Min derfet dît li bernameya Yekemîn Festîvala
Kurtefîlmên Dostaniya Navnetewî ya Stenbolê. Di bernameya yekemîn festîvalê de
ji derhênerên Rojhelatê sê kurtefîlm hebûn: The Sea Swells a Amir Gholamî, 16',
The Last Embrace a Saman Hosseinpuor 4' û Fyling Fishes a Mohammad Towrivarian
14.38' bû. Ji nava wan derhênerên Rojhelatî tenê kurtefîlmê Amir Gholamî bi
kurdî bû, ên din jî bi farsî bû. Saman Hosseinpour ji Seqizê, Mohammad
Towrivarian jî ji Sinê ye. Çend kurtefîlmên din ên bi zimanê kurdî hebûn, ew jî
ji Bakur bûn lê ji Başûr û Rojava ti kurtefîlm tune bû.
Lê
îsal di bernameya festîvalê de tenê ji Başûr kurtefîlmek hebû, ji Rojhelat û
Rojava ti kurtefîlm tune bû: Kurtefîlmê ji Başûr bi navê Çawerrê Debim( I will
wait) a Mihemed Şerwanî(Mohammed Sherwani) bû, dema wî 11.11' bû .
Bifikirin
di welatekî de şerek heye. Mirovek jina xwe ya xweşik û kurê xwe yê piçûk
dihêle û diçe şer. Jin bi kurê xwe ra bi
tena serê xwe dimîne. Jin li hêviyê ye ku mêrê wê ji şer vegere. Lê nizane mêrê
wê dijî an mirî ye, aqûbeta mêrê xwe nizane. Nediyariyek heye. Jin ji bo ku debara xwe bike divê bixebite lê
ciyê wê tune ye ku kurê xwe bihêle. Her
roj kurê xwe li ciyekî dihêle, diçe ser karê xwe. Di loqenteyekê de firaqan dişo lê ji ber kurê
xwe her tim dereng tê ser kar, ji ber vê jî bi xwediyê loqenteyê ra probleman
dijî. Ne merivên jinikê, ne jî merivên mêrê wê, ne ji gel ne jî ji hikûmetê ti
kes alîkariya wê nake. Ji wê ra dibêjin edî li hêviya mêrê xwe nemîne, ji xwe
ra bizewice. Piraniya civakê muameleyeke xirab lê dike. Lê ew rexmî hemû zehmetiyan
û xirabiyan li ber xwe dide.
Mimkun e gelo çîrokek bi vî rengî hebe? Jinik û kurê xwe bi tena serê xwe mane lê ti kes alîkariya wan nake, xwedî li wan
dernakeve?
Kurtefîlmê
Çawerrê Debim, li bajarekî Başûr hatiye kişandin lê em nizanin kîjan bajar e.
Mijara kurtefîlm ew e ku mêrê jinekê çûye şer. Jin nizane mêrê wê zindî ye an
jî mirî ye; nediyariyek heye. Kurtefîlm jî xwe li ser vê nediyariyê ava kiriye.
Lê jin li hêviya mêrê xwe ye. Çawerrê wî ye!... Em pirsa xwe şênber bikin û
bipirsin: Li Başûr gengaz û bimentiq e jineke ku mêrê wê çûbe şer, bêxwedî û
bêkes mabe?
Bi
min qetiyen ne mimkun û bimentiq û bawerdêr e. Ji ber vê, kurtefîlmê me xwe li
ser rastiyê ava nekiriye; ne realîst û objektîf û etîk e.
Bi
min Mihemed Şerwanî ji bo ku temaya sereke ya kurtefîlmê xwe sedeqat û eşqê
bihêz bike, gelek tişt ji xwe ra kiriye qurbanî.
Rastî
û sêwira aqilî; derhêner pişta çîroka kurtefîlmê xwe nedaye rastiyê, pişta wê
daye sêwira aqilê xwe. Wî xwastiye çîroka sêwira aqilê xwe bi rastiyê re li hev
bîne. Lewma derhêner ji bo ku çîroka xwe bihêz bike kirûyên wekî rastî, bajar,
civak, alîkarî, parvekirin ji xwe ra kirine qurbanî.
Em
ji ku zanin ji xwe ra kiriye qurbanî?
Bajarê
ku di kurtefîlm de hatiye bikaranîn bajarekî bêelektrîk, şerpize, xirabe,
paşdemayî ye û rewşa gel jî per û perîşan e. Ji 2004ê û vir ve bajarên Başûr
qalikên xwe diguherînin; bajarên wan ne wekî kurtefîlmê me xirabe û şerpize ne,
rewşa gel jî ne wekî kurtefîlmê me xirabe, per û perîşan e.
Di
kurtefîlm de pirsgirêkeke anakronîk heye. Em ji vir fehm dikin ku çîroka kurtefîlm
çîrokeke ne objektîf e, çêkirî ye. Zemanê ku kurtefîlmê me behs dike; em ji radyoya
bipîl fêr dibin ku li piştî DAIŞê, mêrê lehenga me ya jin wekî pêşmerge çûye,
li hemberî DAÎŞê şer dike. Ji sala 2010ê
û pê ve qulek nemaye ku înternet neketiyê lê ma qey jin çawa nizane ku mêrê wê
dijî an hatiye kuştin? Gelo mimkun e? Ji bilî wan telefon û îstixbarat heye. Ma
îstixbarata Hikûmata Herema Kurdistanê ewqas bêhêz e ku haya wê ji aqûbeta
pêşmergeyekî wan tune be.
Aliyê
baş ê kurtefîlm ew e ku karaktera jin gelekî xweşik e. Wekî temaşevan di te de
ferasetê bi vî rengî çêdibe ku jin bên tacawiz û tacîzkirin. Lê baş e ku derhênerê
vî tiştî jî ji bo kurtefîlma xwe nekirîye qurbanî.
*Ev nivîs berî di malpera Sînemaya Serbixwe de hatîye weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder