Divê em Mem û Zînê ji nû ve binivîsin!..
Gelo fonksîyona Mem û Zîna
Xanî li ser civaka me û takekesên Kurdan çi ye? Bandoreka çawa li kesayetî,
karakter, xwebûn, hiş, bixwebawerbûn, xwehîskirin, xwebîrbirina me kirîye?
Înşakerîyeke çawa li struktura civakê, têkilîyên civakî û bîra me ya kolektîv kirîye?
Çi ji hêla civakî ve, çi jî ya
takekesî ve fonksîyoneka wê ya negatîf heye. Em di nava realîteya struktura wê
de hepis bûne. Ji sê sed salan zêdetir e em di wê hepsê de ne. Ji gelek alîyan
ve bandora wê heye ku herem vê realîteyê ji nû ve diafirînin.
Ger Xanî, Mem û Zîn ne bi
trajedîyê, bi têkçûnê; bi serkeftinekê xelas bikira wê çaxê bandora wê li ser
civak û ferdên Kurd dê çawa bibûya?
Heke em bixwazin xwe ji tekerura
tarîxê rizgar bikin, divê berî her tiştî em Mem û Zînê ji nû ve binivisîn. Heger
ku em nenivîsin, em di nava wê de hepis bin û bimînîn tarîx jî dê her xwe tekrar
bike. Herweha ne têne Mem û Zîn, divê Destana Kawa û Dehaq, Çîroka Pepûgê, meseleya
Yezdan Şêr, Qasim Begê Cibîrî, Rayber, Beko jî ji nû ve binivîsin.
Di peywendîya eşqê de eşqa Mem
û Zînê bandoreke çawa li ferdên Kurdan kirîye?
Di arketîpê eşqên me yên nemir de Mem û Zîn heye. Em eşqa trajîk û têkçûyî ya Memê û Zînê pir berz
û pîroz dihesibînin. Ji bona wê sê sed sal in ku em şîna wan digirin. Ji bo
têkçûna eşqa wan em li ber xwe dikevin, diqehirin û xwe qanser dikin. Bingeha
civaka me ya hezkirinê, şîngirtine, êşê, melankolîye, kederê ew e. Di arketîpa gelek întîxarên eşqê de, ez îdia
dikim ku, bandora xwekuştina Zînê heye. Lê çima em eşqa miradşayê Tajdîn û Sitîyê
berz û pîroz nakin, pê bextewar nabin, ew me bixwebawer nake?
Abdulla Peşêw di şiîra xwe ya
bi nava "Bo Parçeya Min Ya Din" de hewl dide ku ji hêla eşqê ve Mem û
Zînê ji nû ve binivîse…
Di vê şiîra Abdulla Peşêw de
hêmaya (îmgeya) aşiqên ku ji hev cûda bûn heye. Ew, vê li ber çavên me radixe û
em dibînîn ku em di rewşeke çiqas xirab û zemanekî çawa dijwar de ne.
Em ji "Bo Parçeya Min Ya
Din" derdikin ka şair eşqê çawa pênase dike, eşq ji bo wî çi ye. Eşq ji bo şair temambûyîn e. Ew eşqê wekî
perçayekî xwe bi nav dike. Ez eşqê
dişibînim têgeha “phantom limb" an jî "phantom pain”. Tip vê têgehê wekî
nêxweşîyekê pênase dike. Ev têgeh "uzvê/lebata xeyalet" an jî "êşa
xeyalet" e. Kesên ku uzuveke wan jê dibe, mînak ling, wisa hîs dikin ku
tîlîyên lingê wan diêşin. Hevaleka min ku her du lingên wê jê bûn carekê ji min
ra gotibû "ev êş ne êşa tehamulkirin û kişandinê ye". Eşq jî wekî lebateke
meriv jê kin, meriv êşa wê bikişîne ye. Însan bê eşqê ango bê wê uzvê tê
dinyayê lê dinya dibe cihê lêgerîn û dîtina wê. Hin kesên bitalih û bextewar wê
uzvê dibînin lê yên ku nabînîn dibêjin “mirin xweştir ji vî halî”, trajedî û
valahîyeke bêdawî dest pê dike.
Mijara helbesta "Bo
Parçeya Min Ya Di"n cûdabûn; "phantom limb" e. Di ser cûdabûnê
re salek derbas bûye lê êş û bêrîkirina wê dewam dike. Rewşa ku salek e aşiq tê
de ye raveyî me dike. Tê de bêrîkirin û daxwaza destlêdanê heye.
“Delala min,
bûye salek
ku çavên me hev ranemûsandine,
bûye salek
ku hevrîşmê porê te milên min neniximandine.”
Tevgerên jirêze, rojane, ne
ewqas giring piştî cûdabûnê bûne tiştên derasayî, bendewarî û arezûyên har. Gotina
"roj baş"ê karekî jirêze ye.
Lê şair/aşiq salek e ku -dibe ku heta dawîya emr jî- nikaribe wê peyvê
ji hezkirîya/ê xwe re bêje. Vê arezûyê dikaribû romaneke qerase bi Marcel
Proust bi nivîsandin.
“Bûye salek
ku guhê min
bendewarî rojbaşekê ye."
Rewşa aşiq her xirabtir dibe. “Bêrîkirin bûye kabusek har...” Şair
bêrîkirina xwe û tîbûna “belgên zerbûyî
yên dahatî” û "deşta hezar salan
baran nedîtî” dide ber hev. Dibe ku ev rewşa şair bi hin xwîneran ecêb were
lê yên ku cûdabûnê zanin, wan êşên bêrîkirinê bêhtir hîs dikin.
“Bûye salek
ku devziwatir in
ji belgên zerbûyî yên dahatî
tîtir im ji deşta hezar salan baran nedîtî”
Dema ku cûdabûn, terkkirin,
çûyîn çêbû maşuq hat wendakirin, aşiq ji xwe ra li tiştan û pûtan digere ku xwe
bi wan bigire, xwe bavêje bextê wan. Psîkanalîzm vê rewşê wekî îqamekirinê
pênase dike. Mînak “piştî terkbûnê min
xwe avêtibû bextê şiîr û muzîkê; lê tu şiîran ew ji min ra neanî.” Aşiq xwe spartîye pirtûkan lê ew nabin derman
û çare. Edî tu tiştên xweş şîrînîya
maşuqê nadin wî.
“Pirtûk
germiya weke ya te
diyarî min nakin.
Firinde
bi çîpçîpa xwe
pistîna te ya şîrîn nadin min!”
Aşiq piştî cûdabûnê pût ji xwe
kirîne perestgeh lê ew bi bayekî piçûk tarûmar dibin. Aşiq ji nû ve dikeve
valahistanê. Tiştek tune ye xwe pê bigire. Di romana Muzeya Masumîyetê ya Orhan Pamuk de Kemal hewlê dide valahîya maşuqê
bi înşakirina muzeyekê veşêre. “Bi muzeyê zemanê bi mekan bike...” Lê Abdulla
Peşêw nîşanî me dide ku di tunebûna hezkirîyê de bes çareyeke felatê heye lê
dîsa jî aşiq xilas nabe: “Yara ku di durî
de ye ez di wê de difetisim.” Ji bîlî vê rîyê, ti tiştên din nabin nefes û derman.
Ahmed Arif gotiye “tunebûna te navê din ê
cehenemê ye.” Ji rizgarbûyîna vê cehenemê re tenê rîyek heye!.. Em ê eşkera
bikin ku ew rê çi ye…
“Ew pûtên ku
Piştî te hatine peristgeha min,
Bi sirweyeke[1]
bibîranîna te tên vederkirin.”
Ew rê serhildan, tolgirtin û
serkeftin e. Aşiq ji bo heyfê hilîne, ji bo şoreşa xwe bangî maşuqê dike ku ew
bê. Ne tenê ji bo wan, dixwaze ji bo bi hezaran Meman û Zînan qisasê bigire.
Serî hilde û qisasên wan wergire. Tolgirtin dikare dilê maşuq rehet bike, ji "ceheneman” rizgar bike. Di valahistanê
de ji xwe ra çareyan bibîne, di deryaya bê ser û ber de ji xwe ra giravekê çêke.
“Were, canê!
Bo xatirê min,
bo xatirê te,
bo xatirê hestiyên di gorê,
bo xatirê Mem,
bo xatirê Zînê,
bi hezaran Meman,
bi hezaran Zînan,
were em kartonan bişewitînin,
diwaran biherifînin!”
Meriv di van risteyan de fêr
dibe ku aşiq bi xwe ji hev veneqetîyane, hatine cûdakirin. Sedem jî struktura
civakî ye. Her du jî bûne qurbanên wê strukturê. Ji bilî wan bi hezaran qurbanên
wê strukturê hene!.. Wekî welatan me,
gelek welat bi goristanên wan qurbanîyan tîjî ne.
“Cambazan,
Yên ku mîna parçeyeke goşt
tu birî mezadê,
tu firotî!”
Aşiq dixwaze maşuq bê û ew vê
strukturê bişikînîn. Pergala parêzvanên vê strukturê serobin bikin. "Em
wan rezîl rûswa bikin. Em heyfa xwe hilînin. Em şerê wan bikin."
“Were, canê,
were em birû û porê wan bitiraşin,
xweliyê bi serê wan de kin!”
Ev helbest di 27.12.1970yî de
li Kurdistanê hatîye nivîsîn: Îro jî di sosyopolîtîka me de Mem û Zîn ewqas xurt
e, nivîskar û rewşenbîrên Kurd bi Mem û Zînê civakê û takekesên me tehlîl
dikin, piştî 278 salan şairekî Kurd, ji alîyekî ve, li hemberî teslîmbûna Mem û
Zînê serî hildide. Naxwaze heman qederê bijî. Dil dike strukturên sê sed salî,
boçûna dîrokî biguhere.
Di risteyên dawî yên şiîrê de
Abdulla Peşêw, hewl dide Mem û Zînê ji nû ve binivîse. Hêrsa xwe dike kujer.
Dixwaze teslîmbûna Mem û Zînê bişikîne. Da ku em jî xetaya Mem û Zînê nekin, em
tola wan jî bistînîn. Peşêw çewtîya Memê û Zînê ji me ra dibêje, wan li kû şaş
kirîye nîşanî me dide. Abdulla Peşêw bi vê helbesta xwe hewl dide ku tekerura
tarîxê bişkîne û wê biguherîne. Teslîm û pasîvbûna Mem û Zînê nîşane dide.
"Ger Mem û Zînê wisa nekir,
Çima em wilo nekin?!
De ka bêje, em çima welê nekin?”
Di Mem û Zînê de karekterên
sereke Mîr, Zîn, Sitî, Mem, Tajdîn û Beko ne. Divê em vê pirsê bikin: Kî wekî
Mîr ketîye dehfikên Beko? Kurmanc. Çawa aqilmendî û kamilbûna Mîr, dehfikên
Beko têk nebirin? Ez ji dêvla Mîr bûma minê bigota "Ev çawa mîrbûn e ku bi
Beko nikarim!.." Di Mem û Zînê de karekterê herî serhildêr Tajdîn e lê ew
jî derengmayî ye; divîyabû Beko di pêşî de bikuşta. Lê pasîvbûn, objebûn,
neberxwedêrî, bêîradebûn, qederperestî û teslîmbûyîna Memê û Zînê jî zahf zêde
ye. Mem û Zîn bûne qurbanîyên struktura civakî ya wê konjuktorê lê wan tew şer
nekirîye, li ber xwe nedaye, serî hilnedaye, tola xwe nestendîye. Wan mirin wekî
xelasîyê qebûl kiriye. Mem çima di zîndanê de planên fîrarê, kuştina Beko,
revandina Zînê nake? Mem ji ber eşqa xwe dimire, Zîn jî întîxar dike. Ma gelo
ti rê tunebûn ku Mem û Zîn serî hildin?!.
Çavkanî: Xewa Min Nayê, Ebdulla Peşêw, Wer: Husein Muhammed, Dîwan, 296
[1] Sirwe: Dengê livîna bayê nerm.
*Ev nîvîs berî di hejmara 5an a kovara Bar Helberstî de hatibû weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder