18 Mayıs 2020 Pazartesi

Îdeolojîkbûna Kurtefîlmê Xerîbê Welatan


                                                                                         

Di struktura kurtefîlmên Barê Giran û Çawerrê Debim de şerê Sûrî û derketina holê ya DAÎŞê heye. Ev şer bûye sedem ku ev kurtefîlm bên kişandin. Heman struktur di kurtefîlmê Xerîbê Welatan de jî heye.

Kurtefîlmê Xerîbê Welatan ê Murat Kılıç, 14. 49’ ye.
     
Malbateke kurd ji Sûrî (ne ji Binxetê; Rojavayê Kurdistanê) ji ber şer koçî Tirkiyeyê (ne Serxetê; Bakur), navçeyeke bajarê Xarpêtê dikin. Ji vê malbatê keçikek bi çêkirina resiman tê nasîn, li ser vê keçikê, behsa jiyana wê û malbata wê tê kirin. Mijara Xerîbê Welatan ji vir derdikeve. 

Kurtefîlmê Xerîbê Welatan ji gelek aliyan ve bipirsgirêk e. Di wê de kîjan pirsgirêk hene?  Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku hinek ji wan probleman nîşan bidim.

Xerîbê Welatan ji kurtefîlm zêdetir wekî belgefîlm e. Nizanim derhêner çima Xerîbê Welatan wekî kurtefîlm pênase kiriye. Ciyawaziya kurtefîlm ji belgefîlm ev e ku di kurtefîlm de pevxistin heye lê di belgefîlm de tune ye. Belgefîlm divê pişta xwe bide rastiyê, bi heman şeklî kurtefîlm jî divê pişta xwe bide rastiyê lê derhênerê kurtefîlm an jî hunereke din bi pevxistinê heta ku bi rastiyê re nekeve nakokî û hevnegirtinê dikare mudaxaleyî rastiyê bike. Derhênerê belgefîlm nikare ti mudaxale li rastiyê bike; divê objektîf be.

Bi çavê kurtefîlm an jî bi çavê belgefîlm, qet ferq nake ku em bi kîjan çavî li Xerîbê Welatan dinêrin. Xerîbê Welatan hem wekî kurtefîlm hem jî wekî belgefîlm bi rastiyê re dikeve nakokî û hevnegirtinê. Di temaşekirina Xerîbê Welatan de ev problema sereke xwe bi realîstnebûn û objektîfnebûna wî nîşan dide. Di têkiliya nêrîn û dîtinê de derhênerê Xerîbê Welatan xwastiye çi bibîne ev tişt dîtiye. Wî xwastiye îdeolojî û dinyabîniya xwe di realê de bibîne.

Di kurtefîlm de giranî wekî diskora îqtîdara dewlata tirk, neo-osmanî, ummetparêzî, antî-Esatî heye. Bi taybetî jî diskora îqtîdara dewleta tirk bi raya kurtefîlm tê meşrûkirin.

Navê kurtefîlm bi kurdiya kurmancî Xerîbê Welatan e, wekî Yeryüzü Garipleri li tirkî hatiye wergerandin.  Peyva welat (bi tirkî ülke, memleket, vatan) wekî yeryüzü hatiye wergerandin. Em motamot werbigerînin dibe Ülkelerin Garipleri lê derhênerê me ji bo çîroka kurtefîlmê xwe bihêz û zêdetir umûmî bike bi vî rengî wergerandiye lê belê navê Xerîbê Welatan û naveroka wê hev nagirin. Dema ku em Xerîbê Welatan temaşe dikin, em qet hejar, bekes û xerîban nabînin. Em malbateke entegrebûyî dibînin.

Hem jî em di nava kurtefîlm de nakokiyan dibînin. Bo nimûne; di ciyekî kurtefîlm de yekî dibêje, “Tirkiye dewama Împaratoriya Osmaniyan e, bila Tirkiye hemwelatîtiyê bide me” di ciyekî din de jî dibêje, “Bila şerê Sûrî xelas bibe, em ji xwe re vegerin welatê xwe”.

Kurtefîlm bi rastiyê re jî dikeve hevnegirtinê. Piştî temaşekirina fîlm mirov dibêje qey ti problemên sûriyan nemaye û ji her tiştên xwe memnûn in.Kesên ku bi nezanî û bêhayî li vî kurtefîlmî temaşe bikin, dê di wan de feraseteke xelet û nerast çêbibe. Rewşa ku piraniya sûriyan tê de ye kûçik ne tê de ne, jiyana ku dijîn kûçik najîn, tiştê ku sûriyan dîtiye kûçikan nedîtiye, sûrî wekî însan nayên hesibandin!..

Hemwelatiyên Sûrî yên ku li vî kurtefîlmî temaşe bikin, ez yeqîn nakim ji sedî pêncî xwe tê de bibinin û bibêjin behsa çîroka me dike. Di têkiliya tîkel û tumelî an jî parçe û bitûnî de mînakeke ku em wekî tîkel an jî parçe didin divê herî zêde bi bitûn an jî tumelî re bi kapsam bike, bigire nava xwe. Wekî mînak Xerîbê Welatan bi kapsamkirina bitûniya xwe gelek kêm û nimz dimîne.  

Aliyên baş ên kurtefîlm; daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê hebû. Lê? Malbata ku ji Binxetê koçî Serxetê kiriye daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, danîfadekirina wan gelo çiqas rast e?

Di kurtefîlm de nasnameya kurdî hebû lê heqîqeta kurdan tune bû!..

* Ev nivîs berî di malpera Sinemaya Serbixwe de hat weşandin. Li vir bi hinek guhertinan ez diweşînim. 



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...