Têkilîya
dagirker û dagirbûyî, kolonyalîst û kolonîbûyî, serdest û bindest, stemkar û stembar, jin û mêr her çiqas di
nava xwe de û ji dîyalektîka efendî û kole cîyawazî û taybetîyên wan hene jî di
kokê de digihêjin dîyalektîka efendî û kole. Ji ber vê yekê, em dikarin van
têkilîyan di ser dîyalektîka efendî û kole re bixwînin û binirxînin.
Welatên kolonyal
û post-kolonyal ji serpêhatîyên têkoşîna serxwebûnê, epîstolojîyên zanistkî û
edebî yên hev ên dij-kolonyal sûd werdigirin. Berhem û metnên nivîskarên wekî
Franz Fanon, Aimé Césaire, Achille Mbembe, Steve Biko, Albert Memmi, Toni
Morrison, Ngûgî wa Thiong'o, Chinua Achebe, Gayatri Chakravorty Spivak, Homi
K.Bhabha, William Butler Yeats... di welatên kolonyal û post-kolonyal de tên
xwendin û tên muneqaşekirin. Kiryar û têkilîyên civak û takekesan li ser
berhemên wan tên analîzkirin û fehmkirin û ew referans tên dayîn.
Gelo welatên
kolanyal ji serpêhatî, felsefe û tarzên muzîkên hev çiqas îstîfade kiriye? Bi
raya min, bi qasî ku ew ji lîteraturên hev ên dij-kolanyal îstîfade dikin ewqas
ji muzîkên hev îstîfade nekirîye. Ji muzîkê sûdwergirtin û îstîfadekirin hatîye
piştguhkirin û îhmalkirin. Di peywendîya
kurdan de wek mînak dîroknasek,
mirovnasek, civaknasek an jî muzîkjenekî kurd, li ser muzîka welatekî
kolonîbûyî hema hema qet xebat û lêkolîn
nekirîye: Meselen welatên kolonyal ên Efrîqayî bi muzîkên wekî blues, jazz,
rock, reggae li ber xwe daye. Ji bo wan muzîk bûye amraza herî xurt a têkoşînê.
Ramana min ev e ku heger xwedî van tarzên muzîkên baş nebûna piranîya
Efrîqayîyan dê xwe bikuşta. Kurd, ji muzîkên Efrîqayîyan çi fêr bûne, çi sûd
wergirtine, di muzîka xwe de çi zêde kirine? Wekî tarz çend muzîkjenên kurd
tenê bi rock, jazz û bluesê muzîk kirîye, ewqas. Ji bilî rockê bi tarzên jazz û
blues ne bi dewamdarî, tenê bi kurtdemkî çend muzîkjenan muzîk kirîye. Pirsa
din jî felsefeya wan tarzan çiqas hatîye fehmkirin û îdraqkirin ku muzîkjenên
kurd bi wan tarzan muzîk kirîye? Blues, jazz, rock, reggae ji nava welatên
dagirbûyî û jîngehên wan derketine û gerdûnî bûne. Çima bi qasî wan tarzên
muzîkên baş ji nava kurdan jî tarzeke muzîkê derneketîye an jî dengbêjî gerdûnî
nebûye. Çima me nekarîye dengbêjî gerdûnî bikin? Di encamê de gelek tişt hene
ku muzîka kurdî ji muzîka Efrîqayîyan û welatên kolonyal ên din fêr bibe û sûd
ji wan werbigire. Ji bo vê jî, divê em hem xebatên ku li ser muzîkên welatên
kolanyal û post-kolanyal hatine kirin wergerînin zimanê xwe hem jî em li ser
wan xebatên nû çêbikin.
Di sala 2014an
de li Amedê, li pirtûkfiroşiya Aramê, ez çûbûm gotûbêja şairê kurd Ehmed
Huseynî. Di gotûbêjê de, tesbîta Ehmed Huseynî ya "Di têkilîya serdest û
bindest de serdest berî her tiştî dixwazin tune bibkin ku; bindest nikarin bi
zimanê xwe hîs bikin û hestîyar bibin" qet ji bîra min naçe. Di
dîyalektîka efendî û kole de foksîyona muzîkê ji her tiştî zêdetir girîng e.
Ehmedê Huseynî bi tesbîta xwe ya jor giringîya muzîkê nîşanî me dide. Çimkî di
cewhera muzîkê de hîs û hest heye. Muzîk dilê hîs û hestan e. Bê muzîk hîs û hest
dikevin jîyana nebatîyê. Ji ber vê
efendî dixwazin muzîka koleyan tune
bikin ku nikaribin hîs û hest bikin. Hest û hîsê ku efendî berî her tiştî
dixwazin tune bikin tolgirtin e.
Tolgirtin çi
ye? Çi çureyên tolgirtinê hene? Tolgirtin edelat bi xwe ye. Tolgirtin neheqî,
mazlumbûna xwe çareserkirin e, wekhevî çêkirin e. Tolgirtin ne tenê qisas bi
qisas e. Lê li vir problemeke mezin a nayê çareserkirin dest pê dike. Felsefeyê
jî hêj nekarîye vê problemê çareser bike. Lê belê kole dikare bi sînema,
edebîyat û hunerê jî tola xwe bigire. Cihûyan ji bo almanan "jûrên
gazê" çênekirin lê tola xwe ji almanan girtin. Tolgirtin; qetlîman,
barbarbûn, wehşbûn û zalimbûna efendî bi wî danqebûlkirin e.
Ji bo
tolgirtinê hêz û qewet hewce ye lê xwebawerîya kole ewqas şikestîye ku hêza wî
ya xwedayî hebe jî ew xwe bêhêz û qewet îzane dike. Neçarî û bêhêzbûn û kêmbûna koleyî Xweda
diafirîne. Lewma rola Xweda negatîf û tiralker e. "Me dev ji tolgirtinê
berdaye, me ew hewaleyî Xweda kirîye." Bi îfadeyeke vî rengî afyonbûna
Xwedayî nîşan dikin. Di dînan de gotinên wekî nifir, hewalekirina Xweda mînakî
dikin.
Koleyên xwedî
bîrewerî û hesta tolgirtinê, çiqas bêhêz û bêderfet bibin jî dikarin xwe azad
bikin. Lê koleyên ne xwedî bîrewerîya tolgirtinê, hêza wan a Xwedayî hebe jî
nikarin xwe azad bikin. Zindîbûna hesta tolê, tê wateya xwe-nîv-azadkirinê.
Hestaê tolîgirtinê, daxwaz û arezû û îradeyê azadîyê ya.Hesta tolgirtin ne obje, subje dike. Di têkilîya dagirker û
dagirbûyîyan de nebûna hestê tolgirtina li hemberêji dagirkeran têkşikestîyên
xwrîn e, û bêixwenebawer î ye ji ber wê "dema ku dagirbûyî nikare li
hemberî dagirker şer bike, di nava xwe de li dijî birayên xwe şer dike" ev
tesbîta Fanon teyîd dike. Ji ber ku dagirbûyî bi xwe ne bawer e ku li hemberî
dagirker şer bike, ji ber wê li hemberî birayên xwe yên biçûk şer dike. Ji ber
têkŞşikestîyaên û bixwenebawerî, xwe
dikin humanîst û aştîxwaz. Ne wêrek in ku behsa tolê bikin.
Mirov dema ku
nekarî tola xwe bigire gelo ev mirov dikeve derûnîyeke çawa, kesayetîyek û
karaktereke çawa derdikeve holê? Tola
xwe negirtin xwebûna mirov dikuje, xurûra mirov birîndar dike, mirovî ji
mirovbûnê derdixe, girambarî namîne. Bêpêixwenebawerî, têkşikestî, teslîmkirî,
ji qral zêdetir dibe qralgîr, mankurtîze dibe. Di fîlmê Quentin Tarantino,
Django Unchained(Zincirsiz) de sehneyeke wilo heye: Koleyekî reşik ê pêncî
salênî, ev pêncî sal in ku her rojî rîyaê efendî yê xwe kurtraş dike. Lehengê
fîlmî Cengo ji vî koleyî dipirse: "Di nava van pêncî salan de tu qet
rojekê nefikirî ku qirika efendîyê xwe jê biki?" Nefikirîn, kolebûn jî tam
ev e.: Mankurtîze dibinkirin e.
Di navbera
muzîk û bîr û ruhê mirovî de têkilîyeke cîyawaz heye: Tu huner bi qasî muzîkê
nikare bikeve kûrahîya bîr û ruhê mirovî.
Hem di bîra şexsî û kolektîf de û hem jî di ruhê mirov de tiştên vemirî
zindî dike û ji nû ve diafirîne. Koleyên ku mankurtîze bûne bi muzîkê dikarin
ji nû ve dest bi hîskirin û fikirînê bikin. Ancax muzîk bikare hestê tolgirtinê
ji nû ve zindî bike.
Muzîka rock, xwe
li ser serhildêrî û berxwedêrîyê ava dike. Di cehwera serhildêrî û berxwedêrîyê
de hestê tolgirtinê heye. Kesên ku di dilê wan de hîsa tolgirtinê heye dikarin
bibin serhildêr û berxwedêr. Cîyawazî û resenîya muzîkjenên rockê, ango resenî
û cîyawazîya Sîya Şevê ji vir derdikeve holê. Çimkî her kom û muzîkjenê rockê
nikare hestê tolgirtinê zindî bike, ji ber vê tenê xwe li ser serhildêrî û
berxwedêrîyê ava dike.
Hata niha çar
albûmên Sîya Şevê derketine: Zeng, Pûç, Bêyom, Li Pişta Sîya Xwe. Gelek alîyên
hêjayî nivîsandinê yên muzîka Sîya Şevê hene. 1. Dengên Gokçe Selîm. 2. Gotinên
Stranan 3. Muzîk û temaya muzîka wan.
4.Yekîtî û hev-temamkirina komê
4. Fonksîyona muzîka wan a azadker e.
Di muzîka kurdî
de koma Sîya Şevê di nava muzîka xwe de vê zindîkirinê dihewîne!..Cîyawazî û
resenîya Sîya Şevê ji vir tê. Di seranserê muzîka Sîya Şevê de ev resenî û
cîyawazî heye. Ez naxwazim vê dîyardeyê yek bi yek li ser her stranê nîşan
bidim. Lê encama guhdarîkirina Sîya Şevê ev e. Bi taybetî jî di stranên Kebanî,
Lê Dayê, Nesrîn, Werin Law, Lîce, Em Li Vir in de azadkerîya muzîka Sîya Şevê
xwe dide der.
Di dîyalektîka
efendî û kole de fonksîyona muzîkê çi ye? Du fonksîyonên muzîkê hene; negatîv û
pozîtîv. Fonksîyona negatîv kolebûnê meşrû dike, muzîk tenê xweîfadekirin û
xwetesdîqkirin e. Lê di fonksîyona pozîtîv de muzîk azadker e. Kolonyalîst, her tim dixwazin li pêşîya
muzîka azadker bigirin. Ji ber vê, muzîka koleyan tê bêkokkirin, xirabkirin,
dejenerekirin û bêfonksîyonkirin. Di dîyalektîka efendî û kole de fonksîyona
muzîka Sîya Şevê azadker e.
Pekî gelo
gelemperîya muzîka Sîya Şevê azadker e?
Berî vê nivîsê derbarê Sîya Şevê de min çi hevpeyvîn û çi nivîs li ser
medyaya civakî û malperên wekî "ekşi sözlük"û "tirşik"ê dîtin,
min xwendin. Min ji hevpeyvîna Sîya Şevê wekî encam derdixist ku dixwaze
zenggirtin, pûçbûn, bêyomî, tenêbûn, genîbûn, bêeslbûn, xirabîya mirovan, civak
û jîyanê îfade bike û li ser wan muzîkê çêke. Ji vir û pê ve dahatûya Sîya Şevê
dê çi be, dê çawa muzîkê biafirîne, geşedana wê dê çawa be? Bi a min, wekî guhdarekî wê, divê bi
felsefeyeke nû muzîkê bike. Divê êdî muzîka wê ne pozîsyoneke îfadeker lê divê
guherîner be. Ji bo dinya, jiyan, eşq,
hezkirin, terkkirin, jihevqetîn, heqîqet, welat, êş, dej... li ser nêrîn û
nêzîkbûnên nû muzîka xwe ava bike. Ne nerênîker bila erênîker be. Ez nabêjim bila xweş bike û hêvîyan firoşe.
Bila êşa guhdaran parve neke, êşa wan ji wan paqij bike. Jiyanê, dinyayê,
insan, nebat û heywanan û tiştan bide hezkirin. Bila muzîka xwe ne li ser
nîhîlîzmê, muzîka xwe li ser jiyanê ava bike, hezkirina me ya jiyanê bilind
bike.
* Ev nîvîsê berî di hejmara 6îne Rojnameyê Xwebûnê de hatîye weşandin.