4 Mart 2020 Çarşamba

Lêgerîna Alî Kemal Çinar di Sînemayê de


                      


Sala di 2012an de li Amedê, di rasthatinekê de bi wesîleya hevaleke hevpar, min Alî Kemal Çinar li ser pîyan nas kiribû. Dûre hevala min hinek qala wî kiribû û gotibû "bi sînemayê re eleqedar dibe, dixwaze fîlman bikêşe”. Êvarê jî me li kurtefîlmekî wî jî temaşe kiribû. Navê kurtefîlmî nayê bîra min lê ji kurtefîlmî çend sehne di hişê min de mane: Ciwanek, bêdengîyek heye, sikak vikûvala ne, rojek bi baranî tê malê, avê li xwe dike. “Dê û bav û nasên wî di kurtefîlmî de dilîzin” ev gotina hevala min di bîra min de maye. 

Behman Gobadî her çiqas bi fîlmê xwe yê dawî Demsala Gergedanan têkçûnek xwar jî, bi tabîreke mamosteyekî me “ji hespê siwarî kerê bû” jî  karîgerîya Behman Gobadî di sînemaya kurdî de gelekî radîkal e. Xelatên mezin wergirtine fîlmên Behman Gobadî, mirov dikare bibêje ku ontolojîya sînemaya kurdî geştir û bihêztir kir. Piştî wî, di sînemaya kurdî de teqînek çêbû. Kurdên ku bi sînemayê ra têkildar in, bandorek li wan kir ku wan berê xwe da sînemaya kurdî. Yên ku berê xwe dan sînemaya kurdî du alî ne; alîyek tîcarî bû û got qey keramet tenê di kişandina fîlman a bi kurdî de ye û jê we bû dema ku bi kurdî fîlm kişandin, ew ê jî wekî Behman Gobadî xelatan bistîne. Kesên wisa, ceribandin û dîtin ku tenê bi kurdî kişandina fîlman ti xelatê nade qezenckirin. Li dû ceribandina xwe, dev ji sînemaya kurdî berdan, dîsa berê xwe dan tirkî û farsî.  Alîyê din ji ber bîrewerîya neteweyî xwast bi kurdî fîlman bikêşe, sînemaya kurdî bi pêş ve bixe. Yek ji wan jî Alî Kemal Çinar e. Hêj jî dewama karê xwe dike û dev ji kurdî bernedaye.

Veşartî di sala 2015an de  hatîye kişandin. Piştre Genco(2017) û Di Navberê De (2018) hatîye kişandin. Dema ku min xwast van sê fîlmên wî temaşe bikim, di înternetê de tenê min li ser YouTubeê fîlmê Veşartî peyda kir. Genco û Di Navberê De tune bûn, ji xeynî Veşartî çend kurtefîlmên wî yên din jî li ser YouTubeê hebûn. Ez ne xelet bim niha jî hewl dide ku fîlmê xwe yê nû bi navê Berîya Şevê bikêşe.


Di struktur û arkaîka fîlmî de Platon, Kafka, emelîyeta guherandina zayendê û mîteke kurdan hene (Ez nizanim di nava civakên din de jî ev mît heye an jî tune ye).  Li gorî Platonî, însan berê yek zayend bû, piştre wekî jin û mêr bû du zayend. Eşqê jî wekî lêgerîna peydakirina parçeyê xwe yê din pênase dike. Di berhema Kafkayî ya navdar Veguherînê de Gregor sibehekê ji xewê hişyar dibe, dibîne ku veguherîye kêzikekê. Hinek jin bi emelîyetê xwe dikin mêr, hinek mêr jî xwe dikin jin. Ev guherandin hêj jî di nava gelek civakan de nehatîye qebûlkirin, wekî problemeke çaresernekirî tê dîtin.  Mîtek di nava kurdan de heye: Kî di binê keskesorê re derbas bibe zayenda wî diguhere; ku jin be dibe mêr, ku mêr dibe jin.  Cudatîya mijara Veşartîyê ew e ku veguherandina zayendî bi xwezayî çêdibe.

Veşartî fîlmekî jêpirsker e, rexneker, jiberxerakirî ye, bi awayekî din fikirîn, nêrîn û dîtin e…
Çîroka fîlmî, çîrokeke realîzma efsûnî ye.  Karakterê sereke derhêner Alî Kemal Çinar bi xwe ye, dikaneke wî heye. Rojekê jineke nenas tê dikana wî, çîrokeke cuda der heqê mirina bavê wî de ji wî ra dibêje. Dema ku bavê wî bûye sî salî, bi xwezayî ji mêr bûye jin. Ji wî ra dibêje dema ku ew jî hat sî salîya xwe ew ê jî weke bavê xwe zayendê biguherîne û bibe jin. Fîlm li ser vê îhtimalê ava bûye.  Guherandinê problematîze dike. Têkiliya takekes, civak û guherandinê, bi taybetî jî zayendîya civakî tê nîqaşkirin û lêhûrbûn. Dixwaze psîkolojî, tevger, krîz, şok û nêzîkbûna karakteran li hemberî guherandinê nîşanî xwîner bide.

                             

Wekî me di civakên derengmayî û girtî de guhertina hinek dîyardeyên dînî û ehlaqî, guhertinên wisa ne ku nabe werin muneqaşekirin, pirsiyarkirin û qisekirin lê em gelek dîyardeyên xwe yên kesayetî, kulturî û neteweyî gelek bi lez diguherînin. Bextîyar Elî di romana xwe ya bi navê “Apê min Cemşîd xanê ku hertim bê ew li ber xwe dibir” de ji hêla kesayetî, kulturî û neteweyî de guherandinên me problematîze kiribûn. Alî Kemal Çinar jî neguherandinên me ji xwe ra kirîye problem. Gelo kîjan ferztir e ku em ji xwe ra bikin problem? Mesela guherandina Zîya Gokalp, Seîdê Kurdî, guherandina malbata Mihemed Mihrî Beyî, herî dawî jî mînaka guherandina Rojhan Bekenî…

Derhêner xwastîya fîlmê xwe wekî jîyana rojane bikişîne da ku ewqas naturel bibe. Piranîya lîstikvanan ne profesyonel e. Gelek lîstikvan ji malbat û heval û hogirên Alî Kemal Çinar in. Problem ne amatorbûna lîstikvanan e, problem ew e ku psîkolojî û hewaya lîstikvanan dide hîskirin û nîşankirin ku ew di nava fîlmekî de dilîzin. Piranîya lîstikvanên fîlmên Behman Gobadî û fîlmê Hewno Bêreng amator bû lê hewaya wan qet neda hîskirin ku di fîlmekî de dilîzin, wekî rastîyê bû. Lîstikvanên fîlmî gelek sunî, çêkirî, nerehet, sînorkirî û ne xwezayî û ne bixwebawer in. Krîz, dînbûn, buhran, xwekuştin û şoka guherandinê, em di lehengan de nabînin. Ew tarûmar û serobin nabin. Mînak karakterê sereke qet çêr û sixêfan nake, pir sakîn û xwînsar e. Ji ber vê, derhêner nekarîye xwastina xwe wekî natural û realîte pêk bîne.

Temaşevanên ku kurdî baş dizanin ji kurdîya kurmancî ya fîlmî gelek aciz dibin. Ziman pir qels û xirab e. Sentaks û mentiqa tirkî xwe pir dide nîşanê. Dîyalogên fîlmî motamot bi hêsanî li tirkî tên wergerandin. Jixwe tiştê ku bi hêsanî li tirkî an jî li zimanekî din nayê wergerandin kurdîya resen e. Tehm, zewq û ruhê kurdî di zimanê fîlmî de tune ye. Mirov dibêje qey senaryoya fîlmî berê bi tirkî nivîsandîye, dûre wergerandiya kurmancî. Biwêjek, gotineke pêşîyan di zimanê fîlmî de bala temaşevan nakişîne.

Acizîyeke din dîyalogên li ser guherandinê ne. Bi van dîyalogan derhêner dixwaze fikrên xwe bi temaşevan bide qebûlkirin wekî mamosteyekî mizgeftê an jî dibistanê. Hem jî resenîya wan dîyalogan tune ye, mirov dibêje qey ji cihinan îthal kirîye. Bi van dîyalogan û bi hevokên divêtîyê krîza problema guherandinê çareser nabe.
Li rexmî hemû nakokî û qelsîyên fîlmê Veşartî, alîyê herî baş û bihêz ê Veşartî lêgerîna ceribandinên nû, gihîştina resenî û guherandina realîteyê ye. 

Fîlm ne bi dîyalogên xwe lê bi hebûna xwe realîteyê diguherîne û ji bo guherandinê jî cesaret dide temaşevan.  Alî Kemal Çinar bi vî fîlmî xwastîya guherandina herî radîkal jî normalîze û ji rêzê bike.  Di fîlmî de wekî îfadeya “ji guherandinê netirsin” gelek tê dubarekirin, wî xwastîya hinek realîteya civakê bişikîne û biguherîne. Dawîtirîn sehneya fîlmî, fîlmî çawa realîte guherandîye nîşanî me dide. Ranciere çi gotibû “Divê huner realîteyê teqlîd nake, divê realîteyê biguherîne”, Alî Kemal Çinar jî tam vî tiştî dike.

Derhêner bi ceribandinên nû fîlmê xwe kişandîye: Fîlm li Amedê derbas dibe. Fîlm ji destpêkê heta dawîyê bêreng e. Reş û spî ye. Kostum, makyaj û hwd. tune ne. Di sînemayê de tiştê ku di temaşevan de hîsîyat çêdike muzîk e, derhêner bi muzîkê hîs û hestên temaşevan bi rê ve dibe. Di Veşartî de muzîk tune ye. Sehneyên fîlmî bêmuzîk in. Wî xwastîye fîlm bi qasî jîyana rojane naturel bibe. Fîlmkişandin butçeyeke giran dixwaze. Lê Alî Kemal Çinarî bi îmkanên gelekî kêm fîlmek afirandîye. Ji vir jî xwastîye xwe bigihîne resenîyekê û tiştekî nû biafirîne. 

Gelo di fîlmên Genco û Di Navberê De de ev lêgerîn çiqas kemilîye, bi pêş ve çûye û kûrtir bûye.

* Ev nivîsê berî di hejmera 11înê Rojnameya Xwebûnî de hatîye weşandin. Ji ber tengbûna cîyê rojnamayê hinek beş min derxistibû lê li vir ez bi temamî diweşînim. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...