Di çil salên dawî de Kurdan
trajedî di nava trajediyê de jîyan û hîn dijîn jî. Di backgrounda kurtefîlmê de
vê realîteya polîtîk heye: Nêzî penç hezar gundên Kurdan hatin şewitandin û
valakirin, nêzî deh mîlyon Kurdan berê xwe da bajar û metropolên Tirkan, pencî
hezar însan hatin kuştin; bi qasî bîst hezar ji wan cînayetên faîl meçhulê ne. Çîroka
kurtefîlmê jî mînakek, dilopek ji encama vê realîte ye.
Sehneya peşîn a kurtefîlmê bi
kajeya 1993, Li Diyarbekirê, di goristanekê de, li ser tirbekê dest pê dike; li
ser tirbê jinek û sê kurê wê hene. Temaşeger fehm dike ku ev, tirba bavê wan
zarokan e. Paşî em dibînin ku wan koçî Stenbolê kiriye. Tam em nizanin bav mirî
ye an jî hatîye kuştin lê ji ber backgrounda kurtefîlmê em dikarin bibêjin bav hatîye kuştin; ji pencî
hezar Kurdên ku hatine kuştin, yek ji wan jî bavê wan e.
Di struktura kurtefîlmê de kuştina
bavek heye. Derhêner dixwaze nîşanî me bide ku kuştina bavek çawa bandor li malbata
wî; jîn û zorakên wî kiriye û qedera wan çawa diyar kiriye. Lê bi giranî
kuştina bav, çawa bandor li jiyana zarokê mezin Mesûd kiriye, em vê dibînin. Mesûd ji donzdeh salî piçûktir e, birayekî wî
çar-penç salî ye, birayê wî yê din jî berşîr e. Ji ber kuştina bavê wî, jîyana
Mesûd tê dizîn: Mesûd ne zaroktî ne
ciwanî ne jî navsaliya xwe dijî, Mesûd rasterast dibe wekî bavêk; bar û
berpirsyarîya bavê wî dike ser milê wî. Trajedîya Mesûd ne takekesî ye,
dîyardeyek sosyopolîtîk e. Çîroka kurtefîlma Adem Başaran jî yek ji wan çîroka bi
hezaran zarokan e ku bavê wan hatine kuştin.
Çi edebîyat çi jî di sînemaya
kurdî de fehmek heye ku; mijara berhema wan çiqas cîyawaz û ekstrem be, dibêjin
qey berhema wan jî ewqas biqalîte û resen dibe. Lê tiştek wilo rehet, bêked û
bêxebat tune ye, mijar çiqas orjînal û ciyawaz bibe jî, dema ku afirînerî tune
be tu encax tenê mijarê didî mezaxtinê. Dema ku em li berhemên nivîskar û derhênerên gewre mêze
dikin, ji mijarên gelek ji rêzê , bi afirînerîya xwe berhemên der-rêzê û resen
derxistine holê. Mijara kurtefîlmê jî ev e; bavek hatiye kuştin, dayik, bi sê
kurê xwe ra maye, ji Dîyarbekirê koçî Stenbolê dikin. Ti der-rêzîya mijarê tune
ye, mijarek ji rêzê ye. Mijara kurtefîlma Adem Başaran mijareke ekstrem, tekîl
û cîyawaz nîn e lê Orhan Înce bi afirînerîya xwe mijareke ji rêzê der-rêzê û
cîyawaz kiriye. Jixwe edebîyat jî sînema jî û hunerên din jî tiştek ji rêzê derdixin,
dikin der-rêzî.
Di hunerê de tiştê ku herî zor
û zehmet, gihîştîna sazkirina vegotinê ye. Di hunerekê de xwegihandina vegotinê
û xwedîbûna wê, ji bo hunermendek asta herî berz e. Afirînerîya derhênerekê bi
vegotinê xwe dide der. Bi vegotinê cîyawaz û resenîyê, berhemeke hunerî
derdikeve holê. Yên ku mijarên ji rêzê
dikin der-rêzê, cîyawaz û resen, vegotin
e. Dema ku hunerkarek bû xwedî vegotin, edî afirandina berheman ji bo wî/ê
hêsan dibe û dikare ji gelek tiştan hunerê biafirîne.
Di kurtefîlma “Adem Başaran”
de Orhan Înce, nîşanî me dide ku xwe gihandîye vegotinekê. Dikarê bi hostayî
vegotinê saz bike. Derhênerê bi vegotina xwe dikarê ji kûr ve bandor li temaşegeran
bike û meseleya xwe bide hîskirin.
Di kurtefîlmê de, derhêner, resma
determînîzma encamên xirabîya ewilîn çêkirîye û wî nîşanî xwîner dide. Xirabîya
ewilîn ev e; kuştina bavî, çawa tesîr li malbatê kirîye, di jîyana wan de çi
guherandiye. Dide zanîn ku Mesut ji kengî ve kenê xwe wenda kiriye.
Di kurtefîlmê de vegotina semiyotîk
heye; ji ziman zêdetir, şanîder di pêş de ne. Zimanê kurtefîlmî şanîderên in.
Ji vê hêlê ve tehlîlkirina kurtefîlmê xwendineka semyotîk dixwaze. Mînak, pînebûyînê onlugî, yeknebûyîna
bişkokanê onlugê nûyî… Her şanîder bi bîra me ya kolektîv ra têkildar e. Birayê
piçûk digirî lê em nizanin ji bo çi digirî, Mesut dema ku ji kar vedigere tê
malê, di destê wî de em şîr dibînîn. Di dîmeneke din de jî birayê biçûk çawa
xweş dikene… Ji ber vê; ji bo fehmkirina
vegotinê zanebûna bîra kolektîv û semyotîk lazim e.
Dîzayna sehneyan û dekora
listîkvanan û bi temamî estetîka kurtefîlmê gelek geş û xweş bû; ji hêla zeman
ve xetayek berbiçav a anokronîk tê de tune ye. Mekan û zeman hevdû temam dikin.
Ji ber vê jî kurtefîlm gelek realîst bû. Zemanê xwe dida hîskirîn.
Listikvanîya karekteran gelek
bibandor û realîst bû. Tenê listikvanîya mamoste ji rastîye dûr bû. Bi taybetî
jî listikvanîya Mehmûd û Mesut gelek serkeftî bû. Di kurtefîlmê de mamoste ne birehm
ne jî bêrehm bû, zêde notr bû lê bi rolê xwe realîst nebûbû, çimkî bêîstîsna mamosteyê
dibistanan bêrehm bûn.
Di kurtefîlmê de temsîla
kurdan erenî û baş bû. Tevî hemû xirabîyan, Kurd dest ji jîyînê bernadin û li
ber xwe didin. Alîkarîya hevdû dikin û pişta hev digrin. Çi qas ji destên
Mehmud(Aram Dildar) tê aliyê malbata ku merivên wan in dike û
xwedî li Mesûd derdike, ji wî ra li cem xwe karêkî peyda dike.
Gelo sînema tene nîşandayîna
realîte ye? Ger bersiva me “Erê” be. Di afirînerîya Orhan Înce de ti kêmasî
tune ye lê ku bersiva me “Na” be, tê de kêmasî hene. Bi min qethiyên divê sînema tene nîşandayînê
realîte nebe. Wekî ku Ranciere dibêje, “Huner tenê divê rastîyê teqlîd neke,
divê rastîyê biguherê jî.”
Ji ber ku Mesûd nikare hem
bixebite hem jî biçe mektebê, dev ji mektebê ber dide. Gelo ti rê tune ye ku
Mesûd li ber xirabîya ewilîn werbigire û wê têk bişkêne? Ger Mesûd dewamî
mektebê bikirana û bi awayekî bi serbiketa û xirabîya ewilîn têk bişikanda; çerxa
ku bi xirabîya ewilîn dest pê kirîye, vê çerxê biedilanda û wê çerxê bişkanda.
Yek, ji vî alîyî ve; afirînerîya Orhan Înce kêm maye.
Di sînemayê de bibandorkirina
û bihîsdayînê temaşegeran, asteka bilind e. Temam Orhan Înce bi kurtefîlma xwe
bandor li temaşegeran dike û meseleya xwe dide hîskirinê lê bandor û hîsdayîneke
çawa? Kurtefîlmeka trajîk û dramatîk e: Liberxweketin, qehirîn, êşîyabûn,
kelogirîbûn, xemginbûn… Ev hestên ku
mirov pasîvîze, bêhereket û melankolîk dikin, bi temaşeger re çêdikin. Hêrs,
xinç û tolgirtin; hestên wisa ne ku mirov aktîf, serhildêr û bitevger dikin.
Ev, hestên ku mirov dikin rexneker, jêpirsker û hesab-pirsker in lê ji ber ku
Orhan Înce nikare di temaşegeran de van hestên aktîv çêbike. Dudu jî; ji vê
hêlê afirînerîya Orhan Înce kêm maye.
Di jîyanê de xirabîya ewilîn
kuştina Habîl e, ji bo kurdan jî bêdewletî ye. Di kurtefîlmê de jî kuştina bav
heye, jixwe kuştina bavê jî encamêk bêdewletbûn e. Xirabîya ewilîn, ligel xwe
çerxekê jî ava dike. Sînema çawa dikare
xirabîya ewilîn têk bişkîne, ji holê rake, tune bike û çerxeke nû di
jîyanê de bide destpêkirin?
Mijara kurtefîlmê; di sala
1993ê de koçkirina malbateke Dîyarbekirî ya ber bi Stenbolê ye. Di sehneya dawî
ya fîlmê de, kena Adem Başaran heye. Ku min xelet fehm nekiribe, Adem Başaran
birayê biçûk ê Mesûd e. Mesûd ji bo malbatê xwe feda dike, Adem bi rehetî
dikare biçe li mektebê lê naçe. Gelo Adem Başaran niha çi dike? Adem Başaran
niha bûye 30-35 salî. Ji bo ku em aqûbeta Adem Başaran bizanibin, di navbera vî
kurtefîlmî û du filmên Kurdî yên din de ez dixwazim peywendîyek çêbikim; çimkî
ev, ji bo dahatûya Adem Başaranî bersiveke tatmînkar didin me. Gelo Adem
Başaran mezin bûye û bûye karekterê fîlma “Kilama Dayika Min”, ne ku bûye karakterê
kurtefîlma “Nikilê Qirikê yê Xepirî”
?!..
Hêj filmek an jî kurtefîlmek nehatîye
kişandin ku em bikaribin bibêjin “Adem Başaran li xwe, li welatê vegeriyaye.”
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder