî nîşanê me dide ku ne
mimkun e ku kesayeteke bi vî rengî, nikare ziman fêr bibe, ez şaş mam ku ew
çawa nikarîya Norweçî fêr bibe…
Nuqteya kîlîda fîlmê bi min li
vir derdikeve holê. Em dikarin ji vê nuqteyê xwe bigihînin tehlîla rast a
tetmînker û îqnakerê fîlmê. Ku em başbûn, biwijdanbûn, bimerhemetbûna bavê
problematîze bikin, em xwe bikaribin bigihîn rastîyê. Çimkî di vê kontekstê de
biwijdan û başbûna wî ji min ra biproblem tê.
Bav ziman fêrnebûye yanî entegre
nebûye lê biwîjdan û bimerhemet e. Derhêner xwestîye, bavî bi Ewropayiyan
biwîjdan û bimerhemeta wî bide qebûlkirin. Dibê ku bav ziman fêr nebûye lê bav
însanek baş û biwijdan e wî qebûl bikin. Ji vir jî kompleksa parsekîya hezê û
eleqeya derhêner derdikeve holê. Lê ev kompleks di kîjan kurdî/ê de tune ye
ku!... Bibaşbûn û biwijdanbûnê dixwaze Ewropayî ji bavî hez bikin.
Bereksê wê bifikirin, bav li wir
xifşê ser jê bikirina û biavêtina quncikek dê çi bibûna?
Di The Shepherdê da hezkirina
xifşeyek û My Brother Amal de jî çûkek heye, herdû jî rasterast, xwe li ser
hezkirina heywanekî ava dikin, her çiqas di Birthday Parentsê de jî hezkirina
masîyek hebe jî wekî herdu fîlmên din ev hezkirin ne di navenda fîlm da ye.
Di My Brother Amal da du bira,
kurdên soranîaxêv wekî penaber li kampekê dimînîn. Birayê mezin planên revê
dike, birayê biçûk jî dêrûnîya wî xera dibe û tedawî dibîne. Li alîyê din jî
peywirdarek hewla engetrebûyîna wî dide. Rojêk çûkek tê xwe li cama avahîyê
dide, birayê biçûk ji bo ku binêre çi lê çûkê hatîye diçe derve û dibîne ku çûk
birîndar bûye, di sekaretê de ye, li kevirekî digere dixwaze çûkê bikuje lê vî
tiştî nake, çûk digire dibe jûra xwe, çûkê xwedî dike, hêdî hêdî çûk xweş û baş
dibe. Çi ecêb e ku di heman sehneyê de di The Shepherdê da jî hebû. Bixweşbûna
çûkê tê ser temsîla xweşiya canê birayê biçûk; başbûna çûkê birayê biçûk xwe jî
baş dike. Birayê mezin jî li wir nerazîye, nefret dike, hewl dide li gel birayê
xwe bireve. Di kampê de her tişt bi rêkûpêk e, qe tiştek neheqî, tiştên wekî
nijadperestî an jî xirabî û pîsîtî tune ye, peywirdar gelek baş in ji ber vê em
fehm nakin ku çima birayê mezin wisa tevdigere.
Di demek nêz da min hevpeyvînek
Behrûz Boçanî xwendibû ku behsa şert û mercên dermirovî yên kampên penabaran
kir bû. Ev du fîlm çiqas rastîyê nîşanî me didin? Gelo birastî jî di Norweçê de
rewşa penaberan wisa mirovane ye?
Di Birthday Parentsê de li ser
hejarbûna malbatekê hevnasîn û hevtêkilîbûna penaberan û civaka li wir ji xwe
ra kirîye armanc. Di vê filmê da îmaja mêr û jin kurd gelek pozîtîv e; gelek
baş hevdu fehm dikin û hev temam dikin û ji hev gelek hez dikin. Di filmê da
malbata kurdê kurmancîaxêvê entegrebûyî ye, bi hejarî em dimînîn. Li dinyayê
din jî em nikarin xwe ji hejarî xelas bikin… Hejarî tê wateya xwestina alîkarîyê.
Ew jî tê wateya parsekîya hezê û eleqeyê. Di piraniya filmên kurdî da bivê nevê
temaya hejarî û rebenî heye. Di vê filmê da jî malbat ji ber ku nikare rojbûna
keça xwe pîroz bikin ji ber sedemên aborî, dayik li çareseriyekê digere. Dêya
hevala keçika kurd ya Norweçî, ji dêya keçika kurd re dibêje em rojbûna herdu
keçan bi hev ra bikin. Pirozbahî li mala luks ya Norweçîyan çêdikin. Herdu
malbat hevnas dikin, li hev germ dibin.
Di her sê filman da jî Ewropa
wekî bê problem û Ewropayî gelek baş tên nîşandayîn. Bi rastî jî Ewropa û
Ewropayî wekî ku ev fîlm wiha xweş û baş didin nîşandan yan na? Film li hember
realîteya Ewropayê çi qas realîst e? Tenê em dikarin hejarbûna malbatê wekî
qusûrek û rexneyek qebul bikin. Ji xeynî vê fîlm li hemberê Ewropayê ne rexneyî
ne û ji bîlî hejarbûna malbatê Ewropa bêqisur e.
Di hemû filman de jî karekter
bibaşbûn, bêzirarbûn û biwîjdanbûna hewl didin ku xwe bi Ewropayîyan bidin
qebulkirin. Di bingehê vê xweqebulkirina bi Ewropayiyan da bicîanîna
berpirsyarîya etîkî û hiqûqî tune ye, kompleksa parsekîya hezê û eleqeyê heye.
Di têkilîya me û serdastan de em Ewropayiyan wekî hakem dibînîn. Dema ku em û
Ewropayiyek tên ba hev, em parsekîya hezê û eleqeyê dikin, dixwazin bi vê
parsekîyê xwe bi aqil û dilê wan bidin fehmkirin.
Çi di kesayetî û karekter, civaka
kurdan de, çi jî di qadên din yê kurdan wekî edebîyat an jî sînemayê de
kompleksa parsekîya hezê û eleqeyê gelek ber bi çav e. Mirov dikare bibêje ku
li binê hemû tevgerên kurdan de vê kompleksê heye û him jî wekî kesayetî û
hişmendî me înşa û dîyar dike.
Mixatabê parsekîya hez û eleqeyê
dil e, li vir dil tê xwestin ku bê îknakirin lê mixatabê berpirsyarîya etîkî û
hiqûqî aqil e. Divê em aqilê di jîyana xwe ya takekesî da li nav sînema,
edebîyat û hunerên xwe yên din ra bikin bingeh. Çimkî aqil dikare me ji vê
kompleksa parsekîyê ya hezê û eleqeyê rizgar bike. Divê zêdetir em vê mijare
problematîze bikin; niqaş bikin û qise bikin.
*Temaşe|e-Kovara Hunerî ya
Sînemayê- Jimare 2.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder