Mîlad, hemû rabirdû dide alîyek, destpêk nû ye, nayê wateyê veqetandina ji rabirdûye, rabirdû wek
hebûna xwe heye, destpêkek radîkal dest pê dike, tu tişt nabe wek berî. Di determîzmê, dîyakletîzm de mîlad tê wateye;
guhertinek radîkal û jikokê ye ku ne li bendê bûn ku biqewime.
Fîlma Cîran(Neighbors,2021) Mano Xelîl, di sînemaya kurdî
mîladek e. Fîlma Cîran, ji bo sînemaya
kurdî destpêk nû ye. Rêveçûna sînemaya kurdî diguhere. Di sînemaya kurdî de tu
tişt ne wek berî bibe…
Li paşî temaşekirina Cîranê, ji ber mîladbûna wê ez gelek bi
heycan, şên û enerjîk bûm û kêfa min geş û motîvasyona min berz kir. Di jîyan
de dema ku ez rastî berhemên biqalite û
raser, berzê bi kurdîyê tê ev halîyetê ruhî di min de çêdibe.
Çima fîlma Cîran ji bo sînemaya kurdî mîlad e?? Çima û çawa
fîlma Cîran rêveçûna sînemaya kurdî guherandîye?
Di fîlmê de her nîşane û her hêma, her detay bi xwe, mijarek
nivîsek e. Di vê nîvîsê de ez têne hinek alîyên mîladbûna Cîranê nîşan bidim.
1.Ranciere dibêje “Huner divê ne ten teqlidê realîte be, divê realîteye
biguherîne jî” Jixwe dema ku hunermendek bikare realîteyê biguherîne, raserî û
gewrebûna wî/wê di wê demê de derdikeve holê. Mano
Xelîl jî tam xwe gihandîye vê raserî ye.
Bê ku ew bikeve dehfike îdealîzekirinê û romantîzekirine, îdeolojîzekirinê
û firoştina xeyal û hêvîyan. Di Cîranê de Mano Xelîl gelek alîyan ve rastîye, realîteyê diguherîne. Ew aqilek rasyonalîst, pragmatîst û fikîrîna bi
fokusa çareserker pêşkeş me dike.
2. Çima kîn û hêrsa kole, bindest, kolonkirî li hembere
efendî,serdest, kolonyalîst tune ye? Bêhersbûn ne kolebûyîn û ne bindestbûyîn
ne kolonîkirîbûyîn e, bimankurtbuyîn e.
Koleyên bê kin û bê hes ne mumkin e ku xwe azad bike. Romantîzm û
hûmanîzm ne karê bindestan û kolonkirîyan e. Hesta kîn nade jibîrkirinê, bîra mirov her
zindî digire, nefret ji raste rast dixwaze
hebuna muxatabê xwe tune bike, nefret dibe faşîzmê. Mînak kolonyalîst bi nefreta xwe dixwazin me tune
bikin. Hêrsa mirov jî her tim di nav hewildayina lêgêrîna
qesasgirtine ye.Kîna ku xwe negihîne wergirtina tola xwe, di dawîya dawî de
subjeye xwe tune bike, tene jibîrnekirin, subjeya xwe difetisîne. Mirovên bê hêrsbûn bi melankolî ra tê jehrkirin. Melankolî bêhereketbûn e, têralî
ye. Hêrs û tolwergirtin ji subjeya xwe
ra mesulîyet û bar tîne. Bêhêrsbûn û
wernegirtina tolê têkçûna hataûhateye.
Di edebîyat, sînemaya kurdî de hêrs û tohildêrî gelek
qels e. Li gor sinema û edebîyata me di
muzîka me de zêdetir hêrs û tolhilderî heye. Gelo we qe rastî berhemek sînema û
edebîyata me hatin ku hêrsdarî û
tolhilderî vedijîne. Mînak
Salnameya Kawa Nemir tê bîra min, di wî berhema wî ya de nîşaneyên hêrs û tolgirtin hene.
Di Cîrane de hewla vejandina
hêrs û tolgirtin heye, gelek tolgirtinê problematîze dike. Di fîlmê de gelek nîşaneye vê yekê hene. Mînak
Şêro yê şeş salî dixwaze bi qirme biçe tola dayika xwe bistîne, ya zarokan li
hemberê mamoste xwe, Aram ku digot, ez ji wetenê xwe ra leşkerî dikim û bîryara
wî ya çûyîna ber bi çîyayan… Di fîlmê de di nava zarok û mezinan de di peywenda tolgirtinê de qrîzek heye. Şêro
bavê xwe suçdar dike ku çima naçe tola dayika wî nagire.
Di fîlmên Mehmet Alî Konar Govenda Elî û Zîn, Hewno Bêreng
de jî em zarokek hêrsdar, qesasgîr
dibînîn.
3. Çi di edebîyata
tirkan de çi jî sînemaya tirkan de îmaj
û temsîla kurdan ji her alî ve xirap,
negatîf e, wek gundî, cahil, nezan,bêaqil, ehmeq, paşvemayî, nemodern.. Ew her
hewl didin vê îmaj û temsîlê ji nû ve
biafirînîn. Ji alîya din di sînema û edebîyata tirkan de wek subje em îmajek,
temsîlek kurdek nabînîn. Hemû îmaj û îmge, temselî me di sînema û edebîyata wan
de wek obje ye. Îhtîmal mezin wek ya tirkan di sînema û edebîyata wan de jî bi vî
rengî îmajek û temsîlek kurdan heye. Ev bi sînema û edebîyata xwe her hewl
didin ke em nebin subje û takekes.
Di Fîlma Cîran de derheq û hemû îmge û temsîlên wan serobin dike, xera dike. Di
Cîrana de em kurd di bindestîya xwe de jî wek subje û takekes in. Mano
Xelîl, subjebûn û takekesbûnê kurdan afirandîye.
4. Di hejmarek kovara Psycholojiya Kurdî de li ser
mêvanperwerîya bindestan min nivîsek berfireh
nivîsîbû. Çi sedem li pey mêvanperwerîye bindestan de hene, min derxistibû
holê. Min mêvanperwerîya bindestan wek ehmeqane û jixwebîyanîbûn, xwenezanîn
pênase kiribû. “Kurd gelek mêvanperwer în” Her dixwazin bi vê dîskorê
mêvanperwerîya me ya ehmeqane û jixwebîyanîbûnê ji nû ve biafîrînîn. Mînak
mamosteyek tê gundek me, armac dike ku hebûna me, rûhê me tune bike lê wek
mêvanperwer li ber wî tevdigerîn, ma gelo ew ne ehmeqtî, jixwebîyanîbûn û xwenezanîn
e?
Di sînemaya kurdî yekem cara ku fîlmek, Fîlma Cîran, ew
mêvanperwerîya me ya ehmeqane û jixwebîyanîbûnê, xwenezanîn dişikîne. Tene vê
mêvanperwerîya naşike, îmaj û temsîla gundîya, têkilîya zan û nezan serobin
dike.
Di Cîranê de mamosteyek
tê gund, li hemberê mamoste jixwe qe
hewlek mêvanperwerîya gundîyek nabînîn, em bi mamoste ra qe danûstendinek
gundîyek jî nabînîn. Herkes bi mamoste ra gelek bimesafe ye. Kesek li hembere
mamoste nê mêvanperwer e, îlgî û eleqe nîşan nade.Li hemberê mamoste gundî îtraz kar in, em gundîyên cahîl
nabînîn. Gundîyên ji mamoste zêdetir zana û hayîdarê normên gêrdûnî ne. Gundîyên
wek subje û takekes dibînîn. Cîran îmaj
û temsîla gundîyên kurd şikandîye, temsîlek û îmajek nû afiriandîye. Divê
sînemaye me jî vê îmaj û temsîlê geştir bike.
Piştî vê fîlmê edî nikare gundîyên me li gor îmaj û temsîla sînemaya
tirkan biafirînîn. Di fîlmê de ji encama perwerdeya hov ên mamosta, zarok jî li
ber hovbûn diçîn. Bi navê Hamo gundîyek, perwerdeyê mamoste çawa encamek hov derxistîye,
nîşane mamoste dide. Ma qey mumkin e ku em di sinemaya kurdî ya bakurî de vê
yekê bibînîn.
5. Yek jî alîya gelek girîng e fîlma Cîran, dîyardeya zarok
e. Herî zêde jî divê em di vê
peywenda de em li ser fîlmê kûr bibin.
Fîlma Cîran di nav civak û kulturê me de ji bo zarokê kurd guhertinek mezin çê dike;
qod,îmaj, temsîla zarokê kurd dişikîne û serobîn dike û wek şoreş e.
Civaka me ji her hêle ve nahêle ku ego zarok çêbibe, zarok
bibe takekes. Di fîlmê de em vejandina takekesbûn û geşbûna egoya zarokê kurd temaşe dikin, zarok, ji hêla
mezinan nayên çewîsandin, ezîkkirin, rebenîkirin, egoya zarokan ji hêla mezinan
nayê perçekirin û qe mezin e ku tune ye
ku ji zarokek ra bibêje “tu zarok î, hiş
be” asteng bibe ku zarok nebe takekes.
Di fîlmê de zarokê kurd
xwedî kesayetîya azad, jîr, biaqil, jixwebawer, ne obje subje ne,
tolhildêr in. Zarok wek hebûn ji
kurdbûna xwe hez dikin. Ji kurdan xwe razî ne, serbilind în.Zarok ji mezinan
hesap dipirsin ku “ew çima ewqas tirsonek û ezîk în” Dema ku ev zarok mezin bûn wek mezinên xwe
nebin ezîk, tirsonek, teres, reben, divê sînemaya kurdî çi bike?
Di fîlmê de zarokê kurd bi jîrbûna xwe henekê xwe bi
dagirkeran dikin, wan têk dibirin. Hem jî em di nûçeyan de gelek rast tên ku zarok
ji erdê bombayek, mayînek dîtîye, nizanibûn ev mayîn û bombaye wek pêlistok bi
listîye, bomba teqiyaye, zarok mirîye,
an jî birîndar bûye. Fîlm ev realîte şikandîye. Di fîlmê de em dibînîn ku zarokên kurd mayînan
nas dikin. Fikra wan heye ku bi wan mayînan dibistanên kolonyalîstan serobin
bikin ku, bi wî hawî ji wan xelas bibin.
6. Di sînemaya kurdî de dîyardeyek heye ez wek mezaxtina mekan û cografyayên hazirî yên
xweşik,estetîkê pênase dikim. Fîlmê vê dîyardeyê di xwe de şikandine. Ji mekan
û cografyayek ji rêzê, Mano Xelîl bi fîlma xwe mekanek estetîk afirandîye.
7.Di sînemaya kurdî de gelek derhêner xwe wek ardilê Yilmaz
Guney dibînîn, pênase dikin lê her tişt alîyek de be, em di wan de qe cesaret û
curetkarîya Yilmaz Guney nabînîn. Ji
Diwêr û Peza Yilmaz Guney hata niha cara
yekem e ku wek Yilmaz Guney, ez Mano Xelîl ewqas bi cesaret û curetkar dibînîm.
Mano Xelîl ezîkbûn û tirsonêkîya
derhênerên kurd dişikîne.
Ji bo edebîyata bindestan dibêjin edebîyata bindestan tune
ye, alegorîyên wan hene. Em vî tiştî ji bo sînemeya bindestan jî em dikarin
bibêjin. Lê Mano Xelîl vê dîyardeye serobin dike, dibêje sînemayê me heye. Ne bi metaforîk, sembolîk, alegorîk, bi eşkere
ji me ra dibêje, faîl kî ye, çi ye…
8.Kolonyalîst ji her alî ve hewl didin li ser kolonîkirîyan
epîstemolojîyan ava bikin. Em dikarin bibêjin ku kolonîkirî her dem, her kêlî
li binî şîdetê epîstemolojîye kolonyalîstan de ne. Wek sosyolojî, antropolojî,
zimannasî, arkeolojî,psîkolojî… Ji ber vê epîstemolojî kolonîkirî her tim di
pozîsyonê hewla bersivdayinê, xwefehmkirindayîne, xweparistine, xweîspatkirindayîne
de ne. Kolonyalîst, her dem li ser kolonîkirîyan dîskoran ava dikin. Mînak carek wezirek tirk gotibû, “kurdî ne
zimanê medenîyete ye” em ketibu pozîsyona hewla bersivdayinê û îspatkirinê.
Di fîlma Cîran de Mano Xelîl, vê pozîsyonê xera dike. Pozîsyona
me û ya kolonyalîstan me diguherine. Ji ber cesaret û curetkarîya xwe,
realîteya wan nîşan wan dide. Di têkilîya kolonîkirî û kolonyalîst de dema ku
kolonîkirî bikare heqiqate ji kolonyalîstan ra bibêje, pozîsyona kolonîkirî
diguhere, ne hewce ye ku tu epîstemolojîyek û dîskaron ava bikî. Mano Xelîl jî
ji heqiqatê ji wan ra dibêje, edî ev di pozîsyona bersivdayine de ne.
9. Mano Xelîl, di
fîlmê de kesayetî, karekter, ruh, ezayetîya kurdan de şorek çê dike. Me kurdan
ji edebîyata mexdurbûnê,ji parsekîya merhematê, ji kesayetîya ezîk û reben ji
parsekîya hezkirin û eleqaye, ji pozîsyona bersivdayin, xwefehmkirindayinê,
xweîspatkirine rizgar dike. Em di fîlmê de tu kurdek vê parsekî, ezîkbûn, pozîsyonek nabînîn. Em di fîlmê wî de em kurdek nû dibînîn.
10. Mano Xelîl ne tene di ji hêla takekes ve şoreş çêdike.
Ji hêla civak û kultur jî şoreşek çê dike. Civak û kulturê me ya melankolîk, êşhezî, neşad, mirinhezî, di rabirdû de dijîn, arebesk, hertim di şîngirtinê
de ne, serobin dike. Em vê civakê û kulturê di fîlmê de nabînîn. Civak,
kulturek jixwehez, jixwerazî, jixwehayîdar, rasyonalîst, şên, şa û bextewar heye.
Kulturek û civak din afirandîye lê dema
ku vê yekê kirîye neketiye dehfik
îdealîzekirinê û romantîzekirinê. Bi hêza hunerê, mucîze û efsuna hunerê pêk
anîye.
11. Di Cîranê de, di sinemaya kurdî de em vejandina civakek û takekes kefxweşî,
şadî, şênetî, şox û şengî, hezwerî jîyanê dibînîn. Ji vê hêlê ve şorek, nûbûnek
e.
12. Fîlma Cîran ji bo min katarsîs bû. Weku ku travmayên min
çareser dikir. Min çend vîdeo Jan Îlhan
Kizilhan temeşe dikir. Kizilhan digot, Kurdbûn niha jî di nav civakê me de tê
negatîfîzekirinê, biçûkxistinê, bindestkirinê, rebenîkirin, xirapkirine. Wek
gotina “Xwezî ez ne kurdbûma” Nehletê li
kurdbûna xwe dike. Gazind û lome ji kurdbûna xwe dike. Dema ku zarokek bi
kurdbûna xwe dihese. Ji ber vê realîteye, xwe biçûk dibîne, ji kurdbûna xwe hez
nake, hebûna xwe bêqiymet û neheja dibîne. Di fîlmê de zarok û herkes ji kurdbûna xwe hez
dikin, ji xwe razî ne, xwe bilind dibînîn bi kurdbûna xwe ra aşt in. Fîlmên ji
vê hêla vê travmaye çareser dike û wek katarsîs e. Ma çend berhemên kurdî hene
ku travmaya me dikewînîn û wek katarsîs în?
13.Di fîlmên de em dibînîn ku perwerde çawa takekesan diafirîne. Çawa nefret û êdinkirin tê wan ferkirinê. Bi
perwerdeyê wek ziman, kultur, tîn tunekirina kurdan û û welatê wan erebkirinê
tê armackirinê. Lê di encamê de em dibînîn ku ew perwerde sernakeve…
14.Di fîlmê de wek gel em kurdan nabînîn wek netew kurdan
dibînînîn. Kurd netew în, tirk, ereb,faris
jî cîranê wan în.
15. Şêro ji kalikê xwe dipirse “Kaliko hata kengî em sînor
di nav me de bimînîn?” Pirsa “kengî” bi dahatû ra têkidar e. Tu pirsa kengî dixwazin pêşarojê li gor înşa
bikî, dîyar bikî. Ev pirsê tê wateye
gelo em kengî bibin xwedî dewleta xwe ye.Deh sal, bîst sal, pêncî sal, sed sal,
kengî em bibin xwedî dewleta xwe, serbixwe bibin û azad bijîn. Ku em nebin
xwedî dewletek hemû keda me hewante bibe.
17. Xwastina Şêro pêk tê, telewzîyon tê lê telewzîyon ne
nîşaneyek dahatûyek geş û ronî ye, telewzîyon nîşaneye dahatûyek şer, qetlîam,
kuştin… Telewzîyon nîşane me dide ku dahatûyek çawa li benda Şêro ye.
18.Cîran prekaryabûna me kurdan nîşan me dide.
19.Di fîlmê de balon, hişkbûna dar, leyrekên kerpeyî, çûyîna
Aram, cîrantî kurdan û cihûyan, zarok ji dahatûyek wek hêvîyên me ne.
Di teknîka fîlmê de fikşîna wê bi real ra tê girêdayîne. Bi
vê yekê me ji xeyn û xeyalan hîşyar dike. Dibêje rastî ev e; encamê determenîzma bêdewletbûn
ev e. Bi min divê Mano Xelîl tam jî li
vir hewla guherandina realîteye nîşanê bidatana.
Bi min, xwezî fikşîna fîlmê bi realî ra nehatana
girênedayîne. Ev girêdayinê hem xeletîyek, şaşîyek e, hem jî wek neheqîyek li fîlmê hatîye kirine.
Çimkî zarokek wek Şêro
vê dawî heq nake, ketina wê kampek penaberan, di conteksta fîlmê de xeletîyek
e. Gelo ma ji bo Şêro pêşarojek din tunebû?Dive dawî Şêro bi cureyek din ne wek kesek ji rêzê bibûna?
Wê dawîya Şêro nîşane me dide ku takekes li hemberê sîstemê
de, dîyakletîkê realîteyê de têk çûye.
Wê çaxê ez dixwazim ji Mano Xelîl bipirsim, em çawa takekesê kurd rizgar û azad bikin?
Azadkerîya û rizgarkerîya takekes kurd jî ev e ku divê li
hemberê sîstemê, dîyakletîka realîte têk neçe, li hemberê sîsteme serbikeve.
Pêwistîya me kurdan herî zêde jî bi serketina takekesan me
heye. Çîrokên, stranên, fîlmên,
listikên, romanên serketinên ji me ra lazim in. Wek çîroka kurdên ku Nobel,
Palmîyeye Zerîn… stendîye.
Rizgarî û azadîya takekes ev e ku, “ karîye derzîya xwe di
dilê dinyayê rake.” Wek netewperwerek
kurd di qada huner û zanist û yên din de li dinyayê deng vedane, xwe îspat kirîye. Bi wî hawî dê edebîyata me,
sînemaya me, muzîkê me, resîmê me, zanistên
me… ji ya fransizan, ya almanan, îngîlîzan, ameriqayan berztir, rasertir û
geştir bibe.
Lewma xwezî dawîya
Şêro ne kampek penaran bibûna. Dawîyê wî ressamek gewre hemû serdemê dinyayê bibûna.
Wek encam, ku em dixwazin heqê mîladbûna Cîranê bidin, divê
em dîtbarîya Mano Xelîl û vê fîlmê zêdetir
bikin, li ser niqaş bikin, bikin rojeva xwe, li ser binivîsîn. Giringîyeka din
a Cîran ev e ku di xwe de pradigmaya îdealîzasyona sînemaya kurdî dihewîne. Ku em em heqê Cîran bidin sinemaya Kurdî ne wek berî be!...
*Ev nivîs pêşî di Kovara Temaşeyî de hatibû parvekirin.