14 Şubat 2020 Cuma

Perspektîfeke Rizgarbûna Ji Trajedîyê Di Romana Ahmedê Hepo ya Bawerîyê De





Ez berhemên edebî yên nivîskarên kurd ên ku li derveyê Kurdistanê; li Ermenistanê, Gurcistanê, Qazaxistanê, Xorasanê û Azerbeycanê dijîn, gelekî meraq dikim. Hindê ku ji min tê ez dixwazim wan berheman bixwînim.

Li gorî baweriyekê ji nîv mîlyonan zêdetir kurd li Azerbeycanê dijîn. Kurdên ku li Azerbaycanê dijîn di mijarnameya welatê me de zêde cih nagirin. Em di heqê wan de hema hema tiştekî nizanin. Ji alîyê bîrewerî û nasnameya neteweya kurdî ve zêde serkeftî nîn in. Hişmendiya neteweyî li cem wan qels maye lewma pir asîmîle bûne. Entelejansîyeke wan a wekî Ermenistanê xurt tune ye. Bi tenê çend şair, nivîskar û rewşenbîr ji wir derketine. Ahmedê Hepo jî yek ji wan nîvîskarên kurd e ku di sala 1934an de li Azerbaycanê ji dayik bûye, hêj jî li wir dijî. Di nava kurdên bakurî de Ahmedê Hepo bi qasî yên Ermenîstanê nayê nasîn.

Bawerîya Ahmedê Hepo, cara yekem di sala 1990î de li Azerbeycanê, ji weşanxaneya Azernşer derketiye û cara duyem jî di sala 2013ê de li Bakurê welêt weşanxaneya Aramê ew çap kiriye. Çapa duyem bi tevahî 112 rûpel e. Ji xeynî Bawerîyê, bi navê Birîn û Hêsirên Xwînê du berhemên wî yên din jî li Bakur ji hêla weşanxaneya Peywendê ve hatine çapkirin.

Lehengê romanê Sulhedîn dema ku vedigere gund roman dest pê dike. Gava Sulhedîn digihîje gund, em ber bi rabirdûyê ve dest bi rêwîtîyekê dikin, em çi qas rûpelên romanê diqulibînin çîroka leheng û bûyerên romanê jî ew qas di hişê me de zelaltir dibin.

Di destpêka sedsala bîstan de kurdên bakurê Kurdistanê yên ku piranîya wan li herêma Serhedê dijiyan, pêşî sirgûnê Ermenistanê bûne, ji wir jî sirgûnê Azerbeycanê bûne. Wê çaxê Azerbeycan li bin bana YKSSyê ye û bûyerên romanê jî di gundekî wan kurdên sirgûnbûyî de derbas dibe. Mijarên romanê; evîn, sirgûnî, têkîlîyên di nava gundîyan de, jîyana wan, têkîlîya wan û dewletê, şerên êşîran û jîyana li bin desthilatiya sîstema komînîzmê ye.

Zimanê romanê, zimanekî rihkurd, bitehm û kêyfdar e. Bûyer û mijarên romanê bi vê zimanê saz dibin. Di rûpela 48an de nameyeke Sulhedîn ku ji dildara xwe re nivîsiye, ji hêjatîya zimanê berhemê perçeyekê nîşanî me dide: "Delala delalan, bedewa bedewan, rindika rindikan, Avgerdena min, te di dilê min de ji xwe ra hêlûna hub-hizkirinê çêkiriye. Boy te şeva min ne şev e, ne roja min roj e. Bejna te ye nîvçe, guliyên reş, çavên belek, eniya kever hey-hoy dilê min disotînin. Wekî rojekê guliyên te yên reş qevt kim û mîna kulîlkên çiyayên me behn kim, ez ê hetanî dawiya jiyana xwe bibime dergevanê te. Were bextê guliyên heta hetayê bispêre min, sond dixwim bi sonda mêraniya kalikê xwe, sond dixwim bi tirba Ahmedê Xanî ya ziyaret, sond dixwim bi namûs û mêrxasiya Kulîlk, hetanî di çavên min da ronahî hebe, di çogên min de zor hebe, ez ê bibim baxvanê wan guliyên reş! Delala min, were, were em destê xwe bidine destê hev û têkevine govenda emir. Bi dilekî fireh."
Ahmedê Hepo, bi bîrewerîyeke neteweyî nêzî mijar û bûyerên romana xwe dibe. Lê belê Ahmedê Hepo, di "li dewsa pêşgotinê" de jî dîyar dike ku: "Divê vê jî bêjim ev roman çi qasî jî bi ruhê welatparêziyê hatîbe nivîsandin jî dîsa bêhna Yekîtiya Sovêta berê jê tê." Ahmedê Hepo her çi qas yekser qala sansûrê nekirîye jî gava ku em romanê dixwînin tê digihîjin ku tê de sansûr heye. Di serdema Yekîtîya Sovyetan de de gelek nîvîskar û şair ji ber sansûra giran xwe kuştine. Ji ber ku kalê Sulhedîn, Hilo xwedî hîşmendîya netewî ye, hewildanên wî hene ku di nava êşîran de yekîtîyek û aqileke neteweyî pêk bîne lê berî ku bigihîje amanca xwe tê kuştin. Hilo berî mirina xwe di civata êşîran de li ser yekîtîyê van fikir û ramanan dide zanîn: "Qewm û pismamno, çawa hûn zanin, çendî û çend meqam, cureyên govendên me hene. Li dawetan tenê mirovekî nezan têkeve govendê, govend xera dibe, pêwîst e gişk bi hev ra bireqisin. Ax, xwezîka yekbûna me jî mîna govenda me bûya, bibûya halan û begeriya, gişkan dest bida destên hev û di govenda yekîtiyê de bireqisiyana..." Lê li dû kuştina wî di romanê de hewildanên neteweyî jî disekinin. Lê dîsa jî, wekî ku dibêjin, "Roman neteweyê diafirîne", bi rastî jî Ahmedê Hepo amanc kirîye ku bi saya romanê neteweyekê biafirîne, qe nebe hişmendiyeke bi vî rengî ava bike.

Di Youtubê de ji bo Dr. Qasimloyî bi navê Trajedîya Bêdawî helbestek hatîye belavkirin. Bi rastî jî dîroka me tekerûra trajedîyeke bêdawî ye. Gelo vê trajedîya bêdawî em ê çawa bi dawî bikin? Tekerûra dîrokê em ê çawa bişkînin? Trajedîya me ya bêdawî îro herî giran li welatê me yê Rojavayê xwe carbare dike.

Bawerî, romaneke trajîk e. Trajedîya neteweyek e. Trajedîya malbatek e. Trajedîya sirgûnê ye. Trajedîya bêdewletîyê ye... Trajedîyeke ew qas kûr û har, di her carbarkirina xwe de ne ji sifirê, ji binê sifirê dest pê dike. Ahmedê Hepo, ne bi rihekî têkçûyî, melankolîk, mazoşîst û bêhêvî lê belê bi rihekî keyfberz û keyfxweş û bi ûslubekî erênî û avaker xwestîye bi zindîkirina bawerîyê xwe ji vê trajedîye rizgar bike. Tunêbûna xeyal û hêvîyê û ne bawerîya rizgariyê ji koletîyê jî xirabtir e. Zindîbûn û hêbûna bawerîyê, rizgarî û azadîyê tîne: "Ax, dibên bawerbûn tu caran mirov di nîvê rê de nahêle, çogên mirov naşkîne û timî rih dide ber rihê mirovan, wekî ew bijî... Rast e, an na, nizanim, lê bawerî ne rastî ye, ew tiştekî din e. Ya îro baweriya min a salan e, ya ku rih di der dilê min da dianî, ya ku rojên giran ji min re dibû pişt û rast diqewimî." Bawerî heqîqat û realîteyê çêdike.

* Nîvasa herî  dawî min ji malpera Diyarnameyê şandibû ev bû lê  ev nîvîs li serê malperê hatî li vir hat weşandin: http://diyarname.com/news.php?Idx=39183  Ev du beşê dawî hatîbû jêbirin. Sedemê wî birinê bi peyam min ji edîtorê malperê Cemîl Oguzê pirsî lê ti bersivek neda min. Wî birinê min wekî sansurê qebul kir ji şunda min ti nîvîsê ne şandin Diyarnameyê. 

Têkîlîya bawerî û azadîyê çi ye?

Wergera kurmancî ya romana Milan Kundera ya bi navê Nezanîn ji hêla weşanxaneyê Rûpelê ve hatiye amadekirin. Ji wê romanê hevokek heye ku ez qet ji bîr nakim: "Hemû êşên me ji bêhêvîtîye tên." Belê wek vê gotinê, hemû êşên me yên kurdan jî bêbawerîya azadîyê tê, me bawerîya azadîya xwe winda kirîye, em şer dikin, têdikoşin, xebat dikin lê em bawer nakin ku em ê xwe ji bindestîyê rizgar bikin. Gelo kengî û li ku bawerîya azadî û rizgariya me hatîye tunekirin? Li Botanê, li Koçgirîyê, li Pîranê, li Agirîyê, li Mahabadê, li Dêrsimê..? Gelek pêwîst e ku em baweriyê ji gelek hêlan ve problematîze bikin.

Di van salên dawî de li cem kurdan bawerîya azadiyê li Başûr û Rojavaya nîştîmanê zindî bûbû. Du sal berî niha, ev hêvî pêşî li Başûr şikestinek xwar û di van rojan de jî li Rojavayê rû bi rûyê têkçûn û şikestinekê ye!...
Têkçûn û şikestinên me bi çi qasî giran bibin jî encam çi dibe bila bibe, divê di mejî û dilê me de bawerîya rizgarî û azadîya me her tim geş be.

Gelo çirûskên "Bijareyên Kovara Ziryabê" bê bibin agir?



Yekemîn kovara muzîka kurdî Ziryabê di hejmara xwe ya yekem de eşkere kiribû ku dê "Pêşbaziya Muzîkê Ya Ziryabê" li dar bixe.  Di encama pêşbaziyê de bi navê “Bijareyên Kovara Ziryabê” albumek hem wekî CD ligel hejmara sêyem a kovarê hem jî di platformên medyaya civakî de hat belavkirin. 
Di albumê de yanzdeh stran hene, yek ji wan bi kirdkî, yek bi soranî û yên din jî bi kurmancî ne. Album hem bi kalîte û estetîk e hem di albumê de çirûskên afirînerî, nûxwazî û guhertinên mezin hene û hem jî her stranbêjê albumê di strana xwe de dide hîskirin û nîşandayîn ku cewhera muzîkjenî û hewldana arezû û endîşeyên afirandina muzîka hunerî di xwe de dihewîne.
Di albuma “Bijareyên Kovara Ziryabê” de çirûskên afirînerî, nûjenxwazî û çirûskên guhertinên mezin çi ne? 
Di muzîka kurdî ya îroyîn de krîza neafirandin û xwedubarekirinê heye. Dema ku tiştên nû nehatin afirandin ên heyî tên mezaxtin. Di muzîka kurdî de hunermendên afirîner pir kêm in. Îro mirov dikare bibêje ku piraniya muzîka kurdî bûye ji nû ve şirovekirin; kilam û stranên gelêrî û yên hunermendên berê ji nû ve tên şirovekirin.  Li aliyê din jî endîşe û arezûya afirandina muzîkeke hunerî û baş tune ye, a populerbûnê heye. Stranbêj dixwazin bi ji nû ve şirovekirinê bibin populer. Populerbûn dahatû û geşedana fenomena muzîkê zêde nake, tenê xwestina xelaskirina rojê heye û bazirganî ye. Hinek stranbêjên kurd ên xwedî cewher û potansiyel hewl nadin ku tiştekî nû biafirînin û bi ji nû ve şirovekirinên stranan xwe qetil dikin... 
Lê dema ku em guh didin stranbêjên Bijareyên Kovara Ziryabê em dibînin ku di wan stranbêjan de arezû û endîşeya zêdekirin û pêşvexistina fenomena muzîka kurdî heye. Hewl didin ku di muzîka kurdî de tiştên nû biafirînin. Di albumê de çirûskên afirandina gotinên stranên nû, terzên muzîka nû, stranên nû û rêbazên nû diyar in.
Di muzîka kurdî de gotinên stranan hev dubare dikin û qels in. Gotinên stranan ku dilê guhdaran rehet û honik bikin pir kêm in. Di muzîka kurdî de çima gotinên stranên bihêz û xweş nayên nivîsandin? 
Yek, muzîka kurdî wekî erebesk, polîtîk, gelêrî û hunerî kategorîze dikim. Muzîka kurdî ya hunerî li gorî ya erebesk û polîtîk pir qels maye. Sedem jî ew e ku di nava muzîka erebesk û polîtîk de difetise, di bin hegemonyaya wan de maye. Gotinên stranên muzîka erebesk û polîtîk hema hema hemû hev teqlîd, kopya û dubare dikin. Ji ber ku muzîka kurdî ya hunerî bi paş ve maye, gotinên stranan baş nayên nivîsandin. 
Du, piraniya muzîkjenên kurd helbesta kurdî, romana kurdî, çîroka kurdî naxwîne, haya wan jî jê tune ye. Edebiyata zimanê muzîka xwe nizane. Ma çawa gotinên stranên baş bên nivîsandin? 
Sê, di çend salên dawî de helbestên kurdî zêde tên stranîzekirin. Stranbêj bi xwe naxebitin, xwe naêşînin, gotinên stranên nû nanivîsin û helbestên kurdî didin ber xwarinê. Lê diviya stranbêjên kurd pişta xwe bidana helbesta kurdî, jê sûd werbigirtina û bi wî hawî gotinên stranên baş binivîsandina.  Stranîzekirina helbestên kurdî cureyekî tiralî ye. Ez nabêjim bila helbestên kurdî stranîze nebin, bila stranîze bibin, problem ne ev e. Problem ew e dema ku helbesteke kurdî stranîze bû, stranbêj çiqas kariye heqê helbestê bide? Ji xeynî çend mînakan, piranî heqê helbestê nayê dayîn; gotinên helbestan pir bihêz û kûr in lê muzîka stran û muzîkjen qels dimîne.
Çar, sedema sereke tiralî ye, ji nû ve şirovekirina stranan yanî “hazira konmak” e. Ji nû ve şirovekirin potansiyel û kapasîteya takekesî dîrekt dikuje. 
Pênc, di nava kurdan de afirîneriya takekesî pir qels û bi paş de maye, girseyî nebûye. 
Di albûma Bijareyên Kovara Ziryabê de afirîneriya gotinên stranan berbiçav e. Gotinên stranên albumê asta gotinên stranên kurdî bilind û zêde kiriye. Di albûmê de gotinên stranan her stranbêjekî baş û rind in. Dilê mirov hênik dikin, kula mirov derdixin, êşa mirov parve dikin.
Ji albumê mînaka gotinên strana Teşqele bi navê Bi Kîjan Meqamî favoriya min e. Hem gotinên wê hem muzîka wê û hem jî îcrakirina wê gelek serkeftî ye. Di muzîka kurdî de jî rengekî nû ye. Jiyanê, hîsan, tiştan, hêmayan, encaman, erenîkirin an jî nerenîkirin, trajedîzekirin an jî komedîzekirin bi watedarkirina mirovê re çêdibe. Mirov dikare jiyanê erênî jî nerênî jî bike. Encama eşqekê dema ku jihevberdan, terkkirin, cudabûn, jihevveqetan, çûyîn, windakirin çi dibe bila bibe, a girîng, kîjan hunerî dibe bila bibe divê encamê eşqê neyê trajedîze û dramatîzekirin e. Çimkî huner divê ne teqlîdkirin û kopyakirina rastiyan be. Mînak, di piraniya muzîka kurdî de encama her eşqê û jiyanê tê nerênîkirin, trajedîze û dramatîzekirin. Lê di strana Bi Kîjan Meqamî de encama eşqekê nehatiye trajedîze û dramatîzekirin. Encama eşqê bi fehm û nêzîkbûneke din hatiye watedarkirin. Kêfa mirovî bilind û geş dike. Di stranê de windakirina eşqekê hatiye îronîzekirin. Ji stranê risteya, “Bi halê xwe dikeniya(n)” Ji ber rewşa ku tê de ye xwe nekiriye mazoşîst û melankolîk,reben û belengaz.
Di albumê de gotinên “Xelîn”a Ferît Sevîm, “Êsîr”a Serdar Alaz, “Balada Şivanekî” ya Vedat Taniş, “Xwazgînî”ya Rizgar Akan, “Şev”a Azîz Arslan, “Rojbûna Te Pîroz Be” ya Omer Ayhan û “Şewê Bêhewnî” ya Nidia Visser gelekî serkeftî ne.  Li aliyê din jî ji bilî yek an jî du stranên albumê yên rihê şikestî û melankolîk, stranên din ne melankolîk, mazoşîst, ne xembar û ne bêneqeb in; tiştek nikare bê kirin, tiştek nayê guhertin.
Divê li vir em vê pirsê bikin: Gelo dewama vê afirandinê dê were an na ew stranbêj jî dê bi ji nû ve şirovekirinê xwe qetil bikin?
Di hemû stranbêjên albumê de xwestin û arezûya lêgerîna terzê nûjenxwaziyê heye. Strana Ferît Sevîm a “Xelîn” bi terzê bluesê gelekî baş hatiye îcrakirin. Di hinek formên muzîka kurdî ya gelêrî de bi şêwaza bluesê stran tên gotin lê blues di muzîka kurdî de pêş neketiye. Sedem jixwe diyar e: Muzîka kurdî ya hunerî di nava ya arabesk û polîtîk de dihetike û muzîka kurdî ya modern pişta xwe nedaye muzîka gelêrî, ji wê dûr ketiye. Bo min, tu terzê din ê muzîkê ne bi qasî bluesê azadker e û kêf û hezkirina jiyanê geş nake. Gelo çima di muzîka kurdî de terzekî wilo yê azadker û kêfgeş tune ye?
Çirûskên guhertinên mezin... Krîza muzîka kurdî çi ye? Krîza muzîka kurdî di nava xwe de ji çend krîzan pêk tê. Muzîka kurdî dema ku ji tradîsyona xwe ya hezar salan qetiya, ligel qetandina krîza ontolojîk, krîza bêkokî û krîza biyanîbûna xwe jî derket holê. Lewma di muzîka kurdî ya îro de stran, kilam û stranbêjên baş û gerdûnî dernakeve. Di encama vê krîzê de îro muzîka kurdî çawa ye? Muzîkeke erebesk, polîtîk, teqlîdker, wekî pîne, xwe-dantesdîqkirin, xweîfadeker, neazadker, xemhez, êşhez û kulhez, nekêfgeş û nekêfberz; muzîkeke ku tiştên nû naafirîne, xwe dubare dike...  Li derveyî wan stranbêjan albumên çend kesên ciwan ên din jî hene wekî Stran Sevîk, Xoser...  Ev stranbêj dikarin muzîka kurdî ji vê krîza ku îro tê de ye derxin. Struktûra muzîka kurdî ya melankolîk, mazoşîst, êşhez û xembar biguherînin. Ji bo muzîka kurdî dikarin bibin mîladek...
Çima di muzîkjenên kurdan de afirîneriya takekesî tune ye? Muzîkjenên kurd, muzîkê bê felsefe dikin. Mînak, muzîkjenek bi terzê Jazzê muzîka kurdî dike, em ji wî/wê bipirsin: Jazz çi ye? Dîroka Jazzê çi ye? Hunermendên baş ên Jazzê kî ne? Felsefeya Jazzê çi ye? Fonksîyona Jazzê çi ye? Struktûra Jazzê çi ye? Jazz bi kurdî divê çawa be, bi kurdî em dikarin Jazzê çawa kurdîwar û dewlemend bikin?  Bi tetmînkarî jixwe nikare bersiva pirsên me bide, bi kûrahî xwe li ser wan pirsan neêşandiye. Dema ku bi Cazzê bi kurdî muzîkê dike, tiştekî bêhnteqlîdî derdikeve holê. 
Aliyê qels ê albumê; bêhneke teqlîdker û amatorî jê tê, negihîştiye qonaxa reseniyê lê ji bo destpêkê normal e. A ku divê bê problematîzekirin; stranbêj dê albumên xwe di pêşerojê de bigihînin asta resenîbûnê an negihînin!..
Di salên dawî de, yek ji albumên herî baş ên kurdî yên ku wekî guhdarekî muzîka kurdî min guhdar kiriye “Bijareyên Kovara Ziryabê” ye. Ez spasiya hemû kedkarên vê albumê dikim. Bi hêviya albûmên baştir...
* Ev nîvîsê berî li vir hatîye weşandin:http://diyarname.com/news.php?Idx=39125

Şiîra Hezê ya Arjen Arî: Xweteslîmnekirin û Berxwedana Li Dijî Bêhezîyê




Di têgihîna metodolojiya dîroknasiyê de zêdetir li ser kartêkirinên bûyerên mezin tê rawestan. Lê têgihîna metodolojiya dîroknasên wekî Fernand Braudelî berevajiyê vê yekê ye; ne li ser kartêkirinên bûyerên mezin, zêdetir li ser ên bûyerên biçûk hûr dibe û vedikolîne. Wergera Arthur Rimbaud û wergerên din, kovarên Zarema, Wêje û Rexne, Folklora Kurdî, Psychology Kurdî û hwd. û Klubên Xwendina Kurdî dê tesîreke çawa bikin? Em dikarin mînakan hê zêdetir bikin.
Dema ku mirov karekî kir, xebateke pêk anî dixwaze di cih de encamek pêk were û tesîra xwe nîşan bike. Lê hin tişt dûmahîkê karîgeriya xwe nîşan didin. Eliezer Ben Yehuda dema ku dijiya qet bawer dikir ku tesîra xebata wî dê zimanekî mirî zindî bike û paşê jî ew ziman dê bibe zimanê dewletekê. Kovara Tîrêj di sala 1979’an de dest bi weşana xwe kir, bi tevahî çar hejmar derket lê bi çar hejmaran di dîroka edebîyata kurdî de bû qonaxeke girîng. Di dema belavbûna kovara Tîrêjê de kê bawer dikir ku tesîreke wisa dê bike? Ji ber wê divê em kurd tu carî xwe radestî bêhêvîtî, bêbawerî û tiraliyê nekin û dev ji xebatên xwe bernedin, xebatên xwe roj bi roj geştir bikin û bibin serî. Çimkî kovara Tîrêjê nîşanî me dide ku xebatên pir biçûk dikarin tesîrên mezin bikin. 
Nifşa Kovara Tîrêjê ji Mem Ronga, Berken Bereh, Malmîsanij, Rojen Barnas û Arjen Arî pêk tê. Ew pênc "tîrêjên" kovara Tîrêjê ji hev baştir û kamiltir in, taybetmendiyên her yekî ji hev ciyawaz in. Ez dixwazim di vê nîvîse de hewil bidim ku bi tenê li ser şiîra “Hezê” ya Arjen Arî bisekînim.
Di sala 2015’an de ez rastî li şiîra “Hezê” ya Arjen Arî hatibûm ku Omer Faruk Baran ev şiîr li ser Youtubeê belav kiribû, Wê demê ji hêla derûnî ve ez di nava rewşeke pir xirab de bûm. Çawa ku têkîliya min bi helbesta Hezê çêbû, hê di guhdarkirina yekem de min hîs kir ku rewşa min a derûnî hat guhertin. Ez ji vê rewşê filîtim. Hezê dilê min terk kiribû. Min bi saya vê helbestê ji nû ve hesta hezê kir. Ji wê demê heta niha tesîra vê helbestê li ser min qet kêm nebûye. Ez bi vê helbestê dijîm, ez dê bijîm jî.

“Li hezê digerim bi dilekî mişt hez
 Nebînim, bi ser ve nebim jî ez
 Ez ê ji dû venegerim…"

Şair di van risteyan de bi biryardarî û bi awayekî jixwebawer, mîsoger û zelal, amanca xwe eşkere dike. Şair li hezê digere, dixwaze bêkêmasî hezê peyda bike. Encam çi dibe bila bibe; serkeftin an jî ne serkeftin qet ne di xema şairî de ye, dilê wî, aqilê wî, rihê wî, bedena wî, çavên wî, destên wî, lingên wî, bi temamiya hêbûna wî ji bo vê amancê ye. Tu îrade, hêz, qewet nikare şairî bi serê derziyeke jî be ji amanca xwe vegerîne.
  
“Li hezê digerim, hezeke wusa:
 Safî, sebîl… ne miqabili tiştekî…”

Şair di van risteyan de heza ku digere çawa pênase dike? Di nava evîn û hezê de ciyawaziyeke çawa heye? Bi min, lixweşhatin û kêfjêrehatin qonaxa yekem a hezê ye, evîn jî dawîtirin qonaxa wê ye. Çawa ku di nava lixweşhatinê de potansiyela hezê heye, bi heman şiklî di her hezê de jî potansiyeleke eşqê heye. Eşq, derîaqil e lê di hezê de aqilbûn anku rasyonalîte heye. Ji ber wê yekê her hez nikare xwe bike eşq. Eşqê, Şêxê Senan kiribû şivanê berazan, çiya bi Ferat dabû kolandin. Eşq, ew qas deraqil e... Ciyê ku aqil heye li vir eşq tune ye.  Kapîtalîzma îro ya dinyayê xwe li ser aqilê ava dike û wekî her tiştê hezê jî rasyonalîze dike; hez di nava rasonalîteyê de hatiye hepiskirin. Krîtera yekem a rasyoneliya kapîtalîzmê; berberî, bergîdan; berjewendî ye. Di kapîtalîzmê de tu tişt bê berjewendî nayê kirin. Hez bi berberî û li gorî berjewendiyan pêk tê. Heza ku şair digere, ji hemû berjewendiyan hatiye şûştin. Heza şair xwerû, heqîqî, jidil, pak, nexirabûyî, zelal, ron, bêberberî û bêberjewendî ye. Şair hem xwe teslîmî heza kapîtalîzma berjewendperest û biberberî nake, û wê red dike hem jî dixwaze hezê ji girtîgeha kapîtalîzmê azad bike. 

“Ya ku zanim; hez nebe, heyat gwîzeke pûç e.
 Hez nebe; jiyan goka li ber devê qalûç e:
 Eware eware, derbeder”

Di van risteyan de bersivên van pirsên me hene: Şair çima li hezê digere? Mirov û jiyan bê hez çawa ne? Ciyawaziya bihez û bêheziyê çi ye? Wateya jiyanê çi ye? Çawa jiyan tê watedarkirin? Di navbera hez û wateyê de têkiliyeke çawa heye? Şair dizane ku jiyan bê hez bêwate ye, vik û vala ye, tê de kêf, zewq, çêj, tam, şadî û şahî tune ye, wekî zeviyeke bejî û beyeban e. Jiyana bêhez ne di rê de ye; astengî, dijwarî, qeda û bela pir in. Mirovê bêhez bêamanc, nizane çi bike,  di nava jiyanê de winda bûye, li ba ketî ye, di nava bêwatebûnê de difetise. Lê jiyana bihez, ne wisa ye. Hez tiştan watedar dike. Hez a ji xwe, ji mirovan, ji dinyayê, ji jiyanê, ji xwezayê, ji heywanan, ji tiştan... Dema ku mirov ji tiştekî hez kir, wateya wê diguhure. Hez watekirin e. "Xwedê hez e." Dema ku hez bê dîtin dê çi biqewime? Xwedê bê dîtin û hîs kirin... Hezistan welatê Xwedê ye.

“Li hezê digerim
Di dilê welatekî de li vî diyarî
Min ji welatekî hez kir, hinekî ji j’ vî bajarî
û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!..
Tavildê welatê ku ev çend min jê hez kir; ji êşa pir, ji giriyê pir, mirinênpir… hezê li şûntaziyekê ew terk kir, û wî jî hez bi gorî Xwe kir bi yek carî!
Li hezê digerim, niha…”

Şair di van risteyan de ji welatekî çarperçe hez dike. Edî hez dibe azadiya welatekî bindest. Li gel hemû êş, girî û mirinên welatekî bindest dîsa jî dev ji hezkirina wî bernade. Ji bindestbûna wî nareve, nefret û fedî nake. Li dû hemû têkçûnan, windakirinan, kuştinan, şikestinan... dîsa jî dev ji hezê bernade. Di welatekî bindest, dagirbûyî, perçekirî de xwe teslîmî bêheziyê nake. Lêgerina xwe ya hezê didomîne.

“Dibînim heza berxikê l’ dû makê …
Dinêrim li çivîkê hêlîn li ber helakê!"
"Dizanim; dengê xwezayê ye hez
Herikîna avê, guvîna bê, xuşîna spîndarê…"

Di van risteyan de şair heza ku di xwezayê de heye dibîne. Xweza hez e. Hunermend ew kes e ku vê yekê dibîne û dibihîze. Bi riya hunerê em dikarin vê hezê bibînîn û bibihîzin. Hunermed heza xwazayê nîşanî me didin. Muzîka Klasîk xwe li ser dengan ava dike. Ev mûzîk heza ku di nava dengan de ye bi me dide guhdarkirin. Resim jî heza ku di dîmenên xwezayê de ye nîşanî me dide. Lê di qada hunerê de heza xwezayê zêde nebûye mijarê berhemdariyê.
Mirov di emrê xwe de çend car dikare hez bike? Bi piranî yek car… Birhan Keskin di helbesteke xwe de dibêje; “kalbim, anla, bitti mevsim/bir başka yolcu yok sana" (dilê’m, tê bigihêje, qediya demsal/tune ye rêwiyeke din bo te) Dibe ku mirov nikare ji kesekî din hez bike lê Arjen Arî jî dibêje; xwe radestî bêheziyê nekin, dev ji hezkirinê bernedin. Şair jiyaneke, dinyayeke, temeneke bê hez qebûl nake, red dike, li hezê digere…
Rancierre ji bo amanca hunerê gotibû; "huner ne bi tenê teqlîda jiyanê dike, divê jiyanê biguhere jî" Helbesta “Hezê”, jiyanê teqlîd û tesdîq nake, jiyanê diguherîne; nêrîneke, fameke, îzaneke, jiyaneke nû çêdike. Ev şiîr êdî dikare di dilekî kevir de, hezê ji xwelîyê, ji hîçê ji nû ve zindî bike. Çima em "bi dilekî mişt" hezê najîn? Takekesên modern giringîyê nadin hezê, paşguh dikin. Hestê ku em herî zêde najîn çima ne hez e lê tirs, şayîş û nefret e? Dema ku mirov hez dike dixwaze bibe nemir lê dema ku hez nekir dixwaze tune be. Divê em hezê geş bikin, ji ber ku “hez nebe, heyat gwîzeke pûç e.”
* Ev nîvîsê berî li vir hatîye weşandin: http://diyarname.com/news.php?Idx=39039

Ka Resenîya Romana Qal a Hesen Ildiz?




Li dû nivîsa romana "Şeveke Îstîsmar", ez bi nivîsa romana "Qal" a Hesen Ildiz dewam dikim. Wekî Omer Faruk Baranî, Hesen Ildiz jî ji bo dahatûya edebiyata kurdiya kurmancî hêviyan geş dike, baweriyan xurt dike. 
Baş tê bîra min, di destpêka meha rezbera sala 2015'an de ji bo "Karaburun Bilim Kongresi" ez bi trênê ji Enqereyê çûbûm Îzmîrê û min di rê de yekem kitêba çîrokan a Hesen Ildiz "Tirspîvan" xwendibû. Wê demê çîrokên wî pir kêfa min anîbû, rewîtiya min xweştir kiribû. Ez cardin bixwînim gelo ez ê cardin biecibînim û dê kêfa min geştir bike, ez nizanim. Di dawiya çar salan de axir, berhema wî ya dûyem; romana yekem a Hesen Ildiz, Qal teqrîben berî mehekê ji Weşanxaneya Peywendê derket û 128 rûpel e.  
Bê otosansur, bi çavdêriyên kûr û bi şêwazeke rexneyî nêzî civak, ehlaq, dîn û Kurdistanê bûye. Qal ji hêla ziman ve kurdiya kurmancî zêde kiriye. Teknîkeke baş bi kar anîye. Wî tiştên hûrgilî, binhiş, derhiş, niyetgotina karakteran û karakter bi xwe di çavên hev de nîşan dane û zimanîze kiriye. Ziman ji forma jiberkirî derxistiye, bi formeke nû afirandiye. 
Backgrounda xwendina felsefîk, sosyolojîk, psîkolojîk, psîkanalîtîk û edebiyata Hesen Ildiz xurt û kûr e. Di piranîya berhemên edebîyata kurdî de ku min xwendiye ya teswîrkirin yan zî vegotin hebû, tehlîlkirina sosyolojîyê û psîkolojîya civakî û takekesî ya di watekirina jîyan, dinya û tiştan de û kûrbûna li ser wan hema hema qet tune bû. Di vê peywendîyê de Qalê, edebîyata kurdîya kurmancî zêde kiriye û backgrounda wê pir xurt e. 
Romanên ramanî, bi navê xwe yê din romanên felsefîk in; li ser îspatkirin, pûçkirin, kûrkirin û çareserkirinê fikreke xwe ava dikin. Nivîskar wekî feylesofan diramîne, dikeve nava labîrenta civak, kultur, ehlaq, îqtîdar, hiş, ez, kesayetiyê...  Di edebiyata dinyayê de yek ji mînakên herî baş ên romanên ramanî “Der Mann Ohne Eigen Schaften” ( bi tirkî wekî Niteliksiz Adam hatiye wergerandin)  a Robert Musil e lê ji ber hinek sedeman û têrnekirina temenê wî nekariye berhema xwe temam bike.  Ji xeynî Musil; Mîlan Kundera, Albert Camus, Satre, Dostoyevskî... romanên ramanî  nivîsandine.  Di edebiyata kurdîya kurmancî de yekem romana ramanî ya ku ez dixwînim romana “Qal” a Hesen Ildiz e.  
Qal li ser ramana xwekuştinê ava bûye; xwekuştina felsefîk pirsyarîze û gengeşî dike, hewl dide ku xwekuştina takekesekî di pêwendîya sedem û enceman de bide fêmkirin. Têgehîştina xwekuştina sosyolojîk û psîkolojîk li gorî ya felsefîk hêsantir e. Çimkî di fikirîna felsefîk de gihîştina encameke maqûl pir dijwar û barekî giran e. 
Di avakirina karakterî de mirov dikare bibêje kurdiya kurmancî zêde kiriye lê!..
Lehengê Qal R. Baran e; karê mamostetsyê dike, zewicî ye, lawekî wî heye. Lê R. Baran pişta xwe daye jiyan, civak, ehlaq û dinyayê. Ji xeynî êşa wî ya egzîstenyal her tişt ji wî rd bêwate û bêhîs e, nshîlîst û narsîst e; ji tiştekî jî ne memnûn e, civakê pir biçûk dibîne û qet xwe naêşîne ku civakê fêm bike, jiyanê reş dike û nerênî nîşan dide, civakê pir tund rexne dike, wekî ku wî bi xwe tenê heqîqet dîtiye tevdigere. Bifikirin ku mamosteyekî kurd gihîştiye vê astê, civaka kurd pir pêş ketiye!.. Gelo gengaz e ku ji nava civakeka bindest karakterekî wisa derkeve? Bi min, heke rojek em ji bindestî û koletiyê rizgar bûn, em bûn xwedî welatê xwe û problemên takekesî li pêş problemên civakî hatin, wê çaxê ji nava kurdan jî karakterên bi vî rengî dê derbikevin. Ne gengaz be jî di nava edebiyata kurdî de çêkirina karakterên bi wî rengî baş e. Lê belê ez dixwazim pirsekê bikim û em hinek pragmatîst binêrin; îro konjektorên ku em kurd tê de ne hewcedariya kurdan bi karakterên çawa heye, divê edebiyata me karakterên çawa înşa bike? Karakterên ku tên çêkirin divê ne dûrî rastiyê bin, ne îdeolojîk bin, ne bên îdealîzekirin ne jî bên îthalkirin. Divê karakterên wekî kurdekî azad, kurdekî xwedîzewq, kurdekî jixwebawer, kurdekî ku bi serdestan henekên xwe dike, kurdekî afirîner, kurdekî ku dikare heqîqata xwe bibêje, kurdekî hişazad, kurdekî takekes, kurdekî netewperwer....  di nava edebiyata kurdî de bên înşakirin. 
Min hevpeyvîna derhênerê kurd Arîn Înan Arslan berî demekê di Ahwalnewsê de xwendibû. Arslanî ji bo sînemaya kurdî gotibû tiştekî resen tune ye, tiştên ku berê bi tirkî û zimanên din çêbûne, sînemaya kurdî wan tiştan dubare dike, bi kurdî dikşîne. Tespîta Arslan tespîteke ji nava kitêbê ye, rast e.  Bi min, ev problem ne tenê di beşa sînemaya kurdî de, her wiha di beşên din ên kurdî de jî heye. Ez vê diyardeyê wekî îthal pênase dikim. Mijarek, enstrumanek, terzek, temayek, teknîkek, karakterek... ku me îthal kir bo sînema, muzîk, edebiyata.. kurdî, dema ku tiştê ku hatiye îthalkirin di nava edebiyat, sînema, muzîk.. kurdî de neyê resenîkirin dê bibe problem, wekî pîne, keraxî, dinyanedîtî û teqlîtkirî bimîne. Teqlîdkirin dijberî resenîyê ye. Teqlîdkirina tiştekî ya bi kurdî, vî tiştî nake kurdî. Îthaleke bi vî hawî tiştekî lê zêde nake û riyê li ber reseniyê digire. Dema ku me tiştek îthal kir, divê bi zanîna hişmendiya felsefîk îthalê bikin, wî tiştî kurdewarîze bikin an jî rengekî kurdawar bidin wî. 
Hesen Ildiz bi vê romana xwe karakterekî egzîstenyalîst îthalî edebiyata kurdiya kurmancî kir. Lê gelo ev karakter karakterekî resen e an jî teqlîdkirî ye? “Qal”ê li edebiyata egzîstenyalîst çi zêde kiriye?  Di sebaretê wan pirsan de, bi min, wekî teqlîdkirî maye, nekariye tiştekî nû bibêje, zêde bike û resenîze bike. Bi uslûbeke din şirove nekiriye, ji hêla ramanî ve di temaya xwekuştinê de kûr nebûye û zêde nekiriye. Fêmkirina xwekuştina felsefîk ronîtir nekiriye.  Di vê mijarê de tiştekî nû nabêje.   
Xwekuştina felsefîk tercihek e. Heqê tu kesî tune ye ku ji ber terciha xwekuştina felsefîk yekî bidarizîne, divê em rêzê lê bigirin, fêm bikin, li ser bifikirin.  Lê ji ber sedemên sosyolojîk û psîkolojîk xwekuştin ne tercihek e, takekes mexdûr e, civak, ehlaq û îqtîdar tawanbar û mexdûrker in. Lê divê karakterê xwekuştina felsefîk, xwînerên xwe îqna bike, divê piştî heqdayîna xwîner xwe bikuje.  
Lehengê R. Baran çima xwe kuşt? Ji ber bêwatebûn û absûrdbûna hebûnê. Xwekuştina karakterekî divê ne ew qasî basît û hêsan be,  ji bo sedemên xwekuştina xwe divê bikaribe xwîner îqna bike, ji bo xwekuştina wî xwîner heq bidin wî.  Huseyîn Kaytan di helbesteke xwe de, tam nayê bîra min, tiştekî wisa dibêje, "Kahîre! Ez êdî hejar im. / Ji bo ku ez tê bigihîjim min her tiştê xwe daye / Niha ez fêm dikim ku divê ez xwe bikujim." Dema ku yek bigihîje asta wan risteyan û xwe bikuje, dikare xwîner îqna bike. Leheng R. Baran çi jiyaye, çiqas û çi xwendiye, çiqas kûr bûye ku gihîştiye qonaxa xwekuştinê?
Di edebiyata eksenyalîst de yek ji temayên herî sereke xwekuştina felsefîk e. Ji ber bêwatebûn û absûrdbûna hebûnê xwekuştin wekî çareyek û xelasiyê tê dîtin. Lê hinek eksenyalîst jî xwekuştinê red dikin. Albert Camus xwekuştinê red dike, di romana wî ya “Bîyanî” de hevokek hebû, ez qet ji bîr nakim," di qulora darekê de bi temaşekirina asîman dikare temenekî bişewitîne." R. Baran berî xwekuştinê diçe metbexê, hevjîna wî kutilk çêkirine, tehm dike, tehmeka bêhempa ye. Qet nebe divê ji ber vê tehma xweş bigota min xwekuştina xwe çend rojan derengî xist.  Lê xwîner qet ne li hêviyê ye ku R. Baran xwe bikuje, bê wext û ji nişke ve xwe dikuje. Lê belê çi psîkolojiya karakterî, çi kûrbûna wî, çi bêwatebûn û absûrdbûna hebûn û jiyanê ne di wê astê de ye ku karakter xwe bikuje.
Di “Bîyanî” de diya lehengî dimire, leheng diçe li seyranê digere. Hevjîna R. Baran li nexweşxaneyê zarokek tîne dinyayê lê qet ne xema R. Baranî ye. Şarja mobîla wî xelas bûye û li malê radizê. Qet mîsqalek jî şa nebûye ku lawekî wî çêbûye. Di hevpeyvîna bloga Înanalo de bo xwedîderneketina zarokê xwe dibêje, "Min xwestiye bavîtîyê bikujim." Em kurd bavîtîyê ancax dikarin bi înşakirina bavîtîyeke jê neyê tirsîn bikujin. Dema ku bav dimire şûna wî birayê mezin digire, tirsa bavîtiyê berdewam dike. Bi rastî jî înşakirina bavekî wiha mimkûn e? Divê edebiyat berê xwe bide van pirsên dijwar...    
Xwekuştina karakterekî ne zehmet e, a zehmet jiyandina wî ye. Karakterên romana   “Hetîketî” û Waiting For The Barbarians (bi tirkî wekî “Barbarlari Beklerken” hatiye wergerandin) ên M. C. Coetzee ji statuyeke gelek bilind ve dikevin nava hîçistanê, xwîner li hêviyê ye ku karakter xwe bikujin lê M. C. Coetzee xwekuştinê nade karakterên xwe, karakterên wî bi awayekî xwe li jiyanê digirin. 
Têkilîya takekes û civakê; ehlaqê wî, îqtîdarbûna wî ye... ji her alîyî ve biproblem e. Civak her tiştî li takekesî ferz dike lê qet ji takekesî napirse tu çi dixwazî? Rober Musilî li gorî şiroveyeke di berhema xwe ya bêhempa " Der Mann Ohne Eigen Schaften de armanc kiriye ku antagonîzmaya civak û takekesî li hev bîne; xwestiye ku jiyanê biguherîne, jiyaneke nû ava bike. Divê nivîskar û şairên kurd jî tiştan wisa mezin armanc bikin û pêk binîn.
* Ev nîvîs berî li vir hatîye weşandin :http://diyarname.com/news.php?Idx=37893

Zêdebûn û kêmbûna romana 'Şeveke Îstismar'

                                   

Çawa dahatûya zimanê me bi gedeyên kurdîaxêv re pêwendîdar e, di heman demê de pêşeroja edebiyata me jî bi nivîskar û şairên ciwan rê pêwendîdar e. Ji ber wê di edebiyata kurdî (kurmancî û kirdkî) de bi baldarî berhemên nivîskar û şairên ciwan bişopinîn, zêdetir jî giringiyê bidin wan. Du ji wan nivîskarên ciwan yek Hesen Ildiz û yek jî Omer Faruk Baran e, her du jî ji bo dahatû û geşepêdana romana kurdiya kurmancî hêviyan geştir dikin. Mesela di helbesta kurdiya kurmancî de jî Yehya Omerî heye. Ez ê pêşî der barê romana Omer Faruk Baran Şeveke Îstismar de û rojek din jî der barê romana Hesen Ildiz  Qal de fikir û hîsên xwe binivîsim. 
Omer Faruk Baran, kesekî piralî ye: helbestvan, blogger, kovarger, fotografkêş û rojnameger e û herî dawî romanek nivîsiye. Ji zû de ez dixwazim der barê fotografkêşiya wî de nivîsekê binivîsim lê min heta niha derfet nedît ku vê xwesteka xwe bi cih bînim. "Tiştên ku ne di kareya fotograf de ne, fotograf tam ew tişt e." Sontag der barê wateyê fotagraf de pênaseyeke wisa dike û fotografên Omerî vê pênaseyê di nava xwe de dihewînin. 
Şeveke Îstismar, yekem romana Omer Faruk Baran e, 33 rûpel e ji Weşanxaneya Avestayê hatiye weşandin. Şeveke Îstismar ez dibêjim qey ne tenê di edebiyata kurdiya kurmancî de, her wiha di edebiyata giştî ya kurdî de romana herî kin e. Heta dibe ku kurttirîn romana dinyayê be. Li dû weşandina Şeveke Îstismarê, der heqê romanbûna wê de di nava edebiyata kurmancî de mineqaşeyek çêbûye. Aliyek dibêje roman e û aliyekî din jî dibêje ne roman e. Hinek jî nikarin di nava tu kategoriyê de bi cih bikin. Ez Şeveke Îstismarê wekî reşnivîsa romanê dihesibînim. Ez ê sedemên xwe di pêş de îzah bikim. Lê bi vî hawî jî mirov dikare wekî romanê bihesibîne. Çimkî di çaxa postmodernîzmê de wate û naveroka têgehan serobin û berovajî bûye. 
Edebiyat çi ye? Bi min, edebiyat rih pifî tiştan dike. Tiştên herî mekanîk jî dema ku dibin malzemeya edebiyatê di wan de jî rihek peyda dibe. Aliyekî wî yê Xwedayî heye. Tiştan zindî dike. Zewqa edebî bi peydabûna rihî re têkildar e. Li gel peydabûna rihî çêj, zewq tehma edebî çêdibe. Lê di her nûser û şairî de rihê edebiyatvaniyê tune ye. Lê di Omerî de rihê edebiyatvaniyê heye. Omerî, çi tişt dibe bila bibe, dema ku der heqê wî di tiştî de nivîsî, di wî tiştî de pêşî rihek, li dû wî jî zewqa edebî peyda dibe. Wekî nivîsên bloga Omerî, Şeveke Îstismarê jî zewqeke edebî da min. Piştî çend rojên ku ez di nava aciziya can de bûm, xwendina romanê aciziya can ji min paqij kir, kêfa min anî cih. Ez dikarim bibêjim ku li seranserî romanê zewqa edebî heye, min qet nexwest roman xelas bibe. 
Zimanê romanê, zimanê rojane yê nesansurkirî; bidijûn, mîzahî, îronîk û sade ye. Xwîner dikarin di gelek ciyên roman de bikenîn û bikin tîqetîq...
Roman di şeveke Amedê de, di kafe û kuçeyên Ofîsê de dest pê dike û di oteleke li aliyê Deriyê Çiyê de diqede. Dibêjin Qers li dû bûyîna mekana romana “Kar” a Orhan Pamuk prestîjtir bûye û feraset û îmaja wê guheriye. Bi min, Şeveke Îstismarê jî kuçe û kafeyên ku ji romanê re bûne mekan, di çavên xwînerî de prestîjtir, xweşiktir û watedartir kirine.  
Tê serê her takekesî; di kolanekê de, di kuçeyekê de,  di kafeyekê de, di nava qelebalixê de û di mekanên din ên civakî de li gorî meyla zayendî cuda dibe, mirov cara pêşîn rastî yekî/ê tê, tenê di nava çend kêliyan de wî/wê dibîne lê ditîna çend kêliyan zewqek, çêjek û kêfeke bêhempa dide mirov... Mirov wî/wê kesî/ê ew qas nêzî xwe dibîne, dibêje qey ji mêj ve ye wî/wê nas dike, eşqek, xwesteka bihevşabûnê, nasînê û vexwarina çayek û bîrayekê di dilê mirovî de bişkoj dide lê belê di karakterê sereke yê romanê de xwesteka kişandina fotografên memikan çêdibe. Mirov dixwaze bikeve dinyaya wî/wê, ji her aliyî ve wê dinyayê nas bike. Mirov careke din nebîne jî wextekê mirov li wî/wê difikire, bi hêvîya dîtina careke din dişewite... Feylesofê fransiz Alan Badiou li ser wan rastîhevhatinan disekine, dikole, problematîze dike, giringîyê dide, hêja dibîne.  
Li civaka ku em lê dijîn, normên ehlaqî û civakî çendî ku rasterast ne qedexekirî bin jî, di mêjiyê takekesan de wekî tabû û qedexekirî tên qebûlkirin, lewma jî bi gelemperî mirov cesaret nake ku biçe û bi kesê ku ji xwe re nêzîk dibîne re qise bike, niyeta wî/wê çi dibe bila bibe niyeta xwe bibêje. Civak nahêle ku takekesên wê azadane bi hev re bikevin pêwendîyê. Ji ber wê yekê, niyeta xwe ya baş an xirab nikarin ji hev re aşkera bikin, arezûyên me di dilê me de diçilmisin. 
Romana Şeveke Îstismar jî li ser wê pirsgirêkê ava bûye. Vebêjê berhemê bi xwe jî karakterê serekî ye. Di kafeyekê de karakterê serekî û hevalekî xwe rûdinin. Karakter, di maseyeka din a kafeyê de jinekê dibîne, memikên jinê dilê vebêjî dihelînin... Arezûya kişandina fotografê memikên jinê di wî de çêdibe. Mijara romanê li ser pêkhatina wê arezûyê hatiye hûnandin. 
Mijara romanê, ji her aliyî ve ne kîlîtkirî ye, vekirî ye, asoyeke berfireh di mêjiyê mirov de vedike û îlham dide... Mijara ku nûser dikare ji gelek aliyan ve îstîsmar bike. Karakterê sereke hewldana wî heye ku biçe cem jinikê, niyeta xwe ji wê re bibêje. Dema ku di nava kafeyê de rûdine, ji bilî maseya ku jin rûniştiye, rûniştvanên din hemû mêr in. Ji ber wê newêre biçe. Jin ji kafeyê derdikeve, karakterê sereke jî bi dû wê dikeve. Li ciyekî nêzî wê dibe lê tiştek diqewime û rêça jinê winda dike, texmîn dike ku jin çûye kafe-sahafeke nêzî wan. Dema ku diçe kafe-sahafê, texmîna wî rast derdikeve, di kafe-sehafê de rastî nasekî xwe tê. Ji ber nasê xwe nikare biçe cem jinê, jixwe piştî wextekî kin zilamekî montkesk tê, hemû planên karakterê sereke têk diçin. Mesela heke li cem zilamê montkesk biçûya û niyeta xwe ji jinê re bigota gelo dê çi biqewimiya? Heke di kuçeyê de an di nava gel de an jî  xwe qet nebetilanda û li kafeya ku cara pêşîn rûniştibûn biçûya biaxiviya û niyeta xwe ji jinikê re bigota gelo çi dê biqewimiya? Encameke çawa dê derketa? Ji vê encamê dê riyên nû yên çawa derxistana? Jixwe li dû lêgerîna bersivdayîna van pirsan aliyê pevxistî yê romanê dest pê dike. 
Arezû, pêkneanîn, tirs... Alîyekî pêkneanîna wê arezûyê biyolojîk û psîkolojîk e, aliyê din jî bi dîn, ehlaq, zordariya civakî, zayenda civakî, hiqûq û "partiyê" re pêwendîdar e. Pêknehatina arezûyan, di xwe de fetisandin çawa bandor dike li ser kesayetî û karakterê mirovan? Karakterê sereke çima nikare biçe cem jinê û arezûya xwe pêk bîne? Ji ber tirsan. Wekî tirsa lêdanxwarinê, tirsa tawanbariya tacîzkariyê, di medyaya civakî de tirsa îfşakirinê, tirsa reaksiyona tund a jinê, tirsa recmkirina civakê, tirsa polîsan, tirsa "partiyê" (dema ku mijar kurd in partî jî dikeve nava wan)... Tirs ne hêmayeke takekesî ye, hêmayeke sosyolojîk e. 
Şeveke Îstimar ji ber van sedeman wekî reşnivîsa romanê maye: Şeveke Îstismar hema hema romaneke realîst e. Aliyê romanê yê pevxistinê hema hema tune ye, tenê di beşa dawî de hinek pevxistinî heye. Şeveka rasteqîn a jiyana nivîskar e, karakterên romanê nehatine înşakirin, hevalên rasteqîn ên nivîskar in.  Mijara romanê bicîanîna arezûya kişandina fotografê memikên jinekê ye, di seranseriya romanê de jî mijar tenê  tê teswîrkirin. Aliyê pevxistinê, kûrbûn, vekolandina li ser mijarê û analîzkirina wê ya zanistî tune ye û têkilîya wê ya li gel dîn, ehlaq, zayendîya civakî, zordarîya civakî, hiqûqî, psîkolojîk û bîyolojîk  nehatiye munaqeşekirin, eşkerekirin û îzahkirin. Temamkirina reşnivîsa romanê ji vir pê ve dest pê dike. Jixwe afirînerî, tijîbûn, xwepêşxistin û kûrbûna nûser ji vir pê ve xwe nîşan dide.
Di encama romanê de tiştek nayê guhertin, her tişt wekî berê dimîne. Jacques Ranciere ji bo hunerê dibêje, "Huner bila tenê rastiyê teqlîd neke, divê rastiyê jî biguherîne."  
Çima navê Şeveke Îstismar li romanê kiriye? Çi tê îstismarkirin? Bi min tiştek nayê îstismarkirin. Ji aliyê civaka ehlaqî ve arezûyên takekesan tên îstismarkirin û otosansurkirin. Takekes mexdûr in, civak mexdûrker e.
"Heta ku em bitirsin tiştek nayê guhertin.".Heta ku em bitirsin tu guhertinek çênabe jîyan û dinya her xwe carbare bike. Li hemberî îqtîdar, ehlaq û civakê em ê mexdûr bibin. Ji ber tirsê karekterê romanî nikariye qedere xwe biguherîne.  
Piraniya kurdan ne bixwebawer e, ji ceribandinê ditirse, ji encamên nebaş ditirse, mukemel e,  bi min, li aliyekî jî Omerî xwestiye bixwenebawerbûnê, tirsa ceribandinê û tabûya mukemelbûnê bişikîne, henekê xwe pê bike, her wiha gihîştiye armanca xwe jî. 
* Ev nîvîs berî li vir hatîye weşandin : http://diyarname.com/news.php?Idx=36837

Xeyalkirina "Handa"yê û rastiya wê




Pirtûka duyemîn a rêzeçîrokan a Sîdar Jîr "Handa" di sala 2018'an de Weşanxaneyê Lîsê weşand. Berhem 109 rûpêl e û ji huvdeh rêzeçîrokan pêk tê. 
Qehremana berhemê Handa bi tena serê xwe di jûrekê de dijî. Di derbarê Handayê de em nizanin kî ye, çi ye, çend salî ye, paşerojeke çawa jiyaye, çima di wê jûrê de ye û çawa hatîye wir. Bi bîranînan jî em rabirdûya Handayê baş fêr nabin. Tenê hin bîranînên wê nîşan didin ku Handa berê şervan bûye lê em wê jî nikarin bi zelalî îspat bikin. Dîsa em baş nizanin jûr jûra çi ye; min di destpêke got qey jûr, jûra girtîgehekê ye. Pê de pê de ez tê gihîştim ku jûr ne ya girtîgehê ye. Di şibakeya jûra ku Handa tê de dimîne re, çemek xuya dibe. Têkîlîya Handa û dinyayê bi vê şibakeyê çêdibe. Mekana berhemê her çiqas jûreke teng be jî carna Handa bi xeyalan diçe cihên dûr. Wekî nasnameyê û mekanê, paşeroja wê jî lê dimîne. Em sedeman nizanin; bes encamê dibînin. Encama paşeroja Handayê.       
Nûser di nava jûrê de encamên paşerojê, yanî dema niha, têkîliya wê û kelûpelên di jûrê de; tiştên wekî sindoq, şeh, mifte, neynik, çarşef nîşanî xwîner dide. Dema ku behsa têkîliya Handayê û kelûpelên jûrê tê kirin, Handa bi kelûpelên xwe re dikeve nav bîranînan. Ji rewşa Handayê û têkîliya wê ya bi kelûpelan re meriv tê derdixe ku Handa di travmayê de ye û dêrûnîya wê têk çûye.
Handa di rewşeke travamatîk de ye. Di seranserê berhemê de Handa herî zêde tirsê hîs dike, ditirse. Dêrûniya wê têk çûye lê rewşa wê tê romantîzekirin. Romantîzm çi ye? Tirk dibêjin "Sen neyîn kafasini yaşiyorsun?" lê, romantîzm ew e! Xweşkirin e, ji rastiyan dûr e, di mêjiyê xwe de çêkirina dinyayeke derewîn e… Leheng nikare rewşa ku tê de ye bi aqilê xwe binirxîne. Jixwe ji destpêka berhemê heta dawiya wê vegotin û hewayeke romantîk heye. Her tişt romantîze dibe. Wekî têkçûn û êşê...   
Bi min, di bin vê romantîzmê de “veşartin” heye. Naxwaze rastiya xwe bibîne. Kompleksa ji xwe veşartinê ye ev...  
Qelsîya berhemê di vegotinê de jî diyar dibe. Ji serî heta paşiyê, ji xeynî beşekê, şêwe heman e.  Şêweya vegotinê xwe çarbare dike. Dema ku behsa sindoqê dibe, dema neynik, lembe, textê razanê tên pênasekirin jî ev yek naguhure. Wekî vegerên li dem û dewranên berê, şêwe jî romantîk e.
Di Handayê de teswîrkirina karakter, mekan û tiştan heta ku şêwe tê li dubareyan asê dibe, baş e. Lê gava ku şêwe dibe kopyaya beşên din, çîrok xwînerên xwe aciz dikin. Ji aliyê din ve jî zimanê nûserî pir qels e û xwe nade hîskirin. Di dawiya berhemê de xwîner, karakter bi kûrahî hîs nake. Leheng çend rojan ligel xwîner najî...   "...rengê spî, êş û janên reş ên beden û giyanê wê ji nû ve dest pê dikirin." Ji qelsbûna ziman qesta min ev e: Ev yek êş û janên Handayê nikare bi min bide hîskirin. 
Bi ya min nûser çîrokên xwe bi azadî nenivîsandine, otosansûr kiriye. Ji ber wan jî tekst kûr nebûne. Nûser her çiqas xwestibe çîroka binhişê Handayê binivîse jî pir kêm caran ketiye binhişê wê. Bi piranî ji derve ve qesta karakterê kiriye û ew jî heta cihekî ye. Ango bi kûrahî neketiye binhişê Handayê. Handa qet bi xwe re neketiye hesabdayînê, muhasebeya emrê xwe nekiriye, bi poşmaniyên xwe re neketiye şer.  
Handa di jûrekê de bi tenê dijî lê nûser li têkîliya wê û bedenê wê kûr nebûye. Pir caran neynik di mirov de şoqekê çêdike. Dema ku extiyarbûnê tîne bîra însanan, mirov zû zû cesaret nake car din li neynikê binêre… lê di çîroka Neynikê de qet tiştekî wisa çênabe, neynik nerehetkar nîn e û hatiye romantîzekirin. 
Dema ku mirov bi tena serê xwe be gelek caran tiştên zayendî tên bîra mirov. Jinbûna Handeyê, fantaziyên wê yên seksê qet nayên vegotin. Nûser di têkîlaya Handa û bedenê wê de ji xwe kûr nebûye, têkîlaya her duyan hatiye romantîzekirin. Diviyabû nûser curetkar û bêhedbûya, karibûya bêotosansûr biketa binhişê karaktera xwe. Ji ber wê, ji realîteyê gelekî dûr ketiye.
Di edebiyatê de li ser kûrbûn û kolandina bîstekê yan jî tiştekî meseleyek girîng e. "Masumiyet Muzesî"ya Orhan Pamuk li ser tiştan, "Kayip Zamanin Îzînde/Li Pey Demên Jidestçûyî" ya Proustî jî derbarê lê kûrbûn û kolandina kêliyan hatiyê nivîsîn. Di Handayê de jî mijareka zor û zehmet heye; mekan teng e û di wê mekanê de bes çend heb kelûpel hene. Nûser dil û xeyal kiriye li wan bikole û li ser wan kûr bibe. Di Handayê de mekan jûrêk e, ji wê mekanê huvdeh çîrok derketine. Her kelûpela di jûrê de bûye çîrokek. Çîrok bi hev re têkîldar û girêdeyiyê hev in. Xeyal û rastî, binhiş û derhiş, hêmayên mîtolojîk dikevin nava hev.
Tiştên ku Sîdar Jîr armanc û xeyal kirine ku binivîse baş in lê negihîştiye armanca xwe, xeyala xwe pêk neaniye. Sedemên wê jî qelsî û nekûrbûna şêweya wî, ne curetkarbûna nivîskar e. Heger Sîdar Jîr bibe nivîskarekî curetkar û bêhed, ew ê çîrokên baş binivîse. 
Handa û lehengê Gulên Şoran a Eta Nehayî Las...  Pêşnîyaza min, yên ku Gulên Şoran xwendin bila Handayê jî bixwînin. Yên ku Handa xwendin jî bila Gulên Şoran bixwînin. Lewra ger xeyal û armancên Sîdar Jîr biçûna serî, bawer dikim ku wî yê jî berhemeke wekî Gulên Şoran baş binivîsanda. 
Kîjan nivîskar an jî şairê kurd dibe bila bibe divê bengîperest, curetkar û bêhed be. Heta ku ji wan tê bila "bêexlaq" bin. 
James Joyce bi vî awayî bû James Joyce…
* Ev nîvîs berî li ser malpera Diyarnameyê hatîye weşandin: http://diyarname.com/news.php?Idx=36800

Xeletîya Determînîzma Romana Hefsar a Hesenê Metê

                                                     

      
Romana dawî ya Hesenê Metê, Hefsar, par Weşanxaneya Peywendê weşandibû. Roman 94 rûpel in, ji du beşan pêk tê: Di bêşa yekem de behsa xerabûna dêrûnîya qerheramanê sereke Germîyanî dibe, di ya duyem de jî sedemên wê xerabûyînê tên vegotin.
     
Pirsgireka qehramanê romana Hefsar çi ye? Ji bo çi dêrûnîya Germîyan têk çûye? Germîyan zarokê malbateke koçer e. Li zozanan, di nava xwezayê de mezin bûye. Germîyan bengîyê zozanan û xwezayê ye. Ji ber qedexekirina zozanan Germîyan û malbata wî edî nikarin biçin zozanan. Germîyan bê zozanan nikare bijî. Gelek caran qet guh nade qedexeyan, diçe zozanan. Lewra Germiyan dixtor e.  Lê ew bi alîkarîya şerwanan tê tawanbarkirin. Gelek caran jî ji bo ku neçe zozanan gefan li wî dixwin. Di dawîya dawî de çend kesên nenas diavêjin ser mala wî, jin û zarokê wî yê pênc salî dikujin; ew jî bi birîndarî xelas dibe. Li dû kuştina malbata wî, dev ji her tiştî berdide, direve diçe Awrûpayê. Lê li Awrûpayê jî nikare jîyaneke nû ava bike. Sedemên xerabûna derûnîya Germîyan ev in.
      
Germiyan di dawîyê de xwe dikuje. Çima? Ji ber ku derûnîya wî xera bûye. Ji ber çi derûnîya wî xera dibe? Ji ber ku nikare biçe zozanên xwe, li wir bijî. Lê ji ber çi nikare biçe zozanên xwe? Ji ber ku hatîye qedexekirin. Di qedexekirinê de kî sûcdar e? Cewaba romanê ev e: Xwedê û qeder. Nûser, Xwedê û qederê dide tawanbarkirin. Germîyan ji bo ku jîyana wî wilo bûyê, bi Xwedê û qederê ra gelekî şer dike. Gazindên xwe li Xwedê û qederê dike. Qeder sûcdar e; loma jî li ber qederê îsyan dike.
       
Determînîzm bi kurtasî di têkîlîya sedem û encamê de, encama sedeman e. Ne ji ber Xwedê û qederê, ji ber ku welatê wî hatiye dagirkirin Germiyan li welatê xwe azad nîn e, nikare biçe zozanên welatê xwe. Ku welatê wî nehatibûya dagirkirin, wî yê jî bi hêsanî karîbûya biçe zozanên xwe. Di romanê de sazkirina determînîzma xelet ev e. Sedemên encama jîyanî wî ne qeder e; bindestî û dagîrbûyîna welatê wî ne. Lê nûser dagirbûna welatê wî nabîne, wê problamatîze nake û lê nakole.  Ango Hesenê Metê, berhema xwe li serê determînîzmeke xelet ava kiriye.
       
Gelo çima Hesenê Metê romana xwe li ser determînîzma xelet ava kiriye? Sedemên wê ev in:  1.  Ji ber tirsa dagirkeran nikare heqiqat;ê bibêje; lê Hesenê Metê li Awrûpayê dijî. Pirsgireka wî ev nîn e. 2. Ma qey haya wî ji rewşa welatê wî tune ye? Heye. Dizanê welatê wî hatiye dagirkirin. Ji ber ku welatê wî hatiye dagirkirin ji welatê xwe koçber bûye. Ku ne ev herdu sedem bin, wê çaxê Hesenê Metê ji ber çi xeletîyeke wisa kiriye? Ez ê şîroveyeke zêdehed bikim: Hêmaya qetandina însanan ji xwezayê, pirsgirêkeke gerdûnî ye. Bi qetandina Germîyan ji xwezayê, dibe ku nuserî xwestibe berhema xwe gerdûnîze bike û di hurgîlîyên lokal de vê pirsgirekê nîşanî me bide.
      
 Determîzmeke xelet hem di karakterê sereke de, hem di sosyolojîya nava romanê de heye. Her çiqas malbata Germiyan koçer be jî kurê xwe dide xwendin, wî dike dixtor. Germiyan gava dixtorîyê tercîh dike, jixwe qebûl dike ku ew ê ji xwezayê biqete. Ango heger çûyîna zozanan nehatibûya qedexekirin jî Germîyan wekî berê nedikarîbû biçe zozanan. Û tew Germîyan ewqas ji xwazayê hez dike ku mektebê naxwîne. Gelo di xwendina Germîyan de nakokîyek tune ye? Wekî din, gelo li Kurdistanê kîjan dixtorê Kurd heye ku ji ber neçûna zozanên xwe dêrûnîya wî têk çûye? Gelo kesî tiştekî wilo bihîstiye yan dîtiye? Dev ji dixtoran berdin, min heta niha nedîtîye û nebihîstiye ku Kurdekî emrê wî ji pêncî salîyê berjêrtir, ji ber ku nikare biçe zozansn û gundê xwe, derûnîya wî xera bûye.  Ma qey haya nûser ji dêrûnîya bindestan tune ye… Bindest dixwazin ji welatê xwe birevin. Di binhişê bindestan de axa welatê wan tiştê herî bêqiymet e. Ku ne wilo bûya piranîya rewşenbîr, nûser û entelektûelên bîndestan ne li bajar û metropolên dagirkeran; wê li bajarên  welatê xwe bûna. Bindest ji her tiştê xwe şerm û nefret dikin. Wekî ax, ziman, kultur, netewe...
       
Dibe ku Germîyan bûbe dixtor û dîsa jî ji zozan û xwezayê hez kiribe. Di rewşeke wisa de derfetên wî hene ku bi malbata xwe ve jîyaneke din tercîh bike û bijî. Ji ber çi jîyaneke din tercîh nake? Ji ber ku ji zozanên xwe pir hez dike. Cihê ku li mirov tê de bijî ger ne azad be, gengaz e ku mirov ji wî cihî hez bike? Ma qey mimkûn e ku girtî ji girtîgehê hez bikin? Li vir nakokîyeke din a romanê kifş dibe. Di qehremanê romanê de hişmendîya bindestîyê jî tune ye.  Şervan şer dikin. Lê şervan ji bo çi şer dikin, nûser bi qehremanê xwe nade pirsîn.
        
Germîyanî karibû ji ber Kurdbûna xwe Xwedê û qederê sûcdar bike lê ji ber encama jiyana xwe nikare heman tiştî bike. Çimkî dawîya jîyana Germiyanî ne encama qederê bû. Gelo di navbera qeder û encamê de çi ferq heye? Kurdbûn ne encama tercîh û biryaran e. Qeder çi ye? Tiştê ku subje nikare li ser biryarê bide yan jî tercîh bike, qeder e. Hatina dinyayê qeder e, ji ber ku bi qerar û tercîhên subjeyan nîn e. Lê di çûyîna ji dinyayê de subje dikare biryara xwe bide û tercîhê bike.
      
Navê romanê ‘Hefsar’ jî vê yekê sembolîze dike. Peyva hefsarê tê wateyê qontrolkirinê. Hefsar  hêmaya kolêbûn û bindestîyê ye.  Tişt û kesê ku bê hefsarkirin êdî bêîrade ye. Hefsarê me Kurdan çi ye? Bindestbûna me ye. Ji ber bindestbûna xwe em nikarin ji bo xwe tercîhan bikin û qeraran bidin. Qetandina hefsaran jî azadbûn e.
       
Germiyan ji bo qetandina hefsarê xwe întihar dike gelo? Na!.. Ji bo bindestekî xwekuştin ne qetandina hefsarê xwe ye; rea ji ber rastîya xwe ye. Germîyan bi kuştinê nikare hefsarê xwe biqetîne û nîrê xwe bişkîne. Encax dikare bi azadbûna welatê xwe zora hefsarê xwe bibe. Lê nûsêr li ser hêmaya hefsar jî kûr nêbûye.
       
Di romanê de tiştê ku bi min ra xweş hat, taswîr û tehlîlkirina zozanan bû. Nivîskar wilo kiriye ku xwîner bixwaze here li zozanan bijî. Bi ya min, di bin xweşkirina zozanan de nûser bersiva fantezîyeke însanê modern ê bajarî daye. "Ez ê dev ji her tiştî berdim, biçim li gundekî, di nav xwezayê de bijîm…" Gotinên bi vî rengî em pir dibihîzin. Reşkirina jîyana bajaran û xweşkirina xwezayê....  Însanê modern ê bajarî ji bajaran zahf aciz bûye, fantezîyên vegera xwezayê dike...

      
Lê ku di romanê de determînîzm rast bihata sazkirin, wê romaneke çawa derketiba? Teqez wê romaneke antî-kolanyal hatibûya nivîsîn.    

* Ev nîvîs berî li serê malpere Dîyarnameyê hatîbû weşandin: http://diyarname.com/news.php?Idx=36776

Ser o Mîmarîya 11 Filmê Tewr Başî

          Ez her çîyê xo hewl dano ke peywenda konseptêk de bikaro yan zî her çîyê xo konseptêk de bido roniştayiş. Teza mina mesterî, bi ...