- Pepo! Keko!
Kamî kişt? Mi kişt!
Kamî şut? Mi şut!
Pepo! Keko!
Ozkan Kuçuk di sala 2013yan de kurtefîlmê xwe yê bi navê
Pepûk kişandiye û 18 deqe ye. Ji xeynî wî, çend belgefîlm, kurtefîlm û xebatên
wî yên din jî hene. Niha jî hewl dide ku fîlmê xwe yê bi navê Rojbash bikêşe.
Kurtefîlm li Sûra Amedê derbas dibe. Şîlan, birayê xwe
Azad û dayika xwe di heman malê de
dijîn, bav jî di girtîgehê de ye. Şîlan diçe dibistanê. Derengiya şevê, Azad tê
odeyê, dibîne ku Şîlan hêj ders dixebite. Şîlan ji birayê xwe re dibêje, “Ez
spartekê amade dikim, sparteka min jî çîroka Pepûkê ye.” Ji Azadî re dest bi
vegotina çîroka Pepûkê dike…
Evîndarekî Şîlanê heye. Bi huneran evîna xwe nîşanî wê
dide. Li ser dîwaran hem ji bo Şîlanê
resiman xêz dike, hem nivîsan dinivîse û hem jî govend digire!...
Roja ku dayik ji bo serdanê diçe girtîgehê, evîndarê Şîlanê
hewl dide ku lênûskekê bide Şîlanê lê Azad wan di ser de digire. Hêrs dibe.
Naxwaze ji Şîlanê bawer bike!... Ji Şîlanê re dibêje, “Ez ê ji bavê xwe re
bibêjim ku te navê me derxistiye” û derdikeve ser banî. Dema ku tê jêr dibîne
ku Şîlan li ser kanepeyê dirêjbûyî ye, fehm dike ku Şîlan hewl daye ku xwe
bikuje.
Azad bi zor û bela xwişka xwe digihîne nexweşxaneyê,
peywirdar nasnameya Şîlanê jê dixwazin lê di nava wê teşqeleyê de nasnameya
Şîlanê li malê ji bîr kiriye û negirtiye cem xwe. Ji wir vedigire, bi lez û bez
xwe digihîne malê. Dema ku nasnameyê ji malê digire, lênûskeke ku evîndarê
Şîlanê daye wê dibîne.
Hem ji navê kurtefîlmî hem ji navoreka wî pir aşkera ye ku
di arkaîka kurtefîlmî de çîroka neteweyî ya kurdan bi navê Pepûkê heye. Hezar
xwezî çîrokeke kurdan a bi vî cureyî tune bûya!... Li çar aliyên welatê me
varyantên cur bi cur ên çîroka Pepûkê hene. Bi kurt û kurmancî çîroka Pepûkê ev e; jineke xwedî kurek û keçek dimire, piştî
mirina wê, mêrê wê dêmariyekê tîne malê, dêmarî qet ji zarokan hez nake, gelek
tehde li wan dike… Rojekê tûrikekî qul û xencerekê dide zarokan û wan dişîne
kerengê. Di rêya vegerê de, xwişk li pêş û bira jî tevî tûrik li pey wê dimeşe,
li ciyekî xwişk dibîne ku tûrik vala ye… Ji birayê xwe dipirse, “Te çima hemû
kereng xwarin?” Bira jî dibêje, “Min qet kereng nexwariye, ku tu ji min bawer
nakî, bi vê xencerê zikê min qul bike, binêre ka min xwariye an nexwariye.”
Xwişk ji birayê xwe bawer nake û zikê wî qul dike lê tu kerengê nabîne, paşê
dibîne ku tûrik qul e, fehm dike ku ketiye dehfika dêmariyê. Li ber vê êşê, ji
Xwedê dixwaze bibe çûkek…
Gelo vê çîroka bi kul û keser bandoreke çawa li ser
psîkolojî û kesayetiya me kiriye û kesayetî û karakterê me çawa înşa kiriye? Bi ya min; êşhezî,
wendakirina şadwerî û hezgeşiya jiyanê, melankolîkbûna me gelek jî ji vê çîrokê
tê. Wekî piraniya zarokên kurd ez jî bi vê çîrokê mezin bûm. Dema ku dapîra min
an jî dayika min ji min re ev çîrok digot, tê bîra min vê çîrokê bandoreke
gelekî xirab li ser min kiribû, ji ber vê çîrokê ez gelek diqehirîm, wê çaxê
dilê min gelek bi bira û xwişkê şewitîbû. Ji vî aliyî ve, em dikarin bibêjin ku
ev çîrok hem ji bo me bûye travmaya civakî hem jî ji hêla struktur û
fonksiyonan ve bandoreke gelekî xirab li neteweya kurd kiriye û dike jî.
Çîrokeke tirsnak û sawnak e. Çîrokeke ewqas xirab e ku heta
ebedê êdî tu tişt nayê guherandin, heta hetayê mehkûmiyeta encama ku bi ti hawî
nayê guherandin, sûcdariya ku qet cezayê wê naqede, reşgirêdan û şîngirtineke
her teze û dagirkirineke ku dê heta ebedê dewam bike...
Nivîskar Îsmet Bor di malpera zazakî.netê de, bi navê
Derheqê Sanika Kekû De nivîseke sûdwer li ser analîzkirina çîroka Pepûkê
nivîsiye. Nivîskar nîşanî me dide ka wê çîrokê çawa kod, ezayetî, karakter û
sosyolojiya neteweya kurd diyar kirine û tarîx û konjektorên ku kurd tê de ne û
çîroka Pepûkê çawa dişibin hev. Em kurd her çîroka Pepûkê dijîn.
Her çiqas min nivîsa Îsmet Borî ji zû de xwendibe jî, nivîsa
wî fikra nivîsandina vê gotarê di dilê min de peyda kir.
Di kurtefîlm de evîn kereng e, tûrik lênûsk e û dibe sedema
bawernekirinê, derman jî xencer e, dêmarî; girtîbûna bav û çûna dayikê bo
serdana bav, zayenda civakî, ehlaq û nedemokratbûna civakî ye. Ehlaq û
zordariya civakê nahêle ku du karakterên kurtefîlmî evînê azadane bijîn. Ne
aşkera; bi tirs û veşartî jiyîna hezkirinê bi zayenda civakî û pederşahî re
têkildar e.
Çîroka Pêpûkê her çiqas bi derveyê civakê re têkildar be,
ewqas jî bi hundirê civakê re têkildar e. Dêmarî tenê bi derve re na bi hundir
re jî têkildar e. Dêmarî ji aliyekî ve girtîbûna bav û nedesthilatdariya wî ye,
ji aliyekî din ve jî zayenda civakî, pederşahî û nedemokratbûna civakî ye.
Birayê ku ji bo nasnameyê tê malê, heqîqetê dibîne: Heqîqet jihevbawerkirin û
çêkirina yekîtiyê ye.
Ku bav ne di girtîgehê de lê li ba wan bûya, dibe ku
hedîseyeke bi vî rengî neqewimiya lê heke bav kesekî pederşahî û paşverû bûya,
bûyer dê bi şeklekî din biqewimiya wekî kuştina bo namûsê.
Kurtefîlmî bi nekuştina xwişkê, ne bi temamî lê belê tenê
qismekî çîroka Pepûkê ji nû ve nivîsandiye û afirandiye. Xwişk nemiriye lê
pirsgirêkên wan ên ku bûne sedema vê bûyerê nehatine çareserkirin.
Jihevbawerkirin, çêkirina yekîtiyê, azadkirina bav û demokratbûn û pêşverûtiya
wî û guherandin; demokratkirin û azadkirina civakî û têkşikandina ehlaq û
zordariya civakê ku nahêle em evînê azadane bijîn bi temamî tên wateya
jinûvenivîsandina çîroka Pepûkê.
Em vegerin çîroka Pepûkê, pirsekê bikin; di çîrokê de, heke
xwişkê baweriya bi birayê xwe bianiya, haya wan ji kiryarên qirêj ên dêmariyê
hebûya û bi vê xencerê zikê hev qul nekirina, ev xencer di dilê dêmariyê re
bikirina, neteweya kurd dê ji gelek aliyan ve nebûya civakeke cuda?
Gelo di navbera mît û neteweyekê de ku aîdî hev in
têkiliyeke çawa heye? Têkiliya mît û neteweyê dişibe têkiliya made û tozê. Çawa
ku made ji hêla form, mekan û zeman ve tê guherandin lê toza wê qet naguhere,
her wekî xwe dimîne; netewe jî ji hêla form, mekan û zeman ve diguhere lê ji
hêla mîtê ve qet naguhere. Mirov dikare bibêje ku mît tozên neteweyê ne.
Edebiyat, roman, şiîr, şano, resim, muzîk, sînema… yanî
huner dikarin mîtan biguherînin û ji nû ve biafirînin. Qadeke sînemaya kurdî
divê bibe qada şikandin û jinûveafirandina mîtan.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder