12 Aralık 2023 Salı

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

 

                                       


 

Ez dibêjim qey cara yekem e ku  nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê xwe romanek qerase dinivîse. Ev dîyarde, di edebîyata kurdî de destpêka nûbûnek e; şikandina aqil û hişê perçetî û lokalî ye, çêbûna pespektîfa niştimanî ye. Di dahatû de de ev dîyarde li seranserê niştîmanê de bibe tiştek jirêzê û normal e. Mînak nivîskarek Amedî li ser Îlamê, nivîskarek Sineyî li ser li Semsûrê, nivîskarek Çewligî li ser Kobanî, nivîskarek Koyî li ser Dêrsimê romanan binivisin.  

Ev Başûrî ye ku cara yekem li ser Bakur romanek dinivîse Bextîyar Elî ye. Nava romanê wî jî Dagirkirdinî Tarîkî ye wek  Dagirkirina Tarîtîye bo kurmancî hatîye veguhestin. Roman li Rojava ji alîya weşanxaneyê Şilêr û Neqş hatîye weşandin, li Bakur jî wek belavkarê sereke Pirtukakurdî ye.

Gelek alîyên  raserî û derasayîyên romana Dagirkirina Tarîtîyê hene ku hem hejaya ku hem jî mirov xwe berpirsyar hîs dike ku li ser wan binivîse. Di vê nivîsê de ez qala çend wan alîyên bikim.

Romana Dagirkirina Tarîtîye bi teknîka realîzma efsunî hatîye nivîsin, nivîskar bi vê teknîkê gelek mudaxaleyê realîte kirîye, realîte guherandîye Dagirkirina Tarîtîye romanek dîrokî ye,  piranî bûyeran di navbera  salên 1945 û 1980an de li Bakur û Tirkîyeyê derbaz dibe.Mijara roman ev e ku, di nav wan dîrokan de wek weba, corana, cuzam nêxweşîyek di nav tirkan de belav dibe; nijadprestek tirk ji sibeyek xew radibe, dibîne ku, tirkî ji xwe bîr kirîye, tene kurdî dipeyve. Wek wî nijadperest gelek mirovên din e ku xwe wek tirk pênase dikin, ji rojek şiyar dibin ku bûne ermenî, yûnanî. Mînak wek Umit Ozdag kesek rojek şiyar dibe, dibîne ku tirkî ji xwe bîr kirîye tene kurdî dikare qise bike. Roman li xwe li ser vê mijara trajîkomîkê ava dike ku  ve mijar ne mijareka ne halî û hazir e, mijareka fikirî û dîyakletîkî ye.

Roman wek zeman ji du beşên sereke pêk tê. Beşek ji salên 1945 ve, beşa din jî ji salan 1978 dest pê dike. Teqrîben di nav her du beşan de sî sal hene.  Wek xwîner em romanê de di nav du zemanan de dijîn, muqayesekirina û jêpirskirina du zeman dikin, li ser encamên, guhertinên du zemanan difikirin.

Kolonyalîzm wek tarîtîye hatîye sembolîzekirinê.  Di mêtingehek, kolonî de  kolonyalîstan çawa dijin, çi dikin, çawa tevdigerin, çi plan û programan dikin, li hemberê kolonîkirîyan de çi hîs dikin, di romana Dagirkirina Tarîtîye de em bersiva van pirsan dibînîn. Georgel Orwell jî di romana xwe Rojên Burmese de  em hewldana bersivdayina wan pirsan dibînîn la ferqa Orwell û Elî ev e ku Orwell kolonyalîst e, Elî kolonîkirî ye. 

Di Dagirkirina Tarîtîyê de Bextîyar Elî ser kurdên Bakur kûr bûye û wan problematîze dike.  Di romanê de vê tespîtê ku li ser me bû qe ji bîra min naçe “Komkujiya kurdan ya herî mezin ne Dêrsim û Agirî çêbû ya herî mezin li Stenbolê çê dibe.” Di romanê de Bextîyar Elî nîşane me dide ku çi zext, zordarî, asmîlasyon li ser me kurdan e, kîjan  barbarî û wehşetên encamên kolonyalîzm dijîn, çi guhertin û veguhertina di me de pêk tên û li hemberê dewleta tirk çawa tirsê xwe dişikîn û xwe subje dikin.

Wek mînak “ez çûm li Amedê qe kesek kurdî xeber nedide”  Em vê hevoka ji devê gelek Başûrî, Rojavayî, Rojhelatîyan ve dibihisin.  Bi vî avayî di jîyana rojane de ji tirkî axiftina Bakurîyan gîlî û gazindên xwe tînîn ziman. Bextîyar Elî, bi vê romanê Bakurî çima di jîyana rojanê de kurdî napeyvin? Bersiva vê pirsê dide. Wek awoqatek dide  me fehmkirinek di encamê dîyakletik û determenîzmek asmîlasyonek çawa de ev dîyarde çêbûye. Em Bakurî ji hêlê ve divê sipasîya xwe ji Bextîyar Elî bikin ku edî  hewce nake ku em xwe bibetîlîn û xwe bidin fehmkirin ku çima kes li amedê kurdî qise nake. Kî vê pirsê kir,  em vê romanê pêşnîyaz wî bikin. Ew tişt jî heye ku bersiv dayîna vê pirsê berî Bextîyar Elî, berpirsyarîya nivîskarên Bakurî bû, divê wan berî wî, romanek binivîsandana.

Bi vê romanê Bextîyar Elî ji alîyan din ve jî li ser tirkan,tirkîtî, dewleta tirk, kemalperestî kûr bûye. Di fokusê romanê de karekterên sereke tirk, tirkbûn, dewleta tirk, kemalîzm, bûyerên mezin ê wan deman.Jixwe Bextîyar Elî  netewa xwe ji her alî ve baş nas dike. Vê roman nişanê me dide ku tirkan jî gelek ji kûr ve nas dike. Ji ber vê dema ku vê romanê xwand min got qey Bextîyar Elî ji heft kal û pîrên xwe ve ji Bakurî ye, tişta balkêş ev e ku ji me Bakurîyan kûrtir û berfiretir wan nas dike.   

Em encamên kiryarên dewleta tirk û kemalîzm wek sîstema bi tîjî xirabî û wehşîbûnê, şîzofrenî, travmatikbûn, dînbûn, darwînîzma civakî, îskence, şîdet, blokebûna aqil û mantix, faşîzm, hepisxane, dînbûn,  kîn, nefret… di romanê dibînîn.

Pêşbînî û îdeaya min ev e ku ku Dagirkirina Tarîtîyê bê tirkî wergerandin hem ji bo edebîyata tirkî hem jî ji bo civaka tirk bibe wek miladek e. Dibê ku roman bê qedexekirin jî, Bextîyar Elî tûşî gelek nexweşîyan û lîncên giran bê.

Curetkarî û werêkîya  Bextîyar Elî gelek berz û raser e.  Bextîyar Elî, bi objektîfane, bêsansur û otosansur, bêtirs û fikar, hişazad û ramînazad li ser dewleta tirk, kemalîzm, tirkîtî kûr bûye. Bi vê romanê xwe dibêje “qral zit û bilit e”  Mirov dikare tirsonekî û necuretkarîya nivîskarên ku li Bakur fehm bike lê nivîskarên Bakurî yên ku li Ewropa dijîn, sed deh jî qasî Bextîyar Elî hata niha wilo nêzik tirkbûn, kemalîzm û dewleta tirk nebûna.

Em Bakurî di nav xwe de jî, di dilê xwe de jî, di aqilê xwe de jî nikarin li ser tirkan, tirkîtî, kemalîzm azad bifikirin. Di nav me de tirsa dewleta tirk ewqas  kûr e… Ji ber vê em nikarin epistemolojîyek jî  ava bikin.  Ev roman me Bakurîyan werektir û curetkartir bike.    

Em di romanê de  di nav xirabî, tarîtî de hewildana xelaskerî û pakmayîna takekesên dibînîn. Adorno dibêje“ di  jîyana xelet de rast nayê jîyîn” Di Dagirkirina Tarîtîyê de Bextîyar Elî di nav jîyana xeletî de mumkinbûna jîyan rast jêpirsyar dike. Ji vê hêlê ve hem bûye romanek gêrdûnî hem jî gelek zêdekarîyan ji bo niqaşên ontolojîk û felsefîk dike. Li dij Adorno Bextîyar Elî jî di romana xwe de digot “Di nav mirov de cîyek heye ku  tarîtî nikare li wir dagir bike.”

Kolonyalîzm ji erd hata asmîn ra dîyardeyek dij-heqiqat e. Romana Dagirkirina Tarîtîyê hewla serhildana dijî têkneçûna heqiqat e. Bextîyar Elî bi qudretê huner û edebîyat, nahêle ku kolonyalîzm serbikeve û hata û hatayê heqiqat têk biçe, nahêle ku başî û ronahî têk biçin.    

Bextîyar Elî bi vê romanê nahêle ku hewlên tunekirina zimanê kurdî serbikevin.Romana Dagirkirina Tarîtîyê, hewla tolgirtina zimanê kurdî ye ku li dij tunekirina zimanê kurdî(kurmancî û zazakî) de.     

Romana Dagirkirina Tarîtîyê ji bo edebîyata Bakur û civaka Bakurî ji gelek alîyan ve şoreşek û veguherandina gelek tiştan. Ji bo ku em heqê vê romanê bidin, pêwistî bi zêdetir niqaşan û xwendinan wê heye.

*Ev nivîs pêşî di malpera kurdshopê de hatibû weşandin.

Di Rêwîtîyek De Xwendina Heft Pirtukên Bi Kurmancî

 


                                    

Di meha Tebaxê de ji ber germa Amedî, min rêwîtîyek ber bi Stenbolê kir. Di rêwîtîya xwe de  min du heb bi tirkî heft heb jî bi kurmancî min neh pirtûk xwendin.Di vê nivîsê de ez dixwazim bi kurtasî qala cîyawazîya, başîbûnê pirtukên bi kurmancî bikim.

 

1.Kirmanşan û Amed Wek Hev in.

Di kitabên Abşûran û Demsala Nanê de Elî Eşref Dervîşyan epigrafîyê zoraktîya xwe wek çîrok nivîsîne. Li Kirmanşanê, di nav tunebûnan, rebenî, hejarî, şert û mercên giran de bi zimanek sade û şîrîn, bê ku bikeve kompleksa parsekîya hez û eleqa, xwe rebenîkirinê, ajitasyonê qala bajar,çemê Abşûran, malbata xwe, kultur, bandora dînê,  serpêhatî û   dinamikên zaroktîya xwe dike. Kîjan bajarê me dibe bila bile qe ferq nake her takekesê kurd dikare zaroktîya xwe di çîrokên wî de bibînê, bi çîrokên wî ber bi bîraya xwe zaroktîye bike.   Ev yekê jî nîşanê me dide ku, herçend sedan sal in sînor me perçe bikin jî,  zaroktîya Amedîyan û Kirmanşanîyan, yê Efrînîyan û Urmîyeyan, yê Selmasîyan û Xeneqînîyan, yê Dêrsimîyan û Dihokîyan wek hev in.

*Abşûran, Elî Eşref Dervîşyan(wêr. Cafer Açar), Nubihar, 2022.

*Demsala Nan, Elî Eşref Dervîşyan,(wêr. Zülfük Ergün), Nubihar, 2022.

 

2.Rêwîtîta Ber Bi Xorasanê

Cara yekem e ku li ser Xorasaneyê romanek dîrokî dixwînim. Nêzikê sed û pêncî sal berî li Xorasanê, li bajarê Fîrûzeyê, navbera egîd û mêrxasan kurdan û rûsan de şerek  donzde salî çê dibe. Roman wek temayên li hemberî rûsan em qehramanî û şervanîya kurdan, qehramîya jinên kurd,  têkilîya kurdan bi hev ra û bi derve ra, kultur û sosyolojîya wan wek muzik, lixwekirin, eşîrtî,  erîş û talanên turkmenan, îxanetê Şahê Qaçaran li dijî kurdan, erdnîgarîya Xorasaneyê pêk tê.  Bi saya vê romanê ez fêr bûm li Tirkmenistanê  hejmareke zêde kurdên celalî hene lê zimanê xwe wenda kirîye bi tirkmenî qise dikin. Li ser Xorasanê, roman di me de meraqek çêdike ku em ber bi mekanên romanê rêwîtîyek bikin.

*Berxwedana Qehremanan, Haşim Ferhadî,( wêr. Cimoyê Merûf), Nubihar,2021.

 

 3. Penaberbûn û Tunebûna Kompleksa Parsekiya Hez, Eleqe, Fehmkirin

Di roman Santiago de Compestela de em ji gelek alîyan ve halên penaberbûnê dibînîn: Penabertî hertim di arafê de mayîn e, perçebûyîn e, ber bi dînbûn ve çûyîn e, êşa bêwelatbûnê… Ciyawazîya vê roman ev e ku em di karekterên penaberên kurd de kompleks parsekiya hez, eleqe, fehmkirinê û kesayetîya ezik û reben nabînîn, karekterên romanê  xwe ji xwe Awropayîyan, fransizan qe kêm nabînîn li hemberê wan nakevin kompleksa xwekemdîtinê û  nivîskar Awropa, Fransa, Îspanyayê nafiroşe me.

*Ferhad Pîrbal, Santiago de Compestela,(wêr. Besam Mistafa) Avesta, 2015.

 

4.Çîrokên Estetizekirina Bi Devokê Serhedê

Standartizekirina zimanan wek mecburîyet e. Bivênevê dive zimanek bê standartizekirine. Lê standartizekirin jî ligel gelek probleman, krîzan, şokan tîne. Piranî caran standartizekirine zimanek mekanik û bêruhî çêdike.  Çimkî standartizikirin, di heman demê de tê wateyê lidervehiştinê û kujerîye dewlemendî ziman; bi standartizekirine gelek devok, peyv, qalib, ruhê ziman… li derve tê hiştin û pişte ra jî dimirin. Lewma divê em li vir vê pirsê bikin: Di standartizekirin zimanek de metoda standartizekirina herî bi têndirust çi ye û çawa ye?  Li gor raya min, divê  di standartizasyona  me ya kurdî de  “lidevrehiştin” tune be; li gor rastnivîs, îmla, qaîdeyan be ne li gor  peyvan, qaliban, devokan be.

Di kurdî de  di van salên dawî de hinek niviskar vegeriyana devoka xwe. Evdirehman Elçek jî di kitabê xwe ya Şiva Miriyan de vegerîyaya devoka xwe ya Serhedê. Bi şêwaza  Joun Rolfo*varî, wî devoka serhedê estetizekirîye, weku devoka serhedê bi ji nû ve afirandîye û berfirehtir û dewlemendtir kirîye.

*Şiva Miriyan, Evdirehman Elçek, Nubihar, 2020.

 

5. Wek Mekan Edebîyata Me Ya Gundî

Gelo edebîyata me ya bakurî çiqas, ji sedî çend bajarîbûne?  Wek mekan edebîyata çiqas nikara xwe bajarî bike û bi gund ra sînordar maye, xitimîye. Wek mekan ez ne dijî  gundîbûnê edebîyatê me ne, wek mekan ez dijî bajarînebûna edebîyata me ne. Di edebîyatê de  mekan wek ku  Xweda ye,  her tiştî dîyar dike; wek ziman, psikoloji, ezatiya karekteran, zeman, ruh…   

Di çîrokên Sal Mîna Bawişkan Derbaz Dibin de em vê dîyarkerîya mekanê dibînîn. Di vê kitabê de nivîskar dikeve di nav dinyayê karekterên xwe, binhişê wan, derhişê wan… hewl dide ku ji wan hêlan ve karekterên xwe teswîr bike û bide nîşandayîne. 

*Nîhatê Hecî Şakir, Sal Mîna Bawişkan Derbaz Dibin, Nubihar, 2022.

 

6. Çîrokên Zewqa Edebîyê Berz

Ez gelek caran rastî vê pirsê têm: Tu ji bo çi edebîyatî dixwînî? Ez bersivek gelek kurt didim: Ji bo zewqê edebî.  Zewqa edebîyê her berhemî ji hev cûda ye, ya hinekan qe tune ye, ha hinekan pir kêm e, ya hinekan orta yê, ya hinekan jî berz e. Niviskarê mezin dikarin bi berhemên xwe zewqa edebîyê berz bidin. Ji wan nivîskaran yek jî Mehmet Dicleyê ku,  di her çîroka “Ta” de  zewqa edebîyê berz dide.  Ligel zewqa edebîyê berz, li piştî xwendinê ew bi her çîroka xwe, bandoreke serobinker dihêle li ser xwîner, weku ku her çîrok bibe perçeyêk xwîner. Xwezî wî herî zêde di du salan de carêk kitabek biweşandana.

* Mehmet Dicle, Ta,Avesta, 2013.

*Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.

 

Dewlemendîyên Şûnwara “Çêştî Micêwir” a Mamoste Hejar



 

Pirtuka bîranînên Mamosta Hejar bi nava Çêştî Micêwir(2022) ji hêla Muhsîn Ozdemir hatiye bikurmancîkirin û ji alîya weşanxaneyê Peywendê hatîye weşandinê.

Berî ku ez Çêştî Micêwirê bixwînim, min got qey mamosta Hejar, tene şaîr e lê na…. Mamosta Hejar, şaîr, nivîskar, wergêrvan,  aktîvîstê sîvîl,  ferhengsaz, dinyager, pêşkar, radyoger, pêşmerge,  rêhelavê Mele Mistafa Berzanî…

Mamosta Hejar her çiqas piştî şêştî salîya xwe dest bi nivîsandina jîyana xwe kiribe jî, herçiqas dibêje gelek tişt nayê bîra min jî, lê bîranînên wî nîşane me dide ku bîra wî gelek xurt, zindî û geş e. Çêştî Micêwir, cureyek xwarînek e. Ji çend xwarînên ku  loqmayên ku ji wan zêde mane, ji tevlihevkirina wan lokman ra xwarînek çê dibe, jê ra dibêjin çêştî micêwir. Mamosta Hejar, nivîsandina bîranînên xwe dişibine wî xwarînê, qesta wî ev e ku ji jîyînên wî ra tiştek di bîra wî de mane, bi tevlihevî, berhevkirin û nivîsandina wan jîyînan e. Di bîranînên wî de  hinek cî, xal,  hene ku   mirov di dilê xwe de xwezîya xwe pê tîne ku xwezî wî ev cî, ev xal  zêdetir li ser bisekiniyan û izeh bikirana. Hezaran heyf e ku  bîranînên wî  netemambûyîyî  û wek taslak mane.  Lê bi wî halê xwe jî bîranînên Mamoste Hejar bêhempa, giranbuha, cîyawaz în.

Di nav otobîyografînûsî de cîyawazî bîranînên Mamosta Hejar ev in ku yek; bi detay û hûrgîlî ne, du; vegotina bîranînan  ne  bigiştîker in, îzehker û tewsirker in, sê; ji hêla mijar û fokusan ve piralî ne wek kultur, jîyane rojane, rewşa edebîyata kurdî, potreye rewşenbîr û nivîskar, şaîr kurd… ûwd.

Ez  bîranînên mamosta Hejar dişibimqadek arkeolojîk; şûnwarek qedîm, dewlemend. Çimkî di bîranînên wî de ji hêla kultur, civak, jîyana rojanê,  entelîjansîye kurdî,  serdema xwe, şoreşa Barzanî, serxwebûna Komara Kurdistan,  karekter û kesayetîya kurdan, derheqa çar perçeyên Kurdistan,  sosyopolîtîkê konjektorê  tê de jîyaye, sosyolojîya kurdî, edebîyata kurdî… gelek xalên, hûrgîlîyên balkêş,  bêhempa û giranbuha hene.

Bermahîyên bîranînên mamosta Hejar de di xwe de xezîneyê  mezin û gewre dihewînîn. Hûrgîlî û detayên Çêştî Micêwir çirûsk û îmgeya romanek, çîrokek, fîlmek dide mirov. Ji ber vê divê xwîner wek arkeologek nêzî bîranînên mamosta Hejar bibe û li ser wan xwendin bike û hûr bibe. 

Ji Çend hêlan ve kategorîzekirina Çêştî Micêwirê:

1.Jîyana mamoste Hejar

Jîyana mamosta Hejar di nav têkçûn û serhildan, bisifirbûyîn û înşakirinê de ye. Bi hûrgîlî behsa zaroktîya xwe, dema Komara Kurdistanê, rojên birçîmayînên xwe ya Baxdatê, salên xwe Rojava, rojên xwe yên Beyrud, Ewropa, Moskova, Bakû, Taşkent, Silêmanî, Cizîrê, di salên pêşmergetî de kêlîyên ku bi mirinê ra rû bi ra hatîye, qala hevre û hogir, têkilîya xwe bi entelîjansîye û sîyaseta kurdî ra, bengîbûna xwe ya kitabana, cara yekem di naşitî ya xwe de nasîna xwe bi Hêmin ra  û çawa henekê xwe bi helbestên wî ra kirîye, li piştî bîst û du salan, rasthatina xwe bi Hêmin ra, dilsozî û fedekarî hevjîna xwe, di nav şer de behsa karên xwe  entellektuîl, rojên xwe yên Kerecê dike.

2.Jîyana rojane

Di Çêştî Micêwir de bi detay qala jîyana rojane ya Komara Kurdista, Silêmanye, Baxdat, Qamişlo, Beyrûd, Parîs, Moskova, Bakû, Erîvan dibe. 

3.Ekonomî

Çêştî Micêwir derbarê sosyoekonomîye serdema xwe de gelek malûmat dide me. Çîna axa û şêxan, çîna feqiran, çîna gundî û bajaran. Hesen Kizilcî, di pirtuka xwe ya Kena Parsek de qala vê sosyoekonomîye dike.

4. Kultur

Di Çêştî Micêwir herî zêde derheqê kulturê serdemê wî de em dibin xwedî zanîn û fehmkirin: Li ser kulturê Cihû, Asurî, Tirkmen, Ereb, Kurd, Êzdî, Tirk, Îranî, Rûs, Fransiz, Azerî, Acem,Ermenî… û li ser wek mijarên qedexebûn û wendabûna,  çapkirina pirtukan, kirîna xeternakîya matba,çanda û menderese û feqîtî, suçdarkirina casûsî, giringîya radyo, xwendina kitaban û rojnameyan bi pere, di navbera mezheban de nefreta ji hev kuştin… Romannûs dikare pişta xwe bide Çêştî Micêwir û li ser wan wextan  romanan binivîsin.

5. Potreyên Entelîjansîyayê Kurdan

Di Çêştî Micêwir derheqa jîyana rewşenbîr, şaîr, nivîskar, entellekteulên kurdan û zanyarên ku li ser kurdan dixebitin û yên ereb, fars û tirkan de  gelek  agahî dide. Jîyana penabertî, parsekî,bêperetî, bêkarbûn a rewşenbîrên kurdan, têkilîya wan bi hevdû ra, zext û zordarî, sansurê dewletên dagirkerên li ser rewşenbîran… Wek Kanî, Pîrêmerd,  Goran, Faîq Bêkes, Qedrî Can, Mala Haco, Cigerxwîn, Nureddîn Zaza, Dr. Nafiz, Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Hesen Qizilcî, Zêbihî, Hiznî Mukrîyanî, Qasimlo, Mela Mistafa Berzanî, Celal Telabanî, Îbrahîm Ehmed, Qanatê Kurdo…

6. Rêwîtî û Dinyagerî

Mamoste Hejar di emrê xwe de ber bi gelek welat û bajaran  rêwîtî kirîye wek çar perçeyê Kurdistan, Îran, Irak, Surî, Lubnan, Misir, wek Fransa, Almanya, Îtalya, Yewnanîstan, Romanya welatên Ewropa, Azerbeycan,Ermenîstan, Asya Navîn, Rusya û Silêmanye, Hewlêr, Cizir, Qamişlo, Baxdat, Şam, Halep, Beyrud, Moskov, Paris, Berlin, Erîvan, Bakû, Taşkent….

 

7.Konjonktûrê Serdemê

Di Çêştî Micêwir de  derbarê konjonkturê serdemê  de wek polîtîk, sosyolojîk, antropolojîk, real polîtîk wek xebatek zanistên sîyasî em gelek detay balkêş û cîyawaz fêr dibin. Di peywenda Çêştî Micêwir de em vê serdemê dinêrîn, em dibînîn ku kurdên feqir û gundî li binê hegemonyaya şêx û axayan de,  hêzên kurdî kurd di navbera Rûs û îngîlîzan de difetisîn, sîyaseta me jî  di nav komînîzm  û rejîma dewletê de xitimîyîye. 

 

8. Xebatên Rewşenbîrî û Hunerî yê Kurdî

Di  Çêştî Micêwir de ji alîya xebatên rewşenbîrî, hunerî, kurdnasî, çapemenî, kovargerî, rojnamegerî, radyogerî, helbestê  kurdî ve gelek  malûmatan berfireh û kûr hene.  Wek kovarên Nîştîman, Helale, Kurdistan, Gelawêj, Ronahî, Hawar…

 

9. Bûyerên Dîrokî

Çêştî Micêwir  derheqê gelek bûyerên dîrokî kurdan de  me ronî dike. Ji hêla dîroknûsî ra Çêştî Micêwir  çavkanîyek kêrhatî ye.

 

10. Problematika Kesayetî û Karekterên Kurdan

Çêştî Micêwir li ser  fikirîn û analîzkirina kesayetî û karekterên kurdan de gelek mînakên balkêş pêşkeş me dike. Dema ku min Çêştî Micêwir xwend  romana  “Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir” a Bextîyar Elî hat bîra min. Dema ku em di Çêştî Micêwir de dinêrîn kesayetî û karekterên  nîvîskar, rewşenbîr, gundî, xwende, zana, serokê  wek karekterê Apê Cemşîd gelek zû diguherîn. Mînak tu dinêrî, di dema şoreşê de fermandarek payeberzê pêşmerge, piştî şikandina şoreşê de bûye karmende dewletî.

 

Bi kurt û kurmancî Çêştî Micêwir ne wek behr û derya wek oqyanûs e.

 *Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.


Qonaxên Gewrebûnê Di Fotografgîriyê De

 

                                    

 

Bi min îro zanîngehên herî mezin ên dinyayê ne zanîngehên wekî MIT, Cambridge, Oxford, Harvard, Stanford, Imperial College Londra, ETH Zurih, Zanîngeha Neteweyî ya Singapurê(NUS), University College Londra û Zanîngeha Berkeley Kaliforniyayê ne, lê belê YouTube e.  Îro zanîngeha herî mezin a dinyayê YouTube e çimkî  mirov dikare ji YouTubeê xwe fêrî her tiştî bike. YouTube dikare ji bo her qadê û mijarê mamostetiya me bike, me zana û ronî bike. Li gorî pêwendî û eleqeya xwe, car caran ez ji YouTubeê xwe fêrî mijarên cure bi cure dikim.  Di van rojan de jî ez hewl didim ku xwe fêrî fotografgîriyê bikim. Ji bo wê, li ser YouTubeê min derbarê fotografgîriyê de li gelek vîdeoyan temaşe kir û min gelek nîşe girtin.  Ji aliyekî din ve jî ez li ser fotografê, fotografgîriyê difikirim û diponijim. Di encama wan pratîkên min de ji bo bûyîna fotografgîrekî gewre têgihîştinek û zanîneke min çêbû.  Di vê nivîsê de ez dixwazim vê zanîn û têgihîştina xwe wekî çar qonaxan bi we re parve bikim. Dema ku mirov di wan çar qonaxan de xwe ber bi pisporbûnê ve kemiland, dikare fotografên resen û ciyawaz bigire, bibe fotografgîrekî gewre.

 

1.Bi Awayekî Teknîkî Nasîn û Zanîna Makîneya Fotografan

Makîneya ewilîn a fotografan, du sed sal berî niha, teqrîben di salên 1820î de li Fransayê hat îcatkirin. Di peresana makîneya fotografan de sê qonaxên sereke hene. Di qonaxa destpêkê de makîneyên fotografan reş û spî, di qonaxa duyem de makîneyên fotografên rengîn, di qonaxa sêyem de jî  makîneyên fotografên dîjîtal. Qonaxa duyem di destpêka sedsala bîstemîn de, qonaxa sêyem jî piştî sala 1990an çêbûye.

Di eslê xwe de fotografgîrî ji aliyekî yekem ve pisporiya nasîn û zanîna bikaranîna makîneyan e.

Ji bo bûyîna fotografgîrekî gewre: Yek, bi awayekî teknîkî teqez divê fotografgîr peresana makîneyên fotografan bizane; divê bizane ku di dîrokê de makîneyên fotografan çi veguherîn û guhertin derbas kirine, divê makîneyan têra xwe nas bike. Bi teknîkî di nasîn û zanîna bikaranîna makîneyan de ez bi xwe qet makîneyekê nas nakim, nizanim ciyawaziyên wan, kalîteyên wan, ferq û nuansên wan çi ne. Di vê peywendê de, mirov dikare ji hevalên xwe û mirovên xwedî tecrubeyên fotografgîriyê sûdê wergire û xwe ronî bike. Du, bi awayekî teknîkî divê mirov di bikaranîna makîneyan de zana û pispor bibe, termînolojiya makîneyan û fotografgîriyê bizane, hakimê eyarên hundirîn ên makîneyan be; taybetmendî, ferq, nuansên makîneyan ên kevn û nû bizane yên wekî diyafram, ISO, navbera dînamîk,  flash, lens, fîltre, enstantane, megapîksel… Bo nimûne, heke tu eyara teknîka girtinê bizanî, tu dikarî bi vê zanîna xwe dîmenekî estetîktir û rasttir bigirî, lê belê kesê ku wê eyarê nizanibe dê têk biçe. Sê jî, ji bo girtina dîmenekî, divê mirov bizane kîjan makîneyê, lens, fîlter, diyafram, iso… bi kar bîne. Mirov di kîjan qadê de fotografgîriyê bike, divê li gorî wê qadê makîneya fotografan, ekîpmanan bikire, bo nimûne ji bo fotografgîriya mîmariyê, divê bizane kîjan makîneyê û ekîpmanên wekî lens û fîltreyê bikire. Dema ku mirov di xala yekem û duyem de hoste be, dikare di vê xalê de jî hoste be. Hostebûna wê xalê bi yekem û duyem re têkildar e.  

 

2. Bi Awayekî teknîkî Zanîna Girtina Fotografan

Wekî teknîk zanîna şert û mercên girtina fotografgîriyê. Di girtina fotografan de pêwîstiya zanîna hinek xalên sereke heye: Ronahî, goşe û kompozisyon. Fotografgîr divê di zanîna wan xalan de xwe   pispor û hoste bike. Di nav wan de, a herî giring zanîna ronahiyê ye, bi awayekî fîzîkî zanîn û nasîna ronahiyê. Ji ber wê, tê gotin ku fotograf ronahî bi xwe ye. Piştî ronahiyê, di girtina fotografan de zanîna goşeyan tê. Divê mirov bizane di kîjan goşeyan de sûretan bigire, ronahiyê tê de bi cî bike, bo nimûne bizane nîvrokî an nîvê şevê fotograf ji kîjan goşeyan ve tê girtin.  Dema ku mirov di ronahî û goşeyan de bû hoste, divê bikare bi vê hostetiya xwe kompozîsyon-estetîkê biafirîne.

 

3.Diyarkirina Konseptê

Fotografgîr, piştî wextekî divê konsepta felsefeya fotografgîriya xwe diyar bike. Divê kûr û hûr bersivên pirsên wekî van bide:  Ji bo çi ez fotografan digirim? Ez hewl didim bi fotografan çi nîşan bidim? Fokusa fotografgîriya min çi ye? Min çi dîtiye ku ez bi fotograf nîşan didim? Di fokusa  fotografgîriyê min de çi heye? Di fotografgîriyê de perspektîf û nêzîkbûna min çi ye û çawa ye?

 

4. Xwedîbûna Şiyana Dîtinê

Fotografgîr di wê qonaxê de dikevin bêjingê. Resenî, ciyawazî, gewrebûna fotografgîrekî di wê qonaxê de derdikevin holê. Ev qonax di têkiliya nêrîn û dîtinê de xwedîbûna şiyana dîtinê ye.

Bi min fotograf di têkiliya nêrîn û dîtinê de xwedîbûna şiyana dîtinê ye. Her kes dikare binêre lê kêm kes dikarin bibînin. Ara Güler di gotûbêjekê xwe de fotograf wekî “hezkirina nêrînê ye” (Bakmayı sevmektir) pênase dike û dibêje fotograf “dîtin” e. Herwiha vê mînakê dide; kesek ji malê derdikeve, rojekê li hemû bajar digere û tiştekî nabîne lê kesek ji malê derdikeve, heta dikanê an firneyê diçe û gelek tiştan dibîne.

Mirov dikare bi kursan û perwerdeyê, xwe fêrî qonaxa yekem û duyem bike. Lê qonaxa sêyem qethiyen bi kursan û perwerdeyê re na, lê belê bi paşxana fotografgîr re ango bi kesayetî, ezayetî, qabîliyet, xwendin, temaşekirin, felsefe û îdeolojiya wî re têkildar e. Îdîaya min ev e ku Ara Guler (1928-2018) ne ermen lê tirkek bûya nikaribû bibe fotografgîreke ev qasî tekane û gewre. Çimkî êşa wê ya ermenbûnê, perwerde û paşxana wê ya ermenbûnê ew afirandibû, kiribû Ara Guler.

Di bitûniya pisporbûn û hostebûna di çar qonaxan de mirov dikare bibe fotografgîrekî gewre, derrêzê û ciyawaz.

 *Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.



Lîstika Înfazê û Mimkûnbûna Guherandina Civakê

 


 

Piştî Amed, Batman û Wanê, li Bakur navendeke din a şanoyê li Kurdî zêde bû. Li Mêrdînê Şaneşîn Performansê mekana xwe vekir û sehneya xwe ava kir. Piştî lîstikên Bêcirr û Penceşêrê, ew di mekana xwe ya nû de bi lîstika xwe ya nû Înfazê li pêş temaşegeran e.

Înfaz lîstikeke parodîk e, perdeyek e û nêzî seatekê dikişîne.

Di Înfazê de çar listikvan hene: Midûr, Çawîş, Mele û Jinik. Ev her sê zilam hewlê didin îdama jinikê pêk binîn lê çi dikin çi nakin mirina jinê pêk nayê. Bi teknîka realîzma efsûnî ew jin namire û her ji nû ve zindî dibe, vedijî. Lîstik li ser wê absurdîyê ava bûye.

Çar lîstikvan temsîla çar strukturên civakê ne: Jin, dîn, îqtîdar û hêzên ewlehîyê. Nemirina jinê di nav wan de dibe krîzeke antagonizmayî, rê li ber kilîtbûn û xitimîna sîstemê vedike.

Bi vegotina flashbackê em fêr dibin ku sûcê jinê çi ye: Ew ji mala xwe derketiye çûye malê zilamekî zewicî, çend saetan li wir maye. Ev kirin dibe sedema îdamkirina wê.

Pêşî wer xuya dike ku di fokusa Înfazê de tenê jêpirsîna zayenda civakî, sîstema pederşahî û exlaq hene lê na!.. Lîstik bi giştî pergalê, civakê jê berpirsîyar dike.

Înfaz bi wê jêpirsînê, mimkûnbûna guherandina civakê problematîze û nîqaş dike.

Înfaz pirseke kûr û giran bi temaşeger dide pirsîn. Pirseke ku nakokîyan bişikîne. Ger em karibin bersiva wê pirsê bidin, rewşa îro dê biguhere û dêrîyên civakeke nû wê vebin.

Pirs ev e: Di lîstikê de xitimîn û kilîtbûna sîstemê dê çawa bê çareserkirin, mimkûnîya guherandina civakê çawa dê pêk bê?

Xitimîn û kilîtbûna sîstemê encax bi guherandineke radîkal dê pêk were.

Em di lîstikê de bandora dînbûnê jî dibînîn. Bi guherandina şîroveya dînîtîyê re hewldana şikandina kilîtbûnê û vebûna xitimîna sîstemê heye. Ji ber ku jin 'dîn' bûye, wekî Michel Foucault, Mela dibêje "îdamkirina jinê ne rast e". Lê hewldana Mela, nabe çare. Bi hinceta 'dînbûnê' Mela hewlê dide wê kirina jinê meşrû bike. Wekî ku Foucault dibêje "îqtîdar, sîstem kengî li hemberî pratîkekê xitimî, bi etîketa dînbûnê krîza xwe çareser dike û ji nû ve xwe meşrû dike."

Mimkûnbûna guherandina civakê, çareserîya xitimîn û kilîtbûna sîstemê çi ye?

Bi min bersiva vê pirsê bi guherandina îqtîdarê re têkildar e. Ji bo guherandina civakê, çareserîya xitimîna civakê ew e ku berî her tiştî divê îqtîdar bê guherandin. Çimkî her tiştî îqtîdar tayîn û dîyar dike. Dema ku îqtîdar, form biguhere civak, naverok jî diguhere.

Îro Swêd, Norwêc, Fînlandîye… demokratîkbûn û azadîxwazîya civaka wan ji îqtîdara wan tê. Dema ku dewletek demokratîk û azadîxwaz be piranîya civakê jî wisa dibe. Îro dewlet faşîst be civak jî faşist dibe. Ma îro dewleta tirk biguhere, civaka tirk jî naguhere? Mînak: Îro ji bo dîndaran meseleya hevzayendîyê krîzeke mezin e. Ku îro, îqtîdara dînê Mesihî, Vatîkan hevzayendîyê azad bike, ew krîz jî ji bo dîndaran wê nebe meseleyeke jirêzê?

Lêbêle guherandina îqtîdarê dê çawa pêk bê?

Di lîstikê de guherandina îqtîdarê; ango Midûr çawa dê pêk bihata? Çawîş û Mela bi hev re çiqas dikarin Midûr biguherînin? Lê pêşî guherandina Mela û Çawîş dê çawa pêk were? Li vir ev pirs derdikeve: Takekes/ferd çiqasî dikare îqtîdarê biguhere, demokratîk û azadîxwaz bike û takekes bi xwe çawa dikare xwe biguherîne?

Lîstika Înfazê bêyî ku bikeve xapa sloganîk û ajîte, ji bo guhertina îqtîdarê û takekesan dikare çi pêşnîyazan pêşkêşî me bike? Wek temaşeger em dikarin çi pêşnîyazan li wan bikin?

Şaneşîn Performans ji niha ve bi xebatên xwe geşbînîyekê çêdike ku bibe navendeke berz a şanoya Kurdî…

 *Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.

Peter Zumthor û Sêrt

 



 

Mîmariya modern, ji destpêka 1900î ve dest pê kir û heta sala 1960î dewam kir. Ji sala 1960î ve heta îro jî mîmariya post-modern hebûna xwe dewam dike. Her çi qas bingeha esasî ya post-modernîzmê ji sedî sed azadiya takekesî be jî; li gorî dilê takekes be jî, azadiya absurdbûn û tewşomewşobûnê be jî post-modernîzm di rastiyê de ne ji sedî sed azadî ye. Azadbûna post-modernîzmê bi xwe di xwe de  pergalekê dihewîne. Di nav sînorên wê pergalê de azadbûnê dide takekes. Post-modernîzm di îhlalkirin û derbaskirina sînorên xwe de gelekî hişkperest e. Lewma di nav cîhana mîmariya îroyîn  de jî  nêzîkbûneke ciyawaz, helwesteke nelirêyî, kesayetiyeke derrêzê û hewleke nûger nayên dîtin, qebûlkirin û hezimkirin. Dema ku tu ne li gorî pergala post-modernîzmê bî, tu ciyawaz, nelirê û derrêzî bî, post-modernîzm wekî ku tu tune yî tevdigere, tu lidervemayî yî, di fîlmê The Fountainhead (1949) yê King Vidor de em çîrokên lidervemayîna mîmarekî nelirê, derrêzê temaşe dikin, film nîşanî me dide ku êşa xwebûn, ciyawazbûn, nelirêbûnê û bedelê xwe-danqebûlkirinê çi qasî giran e.

Digel hemû hişkperestiya post-modernîzmê, di cîhana mîmariya îroyîn de dengên rengîn, nêzîkbûnên ciyawaz, helwestên nelirê, kesayetiyên derrêzê hene û di dawiya dawî de ew kes bi karên xwe, bi hunerên xwe, xwe bi post-modernîzmê û dinyayê didin qebûlkirin. Ji wan kesan yek jî mîmar Peter Zumthor e (1943), Peter Zumthor têra xwe ciyawaz, nelirê û derrêzê ye… ji Swîsreyê ye, li gund dijî, karên xwe, berhemên xwe li gund diafirîne.  Di mîmariya dinyaya îroyîn de ew bi tena serê xwe, li hemberî post-modernîzmê bûyê wekî ekolekê, reqîbekî, mîmariya wî ji gelek aliyan ve tê problematîzekirin.

Du taybetmendiyên sereke yên mîmartiya Peter Zumthor hene. Yek, dema ku wî avahiyek çêkir, ew avahî wekî ku ji mêj ve li xwezayê be, qethiyên divê ev avahî li xwezayê wekî pîne, kerixî, dinyanedîtî neyê xuyakirin. Ew armanc dike di navbera xweza û mîmariyê de yekîtiyek, ahengek û bitûniyekê çêke, di karên wî de em detayên pêkanîna vê armancê dibînin. Du jî, dema ku wî avahiyek, xaniyek an malek çêkir, divê her pencereyeke wê avahiyê li bergeheke xweştir û rengîntir vebe, her pencere dinyayeke ciyawaz û nû bibîne.

Bi otostopê ji Amedê derdiketim rê, heta Stenbolê çûm. Di navbera Meletî û Qeyseriyê de tirekê ez rahiştibûm. Şofêrê tirê jî ji Qeyseriyê bû, perspektîfa wî gelekî fireh bû, têra xwe dinyadîtî bû, wî dizanîbû ji jiyan û dinyayê keyf û zewqê bistîne, di nav sohbetê de ji min re digot; min gelek dixwast li dinyayê bigerim lê qet derfeta min tune bû, min ji xwe re got; divê ez karekî bikim ku bi wesîleya vî karî ez bikaribim li dinyayê bigerim. Ji ber wê ez bûm şofêrê tirê, bi xêra şofêrtiyê ez li hemû Ewropa, Asya, Rojhilata Navîn geriyam. Sebaret bi mîmariyê, ez ji wî hûrguliyeke harîqulade û cewherî fêr bûm. Wî zeviyek nekiriye çargoşe, tê de xaniyekî bêzewq lênekiriye, ji Holandayê plan û proje aniye, li gundê xwe ji xwe re xaniyekî bi tîpa holandayî çêkiriye. Digot; xaniyekî ku te çêkir, divê bi ti hawî tu tê de aciz nebî; sil, bêhedar, diltengî û bêhnteng nebî.

Ne tiştekî muezem e? Înşakirin û çêkirina xaniyekî, mekanekî, avahiyeke ne acizker û ne bêhntengker… Ev raman di înşakirin û çêkirina xaniyekî, avahiyekê û mekanekî de divê bibe prensîb. Divê li gorî wê prensîbê mekan û avahî bên çêkirin û înşakirin.

Bi raya min, Peter Zumthor jî tam bi vê prensîbê berhemên xwe diafirîne, xaniyan çêdike. Di berhemên wî yên mîmarî de acizî, bêhedarî, bêhiwîbûn û bêhntengbûn tune ne.

Heke xwîner pirs bikin û bibêjin ka Peter Zumthor û Sêrt çi eleqe û di nav wan de çi têkiliyek heye; ez nîşan bidim bê ka di navbera wan de çi têkiliyek, çi eleqeyek heye.

 

 

Berî demekê, min rêwitiyek bo bajarê me Sêrtê kir.  Sêrt ji du aliyan ve gelek li xweşa min çû, min jê hez kir.

Li Sêrtê hebûna çayxaneyên şîrîn û dilgerm gelek xwe dide xuyakirin. Hebûna çayxaneyan bajar zindî dikir. Bi çayxaneyan di bajêr de zindîbûn hebû, ne wekî bajarekî mirîbû. Yek, digel polîtîka û pratîkên tirkkirina Sêrtê yên bi riya dîn, Sêrt bajarekî kurd û kurdî bû, ruhê kurdewariyê xwe gelek dide hîskirin. Herçiqas ji sedî siyê Sêrtê ereb jî bin, li Sêrtê kurdî serdest bû, di sûkê de devokên Botî, Xerzî û Koçerî diketin nav hev, harmoniyek û ahengeke xweş xwe digihand guhê mirov, cil û bergên neteweyî yên kurd di jiyana rojane ya Sêrtê de zindî ne.

Du jî xweşikbûn û îhtîşama xweza, hişmeta hawirdor û heybeta cografyaya Sêrtê ez mest kirim. Wekî bajar Sêrt, wekî ku di nav îhtîşam û heybeta çiyayan de hatiye avakirin...

Têkiliya Peter Zumthor û Sêrtê xwe li vir dide dêr. Mirov dikare xaniyekî, avahiyekê li Sêrtê çêke, her pencereya wî xaniyî li îhtîşamek, hişmetek û heybetekê vebe; xaniyekî ku di tu hal û karî de tê de acizî, bêhntengî, bêhedarî tune be….

Ji hêla mîmarî û peyzajê ve Sêrt bajarekî çawalêhato bû, ji estetîkê gelekî dûr bû. Qet xaniyek, avahiyekî ku di xwe de zewqên berz dihewand bi ber çavê min neket.

Ji hêla mîmarî û peyzajê ve, Sêrt qet nikaribû heqê îhtîşam û heybeta xweza û cografyaya xwe bide.

Em hêvî bikin ku ev nivîs bibe wesîle ku şexsek, ferdek xaniyekî Peter Zumthorwarî li Sêrtê çêke. Bi hêviya ku Sêrt bi temamî bibe bajarekî Zumthorwarî!...

*Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.

Theodor Herzl Îro Kurd Bûya

 


Di nav dîroka cihûyan de giringî û ciyawaziya Theodor Herzl çi ye?

Wekî çend detayan dîroka cihûyan a berî sala 1880 dizanim. Lê piştî wê salê, dîroka cihûyan, rewşa wan a sosyopolîtîk ez bi awayekî firehtir dizanim. Di demên dawî de min li ser dîroka nêz a cihûyan çend kitêb xwendin: Dewleta Cihûyan (2021) ya Thehodor Herzl, Meseleyeke Giring (2022) a Eliezer Ben-Yehuda, Jiyana Min a Golda Meir,  Kudüs… Ey Kudüs (2018) a  Larry Collins û Dominique Lapierre.

Mirov dikare dîroka cihûyan bike sê qonaxên sereke; pêş-sirgûnê; derxistina cihûyan ji Fîlîstînê û belavbûn wan a li çar aliyên dinyayê, paş-sirgûnê û avakirina dewleta Îsraîlê. Qonaxa paş-sirgûnê jî di nav xwe de ji çend qonaxan pêk tê; wekî di sirgûnê de berî îslamê, dema îslamê, serdama navîn, serdema modernîzmê… Şoreşa Fransizan ji gelek aliyan ve rêveçûna dinyayê, neteweyan, însanan, civakan, kulturan û gelek diyardeyên din serobin kirin û guherandin. Ji wan diyardeyan yek jî rewşa sosyolojîk û konjuktorî ya cihûyan li Ewropayê bû; berî Şoreşa Fransizan, cihû li Ewropayê di gettoyan de dijiyan, têkiliya wan bi bajêr re, ketina wan a nav civakê bi destûrên hezar zehmetî çêdibûn. Şoreşa Fransizan, cihû ji girtîgehên gettoyan derdixistin û daxilî jiyana bajarên Ewropa dikirin. Lê vê diyardeyê jî bi xwe re gelek problem û krizên nû anîne.  

Di wan deman de dema mirov digot cihû; du tişt wekî hêma dihatin hişê mirov; yek, tîcaret ango zengînî, du jî, mirovên serkeftî, deha û gewre yên wekî entelektuel,ekonomîst, mihendis, mîmar, hunermend, zanyar… Sedem ev e ku li Ewropayê ji bilî bazirganî û entelektueliyê nehiştin ku cihû karên din bikin. Ku tu dixwest xwe bi ewropiyan bidî qebûlkirin, diviya an tu bibî deha, entelektuelekî gewre an jî bibî dewlemendekî mezin. Hem ji ber serketin û hêzbûna madî hem jî ji ber serketina entelektueliya cihûyan li dijî wan li Ewropayayê diyardeya antî-semîtîzmê derket holê. Di dawiya dawî de antî-semîtîzm bû sedema Holokostê; jenosîda cihûyan…  

Ji piştî salên 1850î ve di nav xwende, nivîskar, rewşenbîr, entelektuelên cihûyan de li ser meseleya cihûyan, wekî şewbê berbelavbûn û harbûna antî-semîtîzmê, li ser rewşa wan a sosyopolîtîk, dahatûya wan  nîqaşên cure bi cure çêdibin. Di wan nîqaşan de du alî hene, aliyê cihûyên sosyalîst, komunîst, antî-siyonîst, li aliyê din jî cihûyên siyonîst hene. Cihûyên sosyalîst dibêjin sosyalîzm çareserî ye û dê me azad bike, cihûyên sosyalîst dişibin kurdên ku îro demokratîkbûna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê diparêzin lê cihûyên siyonîst azadiya xwe di sosyalîzmê de nabînin, lê nikarin çareseriyeke misoger, daîmî jî pêşkeş bikin. Ciyawazî, curetkariya Theodor Herzl ji vir derdikeve holê, Herzl dibêje divê cihû bibin xwedî dewletekê, hekena tu çareseriya din nabe çareseriyeke daîmî û misoger.

Jixwe xeyala du hezar salî ya cihûyan hebû ku welatê ku du hezar sal berê jê hatine sirgûnkirin, careke din lê vegerin. Ev di nav cihûyan de wekî xeyaleke nemumkin, bêîmkan û razber bû, kesî ji pêkhatina wê xeyalê bawer nedikir, ne xeyaleke geşbîn bû. Curetkarî û ciyawaziya Herzl ev e ku ew xeyal şênber û geşbîn kir, pêkhatina wê xeyalê wekî çareseriyeke daîmî û misoger pêşkeş kir. Çareseriyeke ku ji bo her kesî bêîmkan, nemumkin e, wekî mûcîzeyê ye lê Herzl wê çareseriyê pêşkêş dike. Di nav xwende û rewşenbîrên cihûyan de yekane deng Herzl e ku dibêje ku divê cihû bibin xwedî dewletek. Yek, em bi pereyên dewlemendên cihûyan ji xwe re axekê bikirrin, bikin dewleta xwe, mînaka Arjantînê di rojevê de ye, du jî kirrîna axa Fîlîstînê lê ew çend qat zêdetir bêîmkan tê.

Ew çareseriya xwe wekî kitêbekê bi navê Dewleta Cihûyan diweşîne. Ev xebat ji hêla Fexriya Adsay ve li kurmancî hat wergerandin û ji weşanên Avestayê hat weşandin.

 

Herzl ji ber wê çareseriya xwe di nav cihûyan de wekî dîn û xurifî, şîzofren, wekî ku aqilê xwe wenda kiriye tê dîtin. Hema hema kesek baweriya xwe bi Herzl nayîne. Ji wî re dibêjin dev ji wan tiştan berde. Lê Herzl di armanca xwe de ew qasî geşbîn e ku qet guh nade kesî û bi ya xwe dike. Geşbînî; berî ku tu dest bi karekî bikî, ji xwe bawer dikî ku tu yê bi ser bikevî.

Di wan rojan de min Günlükler (Rojnivîsk), 1. Cîlt (2023) a Theodor Herzl xwend. Di Günlüklerê de tenê du tişt hene. Yek, temam em cihû bibin xwedî dewletek, çareseriya daîmî ev e lê divê dewletek çawa be, Herzl ji her aliyî ve hûr û kûr difikire, hewl dide bersiva wê pirsê wekî projeyeke bêxeta, planeke rêk û pêk şênber bike.  Du jî ji bo realîzekirina wê çareseriyê, Herzl hewl dide ku wê çareseriyê înşa bike û pêk bîne, bike rastî. Ji ber wê jî ew bi her cureyî networkan çêdike. Herzl tê paytexta Osmaniyan Stenbolê, dixwaze bi Siltanê Osmanî re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo kirrîna xaka Fîlîstînê Siltanî îqna bike û pere bide Osmaniyan, bi pere Fîlîstînê ji Osmaniyan bikire lê li vir cîlda yekem a pirtûkê diqede.

Di eslê xwe de Günlükler 1. Cilt nîşanî me didin ku kitêba Dewleta Cihûyan di nav şert û mercên çawa de derketiye.

Gelek avantajên me kurdan ji cihûyan hene. Cihûyan ji tunebûnê hebûna welatekî û dewletekê, zimanekî afirand. Bo nimûne; çola Necef kirin deşteke avî. Ya me welat û ziman heye em li ser wî dijîn lê dewlet tune ye. Em di welatê xwe de bêwelat in, ew jî tam tê wateya bêdewletbûnê. Dezavantaja me ji cihûyan ev e ku aqilekî me yê mihendisî, înşaker, çareserker û bajarî tune ye ku em pê xwe bikin dewlet, di cihûyan de aqilekî mihendisî, înşaker, çareserker û bajarî hebû ku ji tunebûnê ji xwe re welatek û dewletek çêkirin. Cihû ji ber sirgûnê, li Ewropayê têra xwe bibûn bajarî em nebûn bajarî, îro jî em hej nebûne.

Îro Theodor Herzl sî û pênc salî bûya, li parçeyekî welatê me bijiya dê çi bikira? Bi rastî îro Herzl kurd bûya dê çi bikira, ji bo çi tê bikoşiya? Çareseriya wî dê çi bûya? Çi plan û proje dê pêşkêş bikirina? Rêyeke çawa dê li ber xwe daniya? Niha ji ku ve û ji çi dê dest bi xebatê bikira?  Li hemberî siyaseta me nêzîkbûn û tevgerên wî dê çi bûna? Wî dê îro xwe neçare, têkçûyî û di korerêyekê de hîs bikira? Dê çi qas geşbîn bûya? 

Yek, Herzl bibûya dê wekî çend kitêban bersiva pirsa “em dewleteke çawa dixwazin” bidîta. Bi rastî jî heta niha çima kesî li ser wê pirsê xebatek nekiriye. Mînak ji aliyê hiqûqê ve, me ji bo kurdan makezagonek amade nekiriye. Du, Herzl kurd bûya gelo dê bibûya entelektuel, nivîskar kitabên analîzî û tehlîlî yên psîkolojîk, sosyolojîk, dîrokî û siyasî binivîsandina. Sê jî wekî siyonîzmê dê li ser Kurdistanîbûnê bibûya îdeologek û îdeolojiyek dameziranda?

Theodor Herzl,îro kurd bûya çi bikirina!??

 

*Günlükler 1. Cild, Theodor Herzl(çev:Ali Fahri Doğan), Runik Kitap, 2023.

*Ev nivîs berî di malpera Kurdshopê de hatibû weşandin.

Li Bakurê Şoreşa Romana Dagirkirina Tarîtîyê ya Bextîyar Elî

                                            Ez dibêjim qey cara yekem e ku   nivîskarek soranînivîsê Başûrê welat, li ser Bakurê welatê ...